Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 10'ê Avrêlê de li Mêrdînê li sêgoşeya navçeyên Nisêbîn, Midyadê û Mahsertê li dijî herêma Sada ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi rengê çavdêrî û kemîn avêtinê operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 7'ê Avrêlê de di saet 07.00, 14.00 û 16.00'an de bi giştî 3 caran li navçeya Colemergê Çelê li dijî leşkerên Alaya Bilîcanê yên di amadekariyên operasyonê de bû ji aliyê gerîla yê me ve 3 çalakî hatiye lidarxisitin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 5'ê Avrêlê de di navbera saet 16.00-17.00'an de li navçeya Colemergê Çelê li dijî Fermandariya Alaya Bilîcanê û Qereqola Girê ji aliyê gerîla yê me ve bi çekên giran çalakiyên hemwext hatiye lidarxisitin. Di encama çalakiya bi çekên giran hate lidarxistin de gelek avahî zirar dîtiye, herweha hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a tirk kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 21'ê Adarê de li navçeya Şirnex Silopiyê li dijî herêma Cûdiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyoneke êrîşê hate lidarxistin. Ji ber şert û mercên avhewayê û ji ber sedemên ewlekariyê em bi rêhevalê xwe yê li Cûdiyê re neketine têkiliyê. Me hîn berfirehiyê bûyerê bi giştî zelal nekiribe jî agahiyên gihîştiye destê me em bi raya giştî re parve dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê Avrêlê de (vê beyaniyê) ji saet 07.00'an heta danê nîvro li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Cîloyê biçûk û Ertûş a bi ser Zapê ye ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 4'ê Avrêlê serê sibehê li navçeya Colemergê Çelê li dijî derdora qereqola Bêzokê ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji 4 aliyan operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de di navbera saet 09.15- 10.35'an de di navbera gerîla yê me û leşkerê dijmin de pevçûnek qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Em weke gerîla yê Tevgera Azadiya Kurdistanê rojbûna 63. a Rêber APO pîroz dikin û bi boneya vî rojê rojbûna hemû gelê Kurd bi coş û kêfxweşiyeke mezin pêşwazî dikin. Em kêfxweşin ku di rojeke bi wate de xebateke bi vî rengî bi wate parve dikin. Ji ber vê jî em hemû gelê me yê vê rojê mîna roja berxwedanê pîroz dike silav dikin.
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3'ê Avrêlê de di navbera saet 13.00-16.00'an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî Gundê Kêrê, Dola Şîvê, Gundê Elê, Girê Rûbar, Girê Cehennem û Çiyareş ên bi ser Zapê ne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Hene yê ku dibêjin, di her biharekî nû de, di xeyal û hestên xwe de nakevin li ser riya bîranînên xwe yên zarokatiyê de. Li ser piştê çava, ji ava evîna şevê wê yên bi heyv de şil nakin û giyanê xwe radestî sîrwa wê ya hênek nakin. Hene yê ku dibêjin ez di her biharekî nû de, dil nakevin hêviyê û hene yê ku awaz û helbesta bi navê wê berhev û xêz nakin.
Ji bo ku em bêjin em mirov in, pêwîst e em ji biharê hes bikin, sînga xwe jê re vekin, da ku dostanî, aştî û evîn li ser rûkê erdê misoger bibe. Jixwe nepeniya welatê min jî bihare, nepeniya biharê Nîsan e û nepeniya Nîsanê jî di dilê me de ye.
Di 4’ê Nîsanê de dîsa roja dayîkbûna we ye pîrê min! Ji dayîkbûna mirovahî, gelê bindest e û ji dayîkbûna welatê rojê ye. Dibêjin ya! tarîtiya şevekî hemû nikariye ronahiya findeke tenê jî vemirîne, em jî dibêjin tarîtiyên di dîrokê de hemû nikariye tîşîkeke bi tenê jî roja me vemirinîn. Lewra em dibêjin baş e, tu çêbûyî seydayê evînê û ronahiya emrê min. Ji dayîkbûna we çar demsalê jiyana me bihar kiriye, tu bi xêr hatî bihûşta me, îro seranserî warê me, cejne dayîkbûna me ji te re û dilsoziya me ji evîna te re pîroz dikim. Di vê rojê de çiyan kirasên xwe yê rengîn li ser bejna xwe de berdaye, robar, tavgeh û şino bi şeydayî diherikin ji asoyan. Pêpelûk li ser pereng û derdora pelîsên agir govendê digirin. Keçên Star û Medosan biskên xwe bi nêrgiz û xecxecokan vehûnandine. Îro welatê min cejn e.
Jixwe her zayînek, ji bo mirovahiyê bi nirxê hêviyê ye. Lê her zayendekî ku jê tê hêvî kirin, nabe bersiva xwestekên dîdaran. Lê yê ku dibêjin em ji dayîk bûne û me xwe di her rojekî nû de kiriye xwediyê afirandinên bi wate, di jiyana xwe de awana pêşkêşiya afirandina raman û paradîgmayekê nû, ji serdem û pêşerojê re dikin. Ji ber ku yê xwe ne afirîne, di her roj û kêliyê de xwe nû neke, nikare bide afirandin û nû kirin jî. Ev mirovê afirêner bi ûtopyayên xwe bi wate dike, dixe malê gel û xwe dixîne dilê her kesî de. Di kesayetiya jiyana mirovên bi vî awayî di rêbaza jiyana wan de xwe diafirînin. Ev rastî gava xwe di nava hevdu de dihûnin, dibe destpêka dîrokekî nû. Jixwe her kes parçeyek ji vê jiyan û dîrokê ye, di riya ku dîrok di herike de, ber bi qeder û serpêhatiya xwe. Lê ya awarte ewe ku mirov ji dayîkbûn û bi gavên xwe yê ber bi deriyê jiyanê ve davêje û dibe xwediyên xêzkirina xeyal û armancên mezin. Wê çaxê, ew mirov ku dikare bêje min dîrok ji lanetê rizgar kiriye û daye li ser riya rast. Bêguman her mirov xwediyê xeyal û armancên pîroz in. Lê wan pîrozahiyan bi lal û fetisî xeş dikin, bê ku guhê xwe bidiyê. Lê gava em bên û lêbinêrin li rastiya civaka xwe, emê bibînin ku piraniya mirovan nêrîna wan ya li dayîkbûn û jiyanê, ji mêvantiyê wêdetir nîne. Lewra berpirsiyartiya xwe ya mirovatî bi sînor dikin û hebûna xwe ya li ser rûkê erdê tînin astekî pûç û bêsûd. Weke ku neh meha, roj bi roj, kêlî bî kêlî wan di giyanê xwe de vejîn dike, heya çêdibin û mezin dibe, çavê wê li ser wan bê ku tu nirx û rêzê bizanin pişta xwe didin jiyanê. Lewra mirovan rêbaza jiyandina jiyanê, ji hev cewaz û cuda kirine. Wiha nav lê dikin; “jiyanekî biha û erzan, dibêjin mirovekî ku di ûxirê jiyanê de biminre, ji çiyayekî girantir e û mirovekî ji tirsa jiyankirinê bimire, ji periyekî sivikti re”. Jiyanek heye xeleta wê evîn, wêrektî, destana xêz dike li meydana ceng û têkoşînê. Jiyanek jî heye cezayê wê livînekî sar û mirinekî lal e. Wiha me perwede dike mamosteyê me yê pîr, rêberê jiyana me Apo; “em ji mirinê jiyanê biafirînin”. Serdemekî dirêj tarîtiya dîrokê em mehkûmê mirinekî bêveger kiribûn, gelê me kiribû yek gorê de û ew bê serûşûn kiribû. Ew e çîroka ji dayîkbûna seydayê pîrê ku ji çirîska findekî melûl, cîhanek ji me re ronahî kirî. Zêwê sên ku ji tarîtiya dîrokê mane, Prometeusê serdema nû bi rêbazên xwe yê kevnar ve dedgeh dikin. Lê êdî meşalaya agir di destê her kesî ku dibêje ez mirovim de ye. Pîrê me jî her û her bi vê hêviyê kezeb û mêlakên xwe nû dike.
Erê dîlê evîna xwedawendên dayîk û jinên heskirinê! Em her û her, di roja ji dayîkbûna te de dergûşa te, li ber xûmêniya avên Dîcle û Firatê de bi hejînin, da ku tu bi aramî razê… Ji nû ve bi hev re lîstokan bileyîzin, di çiyan de rapelikin, bi çavgirtîngê bi leyîzin û bazdin, bikevin bi birînên xwe re bikenin. Gava em gemarî vegeriyan malê û diya me hêrs bû û li me xist, emê bêjin; “mane ezê sibê dîsa herim lîstokên xwe ne xembû”. Tenê êdî dixwîne û mezin dibe roj bi roj. Dil dekiye keçika xweşik ku hîna kesê newêriye bêje ezê wê bikim yar ji xwe re. Lê pir dizaniya ramûsanek li ser lêvên wê û nêrînekî li sîngê wê yê mîna bihara zozana şertê wê, vexwarina fîncana xwînê li ser destê wê ye. Bi wêrektî di meydana cengê de delala dilê yara xwe li hemberî bi hezaran siwarên Tirk, Ereb û Ecem biparêze. Îro jî delalê wê bûye lawik û heyranokê evînê di devê evîndarê azadiyê de. Ma ne mirov yek carî ji dayîk dibe, lê evîna te hezaran keç û xurt bi azadiyê re ji dayîk kiriye…
Pîroz be dayîkbûna me bi te re Apê me.
Dêrsim Zêrevan
- Ayrıntılar
4 Nîsanê rojbûna Rêberê Haraketa Azadiya Kurd e û gel jî, vê rojê weke toreyekê qebûl kiriye û dibin navê Meşa Amara de diçe gundê Amara û rojbûna Ocalan pîroz dike. Nam-i deger wezîrê karên hundir yê AKPê, fermana çalekî, miting û numayişên gel li Rihayê qedexe kirine. Tenê ji bo gelê Kurd, di 4ê Nîsanê de Meşa Amara lidarnexe, neçê gundê Amara û “zêw”a rojbûna Birêz Ocalan pîroz neke. Ev ferman, di dîroka Komara Tirkiyê de yek û menendê wê nînin. Yekemîn car e, ji b bajarekî fermanek wiha tê dayin.
Neynika siyaseta dewlet û desthilatdariya AKPê ya di şexsê Ocalan de, li dijî gelê Kurd e. Gava yekemîn di pîrozbahiyên Newrozê de hate avêtin, gava duyemîn jî di Meşa Amara 4ê Nîsanê de diavêjin.
Dixwazim destnîşan bikim ku, pîrozkirina rojan, di nava gelê Kurd de toreyeke qedîm e. Di vaka-nivîsên dîrokzanan de, ev roj, bi navê “ZÊW” têne naskirin; berî zilmeta komara “hovangeh”, wêrankirin û tarûmarkirina pîrozî û xelatên kevnare, rojên taybet hebûn û di şexsê kesayetî û wargehên taybet dihaitn pîroz kirin. Wek Zêwa Hexê Bêsa, Zêwa Dêremerê, Zêwa Seyit Bilal û hwd. Ev kes û wargehên ji aliyê gel ve pîroz têne dîtin in.
Birêz Abdullah Ocalan, ji bo gelê Kurd lîderek e, nirxek e. Gelê Kurd, bi deh caran, ji raya giştî re deklere kiriye ku Ocalan, ji bo wan “xeta sor” e. Bi vê mebestê daxwaza serbest berdana wî dike. Ji bo vê jî têkoşînê dike. Komara Tirkiyê bixwaze ne xwaze Ocalan lîderê Haraketa Azadiya Kud e û gel jî ew, weke îradeya xwe qebûl kiriye. Di her firsetê de, navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd jî destnîşan dike. Dewletê jî, desthilatdariya AKPê jî, ev rastî berî niha erê kirin, hevdîtin kirin, diyalog dane dest pê kirin. Piştre, li gorî nasnameya xwe ya qedîm, bêbextî kirin.
Komara Tirkiyê û desthilatdarên Tirk, ji roja roj, yanî di vaka-nivîsên qedîm de, em dibînin ku her dem êrîşî lîderên Kurd kirine. Dikujin û winda dikin. Piştre li dijî wan propagendeyên bê exlaqî dikin. Teva dikine sergerde, derî hemdemî û wek pêşengên “qiyamê” binav dikin. Ev xisleta gemarî ya Komara hovangeh e.
Eger werê bîra xwendevanan, heta doh bû, lîderên Başûrê Kurdistanê jî, bi serokeşîrtî bi nav dikirin û digotin, “ew muxatabê çawuşên me ne.” Di heman demê de, serokeşîrên Iraqê li Stembol û Enqerê dikirin mêvan û dixwestin li dijî Kurdên Başûr bikin nava serîhildanê.
Lê xuya dike ku sîstema kapîtalîst di bedena AKPê de faşîzmê zindî dike û ev faşîzm li dijî gelê kurd di partîkê de ye. Desthilatdariya AKPê, ji çar aliyan ve qikirina li dijî gelê Kurd kiriye pratîkê û cîhana ku qirkirin wek sucê mirovahiyê dibîne dengê xwe dernayêxe: Yek; çekên kimyewî bikar tîne... Ev sucê Mirovahiyê ye. Du: Sifilan bi komî dikuje... Ev sucê mirovahiyê ye... Sê; Qirkirina siyasî kiriye pratîkê... Ev sucê Mirovahiyê ye... Çar; asimilasyon û qirkirina kulturê bi deh salan e dikê, îro jî didomîne... Ev jî sucê mirovahiyê ye. Hîna jî Almanya xelatê dide serokwezîrê Tirk, Obama jî, Erdogan wek wezîrê milê rastê bikar tîne...
Îcar, Erdogan ji aliyekî ve fermana kuştina zarok, jin û komên xelkê dide; wezîrên wî jî, ji aliyekî ve fermanên rewşa awarte, bi navê din faşîzma reş îlan didin.
Sartre dibêje “dojeh serilhildan e”, lê xuya dike ku Komara Tirkiyê dojeh e. Lewma min gotina Komara hovangeh bi kar anî. Hovangeh, çavkaniya hovîtiyê ye. Berî di rojan, KMMa navendî bîlançoya pîrozbahiyên Newroza 2012an ragihande raya giştî. Emcama êrîşa Polîsên AKPê ya li dijî pîrozbahiyên newrozê,1.366 kes girtine binçavan. Ev tê weateya ku ev kes teva bi êşkence û lêdanê haitne girtin. Bıla gumana kesî nebe, kesên ku ji tirsa binçavkirinê neçûne nexweşxaneyan jî, biqasî vê hejmarê hene.
Di vê kêlîka ku nivîsa xwe dinivîsim dem du dîmen ji ber çavên min naçin: Yek, grevên birçîbûna li zindanên Tirkiyê û li Strasbourgê ye. Du, helwesta romî û polîsan li dijî gelê di Meşa Amara de ye...
Gelê Kurd, di Newroza 2012an de daxuyakirin ku gelê Kurd, “Drevşî Kawê/Ala Kawayê Hesinker” ji destên xwe bernade û destîniya bextreş şikandiye, zincîr û leleyên koletiyê jî parçe kirine. Dîse di grevên biçîbûnê de, çalekger “Drevşî Mazlum / Ala Kawayên hemdem” ji destên xwe bernadin û destiniya bextreş şikandine, zincîr û leleyên koletiyê parçe kirin.
Di Meşa Amara de jî, wê gelê Kurd, Drevşî Kawê û Drevşî Mazlum, di qada herî bilind de, bibalivîne û fermanên bi zincîr û lele parçe bikin. Gelê Kurd dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de û bi hişmendî û hewngiriya Birêz Ocalan, di kelih û bircikên Tirkiyê de dever vekirine. Desthilatdariya AKPê, çi dike bila bike, Tirkiyê çiqasî bibe Komara Hovangeh jî, nema dikare gelê kurd bi zincîr û leleyan girêbide.
Gelê Kurd, wê rojbûna Ocalan 4ê Nîsanê jî pîroz bike; di rojên şehadeta zarokên xwe de jî, wê wan wek pîroziyên xwe jî bi dilsozî yad bike.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar