Ji ber ku hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdulah Ocalan re ev şeş meh in tên astengkirin û li hemberî Kurdê azad bi awayekî sîstematîk êrîş hene, li dijî hikûmeta AKP’ê nerazîbûn çêdibin. Li hemû zîndanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê grevên birçîbûnê hene. Li hinek zîndanan girtiyên azadiyê bedena xwe didin ber agir. Di nava civakê de jî nerazîbûn heta astekê hene. Ev hemû tiştekî didin diyarkirin: Li Kurdistan’ê rewş awarte ye. Li cihekî nerazîbûn hebin, ev tê wê wateyê ku li wê derê pirsgirêk hene. Baş e, niha pirsgirêka ku tê jiyîn çi ye?
Di rastî de pirsgirêka ku Kurd niha dijîn dîsa wekî ya berê pirsgirêka hebûn û tunebûnê ye. Hewldanên desthilatdaran ji bo tunekirina Kurdan her hebûn. Û li kêleka vê, hewldanên Kurdan ên ji bo hebûn û azadiyê jî her hebûn. Di nava vê dîrokê de dema herî gur dema esareta Rêberê Gelê Kurd bû. Û ev pêvajo bi awayekî pir xurt niha jî didome. Piştî demekê dagirkeriyê ferq kir ku Kurd tune nebûn û nabin. Em bihêlin tunebûnê, her ku diçe xwe xurt-tir dikin. Dîsa piştî demekê Kurd jî dîtin ku dewleta dagirker dev ji polîtikayên xwe yên tunekirinê bernedaye. Ji bo vê jî her du aliyan xwe li hemberî hev tûj kirin. Vaye, çavkaniya awartebûna rewşa niha ev e.
Di dema esareta Rêberê Gelê Kurd de konjonktura derve û ya îro wekhev e. Di wê demê de sîstema modernîteya kapîtalîst hêza xwe kir yek û hewl da ku PKK’ê tune bike. Rêberê Gelê Kurd di vê çarçoveyê de hate dîlgirtin. Baş e, di roja me ya îro de gelo di vê konjonkturê de guhertin heye yan na? Îro jî ji bo PKK, Kurdê azad û Serokatî tune bibe, çi ji destê sîstema kapîtalîst tê dikin. Pêşengên modernîteya kapîtalîst YE û DYE hêzên herêmî jî digirin cem xwe û bi awayekî pir aktîf di pêvajoya tunekirina PKK’ê de cih digirin. Di vê çarçoveyê de mirov dikare bêje, konjonktur neguheriye.
Gelo di konjonktura li hundir de guhertin heye yan na? Ji pêvajoya sala 1999’an hikûmeta ANAP-MHP û DSP’ê derket. Kar û barên vê hikûmetê ji bo tunekirina gelê Kurd karkirin bû. Baş e, îro di kar û barên hikûmetê de guhertin heye? Mirov dikare bibêje di tevahiya dîroka Komara Tirk de hemû hikûmet ji bo tasfiyekirina Kurdan tevgeriyane. AKP jî ji bo xeta Kurdê azad tasfiye bike, ji alî hêzên navnetewî ve hate amadekirin û bû îqtîdar. AKP’ê bi pratîka xwe îspat kir ku ji hemû hikûmetên beriya xwe zêdetir dijmin, xwînxwar û êrîşkar e û di tasfiyekirina Kurdan de bibiryar e. Ev jî eşkere dike ku konsepta tasfiyekirina hikûmetan berdewam dike û konjonktura hundir jî neguheriye.
Dîsa di sala 1999’an de pêşengên modernîteya kapîtalîst xayînên Kurdan hemû civandin. Ev hêz li bendê bûn ku PKK tune be. Di rewşeke bi vî awayî de wê li ser nirxên ku bi têkoşîna PKK’ê derketine holê, siyaset bikirina. Wê bigotina ‘nûnerên gelê Kurd em in, bi me re rûnên…’ Em dîqet bikin di roja me ya îro de jî, ew kesên ku tenê qalikê wan Kurd e, di cewher de tu têkiliya wan bi Kurdayetiyê re tune ye, yên ku şeref û rûmeta xwe firotine û li ber deriyê dijmin diewitin gelê xwe, tên komkirin û pêşiya wan heta dawiyê tê vekirin. Di vê noqteyê de jî konsept heman e. Di her duyan de jî tişta ku dixwazin pêş bixin ev e: Kurdê/a ku xwe teslîmî sîstema kapîtalîst kiriye û li gorî berjewendiyên wan tevdigere avakirin e.
Em bala xwe bidinê, konjonktura wê demê û ya îro ji pir milan ve dişibe hev. Tiştên ku îro diqewimin berdewamiya wê demê ne. Baş e, tişta ku hatiye guhertin çi ye? Rewşa PKK’ê û rewşa gelê Kurd e.
Wê demê PKK’ê Serokatiya xwe esîr dabû. PKK di parastina Serokatiya xwe de binketibû û li ser vî esasî îradeya PKK’ê şikestibû. PKK lewaz ketibû. Di halê heyî de PKK’ê pêşiya xwe nedidît û hewl dida ku xwe komî ser hev bike. Qey îro rewşa PKK’ê ev e? Na! Di roja me ya îro de PKK ji wê rojê qat bi qat xurt-tir e. PKK di milê gêrîla de ji wê demê xurt-tir e. PKK di milê felsefeya jiyanê de ji wê demê xurt-tir e. PKK di nava gel de ji wê demê zêdetir birexistinkirî ye… Bi kurtasî mirov wexta wê demê û îro tîne ber hev, dibîne ku derfetên serkeftinê yên PKK’ê îro, ji wê demê qat bi qat zêdetir e.
PKK îro bi rihetî dikare şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixe. PKK îro dikare di şerê ‘hebûna xwe parastin û azadiya xwe bidestxistinê’ de bi ser keve. Ev, ne propaganda ye, rastiyek e. Lê, ji bo PKK bi ser keve tiştek pêwîst e. Ruhê 1999’ê divê. Hêrs, kîn û nefreta li dijî dagirkeriyê divê. Cesareta ji tirsa tunebûnê tê divê. Bi kurtasî derxistina potansiyelê divê.
Xebat ANDOK
- Ayrıntılar
Ez li haveynê agirê Promethausê dîroka winda digerim..
Hey Promethaus, haveynê agirê winda bide min... Bide min ku, destanê tew biqîrim û di ple û bergên daristanên Çiyayên Zagrosê de, bi nîgarkêşiyek Xwedawendî neqiş bikim. Tu di kîjan çavkaniya neftê de hatiye veşartin Ey Promethaus?
Tu di kîjan boriyên erdgaza di ser singûberê min de haitine dirêjkirin de hatiye veşartin? Tu, di kîjan kûlkeserê de, di kîjan birîna dîrokê de, di talangeriya dgairkerî de hatiye kuştin?
Hey Promethausê dîroka winda, ez di sê danên rojê de tême kuştin.
Li Imralî, haitme zincîr û lele kirine.
Dîse jî, ez kîna jiyana bi rûmet diqîrim û dibêjim: Ez agir im,
Ez mîratzadeyên dîroka qedîm im, di haveynê rojê de rûniştî me, di bedena malzaroka erdê de tirşûtovûbizrî me, dikelim, difûrim... Di kolaneke Deh Malikan de, li baxçê Nuhê Kal, bi hêviyeke tejî stêrik, bi reng û şemala evîneke birçî katdayî me.
Di bedena min de, heeey Promethaus:
Gul pişkivî, agir pişkivî, gotin pişkivî,
Mirov pişkivî, evîn pişkivî, helbest pişkivî,
Hêvî pişkivî, dîrok û destan pişkivî,
Pêpelûka ber bi ezman pişkivî û wek destanên qedîm lehengên hemdemî ber bi ezmanan hilpirikîn. Ref bi ref çûne erşê heftan, niyaz û nimêjên veşartî berhev kirin û hatin, bi serê teliyên lerzok, bizrê jiyanê di malzaroka axê de çandin. Ku şitlên rihanê bi şitlên indeko re, bi basimbara biharên revok re, bi darûdeviyan re, bi gul û gulbijêrkan re, di kefa mista karxezalên welatê min de vekin.
Nuhê Kal, bi dewsên tirsonek, bi awireke revok û hêdî hêdî...
Bizmarek li kêştiyê da û wek çavkaniya jiyanê bangî canlidaran kir...
Hingî navê destanekî hate nivîsandin, navê berxwedanê bû ev...
Ev destan, bû navê kêştiya Nuh
Li serê Çiyayê Hûda hate rûnandin
Dibin banê ezman de bû peymaneke ademî û stêrik vekirin
Piştre Nuhê Kal, ji kolana bajarê Cizîrê mistek av anî û bi usima hezar salan qewî kir, li ser dilopa xwehdana lehengên welatê min danî, piştre di kefa mista zarokên Amedê de danî, li ser bircikên bedena Amedê, bi dengekî bilind, navê cengaawerên welatê min, sê caran, wek ayetên xwedayî xwendin.
Bi berbangê re, di nava pêlên ava Dicle de ber bi kûraya mezopotamya ve dirêj kirin.
Hingî dengê ezman weliya, di nava lorandineke bêhnbirehayî de şeqitî, hat û hat, li bêndera dilê manşêtên rojnameyekê de rûnişt. Hingî navê gerileyên welatê min, yek bi yek di atlasê dilê helbestan de nivîsîn.
Bûne şelîpaneke niyazan û wek niviştokên êşa di bedena Promethaus, mezin bûn, bûne kevirê di destê zarokên li kolana Amedê... Bûne nimêjên roja înê li meydanan... Bûne navên ezberkirî ku li zarokên hîna nebûyî têne kirin
Di wan rojên ku qewlên jiyana nû dihatin nivîsandin û derwêşan helbesta jiyanê wek libên tizbihê darvedikirin... Di germahiya dilên lehengên welatê min de, agirê Kawa gûr û gel bû, haveynê di Kêştiya Nuhê Kal de, di şana mêşa hingiv de şana jiyanê dihuna..
Da ku hevalên zarok, helbesta jiyanê bixwînin
Da ku, di kenê xwe de hêviyê şah bikin
Da ku ronahiya reşka çavên xwe, wek xeftanekî hevrîşmî li kevokan bipêçin û wek kenê lehengên welatê min û helbesta keça gerila, û çerxa jiyanê li hev mehr bikin, bi usima jiyanê li ser diranên çerxa şevûrojê deynin û pêjna dewsa guhertinê li cîhanê teva bela bikin...
Ji deştan bibin gund û bajaran... Li ber kaba dayikên westiyayî deynin... Bibin rondikên çavên karxezalan... Bibin ahên û kûlkeserên veşartî... Bi pakrewanên welatê min re rahêjin baqek helbestên Ehmedê Xanî, bajar bi bajar bigerînin, li derîstana her malê, li ber stuna her konê koçerî deynin, bi stranên Miradko qewî bikin, wek arya di dîwana stêrikan de bilorînin.
Hingî Meleyê Cizîrî
Wê ahenga evîna helbestên xwe biqîre
Hingî Meleyê Bateyî
Wê nîgarkêşiya helbestên xwe hildêre
Hingî, ala rengên erdûezmanî, rengên rojûevînî, ji serê Çiyayên Kurdistanê, ref bi ref dakevin jêr û erdûezman bi jiyan azad û mirovên bextewar bixemilînin.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Ziman nîşaneyeke herî girîng û bingehîn a nasnamê ye. Mirov di xwezaya mirovahiyê de ji sedema têkiliyên di navbera mirovan de çiqas zimanan zanibe û bikar bîne, ev dewlemendiyek e. Lê li kêleka vana ku mirov zimanê xwe nizanibe, lewaz zanibe, bikar neyne, jê bireve, ev jî rûreşiyek e.
Hebûna çandî bi ziman mumkun e. Di vê mijarê de ziman faktoreke herî girîng e. Ger zimanê dayîkê tê qedexekirin, ev nijadkujiya çandî ye… Nijadkujiya çandî, ji nijadkujiya fîzîkî xetartir e. Dixwazin hebuna Kurdan tine bihesibînin. Ew wer hesab dikin ku ger gotinên pûç bikin, wê Kurd bihelin û biçin.
Ziman hîmeke bingehîn ê netewbûn û yê mirovbûnê ye. Mirovê bê ziman nikare wekî ajalekî jî xwe bi rûmet bihesibîne. Tê tespît kirin ku mirovahî bi dîtin û bikaranîna nivîsandinê derbasî şaristanîyê bûye. Lê ev jî tê zanîn, ku xaka Kurd li ser dijîn jî xaka cara yekem mirovahiyê wekî mirov deng derxistiye, dest bi axaftinê kiriye, nêrîna xwe aniye ser ziman û bi mirovên din re parve kiriye. Li ser vê xaka dergûşa mirovahiyê, mirovahî bi dapîr û bapîrên Kurdistaniyan dest bi dengderxistina mirovbûnê kiriye. Lê heyf mixabin, îroj di bin dagirkeriya dewleta Tirk, Ereb û Faris de ji mirovên vê xaka pîroz re dengderxistina bi zimanê dayîka xwe hatiye qedexekirin. Ma gelo ji vê mezintir şerma mirovahiyê heye?
Bi salane polîtîkayên bişavtinê li ser ziman û hebûna gelê Kurd tê meşandin. Ji ber zilm û zordariya dagirkeran zimanê Kurdî hertimî hatiye qedexe kirin û tine hatiye hesibandin. Ji ber van polîtîkayên bişavtinê zimanê Kurdî dibe bi awayê nivîskî nehatibe nivîsandin. Lê bi devokî gel hem êşên xwe, hem keyfxweşiyên xwe, hêviyen xwe, daxwazên xwe hertimî bi zimanê xwe anîne ziman û bi ruxmê dîroka ne nivîsandî ya zimanê Kurdî jî, ev ziman hebûna xwe ji dîrokê ta roja me ya îro diparêz e. Îro jî di astekî bi wî rengî deye, dikare bi awayekî hêsanî dîroka xwe a nivîskî ji nû de binivîse. Di dîrokê de gelek wêjevanên Kurd ku îro di dilê gelê Kurd de nemirbûne, bi destanên xwe yên wêjeyî û neteweyî, bi destxetên xwe hem êş û hem jî nalînên vî gelî anîne ziman. Bi van destanên xwe binav û deng in. Bi berhemên xwe karîne dengê xwe bigihînin hemû mirovatiyê ku ev ziman wê di ti demî de winda nebe, ji ber ku zimanê Kurdî, dayîktî ji zimanê mirovahiyê re kiriye.
Lê a niha jî Bulend Arincê ku ji zanista dîrok û çêbûna mirovahiyê cahîl mayî dibêje, ‘‘zimanê Kurdî ne zimanê medeniyetê ye…’’
Vaye li holê ye, medeniyet li ser vê xakê destpê kiriye. Medeniyet bi zimanê Kurdî bihebûn bûye. Wexta ku zimanê Kurdî bi destanên xwe nav û deng bû, tovê nifşê Tirk qet tine bû. Gava ku destanên neteweyî yên Ehmedî Xanî, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran… li ser rûyê cîhanê bûn, peyva Tirk jî tine bû. Ger tu ji zanistên avabûna mirovahiyê dûrbî, têkeve kurahiya dîrokê û bixwîne. Bibîne ku zimanê Kurdî rolekî bi çi rengî di avabûna medeniyetê de leyîstiye.
Di sedsalekî bi vî rengî de gotineke mîna yê Bulend Arinç kirin, şerma dewleta Tirk û asta mirovahiya wan dide diyar kirin. Bi van gotinên Bulend Arinç dixwazin bibêjin, yek ji we jî qala bikaranîna zimanê Kurdî û perwedehiya bi zimanê dayîka xwe nekin. Ger hûn vê yekê bixwazin, cihê we di hûcreyê de hucreye, di zindanê de zîndaneke dine. Yan hunê bêdeng bimînin, yan jî hûnê bi destê xwe, xwe tine bikin. Yan jî ger hun zêdetir israr bikin, hunê di qirkirinê re derbaz bibin. Ji xwe ya tê kirin jî qirkirin e. Qirkirineke çandiye, tine hesibandina neteweyekî ye. Ne hezim kirina dewlemendiya zimanê Kurdî ye. Xwe ranegirtina li himberî hebûna gelê Kurd e. Li ser gelê Kurd bêrumetiyê ferz kirine. Dixwazin zarokên Kurd jî weke xwe bidin mezin kirin.
Her wisa Bulend Arinç di axaftinên xwe dibêje, ‘‘cihekî ku em dibistan jî vebikin tine ye.’’ Ji xwe ti pêwîstiyên gelê Kurd yên weke hun dibistanan ji wana re vebikin nîn e. Hêviyekê bi wî rengî jî ji we nakin. Îro li hemu parçeyên Kurdistan û ji derveyî welat, ji heft heya heftê salî li hemû qadên jiyan û xebatê gelê Kurd bi zimanê Kurdî, bi zimanê xwe dipeyîvin. Her wisa bi hezaran zarok û mamosteyên di zimanê Kurdî de profesyonel bûne, li wargeha penaberan a Mexmûrê bi zimanê dayîka xwe dixwînin û dinivîsin. Ew zarokên ku îro li wargeha penaberan a Mexmûrê perwerdehiya zimanê dayîkê dibînin, hemû jî mamosteyên pêşerojê yên zimanê Kurdî ne.
Ji bo vê jî li ser ziman, polîtîkayên helandinê li ser mirovê Kurd çiqasî bandor kiribe bila bike, dewleta Tirkiyê astengî û qedexe kirinan çiqasî pêş de dibe bila bibe, ji bo bikaranîna zimanê dayîkê çiqas, lêdan, êşkence û zîndanê datîne bila deyne, wê ev ziman winda nebe. Berovajiyê wê, wê ev ziman bi dewlemendî û hebûna xwe gotinên yên weke Bulend Arinç di qirika wan de bihêle. Wê ev ziman bibe ben, (ip) û di qirika dagirkeran de bimîne. Di serî de jî wê di qirika Bulend Arinç de bimîne. Ji ber gotinên ku dike hemû jî puç û valane, ji nezanî û cahîliyê tê.
Ger li ser rûyê vê cîhanê tê xwestin ku di nava giştiya mirovahiyê de wekî mirovên bi rûmet cih bigrin û wiha werin pejirandin, pêwîst e di serî de gelê Kurd li zimanê xwe û pê re li nirxên xwe yên netewî xwedî derkevin. Ger ev yeka ne yê kirin, ti mirovê li ser rûyê cîhanê wê wan kesên bê ziman rişt negre. Ji refê mirovan hesap nake û wê bixwaze hemû mafên wê binpê bike.
Gelê Kurd jî îro xwedî wê hêzê ye ku li hemû qadên jiyan û xebatê xwedî li ziman û rûmeta xwe derbikevin. Gel wê bi zanista zimanê xwe, careke din bi yên weke Bulend Arinç bidin zanîn ku mirovahî li ser van xakan bi hebûn bûye.
Hindistan Penaber
- Ayrıntılar
Gelê Kurd, di nava tixubên Tirkiyê de, li Kurdistanê jî li metropolên Tirkiyê jî bi guman e. Ji huquqê Tirkiyê, ji demokrasiya Tirkiyê, ji siyaseta Tirkiyê, ji Medya Tirkiyê, ji desthilatdarî û muxalefeta Tirkiyê teva bi guman e...
Gumanên wiha mezin û kûr, komên xelkê ber bi argumanên cûda dibe.
Bûyera dawî, ku wek volqanekê Anqera kire nava erdehejekê, daxuyakirin ku, siyaseta neteweyî, yan jî îdeolojiya fermî ya dewleta Tirk, bûye nexweşiya frengiyê.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê nirx û pîroziyên demokrasî bi pesindarî bîne ziman, li aliyê din, cemaeta ku rekihên reşbînî diafirîne, serdestiya xwe di nava hunandina wan pîrozî û nirxên demokrasiyê de avabike, frengî serdestî wê îdeolojiyê bûye. Rekihên reşbînî wê hêdî hêdî, nirx û pîroziyên demokrasî teva parçe bikin û destîniya 600 salî ya Osmaniyan, ku pirsgirêk tenê bi Qur’anê dihatin çareser kirin, bikevê dewsa wan. Pêdivî bi hişmendiyeke orîjînal tune bû. Nıha jî, hêdî hêdî hişmendiya Fetul-munkîr serdestî her tiştî dibe.
Çima frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, forumên pirsgirêkên neteweyî rêz bike û ji demokrasî bêhtir teokrasiyê bike pratîkê û lewlebaziya yek milet, yek ziman, yek al, yek netew bike, frengî hukumranî wê dewletê bûye. Ev hişmendiya Îttîhat-Terakî ye. Baş tê zanîn ku heyama Îttîhat-Terakî heyama şikefta reş e. Hişmendî teva di urê xwe de difetisin û tunebûn. Cemaeta Fetul-munkîr bi maskeyên cûda digere û dîrok û rastiyan teva, bi gotinên Cenabê Pêxember, Xweda inkar dike û fetwayên qirkirina gunehkariyên mirovahiyê didin.
Çima frengî?
Eger, desthilatdariya dewletekê, siyasetê ji zanista sosyolojî, felsefî, dîrok û pedagojîk dûr bike, di dewsa wan de, demagojî, nîq, dek û dolab û şantajê bike pratîkê, bi navê Xweda û Pêxember, ewliya, embiya û qas qencê Xweda komên xelkê bixapîne, frengî li her baskê dewletê bela bûye.
Çima Frengî?
Eger desthilatdariya dewletekê, li projeyên xwe, li kiryarên xwe (çi bi destên xwe, çi bi destên kesên duyemîn û sêyemîn) kiribin pratîkê xwedî dernekeve; hemberî ku her kes rastiya projeyan jî, ya kiryaran jî fêm kiribe û zanibe; aliyê din yê pirsgirêkê proje û kiryaran teva ji raya giştî re eşkere bike û rayedarên herî sereke vê rastiyê mandele bike, yanî înkar bike, li proje û kiryarên xwe xwedî dernekeve, frengî di şahdamarê wê dewlet û desthilatdariyê de serdest bûye.
Bûyera dawî ku wek neynika krîza siyasî ye, ev rastî eşkere kir. Ji ber ku banga dozgerê taybet ya şêwirmendê nû û kevin yê MÎTê, û têkildarkirina bi KCKê re, destpêka krîza siyasî ye. Lê armanc, ji tiştên li darî çavan gelekî kûrtir e.
Krîza siyasî, şerê navbera hêzên dewletê ye. Ev şer ne tenê di navbera desthilatdarî û muxalefetê de ye. Kûrtir û ferehtir e. Ev tê wateya ku frengiya li tevahiya sazî û dezgehên dewletê de serdest bûye, cih cihan diteqe. Ev teqîn wê berdewam bikin.
Serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan ku, wek şagirtê dilsozê demokrasî toz û dumanê radike, di demên dawî de, hêza xwe ya xitabetê li dijî BDPê seferber kiriye. Berî krîzê û di roja ku birîna frengiyê teqiya jî, BDPe kire hedefa xwe. Ev siyaseta qedîm ya Erdogan e, ji bo ku qirêj û gemara kiryarên xwe veşêre û bide jibîrkirin, her dem serî li riyên wiha dide.
Di komkujiya li Roboskî de heman tişt kir. Bi sosyolojiya bûyerê lîst û ji rastiyê bêhtir, enformasyona li dora bûyerê derxiste pêş û bi astrumanên li dora bûyerê jî dengên cûda derxist.
Mîna kurd dibêjin, “kêr giha hestî”, di şerê eniyên dewletê de jî, “kêr giha hestî.”
Lê em jibîr nekin, bûyera dawî destpêka kirîza siyasî ye, krîza aborî jî li devê derî ye...
Bi du-sê hevokan be jî, em teqîna birîna frengi hinekî bixepêrin. Dozgerên AKPê, demeke dirêj Ergenekon kirin rojevê, hem rojev guhertin, hem jî hêzên dewletê parçe kirin û pêşiya AKPê û Cemaetê Gulen paqij kirin. Niha jî dozgerên AKPê, dixwazin KCKe bikin rojevê, ji aliyekî ve eniya Kurd, ji aliyê din ve baskên dewletê bike nava mijulahiyên cûda û pirsgirêkên bingehîn bide jibîr kirin.
Serokatiya Konseya Rêvebir a KCKê bi daxuyaniya dawî, da xuya kirin ku, ew nayên lîstika desthilatdariya AKPê û got; “Pirgirêka Kurd, neteweyî ye û ji pirsgirêkên navbera hêzên dewletê pirr pirr mezintir e. Dive ku tu kes vê prisgirêka ciddî û dîrokî neke amûr û alavê şerê navxweyî.” Lê exlaqê siyasî yê AKPê jî, yê CHPe jî, biqasî hişmendiya wan ya demokrasî û nirxên demokrasiyê ye. Yek mîratzadeyê faşîzma spî ye, yê din jî Xwedayê faşîzma kesk e. Lewma mirov hêviyên exlakê siyasî û cididyeta dewletî ji wan nake.
Ne ew bi tenê; destilatdariya AKPê, bê-exlaqiya qedîm ya Îttîhat-Terakî û bikaranîne sergeredeyên ulufe-xwer û ketîtiya yenîçeriyên hemdemî, (siyaseta bi realîzma îdeolojiya fermî ve girêdayî û îdealên xurdetî), kiriye pratîkê. Yemîçeriyên hemdemî ku bi îdealên xurdetî xemilandî ne, di rexneyên xwe de, siyaseta “felzekê” bikartînin. Dive Kurd li hemberî vê îdeala bi formulasyonên “felzekî” ve girêdayî şiyar bin. Ev navê popolîzma demokratîk e û tehlokeyeke mezin e.
Niha populîstên demokrat û siyasî, ku bi nifşê xwe kurd in, di kêleka Xwedanê populîzma demokratîk de rûniştine û şerê gelê Kurd dikin.
Populîzma demokratîk, rûreşiya exlaq û zanista siyasî ye. Dive ku, rewşenbîr û entelektuelên Kurd, li dijî vê tehlokeya mezin şityar bin û bêdeng nemînin.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Ez welatekî dijîm
Bi navê xelatgîriya cangorî û lehengan, bi rûpelên dîrok û neqşa atlaseke nû ya cîhanê li ber şeqafeke bi napalmê parçebûyî; wek straneke qedim, di newaleke kûr de, di şerê li dijî Skenderê Mekedonî de, îro jî hawarê dijîm...
Ezb ln geliyekî kûr, li ber dergûşeke şikestî di nava aveke şemûsî de, har û dirrinde; di nava dîrokek talankirî de, li dijî pêjna dewsa Mogolan û Timurê Seqet, li Keliha Mêrdîne, îro jî li dijî mancinîqên kujer berxwedanê dijîm...
Di Riya Hevrîşîm de li dijî talangeriyê, ez welatekî dijîm...
Li ber çemekî bê kelek û bixwînê dijîm. Wek pêlên Zapê di mesîl û kevanên çiyarêzan de herikîm, di nava gotinên destanên parçekirî de dibezim. Hingî destanê Rustemî Zal, hingî gotin bi gotin ji nava rûpelên Şahnameya Firdewsî derketin û hatin, li ber kaba Bêrîvana Cizîrî rûniştin.
Min kanîk çêkirin...
Min qaşkêşek çêkirin...
Min doqik çêkirin...
Min tepûskên teliyên bizmarî çêkirin...
Ez bi zarokên Amedê re welatekî dijîm. Li anîşkên kolanên bajarê qedîm davik bi davik û kemîn bi kemîn digerim.. Da ku evîna birîndar derman bikin û dengê xwe bigihînin nobedarê li serê Çiyayên Zagrosê...
Metîna ye...
Şekîf e...
Cîlo û Govendê ye...
Bagok û Cudî ye...
Çarçela û gerileyekî bê nev e...
Di meydana cengê de li hemberî dagirkeriya bi çekên kimyewî hatiye nû kirin, qîran dide; wek evîna Siyabendê Silîvî rekihên polayî parçe dike... Wek kura bûkê, da ku bombeyên gazê neavêjin û şahlewendê dilê min parçe nekin. Da ku di bûkaniya xwe de, berbûliyên min stranan bêjin. Da ku di zavatiya xwe de, govendê girêbidim. Da ku mija ji desmalên Babîlê û heta bi çîroka di Tewratê de bijîm.
Îsa ji çarmixê dabixim û Fawlusê Azîz ji ber lepê şêrên Arêna Romayiyan xelas bikim. Da ku, galadyatoran ji zincîr û leleyan azad bikim. Hingî Çîçeron û Sezar çiqasî di qesrûqonaxan de, mil bidin stunên mermer û biaxivin jî, pênûsa dîroka zilimkaran wê şikestî bimîne.
Ez welatekî li Xabura Tewratê..
Ez welatekê li Helexa Tewratê dijîm...
Ji Stêrikên Mecûsiyan û yekemîn car axaftina Îsa di pêçekê ji nû de dijîm û di dîrokê de binivîsim û bêjim, “ez welatê xwe di dîrokê de dijîm, ez welatê xwe di xwînê de, di dagirkeriyê de dijîm” û bêjim, “ev ne qeder e, jehrîyek qedîm e.”
Ez welatekî bi kulûkeser, bi janûhajar, bi Keldan û Ermen, bi Ezdan û Mazdan, Xiristiyan û Yarasan dijîm, weke pelzera li ber bayê payizek sirr û bi seqem, di ber şibaqa heft duwelên xedar dijîm. Wek sazûmankarekekî estetîka xwezayî dûr, bi lewleb û kewna jiyanek sîtemkar re dijîm. Nalên û himmên, bi xedra erdûezman, wek destîniyek neçarûbêzar dijîm.
Keldabûm ez, tofan rabû.
Ermen bûm ez hawar rabû.
Ezda bûm ez ferman rabû.
Xiristiyan bûm ez lehî û şape rabû
Di çaryanên jiyanê de her dem rastî sergerdeyên cîhanê hatim ez.
Ez welatekî dijîm,
Li ser qubikên Laleşa Pîroz û di nava termên li bajarê Helepçê dirêjkirî eğ... Li cihê herî bi tirs û di nava tecrîdeke li Imralî de... Mîna teşiya ristinê, davik û kemînên di nava qîr û teşqeleyan de badayî, min bi zincîr û lele dikin û dibinê zerzemîneke deryayî, wek Promethausê demê, bi şelîtên qorsanan û bi fermana Erînsy girêdidin.
Ez welatê xwe di stranên Homerîk de dijîm...
Gotin bi gotin, hevok bi hevok ji destanê Rustemî Zalê de, dirêjî Derya Spî û Ege dibim, da ku destanên Homeros bikim meratl û nekevim davik û kemînên Hespê Truwa...
Bi çepereke şikestî û bê sênc de, welatê xwe dijîm...
Bi birîneke daxdayî...
Bi rondikên ne berhevkirî...
Bi lorîna dilojarê...
Û hawara neçariya dibin berfa atomîk de... Di wê kêlîka ku teyroka mîskêtan di nava dumanê balafirekê de wek libên tezbihê li pey hev dibine şelîpan û bêhna min diçike, ez destîniya bexîl, bextreş, çepel û gemarî dijîm.
Ez welatê xwe di vijdanê razayî de dijîm...
Ez welatê xwe di bêdengiya lîstika sê meymunan dijîm...
Dimirim...
Parçe dibim...
Dişewitim...
Difetisim...
Di gorên komî de winda dibim..
Vijdanê razayî nabîne, nabihîze û deng nake... Ev agirê di nava xewna min de ye û min, di nava peymanên mafên mirovan de, di bin sîwana huquqê navneteweyî de, bi nirx û pîroziyên mirovahiyê dipêçe û di nava pêl û şelqên okyanusên cîhana siyasî de difetisîne.
Cejna min dikujin...
Ola min dikujin...
Laleşa min dikujin...
Erd û ezmanê min, bi av û dar û deviyên min re dikujin...
Dîse jî lehengên mîna Bahoz û Berwar, mîna Piling û Çekdar, mîna Avaşîn û Rojda, mîna Gulê û Gulîstan, cemedana xwe bi serbendî kulavî û şahlewendiya cengawerî girêdidin û ronahiyên agirê azadiyê bi porîk, temborîk û biskên xwe ve girêdidin û dimeşin...
Aliyekî min dibe okyanusa berxwedanê... Aliyekî min dibe çemê Dicle û Firatê... Aliyekî min dibe Zagros û Bagok... Aliyekî min dibe destê şevê û pêjna dewsa sersibehiya bûkaniya welatê min. Aliyek jî dibe helbesta stêrika sibehê û bi ayîngeha sibe û dusibe re dibe niyaz û nemazên azadiyê.
Azad Çiya
- Ayrıntılar
Axim ez!..
Û ez, bi gulfiroşek evîndar re, li qelaçê gundekî, li bendeyî pêjna dewseke ne diyar…
Û bendeyî bêhneke ji hênaseya dilê pûnijî rûniştîme ez.
Di destê gulfiroşa min de kulîlkên azadiyê hene
Di kanikên çavên wê de, rondikên ramûsanî diherikin.
Hawara me di pêjna dewsa bêrîkirinê de, bi evîneke jara jinên dilbirîn dilorînin. Ew bi gotinên stranê xemrevîna xwe tine ziman, ez pala xwe didime çiyarêzan…
Da ku, stran û çiyayên dilê min şityar ranezin…
Da ku newel û deştên welatê min bi barûda fetsînok neyên gêj kirin. Gulbijêrk û darmeyeên baxûbîstana welatê min neyên tarûmarkirin.
Bêhnek û dengek me dihilgire…
Bêhn indeko ye..
Yek jî bi basimbara sedsalan barkiriye…
Ya din jî, di kefa mista evîndarên welatê min de kulîlkan vedike…
Evîndaêrn welatê min, bi dengekî blind, li sere zinarekî ezman dixemilînin… Piştre dibe berbûliyê bûkên welatê min. Hingî dengê Gulfiroşa min dibe stranên berbûlî… Hingî dengê min, dibe helbesta govenda welatekî azad…
Hingî, cengawerên welatê min,
Hingî gulfiroşa welat min
Hingî ez û helbesta xwe di reşka çavên şikera mêrûjinên pakrewan de, li ser mistek ax û qurtek av û milek ezman û birrek stêrik li hev têne mehrkirin.
Mehra min sunda pakrewanan e
Mehra min xwîna di gorên komî de ye
Û ez mehra xwe wek navê oleke nû di rûpelên dîrokê de, bi peyamber û şagirtan re di pirtûkek pîroz de dinivîsim
Avim ez!..
Ez û evîna xwe,
Sunda peyamber û şagirtan, bi sunda congariyên welatê xwe, ezê gotin bi gotin, hevok bi hevok ezber bikim;
Kilamên ezmanî,
Sozên erdanî,
Gotinên insanî,
Biryarên dilsozî,
Di malzaroka erdê de wek nivîştokên behişta gulbijêrkan vekim. Di atlasê ezmanê şînxalî de bibim girîş. Di diraxeya stêrikan de… Di atlasê cîhanê de, ku di destê zilm û zordestiyê de tengezar bûye; di destê selefkariyê de bêzar bûye; di destê dagirkeriyê neçar bûye; di destê înkarê de hejar bûye; di destê çekên kimyewî de ji singûberê jiyanê bêpar bûye; di tecrîdê ji xêrûxêratên ademiyet û konevaniya exlaqî dûr ketiye…
Huquq kuştiye,
Exlaq fetisandiye…
Mirovahî dîl girtiye…
Ezê bi mistek serma zivistanî, bi baqek şînkahiya biharî, û komek zerpelên payîzî, û milek ji germahiya havînî, di himbêza dilê welatê bi xwîna cangoriyan hatiye avdan, weke xelekek ji biska yarê, bi mizgîniyek qîrênî li çar aliyên cîhanê xelvedim…
Agir im ez!...
Wek nave Zîlan û qîrêna Hogir..
Wek tivinga Egîd û hêviyên kuştiyên di dema Şêx Seîd de, li pişta Axreşka Mêrdînê û hawara bênavên di riya Siltan Şêxmûs de, li pêşberî ava pîroziyan û bêdengiya dibinê ziftê de…
Wek kuştiyên di şikeft û nawîsên Dêrsimê de
Û birîndariya Xelîl Uysal di deşt û newaleke kûr û fereh de…
Wek, kuştiyên li Eleqemşê û Çiyayê Sasonê, ez û riyên koçberiyê de xwîn û birîn im ez!...
Dîse jî dibime gulokek agirê tenurê
Dîse di dilên germik de diteqim û wek bahozek azadî difurim…
Doh jî ax bûm, îro jî axim û dibime gula li kolanên Amedê..
Di qîrêna cengawerî bê nav de li Geliyê Tiyarê û nmavsera Çiyay bagokê, wek ethejînek, wek volqanek dernegmayî diteqim..
Gulên kolanan vedikim..
Gulên taxên azad
Û Girava Imralî
Ez û gulfroşa min
Bi şêpên deryayî
Azadiyê diqîrin
Seyidxan Anter
Rê bidin ez hin gotinên Musa Anter bi we bighînim. Rojekê bi Apê Mûsa, xanima wî Hale Anter, bi teksiya Xelikî yê Binxetî ve, me ji Nisêbîne da rê û hatin Amedê... Me Sultan Şêxmus derbaskir. Apê Mûsa dest bi axaftinê kir û kêm-zêde wiha got: “ Biner birakno, heger tu ji wir heta Amedê vê riyê bikole, tê ji laşê insanan nikaribe bimeşe. Di dema serhildana Sêx Said de gelek kurd li ser vê riyê hatin kuştin. Lê biner ez ê tiştekî din jî ji we re bêjim, heger em jêra bedena Amedê bikolin, em ê li gelek terman rast bên. Komara tirkî muxbirê xwe ji nav kurdan dineqandin, karê xwe bi wan dikedan û dûra jî dikuştin û li binê bedenê wedişartin.”
Medenî Ferho
- Ayrıntılar
Demjiyana Îttîhat-Terakî, heyameke reş e.
Sosyologên weke Nezîh Merîç, “ hikmet-î vucuda” Îttîhat- Terakî, ji Tirkîtiyê dûr nîşan didin û wek îxaneta li hemberî nasnameya Tirkîtiyê bi nav dikin.
Nezîh Merîç, Îttîhat-Terakî wek bêjiyên kulturê binavdike û suc dike aliyê Osmaniyan û dibêje: “Osmaniyan mîrateyeke kulturî sazkar nekir, li ser mîrateya kulturên cûda rûniştin û sentezek jî dernexistin holê. Kultureke dewşirme, bêjî derxistin holê.
Îtîhat-Terakî jî, encama kultura dewşirmetiya bêjî ye û ber bi kultura Ewropa bezî ne. Di encamê de bûne maşika destê Ewropiyan û faşîzmeke reş di kolanên payîtexta Osmani de şîn kirin. Eger mirov van gotinan şîrove bike; Îttîhat-Terakî îxanetkar in û bingeha faşîzma Tirkiyê avakirine.
Ev dîtin û rexneyên tund didine xuya kirin ku, îxanet bingeha faşîzmê ye.
Di van rojan de, “îxanet” di rojeva gelek nivîskar û entelektuelên Kurd de ye û bi rengên cûda tê nirxandin. Ez dîtina Nezîh Merîç parvedikim û îxanetê bingeha faşîzmê binavdikim.
Dema ku mirovek îxanetê li gelê xwe dike, bingeha faşîzma li dijî gelê xwe jî amade dike. Mînakên vê rastiyê, di şerê 30 salî de gelek, gelek, gelek hene. Wek mînak; serokcaşên ku gerila sax parçekirine û rêzantiya hêêzn dagirker kirine, bingeha faşîzma reş li Kurdistanê jî ava kirine. Para wan di gunehkariya gorên komî de heye. Ji ber ku ew jî bûne, destê cesedê li ser kevirê teneşîrê û bûne teliya li ser lingikê çek.
Nezih Merîç dibêje; “gelê Tirk, fêrî şefîtiyê, yek mirovê otorîter, padîşah û siltan bûye. Bi sedsalan e ku gelê tirk, di rengê yek serdestî de hatiye rêvebirin. Lewma herî zêde, faşîzm li bejna gelê Tirk tê û kes jî li dijî dernakeve.” Ev tê wateya ku hişmendî, li Tirkiyê hatiye mumya kirin û bûye cesedê li ser kevirê teneşîrê.
Di cesedê li ser teneşîrê de, hiş û raman çênabe.
Dîroka Tirkiyê cesedekî bê hiş û raman e û cesedê li ser kevirê teneşîrê ye. Li derî demê ye û îdeolojiyek derî “hikmet-î vucud” e; li ser bingeha talan û înkarê hatiye avakirin. Ittîhat-Terakî bingeha vê îdeolojiya derî hikmet-î vucud e û wek destê cesedê li ser teneşîrê kar kiriye. Ji bilî teliya li ser lingikê demançê, tiştekî din pêşnexistiye.
Heta berî deh salan, ew destê cesedê li ser kevirê teneşîrê, ku bi çavkaniyên kultura dagirkirî dihate xwedî kirin, di rengê spî de bû.
Piştî desthilatdariya AKPê, ev reng û kutur bi zewaceke balkêş hate guhertin û “dewr-îstîbdad”a Wahdettîn destpêkir.
Di demjiyana Osmaniyan de, her cûre pirsgirêk bi Qur’anê dihate çareser kirin. Pêdiviya hişemdnî û ramanekî cûda nebû. Faşîzma reş jî di her kolan û qadên jiyanê de ala xwe dibalivand. Xwendevan, dikarin bêjin, di wê demê de faşîzm ne dihate zanîn. Rast e, her çiqasî, gotina faşîzmê, ji navê qamçiyê destê parêzerên Sezar hatibe û bi saya Musollînî ketibe ferhenga hemdemî ya mirovahiyê jî, wateya wê di dema Osmaniyan de jî ev kujeirya reş ya bêbextî û telqareşî bû. Îro jî Erodgan heman faşîzmê, bi heman rêbazan û bi saya îxanetkarên di kêleka xwe de dide meşandin.
Piştî, padîşahê hemdemî Erdogan, mîna Kanunî helbest xwendin û hate ser desthilatdariyê, şûrê xwe ji kalan kişand, mehra xwe bi egzotîzma cemaeta Fetul-munkîr re kir. Mehra egzotîzmê, gunehkar e û vê gunehkairy bêhtir ji her kesî dizane. Ji ku ev mehra gunehkariyê, her cûre pîrozî û “muqedesatên civakî û ezmanî” bi kar tîne. Bi vê mebestê hişmendiya wek “bedduayê” dijber dibîne û êrîşî dike. Encama, girtina rojnamevanên Kurd ev e. Erdogan bi vê giritnê, hişmendî, hiş û ramanê azad, wek “bedduayê” dît xwest, medya alternatîf bêdeng bike.
Faşîzm tirsonek e û dijberên xwe ji holê radike.
Lê Kanunî, ji Erdogan bi insaftir û ciwamêrtir bû. Ji ber ku Kanunî bi karê zivkeriyê jî mijul dibû û zivkerî jî afirgerî û dilsoziya bi nirxên cografîk û estetîk re ye. Kanunî, Kurdistan û gelê Kurd red û înkar nekir.
Efrad-i Îttîhat-Terakî, Erdogan, ev xisletên maqulî di xwe de ranagire. Helbestan dixwîne, navê Kek Musa Anter, Ehmedê Xanî û hwd. bikar jî tîne. Lê mîna Kanunî ne hostayekî zivkeriyê ye û esteteîk û nirxên cografîk û keda mirovan, dîrok û ratsiyê inkar dike. Lewma, li holê tenê cesedê munyakirî û li ser kevirê teneşîrê dimîne. Hingî teliya Erdogan, li ser libika çek dimîne û kar dike.
Îro Erdogan, dixwaze ku faşîzma li ser bingeha îxanetê pêşbixe. Li Başûr, Bakur, Rojavayê başûrê Kurdistanê, ha ha, ha ha di nava lêgerînên seferberî de ye. Bi van hewlanan, Erdogan jî, hişmendiya Îttîhat-Terakî bi cûbeyê kesk pêçaye û bi israr, bi israr îxaneta nava Kurdan dike rojevê. Weke darikê hewdelê, nava Kurdan tevdide û dixwaze Kurdan bîne pêşberî hev. Hinekî biser jî ket, hinek kes li dora xwe dane hev û wek maşikê bikar tîne. Dema ku maşik di destê mirov de hebe, mirov bê tirs radihêje pereng û pîzotên argûnî.
Ev li dijî sosyolojî û dinamîzma civakan e.
Ji ber ku mirovahiyê faşîzm tecrîd kiriye û wek gunehkariya mirovahiyê mahkum kiriye. Gelê Kurd jî, îxanet tecrîd kiriye û wek gunehkariya li dijî xwe mahkum kiriye.
Lewma, lingê îxanetê, li Kurdistanê û di nava gelê Kurd de nema sefik digire.
M. Bagok
- Ayrıntılar
Herkes li gorî xwe vê pirsê şîrovedike, lê belê mirovên ku zehmetî kişandine wê bikarbin rastiya vê pirsê şîrovebikin, mînak gerila dikarin bersiva vê pirsê bidin. Hûn dizanin gerila çawa bersiva vê pirsê didin? Weha bersiva vê pirsê didin “ zehmetî mamosteyê jiyana meye.” Ji bona tu bibe xwedî tecrûbe û rastiya jiyanê binase, pêwîste tu zehmetiyên jiyanê bikişîne. Kînge hevaltî bi wate dibe, gava ku tu êşên wê bikişîne. Di kîjan demê de tu êşên mirovên derûdorê xwe hîsdike, gava ku tu heman êşan bijî. Tişta ku jiyana mirovan felçdike, ji zehmetiyan tirs e. Eger ku tu ji hilkişandine çiyayekî bitirse, tuyê çawa bedewbûna wî çiyayî bizanibe û ruhê wê bixwîne, eger tu ji westandin û ked dayîne bitirse, tuyê çawa çêj û tama jiyanê hîsbike. Kesek mîna gerila zehmetiyan jiyan nake. Her gerilayek gava ku berê xwe dide çiyan, zehmetî û mirina xwe dide berçavê xwe, lê belê jibîr nake ku li jiyaneke azad digere û bedelên wê çi bin, ew amade ye. Gava ku mirov li jiyana gerilayên kevn guhdar dike, mîna xeyalekî tê berçavê mirov, lê belê ew jiyan nexeyale, rastiye.
Wêrekiya herî mezin ewe ku tu hemû zehmetiyan pêşwazî bike. Belê gelek teşeyên zehmetiyan hene, her zehmetiyek êş û xweşiyên xwe jî hene. Gava ku tu bi zehmetiyekê re derbas dibe ya girîng ewe ku tu ji xwe bipirse gelo vê zehmetiyê çi di kesayeta min de da avakirin û çi rastî bi min da naskirin. Di nava partiyê de tu pêwîste bi her hevalekê/ î re bide û bistîne, hezbike û hevaltî pêre bike, em di vir de jibîr nekin ku em di civakeke çînî de mezinbûne û taybetmendiyên ku me ji wê civaka çînî girtine hene, misoger ew taybetmendî li pêşiya em bi herkesî re hevaltî bikin wê bibe asteng. Di vê rewşê de du çare li pêşiya te dimîne, eger tu pêdiviya xwe dibîne bi herkesî re hevaltiyeke rast û durust bike, tê têkoşîn bike, lê mixabin eger tu pêdivî nebîne, wê demê tuyê di kesayeta xwe ya kevn de israrbike. Gava ku em di kesayeta xwe ya kevn de israrbikin, pêwîste em jibîr nekin ji xwe bipirsin “ wê jiyana rêxistinê û hevaltiya wê vê israra me ya di kesayeta kevn de bipejirîne.” Gelek kesayet dema ku di kesayeta xwe ya kevn de isrardikin jibîr dikin ku vê pirsê ji xwe bipirsin. Yek ji wan kesayetê ku jibîr kirin vê pirsê ji xwe bipirsin ez bûm, ji ber vê yekê min di kesayeta xwe ya kevn de israrkir. Dibe ku hûn meraq bikin min çima di kesayeta xwe de israrkir. Ya yekemîn bi hevalên xwe re hevaltiya rast kirin têkoşîn û hewldayîn têxwestin. Gava ku têxwestin tuyê bi hevalên xwe re têkoşîn bike û di heman demê de jî pêre hevaltî bike, lê belê ez kesayetekî hestewer bûm, hevalên ku min ji wan hezdikir, min ew lêpirsîn nedikirin û ji kêmasiyên wan re çavê xwe digirt. Hevalên ku min ji wana heznedikir, herdem min kêmasiyên wan didît û bi xedarî nêzî wan dibûm, nêzîkatiyên min ji însana re nedadwarî bû û tê wateya ku nêzîkatiyên min sinifî bûn. Taybetmendiyên çînî çavkaniya xwe ji koletiyê digirin, lê mixabin ez nedizanebûne vê yekê de bûm, ango min nêzîkatiyên xwe bi nav nedikirin. Mîna Rêber APO dibêje “ kesên dikarin hinekî din li ser navê mirinê mehkeme bikin, divê zanibin xwe jî mehkeme bikin.” Tişta pêwîst bû ez xwe tê de bidim qenaet kirin ev bû; berî ku ez hevalên xwe lêpirsîn bikim, divê ez xwe lêpirsîn bikim, eger min birayar da ez li hemberî kesayeta xwe têkoşîn bikim, wê demê ezê hevaltiyeke rast jî bidim avakirin. Encama em dawiyê digihîjinê eve; zehmetî mamosteyê jiyana meye û divê em bi wêrekî ser zehmetiyan de biçin. Her zehmetiyek kesayeta te qayîm dike û hêz di kesayeta te de dide avakirin.
Dunya Cemîl
- Ayrıntılar
Kî - ê çi dibêje bila bêje nexweşiya herî giran a roja me ji bîr kirine. Her tişt di nav çêperên mejiyê me de winda dibe. Kes, roj, bûyer, penase, gotin hema bejê her tişt beyî ku em bikevin ferka vê, yek carî wenda bûye.
Lê ev rastî ji bo hîn tiştên mayinde derbas nabe. Mînak, êş.
Tişta herî zede di bîra mirov de dimîne, demên ango tiştên bi êş in. Bûyerên ku hestên me radikin ser piyan di bîra me de cihekî mezin digrin. 15’ê Sibate yek ji wan rojên ku tu car ji bîra me neçe ye.
Tê bîra min, em li Metîna bûn. Dû roj bere ango 13’ê Sibatê operasyoneke arteşa dagirker û hêzên hevkar despêkiri bû.
Sibê zû em ketibûn pevçûnekê dijwar. Çar aliyên me bi mirovên hov, xwînmij hatibû dorpeçkirin û hemû çekên giran, top, tanq li ser me mirin dibarand. Lê bi berxwedanekê dîrokî me hêzên dijmin vala derxist. Operasyon 3 roj ajot. Roja 15 Sibatê piştî nîvro hêzên dijmin dest vala zîvirîn.
Roja dûyemin a opearsyonê ji ber şaşitiyekê em penç heval ji yekîneyê xwe qût bibûn. Ev keliyên qût mayine de hezar hest û fikrên cûda ji mijiyên min derbas bibû. Gelo tiştek hatibû serê hevalan? Di çalakiyên hate li darxistin de tu tişt qewimî bû? Cihê hevalan baş bû? Nebûna me astengî çekiri bû?
Ma ji ku bihata bîra min ev êşên qûtbuyina ji hevalan, ku min bi xwe re mijûl dike li hember êşê ku ez jiyan bikim ne tiştek ê.
Dema em gihiştin hevalan hema bêje hindik mabû em bifiriyana. Ji keyfxweşiye hemû vestandin û birçîbûn di yek carî de winda bibû. Hemû heval ji ber vala derxistina dijmin bi coş û bi moral bûn. Bi van hestên aram em li ser xwarinê rûniştin.
Guhe me li ser nûçeyên radyo bû. Lê her çiqas guhe me li ser radyo jî be tişte ku me dibihist nediket mejiyê me. Çaven min di çavên hevalan da bû. Gelo min şaş bihistî bû? Gelo bandora vestandinê bû? Ma dibe gûhe min lîstokekek lîstî be?
Lê ez tene nebûm. Hemû heval di heman rewşê de bûn. Dijmine, dibê ev nûçe rêbazeke şere taybet be. Ji xwe her nûçe naye vê wateyê ku rastê.
Ji xwe ew ne mimkûn bû. Nedibû. Divê nebûya.
Lê rast bû. Serok dîl keti bû dest dijmin.
Ev kelî min çi jiyankir, ji mejiyê min çi derbas bû, min çi kir, naye bîra min. Di ser de 13 sal derbasbû, hîn jî naye bîra min. Ji xwe naxwazim bibîrbînîm. Lê ev xwestek a min tu tişt neguhert.
Pir tiştên ku naxwazin jibîrbikin çawa ku tim di nava kolanên mijiye me de windadibin berovajî vî hin tiştên ku yekser dixwazin jibîrbikin tim li ser hemû fikr û ramane te de disekine. Rêbazekê ne rast be jî hêstên te, bîra te ji ber dijwariya êşê ku dikişine neçar vê riyê hildibijîre.
Min pir ceriband, lê nebû. Ew roj tu carî ji sere min derneket. Ev êşê ku da jiyandin hîna jî wekî keliyaa pêkhatî germ û tûje.
Roj li pey rojan, meh li pey mehan derbas bû. Sal bi hemû giraniya xwe gindirîn çûn. 13 sal. Çar hezar heftsed û çil û penç roj. Sed û sezdêh hêzar û heştsed û heştê seat derbas bû.
Rojekê jî, seatekê jî ji bîra min, jibîra me derneket. Êş nehişt em jibîrbikin.
Piştî ceribandinên direj û hevldanên cûr be cûr rêke herî rast a himbez kirina vê buyêre, ew roja lanêt me peydakir. Germahiya bertekên me, hema kuştin, intîxar ferz kiribû. Lê dîsa mezinahî û kûrahiya Rêbêr APO riya rast nîşane me dabû.
Heta davî tekoşîn… Ji bo tekoşînê keliyên jiyane zedekirin. Her tişte xwe tenê ji tekoşîne re cûda kirin… Li hember dijmin, li hember dijminê di nava mejiyên me de bê hed û hesab şerkirin… Çi ji bîrkirin, çi rêkên cûda êşên me kem nedikir. Lê tekoşînê vê sererast kiri bû.
Rastê, dijmin ledaneke xurt li me dabû. Hebûna me kiribû nav zîndanan. Dixwest vîna me dîl bigre. Me ev fersend dabû dijmin. Lê em dereng lê hayil bûn. Em di nav şerekê dijwarin û mirin jî di nav de, dîl ketin jî di rastiya şer de heye. Wê demê li şûna vegera nava xwe û şîn girtinê divê em şerê xwe bilind bikin.
Ji ber vê kengî ew roja reş were bîra min gotina Rêbêr APO dixwînim.
“EY TÊKOŞER!
Tu di welatekî wisa û ji gelekî wisa re şer dikî ku bi teroreke zalimane her tişt, heta mafê mirovbûyinê jî, ji destê we girtine. Lewra bi qasî av û nan pêdiviya te bi AZADÎ û WELAT heye. Dijmin van nirxana tune kiriye, û tu ji bo bi destxistina wan tevlî bûye. Tu ji ber vê sedemê ew qas acizî û te dest avêtiye çekê, da ku tu wan nirxan bi dest bixî. Di wan mijaran de ger şaştiyek te nebe û biryardar bî, min şêwazê êriş birina te diyar kiriye. Sedî sed tu divê bê biryar nebî, dûdilî nekî, karibe çalakiyan plan bike û çeka xwe baş bikar bîne! Dozdarekî wisa êrişkarekî dijware.
Kesê ku çeka PKK yê hil dabe bê emane. Ger yekîneyeke biçûk a PKKê jî derfetên êrişbirinê baş bikar bîne, dikare herêmekê ser û bin bike, gundan bi dest xwe bixe û di bajarande dijmin tar û mar bike. Ma ew yekîne di çol û çiyan de dikeve kemînan? Ma ew yek gengaz e? Gelo dihêle li wan deran neyar ew qas serbest tevbigere? Ger hemû hêz û derfetên xwe bide êrişê wê ew yek mumkun be?”
Pîr Kemal
- Ayrıntılar
Roja yekşemê, (22. 01. 2012) saet di 24.00an de, rûpelekî reş, belgeyeke rûreşiyê di dîroka mirovahiyê de zêde bû. Di herka dîroka demdirêj ya mirovahiyê de, gelek bûyerên wiha dramatîk hene û wê di paşerojan de jî derbikevin holê.
Mijara me, reşkirina ekrana ROJ TV ye û paşverûyên îdealîst, qîrên serketinê didin.
Aliyekî vê bûyera dramatîk huquq e, aliyek demokrasî ye, aliyek nirx e, pîrozî ye, ademiyet e, aliyê din jî siyasî ye. Lê balkêş e ku ev argument teva, di tara bêjinga siyasetê de dîl hatine girtin. Ji ber vê çendê, paşverûyên îdealîst, ji her bûyerê payekê ji xwe de dibin. bûyerên drametîk zêde derdixine holê.
Demokrasiya bi huquq tê parastin, bûye şûrê her du aliyên wê tuj. Aliyekî devê şûr huquq e, aliyê din yê devê şûr jî siyaset e. Yek dikuje, yek diparêze... Yek yek mizansenan amade dike, ya din meşrû dike.
Sîstema modernîteya kapîtalîst jî, çavkaniya van bûyerên drametîk e.
Li Tirkiyê, kiryarên ji drametîzmê wêdetir derdikevin holê. Lê, ev bûyer ji dramê jî wêdetir in. Mînaka vê jî, bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên têne kirin in. Ev kiryar bi dramê nayê binavkirin. Ji ber ku faşîzm dramê nake, slogana “vîva muerta- bijî mirin” diqîre.
Vêce, li hemberî bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, siyaseta sîstemê û huquqê sîstemê, li derî Tirkiyê jî bêdeng e. Helbet ev ne gazin e, rastiyek e. Ji ber ku, dayika sîstema li Tirkiyê, îddîa dike ku ew huquqê gerdûnî û siyaseta zanistî diparêze. Di huquqê gerdûnî demokrasî û mafên mirovan bingeha edaletê ye; di nirxê siyasetê de tewşele, şantaj, dek û dolabên şelandin û xapandinê nîne, felsefe û rêzantiya dilosîz heye.
Lewma em dibêjin, bêdengiya dayika sîstema kapîtalîst, nirxên sîstemê jî dikuje. Lê ya giring, nirxên ku wek rûmet û pîroziyên mirovahiyê têne dîtin in. Ev nirx û pîrozî, bi têkoşîn û xwîna mirovan hatine bidestxistin; lewma di ser her tiştî re têne dîtin û wek xelata ademiyetê gerdûnî dibin.
Mafên mirovan, encama xwîna gelê Fransa, (Şoreşa Fransa) encama xwîna têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî diktator û tîranan e. Ev nirxên giranbiha her tişt in û di xisletên insan de, sembolîze dibin û wek destanan, wek niyazên ezmanî dibine mucîzeyên jiyanê. Ji bo vê jî, em bi hesanî dikarin behsa nirx û pîroziyên gelê Kurd û Şoreşa Kurd dikin. Îro, dêî nirxên Şoreşa Kurdî di “manzumeyan” de bûne hevokên kozmîk.
Vêce ROJ TV, tenê berhemek ji van xisletên afirgeriyê ye. Gelê kurd di nava 40 salan de, bi têkoşîna xwe û rijandina xwîna xwe, ked û xwêhdana xwe, hinek nirx û xilsetên wek malê mirovahiyê afirandin. Ji aliyê din ve nirx û pîroziyên mirovahiyê jî parastin.
Mirov dikare van nirxan yek bi yek bi hejmere; lê na, giringî ne di hejmara matematîkî de ye, ya giring di avakirina sîstema gel û kolektivîzmê de ye. Sîstema gel û kolektivîzmê, xewnên dijmin revandine. Êîrşkeriya wê jî ji vê çendê ye.
Ev sîstem, di dema Marx, Engels, Lenîn, Troçky û Mao de jî ne kete rojevê. Babel, hinekî nêzîk bûye û “Dewleta Gel” pêşniyaz kiriye. Lê serneket. Ji ber ku di sîstema Babel de, desthilatdarî heye û navendî ademiyet- merkezi ademiyet hebû. Ji bedêlêa kontrola gel, navendî ademiyet!... Ev jî detshaildairyê diafirîne, lewma cûdatiya wê ji desthilatdariya karkeran nîne. Di sîstema Şoreşa Kurd de, yanî Xweseriya Demokratîk, dibin kontrola gel de, bêyî desthhilatdarî û navendî ademiyet werê avakirin, kontrol û parvekirinê dike. Huquq xwezahiye, bingeh mirov e,, malbat e, gund e, tax e û civak e... Di encamê de afirgeriya kollektîf e, bi riyên beyhûda û berjewendiyên kesayetî, grub û koman nayê berteref kirin.
Dema ku em li biryara Dadgeha Kopenhag ya derbarê ROJ TV de daye dinêrin, vekirî tê xuya kirin ku huquqê sîstemê, bi siyaseta sîstemê ve girêdayî ye û berjewendiyên sermayedar û desthilatdariyê parastiye. Teşqele têde heye. Yanî xeta “edalet bingeha milk e” şopandiye û edaleta ji bo komekê, ji bo desthilatdarekî daye. Gel, mafên mirovan, huquq, demokrasî, nirx nînin. ROJ TV, berdevkê gelê xwe ye, hawar û qîrêna gelê xwe ye... Gel, yanî cemahîr, yanî komên xelekê, ademiyet, nirx û pîrozî... Lê Dadgeha Kopenhagê çi biryar da, gotinên sermayedarên global û şûrê zorê “teror” qîriya. Ev ji “heqanetê” wêdetir haqaret e. Biryar mina ku “huner ji bo huner e.”
Di Xweserya Demokratîk de, huquqê xwezayî ku li ser bingeha mirov û nirxên mirov(hiyê) hatiye rûnandin heye. Di vî huquqî de, rêbaz, “edalet bingeha mirov û nirxên mirov e.” Ev sîstem, hinekî dişibe “huner ji bo gel e.”
Di sîstema modernîteya kapîtalîst e, huner, bûye amûrekî rastmaliyê û ji nirxên mirovahiyê zêdetir, bûye rûmetdariya dewlemendan. Ev tê wateya ku rêbazên MAFIA, ku di çarçoveya huquq û kanunan de, meşruiyet bidestxistiye tê parastin. Di dema ku polîsê çûne atolya Pîcaso û pirsa “te çima Guarnîca çêkir” got, “ne min we çêkir”, ji bo Tirkiyê û piştgir û destekvanên Tirkiyê dikare werê dubare kirin.
Kiryarên darbekarên 12ê Îlonê, ku bi navê “Babayên bavê Babayan”, û kiryarên MAFIAtî, bi mîzaha reş dihatin gotin, îro jî, di şexsê Erdogan û tayfeyên wî de têne dubare kirin, rê û rêbazan nasnake. Me gelek caran navên Mussolînî, Hîtler, Salazar, Fanco û her weke din, bi navê Erdogan re, bi mînak û kiryarên weke hev anîne beramberî hev. Gelo Erdogan, mina van kesên ku me navên wan hejmartin, erkên desthaidlairyê teva bix we ve girênedane? Belê!... Naxwe?...
Dema ku sîstem faşîstekî diafirîne, heta dawiyê bikartîne, kiryarên wî diparêze. Reş kirina ekrana ROJ TV jî encama vê sîstem û zihniyetê ye. Ji bo Kurdan ne kiryareke biyanî û ecêb e. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de yekemîn car telewizyona Med TV hate vekirin, dilnekirin, qçm nekirin girtin. Medya Tv hate vekirin, car din bi heman temtêlê girtin. Roj Tv hate vekirin, dîse heman bextreşî nîan dan. Vekirin nirx e, girtin rûreşî ye. Vekirina ked û xwehdanê ye, mafekî demokratîk, huquqî û insnaî ye. Girtin hewdaneke li dijî van nirxan teva ye, yanî faşîzm e...
Kê xwest, AKPe ûd ewleta Tirk, kê kir, hêzên global û Xwedawendên sîstema modernîteya kapîtalîst. Yanî çete, kontra, gladio, jitem... Yanî zihniyeta belakirê Kasimpaşa û Rambo... Gelê Kurd, îro li dijî van sergerdeyên ku bûne bela serê mirovahiyê şer dike. Fransa, îro li Senato, kanuna qirkirina Ermeniyan nîqaş dike; Tikriye bi zihniyeta sergerdetiya Kasimpaşa dijbeirya xwe tîne ziman. Lê Fransa ku nirxên Şoreşa Fransa qadûk kirin, mulga kirin, di nava lingê hespan û palêtên tankên dagirkeriyê de hiştine, nikare li xizaniya Ermeniyan jî xwedî derbikeve û imzeya xw ebiavêje bin kiryareke ademî.
Biryara Dadgeha Kopenhag û biryara Nîlsatê û ya Eutelsatê jî mînaka vê ne. Lê Şoreşa Kurd, da xuya kirin ku têkoşîna gelan dikare, xwe ji xweliya xwe biafirîne. Bi vê mebestê, Haraketa Kurd û îdeolojiya Şoreşa Kurd, wê vê badîreya rûreşî û bextreşiyê jî derbas bike. Wê dikaribe nirx û pîroziyên xwe jî biparêze.
Pirse sernav nivîsê giring e, bersiva wê jî, sîstema alternatîf e.
Medeni FERHO
Roja yekşemê, (22. 01. 2012) saet di 24.00an de, rûpelekî reş, belgeyeke rûreşiyê di dîroka mirovahiyê de zêde bû. Di herka dîroka demdirêj ya mirovahiyê de, gelek bûyerên wiha dramatîk hene û wê di paşerojan de jî derbikevin holê.
Mijara me, reşkirina ekrana ROJ TV ye û paşverûyên îdealîst, qîrên serketinê didin.
Aliyekî vê bûyera dramatîk huquq e, aliyek demokrasî ye, aliyek nirx e, pîrozî ye, ademiyet e, aliyê din jî siyasî ye. Lê balkêş e ku ev argument teva, di tara bêjinga siyasetê de dîl hatine girtin. Ji ber vê çendê, paşverûyên îdealîst, ji her bûyerê payekê ji xwe de dibin. bûyerên drametîk zêde derdixine holê.
Demokrasiya bi huquq tê parastin, bûye şûrê her du aliyên wê tuj. Aliyekî devê şûr huquq e, aliyê din yê devê şûr jî siyaset e. Yek dikuje, yek diparêze... Yek yek mizansenan amade dike, ya din meşrû dike.
Sîstema modernîteya kapîtalîst jî, çavkaniya van bûyerên drametîk e.
Li Tirkiyê, kiryarên ji drametîzmê wêdetir derdikevin holê. Lê, ev bûyer ji dramê jî wêdetir in. Mînaka vê jî, bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên têne kirin in. Ev kiryar bi dramê nayê binavkirin. Ji ber ku faşîzm dramê nake, slogana “vîva muerta- bijî mirin” diqîre.
Vêce, li hemberî bikaranîna çekên kimyewî û komkujiyên li dijî gelê Kurd, siyaseta sîstemê û huquqê sîstemê, li derî Tirkiyê jî bêdeng e. Helbet ev ne gazin e, rastiyek e. Ji ber ku, dayika sîstema li Tirkiyê, îddîa dike ku ew huquqê gerdûnî û siyaseta zanistî diparêze. Di huquqê gerdûnî demokrasî û mafên mirovan bingeha edaletê ye; di nirxê siyasetê de tewşele, şantaj, dek û dolabên şelandin û xapandinê nîne, felsefe û rêzantiya dilosîz heye.
Lewma em dibêjin, bêdengiya dayika sîstema kapîtalîst, nirxên sîstemê jî dikuje. Lê ya giring, nirxên ku wek rûmet û pîroziyên mirovahiyê têne dîtin in. Ev nirx û pîrozî, bi têkoşîn û xwîna mirovan hatine bidestxistin; lewma di ser her tiştî re têne dîtin û wek xelata ademiyetê gerdûnî dibin.
Mafên mirovan, encama xwîna gelê Fransa, (Şoreşa Fransa) encama xwîna têkoşîna gelên cîhanê ya li dijî diktator û tîranan e. Ev nirxên giranbiha her tişt in û di xisletên insan de, sembolîze dibin û wek destanan, wek niyazên ezmanî dibine mucîzeyên jiyanê. Ji bo vê jî, em bi hesanî dikarin behsa nirx û pîroziyên gelê Kurd û Şoreşa Kurd dikin. Îro, dêî nirxên Şoreşa Kurdî di “manzumeyan” de bûne hevokên kozmîk.
Vêce ROJ TV, tenê berhemek ji van xisletên afirgeriyê ye. Gelê kurd di nava 40 salan de, bi têkoşîna xwe û rijandina xwîna xwe, ked û xwêhdana xwe, hinek nirx û xilsetên wek malê mirovahiyê afirandin. Ji aliyê din ve nirx û pîroziyên mirovahiyê jî parastin.
Mirov dikare van nirxan yek bi yek bi hejmere; lê na, giringî ne di hejmara matematîkî de ye, ya giring di avakirina sîstema gel û kolektivîzmê de ye. Sîstema gel û kolektivîzmê, xewnên dijmin revandine. Êîrşkeriya wê jî ji vê çendê ye.
Ev sîstem, di dema Marx, Engels, Lenîn, Troçky û Mao de jî ne kete rojevê. Babel, hinekî nêzîk bûye û “Dewleta Gel” pêşniyaz kiriye. Lê serneket. Ji ber ku di sîstema Babel de, desthilatdarî heye û navendî ademiyet- merkezi ademiyet hebû. Ji bedêlêa kontrola gel, navendî ademiyet!... Ev jî detshaildairyê diafirîne, lewma cûdatiya wê ji desthilatdariya karkeran nîne. Di sîstema Şoreşa Kurd de, yanî Xweseriya Demokratîk, dibin kontrola gel de, bêyî desthhilatdarî û navendî ademiyet werê avakirin, kontrol û parvekirinê dike. Huquq xwezahiye, bingeh mirov e,, malbat e, gund e, tax e û civak e... Di encamê de afirgeriya kollektîf e, bi riyên beyhûda û berjewendiyên kesayetî, grub û koman nayê berteref kirin.
Dema ku em li biryara Dadgeha Kopenhag ya derbarê ROJ TV de daye dinêrin, vekirî tê xuya kirin ku huquqê sîstemê, bi siyaseta sîstemê ve girêdayî ye û berjewendiyên sermayedar û desthilatdariyê parastiye. Teşqele têde heye. Yanî xeta “edalet bingeha milk e” şopandiye û edaleta ji bo komekê, ji bo desthilatdarekî daye. Gel, mafên mirovan, huquq, demokrasî, nirx nînin. ROJ TV, berdevkê gelê xwe ye, hawar û qîrêna gelê xwe ye... Gel, yanî cemahîr, yanî komên xelekê, ademiyet, nirx û pîrozî... Lê Dadgeha Kopenhagê çi biryar da, gotinên sermayedarên global û şûrê zorê “teror” qîriya. Ev ji “heqanetê” wêdetir haqaret e. Biryar mina ku “huner ji bo huner e.”
Di Xweserya Demokratîk de, huquqê xwezayî ku li ser bingeha mirov û nirxên mirov(hiyê) hatiye rûnandin heye. Di vî huquqî de, rêbaz, “edalet bingeha mirov û nirxên mirov e.” Ev sîstem, hinekî dişibe “huner ji bo gel e.”
Di sîstema modernîteya kapîtalîst e, huner, bûye amûrekî rastmaliyê û ji nirxên mirovahiyê zêdetir, bûye rûmetdariya dewlemendan. Ev tê wateya ku rêbazên MAFIA, ku di çarçoveya huquq û kanunan de, meşruiyet bidestxistiye tê parastin. Di dema ku polîsê çûne atolya Pîcaso û pirsa “te çima Guarnîca çêkir” got, “ne min we çêkir”, ji bo Tirkiyê û piştgir û destekvanên Tirkiyê dikare werê dubare kirin.
Kiryarên darbekarên 12ê Îlonê, ku bi navê “Babayên bavê Babayan”, û kiryarên MAFIAtî, bi mîzaha reş dihatin gotin, îro jî, di şexsê Erdogan û tayfeyên wî de têne dubare kirin, rê û rêbazan nasnake. Me gelek caran navên Mussolînî, Hîtler, Salazar, Fanco û her weke din, bi navê Erdogan re, bi mînak û kiryarên weke hev anîne beramberî hev. Gelo Erdogan, mina van kesên ku me navên wan hejmartin, erkên desthaidlairyê teva bix we ve girênedane? Belê!... Naxwe?...
Dema ku sîstem faşîstekî diafirîne, heta dawiyê bikartîne, kiryarên wî diparêze. Reş kirina ekrana ROJ TV jî encama vê sîstem û zihniyetê ye. Ji bo Kurdan ne kiryareke biyanî û ecêb e. Di dîroka Kurd û Kurdistanê de yekemîn car telewizyona Med TV hate vekirin, dilnekirin, qçm nekirin girtin. Medya Tv hate vekirin, car din bi heman temtêlê girtin. Roj Tv hate vekirin, dîse heman bextreşî nîan dan. Vekirin nirx e, girtin rûreşî ye. Vekirina ked û xwehdanê ye, mafekî demokratîk, huquqî û insnaî ye. Girtin hewdaneke li dijî van nirxan teva ye, yanî faşîzm e...
Kê xwest, AKPe ûd ewleta Tirk, kê kir, hêzên global û Xwedawendên sîstema modernîteya kapîtalîst. Yanî çete, kontra, gladio, jitem... Yanî zihniyeta belakirê Kasimpaşa û Rambo... Gelê Kurd, îro li dijî van sergerdeyên ku bûne bela serê mirovahiyê şer dike. Fransa, îro li Senato, kanuna qirkirina Ermeniyan nîqaş dike; Tikriye bi zihniyeta sergerdetiya Kasimpaşa dijbeirya xwe tîne ziman. Lê Fransa ku nirxên Şoreşa Fransa qadûk kirin, mulga kirin, di nava lingê hespan û palêtên tankên dagirkeriyê de hiştine, nikare li xizaniya Ermeniyan jî xwedî derbikeve û imzeya xw ebiavêje bin kiryareke ademî.
Biryara Dadgeha Kopenhag û biryara Nîlsatê û ya Eutelsatê jî mînaka vê ne. Lê Şoreşa Kurd, da xuya kirin ku têkoşîna gelan dikare, xwe ji xweliya xwe biafirîne. Bi vê mebestê, Haraketa Kurd û îdeolojiya Şoreşa Kurd, wê vê badîreya rûreşî û bextreşiyê jî derbas bike. Wê dikaribe nirx û pîroziyên xwe jî biparêze.
Pirse sernav nivîsê giring e, bersiva wê jî, sîstema alternatîf e.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
