HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî hêzên me yên gerîla bi vî rengî ne:

Êrîşên bi balafirên şer;

— 10'ê Adarê li herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Şerîf û Goşînê 2 caran, li herêma Garê qadên Girgaşê, Dêreşê, Heftebax, Yekmalê, Deşta Kafya, Girê Zengilê 8 caran, li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 11'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê, Goşînê 3 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê û Sêdarê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê; bi giştî 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Êrîşên bi çeken giran, top û obusan;

— 9'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Kendekola 8 caran, li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Zêvkê, Dêreşê, Girgaşê, Spîndarê, Mijê 52 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 63 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 206 caran; bi giştî 329 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

— 10'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Lolanê carekê, li Herêma Garê qadên Girê Zengil, Yekmalê, Kanî Sarkê, Girê Reşîd, Dêreşê, Girgaşê, Mijê 54 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî 33 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 252 caran; bi giştî 340 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

— 11'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Goşînê 2 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 7 caran; bi giştî 9 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

11’ê Adara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê