HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Hevrêya me Dunya Dîcle li Tunela Şehîd Pîrdogan qada Girê Amediyê ya li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê weke milîtaneke fedaî ya Apoyî berxwedaneke dîrokî raber kir û di 26'ê Mijdara 2024'an de gihîşt şehadetê.

Hevrêya me Dunya di nava tevgera Apoyî de bû şahidê jiyana azad û serketinê û biryar da ku bi bawerî û biryardariyeke bê dudilî tevlî nava refên têkoşînê bibe. Di her kêliya jiyana xwe ya têkoşînê de lêgerîna bêdawî ya azadiyê şopand. Ji ber vê yekê, hevrêya me weke wezîfeyeke bingehîn dît ku di xeta azadiyê de xwe biafirîne û bi kesayetiya xwe ya berxwedêr, biryardar û israr derket pêş. Bi karaktera xwe ya pak, durist, jidil û kedkar ku dişibe melekekî, di dilê hemû hevrêyên xwe yên ku pê re têkoşiyayî de cih girt. Hevrêya me Dunya jî bi moral, kelecan û coşa xwe ya mezin a jiyanê dizanî ku ji hemû hevrêyên xwe re bibe çavkaniya hêzê. Weke gerîlayekî profesyonel ê Hêzên Taybet, bi rengekî çalak tevlî berxwedana li herêma Rojavayê Zapê bû û bû neferek bê tirs ê vê têkoşîna dîrokî. Heta kêliya gihişt şehadetê jî bi biryardarî û îdîaya xwe ya serketinê re, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên li tunelan têdikoş in dibe îlham.”

Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Dunya Dîcle, em ji hemû gelê Efrînê yê welatparêz û gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û li pêşberî bîranîna şehîdên me yên qehreman bi hurmetî bejna xwe ditewînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Dunya Dîcle de bi vî rengî ne:


Nasnav: Dunya Dîcle

Nav paşnav: Sozdar Dîlî Hesen

Cihê jidayikbûnê: Şehba

Dayik-Bav: Fatma – Ahmed

Dem û cihê şehadetê: 26 Mijdar 2024 / Zap

 

Dunya Dîcle – Sozdar Dîlî Hesen

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi saya hewildan, biryardarî û berdêlên bêdawî ya Rêber Apo û şehîdan derket holê. Li welatê me Kurdistanê ji her çar aliyan ewladê gelê me yên herî bi qîmet tevlî xwe kiriye û bûye rêyek mezin a heqîqetê. Bi salane gelê Kurd, ku bi komkujiyan re di bin gefa tunekirinê de bû û ziman û çanda wê dihat înkar kirin, bi baweriyeke xurt bi Tevgera Apoyî ve hatiye girêdan, bi baweriya ku teqez wê derketin pêk were ewladên xwe yên herî biqîmet tevlî rêxistinê kirine. Di demên herî zehmet ên têkoşînê de, gel li dora Rêber Apo bû yek û li hember êrîşan li ber xwe da. Îro, gel dizane ku ev destkeftî bi saya Rêber Apo û şehîdan in û ew bi biryar in ku hîn bêtir li dora wan bibin yek û siberojek azad ava bikin.

Hevrêya me Dunya ku di wê ferqê de bû şehîd azadiya gelê me misoger dikin û ji bo wê xwe fedayê vê dozê kir, li gundê Ehrezê yê Şehbayê ku çanda berxwedanê lê tê jiyîn, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Bi saya exlaq û çanda ku ji malbata xwe mîras girtî, kesayeteke bi cewher bi dest xist. Hevrêya me di hemû qonaxên jiyana xwe de ev taybetmendiyên kesayetiyê parast û hê bêhtir pêş xist. Hevrê Dunya, ku bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava re, di temenê xwe ya ciwantiyê de nasnameya xwe ya Kurdbûnê nas kir, ji milîtanên Apoyî yên ku nas kir pir bandor bû. Wê guhertinên erênî yên ku şoreşê anî civakê ji nêz ve dît; bi taybetî jî pêşengiya ku jinan di her aliyê jiyanê de nîşan dan û enerjiya mezin a ku ciwanan anîn şoreşê, ew bandor kir. Hevrêya me Dunya êrîşên çeteyan ên li ser destketiyên şoreşê yên ku gelê me bi keda xwe bi dest xistibû dît û ji ber vê yekê hêrsek mezin hîs kir. Li ser vê bingehê hevrê Dunya pêşî beşdarî xebatên ciwanan ên welatparêz û şoreşger bû. Hevrêya me ya ku vê pêvajoyê li ser xweperwerdekirinê derbas kir, biryar da ku bi awayekî çalaktir beşdarî têkoşînê bibe.

Hevrêya me Dunya di sala 2016’an de ji bo ku bi bandortir li hember êrîşên li dijî gelê me bisekine, tevlî refên têkoşînê bû. Hevrêya me bi perwerdehiya leşkerî û îdeolojîk a ku wergirtî, xwe pêş xist û jêhatîbûna xwe di pratîkê de pêk anî. Di vê pêvajoyê de, ew hê bêhtir têkoşîna azadiya jinan nas kir û fêm kir ku şerê ku ew dimeşîne di heman demê de şerê zihniyetê bû. Hevrê Dunya bi fêmkirina felsefeya azadiyê ya Rêber Apo re, di kesayetiya xwe de veguherînên girîng pêk anîn. Bi têgihîştina yekîtiya teorî û pratîkê di demên pêşî de, hişt pêşketineke domdar bi dest bixe. Hevrêya me, ku pêdiviyên demê nas kir û li gorî wê tevgeriya, tevlî eniya berxwedanê ya li dijî êrîşa artêşa Tirk a li ser Efrîn bû. Di dema qehremaniya mezin a berxwedana Efrîn de, hevrêya me Dunya rûyê rastîn ê dijmin nas kir. Hevrêya me Dunya ji bo her hevalek şehîd bû, sonda tolhildanê xwar. Di şer de ezmûnek girîng bi dest xist û bi karanîna vê zanînê, di qadên leşkerî de gavên xurttir avêt. Hevrêya me, bi berdewamî hewl da ku têkoşîna xwe berfireh bike û bawer kir ku berxwedana herî bibandor dê li çiyayên Kurdistanê were kirin. Bi vê baweriyê, berê xwe da çiyayan û gihîşt çiyayên azad ên ku bi salan xeyala wê dikir.

Hevrêya me Dunya her çend berê di nava xebatan de navê Hêzan Taybet bihîstibe jî piştî hat çiyê yekser pêşniyar kir ku derbasî xebatên Hêzên Taybet bibe. Ji ber sekna wê ya îdolojîk zelal e û weke milîtaneke jin ê Apoyî hêvî dide, pêşniyara wê zû hat qebûlkirin. Li Herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê perwerde dît, beşdarî çêkirina tunelên şer bû û li ser xeta Zîlan helwesteke fedaî nîşan da. Hevrêya me Dunya bi taybetmendiya xwe ya jidil, bi cewher û rast ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin. Hevrêya me pêşveçûna xwe ya îdeolojîk domand, hîn bêtir bi pîvanên Apoyî û xeta azadiya jinê ve girêdayî ma û fedaîbûn kir rêbazek a jiyanê. Dema ku dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin, bi moral û biryardarî berê xwe da çeperên berxwedanê. Bû yek ji pêşengên Berxwedana Girê Amediyê û bi awayekî çalak beşdarî gelek xebat û operasyonan bû. Bi veguherandina hêrsa xwe ya berhevkirî bo têkoşînê, encamên bibandor bi dest xist. Hevrêya me Dunya mîna gerîlayek YJA Starê ji bo parastina sekna fedaiyane di her warî de, bi şêwaz û sekna xwe bû milîtana Apoyî a mînak. Hevrêya me bi van taybetmendiyên xwe ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê.

Hevrêya me Dunya ya ku xwedî kesayetiyek sade, fedakar, kedkar û dilnizim bû, di dilê hemû hevalên xwe de şopek kûr hişt. Hevrê Dunya di 26’ê Mijdara 2024’an de di êrîşa dijmin de birîndar bû. Tevî hemû hewldanan jî, nehat rizgarkirin û tevlî refên şehîdan bû. Em soz didin ku em ê kesayeta hevrêya xwe ya bedew mînak bigirin û teqez armancên wê bigihînin serketinê.

 

12’ê Tîrmeha 2025’an

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG