Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li hemberî gerîla û destwerdana hêzên me bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
– 23'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
– 24'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
– 24 û 25'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şerîf carekê, li Herêma Garê Qadên Berxwedanê yên Yekmalê, Girê Kun, Girê Reşîd, Zêvkê, Heftebax, Dêreşê 8 caran; bi giştî 9 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 24 û 25'ê Adarê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 28 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
– 24 û 25'ê Adarê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Lolan, Berê Zînê, Kendekola, Sinînê 34 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Girê Reşîd, Heftebax, Yekmalê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun 41 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê, Bêşîlî 203 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Bahar 619 caran; bi giştî 897 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li hemberî êrîşan;
– 23'ê Adarê saet di 10:35'an de li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk û çekên giran bersiv ji dagirkeran re hate dayin ku êrîşî tunelên berxwedanê dikirin. Di encamê de kamerayeke mobesse û çeperek hatin îmhakirin.
26’ê Adara 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê