ji gelê me û raya giştî re!
Li Şengalê ji kêliya ku me berxwedan daye destpêkirin me hewl da em ewlekariya gelê xwe pêk bînin, li hemberî êrîşên dijmin parastineke aktîf pêş bixin. Hêzên me yên gerîla ev sekna xwe bi ruhekî fedayî pêş xistiye û hemû fedekarî kirine. Di kêliya wê de bersiv daye çeteyan û ev gav bi gav pêş xistiye.
- Ayrıntılar
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24’ê Tebaxê de hêzên me yên gerîla û yekîneyên YBŞ’ê bi hev re çalakiyek pêk anîn û di çalakiyê de 18 çete hatin kuştin. Di hinek çapemeniyên Başûrê Kurdistanê de çalakî ne weke ku hêzên me, mîna hêzên tevlî berxwedanê nebûne pêk hatiye, nîşan dan.
ji çapemenî û raya giştî re!
Hêzên me yên gerîla di 22’ê Tebaxê de kontra ajanê bi navê Telo Uçar li navenda Tetwanê kuştine.
Ev hêman ê qestî nirxên têkoşîna azadiya Kurdistan mal û canê gelê me kiriye, di serî de Rêhevala me Şehîd Mizgîn (Gurbet Aydin) bûye sedema şehadeta gelek hevalên me. Ev kontra ajan ji aliyê hêzên me yên herêmê ve li nêzî mala xwe hatiye kuştin.
ji çapemenî û raya giştî re!
Di 21’ê Tebaxê de li gundên Melazgir ên Mûşê li ser navê hêzên me yên gerîla komeke kontrgerîla li gondê herêmê tevdigerin. Divê gelê me yê herêmê li hemberî vê yekîneya kontra hişyar be.
ji çapemenî û raya giştî re!
Em weke gerîlayên Kurdistanê bi tecrûbe û mîrasa 30 salan li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ bi armanca parastina gelê Êzidî heya ku tehdît bi dawî dibe wê berxwedana xwe bidomînin. Di vê çerçovê de ji 6’ê Tebaxê û virve li Şengalê êrîşên berxwedanê hatin destpêkirin.
ji gelê me û raya giştî re!
Di van rojên dawî de li gelek qadên di bin kontrola me de ji ber xisûmeta hin kes, malbat û eşîretan hinek notên tehdîtê û nivîs li ser navê HPG’ê tên şandin, ev not qet ji aliyê me û fermandariya me ve nehatine şandin.
ji çapemenî û raya giştî re!
Artêşa TC a dagirker, ji bo xebatên xwe yên zerardayîna xwezaya Kurdistanê zêde bike, li navçeya Erzîrom Şenkaya, navçeya Qers Sarikamiş û navçeya Erdexan Goleyê, darên daristanan dide birîn. Hêzên me li van herêman hişyariyên pêwîst dane. Yên ku van hişyariyan li ber çavan nagirin, sûc dikin. Divê ev hewldanên ku sûc e, tavilê bên rawestandin.

