Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, ji bo qirkirina Kurdan temam bike hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li dijî gelê Kurd şerekî topyekûn dike. Ji ber êrîşên desthilatdariya faşîst her roj şer diqewime. Hêzên me yên gerîla li dijî hewldanên dagirkeriyê yên dijmin hem bi berxwedanê hem jî bi ruhê êrîşê çalakiyan dikin û dikin ku dijmin gelek kuştiyan bidin. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ku raya giştî ya Tirkiyeyê dixapîne, di her serdemê de ji bo qedandina gerîla dem daye. Herî dawî Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Soylû gotibû ku wê gerîla heta 20'ê Mijdarê biqedînin. Li dijî gotin û daxuyaniyên şerê taybet ên AKP'ê, gerîla li çiya û bajarên Kurdistanê destanên berxwedanê dinivîsînin. Gotin û êrîşên faşîst pûç kirin û hê jî pûç dikin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!1. 12'ê Mijdarê, yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker li girekî nêzî gundê Şelê yê navçeya Hênê ya Amedê bi cih bû. Hêzên me, yekîneya dijmin a li ser gir kontrol kirin û piştî kontroleke demdirêj, roja 13'ê Mijdarê saet di 17:00 de li yekîneya dijmin xistin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1 . Di 4’ê Mijdarê de artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker li herêma Bestayê ya Şirnexê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me jî di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de li dijî operasyona dijmin hin çalakî li dar xistine. Di vê çarçoveyê de;
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 16'ê Mijdarê saet di 11:30 de, li herêma Adilbeg a navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me demeke dirêj leşkerên ji girê Koordîne xwe berdan herêmê, kontrol kirin. Heman rojê saet di 14:30 ji cihekî nêz derbên xurt li van leşkeran dan.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, rojên 14 û 16'ê Mijdarê bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê çarçoveyê de;
Roja 14’ê Mijdarê saet di 13:30 de balafirên şer gundê Arisfaris yê girêdayî herêma Avaşîn bombebaran kirin.
Balafirên şer roja 16'ê Mijdarê saet di 13:30 de herêma Şehîd Şerîf a ser bi herêma Xakûrkê, saet di 15:20'an de herêma Geliyê Avaşîn a herêma Avaşînê, saet di 15:40 de herêma Sîda ya herêma Zapê bombe kirin.
17'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehît Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de hêzên me di 10’ê Mijdarê de saet di 07.50’an de li dijî otobusa tîmên taybet a ku ji Bazîda Agiriyê diçû deriyê sînor ê Gurbulakê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 10 polîsên tîmên taybet hatine kuştin.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Artêşa TC a faşîst, di şerê li Kurdistanê de her roj derban ji hêzên me yên gerîla dixwe û ji bo van derbên xwarî ji raya giştî ya Tirkiyeyê veşêre, xwe serketî nîşan dide. Di her operasyon û şer de hêzên me yên gerîla bi xurtî li ber xwe didin û li gelek cihan dikin ku dijmin gelek kuştiyan bide.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
1. 3'ê Mijdarê saet di navbera 14:00-15:00 de artêşa TC a dagirker li qada Mergumarê ya herêma Besta ya Şirnexê, saet di navbera 17:00-18:00 de mintiqeya Ziyareta Xirbikê Bestê û nîvê şevê jî derdora gundê Dehlevanê bomberdûman kir.
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 12'ê Mijdarê êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên li herêmên Zap, Xakurkê, Heftanîn û Qendîlê hatin kirin wiha ne:
- Ayrıntılar
Ji Çapemenî û Rayagiştî Re!
Di daxuyaniya nivîskî de ev agahî hatin dayin: "Roja 11'ê Mijdarê saet di 10.30 de, hêzên me li mintiqeya Tepê Xwedê yê li herêma Adilbeg a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Derbên xurt li çeperên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêtin herêmê.
12'ê Mijdarê 2017
Navenda Ragihandinê ya Çapemeniya HPG
- Ayrıntılar