“Çavkana Navendî: MEZOPOTAMYA”
Piştî qeyranên di navbera olan de, wekî şaristaniyeke dema sêyem Modernîteya Kapîtalîst dikeve rojevê. Dema mirov li dîroka şaristaniya Ewropa dinêre, bi lîberalîzma xwe hema hema piranî nirxan berovajî kiriye û her tiştî bi xwe daye destpêkirinê. A rast me jî hetanî ku parêznameyên Rêber Apo derneketibûn wisa dizanibû. Bi parêznameyên Rêber Apo re em ji şaş zanînên xwe warqilîn û hejiyan. Derket holê ku nêrandina Ewropa wisa masûm an bêguneh nîn e. Aborî, Zanist û Dewletê bi xwe dide destpêkirinê û hegemonyaya xwe bi vî awayî rewa dike.
Di vê mijarê de dema ku mirov li nêrandina marksîstan binêre, şaristaniyê bi awayekî yekpare bi dest nagirin. Di çarçoveya çînî de dinêrin. Li gorî marksîstan fena ku şaristanî tiştek baş e û fenomenekeke ku divê xwezayî bibe ye. Dîsa olan jî şaristaniyê dabeş kirine. Li gorî van nêrandinan şaristaniyên wekî Çîn, Îslam, Xirîstiyan, Hînd û Ewropa yek û serbixwe têne dîtin. Ger ku em şaristaniya Ewropa, Çîn an jî Hînd bihesibînin ku bi serê xwe bi pêş ketine, ew dem em ê vê sîstema cîhanê bi vê nêrînê şîrove bikin. Lê ev teqez ne wisa ye. Vanan bi hev re di nava geşedaniyek de ne.
Ku mirov nimûne bide neolîtîk li Mezopotamyaya Jorîn yekem car destpê dike. Ji ber sedemên erdnîgarî û werzî an demsalî guncavbûnek heye. Neolîtîk li gelek deveran pêşketinek nîşan dide, bes her deverek xwedî xweseriyek e. Ferqa Mezopotamyaya Jorîn ev e ku zirûf guncav in û di yek navendekê de pêşketinek çêdike û hêleke gerdûnî bi dest dixe. Li vir bi belavbûneke Navend-Derdorê cudahiyan tevlî xwe dike û xwe bi pêş dixe. Ev rewş ji bona şaristaniyê jî wisa ye.
Belavbûna Navend-Derdorê ya neolîtîkê navend Mezopotamyaya Jorîn e, derdorên ku bandor bûne Zozanên Îranê(B.M 7000), Çîn(B.M 5000), Hînd(B.M 4000) û Ewropa(B.M 4000) ne. Wekî mînak dema ku em li şaristaniyên Hînd û Çînê binêrin, bi qasî ji çavkana navendî(mezopotamyaya jorîn) çêdibin, bi heman awayî rengê xwe jî li nav xistine û xwe domandine. Dema ku li Mezopotamyaya Jêrîn şaristanî destpê dike û bi pêş dikeve, hê li gelek deveran ya derbasî neolîtîkê nebûne yan jî detpê nekirine. Dema ku bi Çanda El-Ubeyt(B.M 5500) re li Mezopotamyaya Jêrîn bi bajarên wekî Uruk şaristanî destpê dike, li Ewropa, Hindistan û Çînê neolîtîk tê jiyandin. Di vir de çavkana navendî(ana nehir) Mezopotamya ye. Ji ber ên din ji wê xwe têr dikin. Çima Çîn nabe rûbara navendî yan jî şaristaniyeke navendî, ji ber ku bi xwe sînor dimîne, belav nabe û xwe nake gerdûnî. Lewre wekî milekî kêlekî dimîne.
Ger ku nêrandineke çavkana navendî nîn be, fena ku her tişt bi Ewropiyan destpêkiriye bê fêmkirin. Pêşketina şaristaniyê Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawîn de dişibîne herikîna çemek. Dema ku çem diherike riyek an xetek wê heye. Di kêlek de jî avzemêk an kaniyên biçûk xwe tevlî dikin û her diçe ev çem mezin dibe. Vaye di vir de bandora şaristaniyên Misr, Çîn, Hînd û Ewropa fena van avzemêkan e. Ev çem her dem dihereke û mezin dibe. Her ku mezin dibe jî gerdûnî dibe. Şaristanî ku bi El-Ubeytê destpê dike û dest datînê jinê û hemû nirxên jinê; bi Sûmeriyan didome, bi bajarên Uruk, bi bajarên Ur, împeratoriya Akadî, Babîl, Asûr, Med, Pers, Grek û Roma her diçe hartir dibe û xwe li peravên zeryana Atlasê re dike yek.
Di vê herikînê de her çûye navend şimitîne. Yek yekê tune kiriye, bes gelek nirxan jî ji xwe re girtiye û pêşdetir biriye. Di têkiliya Navend-Derdor de, navend her dem derdora xwe bandor kiriye û xwe bi pêş ve biriye û belav bûye. Ev rewşeke gerdûnîbûyînê ye. Di vir de diyalektîka afirandin-çêbûnê heye. Ji ber ku ji bona navendê piştbaxçeyek pêwîst dike. Tabî mirov ji bîr neke ku ev belavbûn; bi awayekî çandî, mêtîngerî, dagirkirin û bi koçberbûnê çêbûne.
Di hemû çandên cîhanê de, di çandên wan de ji dehî yek eydî wan be, ji dehî neh gerdûnî ye. Ji ber ku ew çanda ku gerdûnî nebe wê tune bibe. Wekî mînak, te malek hilberandiye. Ji bona ku ev mal bê pejirandin, divê ji derdora xwe re sûda xwe hebe. Yanî divê derdor qebûl bike. Ku çiqas derdor vê qebûl kir, wê ewqas çavkan an ciyê ku jê derketiye bibe navend.
Bo nimûne çanda cixare kişandinê. Li gorî lêkolînan destpêkê titûn li parzemîna Emerîka B.M 6000’an de hebûye û mirovên berê li ser navê derman hem cûtine, hem jî li birînên xwe dane. Encax 4500 sal şûn ve bi aweyekî zelal Mayayên ku li naveka Emerîkayê ne vê bikar anîne. Jixwe yekem car îspanyolî derman dihesibînin û bi xwe re tînin. Ev titûna ku berê ji hêla çermsoran û înkayan hatiye bikaranîn, di sala 1942’yan de Christopher Columbus yekem car li Kûbayê dibîne û ev tiştê ku dibîne nîşanî Ewropiyan dide. Ew dem jî merasîm û şahiyan de ev hatibûye kişandin. Piştre Ewropî navê wê datînin Tobacos. Tê gotin piştre dema ku mîsyonerek îngilîz diçe Emerîka, Waliyê Vîrginayê kişandina cixareyê hînî wî dike û pîpoyek diyarî dike. Piştî demekê li qesran her kes dikşîne û li gel jî belav dibe. Yekem car xwendekarek bijîşkiyê bi xwe re dibe Hollandayê. Di nava 200 salî de li hemû dinyayê belav dibe. Lê dema ku careke din tê Emerîkayê bi awayekî veguherî dizivire Emerîkayê. Portekîz wekî pûro, meksîkiyayî li kaxezek pêçandî kişandin. Her çû fena şohbekê li dinyayê belav dibe. Titûn li Hindistanê ewqas bi nirx e, di şûna pere de tê bikar anîn. Wekî mînak bûhayê çêlekek bi qasî ku pelên titûnê ew dipêçe dihate diyarkirin. Ew dem osmanî, japonî û rûs hewl didin qedexe bikin, bes ji ber ku titûn nasnameyeke GERDÛNÎ bi dest dixe nikarin pêşî lê bigirin. Vaye îro em jî dikşînin, faris û tirk jî dikşînin. Lê ev nayê vê wateyê ku em di mijara titûnê de navend in. Mirov dikare meseleya gerdûnîbûna şaristaniyan bi ya titûnê re daberhevî bike û biçe şîroveyekê.
Di vir de encama ku em digihînin û Serokatî di her dahûrînên xwe de ku wekî rêbaz bi dest digire, nirxandinên şaristaniyê de erka Navend-Derdor û çavkana navendî girîng in. Nexwe em ê xwe nikaribin ji lîberalîzma Ewropiyan rizgar bikin. Ji ber ku nêrandina dîrokî ya îroyîn, ya serdestan e û ev ji hêla îdeolojî, hegemonya û desthilatdariya wan ve hatiye diyarkirinê.
Lewre ji bona ku em bikaribin dîroka civakeke exlaqî-polîtîk, dîroka jinê, dîroka bindestan ji nû ve binivîsin, divê em berovajîkirinên serdestan jî baş bizanibin.
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Ji gel ê me û raya giştî re!
Di Adara 2004’an li Başûr-Rojavayê Kurdistanê di serî de gelê me yê Qamişlo gelek bajarê kurdan de gelê me rabûye serhildana. Bi van serhildanan gelê me bersiv daye hêzên provakator û hêzên komploger ên dixwazin gelê me tune bike. Serhildana li Qamişlo destpêkir û seranserê Başûr-Rojavayê Kurdistanê belavbû, bûye qêrîna daxwazên jiyana di nava azadî, demokrasî, wekhevî û aştiyê de.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di sala 2005’ande li ser riya Çewlik-Çatê serokê navçeya Melazgirê yê berê îhsan Bertal jiyana xwe ji dest daye. Li ser talîmata Biryargeha me ya Navendî, lêkolîna hêzê me kiriye de bûyer bi vî rengî qewimiye:
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Tevî hemû hewldanên Rêber Apo yên ji bo aştiyê û fedakariyên yek alî yên Tevgera me ya Azadiyê, hukumeta AKP’ê di berdewamkirina polîtikayên înkar û îmhayê biisrar e.
- Ayrıntılar
Rêber Apo îfade kir ku 15’ê Sibatê weke Roja Qirkirina Neteweyê bê qebûlkirin dê rastir be. Sedemên ku Rêber Apo gihiştin wê encamê ku nirxandineke bi vî rengî bike jî tevkujiyên ku di demên rûpelên salnemayan 15’ê Sibatê nîşan didin de polîtîkayên tinekirinê yên hatin destpêkirin û tevkujiyên ku hate xwestin gelê me bikişînin nav wan bûn. Di vê wateyê de tiştên di demên cûda de lê naverok hevpar ên ji aliyê hêzên emperyalîst, mêtînger ve ku di 15’ê Sibat a 1925’an û 15’ê Sibat a 1999’an de hatin destpêkirin ferz dike ku ji bo 15’ê Sibatê navlêkirineke bi vî rengî were rojevê. Ji bo welatê me wateyên hevbeş ên salên 1925 û 1999’an hene. Rêber Apo vê rastiyê dibîne û destnîşan dike ku di demên cûda de tiştên di 15’ê Sibatê de hatin jiyîn û wateya ji bo van rojan hatiye dayin dê ne titekî tesadûfî be.
Disa di her dû deman de tiştên ku di 15’ê Sibatê de dan destpêkirin xwestin di 29’ê Hezîranê de bi encam bikin jî nirxandina li ser wateya van rojan ê kirin bihêztir dike.
15’ê Sibatê roja Şêx Seîd dîl hate girtin e. 29’ê Hezîranê jî roja Şêx Seîd û hevalên wî li sêpayên îdamê hatin qetilkirin e. Rojên bi komploya navnetewî Rêber Apo dîl ahte girtin û paşê bi qaşo darizandina pêk hat dayina cezayê îdamê jî di heman rojan de bû. Disa 15’ê Sibatê û 29’ê Hezîranê.
Dikarîbû rojên dîlgirtin û îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî ya li Dadgehên Îstîqlalê hatin darizandin û qetilkirin rojên cûda bin. Heger tiştekî wisa bibûya jî vê yekê dikarîbû rê li ber nirxandinên cuda veneke jî. Lê belê roja dîlgirtin û dayina cezayê îdamê ya Rêber Apo bi heman rengî nikare were nirxandin. Ji ber ku bûyereke bi salan piştî ya Şêx Seîd bû û bi zanebûn heman roj hatin hilbijartin. Wetaye ji bo dîlgirtin û îdamkirina Şêx Seîd û hevalên wî li roja dîlgitin û dayina cezayê îdamê ya ji bo Rêber Apo jî hatiye barkirin. Lewma jî wateyên li 15’ê Sibatê û 29’ê Hezîranê hatiye barkirin ji tedasûfê wêdetir rojên ku bi zanebûn hatine hilbijartin in.
Rêber Apo destnîşan dike ku di bûyerên dîrokî de hevqasî jî tesadûfî nabe. Sala 1924 ji bo Komara Tir a nû hate damezirandin tê wateyeke girîng a destpêkeke nû. Bi 1924’an pêvajoya di 1919’an de hate destpêkirin gihişt encamê; îtîfaqên hûn û derve cihê xwe ji têkilî û îtîfaqên nû re hişt. Di qada navnetewî de bi Îngîlîstanê re têkilî derketin pêş, di polîtîkaya hûndir de jî li dij Kurdan şer hate îlankirin. Bi destûra bingehîn a di 1924’an de hate amadekirin de çerçoveya têkiliyên navnetewî û şerê li dij Kurdan hate îlankirin hate diyarkirin. Dadgehên Îstîqlalê, Qanûnên Tedîp-Tenkîl û Qanûna Îslahata Rojhilat li ser heman bingehê hatin amade kirin û ketin meriyetê. Di ecamgitina polîtîkayên ku di 1924’an de amadekariya wan hate destpêkirin de 15’ê Sibat a 1925’an xwedî girîngiyeke mezin e. Serhildana gelê Kurd a bi provokasyonekê li Pîranê hate destpêkirin di wê rojê de bi dîlgirtina Şêx Seîd hate çewisandin û piştî vê yekê jî pêvajoya tevkujiya siyasî hate rojevê.
Ev tevkujiya di 1925’an de hate despêkirin bi Agirî û Dêrsimê berdewam kir. Di salên piştî wê de jî tevkujî bi aliyên siyasî, civakî, aborî, çahdî û hwd. hate berfirehkirin û heta roja me dom kir. Di roja me de jî ev tevkujî ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê meşandin.
Noqteya destpêka polîtîkaya tevkujiyhe a hikûmeta AKP’ê dewr girt roja bi komployeke navnetewî dîlgirtina Rêber Apo re dest pê dike. Beriya ku AKP mîna partî were îlankirin destpê kiribû. Hikûmeta AKP’ê di çeroçeveya rola ji bo wê hatiye diyarkirin de ev polîtîka berfirehtir, tundtir kir û hêna jî dimeşîne. Ev polîtîkaya ku AKP’ê dewr girt ji aliyê DYA’yê ve di dema ku tê xwestin Nîzameke Nû ya Cîhanê were afirandin de bipêş ket. Çawa ku di sala 1920’an de Îngîlîstanê ji bo cîhanê li gor berjewendiyê xwe xwest dizayn bike û ji bo vê yekê jî noqteya navendî ya tevgera xwe mîna Rojhilata Navîn diyarkir, DYA jî piştî rola cendermetiya cîhanê ji Îngîlîstanê dewr girt û pêde heman riyê dişopîne. Ew jî mîna Îngîlîstanê ji bo şêwazê ku dixwaze bide cîhanê Rojhilata Navîn mîna noqteya destpêkê qebûl kiriye. Di dema ku hevkariyên navnetewî û herêmî hatin rojevê, ji bo polîtîkayên nû bixin dewreyê mîna destpêka salên 1920’an disa Kurd xistin hedef û danîn ser masaya bazariyê. Li pêşiya vê polîtîkayê jî mîna astengiya mezin Rêber Apo û di kesayetiya wî de PKK’ê dibîne. Komploya navnetewî ya li dij Rêber Apo jî di encama vê nêzîkahiyê de hate meşandin.
Rêber Apo ji kêliya komploya navnetewî xistin dewrê û pêde rastî dît û li hember wê helwesta xwe nîşan da. Ji ber vê yekê jî tu caran devreyî rewşa giştî ev komploya navnetewî negirte dest. Ji ber wê yekê tim di nava têkoşîna vala derxistina komployê de bû û tevkujiya nû ya hat xwestin li ser gelê Kurd were meşandin asteng kir. Di dema rojên dawî yên sala 2009’an de di peyama xwe ya sersalê de bi peyamekê mizgîniya „kompoya navnetewî têk çû“ dida.
Di rewşa heyî de hêzên komploger ên navnetewî têk çûne. Tevî vê yekê jî ji hedefa xwe ya dixwazin bi komployan bigihinê gav bi paş de ne avêtine. Lewra jî rojane serî li lîstikên nû didin. Pêvajoya ‘rewşa bêçalakîtiyê ya yek alî’ jî di çerçoveya hedefa dixwazin bi komployê de xwe bigihîninê de îstîsmar dikin.
Lê belê ev hewldanên vala ne, dê negihijin encamê. Yên tevkujiyê li ser gelê me ferz dikin bi tu awayî dê negihijin armancên xwe.
Di pêvajoya em dikevinê de em salvgereke din a komploya navnetewî li pey xwe dihêlin. Rêber Apo ev pêvajo mîna, „Parastina Hebûnê û Misogerkirina Azadiyê“ binav kir. Disa destnîşan kir ku divê ji bo Şerê Gel ê Şoreşger amadbûn hebe.
Ev di heman demê de bu bersiva tevkujiya netewî ya ku di salvgereke nû ya 15’ê Sibatê de ferz dikin. Gelê me dê sibe 15’ê Sibatê bi vê zanyariyê pêşwazî bike. Di roja ku mîna ‘Roja Reş’ tê qebûlkirin de li hember tevkujiya netwî ya ji 1925’an û vir ve hatiye ferz kirin dengê xwe berztir bike.
Heta Rêber Apo bigihije azadiya xwe û bi bi gelê me re were cem hev, li hember afrînerên komployê, yên pêk anîn û hevkarê wê gelê me dê têkoşîna xwe ya rûmetê berdel çi dibe bila bibe bidomîne.
- Ayrıntılar
Ji bo gelê me û raya giştî re!
Gelê Kurdistanê 12. salvegera komploya navnetewî ku li dijî Rêberê me, vîna gelê me hatiye lidarxistin bi hemû kîn û nefreta xwe li dijî hemû dewlet û kesayetên ku di vê bêbêxtiya reş de cîh girtine şermezar û lanet dikin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 12’ê reşemi yê de saet di navbera 19.30-20.00’ande li Herêmên Parastina Medya li dijî herêmên sînorê Heftenînê ji aliyê Artêşa TC’ê bi helîkopterên kobra hatiye bombebatankirin.
- Ayrıntılar
Ji bo gelê me û raya giştî re!
Gelê Kurdistanê 12. salvegera komploya navnetewî ku li dijî Rêberê me, vîna gelê me hatiye lidarxistin bi hemû kîn û nefreta xwe li dijî hemû dewlet û kesayetên ku di vê bêbêxtiya reş de cîh girtine şermezar û lanet dikin.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –XI-“Rojenîkirina Îslama Mihemedî”
Piştî mît û mîtosan gotin di cî de be olên wekî yahûdîtî, xiristiyanî û îslam, her çiqas di derketinên xwe de ji bona sûda gelan bûbin jî, lê piştre fena bangeranekê li ser gelan derbas bûn û ew roj ev roj e bandora xwe winda nekirine.
Mijara olan ji bona derbarê exlaq û polîtîkayê de bibine xwedî nêrînek gelek girîng in. Rêber Apo di her parêznameyên xwe de li ser vê mijarê disekine. Ji ber ku ol, bi hezaran salan e li ser zihniyeta civakan bandor dikin û bûye amûreke bikaranîna desthilatdaran.
Di nivîsên borî de me kêmek bahsa xirîstiyanî kiribû. Di vê nivîsê de jî li ser misilmantî û Hz. Mihemed bê sekinandin wê baştir bibe. Di dema derketina Hz. Mihemed de pevçûna kar-sermaye-baziganî ya Sasanî û Bîzansan heye. Êdî hatiye rewşeke wisa, gelên li herêmê ji van pevçûnên wan têr bûne û ne razî ne. Ew dem bajarê Mekke di dest arîstokratên eşîrî de ne. Pêşengiya van eşîratan jî Kureyşî dikin. Ev eşîr di nava sevk û sefayê de dijîn, digel vê jî gel xizan e û yozbûn bê ser û ber e. Hebûna jinê heye an tuneye ne diyar e. Heta tê gotin ku bi saxî binax dikirine. Di rewşeke wisa de bendewariyeke kesek were wan xelas bike heye.
Ew dem Hz. Mihemed li karwanê Xetîce dinêre. Yanî di navbera wan de têkiliyeke bazirganî heye. Wisa dixuye ku Xetîce dixwaze hinek gavan bavêje, bes ji ber ku di zihniyeta civakîbûna wê demê de, gavên ku bavêje bi sînor in. Lewre kesek fena Hz. Mihemed ji bona bandora eşîran bişkîne, ji bona ereban ji vê tengavbûna bazirganî derxîne guncav e. Jixwe dema ku yekem car Cebraîl dikeve xewnê û ew ayeta yekem ku li hev pêçêyayî ye dide Hz. Mihemed û dibêje “bixwîne” sal 610 e. Yekem Xetîce baweriya xwe pê tîne, yanî mûrîda yekem e.
Bes li hember vê yekê bêguman eşîrên arîstokrat bêdeng namînin. Her diçe Hz. Mihemed li Mekkê tengav dikin û ber bi Medînê Hîcret dest pêk dike. Li wir jî propaganda didome. Li wir di warê civakî de Wesîkaya Medîne bi pêş dixe. Ev wesîka an hevpeyman xwedî qerekterek demokratîk e. Yanî meyl ber bi Şaristaniya Demokratîk e. Di vir de taybetmendiyên civaka exlaqî û polîtik hene. Ji ber ku tu armanceke Hz. Mihemed ku dewlet ava bike û sîstemeke xwe dispêre arîstokratan nîn e. Ew dem mizgeft ciyên ku pirsigirêkên civakî têne nîqaşkirinê ne. Fena meclîsên gela ne. Gel li vir biryarên xwe bi xwe digirin. Tevlîbûna civakî esas e. Heta ew dem jin bi rihetî tevlî van civînan dibin û nêrînên xwe tînin ziman. Xwendina azanê xizmeteke mizgeftê ye. Dîsa hemû rîtûelên ku têne zanîn xizmet in. Berjewendiyên şexsî yên tu kesê/î di vê de nîn e. Li rastê çîn nîn e, desthilatdarî nîn e, xwe pirzamanî îfadekirin heye. Piştî ku Hz. Mihemed ji Medîneyê dizivire Mekkeyê, li hember Kureyşiyan artêşek ava dike û diçe ser Mekkeyê. Ên ku ew roj ji dil û cewher de îslamê ecibandin û mûnafiqên wekî Kureyşiyan tev bi hev re bawerî bi Hz. Mihemed anîn. Lê di rastiyê de ya ku Kureyşiyan kir xapandin bû. Jixwe piştre Ebû Sûfyanê Kureyşî ku Muaviye kurê wî ye, îslamê bi tevahî yoz kir û ev riya ku wî vekiriye mûnafiqên wekî rêxistinên AKP di roja me ya îroyîn de didine jiyandin.
Ew dem tu fikreke şaristaniyeke çînî-dewletparêzî nîn e. Jixwe bi vegera Mekkê re Kûreyşî jî, îslamê bi dirûtî dipejrînin, Lê di esas de yên ku dewlet an desthilatdariyê hedef dikin, ev derdor in. Rêber Apo derbarê vê pêvajoyê de diyar dike ku, ew dem sîstema heyî xwedî qerekterek komarî ye. Ku ew dem komar bi ser bikeve, wê şaristaniya demokratîk derketina pêş. Ya ku dibe li ser wefata Hz. Mihemed destpê dike.
Piştî ku Hz. Mihemed wefat dike, sê roj û sê şev li ser wî şerê desthilatdariyê tê kirin. Ap, jin, zava, keç, mûrîd, dijminên wî hemû dikevine nava pêşbaziya desthilatdariyê. Yekemîn xelîfe Ebûbekir e, piştre Omer tê ser kar. Bedewî ji vê rewşê aciz in. Ji ber ku di avabûna îslamê de pêşeng ew in. Di hemû şeran de ked û bedelên herî mezin ew didin. Li hember desthilatdariya heyî, serî radikin. Omer meyla van raperînan dide derve. Bi milyonan mûmîn, li ser pişta deveyên xwe, bi baweriyeke wisa ku Xweda dinyayê diyariyê wan kiriye û dest bi fethan dikin. Di vir de Omer, ev qewmên di valahiyê de mane û xwedî bertek in, ber bi fethan ve meyl dide wan. Heta ew dem gotineke Îbnî Haldûn derbarê ereb-çol-bedewiyan de heye û wiha gotiye; “Ereb didize, deve jî dibe çolê” Fraudel wan wisa binav kiriye; “Tevgera Fethan a Qewman” Tabî di vir de destpêkê dewletparêzî nîn e.
Nakokiya herî mezin ev e ku pêvajoya Medîne cuda ye, fethên bi bedewiyan û şerên desthilatdariyê cuda ne. Nakokiya herî mezin di îslamê de ew dem tam kûr dibe. Digel ku pêvajoya Medîne tam dijberî desthilatdariyê ye, bi Omer re rewş diguhere û Kurdistan jî di nav de bi serê şûr komkujiyan dikin. Ew dem Xaricî dewletbûyînê qebûl nakin. Yên wekî Hesen Sebah di vê qerekterê de ne. Ji ber ku ew desthilatdariyê ji îslamê re xiyanet dihesibînin. Ew jî encax dikarin 30 sal li ber xwe bidin. Jixwe piştî mirina 12 Îmaman îslam rengekî çînî-dewletparêzî û fetihçî digire. Li hember vê bi dehan mezhep dertên. Yanî wisa bi tevahî çûyîna desthilatdariyê çênabe. Milek di qerekterê şaristaniya demokratîk de ye û vê rewşê qebûl nake.
Niha di vir de du îslam dertên holê;
Yekemîn; îslama dewletbûyî. Sûnîtî, Şîatî di nav vê de ne.
Duyemîn; îslama ku nebûye dewlet. Ev jî xaricî û elewî ne.
Bi hatina Osman re ku ji Emeviyan e, zû tê kuştin. Wê demê kurê Ebû Sûfyan Mûaviye waliyê Şamê ye. Ev jî kuştina Osman dike hincet ku heyfê bigire. Piştî gelek teşqeleyan ku Elî dibe xelîfe, ew jî tê lîstokan. Bi Ayşe re dikeve şer. Di şerê herî girînde bi rûpelên Qur’anê ku di serê şûran de ye bandor dibe. Keys dixe dest mûaviye.
Di vê navberê de pevçûn û nakokiyên xiristiyanî û îslamê jî di bingeha berjewendî, bazirganî û fethan de kûrtir dibin. Ne çavên xirîstiyanan têr dibe, ne çavên qaşo misilmanan têr dibe. Her desthilatdariya ku tê ser kar, îslamê ji bona desthilatdariya xwe bikar tînin. Ev jî her diçe îslamê yoz dike û ji îslama Mihemed dûr dixîne. Di heman demê de di xirîstiyanî de jî ji ber nakokiyan pirsgirêkên civakî giran dibin. Her diçe hişk dibe. Engîzasyon li dar dikevin, li ser navên Xwedê şeran li dar dixin û li ser navê Xwedê efû dikin. Miftên bihûştê difiroşin. Ew dem Martîn Lutter bi 99 xalan derdikeve. Ev di xirîstiyaniyê de gavên reformî ne.
Jixwe ayet bixwe Projeyên Civakî ne. Hetanî ku Hz. Mihemed sax bû wê van projeyan çawa şêwe bigirtana, wê çawa bibûna desthilatdariyeke siyasî ne diyar bû. Lewre ev bûn sedemên pevçûnan. Bingeha pevçûna di navbera Elî-Mûaviye jî ev e. Elî Mihemedî ye. Destpêka Ehlî Beyt e. Bes rewşa siyasî ya di dema Hz. Mihemed de zelal nebûbû, Eşîreta Kureyşiyan cudatir dixwestin împeratoriyek ava bikin. Di van pevçûnan Hesen jî Hûseyîn jî têne kuştin. Xelîfetî dikeve dest Mûaviye û xelîfetiyê dibe Şamê. Bi vê guherînê re êdî qada bazirganiyê dibe Behra Spî. Piştre Ebasî asta şaristaniyê dibine qonaxeke din.
Dema ku di xirîstiyaniyê de yên wekî Martîn Lutter rê li ber reforman vedikin, berevajî vê di îslamiyetê de jî yên wekî Îmam Gazalî xezebê tînin serê îslamê. Her cure nîqaş qedexe dibe û pêşketinên di îslamê de dicemidînin û hê jî ew qeşa nehatiye helandin.
Di îslamê de mijareke dîtir, ev ol a ereban e an wê belav bibe bû. Piştî mirina Hz. Mihemed, desthilatdarên ku temsîla îslamê dikirin, nedixwestin her kesî bikin misilman. Ji ber ku bibûna misilman, nikaribûn ji wan bac bigirtana. Dîsa qedexe bû ku malên misilmanan bê talankirinê. Ev tengbûn bi Abasiyan re derbas dibe. Abasî îslamê tînin asta şaristaniyê. Ew jî di sala 1248’an de ji hêla moxolan ve têk diçin. Di îslamê de bi taybetî pêşketinên di navbera sedsalên 7 û 10’an de gelek bi lez in. Li Îspanyayê împeratoriya Îslam Endulis ava dibe. Di sala 1453’an de Fatih Siltan Mehmet Bîzansan belav dike. Stenbol dikeve dest.
Îslama ku bi derketina xwe re ji bona xizan, kedkar û gelan bû hêvî, ket dest mûnafiqan. Îro her hêz, dewlet, rêxistinên qaşo li ser navê îslamê tevdigerin, xiyaneta herî mezin li Hz. Mihemed dikin. Ji ber ku îslama ku Hz. Mihemed ne ev e. Îslama Hz. Mihemed xwedî qerekterek demokratîk e. Ji bona ku em dirûtî û mûnafiqiya hêzên wekî AKP, Cemeata Gulen û ew caniyên Hîzbûl-Şeytanokan derxînin holê, pêwîstî bi rojanîkirina Îslama Mihemedî heye.
Deştî Artim
- Ayrıntılar
Hêjmara 15 ji bona civaka Kurd, hêjmareke balkêşe. Hem cihê şanaziyê ye û bextewariyê ye, hem jî cihê xemgîniyê û şînê û axînê ye.
Dema ku hêjmara 15 li gel heyîva Tebaxê ango gelawêjê bê ser ziman, Kurd hemî kêfxweş dibin, lewra 15 Tebaxê roja serhildan, berxwedan û singvedana li dijî Nemrûda ye û hêviya azadiyê ye.
Lê belê dema ku ev hêjmar bi heviya Subatê(Reşemî) re tê gel hev, ji bona civaka kurd dibe rojeke erjeng, tarî, reş û zulûmat. Lewra Bêbextiya dîrokî li dijî hebûna civaka Kurd, di vê rojê de despêdike. Berî her tiştî ev bêbextî di odeyên kûr û tarî yên istixbaratên İnglîz û siyonîzma cîhanî de tê kelandin û pijandin. Li ser destê İsmet Înonû û Fewzî Çeqmeq’ê ku bi esl û feslê Yahûdî ye , 15’ê subata 1925 an dibe roja bêbextiya navnetewî li dijî hebûna Kurdan mîna civak, çand, ziman û nasname.
Ev leyîstok, dek û dolab ne bi destê Serok Komarê Tirkiyê yê wê demê, her weha bi destê sîxurên İngilîzan tê pêkanîn. Heta bi awayekî veşartî û sergirtî, Mustefa Kemal mîna Şêx Seîd nebe jî, dibe qurbanê vê bêbextiyê.
Di roja 15’ê Subatê de ku Kurd jê re dibêjin Reşemî(ango hêviya reş) di sala 1925 an de, Fewzî û İsmet komek leşker dişînin gundê Şêx Seîd û du leşkeran jî didin kuştin, di heman demê de çeteyên îtîhat û tereqî(nîjadperestên Tirk) jî dikevin sûka Amedê û dikan û bazargeha dişelînin û dişewitînin, di heman demê de dibêjin em leşkerê Şêx Seîd’in “rabin serhildane!”. Bê guman Şêx Seîd haj vê meselê hemiyê nîne, lê belê bê çare dimîne ku dest bi serhildana ku navê wê serhildana “Şêx Seîd” bike.
Ango ev serhildan bi kelandin, pijandin û sorkirina İngilîzan û Siyonîzma cîhanî çêdibe. Armanc eve; şerekî li ser bingehê neteweperestiyê di navbera Kurdan û Tirkan de heta sed salî derxîne holê. Ji bona ku İngilîz siyaseta xwe ya bi nav û deng “perçebike û birêve bibe” di rojhilata- navîn û dinyayê de serdest bıke gelek bêbextiyên weha kirine. Mînak, şerê di navbera Ereban û Yahûdiyan de. Ango herdu aliyan jî (Komara Tirk û Kurdan) qels û lawaz bike û li ser wan siyaseta xwe ya ezperest û kedxwar bide meşandin.
Lê belê 15’ê Reşemiyê(Subatê) di dawiya sedsala bîstan de, ku bi destê heman hêzan hate pêkanîn(İsraîl, İngilîz û Emerîka), navrûk û şêweyê wê li gora dem û cih hinekî cudaye. Ji ber ku vê carê di kesayeta Rêber APO de, tevayî rojhilatanaverast bû armanca destêdana(mudaxeleya) vê bêbextiyê. Raste, dîlgirtina Rêber APO di 15’ê reşemiya sala 1999’an de, bi 15’ê reşemiya sala 1925’an re hevdeme, ango bêbexta ev roj girêdayî pîlansaziya xwe ya berê ku li dijî Şêz Seîd û hinekî jî li dijî M. Kemal birêxistin kirin. Lê belê vê carê “War ew ware, lê bihar ne ew bihare”. Ne gelê Kurdistanê gelê berê ye, ne jî Rêberê vî gelî Şêx Seîd’e.
Rêber APO di kesayeta xwe de felsefe û rêxistin û siyaseteke wisa derxist holê, ku hemî Ferewn û Nemrûdên vê demê bibin yek jî û wî mîna promîte(promîtos) di zinarên deryayê de çarmîx bikin jî, dîsa wê ew biserbikeve. Di rastiyê de jî em dibînin ku ev felsefe, rêxistin û siyaset bûye cewherê civaka Kurdistanê. Êdî Rêber APO bûye nemir, ji ber vê çendê em dibînin ku îro qirik li hêzên bêbext ziwa dibe. Lewra serkeftina Rêber APO û gelê Kurdistanê, di heman demê de, tê wateya binkeftina hêzên bêbext(komploger) li tevayî rojhilatanaverast. Ji ber ku van hêzan bi girtina Rêber APO xwestin ku bi mudaxeleya Îraqê, rojhilatanaverast bikin gola xwînê ku tu carî herikandina vê xwînê raneweste! Her çiqas hinek armancên xwe pêkanîbin jî, lê belê di dawiyê de li xwe mukir(itîraf) hatin ku biserneketine. Bê guman felsefeya Rêber APO ya ku sazî û hişmendiya dewletê rewa nabîne û napejirîne, rolekî sereke di vê encamê de leyîstiye. Lewra ev felsefe pişta xwe dide civakê, pişta xwe dide sazî, hişmendî, sinc(exlaq) û cînavka(wijdana) civakê ya xwezayî û dîrokî.
Belê, di 15’ê Reşemiya(subata) 2011’an de Rêber APO, Şehîdên şoreşê, gelê Kurdistanê û rojhilatanaverast bıserkeftîne, di heman demê de İngilîz, Emerîka û hemî Nemrûd û Ferewn binkeftîne. Lê belê tekoşîn bi dawî nehatiye û bi dawî jî nayê! Lewre hêzên bêbext(komploger) hêjî di odeyên tarî de rûniştîne û 15’ê Subatên nû amade dikin. ji ber vê sedemê pêwîste ku hemî gelên herêma rojhilatanaverast, hewl bidin ku li ser hîmê felsefeya Rêber APO milê xwe bidin hev û heta ku azadiya xwe pêkbînın û tovê civaka azad û demokratîk li vî xakî şînbibe.
- Ayrıntılar