Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di navbera 1-6’ê Mijdarê de li navçeya Elkêya Şirnexê li dijî Katoyan operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de me dabû xuyakiirn ku 3 rêhevalên me ji yekîneyên xwe qut bûn. Li gor agahiyên dawî yên gihîştiye ber destê me ev her 3 rêhevalê me gihîştine yekîneyên xwe. Çar rêhevalê me jî di vê operasyonê de gihîştibûn şah adetê:
Nasnameya 4 rêhevalên me yê gihîştiye şahadetê:
| Nasnav: Nergiz Cizre | |
| Nasnav: Zeynep Botan | |
| Nasnav: Rizgar Şahin | |
| 
 | Nasnav: Kurtay Kato | 
2. Di 2’ê Mijdarê de li navçeya Lîceya Amedê li dijî qereqola Angûlê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatibû lidarxistin. Me nasnameya rêhevaleke xwe dabû û me gotibû gihîştiye şahadetê. Hevalê Zerdeş – Mazlûm Demîr negihîştiye şahadetê. Di vê pevçûnê de rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
| Nasnav: Zerdeşt Pirhat | 
3. Di 9’ê Mijdarê de di navbera saet 01.00-01.30’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî derdora Gundê Dêrgelê ya Metînayê ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama vê bombebaranê de zevî û rezê gundiyan zirar dîtiye.
9 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê

 
             
             
            




