Ji çapemenî û raya giştî re’
1. Di 8’ê Mijdarê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Xapûştê bi tevlêbûna bi hezaran leşkerî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatibû lidarxistin.
Li gor agahiyên nû yên ketine destê me di 9’ê Cotmehê de li herêma Xapûştê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştiyên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 3 rêhevalê me jî gihîştiye şahadetê.
Nasnameyên rêhevalê me yê gihîştiye şahadetê:
| Nasnav: Agit Koser | 
| Nasnav: Dilgeş Botan | 
| Nasnav: Destan Beritan | 
14 Mijdar 2012
Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG’ê

 
             
             
            


