HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Di nava şoreşeke dîrokî ku jin dibû navenda wan xweşikbûnên, ciwaneke bi toveke nû ku bi eşqa jiyanê re xwe hûnandibe, zîl dida ber bi sibe rojeke azadbûyî de.

Wê bi eşqa jiyaneke nû re, kesayeta jineke egîd di riya heqîqetê de ava biba. Wê çiya bi coşa wê, ruyê wê bi ken dawî li hesreta salan bianiya. Êdî ew dem hatibû ku serpêhatiya çîroka gerîla Engîzek bi hemû xweşikbûnên xwe ve bihata watedar kirin.

Gerîla Engîzek Ararat, bi navê rast Şîraz Xalid di nav malbateke bi çanda berxwedaniya PKK’ê ve girêdayî mezin dibe. Çavên xwe li barajê berxwedanê, Kobanê vedike. Tevgera azadiyê û Rêber APO di zarokatiyê de nas dike. Ev yek jî li ser têşegirtina wê ya hêj di zarokatiyê de roleke girîng dilîze. Rastiya têkoşîna Rêber APO û terzê jiyana azad, di Şîraz de sampatiyekê ava dike û dihêle lêgerînên wê zûtirîn bi pêş bikeve. Li gel vê, beşdariyên ferdên malbatê ji gerîla re, girêdan û heskirinekî kurtir di wê de bi pêş dixe. Bi taybetî hêza jina ku bi îradeya xwe şer û têkoşîn dide meşandin, bala wê dikişîne û pê bandor dibe. Ev bandorî di lêgerînên wê de jî dihêle ku ew bibe xwedî biryara têkoşîneke mezin. Li gorî wê di pêvajoya şerê li Rojava de, Şîraz biryara xwe ya tevlîbûnê dide û li dijî pîlanên qirêj ên DAEŞ’ ê rêya têkoşînê hildibijêre. Di sala 2014’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û beşdarî nava refên gerîla dibe.

Kesayeta Lêgerînvaneke Çiyayî 

Çiya stargeheke ku dibe kombûna hemû xweşikbûnan ku her kes xwe lê digre. Gerîla Engîzek jî bi vîn û biryardariyeke pir mezin xwe li wan xweşikbûnan digre û ber bi xeyalên xwe ve dibe rêwiyên wan çiyayan. Di her gaveke xwede, soza pêkanîna xeyalên xwe nû dike. Bi biryara ku wê ti tişt li hemberî têkoşîna wê nebe asteng xwe motive dike û tevlêbûn dide çêkirin. Bi hemû ziravtiyên jiyanê û têkoşîna gerîla re weke milîtaneke ciwan pêşengtî dike. Her bi meraq e. Ji bo jiyana gerîla û terzê jiyana komînal bi hemû ziravtiyên wê fêr bibe, bi hişyariyekî pir xurt tevdigere. Bi vê sekin û biryardariya xwe ve di jiyanê de zûtirîn tê heskirin û cihê xwe di dilê rêhevalên xwe de digre.

Gerîla Engîzek li Herêmên Parastina Medyayê perwerdeya xwe ya bîngehîn dibîne. Bi coş û kelecaneke pir xurt beşdariya xwe ji perwerdê re çêdike. Li ser esasê ew jî bibe yek ji pêşengên gelê xwe ked û hewildaneke mezin raber dike. Di serî de girîngî dide fêmkirina rastiya Rêber APO û di pîvanên azadiyê de bi israr tevdigere. Vêya jî wekî erkekî milîtanî ku divê bi zanebûn were pêk anîn bi cih tîne. Ji vê sekna xwe ti carî tawîzan nade, di her wextê de sekna jina ku “şer dike xweşik dibe” diparêze. Vê wekî bersivekî ji pergala heyî re bi nav dike.  Bi van îdaiyan ve û hêza ku ji perwerdê girtiye, berê xwe dide wargeha destpêkê ya mirovatiyê Zagrosan. Li wir gerîlatiya xwe destpê dike. Li Avaşîn’ a ku buhuşt bi xwe ye, dibe xwedî şanseke wisa ku piratîk li wir bide meşandin. Bi wê kelecana xwe û coşa xwe ya jiyanê ve reng dide derdor û tê heskirin.

Di her lûtkeyekî Avaşîn’ ê û şîvereyekî wê de, bi hezaran xwêdan û xwîna şehîdan lê hatiye rijandin. Heman demê gelek bîranîn û xeyalên ku nayên hêjmartin di wan axan de têne jiyîn. Ji bo xwedî derketina li wan nirxan û pêkanîna wan xeyalan de, gerîla Engîzek xwe berpirsyar dibîne. Viya jî bi vîn û bi baweriyekî pir mezin ve erk dide ser milên xwe. Sekna xwe ya fedekar, di her demî de raber dike. Di bîngehê van hemûyan de, ew têgihîştina wê ji azadiyê re dide diyar kirin.   Loma jiyana gerîla û têkoşîna azadiyê ji hemû tiştên dinê zêdetir, ji wê re girîngî tê dayîn. Ji bo wê dikare di hemû şertan de li hemberî dijmin şerekî bi zanist bi pêş bixe. Ev jî ji bo wê dibin gavên bi bandortir ku bikaribe encamên serkeftî bi dest bixe.

Bi Sekna Berxwedêriyê Rê Ji Zaferê Re Vekir

Di sala 2015’an de, dewleta Tirk li qadê li hemberî hêzên gerîla dest bi êrîşên hov dike. Gerîla Engîzek jî, di wî şerî de bi şeklekî çalak li dijî dijmin şer dike û piratîk dide meşandin. Piştî pêvajoyeke demdirêj li ser piratîkê, di sala 2017’an de derbasî perwerdeya leşkerî dibe. Li ser hemû piratîkên derbas bûyî, bi encamên hîn xurtir tevlîbûn raber dike. Him di warê îdolojîk, him jî di warê leşkerî de, weke fermandareke ciwan, xwe ji hemû piratîkan re amade dike. Piştî ku gerîla Engîzek perwerdeya xwe bi awayekî serkeftî diqedîne, vê carê berê xwe dide qada Heftanînê û li wir bi tevlêbûnekî hîn xurtir derbasî piratîkê dibe. Weke fermandareke ciwan erk digre ser milên xwe û bi roleke aktîf dilîze. Li gel vê di Cenga Heftenînê de, weke fermandareke pêşeng li dijî hemû êrîşên dagirkeriyê, bi ruhê zaferê beşdarî şer dibe û têkoşîn dide meşandin. Li gel hemû zor û zehmetiyên ku di şer de dihate jiyîn, him di alîyê moral dayîna rêhevalên xwe, him jî di aliyê motîvekirina derdora xwe de roleke girîng dileyîze. Bi sekin, biryardarî û rêhevaltiya xwe, di şer de her tim mînak tê girtin. Heman demê bi çalakbûn û bi terzê xwe yê şer ve jî di pêşxistina şer de cihê xwe girtiye. Bêgûman hemû tecrûbeyên ku di şer de qezenc dike, yek bi yek bi rêhevalên xwere weke ezmûnên jiyanê digre dest û parvedike. Ev jî dihêle ku hîn baştirîn di çalakiyan de weke fermandarekê bi awayekî serkeftî xebatên xwe bi encam bike.

Çûyîna Botanê Xeyalek Bû Ji Bo Wê

Ji bo gerîla Engîzek li ser axa Bakurê Kurdisanê, li qada Botanê gerîlatî kirin hesteke pir cûda ye. Di nava çiya, zozan û lûtkeyên çiyayên Botanê de, bi hezaran serpêhatiyê lehengan hene û çîroka gerîlayên azadiyê li wir hatiye nivîsandin. Ji bo xwedî derketina wan nirxan, êdî çûyîna qadê ne xeyalek bû ji bo wê. Ew dilê xwe bi nirxên piroz ve dadigre û jiyana xwe bi bîranînên şehîdan ve watedar dike. Careke din soza xwedî derketinê li ser wê barekî dîrokî ferz dike. Engîzek bi vê mezinbûnê bêyî ku îxanetê li xeyalên xwe bike, bi eşq ber bi xeyalên xwe ve dikeve rê. 

Piştî pêvajoyeke ku bi nirxan ve dagirtiye, ew li ser daxwazên xwe di sala 2019’an de, derbasî warê Egîd û Bêrîvanan, qada Botanê dibe. Her dem weke milîtaneke APOYÎ û şervaneke azadiyê, ji bo qadên dijwar ên têkoşînê xwe pêşniyar dike. Bi sekna jina fedayî, jina Kurd ku her tim bi serhildêriya xwe ya têkoşînê ve bûye cihê xwe lê girtinê, Engîzek jî bi heman ruhî û bi heman hestan berê xwe dide qadeke din yê têkoşînê û beşdarî piratîkê dibe. Mîrasa bi sedan egîdên leheng ku di axa Botanê de bûne sembolên têkoşînê ji xwere esas digre. Bi heman awayî ji bo hesabên salan ji dijmin bipirse û tola rêhevalên xwe ên şehîd rabike, bi tevlîbûneke hîn xurtir ber bi xeyalên xwe ve dikeve rê û dimeşe. Ruxmê bêderfetiyên di qadê de û zehmetiyên gerîlatiya li Bakûr, bi manewîyateke ku hêjayî gotinê ye, xwe li têkoşînê digre û ji bê derfetiyê ji xwere derfetan ava dike. Bi vê misyonê ve, bêyî ku gav bi paş ve biavêje, bi israra serxistinê bi ser ekrên xwe ve diçe.

Gerîla Engîzek weke navê xwe yê bi heybet bi biryar û hêrsa tol rakirina ji dijmin, di hemû qadên têkoşînê de, bi sekneke egîdî ku serî ti carî li ber dijmin netewandiye, şer û têkoşîn dide meşandin. Li ser axa botanê ku bûye navenda Egîdên Kurdîstanê, Engîzek xeyalên xwe yên tol rakirina ji dijmin pêk tîne. Bi sekna cangoriyên mîna Engîzek, qada Botanê bi şewqa azadiyê ve ronî dibe.  

Di 9’ê Çileya 2022’ an de, girêdayî Botanê li Faraşînê, Herêma Melî axa de, di encama oparasyoneke dijwar a dewleta tirk de, gerîla Engîzek bi hevrêyên xwe Cançêr Maku û Sîdar Roj re, heta henaseya xwe a dawî li dijî hemû êrîş û teknîkên dijmin bi awayekî fedayî şer dikin û digihêjin şehadetê.

Tu ew soza tol rakirinê li her çar perçeyên Kurdistanê bû. Tu bû ew jina berxwedêr ku sekna têkoşeriyê çiwqas li bejna te dihat. Gavên te yên ji dil, ruhê te yê ji pola, wekî ku şewqa xwe bide her derê, hêviyên pêşerojeke nû ji zarokan re ava dikir. Tu ew Engîzek bû, wê navê te û tekoşeriya te ya ji dil, bi qehremaniyê were bibîranîn. De bila ew ruhê te bi rihetî xwe bispêre wan axên piroz. Bila çavên te li pişt nemine, îro li ser bîranînên we hafîzeyekî zindî ku civakê li ser piyan digre heye. Soza bilindkirina têkoşînê û xwedî derketina li şehîdan rênîşana hemû rêheval û hogirên we ye.