HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

Ji Çapemenî Û Raya Giştî Re!

Ji 13'ê Tîrmehê heta 23'ê Tîrmehê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam kir.

Li gorî vê yekê;

13, 17, 19 û 21'ê Tîrehê li herêma Metînayê tunelên me yên li Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî û Serê Metînayê 6 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

17, 18 û 21'ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê 362 caran bi çekên giran, top û obusan hate bombekirin.

13, 17 û 19'ê Tîrmehê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 11 caran bi çekên giran, top û obusan hate bombekirin.

20'ê Tîrmehê li herêma Metînayê bi çekên ferdî bersiv ji dagirkeran re hate dayin ku hewl didan bikevin nav Tunela Şehîd Xemgîn a li Qada Berxwedanê ya Dergelê. Piştî destwerdana hêzên me dagirker neçar man xwe vekişînin.

Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de di saetên cuda yên rojê de dron, ÎHA, SÎHA li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyan û karê keşfê û êrîşê kirin.

Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de li herêmên Zap, Metîna û Xakurkê bi armanca dagirkeriyê rê hate çêkirin.

Di navbera 13 - 23'ê Tîrmehê de li herêmên Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Metînayê banga teslîmiyetê li hêzên me hate kirin.

Li herêma Metînayê bi teknîkê bersiv ji hewldana dorpêçkirin û êrîşên îmhayê yên li ser tunelên me hate dayin.

24'ê Tîrmeha 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG