Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Milîtanên qewîn ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.
Hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko ku dilê wan ji bo paşerojeke azad lê da û di vê oxirê de her cûre berdêl dan ber çavên xwe, şopên welê li dîroka me ya têkoşînê dan ku jê naçin. Bi israra xwe ya li ser xeta fedaîtiyê ya Apoyî, dixwazî û îradeya xwe ya xurt bûn milîtanên mînak. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê de li eniyên herî pêş cih girtin û rûmeta gelê me parastin. Hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko bi şehadeta xwe hinceteke têkoşînê ya nû ji hevrêyên xwe û gelê me re hiştin.
Weke hevrêyên wan di serî de ji malbatên hêja yên hevrê Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku têkoşîna ji me re hiştine em ê bi berpirsyariya ku hêjayî wan bin teqez bigihînin serketinê.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî e:
|
Nasnav: Rêzan Gayîsî Nav û Paşnav: Rustem Mûstafazade Cihê Jidayikbûnê: Mahabad Navê Dayik - Bav: Amîne-Mûstafazade Dem û Cihê Şehadetê: 28'ê Hezîrana 2017 / Zap
|
Rêzan Gayîsî – Rustem Mûstafazade
|
Nasnav: Mervan Reşo Nav û Paşnav: Ferhat Oztan Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Asya-Celal Dem û Cihê Şehadetê: 28'ê Hezîrana 2017 / Zap |
Mervan Reşo – Ferhat Oztan
|
Nasnav: Amed Pîr Nav û Paşnav: Mûrat Dara Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg Navê Dayik - Bav: Besna-Hidir Dem û Cihê Şehadetê: 28'ê Hezîrana 2017 / Zap |
Amed Pîr – Mûrat Dara
|
Nasnav: Kurtay Giravî Nav û Paşnav: Agît Ertaş Cihê Jidayikbûnê: Wan Navê Dayik - Bav: Fatma-Munîr Dem û Cihê Şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2017 / Metîna
|
Kurtay Giravî – Agît Ertaş
|
Nasnav: Dijwar Berxwedan Nav û Paşnav: Adem Kûrtay Cihê Jidayikbûnê: Antalya Navê Dayik - Bav: Elmas-Hacî Dem û Cihê Şehadetê: 21’ê Cotmeha 2017 / Zap |
Dijwar Berxwedan – Adem Kûrtay
|
Nasnav: Simko Arbaba Nav û Paşnav: Sîna Şeciyî Cihê Jidayikbûnê: Bane Navê Dayik - Bav: Kejal-Mûstafa Dem û Cihê Şehadetê: 3'ê Mijdara 2017 / Zap
|
Simko Arbaba – Sîna Şeciyî
Rêzan Gayîsî – Rustem Mûstafazade - Bajarê me Mahabad bi rola xwe ya pêşengiyê ya di dîroka Kurdistanê de di hişê gelê me de bûye xwedî cihekî girîng û her demê piştgiriyeke xurt daye têkoşîna paşeroja azad a gelê me. Agirê berxwedan û serxwebûnê ku Qazî Mûhammed û hevrêyên wî 22'ê Çileya 1945'an li Qada Çarçira vêxistin, di hişê gelê me de timî teze ma. Piştî Komara Kurdistanê ya Mahabadê ku di encama êrîşên înkar û îmhayê yên dewletên mêtinger ên ku îrade û nasnameya Kurdan tine dihesibînin hate hilweşandin, dema bêhêvîtiyê ya dirêj dewam kir, bi pêşengiya Rêber Apo bi partiya me PKK'ê re bi dawî bû û hêviya ji bo jiyana azad jinûve şîn bû. Xelkê me yê Rojhilat ê welatparêz bi serhildanan û bi girseyî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê silav kir.
Hevrêyê me Rêzan ku li Mahabadê ji dayik bû û bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû, li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku çanda welatparêziyê lê serwer bû. Weke her Kurdekî ku dixwaze bi ziman, rûmet, çand û dîroka xwe bijî, hevrêyê me jî siyaseta îmhayê ya êrîşkar a sîstemê zû dît, her wiha bi wê rastiyê hesiya ku divê gelê me jî weke hemû gelan bi rengekî azad bijî û ji bo vê têkoşiya. Hevrêyê me li nava malbateke ji zehmetiyên madî mezin bû, di temenekî zû de dest bi kar kir, hewl da ji malbata xwe re bibe alîkar û kedkarî bû taybetmendiya herî şênber a kesayetiya wî. Di dema komploya navneteweyî de ku di şexsê Rêber Apo de hate xwestin, hêviyên azadiyê yên gelê me bê tinekirin, hevrêyê me Rêzan partiya me PKK û Rêber Apo ji nêz ve nas kir û her ku PKK nas kir bêhtir fêhm kir ku têkoşîna gerîla yekane rêya rizgariyê û azadiyê ya gelê me ye. Hevrêyê me Rêzan bi ryar da ku bibe milîtanê têkoşîna bêmînak a Rêberê me ûs ala 2006'an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.
Hevrêyê me Rêzan li herêma Qendîlê tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bû, weke gerîlayekî pispor dest bi pratîkê kir û piştî ku demekê li vê qadê xebitî derbasî herêma Xakurkê bû. Bi kesayetiya xwe ya jîr û kedkar bi daxwazeke mezin dest bi wezîfeyên şoreşê kir û serxistina van wezîfeyan ji xwe re kir armanca esasî. Hevrêyê me Rêzan bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng ku zû bû milîtan. Hevrêyê me timî xwe bi pêş dixist, li gel pratîka zehmet jî bû xwedî tecrûbeyeke mezin û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Rêzan li ser rastiya PKK û şehîdan timî kûr dibû, bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî timî dixwest xwe bi pêş bixîne û bû milîtanekî welê ku her tim ji her wezîfeyê re amade bû. Hevrêyê me li ser taktîkên gerîla yên dema nû xwe kûr kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî pispor, weke fermandarekî bi taybetmendiyên milîtaniyê pêşengî kir. Piştî pratîka serketî ya gerîla ya li Qendîl û Xakurkê, derbasî qada Cîlo bû û li Zagrosan têkoşîna xwe dewam kir. Li her qadê di demeke kurt hînî herêmê bû, di nava şer û jiyanê de bû mînak ji hevrêyên xwe re. Herî dawî derbasî herêma Zapê bû û li hemberî artêşa Tirk a mêtinger têkoşîneke bi bandor meşand, li vê qadê wezîfeyên serdemê bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me ku hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran veguherand çalakiyê, bû nûnerekî xurt ê ruhê fedaî û milîtaniya PKK'ê. Hevrêyê me Rêzan ku şopdarê dilsoz ê Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz bû, bi rêbaz û fermandariya xwe ya ku bersiv dida pêwîstiyên dema nû, danheviyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Di 28'ê Hezîrana 2017'an de li herêma Zapê şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.
Mervan Reşo – Ferhat Oztan - Hevrê Mervan li bajarê Wanê ku bi serhildan û tevkariya xwe ya ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê tê nasîn, ji dayik bû. Di malbateke welatparêz de mezin bû û di temenê xwe yê biçûk de nirxa keda dijwar hîn bû. Hevrêyê me yê ku bû şahidê êrîşên dewleta Tirk, mîna ciwaneke Kurd ê birûmet pêwîstiya têkoşînê fêm kir û di sala 2006’an de tevlî tevgerê bû. Li dijî polîtîka û êrîşên asîmlasyonê ji bo hişyarkirina ciwanên Kurd xebatên civakî meşand û ji ber vê rastî zextên dewleta Tirk a mêtinger hat. Di dema xebatê de gelek caran hate binçavkirin û bi zorê ew birin leşkeriyê. Di dema leşkeriyê de, rastiya dewleta Tirk û artêşa wê ya dagirker ji nêz ve nas kir. Xwesteka wî ya ji bo azadiyê û hêrsa wî ya li hemberî mêtingeriya dewletê qet kêm nebû û li ser vê bingehê di sala 2013’yan de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Mervan perwerdehiya xwe ya şervanên nû li herêma Zapê temam kir û pratîka xwe ya yekem li wir meşand. Di nav refên partiyê de zû pêş ket û gihîşt pozîsyonek pêşeng. Bi jêhatîbûna xwe ya leşkerî û enerjiya xwe, beşdarî çalakiyên şoreşgerî bû û erkên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me bi kesayetiya xwe ya dilgerm û kedkar di nava hevrêyên xwe de hat hezkirin û pîvanên mîlîtan ên serdema nû temsîl kir. Tevî ezmûna şer a dijwar jî, wî berdewam xwe perwerde kir û armanc kir ku têgihîştina xwe ya felsefeya Apoyî kûrtir bike. Bi perwerdehiyê re karakterê xwe pêş xist û hewl da ku bibe mîlîtanek mînak ê PKK’ê. Beşdarî gelek çalakiyan bû, di jiyan û hevaltiyê de rêberî kir û xeta Rêbertî û şehîdan parast.
Hevrê Mervan lêhûrbûnên xwe kûrtir kir û xwe ji bo erkên dijwar ên demê amade kir. Bi zanîna berpirsiyariya xwe di şerê dîrokî yê li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker de, wî tevahiya jiyana xwe ji bo têkoşînê feda kir. Hevrê Mervan, ku di 28’ê Hezîrana 2017’an de şehîd bû, mîrateyek têkoşînê ya bihêz li pey xwe hişt. Bîranîna wî dê her di têkoşîna me de bijî.
Amed Pîr – Mûrat Dara - Gever bajarekî wisaye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê kok girtiye û berxwedana li dijî dewleta Tirk a mêtinger bênavber berdewam kiriye. Gelê me yê herêmê, xwe dispêre çiyayên serhildêr û tu carî rê nedaye dagirkeriyê. Hevrê Amed li Geverê, di nava malbateke xwedî kevneşopiyeke xurt a berxwedanê de û nirxên welatparêziyê lê serdest bûn ji dayik bû. Ji ber ji malbat û hewirdorên wî gelek kes tevlî refên têkoşîna Azadiya Kurdistanê bibûn ev yek hişt ku di temenê xwe yê ciwantiyê de Partiya me ku bi pêşengiya Rêber Apo pêş dikeve nas bibe. Di sala 2013'yan de tevlî xebatan bû û xizmeta têkoşîna azadiyê kir û pê re Partiyê kûrtir fêm kir. Hevrê Amed, ku her tim xeyal dikir ku bibe gerîla, di sala 2016'an de, dema ku êrîşên dewleta Tirk li ser gelê me dijwartir bûn, bi vê îdîayê û biryardariyê tevlî nava refên gerîla bû.
Piştî ku perwerdehiya xwe ya bingehîn a şervanên nû temam kir, hevrê Amed çû herêma Zapê û pratîka xwe ya yekem a gerîlatiyê li wir kir. Hevrêyê me li lûtkeyên bi heybet ên çiyayên Zagrosê gerîlatî kir, xwe li gorî şert û mercên zehmet amade kir û di demeke kurt de bû gerîlayekî jêhatî. Li herêma Zapê li kêleka hevrêyên xwe li hember êrîşên dewleta Tirk ê dagirker li ber xwe da û derbên giran li dijmin da. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, her peywirek bi serketî bi cih anî. Di nava jiyana pîroz a PKK’ê de zû pêş ket û mîrateyeke xurt bi dest xist. Tiştên ku di vê jiyana pîroz de hîn bibû bi hevrêyên xwe re parve kir û bi pêşxistina lêgerîna xwe re zanîna xwe dewlementir kir.
Hevrê Amed, bi zanîna ku cewhera PKK’ê rastiya şehîdan e, ji bo ku mîrateya têkoşîna şehîdên nemir bigihîne serketinê kedeke mezin raber kir û bû yek ji milîtanên fedaî yên felsefeya Apoyî. Hevrêyê me Amed, yek ji hezaran fedaiyên ku tevgera Apoyiyan afirand, heta dilopa xwîna xwe ya dawî ji bo parastina axên pîroz ên Kurdistanê li dijî dagirkeran şer kir. Hevrêyê me li her herêma Zapê xebitî û ruhê serketinê yê serdemê di pratîka xwe de nîşan da. Wî ji bo azadiya gelê me bê rawestan şer kir û di 28’ê Hezîrana 2017’an de li Zapê şehîd bû. Mîrateya têkoşînê ya ku wî li pey xwe hişt dê rêya me ronî bike.
Kurtay Giravî – Agît Ertaş – Wan bû yek ji navendên ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê lê girseyî bû û bi serhildanên ku pêş xistiye re agirê berxwedanê her zindî hişt. Gelê Wanê bi tevlîkirina bi hezaran ewladên xwe bo refên azadiyê îradeya xwe ya bi biryar nîşan da. Hevrê Kurtay, ku di malbateke bi vê kevneşopiyê ve girêdayî de ji dayik bû, di temenê xwe yê ciwan de derfet dît ku PKK’ê nas bike. Hevrê Kurtay, ku endamê eşîra Giravî ya welatparêz bû, di sala 2008’an de Partiyê bêtir nas kir û beşdarî xebatên ciwanan bû. Wî ji bo ku ciwanên Kurd tevlî têkoşînê bike, hewl da û lêhûrbûnên xwe yên ji bo pêvajoyê kûrtir kir. Bi baweriya ku li dijî êrîşên tinekirinê yên li ser gelê me û êrîşên DAÎŞ'ê yên ji bo şikandina îradeya gel, têkoşîneke mezintir dixwaze û li ser vê bingehê di sala 2014’an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrê Kurtay, di şexsê apên xwe Kurtay Faraşîn- Abdulkerîm Ertaş û Reşît- Fesîh Ertaş de ku di nava refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi rengekî fedaî şer kirin û gihiştin şehadetê xwedî li mîrateya hemû şehîdan derket û wekî milîtanekî xeta şehîdan tevlî refên gerîla bû. Meraqa wî ya leşkerî hişt ku zû pêş bikeve û bi îradeya xwe ya xurt, li hember zehmetiyên ku pê re rû bi rû ma, biserket. Hevrêyê me bi perwerdehiya ku wergirtî xwe di felsefeya Apoî de pêş xist, derbasî herêma Avaşînê bû û perwerdehiya xwe ya ewil temam kir. Hevrê Kurtay erkên xwe bi serkeftî bi cih anî û weke gerîlayek bitecrûbe derbasî herêma Metîna bû û xeta têkoşînê bi berdewamî bilind kir.
Di sala 2015’an de, di êrîşên tinekirinê ên artêşa Tirk a mêtinger de bi rengekî fedaî şer kir, derbên giran li dagirkeran da. Bi lêhûrbûnên kûr gavên girîng ber bi fermandariyê ve avêt û bi kesayetiya xwe ya sade û kedkar hezkirin û hurmeta hevrêyên xwe qezenc kir. Hewl da ku girêdana pîroz a hevrêtiyê ya PKK’ê xurt bike û di her hawîrdorê de hebûnek mînak nîşan da. Wekî gerîlayekî pispor, her çalakiya ku beşdarî wê bû bi ruhê serketinê pêk anî, dilsoziya xwe ya ji bo xeta şehîdan di pratîka xwe de nîşan da. Ji girtina erkên zehmet her li pêş bû û bi perwerdehiya xwe ya leşkerî xwe bêtir pêş xist. Bi biryardarî şer kir da ku mîsyonên xwe yên şoreşgerî bi serketinê tacîdar bike.
Hevrê Kurtay di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li Metîna şehîd bû û mîrateyek têkoşînê ya birûmet ji me re hişt. Bi darbeyên giran ên li dagirkeran xistiye, bi dilsoziya xwe ya ji bo xeta şehîdan û bi şêwaza xwe ya şerê fedaî, dê her tim rêya me ronî bike.
Dijwar Berxwedan – Adem Kûrtay - Herêma Botan, yekem qada ku berxwedan bi pêşengiya Fermandarê nemir Egîd re bi gel re bû yek û mezintir bû. Gelê me yê Botanê yê welatparêz, li hember êrîşên dagirkeriyê ti carî serî netewandiye, ji bo jiyanek azad her berdêl dane, piştgirî da PKK’ê û bi serhildanan dîrok nivîsand. Tevî êrîşên dijwar û polîtîkayên şerê taybet jî, dewleta Tirk nekarî îradeya gel bişkîne. Zarokên Botanê li her derê tevlî nava refên gerîla bûn û bi rengekî fedaî xwedî li felsefeya azadiyê ya Rêber Apo derketin.
Hevrêyê me Dijwar li Silopiyayê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û di nav çandeke berxwedanê de mezin bû. Di temenê xwe yê biçûk de PKK’ê û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas kir û bû şahidê zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker. Hêrsa xwe bi rêxistin kir û di xebatên ciwanan de roleke çalak lîst. Di vê demê de felsefeya Rêber Apo ji nêz ve nas kir û mîrata têkoşîna şehîdan xist navenda jiyan û têkoşîna xwe.
Hevrê Dijwar, ku di sala 2014’an de li dijî êrîşan bersiva herî watedar bi tevlîbûna nav refên gerîla da, rêya têkoşînê nîşanî ciwanên Kurd da. Ew zû adepteyî jiyana gerîla bû û derbasî herêma Zapê bû û tiştên ku hîn bibû xist pratîkê. Bi pratîka li deverên dijwar, wî îradeya xwe xurt kir û taktîkên gerîla pêş xist. Li herêma Xeregolê, wî li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker berxwedanek mezin raber kir û hêrsa xwe veguherand çalakiyê. Hevrê Dijwar, ku di tevahiya jiyana xwe de rêbaza fedaî ya PKK’ê bicîh anî, hevrêyên xwe xurt kir û hezkirin û hurmeta wan qezenc kir. Ji bo ku her xebata ku tê de cih digire bi rengekî serketî pêk bîne, bi heman coşa roja xwe ya ewil tevlî jiyana gerîla bû. Wî her tim xwe pêş xist, tiştên ku hîn bibû bi hevalên xwe re parve kir û pêşxistina nirxên partiya me PKK’ê esas girt.
Hevrê Dijwar di 21’ê Cotmeha 2017’an de şehîd bû. Ew ê her tim bi fedakarî, hevrêtiya xwe ya xurt û tevlîbûna xwe ya bi coş bêbîranîn. Em careke din diyar dikin ku em ê têkoşîna Hevrê Dijwar, ku bi cewhera PKK’ê re bû yek, bi serketinê tacîdar bikin.
Simko Arbaba – Sîna Şeciyî - Hevrê Simko li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Tevî êrîşên hêzên mêtînger, ew têkoşîna gelê berxwedêr ê Rojhilatê Kurdistanê şopand û eleqeyek wî ya mezin li hemberî felsefeya Rêber Apo pêş ket. Piştî ku Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê nas kir, têkiliyek xurt danî û ji temenê xwe yê ciwantiyê ve biryardariya têkoşînê bi dest xist. Ew demekê beşdarî xebatên Ciwanên Şoreşger ên Welatparêz bû. Tevî terora girtinê ya mêtingeran jî, qet dev ji lêgerîna xwe ya azadiyê berneda. Di sala 2015'an de, ala şehîdên me hilda û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.
Piştî ku bi serketî perwerdehiya xwe ya bingehîn a gerîlatiyê temam kir, demek kurt li Qendîlê tevlî têkoşînê bû û dû re derbasî herêma Zagrosê bû da ku beşdarî berxwedana dîrokî ya li dijî artêşa Tirk a dagirker bibe. Hevrêyê me ku li herêmên dijwar ên Cîloyê gerîlatî kir, taybetmendiyên wî yên şer û helwesta wî ya mîlîtanî her tim di pêş de bûn. Bi taktîkên gerîla, beşdarî gelek çalakiyan bû û pratîka xwe ya serketî nîşan da.
Enerjiya xwe ya ciwantiyê bi hevalên xwe re parve kir, têkiliyên xurt ava kir, her tim bi xeta şehîdan ve girêdayî ma û hewl da ku nirxên wan biparêze. Armanca wî ew bû ku xwe di bîrdoziya azadiyê ya Rêber Apo de kûr bike û tevlîbûna fedaî di navenda jiyana şoreşgerî de danî. Bi kesayetiya xwe ya dilsoz û kedkar, erkên xwe bi serketinek mezin bi cih anî, giyanê yekîtiya neteweyî hembêz kir û her santîmetreyek Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeran parast û bû mîlîtanek mînak yê xeta berxwedanê ya PKK’ê.
Hevrê Simko jiyana berxwedêr û bi rûmet a gelê Rojhilatê Kurdistanê mîras girt û tevlî refên têkoşînê bû. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna hevrêyê xwe, ku di nava refên PKK'ê de jiyaneke mîlîtanî nîşan da, bi serketinê tacîdar bikin.
23’ê Îlona 2025’an
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG