HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Gelê Kurd yek ji gelên herî kevnar ên berxwedêr di dîrokê de ye. Ji roja yekemîn a ku zihniyeta desthilatdar derketiye holê ve, erdê Kurdistanê erdekî wisa bûye ku jin her tim di nav berxwedanê de cih girtine.

Jinên Kurd, di dirêjahiya dîrokê de, ji wan kesan bûne ku herî zêde li hember şaristaniyên desthilatdar û desthilatdariya mêrane serî hildane. Ji parastina eşîra xwe bigire heta serhildana li dijî pergala desthilatdar, jinên Kurd her tim di rewşa parastina cewherî de bûne. Wan parastina xwe ya cewherî kirine dema ku li şûna ketina destê dijmin, şer hilbijartine; li şûna teslîmbûna dagirkeran, xwe ji zinaran avêtine; û li şûna xiyanetkirina li nirxên xwe, heta dawiyê berxwedan hilbijartine. Jinên Kurd di her qonaxekê ya dîrokê de hêzeke berxwedanê bûne û di berxwedanê de roleke pêşeng lîstine.

Çawa ku berxwedana gelê Kurd a ji bo parastina xwe nehatiye nivîsandin, berxwedanên ku jinên Kurd di dirêjahiya dîrokê de bi armanca parastina cewherî nîşan dane jî nehatiye nivîsandin. Dema ku erdê Kurdistanê di nav pencên qirkirinê de bû, jinên Kurd bi xwedîderketina li kevneşopiyên xwe, çanda xwe, zimanê xwe û şêwaza jiyana Kurdistanî parastina xwe ya cewherî kirin. Rêber Apo di pirtûka “Parastina Gel” de dibêje: “Lezgîniya kevneşopî ya jina Kurd, hêz û wêrekiya wê ji kevneşopiyeke dîrokî ya gelek kevn tê.” Ger em li vê kevneşopiya dîrokî binêrin, em van mînakan dibînin:

Yek ji van mînakan Mîrbanû Deyfa Xatûn e, biraziyê Selahedînê Eyûbî, ku li Helebê ji dayik bûye û li wir mezin bûye. Di dema êrîşên Mogolan û Xaçperestan de rêveberiya bajarê Helebê girt destê xwe û Heleb parast. Deyfa Xatûn şanzdeh salan Heleb birêve bir, û dema Mogolan êrîş birin ser Helebê, wê bajar û gelê wê parast û ji axa xwe re xwedî derket. Wê serokatiya artêşa xwe kir û li dijî Mogolan şer kir.

Her wiha Encam Yalmuki, seroka yekem rêxistina jinên Kurd ku di sala 1919’an de hate damezrandin, ango Cemiyeta Pêşketina Jinên Kurd, ji bo azadiya jinên Kurd û gelê Kurd bi xebat û çalakiyên demokratîk parastina xwe ya cewherî pêk anî.

Di vekirina cemiyetê de li Stenbolê, Encam Yalmuki li Meydana Sultanahmet axaftina vekirinê kir û got:

“Xanimên hêja, em Kurd, ji derketina Îslamê ya ku gelên cuda kirin bira, ango ji sed-salan ve, herî dilsoz hezkirê neteweya Tirk, herî xurt dost û herî germ birayên wê bûne. Îro, di demekê de ku qederên hemû neteweyan rengên cuda girtine û mafek ji her kesî re hatiye dayîn, em jî mafê xwe dixwazin, ji ber ku li meydanê bi milyonên Kurd hene û Kurdistaneke mezin heye. Em bi hemû hebûna xwe spasdarê wan in ku dixwazin ji bo armancên pîroz herî zêde bixebitin û bi fedakariyên xwe evîna xwe ya ji bo neteweya xwe îspat kirine. Xanim û xwişkên me yên hêja ku bi lez hatin merasîma vekirina cemiyetê, bi peyva Kurdî soz dan ku bi her awayî piştgirî bidin û ji bo pêşketina Kurdîtî tiştê ku lazim be bê dudilî bikin. Ji demên kevn ve hevoka ‘Kurd ji soza xwe venagere’ bûye gotineke pêşiyan. Ez bi bawerî û îmanê xwe dibêjim ku Kurd ji bo her tiştî soz nade, lê dema soz bide, ji soza xwe venagere…”

Ev gotin, heta di şert û mercên dijwar ên wê demê de jî, mînaka helwesta hişmend a jinên Kurd e ku ji gelê xwe re xwedî derketine.

Yek ji mînakên din ên parastina cewherî di berxwedana jina Kurd de, jina têkoşer a bi navê Keca Neğedî ye, ku di Şoreşa Mehabadê de ji têkoşerên herî pêşeng bû. Keca Neğedî di malbateke welatparêz de mezin bû, ji bo gelê Kurd berxwedan kir û di damezrandina Komara Mehabadê de roleke mezin lîst. Ev dilê ciwan bi wêrekî û jêhatîbûna xwe di nav gelê xwe de hate nasîn û di têkoşîna neteweyî de erkê ku ketibû ser milê wê pêk anî. Piştî ku rejîma Îranê Qazî Mihemed îdam kir, biryara îdamê li dijî Keca Neğedî jî da. Di zindanên Îranê de rastî êşkence û destdirêjiyê hat, lê wê her tim berxwedan hilbijart. Heta dema ku di êşkenceyê de çavên wê kor bûn jî, ji berxwedanê venegerî. Keca Neğedî hat îdamkirin, lê helwesteke mînak a ku di têkoşîna parastina cewherî ya jinên Kurd ên bi rûmet de bê bîranîn, li pey xwe hişt.

Di têkoşîna jina Kurd de, Leyla Qasim jî, ku gelek helbestvanên Kurd di helbestên xwe de pesnê wê dane, yek ji sembolên helwesta ku têkoşîna parastina cewherî derxistiye holê ye. Leyla li Kerkûkê hat dinê. Di sala 1971’an de, dema li Zanîngeha Bexdayê beşa civaknasiyê dixwend, bi pirsgirêka Kurd û mafên jinan re eleqedar bû. Wê li dijî zextên rejîma Baasê yên li ser gelê Kurd daxuyaniyan nivîsand û belav kir. Her wiha bi perwerdekirina jinên derdora xwe, çalakiyên demokratîk kirin ku balê jinên Kurd kişandin. Dema çalakiyên demokratîk bê bersiv man, Leyla Qasim û hevalên xwe çalakiyên wisa jî kirin ku dengê xwe bigihînin beşên firehtir; ji wan jî revandina balafirekê ji balafirgeha Bexdayê bû.

Di sala 1974’an de, Leyla Qasim û hevalên wê Cewad Hemewendî, Nerîman Fuad Mistî, Hesen Heme Reşîd û Azad Silêman Mîran ji aliyê rejîma Baasê ve hatin girtin û zindan kirin. Di dema êşkenceyê de, êşkencekaran ji Leyla Qasim pirsîn: “Tu kî yî, navên hevalên te çi ne?” Wê got:

“Navê min Leyla ye. Li welatê me mirov bi navê bavê xwe têne nasîn, ango navê min Leyla Qasim e. Hevalên min pir in. Ez nizanim tu ji kîjanan dipirsî. Hevalên min li Cezayîrê Cemîle, li Saksonyayê Clara û Roza ne; tu ji kîjanê dipirsî?”

Êşkencekar bi qîrîn pirsî: “Tu çawa ketî vî rêyî?” Leyla Qasim bersiv da:

“Ez neketim vî rêyî; ez jixwe di vî rêyî de hatime dinê. Ez Kawayê jin im, ez li Amerîkayê Xwecîya Sor im, ez li Harlemê reşik im. Ez Mezopotamya me, cihê şaristaniyê. Û ez Leyla Qasim im.”

Leyla Qasim mohra xwe li dîrokê xist. Berî ku were îdamkirin, perçeyek ji porê xwe qut kir û ji diya xwe re şand. Di 12’ê Îlona 1974’an de hat îdamkirin. Leyla Qasim di berxwedana parastina cewherî ya jinên Kurd de mînakeke lehengiya neteweyî nîşan da.

Li Rojhilatê Kurdistanê, têkoşer Qedem Xêr û her wiha Şehnaz Xatûn a Erdelanî, ku bi cilên mêran xwe veşart û bi artêşeke ji 500 jinan pêkhatî li dijî Îraniyan şer kir, ji pêşengên jina Kurd a berxwedêr in.

Bi vî awayî, Tevgera Azadiya Jinên Kurd, ku navê wê li cîhanê deng daye, li ser mîrata vê çanda berxwedanê ya gerdûnî û neteweyî bilind bûye.