Kurdistan warê egîdane, li ser vê axê bi bizrên genimê re tovên egîdiyê hatiye reşandin.
Ewladên şîrhelal yên vê axê ku ji nanê keramet û ava rûmetê xwarin û vexwarin, ticarî çepeliya îxanet û gemariya dagirkeriyê qebûl nekirin. Her ku çû ew stêrkên geş, şewqa xwe dane welatê agir û rojê, bûn stêrkên hêviyê ji bo gelekî bindest û bê beş. Bûn barana rûmetê li ser vê axê barîn da ku gula hesretê neçilmise. Wan şitla azadiyê bi xwîna xwe avdan. Ew bûne giyana jiyanê. Bûne qibleya awat û mirada her çar beşên Kurdistanê. Li ser rêya egîdan bûne rêwî û şopdar. Hin caran wek çeleng û fermandar derketin ser dika dîrokê û nav li xwe kirin Egîd û Zîlan, bûn hevrê yê hevraz û berwar, bûn hevalê lat û zinaran, bûn çîroka çem, kanî û rûbaran. Hin caran jî bi ruhê milîtanên ciwan bûn çiyayek ji wolqan. Nav li xwe kirin Baxtiyar, bûne sembola bawerî û sekna bi biryar.
‘Xwedî Li Nirxên Gelê Xwe Derdikeve’
Bextiyar Gabar li navçeya Şax a Wanê di nava malbatekî ku bi nirxên gelê xwe ve girêdayî ye çavên xwe li dinyayê vedike. Li dinyayekî ku ti cihekî ji Kurdan re nahatiye hiştin. Hebûn û nasnameya wan tê înkar kirin. Serdest li ser esasê tûnebûna wan, hebûna xwe didin diyar kirin. Bextiyar jî wek ferdekî eşîra Ertûşî ya welatparêz di temenekî piçûk de bi polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û îmhayê re rûbirû tê. Hê di 6 saliya xwe da ye ji bo xwendinê ji Kurdistanê qut dibe û diçe metrepolê Tirkiye. Bextiyarê ciwan wek ciwanekî jîr li Stenbolê hem dixwîne, hem jî ji bo debara malbata xwe dixebite. Li xerîbiyê zêdetir êşên bindestiyê hîs dike. Ji nêz ve zext û fişarên sîstema asîmîlasyonê dibîne. Ji bo wî jî hê di despêka jiyana xwe de ye dikeve nava lêgerînan û zilma heyî qebûl nake. Rûxmê ku bi fîzîkî ji Kurdistanê dûr dikeve lê dil û mêjiyê wî timî li welateke azad digere. Xwedî li nirxên gelê xwe derdikeve û dixwaze bi çand û nasnameya xwe jiyan bike. Meraq û lêgerîna wî ya azadiyê, wî bi tevgera azadiyê re şa dike. Êrîşên çeteyên Daişê li ser Rojavayê welêt hêrsa dilê wî li hember dijmin mezintir dike. Şahadeta kurmamê wî ku di berxwedaniya Kobanê ya dîrokî de şehîd dikeve bandoriyeke mezin li ser ava dike. Biryara tevlîbûna nav refên gerîla dide û vê biryara xwe bi birayê xwe re parve dike. Di sala 2015''an li warê egîdan li Botanê berê xwe dide çiyayên azad û navê xwe dike Bextiyar Gabar.
‘Hemû Kêliyên Jiyanê Dizivrîne Kêliyên Perwerdeyê’
Bextiyar bi gihîştina qadên çiya keyfxweş û bextiyar dibe. Meşa xwe ya azadiyê li cihekî welê destpê dike ku bi salane dilê gerîla li wir lê dide. Gerîlatî li Bakûrê welêt ji bo wî dibe şans û derfeteke mezin. Ew bi coş û kelecan jiyana nû pêşwazî dike. Dixwaze zû xwe fêrî hûnera gerîlatî û jiyana rêxstinî bike, ji bo vê jî dibe xwedî ked û hewildaneke mezin. Bi ruhê xwe yê ciwan wek çemekî herikbar dikeve nava jiyanê û heyacaneke mezin ava dike. Ji bo ku di tarz û taktîkên gerîlayê nûjen û paradîgma Rêber Apo de xwe kûr bike derbasî Herêmên Parastinê Yên Medya dibe û tevlî perwerdeyeke pisporiyê dibe. Ji bo ku ji pêwajoyê re bibe bersiv hemû kêliyên jiyanê dizivrîne kêliyên perwerdeyê. Rûxmê temenê xwe yê ciwan bi tecrûbeya ku di qada piratîkê de digre hêza çareseriyê di xwe de ava dike. Dibe kesayeteke mînak û pêşeng. Bi ruhê zaferê nêzî erk û peywirên şoreşgerî dibe. Baweriya rêxistinê qezenc dike, di gelek xebatên girîng û stratejîk de cih digre û erkên xwe bi awayeke serkeftî pêk tîne. Wek milîtaneke demê bi jiyan û têkoşîna xwe dîrokek ji agir dinivîsîne.
Bextiyar xwe bextewer dibîne ku wek ciwanekî Kurd di nava refên gerîla de cihê xwe digre. Ji bo wî her roj vejîneke nû ye. Jiyana gerîla ji bo wî wek cejneke mayînde ye. Bi dil û can bi vê jiyanê ve tê girêdan. Ji bo ku bibe layiqê vê jiyana pîroz amade ye her fedakariyek bike. Êdî Bextiyar dibe parçeyeke vê jiyana bi heybet. Carna bi ked û xuhdan, carna bi kenê ser lêvan wateyan bar dike li jiyanê. Bi dirûstî û dilnizmiya xwe cihê xwe di dilê hemû rêhevalên xwe de digre û dibe fermandarekî ciwan. Hêza xwe ji hevaltiyê digre û bi eşqa hevaltiyê jiyanê dixemlîne. Baxçeya hestên wî her diçe zêdetir geş dibe û kulîlkên hêviyê vedike. Ruhê xwe yê ciwan bi çiyan re dike yek. Pênûs kêm dimîne, encax çiya çîrok û serpêhatiya wî bîne ser ziman. Ew bi xwe dibe rûpeleke zêrîn ji dîroka şoreşa azadî û evînê.
‘Bi Rûkeniya Xwe Jiyanê Sadetir Û Xweşiktir Dike’
Tevgera Apoyî di Kurdistanê de dibe kabeya hêviyan. Bextiyar jî wek milîtanekî dozê perwanewar li dora kabeya hêviyan li heqîqetê digere. Rûxmê temenê xwe yê ciwan wek gerîlayekî jîr û ezmûndar digihîje vê qenaetê ku heqîqet di nava kêliyên vê jiyanê de xwe veşartiye. Encax yên ku qedra vê jiyanê dizanin û bi çavê dil lê dinêrin dikarin vê heqîqetê bibînin. Bextiyar jî hîn caran vê heqîqetê di kulîlkekî biharî de dibîne ku mizgîniya jiyaneke nû dide. Hin caran jî di bişîra ser rûyê hevalekî rûken de ku evîna gelekî di dilê xwe de dihewîne, hin caran jî di çavê fermandarekî dilwêrek de ku ji bo asoyekî dûr dinêre û pêşerojeke ronî di welatekî azad de dibîne. Roj derbas dibin, lê ti roj ji bo wî dûbare nayê, her roj bi coş û heyecaneke cûda pêşwazî dike. Bi rûkeniya xwe jiyanê sadetir û xweşiktir dike. Diçe her derekî bi coşa xwe ya ciwantiyê şopên xwe di dilê nêvengê de dihêle.
Bextiyar her roj tecrûbeyeke nû li ser danehevên xwe zêde dike. Her hevalekî nû nas dike tecrubeyeke nû qezenc dike û ruhê nûbûnê di xwe de ava dike. Hem fêr dibe û hem fêr dike. Hem dibe şagirt hem dibe mamoste. Fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan dike û dide jiyan kirin. Wek gerîlayekî bi disîplîn û jêhatî ji bo hemû hevalên xwe yên ciwan dibe mînakekî şênber. Ji ber fedakarî û girêdanbûna xwe, di nav gerîla de tê hezkirin. Di hevaltiya xwe de semîmî û dirûst bû. Rûxmê hemû zorî û zehmetiyan ticarî dûdilî jiyan nekir û gav paşde neavêt. Di hedef û armancê de xwe kilîd kiribû. Meşa wî bi gavên saxlem û bi xwe bawer timî ber bi hedef û armancan ve diçû. Ji bo ku bibe layiqê rêhevaltiya Rêber Apo û şehîdan dibe xwedî ked û hewildaneke mezin.
‘Ew Bi Jiyana Xwe Dikeve Dilê Herkesî De’
Gerîla Bextiyar wexta ku fermandar Nûredîn Sofî tê li çiya hevrêyên xwe ziyaret bike pê re refaqet dike. Bi wêrektî û jîr bûna xwe fermandar Nûredîn Sofî wî wekî şovalye dibîne û bi navê şovalye banî wî dike. 6’ê Nîsana 2021’an de li herêma Garê li qada bergarê di encama êrîşêkî artêşa Tirk a dagirker de bi Fermandar Nûredîn Sofî re digihîje şehadetê û tevlî karwanên nemir yên Kurdistanê dibe. Li her derekî vî welatî dilê zarokekî Kurd ji bo azadiyê lêbide, ew li wir e. Di wan kêliyên ku şoreşgerekî di çemberê agirê de teslîmiyet û mirinê bin dixîne, jiyan û berxwedanê diafrîne, Bextiyar li wir e. Di nav hesreta dilê dayîkên dilşewat yên ku bi tilîliyan pêşwazî dikin egîdên xwe yên pakrewan, Bextiyar Gabar li wir e. Ew bi ked û têkoşîna xwe dibe şadan û bextiyar, ji bo gelekî bindest û bêwar dibe piştîvan û yar. Ji bo rêyeke dûr û dijwar, radike çek, rext û bar. Dimeşe ber bi çiya lat û zinaran.
