Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Hezîranê de di saet 23.50'an de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî leşkerên nobedariya lojmanên leşkerî digrin ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkere di kozika nobedariyê de hate kuştin, leşkerek jî birîndar bûye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê Hezîranê de di navbera saet 20.30-23.00'an de li ser riya Amed-Lîcê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyeke rêbirîn û venêrîna nasnameyan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 5'ê Hezîranê de di navbera saet 22.00-23.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Ertûşa bi ser navçeya Çelê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeeke hewayî hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28'ê Gulanê de li mintiqa Korxan a Îdirê 7 kesên ji 10 kesê hatibûn binçavkirin kar û lêpirsînê wan bi dawî bûye di 5'ê Hezîranê de (îroj) serbest hatiye berdan. Lêpirsîna 3 kesên din hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Em parvekirina bîlançoya şer a meha gulanê bi gelê xwe re mîna erkeke sereke dibînin...
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 2'ê Hezîranê de di saet 19.45'an de li ser riya Amed Çewlikê piştî ewlekariya rê hatiye girtin ji aliyê gerîlayên me ve venêrîna nasnama û rê hatiye kirin. Ji bo gelê hatiye rawestandin di derbarê Xweseriya Demokratîk de propaganda hatiye kirin, herweha li vir tûristek jî hatiye binçavkirin. Piştî kar û xebatan tûrîst di 3'ê Hezîranê de serbest hatiye berdan.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 15’ê Kanûna 2011’an de li navçeya Qisleya Çewlikê artêşa dagirker a tirk şert û mercên zivîstanî yên dijwar weke fersend nîrxandiye û operasyonên bi armanca tunekirinê bênavber operasyonê xwe berdewam kiriye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1'ê Hezîran de di saet 13.30'an de li ser riya Bedlîs Sêrtê li derdora Şîna Dogan li dijî konvoyeke leşkerî ya derdikeve operasyonê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de wesayiteke 5 tîmên taybet tê de hate rûxandin, 5 tîmên taybet ên di wesayitê de jî hatin kuştin.
- Ayrıntılar
Tirkiye, bi sîstem û hiyerarşiya xwe ya dewletî di nava hejandinekê de ye.
Derekete holê ku, bela serê Tirkiyê, ne “dijminên hundir û derve” ne, îdeolojiya fermî ya dewletê ye. Ev îdeolojî, 80 sal in bi çavkaniya pirsgirêkên antî-demokratîk hate xwedî kirin. Ji aliyekî ve taktîk, ji aliyê din ve teorîk... Lê her du alî jî, di destê yek hêzê de bûn û vê hêzê potansiyala civakî, aborî, huquqî û parlamento di destê xwe de digirt.
Tirkiyê ji aliyê vê hêzê ve, di rengê “mekanîzma kontrolê” ve dihate rêvebirin.
Hevsarê “mekanîzma kontrolê” ji damezrandina komarê û heta îro jî, di deste hêzên derve de ye. Hêzên derve, ji bo ku “mekanîzma kontrolê” veşêrê, raya giştî bixapîne, sîstema parlamenterîzmê derxiste holê. Nûnerên parlamentoya “şeklî” jî, ji temsîliya gel zêdetir, wek amûrên meşrûkirina “mekanîzma kontrolê” kar dikirin.
Mînak: Parlamentoya Tirkiyê di 80 salî de, yek “reforma civakî” erê nekir û ne kiriye pratîkê, hêviyên demokratîk nedane gelan. Îro jî, parlamento mertalê zindî yê pratîzekirina nijadperestiya Tirkîtiyê ye.
Ev mertalê “mekanîzma kontrolê” di heman demê de, mertalê polayî yê parastina hiyeraraşiya burokratîk e. Lewma hiyerarşiya burokrasiya dewletê, weke stuna duyemîn ya pratîze kirina nijadperestiya Tirkîtiyê kar dike.
30 sal in, gelê kurd, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li dijî vê sîstema nijadperestiya hişk û tuj şer dike. Di nava 30 salên dijwar de, Kurdistan bû “tewrata bûyerên drametîk”. Piştî berdêlên giranbiha, tozika mirinê ji ser gelê Kurd hate rakirin û bawerî hate çêkirin. Di gava duyemîn de, rastiya dewleta Tirk û rûdêna rast ya îdeolojiya dewletê eşkere kir. Di gava sêyemîn de, burokrasiya nijadperest û kanunên li ser bingeha inkar û tunekirinê hatine amadekirin, ji her laî ve dane naskirin. Di gava çaremîn de, îradeya gel afirand. Di gava pênecîm de, sîstemeke modern ya alternatîf afirand.
Gava çaremîn giring e. Ji ber ku di vê qonaxê de, hate diyar kirin ku, demokrasî, sosyalîzm, wekhevî, biratî, ne di parlamento de, di kolanan de, di îradeya gel de ye û bê îradeya gel jî, temsîliya demokratîk nayê dîtin. Lewma Destura Bingehîn ya demokratîk, civaka demokratîk û siyaseta demokratîk hate dikirandin.
Lê dewleta Tirk, li dijî rêbazên exlaqî, insanî, li dijî huquqê gerdûnî, li dijî peymanên navneteweyî haraket kir û li dijî gelê Kurd şerekî gemarî, qirêj û bi jehrê dagirtî şer kir. Şerekî barbarî yê tunekirin û tesfiyekirina giştî kire pratîkê. Dîse jî, nijadperestiya spî, li hemberî têkoşîna gelê Kurd xwe li ser lingan ne girt, têk çû.
Lê, Xwedayê statukoparêziya li ser bingeha tunebûna gelan, netew-dewlet sazkar kirin, hêzeke nû, di rengekî nû de li Tirkiyê derxiste holê. Vê hêza nû, ku sembola xwe kire “nur” û îdeolojiya xwe di “ampul”ê de dîl girt, wek qamçiyê xezebê dest bi kar kir. Rêbaz, peyman, huquq, ademiyet, nasnekirin; nîq, derew, teşqele, davik, demagojî, yanî her cûre alavên derî ademiyetê bikaranîn û êrîşî gelê Kurd kir.
Dîse, xwe ji têkçûnê xelas nekir.
AKPe, bi Fetul-munkîr re koalisyon çêkir. Dîse jî, di hilbijartinên 29. 06. 2011 têk çû û ji Kurdistanê hate tesfiye kirin. Lê têkçûna xwe, wek kîneke siyasî di hinavên xwe de kire kulîlka quzelqurtê. Di encama verîşandina kîna quzelqurtê de, îradeya gelê Kurd xesp kir.
Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Çekên kimyewî bikaranîn, li Xakurkê, Geliyê Tiyarê û Roboskî komkujî pêkanîn. Gunehkariyên sucê mirovahiyê, -yên berî xwe û yên ku bi destên xwe pêk anîn, kuştina zarok û ciwana, kanunên taybet, rastiya gorên komî- teva veşartin. Li hemberî cenazeyên gerilayên Kurd, kiryarên bê exlaqî û derî insanî kirin, li hemberî jina Kurd tixubên exlaq û rûreşiyê nasnekirin.
Dîse xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Hêza “mekanîzmeya kontrolê” teva di serokwezaretê de kom kirin; pratîk û teoriya îdeolojiya dewletê jî, ji qijlê derxistin di Akademiya Polîsan de bi cih kirin.
Dîse, xwe ji erdhejên siyasî xelas nekir.
Tecrîda li Imralî, di rengên cûda yên kujerî de dane destpêkirin; huquqnas girtin, siyasetmedar girtin, zarok, xwendekar girtin, rojnamevan girtin. Sala 2011an, li gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd kirin tara bêjingê. Cografya Kurdistanê, bi mirov, lawîr, dar û devî, av, ax û hewa bombarduman kirin. Di destpêka sala 2012an de, jî li riyên tesfiye kirina BDPê û parçekirina Bloka Ked û Demokrasî geriyan û gera xwe berdewam dikin.
Gelê Kurd qîm nekir û bi 3 sloganan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo, di keyasetiya girtiyên azadiyê de derekete holê. Girtiyên Azadiyê, 4 parlamenterên BDPe yên girtî jî di nav de, zêdetir ji 400 girtiyên azadiyê, bi sloganên “tecrîd bila rabe, diyalogê dest pê bike, operasyonên siyasî û eskerî werin rawestandin”, greva birçîbûna bê dem û bê-dorveger dane destpêkirin. Greva birçîbûnê kete roja 22an, ev rojên ku amûrên bedena mirovan hêdî hêdî têk diçin e.
Dîse jî, îdeolojiya fermî ya dewletê, ku di “nura” (!) AKPê de kom bûye, xemsariya xezeblêbûyî, di rengê tolhildanê de berdewam dike.
Ez gotina di nivîsa xwe ya berî vê de dûbare bikim: Eger, di vê çalekiyê de mirin çêbibin, cîhan teva li ser hev kom bibe û navbeynkariya Tirk û Kurdan bike, wê nikaribe li hevhaitnekê pêk bîne. Êdî tola xwînê wê giran bibe.
Mirovên bê çek ku tenê dengê wan û bedena wan çekê wan e, di çalekiyê de ne û AKPe piştî 22 rojan jî hîna yek gotin ne gotiye.
Erdoganê ku, hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd li Imralî, bi Birêz Ocalan re, bi rayedarên Haraketa Azadiya Kurd re, di pêvajoya Osla de dane destpêkirin, komên aştiyê ji Qendîl û Maxmurê anîne Tirkiyê, îro, xwe weke “Cengîzxanê şûrê Xweda” dide naskirin. Gotineke tirkan heye dibêjin “yemezler”, bi kurdî jî bêjin, “tu xwe dixapîne.”
Îro, Enqera jî, îdeolojiya fermî ya dewletê jî di nav de, tevahiya Tirkiyê, di nava rêze-erdhejan de diçe û te. Civak dikele, burokrasî dikele, parlamento dikele, dadgerî dikele, kolan dikelin, saziyên pîşeyî dikelin, baro dikelin, karsazî û karbidestî dikelin, partiyên siyasî dikelin û desthilatdariya AKPê, hîna jî wek mîratzadeyê ku dibêjin, “xwediyê miriyan kor in” çavkaniya dijminatiya hundir û derve bi kar tîne.
Di vê dema ku Tirkiyê ketiya nava erdhejên berdewamî de, dive hêzên Kurd, li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê şaşîtiyên dîrokî nekin. Aman haaaa!...
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
“Tecrîda li dijî Birêz Abdullah Ocalan kete meha 11an û 308 roj li pey xwe hiştin.”
Bi saya siyasetmedarên tirk gelek gotinên balkêş di ferhenga jiyana rojane ya Kurdan de jî cih digirin.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan, herî dawî ji bo rojnamevanên ku car caran komkujiya Roboskî dinivîsin, got: “me hefsar-gergunkê serê we derxist, we yê navneteweyî kire serê xwe.” Bêguman ev gotin kurdan jî, ji nêzîk de alqadar dike.
Guman dikim ku, gotina hefsar li çar parçe û herêmên Kurdistanê tê zanîn. Lê gergunk nayê zanîn. Belkî dimîne herêmî, belkî bajarvaniyê ev gotin daye jibîr kirin. Gergunk biçûkê hefsar e. Pirranî ji bo golik, dehşik û ciwaniyan tê bikaranîn.
Zazakî, gergunk, “xape”, yan jî “xapike” ye. Gergunk, ji hefsar rengîntir û bi neqiştir e.
Dibêjin, hestiyê ziman nine, li gorî xwediyê xwe dilive û gotinan rêz dike. Zimanê Erdogan jî bê hestî ye û tenê rastiya (!) xwe tine ziman. Muxalefetê qebûl nake, arqa wî ji rastiyan diçe. Erdogan, herî zêde nehîletê Haraketa Azadiya Kurd û Birêz Abdullah Ocalan e û nehîletê medya Kurd e.
Gotina wî ya bi kar anîna hefsar, yan jî gergunk, kurdan jî, ji nêzîk de alaqadar dike. Herçiqasî Erdogan, bi vê gotinê êrîşî dijberên xwe dike jî; di rastiyê de, kiryarên xwe mikur hat. Ji ber ku Erodgan, gelek entelektuel, gelek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd hefsar kirine, gergunk kirine û li ser alifê xwe girêdane.
Ew gotina han, “keça min ez ji te re dibêjim, bûkê min ti fêm bike” ye.
Ji ber ku piştî Erdogan, sergerdeyekî din yê AKPyî, got, “emê hefsar û gergunkên wan kesên bi derve ve girêdayî jî jêbikin.”
Ev tê wateya ku AKPe, amadekariyên xwe dike ku hîna gelek kesên din jî bi hefsar û gergunk bike. Gelek Kurdên li Ewropa jî amadekariyên xwe dikirin, ku bi destura Erdogan biçin ser alifê AKPê û Cemaetê, hefsar û gergunkan bikin sere xwe. Lê Erdogan, ew qebûl nekirin.
Herçiqasî em rengê hefsar û gergunkên di serê Kurdên ligel Erdogan nizanibin jî, guman dikim ku AKPe, bi gelek rengên cûda vî karî dimeşîne. .Ji bedêla gulikên rengîn yên bi gergunk û hefsaran ve girêdidin; rengê şîn û şeq-req û reqêna nû-tewbê kaxezên taybet yên “emerîqan brîstol” ku pere lê ser têne çapkirin in.
Bi hatina AKPê û Cemaeta Gulen re, ola bi pere, vijdanê bi pere, hiş û ramanê bi pere, rastiya bi pere, derewên bi pere jî kete rojevê û ev rojev her diçe kûr û fereh dibe. Ji ber ku, aliyê pîşeyê exlaqî û zanistî jî kete vê çarçovê û hate hefsar - gergunk kirin.
Nêzîk e, Erdogan wê behsa zînê li ser pişta van kesên bi gergunk û hefsar jî bike.
Lê dixwazim ku hêviyekê, niyazekî ji Yezdanê mehreban î dilovan bikim. “Bila Yezdan, me ji “edebiyata felzeke” biparêze. Ji ber ku “edebiyata felzeke” bi bêbextiya romî, polîs û dozgerên taybet dagritî ye.
Doh bû, di kanala telewizyoneke tirkan der, çend kesên bi tîtra “DR.” weke her demê kilîda behiştê, Qur’anê, Tewratê, Êncîl, ol, behişt û dojehê kiribûne destên xwe û şîroveyên balkêş dikirin. Yekî ji van, ayeta Qur’anê ya li ser Îsraîliyan xwend û got: “Ji sedema ku Israîliyan yekemîn car, baweriya ola “yek Xwedayî” parastiye, Cenabê Mihemed û Qur’anê behsa wan kiriye.”
Yekî din jî, digot, “Cenabê Îsa wê dabikevê Stembolê.”
Yanî van kesên xwediyê titra “DR.” vekirî derew dikirin û didane xuya kirin ku, bi gergunk û hefsar kirî ne. Ev berhem û firazeya Sultan Erdogan e.
Berê ev karên hefsarkirin û gergunkkirian mirovan, bi dizî dihate kirin. Îro, bi saya Erdogan û cemaetê vekirî tê kirin. Ji ber ku heta demekê hefsar û gergunkê cemaetê veşartî dihate kirin. Piştî ku lingê wan di qada dewletî de refik girt, êdî eşkere ev kar kirin û dikin. Doh bû, nivîsa Amed Dicle di ANFê de derket û çend kiryarên kujerî yên Abdullkadir Aksu anîbûn ziman. Entellektuel û rewşenbîrên ku wan, malbata wan û gelê wan ji kesên weke Abdulkadir Aksu darbe xwarine, îro dibin fermana wan bextreşan de kar dikin. Aksu Kurd e, hefsar û gergunkkirî ye, yên din jî li ber wî kesê hefsarkirî, rêz dibin û hefsar û gergunkan dikine serêx we. Heyf û mixabin!..
Bêguman têkiliyên reş û tarî, dikarin bi zimanê Kurdî û rengê kurdî jî werin kirin. Ev nayê wateya ku, kesê hefsarkirî û gergunk-kirî, gunehkariya li hemberî gelê xwe nakin. Ji ber ku mirovê di kozika dijmin de rûnişt, nikare berê çeka xwe bide dijminê gelê xwe, mecbur e bide gelê xwe.
Hevsar, yan jî gergunkê heywanan, di destê kê de be, ew heywan mecbur e, li pey wî kesî biçe.
Em li aliyekî din binêrin: Li Tirkiyê, gelek rojnamevan, entelektuel, li devê dergehê MÎTê, li devê dergehê desthilatdaran rêz dibûn û bi referansên MÎT û siyasetmedaran, karên xwe dimeşandin. Îro, ev kes û derdor li ber dergehê AKPê û Cemaetê bûne rêz.
Dîse, Emerîka, di dagirkirina Iraqê de, ji bo belakirina ulufeyê çapemeniyê 200 milyon dolar veqetandibû. Îro AKP û Cemaet heman karî dike.
Bi vê mebestê gotinên Erdogan, rastiya xwe, ya Cemaeta Gulen û ya welatê xwe eşkere kir. Medya bi gergung di komkujiya Roboskî de jî rengê hefsar û gergunkê xwe eşkere kir. Lê, hîna rengê hefsar û gergunkê entelektuel, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd yên ligel AKPê û Cemaeta Gulen kar dikin eşkere nebûye.
Gelooooo!...
Medeni FERHO
- Ayrıntılar