Ji çapemenî û raya giştî re;
Di demên dawîn de di pevçûnên li Sêrt, Berwarî û Şirnexê de hinek cahş mirine û hinek ji wan jî birîndar bûne. Dewleta TC’ê jî di propagandayên xwe de, dibêjin ku gerîla bi zanebûn cahşan hedef digirin. Ev propagandayeke ne rast û bê esl e.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Em dixwazin bidine diyarkirinê ku, çalakiya me ya dawîn a ku di 27’ê gulana 2010’an de li Pervariya Sêrtê li dar ket, ji bona ew destên bi alçaxî dirêjî rûmet û namûsa gelê kurd bûye hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî ya demokratîk re!
Em berxwedaniya parastinê ya 7’emîn a 1’ê Hezîran 2004’an li Serokatiya xwe, li gelê xwe, li raya giştî ya demokratîk û li hemû rêhevalên xwe pîroz dikin û em hemû şehîdên me yên welatparêz û rêhevalên xwe ku di vê pêngavê de şehîd ketine bibîr tînin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 30’yê gulanê de saet di 23.00 û di 31’ê gulanê de saet di 02.00’yan ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember qada Şeşdara ku girêdayî Heftanînê ye êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 6'ê gulanê de operasyona Artêşa TC'ê ku li qadên Kirê, Elê, Navrê û Girê Qerargahê li çiyayê Agiriyê ne dabû destpêkirinê, di 27'ê gulanê de bi paş ve vekişiyaye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 28’ê gulanê de saet di navbera 21:00-23:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li Qadên Parastina Medya li hember gundê Sûlê û Kato ku girêdayî Heftanînê ne, êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 26’ê gulanê de saet di navbera 06.00-07.00’an de li Qadên Parastina Medya li hember qadên gundê Nizûrê û Heştiyanê ku bi ser Heftanînê ve girêdayî ne, Artêşa TC’ê êrîşeke bi hawan û obûsan li dar xistiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 27’ê gulanê de saet di navbera 05:00-07:00’an de ji hêla Artêşa TC’ê ve li hember qadên Korsan û Ermeve ku girêdayî Şemzînana Colemêrgê ne êrîşeke bi hawan û obûsan hatiye lidarxistin
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Me berê dabû daxuyandin ku di 17’ê gulanê de rêhevala me Toprak Canfeda (Asiye Gunduz) şehîd ketiye. Bes li gorî agahiyên dawîn ku me girtine, hevala me Toprak piştî ku demek ji yekîneya xwe qut dibe, gihîştiye yekîneya xwe.
- Ayrıntılar
Di Dîrokê de Berxwedaniya Civakên Ehlaqî û Polîtîk –IV-
Wekî tê zanîn, rabirdûya mirovantiyê ta diçe heta 7 milyon sal berê. Berî 3 milyon sal berê, rêwîtiya mirovantiyê li rojhilatê Efrîqa li Xeta Rîfê destpê dike. Digel ku gelek cure giyanewerên ku dişibin mirovan hene, tenê 3 milyon sal berê tenê cureyek difilite û xwe digihîne roja me ya îroyîn. Îro jî ev cure ku wekî “mirov” tê binav kirin û ev cure bi mejiyê xwe ji hemû zindiyên cuda dibe.
Me di beşên din de diyar kiribû, di ajal an heywanan de mejiyê hestî heye, lê di mirovan de hem zekaya hestî hem ê analîtîk heye. Yanî ji heywanan cudatir, mirov dikarin analîz an dahûrîn bikin. Xebitîneke wisa bêhempa tenê di mirovan de heye. Lê ku em bipirsin, çima di zindiyên din de ev rewş nîn e, wê erka mirovan baştir zelal bibe.
Der barê vê mijarê de, Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de, li ser taybetmendî û bêhempabûna mejiyê mirovan disekine. Dema em li mejiyê mirovan binêrin, du sedem bandor dikin.
Yekemîn, sedema fîzyolojîkî.
Duyemîn, avabûna ziman.
Ku em li ser sedema yekemîn bisekinin, niha ku em li çene an erzenga zindiyan binêrin, ya heywanan dûz e û mezin e. Ji ber vê yekê ji mejî re kêm cî dibîne. Dîsa hestiyê serî yê heywanan hişk e. Ev jî dibe sedem ku mezinbûna mejî, ber bi jor ve be. Lê hestiyê serê mirovan nerm e, mejî dikare ji xwe re derfetê mezinbûnê bibîne. Yanî hestiyê serê mirovan, li gorî mezinbûna mejî xwe tanzîm dike.
Di mejiyê mirovan de, dema ku beşa mejiyê analîtîkî bi pêş dikeve ku wekî korteks tê binavkirin, tê de kunek heye. Ev kun di pêşketina mejî de gelek xwedî bandor e. Ev kun di mirovan de hevsengiyê pêk tîne. Yanî bi saya vê kunê, mirov dikarin li piya û rast bimeşin. Me berê jî gotibû, ji ber ku ev kuna mejî di cureyê pîrîmatê bi navê Homorîtan de nînbûye. Ev di fosîlên ku hatine dîtin de, aşkere xuya dike. Ji ber vê yekê cureyê wan qir bûye an tune bûye.
Sedema duyemîn, pêşketina ziman e. Mirov bi milyon salan zimanê nîşaneyî (işaret) bikar anîne. Dema ku mirov bi zimanê sîmgeyî diaxivin, di masûlkeyên (kas) ziman û di qirêkê de guherîn pêk hatiye. Bûyer an madeyan razberkirin an soyûtlamakirin bi pêş dikeve. Bi vê mijarê re girêdayî her çiqas di cureyê Homorît de civakîbûneke diyarkirî hebe jî, lê tam civakîbûnek nîn e û tune dibe. Sedem jî nepêşketina mejî ye.
Ji ber ku rasterast têkiliya zihniyetê bi mejî re heye. Yanî zihniyet bixwe, KAPASÎTEYA RAMANDINA MEJÎ YE. Ev jî civakîbûne. Rewşa mejî ya çalakbûnê ye. Tabî ev jî di encama beridandinê(evrim) de bi pêş dikeve. Ku em zihniyetê formûle bikin, RAMAN û ÇALAKÎ ye.
Ku em li dîroka nêzîk binêrin, civakîbûnê bi aboriyê ve girê didin. Ev nêrandinek e. Bi taybet marksîst vê selmandinê kirine. Wê demê tu yê civakê li gorî pîvanên aboriyê dest bigrî. Ev jî nêzîkatiyeke zihniyetî ye. Wekî mînak, di klanan de nêzîkatiya anemîzm û totemîzm hene. Cudatir nêzîkatiyên mîtolojîk jî hene. Ev hemû bi zihniyetê ve girêdayî ne.
Civakên despêkê, her yek ji wan bi zihniyetek nêzîk bûne. Ev di klanan de û civakên me yên roja îroyîn de jî wisa ye. Asteke mejî heye û ev mejî bi awayekî tê bikar anîn. Divê em vê jî bêjin, hebûn bi tena serê xwe raman çênake. Jixwe bi awayekî mirovên berê bi zekaya xwe ya hestî yên heyî hîs dike. Lê di dema nêçîran de, derman çêkirinê de, planan de, analîzan de ZIHNIYET dikeve dewrê. Yanî hetanî ku ev nîn bin, mirov nikare bahsa zihniyetê bike. Wê demê, dibe ku hinek bêjin qey KLAN zihniyeta wan nîn e. Jixwe bi klanan re zekayê analîtîkî bi pêş ketiye. Wekî mînak, tenê mirov li hev binêre em ê nikaribin bibin civak. Bifikirin klaneke ji 25 kesî pêk tê heye. Wê ji ciyek herin ciyekî an jî wê biryara çûyîna nêçîrê bigirin. Mirov dikare texmîn bike ku, wê demê jî fikrên cuda cuda derketine. Hinek gotine em jor de herin, hinek gotine em jêr de herin, hinek gotine em sibehî nêçîr bikin, hinek gotine em êvarî û hwd. Lê wisa dixuye ku, biryarên hevbeş girtine. Nexwe her yek bi serê xwe biryar bidaya, wê qir bûna an tune bûna û îro jî em ê nînbûna. Wê demê wekî çareserî mirov dikare bêje ku, pêwîstiya çalakîbûna fikrî heye. Wê demê em dikarin bêjin ku, zihniyeta vê civakîbûnê heye. Jixwe di avabûna zihniyetê de çalakiya hevbeş heye. Di vir de jî ev heye.
Wê demê em dikarin bêjin ku, zihniyet piştre bi pêş ketiye. Dema ku yekbûna RAMAN-ÇALAKÎ pêk bê, zihniyet jî dertê holê.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de, li gorî deman zihniyetê dike sê celeb.
Yekemîn; Zihniyeta Mîtolojîk. Di vê zihniyetê de vegotin, efsane û destan li pêş in.
Duyemîn; Zihniyeta Doxmatîk. Di vir de ol dertê pêş. Rastiyên teqez an mûtlak hene. Naguherin, ezel ebed in. Bêdawîn in û nayên şîrovekirinê.
Sêyemîn; Zihniyeta Felsefîk. Razberkirin, pirskirin û hêza çavdêriyê heye.
Ev hersê nêzîkatî, ku em demên dawîn pozîtîvmê jî têbixin navê, ku her tişt li gorî ezmûn(deney) û çavdêriyê ye, zihniyetê diyar dike û ev jî taybetmendiyeke mejiyê mirovan e. Cudahiya mirovan û zindiyên dîtir ev e. Kesek bê zihniyet nikare di civakê de bimîne. Ev fenomen nebe nabe ye.
Her zihniyetek xizmetî tiştek an fenomenek dike. Ji ber vê yekê, di rêveçûna şaristaniyê de, her şaristaniyek, her împeratoriyek, her dewletek hewl daye zihniyeta xwe ferz bike. Hinek bi mîtolojiyan, hinek bi fermanên Xwedayan û hinek bi ezmûnan civakan birêve dibin.
Ger ku îro em li dij van zihniyetan e û em hewl didin zihniyeteka nû ava bikin, pêwîste ku em zihniyet çiye û ev zihniyet ji ku û çawa derketiye bizanibin.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar