Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!
Hevrêyê me Dilmaf Efrîn 6’ê Sibata 2025’an di encama teqîneke ji ber qezayekê çêbûyî de, şehîd bû.
Zarokê hêja yê Efrînê, milîtanê Apoyî hevrê Dilmaf bû yek ji hezaran milîtanên fedayî yê ku navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me bi îdîa û biryardariyeke mezin her wezîfeya li ser esasê pîvanên Partiyê bi cih anî û bû meşaleyeke ku wê her tim rêya me ronî bike. Hevrêyê me Dilmaf milîtanekî Apoyî bû ku bi saya baweriya xwe ya ji bo Rêber Apo û Partiya me û bi dilsoziya xwe ya ji bo nirxên azadiyê yên gelê me, bawerî da hemû hevrêyên xwe. Di nava xebatên ku ji bo Partiya me pir girîng de, cih girt. Hevrêyê me Dilmaf bi dirûstî, samîmiyet û tarzê xwe yê jiyana fedayî, bû xwedî tevlîbûneke layiqê baweriya hevrêyên xwe. Hemû wezîfe û xebatên xwe bi serketî bi cih anî. Berê hevrêyê me timî li qadên ku şer lê dijwar bû, hevrêyên xwe yên li tunelên berxwedanê hîs kir û ket nava hewldanê ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me bi vê taybetmendiya xwe ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve hate hezkirin û rêz û hurmet qezenc kir. Bi şehadeta xwe hevrêyên xwe pir xemgîn kir. Em ê her tim hevrêyê xwe Dilmaf bi xebatkarî, rûkenî û kesayeta wî ya dirûst bi bîr bînin. Em ê bîranîna wî bikin hinceta têkoşînê û teqez armancên wî pêk bînin.
Weke hevrêyên hevrê Dilmaf, em ji malbata wî ya hêja, gelê Efrînê yê bi wêrek û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku ji bo em bibin layiqê şehîdên xwe yên leheng, em ê têkoşîna wan bigihînin serketinê.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrê Dilmaf Efrîn, bi vî rengî ne:
|
Nasnav: Dilmaf Efrîn Nav û Paşnav: Xelîl Cuma Cihê Jidayikbûnê: Efrîn Navê Dayik – Bav: Nura – Reşîd Cih û Dîroka Şehadetê: 6’ê Sibata 2025’an / Garê |
Dilmaf Efrîn – Xelîl Cuma
Xelkê me yê Efrînê ji dema avabûna Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê heta roja me ya îro di her warî de bi Tevgera me re bû û bi sekna xwe ya birûmet û welatparêziya xwe ya kûr navê xwe li dîroka Kurdistanê nivîsandiye. Hevrêyê me Dilmaf jî li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê, li Efrînê ku bi hezaran zarokên xwe daye refên têkoşînê, tevî hemû bêderfetî û pêvajoyên zehmet ruhê berxwedanê timî lê zindî ye, hate dinê. Hevrêyê me bi zanebûna xwe ya kûr a welatparêziyê û exlaqê Kurd mezin bû û di temenekî zû de Tevgera me nas kir. Hevrêyê me bi guhdarkirina çîrokên lehengiyê û têkoşîna bêhempa ya gerîla mezin bû, hîna di salên zarokatiya xwe de xeyal kir ku bibe gerîla. Tevî ku temenê wî biçûk bû, xwedî xeyalên mezin bû û şerê heyî lêpirsîn kir. Hevrêyê me Dilmaf her roja borî hîn zêdetir li hemberî Tevgera me sempatî hîs kir. Hevrêyê me 9 salan çû dibistanên sîstemê, ji ber ku li dibistanên ku yek ji çerxên asîmîlasyonê yên dewletan e, bi rehetî nedikarî zimanê xwe yê dayikê biaxive bi hêrs bû. Hevrêyê me Dilmaf ti carî qebûl nekir ku bibe kesayeteke ji cewherê xwe dûr û ji aliyê netew dewletê ve hatî çewisandin. Ji bo bersiva nakokiyên xwe bibîne, ket nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike di gelek karên cuda de xebitî û bi saya kesayeta xwe ya kedkar û têgihiştî ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me di temenekî zû de ked nas kir û ket ferqa pîroziya kedê. Ferq kir ku sîstema kapîtalîst sîstemeke mêtingeriyê ye. Hevrêyê me di nava xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz de cih girt, tevgera me hîn bêhtir ji nêz ve nas kir û ket nava lêpirsînên kûr. Hevrêyê me hemû derfetên sîstema kapîtalîst red kir û jiyaneke sade û li gorî xwezayê hilbijart, eleqeya wî ya ji bo jiyana gerîla her roj hîn zêdetir bû. Ji bo rojên ku tevlî nava jiyana gerîla bibe, xwe amade kir. Hevrêyê me di ferqa berpirsyariyên xwe yên civakî, fedakar û kedkariyê de bû û ji jiyana kadroyên Apoyî yên dîtî pir bandor bû. Hevrêyê me di her warî de gerîla ji xwe re kir mînak, bi taybetî şehadetên ku di pêvajoya Berxwedana Kobanê de çêbûne, ji xwe re kir hinceta têkoşînê. Hingî ku şervanên azadiyê yên ku bêteredut û bi fedayiyane ber bi şehadetê ve dimeşin didît, fikirî ku biryarekê bide. Li ser vî bingehî sala 2014’an biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe.
Hevrêyê me Dilmaf tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bû û xeyalên xwe pêk anî. Ji ber şer ket nava pêvajoyeke perwerdeyê ya demkurt û piştre bi rengekî aktîf beşdarî xebatên Partiyê bû. Bi tevlîbûna xwe ya bi moral û bi xwestek, di nava demek kurt de motîveyî şert û mercên şer bû. Hevrêyê me li dijî çeteyên DAÎŞ’ê di nava gelek çalakiyên serketî de cih girt. Tevî ku şervanekî nû bû, bi tevlîbûn û tecrubeya xwe ya di warê leşkerî de teqdîra hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me di Şoreşa Azadiyê ya Rojava ya ku projeya Rêbertî ya Konfederalîzma Demokratîk lê zindî bûye û bi berdêlên mezin hatiye afirandin de, bû xwedî ked. Hesreta xwe ya ji bo çiyayên ku warê pîroz ê gerîla ye, her tim anî ziman.
Hevrêyê me bi rengekî bêsebir li bendê ma ku bigihije çiyayên Kurdistanê û jiyana gerîla. Di demeke ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker zêde de, xwest derbasî çiyayên azad bibe. Hevrêyê me gihişt warê ku hesreta wê dikişand, di nava demek kurt de adapteyî jiyana gerîla bû. Hevrêyê me her xebatên ku girtî ser milê xwe, bi layiqî cih anî. Bi kesayeta xwe ya fedakar û kedkar bû milîtanekî Apoyî yê ji hemû hevrêyên xwe re mînak. Piştî pratîkek zêde, pêşniyar kir ku derbasî perwerdeya pisporbûnê bibe. Hevrêyê me girîngiya taktîkên demê zanî û di wê îdîayê de bû xwe ji bo şert û mercên herî zehmet ên şer amade bike. Hevrêyê me piştî tevlî perwerdeya pisporiyê bû, hem di warê leşkerî hem jî di warê îdeolojîk de lêhûrbûnên kûr jiya. Analîzên Rêbertî yên li ser kesayetê xwendin û kesayeta xwe lêpirsîn kir. Bi perwerdeya îdeolojîk re derfet dît ku Partî û Rêbertî baştir fêm bike. Hevrêyê me Dilmaf gihişt asta pisporiya leşkerî ku wê pêdiviyên serdemê bi cih bîne. Hevrêyê me di perwerdeyê de piştî tecrûbeyek leşkerî û îdeolojîk bi dest xist, careke din berê xwe da herêmên pratîkê. Bi helwesta xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya bi awayekî fedaî di rêya azadiya gelê me de, bawerî da hevrêyên xwe û di xebatên girîng ên partiya me de cih girt. Bi sekna xwe ya milîtanî, baweriya hevrêyên xwe vala dernexist û erka xwe bêqisûr bi cih anî. Di her qada têkoşînê de weke kesekî ku alîkarî dida hevrêyên xwe dihat naskirin û ji bo xurtkirina rêgezên Partiyê ked dida. Hevrêyê me Dilmaf ku bi hevrêtiya xwe ya ji dil, germ û kûr di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt, wê bi sekna xwe ya milîtanî û dilsoziya bi şehîdan re her tim bê bîranîn.
Di 6’ê Sibata 2025’an de di encama qeza û teqîneke li pey wê de hevrêyê me Dilmaf gihişt şehadetê. Hevrêyê me heta kêliya xwe ya dawî jiyana xwe ji bo azadiya gelê Kurdistanê feda kir. Em weke kesên ku li ser şopa hevrê Dilmaf dimeşin soza xwe dubare dikin ku ku em ê têkoşîna wî bigihînin serkeftinê. Heta ku em xeyalên şehîdên xwe pêk bînin em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
8’ê Avrêla 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG