Ji gelê me û raya giştî re!
Endama Konseya Leşkerî ya HPG û YJA Starê Surreya Aslan (Rojîn Gewda) û gerîlyên me yê bi navê Halîl Aktar (Fîraz Eylo) ku di pevçûna 4’ê cotmehê li Geliyê Doskî yê navçeya Geverê qewimî de birîndar bûn, li gel hemû mudaxeleyan nehatin rizgarkirin û gîhîştine şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 16'ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemergê li dijî gelek baregehên artêşa dagirker a tirk çalakiyên hemwext hatibû lidarxistin. Di van çalakiyan de derbeyên giran li dijmin hatibû xistin herweha 3 rêhevalê me jî gihîştibû şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Cotmehê de li navçeya Mazgirta Dersimê şîrketa Lîmak a avakirina bendava Patarê girtiye ser xwe 2 wesayitên wê yê kar ji aliyê gerîlayên me ve hatiye têk şikandin. Piştî vê çalakiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 19'ê Cotmehê de di saet 16.00'an de li navçeya Mîdyada Mêrdînê li dijî qereqola Kertmînê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Piştî çalakiyê pevçûneke demkurt jî qewimiye. Di encama vê çalakî û pevçûnan de 3 leşkerên dijmin hatiye kuştin. Piştî çalakliyê artêşa dagirker a tirk derdora xwe bê ser û ber gulebaran kiriye. Herweha li herêmê ji aliyê balefirên keşfê xebatên keşfê bi dijwarî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 18'ê Cotmehê de di saet 18.00'an de li Şirnexê li dijî leşkerê Girê Şerefiyê ya Gabarê ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 18'ê Cotmeh3e de di navbera saet 13.00-14.00'an de li navçeya Elkê ya Şirnexê ji liayê gerîlayên me ve rê hatiye kontrolkirin. 40 wesayit hatine rawestandin, nasname hatine kontrolkirin û gel di derbarê pêvajoyê de hatiye agahdarkirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di çarçoveya serweriya gerîlayên me ya li navçeyên Çelê, Gever û Şemzînanê ji aliyê gerîlayên me ve li navçeya Çelê çalakiyên berfireh hate lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 13'ê Cotmehê de li navçeya Şemzînana Colemergê li herêma Bêgozayê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. 3 rêhevalê me jî bi lehengî şer kirine û gihîştiye şahadetê.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 17'ê Cotmehê de li navçeya Qilabana Şirnexê li dijî baregeheke leşkerên dijmin ji aliyê gerîlayên me yê YJA Starê çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya baregeh û çeperên dijmin bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.
- Ayrıntılar
Di dîroka tekoşîna Kurdistanê de cihê girtîgehan pir girînge. Di xetimandina tekoşînê an jî li beramberî êrîşên dijwar ên neyaran de bi pêngavên avêtiye rê li ber pêşketinên gelek mezin vekir.
Mirov di nava rûpelên dîrokê de biçe lêgerînekê û berê xwe bide girtîgeha Amedê ya 1980'an wê ji bo roja me ya îro dikare bibe ronahî. Wê demê çi qewimî bûn?
Derbeya leşkerî hatibû lidarxistin, hema bêjin hemû derdorên muxalîf hatibûn girtin. Girtîgeh bi ciwan û muxalifan hatibû dagirtin. Dîsa zexteke dijwar ji bo şikandina vînê hebû. Girtîgeh bibû qada tesfiyekirina tevgerên muxalif û bi taybet jî tevgerên çepgir, sosyalîst û Kurd her cure şêweyên îşkencê hate bikaranîn.
Di hovitî û pêkanînên dijmirovahi li van qadan yekane tevgera li ser piya mabû PKK bû. Gelek tevgerên çepgir, gelek tevgerên Kurd û dîsa kesayetên navdar li beramberî îşkenceyên pergala hovane nekarîne li berxwe bidin û xwe radest kiribûn. Mazlûm Doxan pêşengtî li vê berxwedanê kiribû. Gotina wî ya navdar a "Radestî mirov dibe îxanetê, berxwedan jî digihîjîne serfiraziyê" ji bo hemû endamên tevgera azadiyê re bibû distûr.
Newroza 82'an, hêviyên gelek tekoşeran şikestibûn, gelek ji wan radest bibû, gelek ji wan jî li hêviya çirûskekê bûn. Mazlûm Doxan ê di hemû jiyana xwe de bibû remza tekoşînê. Di pêşengtiya Ferhat Kurtayan ÇARAN deng dan berxwedana Mazlûm Doxan û di salvegera şahadeta yek ji pêşengên din ê tekoşîna azadiyê HAKİ KARER de laşên xwe dane ber agir û ala berxwedanê hîn zêdetir bilind kirin. Ji xwe di berdewamiya wê de rojiya mirinê destpêkir û pêşengên weke M. Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr,... û Alî Çîçek bi berxwedaneke mezin, bûn remza vîn û tekoşînê û pergala li ser tevgera azadiyê dihate ferz kirin, hilweşandin û erkeke mezin dan ser milê rêhevalên xwe yê li derve.
Ji xwe berdewamiya wê tê zanîn û ji bo vegotina wê rûpel têrê nakin.Lê piştî wê berxwedanê bi 30 salî îro jî tekoşîneke pir mezin destpekiriye.
Di 14'emîn salvegera komploya navnetewî de hin girtiyên azadiyê dest bi berxwedaneke rojiya mirinê kirin û xwestin ji berxwedana Rêber APO ya li girava Îmraliyê dabû destpêkirin, bibin bersiv. Ango bi berxwedana xwe, bi tekoşîna xwe xwestin bibin layiqê tekoşîna Rêber APO. Berxwedana li zindanan her roja diçe mezintir dibe û dikeve roja 36. Berxwedana girtiyên azadiyê her ku bilind dibe, rewşa jiyana wan jî dikeve xeteriyê. Li beramberî vê yekê jî bertekên raya giştî hema bêjin nîne. Wijdanê mirovahiyê cemed girtiye, ji xwe rayedarên tirk di vê mijarê de weke kor û lalan tevdigerin.
Sala 2012'an bi gelek çalakiyên mezin ên gerîlayan ku weke TEVGERÊN ŞOREŞGERÎ hatin binavkirin, bandorên mezin afirandindin. Baweriyên tunekirina tevgera azadiyê ya di mejiyê neyaran de ava bibû hilweşand, xweziya wan di gewriya wan de hişt. Hêza gerîlayan bi van çalakiyan careke din ispat bû.
Tê zanîn, artêşa tirkan yek ji artêşên dinê yên herî mezin e. Her cure teknîk û teknolojiya şer demildest digre û li dijî gerîlayan ji bo tesfiyekirina gerîlayan herdem tê bikaranîn. Dîsa di çarçoveya şerê taybet her cure derewan bi taybet jî bi riya çapemeniya xwe tîne ser ziman. Ji bo serkeftinên tevgera azadiyê neyê ser ziman, çalakiyên gerîlayan neyê bilêvkirin û bi taybet jî ku piraniya leşkerên bi mûçedema di encama çalakiyên gerîlayan ve tên kuştin bi awayekî pir hostatî tê veşartin. Dema ev pêk neyê jî bê ku wext were wendakirin hişyariyên pêwist ji aliyê rayedarên dewletê ji bo çapemeniyê tê dubarekirin.
Ev di gelek çalakî û serhildanên gel de jî bi vî rengî jî bi heman rengiye û ji bo hêviyên gel bişkînin hemû derewan bi hostatiyeke mezin tînin ser ziman. Bi taybet di pêvajoyeke bi vî rengî pir girîng de;
*Tekoşîna Rêberê Gelê Kurd bê navber bi rengê berxwedaneke dîrokî di bi biryardariyeke mezin didome.
*Berxwedana gerîlayan bê navber li gelek deverên Kurdistanê berdewam dike.
*Gel di her şert û mercan de xwedî li tekoşîna azadiyê derdikeve.
Di pêvajoyeke bi vî rengî de ger em dengê xwe bi dengê û bangawaziya girtîgehan bikin yek, ala berxwedanê ya bilind kirine û silav dane berxwedana Rêber APO, wê azadî ji her demê bêhtir nêzîk be. Tu tişt bê berdêl nabe, azadî jî bê berdêl û tekoşÎn nabe.
Niha ya ji me tê xwestin berî ku dereng bibe, divê em jî bi serhildanên xwe, xwedî li berxwedana zindanan derkevin û heta "EM AZADİYA XWE Bİ DEST BİXİN" yek kêliyê jî serhildan û berxwedana xwe navber nedin.
Ger azadî were wê bi berxwedan û serhildanê were. Roj roja xwedî derketina berxwedana zîndanan e. Ji ber vê jî;
24 SAETAN Bİ RÊBER APO RE JİYANKİRİN
24 SAETAN XWEDÎ Lİ BERXWEDANÊN ZÎNDANA DERKETİN
24 SAETAN Jİ BO AZADİYÊ SERHILDAN.....
MEMYAN JIYANDA
- Ayrıntılar