Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 3 Gulanê de li Dersimê li dijî herêmên Zel a biçûk , Zel a mezin û Rojnikê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 4'ê Gulanê de bi şev di saet 00.00 'an de li navserên Zel a biçûk li dijî yekîneyeke dijmin ji aliyê gerîla yê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji gelê me û raya giştî re!
Di 30'ê Avrêlê de li navçeya Bazîda Agiriyê li dijî Gundê Şixulê, Kira Elê Û zozanên Kêyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 1'ê Gulanê di navbera saet 02.30-03.30'an de di navbera gerîlayê me û leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê pevçûnên dijwar qewimiye.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29'ê Avrêlê de li navçeya Kerborana Mêrdînê û navçeya Kercewsa Êlihê li dijî derdora gundên Hebizbina, Embolekê, Elodîno û Ava Dicleyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona herêmê hîn jî bi rengê kemîn vedan û keşfê ji aliyê yekîneyên veşartî berdewam dike.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 1'ê Gulanê de li sêgoşeya navçeyên Lîce, Qulp û Hezroyê bi ser Amedê li dijî Gundên Şathê, Şageldî, Bamitnê, Riya Gewr, Newala Hirça, herêma Sinê û Kaniya Ezraîl ji aliyê artêşa dagirker a tirk ji saetên serê sibê ve ji bejahî bi wesayitên zirxî ji hewa jî bi piştgiriya helikopterên kobrayan bi helîkopterên skorskyan bi daxistinan operasyoneke berfireh hatiye lidarxisitin. Li dijî herêmê bi tank û helîkopterên kobrayan herêm hatiye bombekirin. Herweha gazek cureya wê
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 24'ê Avrêlê de li sêgoşeya navçeyên Lîce û Qulpê yên bi ser Amedê û navçeya Dara Hênê ya Çewlikê li dijî girên Mezra, Kawar, Şeytan û Gem, gundên Norşîn, Karzel, Kafan, Elmîran û Baltik ên bi ser Şehîd Remzî ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 29’ê Avrêlê de di saet 16.00’an de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî herêma Birnê Rûto 2 wesayitên greyderên Muduriyeta Îdara Taybet a Bazîdê ji aliyê gerîla yê me ve hatiye şewitandin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
Di 28'ê Avrêlê de 18.30-19.30'an de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî Girê Sîro yê li ser xeta sînore ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi hewan û obusan hatiye bombekirin.
- Ayrıntılar
Ji çapemenî û raya giştî re!
1. Di 25'ê Avrêlê de li navçeya Şemzînanê Colemergê piştÎ çalakiya li dijî şandiyê hatiye lidarxistin li dijî vê herêmê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di 26'ê Avrêlê de di saet 06.00'an de li nêzî derdora gundê Giranayê li dijî leşkerê derketiye operasyonê ji aliyê gerîlayê me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.
- Ayrıntılar
AKP ne demokrat e, lewma nikarê demokrasî bîne.
Demokrasî tenê bi hebûna parlamento çênabe. Weke ku AKPe dibêje, bidestxistina ji % 50 dengan jî “temsîliya îradî” çênabe. Kenan Ewren jî, ji % 95 deng standibûn, lê ne Kenan Ewren bû demokrat û ne dikarîbû demokrasî bîne Tirkiyê.
Tirkiyê jî ne li gorî pîvanên dewletek demokratîk û “cemahîrî” î hatibû damezrandin û ideolojiya wê jî li dijî dmeokrasî bû. Eger hoy û mercên demokrasî werin sazkar kirin dikare bibe dewleteke demokrat. Lê desthilatdariya AKPê, Cemaet, artêş, dadgerî, perwerdehî, burokrasî teva li dijî demokrasî ne.
Lewma dibêjim ku, dibin pêşengiya AKPê de ev ne mumkun e.
Di destpêka damezrandina Komara (!) Tirkiyê de, formulasyonên demokrasî hatine kuştin. Çalakbûna gel, ji destên gel hatiye standin, îradeya gel hatiye şikandin, kesayetî hatiye kor kirin. Ji ber vê çendê, gel nikare li pêvajoyê xwedî derbikeve. Gel weke “reaye, ummet” hatiye dîtin, afirgeriya gel hatiye kuştin, lewma ne dikare tevlî pêvajoya çêkirina kanunan bibe, ne ew dikare daxwaza kanunekê bike.
Tirkiyê dewleteke pir-gelî, pir-olî û bawerî, pir-zimanî û pir-kulturî ye. Ev xisletên pîroz ji bo demokarsiyek rêkûpêk û zexim bingeha herî saxlem e. Lê otorîteya dewletî û îdeolojiya fermiyeta nijadperestiya Tirkiyê ev bingeh xerab kiriye û stunên demokrasiyê ava nekirine.
Civak, gel bê cografya çênabe. Dema ku cografya nebe, lingê dîroka wî gelî jî li hewa ne. Kultur jî wek baxçeyekî talankîrî, bê dar û ber e.
Ocalan dibêje; “hunandin, yan jî avakirina civakekê bê dîrok û cografya çênabe”. Yanî, ji dem û heyamê dur e. Yanî civak, yan jî gelê ji heyam û demê qut, ji hebûnê jî qut in. Ji ber ku dîrok kultur e; kultur, hunandina civakê û hişmendiya civakê ye.
Dîse Ocalan dibêje; “dem û heyama civakan, mirov ava-sazkar dike. Mirov jî, bi wan formasyonên ji dem û heyama civakî, di avakirina paşerojên wî gelî de rol û misyonê dilîze.” Yanî girêdana dîrokê û civakê, girêdana kultur û civakê, hişmendî û îradê diafirîne..
Eger civak, gel, li gorî formasynên ku me li jor hejmartin neyên perwerde kirin û bi îradeyek hişemdnî, li pêvajoyê xwedî dernekevin, di guhertinan de nebin xwedî rol û misyon, nebin xwedî îradeyek kontrol û guhertinê, demokrasiya bi hêz dernakevê holê. Kes, yan jî kesên wek îradeya gel derdikevine holê, eger bi havey û heriya formasyonên civaka xwedî hişmendî neyên xwedî kirin, demokrasiyek lewaz ava dikin û ji bo komên xelkê, gelên cûda, baweriyên cûda wek tehlokê derdiekvine holê. Hingî kontrola otorîter pêşdixin û anarşîzmê pêşdixin.
Li Tirkiyê, tirsa “dijminên hundir û derve” bingeha anarşîzma berdewamî, ku bi destê dewletê dihate afirandin e. Ev “faraziye” wek polîtikeya neteweyî hatiye bijartin û şro jî bi destê desthilatdariya AKPê dipratîkê de ye. Berî darbeyên eskerî, ji aliyê MÎTa sifîl û eskerî û ji aliyê komên teybet yên dibin sîwana serfermandariya artêşa Tirk ve, arnarşiyek faşîzan pêk dihate û zemina mudaxeleyan dihate amade kirin. Pêr û doh hişmendiya civakî û îradeya kolektîf ya gel bi vî rengî dihate kuştin. Statuyên siyasî jî dihatin berteref kirin. AKPe jî îro heman tiştî, di rengekî cûda û eşkere de dike.
Îro, AKPe ku daholek bi stuwê delêlîyan ve daleqandiye û ha ha propagendeya “hesab pirsîna ji darbekar û postmodernîtekaran” dike; ji aliyê din be siyaseta anarşîzmê (faşîzma li kolanan) dike pratîkê. Delêliyên AKPê jî, pirraniya wan, kesên weke rewşenbîr û entellektuelên Kurd xuya dikin e. Di her dema ku Kurd gaveke civakî û serketî diavêjin, AKPe, serî li kiryarek wiha, bûyerek wiha dide. Ev rengekî modern yê anarşîzan e û faşîzma kolanan û terora polîsan meşrû dike. Vê jî, wek berjewendiyek “epîtomolojîk” ya civakî derdixe pêş.
Eger desthilatdariyek, dibin navê “terorîzekirinê de” Kanuna Têkoşîna li dijî Terorê derbixe, eger dadgehên taybet û dozgerên taybet sazkar bike, li wî welatî tu kes nikare behsa demokrasî, azadî û mafan bike.
Abdullah Ocalan jî, mîna Robespierre, dibêje; “her çalekiya civakî, di heman demê de, çalekiyek civakbûnê ye.” Lê Ocalan, ji pêşengê Şoreşa Frensa gavekê wê de diçe û dibêje; “Çarxên civakî, dema ku rast werin bikaranîn, wek aşan dihêrin, li gorî xwe ji hevîr û haveynê xwe, amurên li gorî demê û pêşketî diafirîne.” Yanî tenê îradeya gel dikare şoreşan bike, guhertinan bike û di nava şoreşê û guhertinan de hişmendiya îradî û hestên neweteyî ava bike.
AKPe, behsa siyasetek xwezahî dike, lê di kiryarên xwe de siyasetê pratîzê dike û rastiyan, mafên xwezah dikuje, yan jî di nava demê de vedişêre û winda dike.
AKPê, baş dizane ku hişmendiya civakî, hem îradê diafirîne, hem kolektivîzmê. Ev her du xislet cesaretê-degeliyê didine komên xelkê. Îro, dibin pêşengiya Haraketa Azadiya Kurd de, li Kurdistanê ev hişmendî derketiye holê; bi hişmendiyê re, îrade derketiye holê; bi îradê re kolektivîzm hatiye afirandin û wek sîstemek hatiye formulekirin.
Hêza ku Ocalan û Ropespierre behsa wê dikin ev e û li hemberî her cûre zordestiyan, kuştinan, xizaniyan, wek berxwedanek destanî derketiye holê. Îrade û kolektivîzma gelê Kurd, wek 18ê Adarê di pîrozbahiya Newroza Amedê de, di 4ê Nîsanê de li Riha, greva birçîbûna li Strasbourgê de derkete holê û ji cesaret-degelîya destanî jî wêdetir e. Ev teva hişmendiya civakî ne û bi dîrok, cografya, kultur, hevîr û haveynê şoreşa Kurdî ve girêdayî ne.
Lewma ezê dubare bikim: AKPe ne demokrat e, ne rêxisitnek hemdemî ye, heta ku dikaribe demokrasî sazkar bike. Aliyekî AKPê Kenan Ewren e, aliyek jî Abdulkadir Aksu ye; aliyekî AKPê Çewîk Bîr e, aliyek Idrîs Naim Şahîn e... Kî kê dixapîne gelo? Aliyekî AKPê darbeya 12ê Êlûnê ye, aliyê din di jiyana rojane de afirandina tirsa faşîzma kolanan e . Aliyekî AKPê asimilasyon e, aliyê din qirkirina siyasî, kulturî ye.
Aliyekî AKPê 4 sal cezayê serokê kontrayên kujer Mehmed Agar e, aliyê din jî 126 sal ceza kirina gerila Suphî Îsmaîl, bi 165 sal û 8 mehan e.
Di dîroka Komara Tirkiyê de, desthilatdariya herî egoîst, faşîzan ku bi awayekî têgihiştî, bi kiryarên anarşiya dewletî dike rojevê AKPê ye. Lewma demokrasî û mafên gelerî teva di devê Erdogan de kilît bûne û mixabin, ji Kanunî Sulta Suleyman jî paşverûtir serokwezîr e.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar
Li Herêmê heyamek nû dest pê kiriye. Vê heyama nû, pêşketinên kulturî û guhertinên civakî bixwere anîne. Heyamên nû bi kulturê têne xwedî kirin, bi pêşketinan reng distînin û bi guhertinan digihine encamê.
Pêşketinên civakî û guhertinên civakî, dagirkeran kîndar dike. Kîna dagirkeran jî tixub û rêbazan nasnake. Qîr û teşqeleyan didine destpêkirin û olê, mezheban jî bikartînin.
Îro, li Rojhilata Navîn dibin pêşengiya hêzên bazirgan û dagirker de, gelên herêmê ber bi şerekî mezhebî têne ajotin. Ev heyamek metirsînî ye.
Di vê heyama metirsînî de, Kurd û Kurdistan, di navenda guhertinek kulturî û civakî de ye. Kultura nû û guhertina civaka Kurdistanê, sîstemek nû afirandiye û li dijî şerê bazirganî û nijadperestî bendek, kelihek ava kiriye. Hêzên bazirgan û dagirker jî, li dijî vê sîstemê şerekî dijwar û giştî dane dest pê kirin.
Bi vê mebestê Kurd û Kurdistan ketiye navenda guhertinên li herêmê û ber bi holka cenga sedsalê ve diçe.
Têkilî û tevgerên dîplomatîk jî vê rastiyê nîşan didin. Ji destepêka şerê guhertin û dizaynkirina herêmê de (2003), nijad û netew, al û xaka yekpareyî, ol tê bikaranîn. Hêzên bazirgan û dagirker, îro jî mezheb derxistine pêş û gelên herêmê di aliyê mezhebî de tînine hemberî hev. Şer dijwar dikin.
Mezhebên li herêmê, birînek dîrokî û mûmarî ye. Çend sed sal in ku ev birîna mumarî di nava êş û kana xwe de, bi tevzînokên siyasî re dijî û bêdeng bû. Di Bihara Gelan de, careke din serê birînê hate derkirin. Hêzên dagiker, ji bo şerekî di nava gelan de dijwar bikin û temenê dagirkeriya xwe ya statukoparêze dirêj bikin, mezheban bikartînin.
Hêzên bazirgan û dagirker, ji destpêkê û heta weke îro, gotina “terora germ” bikartînin û “felsefeya barbarî” jî dikine pratîkê.
Terora germ, wek meşrûiyeta hovîtiya wan e.
Felsefeya barbarî jî, wek îdeolojiya dagirkeriyê wan e.
Balkêş e, ji bo gelên ku daxwaza jiyaneke bi rûmet û mafên xwezahî dikin; ne meşruiyetê qebûl dikin, ne jî felsefeyekê rewa dibînin. Di dîrokê de, çînê serdest her dem serî li vê riyê daye, li dijî guhertinên civakî û têkoşînên azadî û jiyaneke bi rûmet, riya şerê dijwar û komkujî kirine pratîkê. Xwînxwariya xwe jî meşrû dîtine. Dîroka mirovahiyê, mixabin bi xwînê hatiye nivîsandin.
Mareşal Moltke, di destpêka pirtûka li ser şerê Alman û Fransa de, (1870 / 1871) dibêje; “dema gel jiyaneke cûda dixwazin, şûr ji kalan derdikeve û ev daxwaz jî tenê dikare bi şer werin rawestandin. Şerê li dijî gelan ne meşrû ne, lê serdestî û serketin meşrûiyetê bixwe re tîne.” Îro, di tevger û guhertinên li Rojhilata Navîn de, mixabin rewşeke cûda xuya nake.
Lewma di vê heyama metirsînî de, gelê Kurd jî mecburê hinek tiştan e.
Di demeke ku Kurd û Kurdistan bûye navenda dizayn kirina herêmê, hêzên Kurd yên siyasî jî mecburê hinek tiştan e. Di vê qonaxa ku Kurd û Kurdistan bûye holka cenga sedsalê jî, leheng, pêşeng, lîder, rewşenbîr û entelektuelên Kurdan jî, bêhtirîn mecburê hinek tiştan dibin.
Tu civakên Kurd, tu hêzên kurd, tu rêxistinên kurd, tu leheng û pêşengên kurd, tu entelektuel û rewşenbîrên kurd, nikarin xwe ji berpirsiyarî, binbariya vê heyama dîrokî bidin aliyekî. Yek rê, ne du, tenê yek rê li ber teva heye. Ev rê jî, riya berjewendiyên neteweyî ye. Berjewendiyên tevahiya gelê Kurdistanê jî, di riya tifaq û yekîtiya neteweyî re derbas dibe.
Tu, dîtinên siyasî, tu hişmendiyên îdeolojîk, tu têkiliyên bazirganî, tu têkiliyên dîplomatîk û siyasî nikarin bibin sedema dûrketina ji vê riyê. Tu hêzên siyasî jî nikarin berjewendiyên neteweyî bikin qurbanê berjewendiyên kesayetî, malbatî û komî.
Dive werê zanîn ku, guhertinên li Kurdistanê, ji geuhertinên herêmê cûdatir in. Guhertinên lu Kurdistanê, mîna me li jor got, kulturî, civakî û dîrokî ne. Ji ber ku, Kurd û Kurdistan ne mîna yek welatê li herêmê ye. Her gelê herêmê li ser xaka xwe xwedî sîstemek e dewletî ye: dibe ku ev sîstem despot bin, mezhebî bin, olî bin, komalgerî bin. Lê yên wî gelî ne. Kurd û Kurdista ne wisa ye. Parçekirî ye û ji aliyê sê nijadên cûda ve, bi riyên hovîtiya artêşên kujer ve hatiye dagirkirin. Sê nijadên cûda ku bi çanda ol, nijadperestî û şidandina mezhebî hatine stewihandin in. Ligel van nijadan, hêzên bazirganên selefekar yên derve jî hene.
Gelê Kurd, li dijî van hêzan teva, şerekî dijwar dide meşandin, berdêlên giranbiha jî dane û dide; lê qonaxek serketinî jî bidestxistiye. Di vê qonaxê de, xwerêxistiniyek dewletî û xwedî sîstemî jî sazkar kiriye. Di aliyê serketina eskerî de, tixubên parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine; di aliyê medya de, tixubên xaka Kurdistanê ji holê rakirine; di rêxistiniya civakî de hem tixubê parçekirina Kurdistanê ji holê rakirine, hem jî dîwarê siyasî ku di şerê yekemîn yê cîhanê de li dijî gelê kurd hatiye avakirin hatiye hêrivandin. Ya herî giring, tixubên di mêjiyê gelê kurd de hatiye xêz kirin û ezbera gelê kurd jî hatine xerab kirin.
Bi vê mebestê, her lept û liva lîderekî Kurdan, her têkilî û serdaneke lîder û dîplomatekî Kurdan ligel payîtextên dewletên dagirker, dibe sedema gumanan û dibe bingeha nirxandinên cûda. Bi van gumanan, me got, pêwiste her kes, her gava xwe bi pîvan, bi hesab biavêje. Her kes, her sazî û her hêza Kurd, bi binbarî û berpirsiyariya neteweyî tevbigere. Riya serketina Kurdan, rizgariya ji vê heyama metirsînî , ne du ne, yek e. Yek rê ye!.. Ew jî, yekîtiya neteweyî ye. Bi beşdarî û tevlîbûna her hêza Kurd, pêkanîna Konferansa Neteweyî ye. Riya serktinê ne Enqera, ne Tahran, ne Baxdat û ne jî Şam e. Amed, Hewlêr, Mahabad û Qamişlo ye.
Medeni FERHO
- Ayrıntılar