Hey hevrêyên min ên hêja
Yên çavên xwe
Ji şêr neniqandin
Serê xwe ji gorê teqsîr nakin
Yên xwedî gavên pola
Artêşa birçiyan
Wext hat
Ha disekine ha wê bisekine bager
Di nav şivikan de
di sorahiyên yekemîn de dişewite sergura sibehê
hinekî din hewldan
Di vê rêya dirêj û zirav
ya em bi van gavên pola têre dimeşin
Agirê me ji dojehê şand
naxwe gihişt
Guhdar bikin wîzîniyên kesk tên
ji her cihî
min guhê xwe da dîwêr
daristana mezin a gel
Çiya bi per dibin
destan bi hevdu vekin destan
Heydê xwe amade bikin
bi qasî dinyayê pêşeroj
ji wê bihara mukemel re
Ez dizanim
Çav ziwa bûn
Hestiyên goşt ji ser wan rabûn
wê bipekin ha bipekin
Lê ma jixwe ne ev e
Kerameta roniya çivîka mizgîniyê
Leza di peran de xurt dike
Agahiyê bidin her çar aliyan
Bila tu kes nebêje
me nebihîst
Tu perestgeheke zilmê
ya em gulebaran nekin nîn e
Tu çi tiştekî bereketeke muezem î
Hey gulebarana birçîbûnê
Ya bêserûber
hezar silav
Me gotina bi roniya xwînê herikand
wextekî seferê
ji rehên xwe yên wêrek û comerd
ê şadiya mezin
herikîna di rehên xwe de
awira di çavan de
çirûska gotinan a li ser lêvan
nedin pelçiqandin
Her çi qasî niha dinya baran e
Ax herî ye
Polîs bi cop in, lê
Ez dibihîzim
dengê lingên şîrîn ên nêz dibin
yên me tên
ji hev belawela
Wê bi şivikan ve hilkişin û xwe bidin ser
Bi hezaran çavên pirlanta
Hey hevrêyên min ê hêja
Yên çavên xwe
Ji şêr neniqandin
Serê xwe ji gorê teqsîr nakin
Yên xwedî gavên pola
Artêşa birçiyan
Hema em bigihêjin vir
deriyê serketina mezin
ê qaneya wê zîv
Hazir û amade li benda me ye
bi milên xwe yên birçîbûnê jiyîn
Jiyîn
Bi tehma dev a nehatiye tehmkirin
wê ji nû ve bide dîtin
Ji nû ve em ê karibin bidin
Tehma wê ya germ a pir xweş
Roja dibe hingiv
pirtûk, xwarinê
Mirovê vediguhere stêrkê
************
Em nabihîzin û nabînin bê li, qawîşa 33 çi çêdibe ji ber dûr e, li aliyê piştê ye. Tenê dema bi komî dirûşm tên gotin em dibihîzin. Tenê qawîşên li pêşberî wan dibihîzin, lê fêm nakin bê çi ye. Piştî demeke kurt haya wan ji çalakiya Çaran çêdibe. Ji bo tecrîd û tunebûna têkilî û ragihandinê hê baştir nîşan bide ez vê mînakê bidim: Min gotibû ji qawîşa 33 hin kes anîbûn cem me. Tevî em li heman beşê jî bûn, bi rojan haya min ji Çaran çênebû. Alî Çîçek wê demê xwarin belav dikir. Di wê çûn û hatina bi lez de min derfet dît û pirs kir: “Çi bûye, çima ev mirov anîne hucreyan?” Bi dengekî nizm bersiv da. Navê Ferhat derbas bû. Behsa “şewitandin”ê kir. Min tam fêm nekir bê behsa çi kir. Min peyva “şewitandin”ê ne weke maneya wê ya rast mîna kesekî Ferhat îxbar kiriye û bi vî awayî ew şewitandiye şîrove kir. Bi rojan ez pê nehesiyam. Piştî Alî û kesên di hucreya wî de, bi kesên di hucreya Yildirim Merkît de xwarin dan belavkirin. Min ji Vedat Alataş ê li wê hucreyê dima pirs kir. Bersiv nedan. (Wê demê Vedat jî di nav de kesên di hucreya Yildirim de bûn îspiyonker. Yildirim bi xwe re ew jî xistin.) Heta Xeyrî not neşand haya min jê çênebû bê çi çêbûye û kesên di qawîşa 33 de çima anîne. (Di çûna dadgehê de hevalek bi dizî bûyerê ji Xeyrî re radigihîne.) Di heman nivîsê de divê em çawa tevbigerin, çawa mudaxeleyî pêvajoyê bikin dihat nirxandin, dixwest em nêrîn û fikra xwe jî jêre ragihînin. Di wan rojan de rastiya çawa polîtîkaya tunekirinê ya li girtîgeh û dadgehê hê zêdetir digihişt hevdu û dibû yek hê zêdetir derdiket holê. Dadgehên Îstîklalê bi awayekî çargavê dewam dikirin. Tam hewayeke şer hebû. Li aliyekî xiyanet dana kirin ku gihiştibû asta herî jor, li aliyê din jî dadgehê xala 125. kir dewreyê. Destpêkê koma bi ser a Mêrdînê ve hatibû zêdekirin ji xala 125’ê hat darizandin. Ne mimkun bû mirov nebîne ku dixwestin hewaya di qirkirina Dêrsim û Agirî de hatibû pêşxistin bidin jiyîn. Dîsa di wan rojan de li rûniştinan îtîrafên Yildirim Merkît dihatin xwendin, kolordûyê nûçegihanê Le Monde anîbû rûniştinê. Xeyrî di nota xwe de behsa vî kesê nûçegihan jî dikir. Min bi notekê ev bersiv jêre nivîsand; “Hey ku nûçegihanê Le Monde hatiye te dikarîbû rojiya mirinê ya berê hatiye plankirin aşkera kiriba. Heke careke din derfeteke wer çêbibe pêwîst e mirov bi kar bîne.” Wî jî di bersiva şand de wiha nivîsandibû: “Ji bo biaxivim min pir hewl da, lê mafê axaftinê nedan.”
Dema min nota Xeyrî xwend, ketim nav hestyariyeke pir mezin. Hevalên te ku bêyî tu berjewendiyên şexsî bidin pêş, ji bo çirandina tarîtiyê canê xwe danîne holê û tu wê dibînî bi xwezayî bûyereke bi heybet e. Ez pir bandor bûm. Pêvajoya bi Mazlûm dest pê kir pêş dikeve û mirov hîs dike ku wê hê zêdetir pêşde biçe, ez ber bi hestên bêterîf ve birim. Ez wer fikirîm, “serê tûnelê hat dîtin.” Di vê çarçoveyê de peyama Çaran bi naveroka xwe ya rastî gihişt me: Pêwîst e mirov rabe ser piyan, dest bi meşê bike û ji bo vê divê mirov bimire!.. Her wiha wan rojan îşkence li girtiyan dihat kirin, îtîrafkarî tê ferzkirin, tecrîd tê kûrkirin. Di wê dorpêçkirinê pevrenivîsîn ku pir zehmet bû, tiştên rû didin têgihiştin, şîrovekirin û hwd. her roja diçû hê zehmettir dibû. Bi rastî jî xitimandinek bû.
Di şêwazê çalakiya ku wê gavavêtineke xurt pêk bîne, me ji îradeya xwe yeqîn dikir. Herî kêm ji bo hinek kadroyên rêber û milîtanan pirsgirêkeke wiha tune bû. Tê xwestin ku çalakî were lidarxistin, bawerî bi îradeyê jî heye, lê kesek înîsiyatîfa bibe yekemîn pêş naxe. Ji ber ku doz mezin e, erênî-neyêniya encamê jî mezin e. Tirsa, “Heke em bi ser nekevin?..” heye. Ev tirsa berpirsyartiya baweriya ku li dozeke mezin bar dike. Ha ev tirs çalakiya tê fikirîn dirêj dike. Tirsa encamê bi tu awayî hevalek nedibir gotina, “Temam êdî, ez sibe dest pê dikim” an jî “Em bidin destpêkirin”. Piştî Mazlûm em gihiştibûn encama, “Em ê bidin destpêkirin”. Beriya Çaran her çi qasî “lê” yan jî tirsek hebû jî ev êdî tune bibû. Êdî wê çalakî ji sedî sed hatiba destpêkirin. Her tişt, hemû guman hatibûn avêtin.
Tirs, ne ji mirinê ye, tirsa serneketinê ye. Ne tam serneketin e jî. Tirsa ji hezarî yek be jî encama wê serneketin derxe holê ye. Dema em tên ser hestên pêş dikevin jî hesta; “Li şûna ez wer bijîm, bimirim” timî pêşdetir e. Tu her saet, her deqe hîs dikî. Di ruh û hişê te de pevçûneke pir mezin rû dide. Di wê pêvajoyê de em bi xwe re gelekî ketin nav hesabpirsînan. Lê tu nikarî bêjî, “Ez ji çalakiyeke (mirineke) bi vî awayî re heme!” Hinekan, mînak wê demê min nikarîbû bêjim. Di serê min de çengela “Ya ez bi ser nekevim?..” dialiqî. Min dizanîbû serneketin bîreke kor e, xiyanet e. Tirsa wê mirov disekinîne. Tu rewşa xwe ya ketina bîra kor kêliyekê tîne ber çavan; tiştekî pir xeternak e, tu naxwazî bifikirî jî. Tu hewl didî paşeroja xwe bi wê rewşa xwe re muqayese bikî. Tu heta mûrehkên xwe dilerizî. Ji ber te ev îhtîmala qirêt kêliyek be jî di hişê xwe de derbas kiriye, xwe bi wê ketinê re muqayese kiriye îsyan dikî, hêrs û aciz dibî.
Bêguman… Tu li cem wan mirovan maye û tu bi wan re jiyaye. Te nasname û kesayeta xwe tenê bi wan re dîtiye. Tu bi saya nirxên wan tîne cem hevdu bûyî mirov. Te bi wan re pir tişt jiyaye, parve kiriye, ji vê wêdetir vî gelê Mazlûm di aliyê madî û manewî de te xwedî kiriye, te hewandiye, dema cihê wê hatiye li pey te hatiye û hwd., tu weke mirovekî ku ew tişt dîtine, tê çawa xiyanetê bikî? Paşê tê çawa rabî û ji xwe re bêjî, “Ez hê mirov im”? Te bi çi rûyî vegerî nav wan?.. Hema her roj tu xiyanet û berxwedanê tînî beramberî hevdu û didî şerkirin. Tu di her hesabpirsînê de xiyanetê ji nû ve, ji nû ve mehkûm dikî. Tu dizanî xiyanet ejderhayekî 7 serî ye. Li beramberî her serê wî yê tu qut dikî, avhewaya guncaw a xiyanetê wî ji nû ve dide çêkirin. Lewma pêwîst e, tu maneya di kûrbûna her tu wî mehkûm dikî de heye, baş bibînî. Li Amedê, mirovê di ezmûnê re derbas bûye ma çi nemaye lêpirsîn nekiriye? Yanî tu rewşa hovîtiyê, bi şêwazekî din ê jiyanê re muqayese dikî, hewl didî dilsoziya xwe ya bi nirxan re bibînî. Heta tu dikevî nav muqayeseya, “Min baş kir ku ez bûm şoreşger, bûm endamê partiyê?” Bi xeyaleke weke, “Heke ez li derve ne şoreşger bûma, ez ê bibama xwedî gelek derfetan. Min ê jiyaneke luks jiyaba” tu xurt dikî û xwe li ber çavan re derbas dikî.
Belê, hesabpirsîn bi rastiya herî dijwar tê kirin. Her roj ku mirov wê dijî, bi qasî pir zehmet e, xweş e jî. Tu xwe baş nas dikî. Tu careke din digihêjî tehma heybetiya têkoşîn û şoreşê. Di dawiya muqayesekirin û lêpirsînê de, tevî wê hovîtiyê jî ez dihatim cihê ji bo min nuqteya herî dawî ye, di şêwazê jiyana wê kêliyê de disekinîm. Li vê hucreyê eger em tunebûna jî, heta pergala mêtinkarî û zilmê dewam kiriba, heta kesên li hemberî wê têkoşîn kiribana hebûna wê di wan hucreyan de hin kesên din hebûna. (Ew tevlîheviya bi nakok û bi pevçûn a hestan a di wan rojan de min jiya, piştî bi salan min ji hin hevalan re behs kiribû. Bi hevalên ku me her tişt bi wan re diaxivî, dema me hest û fikrên xwe yên wan rojan lêpirsîn dikir, min dît ku hema hema heman pêvajo, bi heman rengî em fikirîne û me hîs kiriye.) Mînak di nav wê tevlîheviya hestan de, ji bo kêliyekê tu xwe weke mirovê herî dewlemend ê cîhanê xeyal dikî, lê têr nake, tetmîn nake, tu red dikî. Tu dîsa bûyîna şoreşgertiyê datînî pêşiya xwe û tu êdî lê wir î. Mîna hemû rê diçin Romayê, di me de jî hemû hesabpirsîn di mayîna wek şoreşgerekî de bi dawî dibû. Di wê rewşa hovîtiyê de, nasnameya min a şoreşgerî ya min dixwest di jiyana xwe ya hucreyê de biparêzim li ser her tiştî re bû, ya min didît rastiya min bû, ez di aliyê ruhî de tetmîn dikirim. Di vê nuqteyê de tu vê encamê werdigirî: “Madem, îdeal ev e û mayîna wek şoreşger wezîfeya esasî ye, naxwe divê ez zerarê nedim vê îdeala esasî. Li şûna ez jiyana xwe bînim rewşeke ku zerarê bidim îdealên xwe, pêwîst e, ez vê weke şemaqekê li rûyê dijmin bidim.” Di van rojên giran de li hemberî xiyaneta ku dijmin ferz dikir, bi fikra îhtîmal heye li hemberî gel û partiyê bi kar bîne, beriya bikevim rojiya mirinê, min biryar da eger hewce bike ez ê dawî li jiyana xwe bînim. Min xwest encama gihiştimê bi Kemal Pîr re parve bikim. Min noteke kurt jêre şand. Min di notê wiha nivîsand: “Di nuqteya bikaranîna li hember partiyê de ez difikirim dawî li jiyana xwe bînim.” Kemal piştî not xwend bi gotina, “Na, na!” bang li min kir. Kemal tiştekî cuda nedixwest. Ji rastiya rojiya mirinê yeqîn dikir. Pêvajo jî xurt bibû. Eger mirov li benda parastinan maba wê pir dereng bûya. Xeyrî û Kemal wer difikirîn ku êdî wext hatiye. Wê Karasûyan jî… Wê rojiya mirinê hatiba destpêkirin. Ya nehatibû diyarkirin roja destpêkirinê bû. Kemal ku bi gotina, “Na, na!” bang kir, dihat wateya: “Wextê çalakiya rojiya mirinê hat, divê em hemû enerjiya xwe bidin ser vê”.
Piştî çalakiya Çaran hat bihîstin. Êdî çavên kesekî tiştek nedidît. Tu li ku derê yî, çi diaxivî, çi vedixwî, çawa dijî, çi tê serê te, haya te ji wan jî nîn e. Tu dibêjî qey her kes li cîhaneke din e. Di wan rojan de em ê çalakiyê hembêz bikin. Li hemberî êrîşên îdareyê, em di nav plansaziya ku em ê çalakiyê heta dawiyê çawa bi rê ve bibin de ne. Heke tu li hemberî îşkenceyê nikarîbî li ber xwe bidî, dest ji çalakiyê berdî tê li ku derê bisekinî? Wê kî tevlî bibin? Em dizanin wê Kemal û Xeyrî rêbertiyê bikin. Bi hevalên din re têkilî tên pêşxistin; kesên tevlî bibin hene. Wê Karasû jî tevlî bibe, lê kadroyên me yên din di çi rewşê de ne, wê çi bikin ji sedî sed nayê zanîn. Lê bawerî û hêviya wê tevlî bibin heye. Di wan rojan de Xeyrî careke din ji min re nivîsandibû, fikra min pirsî bû. Min jêre nivîsand, min got ku di vê merheleyê de ji me kesên tevlî bibin hebin jî êdî bila baweriya xwe bi me neyîne û şêweyê tevgera xwe li gor wê diyar bike. (Ji ber wî biryara xwe dabû û ji me re ragihandibû. Heke tenê jî mabûya diviyabû vê wezîfeya xwe bîne cih) Eger mirov bi tena serê xwe jî mabûya diviyabû nirx, partî hatiba parastin û mirov di wê rêyê de meşiyaba. Min diyar kir ku bêdengiya me ya li hemberî vê hovîtî û qirkirina dijmin bi awayekî tê maneya mirov dibe hevparê sûcê wan. Di dawiyê de jî min wer nivîsand: “Dibe ku em tevlî çalakiyê nebin, te dît dijmin me bixîne.” Her wiha min ragihand ku hevalên yeqîn dike wê tevlî çalakiyê bibin diyar bike û biryara xwe ji wan re jî ragihîne wê di cih de be. Min not nivîsand, lê gelek tişt hatin serê wê. Bû sedema şevek bi bela. Min di hundirê pakêteke cigareyê de bi cih kir, bi fikra wê giran bike min 9-10 zeytûn jî kir hundirê paketê û devê wê girt. Di demeke ku gardiyan korîdor kontrol nedikir, min milê xwe di caxên hesinî re derbas kir û paket ber bi hucreya Xeyrî ve avêt. Ya rastî me bi vî awayî nedikir. Ji bo li derdorê belav nebe me dikir nav paçekî û diavêt. Min hinekî ecele kir, di nav paketê de min bi cih kir û avêt. Di ber hucreya Xeyrî re derbas bû, qulipî aliyê piştê yê caxên qatê û li wir ma. Derfeta ku mirov bikişîne û rake nîn e. Dibe ku hema her kêlî gardiyan bibîne. Hemû hucreyên di qatê de yên li beramberî me ketin alarmê. Xeyrî gelekî pêre mijûl bû, lê nikarîbû bigire. Min ji Xeyrî re got: “Eger tu nikaribî bigirî, biavêje erdê, bila heval ji wir bigirin.” Xeyrî vê carê ji bo bixîne ket nav hewldanê, lê bi ser ket. Lê hevalên li qata 1’ê nikarîbûn notê ji cihê lê ketiye bigirin. Êdî panîk mezin bû. Ji ber li qata jêr kontrola gardiyanan zêde bû. Eger not bikeve destê wan wê her tişt serûbin bibe. Ya herî girîng jî behsa rojiya mirinê dike. Eger bikeve destê gardiyanan ne tenê kesek wê hemû qawîş bişewite! Êdî piştî wê notê tevî îşkence û êrîşan ne me derdixin dadgehê ne jî ber rojê. Hestyariya me di asta herî jor de ye û em di nav hestên tevlîhev de ne. Ji jêr kesekî bang kir: “Not girîng e?” Min jî got: “Di hundirê wê de her tişt heye.” Got, “Temam.” Lê ev gotina wî di maneya, “em şewitîn, çûn!” de bû. Kes nikare raze. Not, ketibû pêşiya hucreya 10’ê ya li qata yekemîn a Metîn Aslan lê dima. Li 35’ê bêdengiyeke tijî rageşî û bi guman hebû. Saeta razanê hat. Gardiyan got: “Winda bibe! Bila her kes raze!” Not li holê sekinîbû, korîdor paqij, parçeyekî biçûk ê çopê jî tune bû. Her wiha ji kunên çavdêriyê jî timî dinihêrîn. Eger gardiyan hinekî bi baldarî binihêre ne mimkun e nebîne.
Ew şev, şeveke ku tevahiya jiyana xwe nikarim ji bîr bikim. Li gor Îslamiyetê; dema mirov li ser milên xwe tabûtê ber bi goristanê ve dibin, mirî jî tabûta xwe hildigire. Dema cenaze tê veşartin û girse belav dibe, mirî ji bo rabe, dixwaze serê xwe bilind bike. Lê dema serê wî li kevir dikeve dibêje: “Heywax! Tu nabêjî yê mirî ez im.” Ez jî tam di wê nuqteyê de me. Min wê şevê ev tişt hîs kir. “Yên mirî em in!” Tu dibînî ku bi rastî tu ketiye rewşa miriyan. Bandora noteke îhtîmala wê ya bê girtin zêde ye li ser qawîşan kiriye, tu bi hemû giraniya xwe hîs dikî. Tevî bandorê gelek astên wê yên cuda jî hene; eger bê girtin wê encamên ez dibêjim çêbike. Wê îdare bêje, “Ev not a kê ye?” Eger kesek lê xwedî dernekeve wê hemû qawîş îşkenceyê bibîne.
Bêguman eger not bê girtin ez ê bigirim ser xwe, lê pirsgirêk ne ev e. Mijar pêşeroja çalakiyê û girseyê ye. Ez difikirim ku mimkun e bêm kuştin jî. Min mirin ji çavan avêt, lê ya piştî wê heye. Min di notê de tiştên weke diyarkirina kesên wê tevlî rojiya mirinê bibin nivîsandibû. Wê li ser vê bisekinin. Ez difikirim bê çawa vê derbas bikim. Rewşeke wiha ye ku hê navê çalakvanan jî diyar nebûye. Ji sedî sed divê bêbersiv nemîne. Herî zêde jî li ser vê mijarê diponijîm û li çareseriyekê digeriyam. Tehlûkeya herî mezin jî wê bê fêmkirin ku em amadekariyên rojiya mirinê dikin, wê êdî kesekî nebin dadgehê, çalakiya bê lidarxistin ji raya giştî re neyê ragihandin. Wê îdareyê em rehettir fetisandiba. Tişta ez ber bi “yên mirine em in” birim, ew hewaya wê şevê ya li girtîgehê bû. Tam bêdengiyeke mirinê. Tu kes ji me ranezaye. Kesên haya wan ji notê hene, hemû bala xwe dane wê koşeya paşê ya not lê ye. Li 35’ê herî kêm em sed kes bûn. Ew westandin, bêzarî nexweşî bi hemû giraniya didomin. Lê di hewayê de kendalek, kûrbûnek, giraniyeke wer heye, tu dibêjî qey erd û asîman ketiye hev û tu di navberê de winda bûye. Mîna li 35’ê kes najî, her kes tune bûye. Tu nuqteya windabûn, hîçbûnê dijî.
Ji bo mirov notê ji wir bigire divê Metîn û yên li cem tiştekî weke betaniyeyê biavêjin û wer bikişînin. Ji ber destê wan nagihêje. Lê eger bi betaniyeyê bikişînin dibe ku gardiyan bibîne. Eger bê dîtin jî wê bên rakin. Lewma nikarin wer bikin. Saet derbas bûn, bêdengî kûr bû. Heval ji bo fêm bikin bê ka gardiyan di hundir de ye yan na bi kaxez û naylonekê deng derdixistin. Dema ev dengê kêm dihat bihîstin gardiyan kursiyê li ser dihejîne, yan jî mîna bêje, “Ez li vir im, bila kesek tevnegere” dikuxe, hebûna xwe dide hîskirin. Kontrolên beramberî hevdu heta sibehê dewam kirin. Em di nav rageşî û bêmoraltiyeke pir mezin de ne. Tevahiya şevê min çavên xwe negirt. Ez gihiştim nuqteyeke wer ku hema hatim ber teqînê. Sînîrê min tevlîhev bû. Ez dixwazim bang li Metînan bikim û bêjim: “Êdî dest jê berdin, lanet be! Ev çi ye hûn xişexişê dikin, eger hûn nikarin bigirin, dest jê berdin, razin! Heke bê girtin jî bila bê girtin!” Ev şerê sînîr roniyên rojê hembêz kir, gardiyan hatin derî vekirin. Bêguman bi awayê asta herî jor em li ser piyan in. Ji saeta razanê ve me kincên xwe dernexistine, em bi awayekî ji operasyonê re amade disekinin. Karavana birin, hevalan hewl dan ji wê valatiyê feyde bigirin û notê werbigirin, lê dîsa jî nikarîbûn. Derî hatibûn vekirin. Li Zindana Amedê derbasî pêkanînên rojane bibûn. Em li ber caxên hesinî di sekna amadeyî de ne. Ha di wê navberê de betaniye avêtine ser notê, kişandine. Bi vî awayî me not û çalakî rizgar kir!.. Metîn û yên li cem, piştî notê digirin, bi fikra dibe ku gardiyan not dîtibe bêyî bixwînin tavilê îmha dikin. Di wan rojên ku şert û mercên pevrenivîsandinê ev qasî dijwar dibûn, sedema bêyî bixwînin şewitandin ev bû: “Eger tiştên hatine nivîsandin em zanibin, îdareyê jî dîtibe ku me wergirtiye, di îşkenceyê de mimkun e, em tehemûl nekin û tiştên me xwendine em bêjin.” Piştî xwarin hat belavkirin ji qata 3. Karasû bang kir got, “Temam! Not girtine!” Me nefeseke kûr kişand.
Ev yek ji kêliya jiyana min a herî bi şens û bi aram bû. Ya herî girîng jî ev bû ku rojiya mirinê ji ber şaşiyeke besît neket rîskê. Ya rastî weke kes îşkenceyên dijwar ên wê li min kiribana jî mewzûbehs bûn, lê li cem berjewendeyên giştî tu girîngiya wê nedima. Amadekariya ji bo çalakiyê dewam kirin. Herî dawî min ji Xeyrî noteke din wergirt. Têkildarî çalakiyê şêweyê tevgerê zelal bibû. Xeyrî bi kurtasî wiha nivîsandibû; “Tiştekî ku em zêde li dadgehan bikin nema. Me bersiv da êrîşên xayînan jî. Piştî ku koma Riha ya koma herî mezin û girîng e bersivê bide îtîrafkaran em ê dest bi çalakiyê bikin.”
Ya tê behskirin ev e, tevî wê nehêlin em parastina nivîskî bikin; derfeta parastina siyasî jî her diçe ji holê hatiye rakirin. Di vê rewşê de me nikarîbû em zêde tiştekî bikin. Bersiva îtîraf-karên heyî jî hatiye dayîn, ev merheleya dadgehê jî hatiye te-mamkirin. Start hatibû dayîn. Di yek ji dirûşmên koma Riha de ji bo aşkerakirina biryarê em ketin nav tevgerê. Em çûn rûniştinê. Fevzî Yetkîn rabû yek-du gotin kir, heyetê ew neda axaftin. Fevzî wê behsa çalakiya Çaran kiriba. Dema ew hat bêdengkirin Xeyrî vê carê ji bo biryara rojiya mirinê aşkera bike mafê axaftinê xwest. Heyet ket ferqê ku hewayeke awarte heye, axaftina Xeyrî asteng kir. Heyetê got ku wext derbas bûye, wê mafê axaftinê nede kesekî û rûniştin bi dawî kir. Êdî diyar bû wê hin tişt pêk bên. Di girseya me û dijmin de bendewariyek hebû. Êdî alî li benda hev bûn. Çavên girseya me li ser rêberên me bûn. Lê gelekan nizanîbû wê çi rû bide, çawa rû bide. Wê ev zincîr hatiba şikandin, a dihat zanîn û hîskirin tenê ev bû.
Muzafer Ayata
