Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 15’ê Çile de saet di navbera 22.00 û 23.00’an de li Herêmên Parsatinê yên Medyayê di nava sînorên herêma Qendîlê de artêşa tirk ya dagirker li hemberî gundê Sîle bi balafirên şer bombeberan pêk anîn. Li gundê Şîlde 6 xaniyên hebû hedef hatine girtin û di êrîşan de gelek xanî hatine texrîbkirin û êdî nayê bikaranîn. Di êrîşa ku bi giştî cihên sivîl hedef hatine girtin, hate hînbûn ku wendahiya can tune lê xesareke mezin ya madî heye.
2. Di 14’ê Çileyê li dijî Herêmên Parastina Medyayê êrîşên hewayî hatine pêkanîn û di encama bombebaranê de,7 rêhevalên me şerkerên azadiyê gihane şahadetê.
nasnameya rêhevalên meyê gehiştine şehadetê:
|
Nasnav: Afat Întîkam |
Afat Întîkam - Selam Şadur
|
Nasnav: Dijwar Colemêrg |
Dijwar Colemêrg - Cebraîl Olmez
|
Nasnav: Koçer Zozan |
Koçer Zozan - Erdal Şalo
|
Nasnav: Zana Qoser |
Zana Qoser - Lokman Goktaş
|
Nasnav: Zerdeşt Tolhildan |
Zerdeşt Tolhildan - Muhammed Elver
|
Nasnav: Erdal Ciwan |
Erdal Ciwan - Şaxwan Miradî
|
Nasnav: Brusk Dorşîn |
Brusk Dorşîn - Ozkan Buzaq
17 Çile 2013
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê








