Peyva evînê, di rastiya xwe de, peyveke pir efsûnî ye. Evîn, ji dayikbûna mirov heta mirina wî, dibe hevalê jiyana wî, rêhevalê wî û hevparê razên wî.
Ew evîna ku mirov carinan nikare ji xwe re, ji kesekî din re, heta ji kesê herî nêzîkê xwe re jî bêje; di hundirê wî de gav bi gav mezin dibe, rehên xwe berdide û ber bi tiştekî ve diçe. Hemû fikir, mît, vegotinên dîrokî û ol li ser vê peyvê hatine avakirin. Ev ku mirov tiştekî hez bike, pê ve were girêdan û temenekî li pey wê derbas bike, hesteke gelek pîroz e. Evîn hişmendî ye; nirxdan e û nirx dîtin e. Bi taybetî evîna ku mirov ji bo axa ku rehên xwe tê de berdane, ji bo cewherê xwe û ji bo têkoşîna xwebûnê di dilê xwe de digire, evîneke din e. Ev evîn vegera cewherê ye; lêgerîna xwebûnê ye û rêwîtiyek e li ser rêyekê ku tijî gelek tengasî û ceribandinan e.
Yek ji gelên ku vê rastiyê herî baş nas kirine gelê Kurd e. Welatê wî bi sedsalan ji destê wî hatiye desteserkirin, kedê wî hatiye talankirin û her cûre asteng li pêşiya xwebûna wî hatiye danîn, da ku ew ji xwe dûr bikevin û bibin tiştekî din. Kurdistan pêşî bû du parçe, paşê bû çar parçe; armanc jî ew bû ku gelê Kurd ji welatê xwe yê herheyî dûr bikeve û jê were qutkirin. Bajarê Colemêrgê jî vê rastiyê gelek caran jiyaye. Mirovên vî bajarî, ku ji bo parastina nasnameya xwe ya cewherî gelek zehmetî kişandine, her tim hez kirine ku ji bo hebûna xwe û welatê xwe têbikoşin, û ev têkoşîn bi dilê xwe pejirandine. Yek ji wan jî şehîd Dijwar Întîqam e, ku navê wî yê rastîn Îsa Aslan e.
Îsa çavên xwe li jiyanê di malbateke welatparêz de vedike, malbatek ku xwedî vê rastiyê derketiye. Hê di temenê zaroktiyê de, bi evîna welat û gelê ku malbata wî tê de çandibû, mezin dibe. Bi terbiyeya ku ji malbata xwe digire, tê hewldan ku bi exlaqeke xweşik were mezin kirin. Ji ber ku bajarê ku tê de ji dayik bûye bajarek e ku ji nav dilê gelê Kurd gelek cengawer derxistine, çîrokên van cengaweran jî ji dev bi dev heta îro gihîştine me. Ew jî bi van vegotinan mezin dibe. Di xeyala xwe de van cengaweran wek lehengên mîtolojîk dibîne û di hundirê xwe de bi wan ve heyran dibe.
Ziman wergêrê gelek hestên mirov e. Ziman amûra fahmkirina hesretê, hestê, hêrsê, kêfê, serbilindiyê û di dawiyê de fahmkirina jiyanê ye. Di heman demê de bîr e jî. Ji ber ku zimanê Îsa kekeme bû, ew hemû van tiştan di dilê xwe de hîs dikir û dijî. Ew hîn dibe ku tiştên ku dixwaze bêje, û bahozên ku di dilê wî de radibin, bi tevgerên dest û milên xwe nîşan bide. Ew xwendinê û hînbûna tiştên nû gelek hez dikir; ji ber vê yekê di dibistanên pergalê de her tim serketî bû. Lê di van dibistanan de şahidî kir ku rastiya gelê wî tê înkarkirin. Ji ber vê yekê bahozên ku di hundirê wî de radibûn hîn zêdetir dijwar bûn. Her wiha birina wî ya bi zorê bo leşkeriyê jî di kesayetiya wî de bû bendek girîng.
Dema ku di sala 2014’an de di çarçoveya leşkeriya mecbûrî de hate birin leşkeriyê, gelek zehmetî jiya. Di leşkeriyê de, ji aliyekî ve hîn zêdetir dît ku pergal di hundirê xwe de çawa qirêjiyekê dihewîne; ji aliyê din ve, bi demê re gihîşt wê baweriyê ku divê rêyek rizgariyê ji vê rewşê bibîne. Di heman salê de destpêkirina êrîşa qirkirinê li dijî gelê me yê Êzidî li Şengalê bû sedem ku ew bêje: êdî bes e. Ji baregeha leşkerî ya dewleta Tirk li Mereşê firar kir û li Zagrosan beşdarî refên gerîlayê bû.
Di refên gerîlayê de, navê xwe wek Zagrosan hişk, dijwar û derbasnebûyî Dijwar danî; paşnavê xwe yê kod jî, ji bo tola êşên ku bi sedsalan li gelê Kurd hatine dayîn hilîne, Întîqam hilbijart.
Ji temenê biçûk ve ji ber ku hîn bûbû her tiştî di dilê xwe de bijî, Dijwar xwedî kesayeteke bi têgihiştina xurt bû. Ji ber vê yekê, wî jiyana gerîlayê zû têgihîşt û bi têgihiştineke xurt, têgeha aîdiyetê anî asta hişmendiyê. Ji ber kekemebûna xwe zêde nedikarî biaxive; lê bi peyvên kêm maneyên gelek mezin dihundirand û tiştên di dilê xwe de bi wan diyar dikir. Wî digot ku ji rejîma qirêj a dewleta Tirk reviyaye û hatiye nava derdora PKKê ya paqij, wek ava jiyanê, û ji nû ve hatiye dinê. Bi kêfa jiyanê ya mezin, bi moraleke bilind û bi coşeke xurt beşdarî jiyana gerîlayê bû û hewl da ku her tiştî hîn bibe.
Bi kesayetiya xwe ya xwerû û zelal, bû yek ji wan hevalên ku ji bo hevalên xwe bêyî wî nabû. Zêde dem neçû ku hevalên wî fêm bikin her tevger û her rewşa wî çi tê wateyê. Ji ber ku wî zanîbû kekemebûnê ji rewşa kêmasiyê derxe, û di têkiliyên xwe de xwedî avahiyeke gelek civakî û dilovan bû. Her tiştê ku pergal ji wî dizîbû, wî bi hesta întîqamê bersiv da û taybetmendiyên hêja yên milîtantiya Apoyî di kesayetiya xwe de bi cih kir. Hem di hunera leşkerî de pêş ket û bû hoste, hem jî di bûna milîtanekî partiyê yê şareza de asteke girîng bi dest xist.
Dijwar, bi ked, hewl, beşdarbûna dilsozane ya li jiyanê û hevaltiya xwe ya rastîn, li her derê ku hebû evîna hevalên xwe qezenc dikir. Li ser her kesê ku pê re têkilî dikir an silav dida, bêguman şopek dihîşt. Kesê ku carekê wî nas bikira, êdî nikarîbû wî ji bîr bike. Hinek tişt li hişê mirov têne nivîsandin, hinek tişt jî li dilê mirov. Ewên ku li dil têne nivîsandin, êdî dibin hevparê jiyanê û hevparê qederê mirov. Ji ber ku ji bîrkirina wan ne mimkûn e. Dijwar jî yek ji wan bû.
Çiya ji bo wî xerîb nebûn. Ew çiyayan baş nas dikir û çiya jî wî nas dikirin. Ji ber vê yekê, di erdnîgariya Zagrosan a gelek dijwar û zor de, wek pezkovî her kêlî pêş diket; bi dilekî tijî hêrs li hember dijmin, û bi evîneke bê dawî ji bo welatê xwe, têkoşîna xwe û hevalên xwe, ji lûtkeyekê ber bi lûtkeyeke din ve direviya û hewl dida her erkê ku werdigirt bi awayekî layiq pêk bîne.
Ji bo temenekî ku li pey azadî û rastiyê hatiye jiyîn, sal çi wateyê hene? Ma rojek ji temenekî wisa ne bi salan re barabar e? Dijwar bi vê rastiyê dizanibû. Ji ber vê yekê, her roj wek temenekî dijî û li ser rêya ku diçû, pêş ve diçû. Lê mixabin, di encama êrîşeke hewayî ya bêbext ku di meha Gulana sala 2017’an de pêk hat, bi hiştina bîranînên nayên jibîrkirin û bedewiyên mezin li pey xwe, gihîşt şehadetê.
