Serpêhatiya wateyê qasî dîroka mirovahiyê kevn e. Ev têgeh, ku bi pêşketina mirovahiyê re pêşketiye û di hemû qonaxên dîrokê de, di bin her cure guherîn û veguherînên fikrî de jî tiştek ji cewherê xwe winda nekiriye, di rastiyê de mohra xwe li dîroka mirovahiyê daye.
Ev têgeh, ku di dirêjahiya dîroka mirovahiyê de bûye bingeha hemû derketinên siyasî, çandî, hunerî, exlaqî û olî, divê bi awayekî cidî bê pirsîn û fêmkirin. Terzî Hermes, Babek, Mîtra, Hûrrem, Hallacê Mansûr, Şêx Bedreddîn û gelek kesên din ên ku navên wan hemûyan nikarin bên hejmartin, di dirêjahiya dîrokê de bûn pêşeng û sembolên lêgerîna wateyê. Tevgera Apoyî ronahiyên van kesayetiyan ên heta roja îro gihîştî, kirin pêşenga jiyanê û hîn jî wisa dikin.
Divê bê zanîn ku wate hewceyê cewherekê, hewceyê xalekê ya destpêkê û di dawiyê de hewceyê tiştekî ye. Heke bê dîtin ku di xwezayê de tiştek bê berê û bê paşê nîne, û her tişt hem di hundirê xwe de hem jî li derveyî xwe beşek ji çerxekê ye, wê rastiya ku wate jî divê ji xalekê derkeve bê fêmkirin. Rêber Apo vê yekê wiha rave dike: “Wate nîşanî pêwendiyekê û parvekirinê dike; bi taybetmendiya xwe têgehek hevparî û civakî ye. Wate, berî her tiştî, wateya tiştekî ye. Ji hebûnê serbixwe behsa wateyê nayê kirin. Baş e, wate çawa pêk tê? Mirov bi guhdariya xwezayê hêza wateyê pêş dixe. Ji ber vê yekê şêwaza yekem a fêrbûnê mîmetîk e. Mirov bi guhdariya xwezayê ji xwezayê veguherînê çêdike.”
Bi destpêkirina ji vê diyarkirina Rêber Apo, em dibînin ku mirov pêşî dixwaze xwezayê bi guhdarîkirinê fêm bike; her ku fêm dike hîn dibe, û her ku hîn dibe, tiştên ku ji xwezayê hîn bûye bi rêya şopandinê dike pratîk. Ji ber vê yekê jî ev bi navê mîmetîk tê pênasekirin. Ango çalakiya yekem a fêmkirinê nîşan dide ku mirov fikra mîmetîk hîn bûye; yanî tiştên ku bi şopandinê ji xwezayê hîn bûye derxistiye holê. Di çerxa xwezayî de, di rastiyê de, cureyê herî bêparastin a zindiyan nijada mirovan e. Her ku pêvajoyên evrimê pêş ketin, qabiliyeta mirov a fêrbûnê û pratîkkirina tiştên ku hîn bûye jî pêş ket; bi vî awayî, di nav dehan hezar salan de, ji cureyek ku ji xwezayê bandor dibû, gav bi gav bû cureyek ku desthilatiyê li ser xwezayê ava dike. Xwesteka fêmkirinê di vê demê de her ku çû pêş ket û astek civakî afirand. Ango wate cewherê xwe di hebûna mirov de nivîsand. Parvekirina tiştê ku mirov fêm dike, serpêhatiya jiyana mirovahiyê û mezintirîn ezmûna wê bûye.
Li vir jî Rêber Apo mijarê wiha zelal dike: “Di her qonaxa dîrokê de em dibînin ku fikra serdest a her demê, rastiya wê demê dibe. Ango heke fikrek serdest a demekê hebe, ew wek rastiya wê demê tê qebûlkirin. Rastiyek heye, gotinek wê heye, û ew gotin jî fikrekê an xeyalekê îfade dike. Mînak, em ji wê demê re ku fikra mîtîk serdest bû, dibêjin dema mîtîk. Ango demeke ku bi tevahî bi xeyalan tê îfadekirin. Ev dirêjtirîn dema ku mirovahî jiyaye ye. Heta ev dem, ku aliyê wê yê mîmetîk giran e, bi têgihiştinên şopandinê yên heywanan re têkel e… Em ji van milyonên salan re dibêjin dema mîmetîk. Piştî mîmetîkê, fikra mîtîk pêş ket. Ew bi piranî rastiya neolîtîk, neolîtîka jorîn û mezolîtîkê ye. Berambera wê ya civakî jî civaka klan û eşîrê ye.
Tiştê ku jê re tê gotin xwemalkirina nebatan û heywanan, di rastiyê de îfadeya demekê ye ku tê de çandeke nû û şêweyeke nû ya jiyanê cara yekem hat jiyîn. Fikra mîtîk fikrek e ku têgihiştinên heywanî yên mîmetîk derbas dike. Bi tevahî bi xeyalan tê îfadekirin. Di mirov de fikra sembolîk pêş dikeve. Di çarçoveya fikirê de ji heywanê veqetînek heye; fikra sembolîk tenê taybetmendiya mirov e.
Mirov bi fikra sembolîk ji heywanê veqetî dibe. Di fikra mîmetîk de sembolîzm tune ye, şopandin heye. Gelo şopandin fikir e an na, ev mijareke gotûbêjê ye. Di heywan de dibe ku hiş hebe, lê ew hiş ne rewşa fikir û fikirînê ye. Fikra dema mîtîk di vê wateyê de sembolîk e. Her wiha cîhana fikirê ya dema mîtîk çîrok û efsaneyên gelêrî ne; hinekî wêdetir jî fikra olî heye ku em jê re dibêjin olên yekxwedayî an jî fikreke olî ya dişibe wê. Heta rojên me, bi giştî qonaxeke fikir û watedayîna olî heye. Her du jî ji Rojhilata Navîn, ango ji Mezopotamyaya Jorîn a îroyîn, ku em jê re dibêjin dergûşa mirovahiyê, çavkaniyê digirin.”
Ger hevsengiya di navbera borî, îro û siberojê de were xwestin ku bê fêmkirin, divê serpêhatiya wateyê di nav çerxa xwezayî de bi awayekî rast bê fêmkirin. Ev jî hewce dike ku jiyan bê watedarkirin û bi girêdaneke xurt bi armanca jiyana azad ve gav bê avêtin. Helbet her ku mirov hişyar dibe, hêza wateyê jî zêde dibe; ji ber vê yekê divê zanist û fikir di jiyana mirov de xwedî roleke bingehîn bin. Wekî din, mirov ne dê karibe xwe û ne jî jiyanê bike xwedî wate; dê wek miroveke tengbîn, tenê ji ber pêdiviya zindîbûnê jiyana xwe bidomîne. Ev rewş jî tiştê yekane ye ku fikra serdest dixwaze.
Rêber Apo dixwaze ku em di lêgerîna xwe de hemû lêgerînên wateyê yên berî wî û yên piştî wî, wek sentezekê, di nav yekbûneke giştî de bicivînin. Ev armanc dike ku lêgerînên ku doh pêş ketin, ronahiyê bidin roja me ya îro û pêşketina siberojê jî di nav hevsengiyekê de were meşandin. Di dema nû de ev lêgerîna wateyê wê ji bo azadiyê girîngiyeke mezintir bistîne. Di dirêjahiya dîroka têkoşîna Tevgera Apoyî ya ku ji nîv sedsalê zêdetir e, di bin her şert û mercê de ev lêgerîna wateyê wek bingeh hatiye girtin û bi wê armanc hatiye xwestin ku têkoşîn encamê bistîne. Di qonaxa nû ya ku em gihîştine de, Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo bi awayekî gelekî zelal û sade derxistiye holê, vê serpêhatiya wateyê ya nîv sedsalî dibe qonaxeke nû. Hem wek Tevgera Apoyî hem jî wek gelê Kurd, dîtina vê têkoşînê wek şertê neçar ji bo watedarkirina jiyanê, domdar kirina aştiyê û avakirina jiyaneke bi rûmet, pir girîng e.
Rêber Apo dibêje: “Cudahî jiyan e, lê hevşikbûn wateya mirinê dide.” Ji vê xalê ve, her ku hêza wateyê û lêgerîna wê pêş dikeve, nirx û qîmeta cudahiyan tê fêmkirin; û li dijî pergala ku dixwaze mirovan bike wek hev û wan têxe nav qalibekî yekreng, têkoşîn bi rê û rêbazên cuda pêş dikeve. Çimkî ji bo ku mirov bizane mirin çi ye, divê mirov bibe xwedî zanîna sirên jiyanê. Ev pêdivî, wek ku ji bo her mirovî wisa ye, di rastiyê de serpêhatî û ezmûna wateyê jî ye.
