Di kûrahiya çiyayên Kurdistanê de, dengê govenda azadiyê bilind dibe. Agirê azadiyê ku ser vê xaka mirovahiyê geş dibe, hemû rengan di nava xwe de dihewîne. Yên ku derdora agir dizivirin, meşvanên heman dozê, rêwîyên heman riyê ne.
Ji bilindahiya çiyayên Kurdistanê dengê kilamên govendê bilind dibe, bi yek dengî strana dil dixwaze her cengê tê gotin. Ev govend hemû sînoran qut dike û xwe dighîne hemû dilên azadîxwazan. Ew di banga xwe de, di govenda xwe de, di şerê xwe de, nirxên hemû mirovahiyê diparêzin. Banga wan xwe dighîninê hemû zinaran, hemû çiyayan, hemû welatan û li cîhanê belav dibe.
Keç û xortên herî bedew ên mirovahiyê bi dilsozî xwe dighînin vê bangê û tevlî vê govendê dibin. Ewladê esîl û sosyalîst ê gelê Alman THOMAS jî di nava vê govendê de bi hevalên xwe re derdora agirê azadiyê dizivirê. Govenda ku serkêşiya wê Thomas dike ji bihûşta ser rûyê erdê li Xakurkê belavî giştî cihanê dibe.
Di rûyê wî de hêvî û heskirin dihate hewandin, ew bi deng û rengê xwe ber bi sosyalîst bûnê ve dimeşiya. Ber bi dengê ku di guhê wî de lêdida ve herikî. Wê ev deng cara yekê bi rengekî pir xurt xwe li ber dilê ciwanekî enternasyonal olan bida.
THOMAS JOHAN SPIES ciwanekî xwedî lêgerîn û li beramberî berxwedaniya azadîxwaz ya Kurdistanê bi baldare, ciwanekî xwedî biryara jiyanekî azad û wekhev e. Ew di sala 1996’an de li Mainburg/Almaniya ji dayîk dibe, di nava malbeteke ku tevgerên lîberal jibo xwe esas digre de mezin dibe. Rûxmî ku di welatekî qapîtalîzm lê serwer de mezin dibe, lê ew bi ti awayî vê jiyanê weke jiyanekî rast nahesbîne. Ji ber wê jî hîna di temenekî ciwan de fikrandin û lêgerînên wî ji bo sosyalîzmê pêş dikeve. Bi vê ciwantiya xwe her di nava lêkolîn û lêpirsînê de ye. Meraqê wî ji bo jiyanê pir li pêşe. ji ber wê Thomas dema ku di nava koma xwendekaran de ye û bala her kesî dikêşe ser xwe. Ji ber têkiliyên wî yê civakbûnê di nava komên wan xwendekaran de gellek bi bandore, bi heman awayî yê herî zêde tê hezkirin û guhdar kirin jî dibe Thomas. Her wiha lêhûrbûnên wî ser şoreşgerên ku di dîrokê de bi nav û deng bûne jî pir zêde heye. Cara yekê Thomas wê navê tevgereke din bihîstiba û wê ji vê tevgerê bandor bibûya. Dema ku pirtûkên Rêber APO dixwîne, lêhûrbûnên wî pir zengîn dibe û meraqê wî ya naskirina vê tevgerê bi xwestekek mezin pêş dikeve.
Bi vî şeklî Thomas wê ber bi vê meraq û xwesteka xwe bikeve rê, wê ev rêwîtî çawa dest pêbike, ew bi xwe wê biryara vê bide. Thomas dema pirtûkên Rêber APO dixwîne di nava tevgereke sosyalîst de cihê xwe digre, di nava çalakî û mitîngan de pir aktîfe. Lê dema ku dikeve ferqa hêza xwe bi van çalakiyan re sînordar namîne. Her çiqas aktîf be jî lê bi naskirina fikir û ramanên Rêber APO re, ji hêza xwe hîna bawer dibe û ber bi vê rêwîtiya şoreşgerî ve dimeşe.
Thomas dema ku li Almanya di nava komên sosyalîst de cîh digre, lêgerînên wî ji bo azadî û wekheviya gelan pir dijwar dibe. Lê armanca xwe di nava van koman de nabîne. Lewma dema ku Rêber APO dixwîne felsefa jiyana azad pir bala wî dikişine. Bi taybet dema nêrîn û nirxandinên Rêber APO ku dibêje: ‘’ di sosyalîzmê de îsrarkirin di mirovahiyê de îsrarkirin e’’ dibhîse, gera xwe ya azadiyê ji vê dide destpê kirin û dimeşe. Biryara xwe ji bo jiyaneke azad û wekhev dide û ji vir dest bi meşa dirêj dike. Ser vî esasê Thomas di sala 2016’an de gavê xwe ya ewilê ber jiyana gerîlatiyê ve diavêje. Ew bi biryardarî û îdeayek xurt berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Rawestgeha wî ya destpêkê çiyayê Qendîlê ye. THOMAS bi zanabûna fikir û felsefa Rêber APO tevdigere ev jî dihêle ku ji vê riya ku hilbijartiye pir bawer bike û wê ev biryara wî di cîh de be. Thomas dema tevli nava refên tevgera azadiyê dibe navê AZAD ŞERGER radike û di nava refan de dest bi têkoşîna çalak a sosyalîzmê dike.
Azad Şerger ji nava civaka Elmanya wekî ciwanekî enternasyonal di sala 2016’an de berê xwe dide çiyayên azad û di nava tevgera azadiyê de têkoşîna xwe ya şoreşgeriyê bilindtir dike. Perwerda xwe ya bîngehîn li çiyayên Qendîlê dibîne, û li wir tevlî piratîkên gerîlatî dibe. Ji bo Azad, çiya dibe hênaseyekî ku bi şeklekî azad jiyan bike û kesayeta xwe û civakê dahûrandin bike.
Azad pir zû adapteyê jiyana gerîla dibe, mîna sosyalîstekî di nava çiyayan de jiyan kirinê ji xwe re esas digre. Ji ber wê gerîla Azad di hemû şaxên jiyana azad de xwe pir zû pêş dixe. Destpêkê xwe fêrî zaraveyên zimanê kurdî dike, bi vî rengî diyalogên gerîla Azad di nava rêhevalên xwe de pir dewlimendî birêve diçe.
Ji bo ezmûnên têkoşîna çekdarî wergire daxwaz dike ku berê xwe bide qadên berxwedanê yên gerîlayan. Gerîlayê enternasyonalist Azad, piştî di akademiya Mezlûm Dogan de dewreya perwerdahiyê dawî kir şûnde berê xwe dide qada bexwedanê ya Xakûrkê. Bi tevlîbûna xwe ya aktîf ew li Xakûrkê cihê xwe di nava tîmên bi tevger de digre. Azad bi derbasbûna xwe ya li qadên berxwedanê ku bi dildariyek mezin daxwaz dikir, pir zû tevlî piratîka şer û çalakiyan dibe.
Bi tevgerên dagirkeriyê ku di sala 2021’an li herema parastina yê medyayê dest pêkirî re, Azad her di nava wê hewildanê de ye ku di nava vê piratîkê de derbên giran li dagirkeran bide. Ji ber wê ew weke gerîlayekî nûjen bi taktîkên pir bi bandor tevlî gelek çalakiyan dibe. Di keşifkirina hêzên dijmin û serweriya li ser erdnigariyê de ew gelek jîrê. Lewma di nîvenga pratika şer de ji bo rêhevalên xwe jî dibe mînak. Gerîla azad pêşketinên ku di xisletê xwe yê şoreşger de avakiriye vediguheze rêhevalên xwe, ji xwe rêhevalên wî jî pêşketinên Gerîla Azad bi xwe re ava kiriye ji bo xwe mînak digirin. Hem di terz û teqtîkên serdema nû de, hem jî bi xisletê xwe yê dirûst dibe pêşengek enternasyonal.
Gerîlayê enternasyonal Azad xwedî kesayetekî demokrat û sosyalîste. Paradigmaya Rêber APO ji bo xwe dike bingeha jiyanê, ji ber wê her pirtûkên Serok Apo dixwîne, kesayeta milîtantiya pêşeng ji xwe re esas digre. Azad di demekî pir kin de erk û berpirsyariyên tevgerê li ser milê wî barkirine hildigre û xwe ji bo pratîkên dijwar amade dike. Bi vî awayî ew werdigere fermandarê şer û jiyanê
Gerîlayê wêrek Azad ji dîsîplîna xwe ya leşkerî tu caran tewîzan nade, ji ber wê dibe pêşengekî rast ya xeta têkoşîna azadiyê. Gerîla Azad di qada Xakurkê de bi giyana berpirsyariya bilind nêzî hemû kar, erk û xebatan dibe. Xwe werdigerîne fermandarekî ku di karê xwe de hesas, di pîvanên rêxistinî de cidî û wisa dibe mînaka milîtaniya Apogerî.
Êrîş û bombardumanên dijminên gelê Kurd ên li ser çiyayên Kurdistanê û li dijî gerîla têne kirin bi Soreşgerê enternasyonal Azad Şerger re hêrseke mezin ava dike. Çiyayên Kurdistanê bi hovitiyek mezin tê bombarduman kirin. Lewma jî Şoreşgerê mezin Azad Şerger di nava wê hewldanê de ye ku çalakiyên bi bandor li ser dijminan pêk bîne.
Ev biryardarî û lêhûrbûna gerîla Azad di hişê wî de her diçe kûr dibe, ji bo tola rêhevalên xwe yên di tunelên şer de li berxwe didin hilîne, di nava plansaziya çalakiyeke mezin de ye. Di Hezîrana sala 2023’an de gerîla Azad Şerger bi du rêhevalên xwe Asya kanîreş û Koçer Medya re çalakiyekî bi bandor li dar dixin.
Dijminê ku li girê şehîd Heqî û şehîd Kamuran de xwe bi cîh kiribûn wê bikevin xefka wan lehengên dilwêrek. Dema ku ev çalakî pêk tê, dagirkerên ku çep û rastê xwe nizanin di nava toz û dûmanê de dimînin. Di vê çalakiyê de 18 eskerên dagirker tên kuştin û mewziyên wan tên ruxandin.
Sê gerîlayên dilpola, sê qehremanên doza giran, dikevin nava dijminên xwe yên çavsor li nav dilê wan didin. Şoreşgerê enternasyonal Azad Şerger bi rêhevalên xwe re mîna brûskan nava sengerên neyaran berbelav dikin û çalakiya xwe bi ser dixin. Ji çalakiya van her sê lehengan şûnde, artêşa Tirk bi hemû teknîka di destê xwe êrîşê qadê dikin. Mîna ku dîn û har bûne her cih bombarduman dikin. Gerîla û Şoreşger Azad Şerger bi her du rêhevalên xwe re dema paşve kişandinêde ne, rastî êrîşa Artêşa tirk tên û di encama bombardumanê de tevli karwanên nemir ên têkoşîna azadiyê ya gelan û kurdistanê dibin. Enternasyonalê jîr Azad şerger û Asya Kanîreş bi rêhevalê xwe Koçer Medya ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye, di dîroka 15’ê Hezîrana 2023’an de dighên şahadetê.
Şehadeta van lehengan çiqas giran be jî çalakiya wan mohra xwe li serdemê da û rêhevalên wan hêz û ezmûnek mezin ji vê çalakiyê û ji van lehengan wergirtin. Ew bûn dilên rêhevalên xwe, bûn sembola ruhê sosyalîzma demokratîk. Bûn şopdarên gelek şoreşgerên enternasyonal ên mîna: Ronahî, Sara, Nudem, Şiyar, Bager, Elefterya û herî dawî Tîjda Zagros. Van pêşengan bi fikrê sosyalîzma demokratîk bawer kirin û li ser fikir û ramanên Rêber APO ji bo vê jî têkoşîn kirin.
Azad Şerger çawa ku govenda azadiyê li çiyayên Kurdistanê gerand, vê carê li lûtkeyên çiyayê Xakûrkê bi agirê dilê xwe govend girt. Gerîla Azad û jina pêşeng Asya, bi egîdê welatê xwe Koçer re govenda azadiyê gerandin û şehadetên xwe jî kirin mizginiya azadiya hemû gelên cîhanê.
