HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Çapemenî û Raya Giştî Re!

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û destwerdanên hêzên me yên gerîla yên ji bo rawestandina êrîşan di çarçoveya parastina rewa de têne kirin, bi vî rengî ne:

1. Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

—6 û 7'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 4 caran bi bombeyên fosforê hatin bombekirin ku bikaranîna wê di şer de li gorî qanûnên navneteweyî hatiye qedexekirin.

2. Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

— 6, 7 û 8'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan û Goşînê 5 caran, li Herêma Garê qadên Xêrê, Girêw Reşîd, Deşta Kafya, Mêranê, Dêreşê, Bêbadê, Xaleta, Girê Babîl 14 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran; bi giştî 23 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

— 7 û 8'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 11 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

— 6, 7 û 8'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Lolan, Kendekolayê 53 caran, li Herêma Garê qadên Girê Reşîd, Dêreşê, Girgaşê, Spîndarê, Mijê, Mêranê, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Zêvkê 196 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Şêlazê 151 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 519 caran; bi giştî 919 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

3. Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

— 6'ê Adarê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê derb li çekeke giran a doçka ya 57'an hate xistin ku bombe li tunelên me yên şer dibarand.

4. Li herêma Makû ya Rojhilatê Kurdistanê hin kontrayan kincên gerîla li xwe kirin, xwe weke gerîla dan naskirin û pere kom kirin. Divê gelê me baweriya xwe bi karên bi vî rengî yên kontra nîne û tedbîran werbigire.

9’ê Adara 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê