Di dîroka tevahiya gelan de, lehengî (kahraman) hene. Hinde caran jî yên ku dîroka van gel an dinivîsînin, dibin ev leheng. Ji bo lehengên gel Bicoyê reş yê Efrîqeya Reş, Ebû Cîhad û Ebû İyad’ê Fîlîstîna bi jan, tenê mînakên du gelan e. Dîsa ev leheng in, yên ku rastiya bicîhbûna gel a di nava bexçeyê gelan de, afirandine. Dema ji aliyê gelê Kurd ve li vê rastiya lehengî tê nêrîn, lehengên weke di gelên din de heyî, derdikevin pêşiya me. Weke di roja me ya îro de heyî, yên ku dixwazin van lehengan bibînin wê bibînin, lê yên ku naxwazin bibînin jî wê teqez (mutlaka) neçar bimînin ku rojekê bibînin. Weke di roja me ya îro de tê pejirandin dîroka gelê Kurd, bi dîrokeke beriya PKKê û piştî PKKê ve, pêk tê. Lehengên Kurd di dîroka beriya PKKê de jî, hene. Lê belê yên ku gel birine nava bexçeyê gel an, lehengî û lehengên dîroka piştî PKKê ne. Di serê lehengên bi Tevgera Azadiya Kurd destpê kiriye de, Fermandarê gerîla yê efsane rêhevalê Egîd ku ne xeyal e, rastî bi xwe ye, tê.
Egîd di Amadeyî (Lise) de dest bi têkoşînê dike, dema hevalê Mazlum jî nasdike, êdî kes nikare wî bigre
Hevalê Egîd (Mahsum Korkmaz), di sala 1956ê de li Sîlwan (Ferqîn) ê tê dinya yê. Piştî Seretayî, li dibistana hindekariya pêşin a şevinî (yatılı İlköğretim okulu) ya Sîlwanê dest bi xwendinê dike. Dema nîqaşên weke, ‘dema tu mezin bibî tu wê bibî çi?’ di navbera wî, xwîşk û birayên wî de derbaz dibin, Egid di wî temenê xwe de, bi awayekî aşkere dibêje ku ewê bibe leşker û şer bike. Xwîşka Egîd a li Frankfurt jiyan dike, di hevpeyvîna ku piştî sal an pê re hatiye çêkirin de dibêje Egîd bi awayekî zelal li dijî neheqiyan helwesta xwe daniye hole û wiha berdewam dike: “Ez qet jibîr nakim, di wan deman de Kurdî qedexe bû. Me jî xwe nû fêrî zimanê Tirkî dikir. Em li dibistanê bûn. Ji ber qemyona bavê min qelibî bû, ez çû bûm male. Piştî ez vegeriyam dibistanê Egîd ji min re got ‘çi çêbûye?’. Min jî jê re got, qemyon qelibî ye. Lê ji ber Tirkî baş nedizanî hevoka (devrildî) qelibî, fêm nekir. Ji ber vê pirsî ku qulipî (devrilme) tê çi wateyê: Min jî bi Kurdî jê re got, ‘qelibiye’. Wê kêliyê mamoste jî guhdarî me dikir. Ji ber di devê min de hevoka ‘qelibî’ bi Kurdî derket, şeqamek li rûyê min da. Ji ber şeqama wî rûyê min werimî, ji neçariyê ez rakirim nexweşxanê û razandim. Li ser vê Mehsum li hemberê min pir hers girt, xwe ji min aciz kir û got “xwîşka min tu çima bêdeng mayî, tu çima dijber derneketî?’. Wêrekiya ku di wê kêliyê de da nîşan ew ne weke zarokekê şeş salî, weke ciwanekê ku temenê xwe bist heye da nîşan. Piştî ew şeqama ku mamoste li ber çavên wî li rûyê min da şûndetir her tim xwe bi xwe re diaxivî û wiha soz dida xwe: “Dema ez mezin bûm, ezê li van bidim, ezê tola vê şeqamê hildim”. Piştî vê bûyerê şûndatir Mehsum careke din naçe dibistana xwendingeha bi şevborîn û jê derdikeve. Lê dema piştî ji dibistanê cûda dibe şûndetir, ji bo dîtina xwîşka xwe diçe dibistanê, dixwaze biçe sera xwîşka xwe, lê destûra vê yekê jî nadin Egîd. Egîd ji bo dîtina xwîşka xwe israr dike. Lê dîsa jî erkdar destûr nadê. Li ser vê Egîd dîsa israr dike. Dema erkdar israra wî dibîne hewl dide deriyê dibistanê bigre. Li ser vê Egîd nahêle derî bigre û destê xwe dixe navbera derî. Di vê kêliyê de tiliya wî ya beranê qût dibe. Di sala 1970 de koçî Batmanê dikin. Di wan deman de Saziyên Demokratîk li Batmanê hatine damezirandin. Egîd jî hertim diçe wan komelan (dernek) û tê. Dest bi xwendina pirtûkan dike. Herî zêde jî pirtûkên sosyalîst dixwîne û hewl dide xwe bi wan pirtûkan re pêşxîne. Û hertim mejiyê xwe li ser şoreşên sosyalîst diwestîne. Di van deman de, dema di Amadeyî de ye li ser Kurdan dest bi nîqaşan dike. Ji ber vê yek ji nîqaşên wî yên di derbarê Kurdan ku bi mamosteyê xwe re pêkaniye dizivire şer û di dawiya vî şerî de jî li mamosteyê xwe dixe. Bi serîhildana xwe ya li dijî mamosteyê xwe yê Amadeyî, xwe ji navênga Batmanê re, îspat dike. Di vê navberê de jî Tevgera Azadiya Kurd bîryara ji nû ve vegerîna ji Kurdistanê re digire. Li ser vê ji bo rêvebirina xebatan, Mazlum Dogan li Batman ê erkdar dikin. Dema Mazlum Dogan tê Batman ê, Egîd hîn Amadeyî dixwîne û ji ber sedemên Kurdiniyê hertim bi mamosteyên xwe re nakokiyan dijî û dikeve pevçûn an. Vaye bi vî rengî bi rêka Mazlum Dogan Tevgera PKKê, ku di sala 1976ê de weke APOgeran dihat nasîn, nas dike. Piştî Mazlum û Kemal jî tên herêmê, êdî kes nikare wî bigre. Di serî de Batman, Sîlwan û Botan, di gelek qadan de xebat rêve dibe. Di navbera salên 1975-80ê de, bi awayekî çalak xebatên rêxistinê rêve dibe. Egîd û hevalên xwe piştî derbeya 1980ê, ji herêmê derdikevin û vedikêşên qada Lubnan ê. Bi vî rengî di navbera yekemîn kadroyên ku ji Lubnanê re hatine vekêşandin de cîh digire. Piştî demeke kin li Lubnanê, li gel Rêber APO dimîne şûndetir, ji bo bi awayekî bi tendûrist û ewlehî ew hevalên ku di welat de mane derbazî Lubnanê bikin, Egîd ji Botanê re tê erkdar kirin û wî dişînin Botan ê. Piştî vedikêşin, ji nû ve dizivire Lubnan ê. Dema tên li ber vî destpêka salên 80an, ji bo ji hêzên di nava welat de mane re fermandariyê bikin, ew û hevalê Kemal weke komekê ji welat re tên şandin. Dema ew û hevalê Kemal diçin welat, ji aliyê dijmin ve tên dorpêçkirin. Hevalê Egîd dema dibîne ku li erebê de hatine dorpêşkirin, xwe ji erebê diavêje xwarê û rizgar dibe. Piştî demeke kin şûndetir ji nû ve digihije çiyayên welatê xwe û hevalên xwe yên li çiya yan. D salên 80an pê ve gelek caran diçe li gel Rêber APO. Heya kêliya ku Pêngava 15ê Tebaxê pêkbê, gelek caran derbazî Lubnanê bûye û nîqaşên di derbarê vegerîna ji welat re û pêkanîna pêngavê li gel Rêber APO meşandiye. Bi perspektîfên ji Rêber APO girtiye ve dîsa vegeriye welat û xebatên xwe yên ku di cîh de hiştiye, berdewam kiriye. Dema keşîf û îstîxbarat ji bo çalakiya ku dihizîrî wê pêkbîne kom dike, di aliyê din de jî xebatên rêxistingeriyê berdewam kiriye.
Piştî 15ê Tebaxê êdî Egîd li Botanê efsaneyeke ku di zimanan de digere!
Gelek ciwan û hevalên Egîd (Mahsum Korkmaz) ên ku ji şexsiyeta wî bibandor dibin, ji bo têkoşînê, bi wî re ji Batmanê cûda bûne. Ji bo di destpêkê de li wî bajêr û navçeyan dûra jî di tevahî bajêr û navçeyan plansaziya rêxistingeriya di têşeya komîteyan de pêkbîne, dixebite. Ji bo ji yekiniyên biçûk pê ve artêşbûn çêbibe baweriya xwe dide xebat û çalakiyan. Ji bo ev artêşbûn belavî her bihosteke axa welat bibe, têkoşîna vê yekê dide. Bêrîkirina şerekê ku jê nayê birîn (kesintiye uğramayacak) û her mezin bibe, jiyan dike. Piştî xebatê xwe yê çar sal an, li gel encamên keşîf û îstîxbarat dîsa diçe gel Rêber APO û amadekariyên xwe yên ku di asteke mezin de temam kiriye, pêşkêşî Rêber APO dike. Piştî ji Rêber APO tasvîb (onay) digire şûndetir, ji nû ve vedigere çiya. Ji bo pêkanîna pêngavê, vê carê, bi hevalên li welat re, civîn tên çêkirin. Bîryara cihê ku pêngav lê bê pêkanîn û dîroka wê, jê re di saheya Botanê de tê ragihandin. Êdî ji bo pêngava 15ê Tebaxê hertişt amade ye. Hevalê Egîd di sala 1984ê de weke ‘Fermandarê Taxima Propaxanda Çekdarî ya 14ê Tîrmehê’ Pêngava 15ê Tebaxê, ku weke mîlada dîroka Tevgera Azadiya Kurd tê pejirandin, pêktîne. Navê Egîd piştî Pêngava 15ê Tebaxê, hîn baştir di xêv (bellek)an de bicîh dibe. Dewlet, piştî vê pêngava ku yekiniya gerîla dibin pêşengiya Mehsum Korkmaz de pêkaniye şûndetir, ji bo wî bigre li ser hev operasyonan lidardixe û xelkê wir dibin lêdan û êşkenceyan de derbaz dike. Egîd, bi çalakiyên ku pêkaniye ve, ji bo hinekan dibe tirs, ji bo hinekan jî dibe hêvî. Weke fermandarê yekemîn ê HRK ku baska leşkerî ya PKK ye, dikeve dîroka Tevgera Azadiyê
Piştî pêngavê pê ve, heya havîna sala 1985ê li navçeya Botan ê, weke efsaneyekê di zimanan de digere. Ew ne tenê efsaneyeke ku tu vegotin û tê xeyal kirin e. Ev efsane efsaneyeke ew qes nêzîkbû ku ger te destê xwe dirêj kiriba, wê destê te lê ketiba, ew qas rastbû ku wê dilê te û mejiyê te hembêz kiriba. Efsaneye di hundirê me de bû, ayîdê me bû, lê ew qas jî dûr bû. Ne firehiya rûyê asîman, ne jî bereketa axê ew qas şaşkirîner û rastî bû.
Ew bû dengê ku her kes bi çav û huhê xwe li bendê bû
Çalakiya 15ê Tebaxê ew qas belav bûbû ku bi efsaneyekê ve ew bêbaweriya ku bi hezaran sal an çêbûye, hatibû tunekirin. Lîstokên zarokan hatibûn guhertin, rûyê ciwanan zivirîbû çiyan, ji nû ve hêviyên pîr/kal an hişîn bûbûn. Herkes çav û guhê xwe dabû ser dengek ê, tevahiya jiyana wan bi gotineke herî biçûk a ji wî dengî re hatibû girêdan.
Piştî pêngava 15 Tebaxê di nava gelek çalakiyan de, behsa çalakiyeke ku balkêş bê, dihat kirin li cîwar an. Ev çalakî li ser qereqola ku li ser rêka Kaşûra-Heftanîn ya bi armanca astengkirina tîcareta ku li ser sînoran tê kirin hatiye damezirandin, hatiye kirin. Di encama vê çalakiyê de ev qereqol di sînor de tê rakirin. Gel kêm zêde dizanî ku çima ev çalakî hatiye kirin. Ji ber vê qereqolê bi hinceta sekinandina qeçaxtiyê, him li ser gel tade çêdikir, him jî debara (gelir) aborî dida sekinandin. Gundiyekê hewce nedît ku kêfxweşiya xwe ya ji vê çalakiyê veşêre û dilxweşiya xwe bi vî rengî tine ziman: “Hevalê Egîd qereqol bi erdî ve kiriye yek. Rêka tîcaretê vekiriye. Egît rewşa gel baş dizane. Bi taybet jî rewşa gundiyan…”
Gelê Kurd nû dest bi şoreşgeriyê nekiribû. Ev bi salan in ji gelek rêxistinan re hemêza xwe vekiribûn, mal-milk, hebûn-tunebûn û heta cane xwe jî dabûn wan an. Lê ka were lê binêre ku nikarîne li dijî bêmafî û mêtingeriya dewletê ti tiştekê bikin. Ev jî têra nekiriye, bi awayekî bê pîvan tevahî nirxên gel, xerckiribûn. Pîvanên ehlaqî tangav kiribûn. Tevahiya van gelê Kurd ji şoreşgeriyê û li dijî şoreşê sar kiribûn, di wan de bê bawerî pêşxistibûn. Ji ber tevahiya van sedeman gel di nava xwe de qûrmiçiye û qelîna di nava rûne xwe de, ji xwe re hilbijartiye; tişta ku heya 15 Tebaxê hatiye jiyîn bûbû ev.
15 Tebax ê, yekîtiya soz û çalakiyê ispat kiribûe, agirê bawerî yê ku tafiya ye, ji nû ve gûr kiribû. Nirxa ku ji rabûn û rûnişkandina militan, dest nedana mal, namûsa gel, nirx dayîna baweriyên gel, tenê girêdana gel a roj bi roj bi partiyê ve çêdibe pêk neanî bû, vê yekê di heman demê de wêrekiya bi mirînî cane xwe danîna hole, afirandi bû.
Siluetê hêvîyê, yê dibin heyva tije, dibin binê zinarê xuya kiriye!
Heman gundî wiha vegotina (anlatım) xwe berdewam dike, “Hevalê Egîd di vê de pêşengî dikir. Destûr nedida bê destûr kes xwe nêzî nirxên gel ên madî bike û dest biavêje van nirxên gel. Yên ku xesar jî dabûn, di kêliyê de dihatin hişyarkirin an jî cezakirin. Bi tevahî rewnaqa xwe ve şev rohanî dikir, heyva tije. Tîrêjên Heyvê xwe di nava pelên daran de dida ser gihayê ziha û yê çirmisî. Bi awayekî şîrgerim ango ne sar ne jî gerim, ba dihat. Min û Ferhan mîh (koyun) li gundê Bindarînê derxistibû çerê. Dema em ji gund dûrketin me hema mîh serbest berdabûn û em jî çûbûn li bin darekê razabûn. Beyî ku em agahdarbin ku mîh ketine nava zeviyên gundiyan û gihayê ku çinîne dixwin, me xevin didît in. Ez bi dengekê ku ji kûr hat hişyar bûm. Min destpêkê reşatiya ku li hemberî min disekinî, nasnekir. Lê dema gêjbûna xewê li ser min çû, min fêm kir ku ev Resûlê ku di sala 1984ê di gundê me de tevlî refên partiyê bûye, bû. Ez hema bi tevgereke pir biçalak ve rabûm ser xwe. Ji me re got “netirs in, ez heval im”. Dema me bihîst ku heval e, em zêdetir tirsiyan. Herçend di nava gel de bêkêmasî û pir baş behsa wan dihat kirin jî, lê di aliyê din de jî dijmin berovajiya vê rastiyê digot, “ew ji Rusyayê hatine, bê ol in û terrorist in”. Ji ber vê em ditirsiyan. Lê ev tirsa me jî hinekê tirsa dewletê bû. Gundiyê me yê hatî (Resûl) got “hevalek li benda we ye. Dixwaze bi we re biaxive”. Ji me re negotibû ka ew hevalê ku dixwaze me bibîne kî ye, çi dixwaze. Hinekê li jorî cihê me, dibin zinarekê li benda me sekinî bû. Humû mîh li devdorê xwe kom kiribû. Di destê wî de gopal hebû. Li ser mile wî jî qapûtek/ceketê wî yê leşkerî. Ronahiya tava heyvê di nava çavên wî de dibirîqî. Wisa bi heybet disekinî ku, dilê me tije tirs bûbû û me meraq dikir ku ka wê çi ji me bike. Em çûn li hemberî wî sekinîn. Ji me pirsî “hun ji kîjan gundî ne?”. Dûra jî xwest nave me fêr bibe. Piştî bersiva pirsyarên xwe girt şûndetir dengê xwe bilind kir û ji me re got, “gundî xwe ji sibê heya êvari giha diçînin, lê hun mîhan diberdin nava zeviyan, dûra jî hun dirazên. Ma ne guneh e? Ma ev ne suç e? Hun suç dikin, divê hun keda gundiyan vale dernexin, hişyar bin, bibaldar bin”. Ji tirsan tevahî mûyê di cane min de bûbûn weke sitiriyan. Di heman demê de min pir şerim jî kiri bû. Çokên min direcifîn, min nedikarî ez devê xwe vekim. Ez him ji tiştên ku gotine, him jî ji dengê wî yê hişk û gur bibandor bûbûm. Ev kî bû? Çiye? Di vê nîviya şevê de li kûr dihat û diçû kûr? Min nedikarî ez tiştekê bihizirim. Rihên wî yên reş, çavên wî yên diberiqîn, îfadeyeke hîn hişktir dida rûyê wî. Piştî gotina wî bidawî bû, kete ser rêka xwe. Lê hîn sê gav navêtibû li me zivirî û got, “we berê ji hevalan re soz dabû ku hunê bên tevlî partiyê bibin. Ger hun di wextekê guncav de bên, wê baş bibe. Divê hun soza xwe bînin cîh. Bi taybet, we soz daye hevalê Fîraz” û rêka xwe berdewam kir. Gundiyê me Resûl yê di dawiya komê de dimeşiya hate gel me û pirsî “hun wî nas dikin?”. Me got “na ma ew kî ye?”. Resûl singe xwe nepixand û got “ew hevalê Egîd e”.
Kêliya xeyal bû rastî!
“Min dihizirî ku ez qet vî mirovê ku me çalakiyên wî bihîstine, gotin û hezkirina wî weke çîroka bihîstine nabînim û pir ji min dûr e. Lê ez niha bi daxwaza dîtina wî tije bûbûm. Bi rojane nêrînên wî, tevgerên destê wî, pore wî yê ku ronahiya tava heyvê dibin zinar de lê xistiye, bi gopalê di destê xwe de, her li ber çavên min dihat û diçû. Dengê wî di guhê min de deng vedida. Beyî ku ez bizanibim ka ezê çi bikim, ez digeriyam û digeriyam. Ez her roj bi hêviya dîtina wan, derdiketim çiyayan. Di aliyekê de ez ditirsiyam, lê di aliyê din de ez pê dihesiyam ku girêdaneke mezin pêşdiket. Weke ku min tiştekê xwe winda kiribe, ez wisa li her derê li wî digeriyam. Ev hesta ku ez li berveyî tiştekê ku min nedizanî ka çiye ve dikişandim, pêşî lê nedihate astengkirin. Weke sûlaveke ku negengaze pêşî lê bê girtin bû.
Di wan rojan de dîsa behsa çalakiyekê û hevalê Egîd dihat kirin. Digotin, “hevalan kemin avêtine ser cehdê (cadde). Du hevalan cilên leşkeran li xwe kirine, hevalên din jî ketine kozik/mevziyan. Dema erebe tê, wan herdu hevalên ku cilên leşkeran li xwe kirine, erebe sekinandine. Lê mixabin ev herdu heval jî Tirkî nedizanin. Gel dema leşkerên ku Tirkî nizanin dibînin, nizanin ka çi bû ye ango wate nedane vê yekê. Di wê kêliyê de hevalê Egîd li erebê sar bûye û êrîş birine ser holika (kulüp) venêrînê ya di ketina Çatax ê de”. Serkeftina çalakiyê di zimanan de digeriya.
Bi hêviya dîtina ew tişta ku ez lê digerim, min xwe di rojên destpêka payîzê de, ji pêleke sûlava di hundirê xwe de berda. Ji bo dîtina perwerdeya partiyê ya yekem di nîviya meha Îlonê de, ez ji Heftanîn ê re hatim şandin. Heval yek ji doleke pir kûr a Heftanî ne de bicîh kiribûn. Min li wir hevalê Egîd dît. Min bi çavên xwe bawer nekir. Min ew heya demeke dirêj bi dûr de, şopand. Weke perçeyek ji cane xwe M-16 a di destê xwe de, digirt. Pir birêz bû. Li gel wî hevalek hebû. Dema bi hevalê li beramberî xwe re diaxivî, li wî dinêrî û guhdar dikir û car caran jî jê re sere xwe dihejand. Dema ez çûm gel hema ez û Ferhan naskir in. Pir dirêj bi me re axivî. Min nedikarî ez xwe ji meyzandina wî dûr bixim û tiştên ku digot guhdar bikim. Tenê tişta ku di wan gotinên wî de tên bîra min ev in: “Binêrin, ev hevalên ku hun dibînin, hevalên li qada we ne, zarokên gelê me ne. Me beriya niha hev du dîtibû, em axivîbûn. Hun li ser van gotinan tevlî partiyê bûn. We li me bawer kir, em jî li we bawer dikin. Ji ber vê sedemê em bikêfxweş in. Em bawer dikin ku hun jî wisa ne”. Hima tê bîra min ku di dawiya gotina xwe de jî gotibû “Hunê niha perwerdê bibînin. Dema we perwerda xwe xelas kir, partî dê we bişîne cihê ku hun dixwazin lê gerîlatiyê bikin”. Ev dîtina min a wî ya duyem û ya dawiyê bû”.
“Ez wî hertim weke yê ku bi soza xwe ve girêdayî, xwedî soza xwe, bibîr tînim”
“Hevalê Egîd piştî ku tevgera partiyê nas dike şûndetir, ji derveyî têkoşîna ji bo Kurdistanê wêdetir tiştekê nahizir e. Bi vî rengî di her çar perçeyên Kurdistanê de jî dimîne û hewl dide tiştekê tevlî têkoşînê bike. Hevalê Abas (Duran Kalkan) xwe ji roja naskirina xwe heya taybetmendiyên wî yên fermandar û şexsî, ji girêdana wî ya bi partiyê re û gerîlatiya wî ya biserkeftî heya avahiya wî ya ku ew biriye li ber vî bûyîna fermandarekê efsanewî wisa vedibêje:
“Bi awayekî xwerû/net nayê bîra min ku ka min hevalê Egîd kengî naskiriye. Lê ez ne şaşbim me yekemîn car di sala 1977ê de, di civînekê de hevdu naskir. Ez bawerim yekemîn car li wir derfeta min ya dîtin û naskirina heval Agît çêbû. Ez heval Agît hertim ku heya salên şehadeta wî jî, weke yê ku bi soza xwe ve girêdayî, xwedî soza xwe, bi bîr tînim. Hevalê Egîd xwedî uslibekî axiftinê bû ku dema dixwast tiştekê îfade bike, pir bi cewherîn û pir rehet îfade dikir. Di têkiliyên xwe yên bi mirovan re, cîdî bû. Xwedî şexsiyeteke wisa bû ku yekser bandora xwe li ser yê beramberê xwe çêdikir, şêwazê têkiliyên wî wisa bû. Ji ber vê sedemê bawerî dida mirovan. Têkiliyên wî yên di wateya ehbeb çawişî de, nebûn. Lê şêwaza wî ya di aliyê kirin û pêkanîna karên cîdî de, bawerî dida. Ji lewra mirov nedikarî xwe ji têkiliyên bi wî re bide paş, xwe ji karên bi wî re bide paş. Ji ber, ji ezmûnên wî yên berê jî, baweriya herkesî hebû ku dema bi wî re biçin karekê, wê karê wan biserkeftî be û wê di wî karî de biserkeftî bin. Sekna heval Agît, nêzîkatiya wî, taybetmendiyên wî yên şexsiyet, ji kar re cîdî nêzîkbûn, kar bi hesap kirin, di encama van de jî serxistin û serkeftin, dihewand. Dema mirov yekemîn car heval Egîd didît, mirov ev rastiya wî didît û di vê hêlê de hevalê Egîd baweriyek mezin çêdikir. Herku mirov wî di pratîkê de nasdikir, vê rastiya wî hîn zêdetir xwe dida naskirin. Sekna wî ya ku hertim wext baş bikartîne, hebû. Hewl dida bixwîne, lêbikole û fêr bibe. Em nikarin bêjin ku pir xwendevan û nîqaşker bû. Lê lêdikola û bi vî rengî tevlî tevgerê bûbû, dixwast di bingehê hizra Rêbertî de tevbigere. Lê hizrên wî yên APOger çi bûn, çi nebûn? Dîsa çep, sosyalîzm, rizgariya netewî çi dihewîne? Nêzîkatiyeke wî ya fêmkirin û ecibandinê hebû. Heya fêr nebûba, heya tiştek ne ecibandiba, tevlî nedibû. Dema tevlî pratîkê dibû, ji bo hîn zêdetir bi serkeftî be, hîs dikir ku pêwîstiya fêrbûnê heye. Di vê hêlê de pozîsyoneke wî ya lêkolînvan, guhdarvan, fêrker û têgihiştvan, hebû. Ji xwe taybetmendiya wî ya herî diyar jî, pratîkger bû. Ev nayê wateya fêm nake, nizane. Di vê hêlê de aliyên wî yên dişibin Kemal Pîr hebûn. Uslibê axaftinên wan dişibiyan hev, kin lê bi cewherîn diaxivîn. Dîsa rewşên wan yên bi fêmkirinê ve tevlî dibin, xwe bi gotinên kin lê bi cewherîn îfade dikin, neyên ku pir nîqaş dikin lê hûkum didin, bi îfadeyeke bicewherîn xwe li yê hemberî xwe re dana îfadekirin, hebû. Ev dorfirehiya hizrekê bû. Aliyê hevalê Egîd yê pratîker esas bû, ji xwe re esas digirtin ku bi vê re kar bikin, qezenckirina uslup, tarz û tempoya di wî karê ku divê bê kirin de esas digirtin û rewşa wan ya di vî alî de pêşdikeve, hebû.”
“Bû Sembol”
“Hevalê Egîd xwe li gorî kar baş amade dikir û motîfe dikir. Kîjan kar ba bila ew karba, hezke bila karê perwerde be, hezke bila kirina karê pratîk be, hezke jî bila çalakiyek be, xwe jê re baş amade dikir. Helbet di mijara şer de, reflekseke wî hebû. Di mijara leşkerî de, astek zanistî ya qezenc kiribû hebû. Ev zanist zanisteke ku bi pirtûkan re derketibû holê ango bi encam û ders derxistina ji pirtûkan re ev zanistî derxistibû holê. Şexsiyeteke wî yê xwedî taybetmendiya artêş ku şer fêmdikir, xwedî şêwazê tevgerê bû, ji şer re amadebû ango dikarî şer bide, dikare fermandariyê bike, hebû. Şexsiyeteke wî yê bîryar dide, plansaziyê çêdike, xwedî şêwazê tevgerê ye, xwedî qabiliyeta rêkûpêkkirin û rêvebirina yên din, hebû. Di çalakitiya kesayî de biserkeftî bû. Di şerên ciwanan de jî bibandor bû. Xwe ji di dema li Batmanê Amadeyî jî dixwand, heta di dema gav avêtina li nava gerîla jî, xwe hertim weke gerîlayekê, şervanekê dît. Dema kete nava gerîla jî, hat dîtin ku, di wî de qabiliyeta rêkûpêk kirina gerîla, rêkûpêk kirina yekiniyê, hezke di meşê de be, hezke di jiyanê de be, hezke di çalakiyê de be, hezke jî di jiyanê de be qabiliyeta wî ya rêkûpêk kirinê heye. Qabiliyeta xwe bi hunera pratîkê re diceriband, ji ber vê zû pêşket û ji lewra jî hertim di asta fermandar û rêveber de ye. Wisa pir zêde tu kes nebûn ku rêvebertiyê ji tevgereke ku nû pêşdikeve re, bikin. Ji lewre yên xwedî qabiliyet in, neçarbûn di asta herî jor de erkên fermandariyê hilgirin ser xwe. Hevalê Egîd jî hertim di vê rewşê de bû. Da nîşan ku her ku pratîk pêş dikeve, xwedî yeteneka mewzîkirina hêzê, ew xistina tevgerê û dikare di mewzîkirinê de şer bide meşandin. Da nîşan ku ew fermandarekê ku plansaziya şer çêdike, dijmin nasdike, tehlîl dike li gorî wê darbeyek xurt lê dide, yekînî bimewzî dike û bi awayekî biserkeftî rêveberiya çalakiyê tîne cîh. Her ku çû hîn zêdetir ev qabiliyetên wî pêşket in. Di encam de, tenê şexsiyetek bû, şexsiyeteke biaram bû, şexsiyeteke ku cîdî disekînî bû. Xwedî şexsiyetekê wisa bû ku ti mirovên ku pê re dima, dixebitî aciz nedikir, ew tengav nedikir, kar nediavêt ser wan, berovajî ya herî zor dihilgirt, lê yê din jî tevlî dikir. Dîsa xwedî şexsiyetekê wisa bû; mirovên di nava heman xebatê de, di nava jiyana pratîk de, ne bi gotin, bi awayekî cîdî perwerde dikir. Şexsiyetekê wisa bû ku mirov hertim ew di karê ku bê kirin de digeriya. Ji ber ti caran hevalê ku pê re di nava heman karî de ye aciz û tangav nedikir, kes ji xwe û ji kar dûr nedixist. Berovajî, mirov jê hêz digirt. Ji lewra jî di nava hevalan de, ne di rewşa kesê ku bi rayê dimeşe de bû, berovajî bi awayekî çalak tevlî xebatê dibû, kar baş rêve dibir, di encama serxistina kar de jî weke xwezayî rêveber bû. Şexsiyetekê wiha bû ku mirov her dixwast pê re jiyan bike, pê re xebat bike û jê hêz bigre. Li gorî dema xwe şexsiyetekê xweser ê heval Egîd hebû. Ew hertim û dayîm pêşeng bû. Bi hezaran ciwan piştî wî, hatin serê çiya û tevlî gerîla bûn. Bi hezaran şexsiyetên fermandar ên keç û lawik, derketin holê. Ev şexsiyet dibin çirûskên serdema yekem ku hîn artêşbûn nîne, lê çirûskên wê derdiketin holê. Girîngiya şexsiyetên ku ji wan pêşketinan re pêşengî kirine, ji aliyê hemûyan ve hatine mînak girtin, wan pêşeng dihesibînin û fermandar dihesibînin, ji wir tê. Ne ku dibin şexsiyetên ku di nava artêşeke mezin de derdikevin, berovajî dibin şexsiyetên ku dema gavên yekemîn ên artêşbûnê dihatin avêtin, dema dendikên wê yên yekemîn çêdibûn, dema artêş li holê nebû, lê yên alî dane artêş ê, pêşengî ji vekirina rêka artêşbûnê re kirine. Girîngiya wan li vê derê de ye. Lîstina rola mezin, ji vir tê. Di pêşketina gerîlayên gelê Kurdistanê de û di pêşketina pergala gerîla de cihê heval Egîd, di cihê pêşeng de ye, di cihê rêbertî de ye. Em dikarin pênaseyeke wiha bikin; yê gerîla jî, tevahî tevgera gel jî afirandî bû Rêber APO ye. Xebatên leşkerî, siyasî û bîrdozî, bi taybet bi taybetmendiyên şexsiyeta Rêber APO ve pêşketin. Bi keda wî ve derketin holê. Gerîla jî li nav van de ye. Pêşketina şexsiyetên fermandar ên ji gerîla re pêşengiyê dikin jî di nav de ye. Dema, bi heval Kemal û Egît re jî tê gotin ku mînaka di pêşketina şexsiyeta fermandar û di şexsiyeta şervanan de, divê em heval Hakî pênase bikin. Weke heval Hakî di aliyekê de tevlî xebatên têkoşîna bîrdozî, tevlî xebatên rêxistinê dibû, di aliyê din de jî pêşengî ji pêşketina şexsiyeta leşkerî re kir. Ango di pêşketina qada leşkerî de şexsiyetekê komple bû. Şexsiyetê hevalê Kemal Pîr jî alî da pêşketina gerîla ya li dijî pergala 12 Îlon ê. Hema hema piraniya hêza gerîla, bi taybet jî yên pêngava 15 Tebaxê afirandine, heval Kemal nasdikirin. Li gel hevalên din, taybetmendiyên şexsî yên Kemal Pîr, di asteke mezin de bandora xwe di qada leşkerî de çêkir. Ruh da vê qada leşkerî, taybetmendiyên şexsî da vê qad ê. Hewlên pir hêja di çalakiyê de dan nîşan, hîn zêdetir jî di pratîka Hîlwan û Sîwerek de pêşengî ji pêşketina gerîla re kirin, pêşengî ji pêşketina şexsiyeta gerîla re kirin. Di mijara vê hewla hêja de jî divê em hevalê Mehmet Karasungur bibîr bînin. Divê em hevalê Cuma Tak bibîr bînin, divê em hevalê Salîh Kangal bibîr bînin. Gelek hevalên wekî van hene. Lê yên ku derdiketin pêş, ev bûn. Yê artêşbûna gerîla veguhest ji fermandariya gerîla re, bû hevalê Egîd. Yê ku di vê demê de şexsiyetên weke Hakî, Kemal, Karasungur, Salîh û Cuma xistiye tevgerê, yê taybetmendiyên wan veguhestiye şervantiya bi dîsîplîn û rêkûpêk û fermandariya gerîla, bû hevalê Egîd. Weke kirdarî/fiili wisa çêbû, weke fermî wisa çê bû. Gelek kes û şexsên ku bi wan re hevaltiya çekê kirine, ew naskirin. Li dijî rejîma 12 Îlonê 83ê pê ve, ew ragihande pêngava çekdarî. Ji lewra, ji pêşketina gerîla ya bi pergal û bi rûkûpêk re pêşengî kir. Bû kesê ku şervantî û fermandariya gerîla, herî zêde di şexsê wî de şênber bûyî. Ji xwe wî jî tevahiya van tiştan ji Rêber APO, ji Hakî, Kemal, Salîh, Cuma û Karasungur wan girt. Di gerîla de kir cism. Loma dikare fermandariya gerîla bi heval Egît bê îfadekirin. Bû sembol, hat nasîn.”
Li her çar perçeyên Kurdistanê geriya!
Hevalê Abas diyar dike ku Rêber APO rêheval Egîd “şehîdê şehîdan” îlan kiriye û wiha vegotina xwe berdewam dike:
“Rêber APO di nirxandina xwe ya ji bo bîranîna hevalê Egîd de digot “Wê gelê me bi Egîdbûnê ve deynê xwe yê dilsozî/wefa bide”. Bi rastî jî wisa bû. Ciwanên Kurd, bi rastî jî bi Egîdbûnê ve, hêza artêşbûna gerîla derxistin holê. Ev taybetmendiyên ku hevalê Egîd di têkoşînê de temsîl dikir, bi têkoşînê re hate yek kirin û pêşketin. Di taybetmendiyên wî de îfadeya xwe dît. Ji lewra jî him bû fermandarê ku pêşengî ji ketina tevgereke wisa ya gerîla re kiriye him jî ji pêşketina pergala gerîla ya fermî ku jê re pêşengî kiriye re bû fermandar. Bû fermandarê manewî yê artêşbûna gerîla ya pişt re. Bû fermandarê madî. Rêber APO Egît bi bi awayekî kirdarî û fermî weke taybetmendiyên şexsiyetê ku di şervantî û fermandariya şoreşa Kurdistanê de mînak e, îfade kir. Hevalê Egîd bû fermandarê artêşbûna gerîla ya ji ARGK li bervî HPGÊ ve hatiye birêxistin kirin. Gerîla weke taybetmendiyên fermandar, taybetmendiyên wî girt. Fermandarî bi wî re kir yek. Tevgera gerîla ku heval Egîd daye destpêkirin, artêşbûneke gerîla derbaz kir. Him bi pratîka xwe ve, him jî di bingehê şehadeta xwe ve, bi sekna xwe ya manewî ve, bi erka pêşengiya ji artêşbûna gerîla re, bû fermandarê vê artêş ê. Rola wî di pêşketina netewîbûnê de jî pir girîng e. Ji ber vê dikare bi rola wî ya di pêşketina netewî ya gerîla de ev bê îfadekirin. Weke şexsî jî di gelek perçeyên Kurdistanê de hate dîtin. Ji xwe li Kurdistana Bakûr hate cîhanê û mezin bû, ji wir tevlî têkoşînê Bû. Di Başûrê Rojava de ma û xebat kir. Perwerde li Lubnanê dît. Li Başûrê Mezin ma, heya demekê li wir di nava xebatan de ma, heta heya demekê çalakî kir. Li Haftanînê, li dijî rejîma Sadam çalakî kir. Di sala 1983ê de yek ji yên ku di asta fermandar de çalakiya herî mezin kirine. Heya demekê li Kurdistana Rojhilat de ma. Piştî rejîma Şarlik hinekê di navênga azad de ma, li Kurdistana Rojhilat ma. Wî li wir gel naskir, gel jî ew nas kir. Ew û gelên din bi hev re man. Ango tevahiya perçeyên Kurdistanê dît. Bi wan re têkilî çêkir, ji wan tiştek girt û tiştek da wan. Asta çanda tevahî perçeyan, di şekîlgirtina şexsiyeta wî de bandorek çêkiriye. Bi rewşa şexsiyeta xwe ya netewî ve kete nava têkoşîn ê. Ji xwe ev rewşeke kirdarî ye. Rewşeke fîzîkî ye. Lê gelo di pêşketina netewîbûna Kurd de bandora wî çawa bû? Divê em behsa vê bikin. Bi xebatên xwe ve hişt ku di tevahî perçeyên Kurdistanê de tevgera Azadiya Kurdistanê pêşbikeve. Ango di vê de rola wî pir e. Lê weke bingehîn rol û cihê wî yê di pêşketina netewî de, cihê heval Egîd diyar dike. Gerîla, yekkirina perçeyên Kurdistanê, netewîbûna demokratîk a Kurd afirand; netewîbûna demokratîk a Kurd derxiste holê. Tevgereke ku Kurdê nû, xwedî vîna azad, afirand. Ji lewra cudayî pêşketina netewegeriya îlkel, Rêber APO netewîbûna Kurd a xwe dispêre hêza cewherîn a gel û bûna kesayetê vîna azad demokratîk, weke netewîbûna demokratîk pênase kir. Gerîla netewîbûneke wisa afirand. Mîsogere ku ev gerîla jî dibin fermandariya madî û manevî ya heval Egîd de pêşketiye. Niha jî gerîla hertim wî mînak digire. Sekna rast a şervan, taybetmendiyên rast ên fermandar, taybetmendiyên hevalê Egîd in. Bi van ve xwe perwerde dike, ev efsaneyek e, sembol e. Gerîla wisa şekil girt, şer kir û hîn jî wisa berdewam dike. Ji lewra di netewîbûna Kurd de rolê diyarker yê fermandarê gerîla yê bimînak e ku alî daye gerîla, ew şexsiyetê gerîla yê ku taybetmendiyên gerîla bi taybetmendiyên xwe ve afirandiye. Ew şexsiyetekê gel ê mînak e, rêberê gel e û şexsiyetê netewî ye. Ew dibe xwedî şexsiyetê ku netew afirandiye. Gelbûn û netewîbûna gel, bi vî rengî çêdibe. Egîd cihê xwe di nava van şehîdan de, di nava yên sembolê pêşeng in de digire. Rêbertî ji bo hevalê Egît gotibû “şehîdê şehîdan”.
Hevalê Abas, ku dibêje gelek bîranînên xwe yên bi heval Egîd re hene, bi vî rengî bîranîneke xwe ya tu caran jibîr nekiriye vedibêje:
“Gelek bîranînên min bi heval Egîd re hene. Li Lubnanê hene, li Kurdistanê hene. Ez dikarim bîranîna xwe ya li Lubnanê vebêjim. Di sala 1981an de piştî Konferansa yekemîn, dewreyên me yên perwerdê di meha Tebax, Îlon û Kewçêrê/Çirî de hebûn. Dewreya herî bi hesap, dewreya perwerdeya leşkerî bû. Komeke hevalan perwerde dida. Hevalê Egîd jî hebû. Him di derbarê têkoşîna çekdarî perwerde dida him jî perwerdeya giştî ya teorîk dida. Lêkolîn pêktîna. Li ser fermandarî jî perwerde dida. Sibê spor dihatin kirin. Me bi vê re esas girt ku em perwerdeya lêdana nêz (yakın döğüş) jî bidin. Hevalê Egîd judoker bû û perwerda wê jî wî bi xwe dida. Di lêdana nêz judo de pispor bû. Ji xwe ji ber hinekê kin û dagirtî bû jî, judo li gorî wî bû. Mirov çawa digirt, wisa jî dixist erdî. Piştî perwerdeyên wisa dihatin dayîn û kirin şûndetir, perwerdeyên weke bomba û yên nêzî vê dihatin kirin. Kesek hebû, ji çepê Tirk hatibû. Navê wî Firat bû. Rabû pîmê bombê kişand. Piştî pîmê bombê kişand hema yekser bombe ji destê xwe berda erdi, hevalê Egît hema bazda û bombe ji erdî rakir û avête cihekî din. Di tiştên wisa de refleksên wî pir xurt bûn. Helbet xwe avêtina ser bombeyê û ew ji erdî rakirin û avêtina cihekî din pir bitalûke bû, lê ji xwe berê jî gelek perwerdeyên leşkerî yên bitalûke dihatin dayîn û kirin. Di pratîkê de ev perwerde çi qas hatin pêkanîn an nehatin pêkanîn, ev mijareke cûda ye, lê di perwerdeyên amadekariya gerîlayan de, perwerdeyên wisa pir bi talûke hebûn. Wê demê em pir bandor bûbûn, lê ew pir xwînsar bû, qet dengê xwe jî dernexistibû. Ji yê li hemberî xwe re negot “te çima avêt” jî. Em perwerde dikin. Bi wê sekna xwe ya pratîkî da nîşan ku divê her leşker ji bo her êrîşa ku li her derê bê, amade be. Tevî me hinek dilê xwe hişt jî, lê wî tiştek nekir. Bi wê xwînsariya xwe ve, karê xwe berdewam kir."
Her çalakî, bû darbeya ku ji Mêtingeriyê re hatibû xistin
Hevalê Egîd ne tenê bi çalakiyên ku kiriye û bi sekna ku rave kiriye ve li Botanê dihat nasîn û li ser ziman bû. Li her çar perçeyên Kurdistanê û li her cihan Egîd tê vegotin. Tevahî çalakiyên ku kiriye li Kurdistanê de bû derbeya ku li mêtingeriyê hatiye xistin. Qereqolên mêtingeriyê yên ku di dil û mejiyê mirovê Kurdistanî de hatine damezirandin, hilweşand. Bû efsaneyeke ku li her devera welat bi hîskirinê ve tê jiyîn û li ser zimanan digere. Bû sedem ku ciwanên Kurd bi Kurdaniya xwe, pesnên xwe bidin. Û bû hincet ku tevahî ciwanên Kurd weke gerilayan, ji bo azadiya xwe, di çiyayên Kurdistanê de şer bikin. Ne pir. Bi qasî deh sal an di nava Tevgerê de jiyan kiribû. Lê belê ji nû ve nîvîsa dîroka azadiya Kurdistanê xistibû nava van deh sal an. Dema di duyemîn sala gerîlatiya xwe de bû jî weke şehîdê şehîdan kete nava dîrokê û bi vî rengî gihişte şehadetê. Dema rûpelên salnameyê (takvîm) 28ê Adara sala 1986ê dida nîşan, li Kurdistanê de jî sekinîna wext dida nîşan. Ji ber Fermandar Egîd, ji axa welatê ku pir jê hez dikir de û di dilê gelê xwe yê pir jê hez dikir de dihat çandin. Dema hevalê Egîd beriya vê 23ê salan li çiyayê Gabar ê, di şeva 27ê Adarê bi roja 28ê Adarê ve girê dida şehîd ket, hevalên bi wî re, wê şevê wiha vedibêjin:
Û çîroka şeva bi keser a pêt xiste dil an:
Fevzî Aydin (Selîm): “Dema tê gotin gerîla, yekem car nave wî û sîlveta wî ya çeka wî di dest de û li ser lingan disekine, tê bîra me. Fermandarê Pêngava 15 Tebaxê rêhevalê Egîd (Mahsum Korkmaz) efsaneyek gerîla xist nava jiyana xwe ya kin. Ji bo pêngava bihara 1986ê, plansaziyên me yên cûrbercûr û dorfireh ên çalakiyan hebû. Me dê ev çalakiyên ku me plan kirine li pey hev kiriban û emê ji Gabarê derbazî Cudî bûban. Me keşfa çalakiya rakirina qereqola li Gundî Guîna, bi hevalê Harûn, Xeyrî, Zana û Bozan re, kiribû. Em çûn Pavan a di bexçeyên Zîvînga Şîkaka de. Behrem Ünar yê berê li girtîgehê de hatiye sîxûrkirin, em dan ber guleyan. Em neçar man ketin pevçûnê. Di dawiya pevçûnê de heft kes mirin. Me heft çekên G1 ên ji dewletê hatine girtin, rakir. Piştî vê pêşketinê dijmin bi awayekî awarte, leşker anî herêm ê. Li tevahiya gundan de, qereqol damezirand, tevahiya cihên sitratejîk girt. Ji bo çalakiya di plansaziyê de heyî, çek û erzeq pêwîst dikir. Dijmin bi awayekî ew qes teng qad girtibû ku, dev jê berdin çalakî, me nedikarî em pêdiviyên xwe yên rojane jî derbixîn. Leşker nedikarîn bên ser me, ji ber vê tevahî xetên derbazbûnî, tevahî gund û qadên stratejîk digirt û hewl dida me bê tevger bihêle û me di qadê de tengav bike. Me nikarî em bê erzaq û malzeme, çalakiyên ku me di baharê de plan kiribûn, pêk înaba. Ji bo ev rewş bê derbaz kirin, bîryar hatibû girtin ku qad bê guhertin û ji Gabarê biçin Cudî. Hevalê Egîd ev bîryar di cihekê ku dikeve navbera Meydîn û Deşta Lala de, ji me re ragihand. Got “emê derbazî Cudî bibin. Ger di çûyînê de pirsgirêkek derkeve, cihê ku em hev du bibînin, wê vir be”. Ez hertim pêşengê komê bûm, di vê erda ku dikeve beramberê Meydîn de. Emê di erdê Deşta Lala de, derbazî Cudî bûban. Hevalên ji vî gundî, di navbera me de, hebûn. Hevalê Egîd xwest hevalek ji vî gundî bibe pêşengê kom ê. Lê min jê re got ez dikarim di vê erdê Deşta Lalan de pêşengiyê ji komê re bikim. Hevalê Egîd ji min re got “Tu her tim pêşeng bûy. Ev erd erdê wan bi xwe ye. Divê em bi awayekî bilez bitevgerin. Tu jî wê biçekê bêhna xwe vedî”. Bi vî rengî şûna min Ebdûrehmanê ku ji gundê Deşta Lala bû pêşengê baska (kolu) meş ê. Di sere baska me ya meşa êvarî de Ebdûrehmanê ji Deşta Lala, dû wî bi awayekî rêzî: Ferhed ê ji Guyîna (Omer Kaya), Fadil, Kemalê Xilxila, Harun, hevalê Egîd, piştî hevalê Egîd jî ez dihatim. Bi qasî tê bîra min li dû min jî hevalê Cafer û Îbrahîm hebû. Em herî kêm sîh kes bûn. Di navbera meşa baskê de deh-panzdeh metre hebû. Me xwe di nava rêkûpêkiya vê meşê de berde doleke fireh a di navbera gundê Meydin, Deşta Lala û Derşev de. Ji ber pêşiya baska meşê gihişte dole, xeber hat ku di pala gopikên beramberî me de dijmin derbaz bûye. Em li ser firmana hevalê Egîd sekinîn. Em li vir benda tarîbûna hewa man. Dema em li benda tarîbûna hewa de man, hevalê Egîd henek bi min re kir û got “Fevzî Aydin! Tu çi dibêjî? Gelo em bi leşkerên KT (TC) re têkevin pevçûnê?” Min jî bi xwesteke mezin ve jê re got ‘em têkevin pevçûnê heval!’ Dema hewa tarî bû em dîsa ketin tevger ê. Me dixwast em bi awayekî lez wê şevê derbazî Cudî bibin. Heya demekê em meşiyan. Ji ber pêşengê me Ebdûrehman di derxistina rêkê de zehmetî kişand, em di erazî de gerandin. Dema em digerandin, em rastî hinde şopan hatin. Piştî hevalê Egîd şop lêkolîn kir şûndetir xwest li cihekê guncav navber bê dayîn. Şev tarî bû û hewa pir sar bû. Erd xwe bi berfa ji serma de qerisiye pêça bû. Ew bi rojane bû ku komê tişteke cîdî nexwari bû. Me agir pê xist, xwe gerim kir û bêhna xwe veda.”
Abdulah Bayik (Gürcan): “Êvara roja 27ê Adara sala 1986ê bû. Em li Gabarê di noqta Deşta Bîra ya li ser Meydînê bûn. Hevalê Egîd banî min, Yaşar, Celal kir û got: “Emê îşev biçin Berkeber ê. Hun li pêşiya me derkevin, biçin keşfê bikin. Pir hişyar bin. Ger hun tiştekê bibînin, paşve vegerin û werin gel me. Nexwe (weke cihê hevdîtinê gopikeke li ser dola diçe Sipîvyanê nîşa me da) biçin wir li benda me bimînin. Ger hun neyên, emê bizanibin rê vekiriye û emê bên li berveyî wê derê.” Di navbera noqteya Deşta Lala û cihê ku hevalê Egîd ji bo hevdîtinê nîşa me da ye de, bi piyayî, nîv saet hebû. Me bi dûrbînê navbera van her du noqteyan keşif kir. Ti rewşek nebû ku em weke hevalê Egîd gotî vegerin noqteya Deşta Bîra. Di vê rewşê de em derketin ser gopika ku hevalê Egîd weke cihê hevdîtinê daye me û em li wir li benda wan man. Piştî demekê heval hatin. Hevalê Egîd rewş ji me pirsî. Me jî jê re rapor kir ku leşker li Meydînê hene, lê ji derveyî şivanên ku vedigerin gundên xwe ti tiştên din di eraziyê de tevnegeriyan û ti dîtinên cûda ninin. Hevalê Egîd ji me re got “emê heya demeke din jî bisekinin”. Dema hewa tarî bû em dîsa ketin tevgerê. Pêşengê Komê Ebdûrehmanê ji gundê (Deştala) me bû. Dû wî jî koma me ya ji sîh kesî pêk dihat, dibû rêz. Navber di baska meşê de deh-panzdeh metre bûn. Me xwe ji gopik berdida dol ê. Dema pêşiya baska me ya meşê dakete dolê, em hîn di gopikê de bûn. Li ser gopikê dengek li pêşiya me hat û got “leşker hene di gopika beramberê me de hene”. Em tevahî heval li ser fermana hevalê Egîd ketin rewşa mewzîgirtinê de. Hêza dijmin hema di gopika li pêşiya me, bi awayekî çeprast, di rewşa meşê de bûn. Li gorî cîhbûna me ya di eraziyê de, sergewreyî (üstünlük) ayîdê dijmin bû. Me nedikarî ji ber bicîhbûna xwe, êrîş bikin. Piştî hêza dijmin di xeta xwe ya meşê de winda bû, em jî di aliyê çepê de, li berveyî Sîpîvyanê ketin tevger ê. Me di sêkoşeya Sîpîvyan, Meydîn û Girê TRT de navber da meşa xwe. Êvarî dibe saet neh-deh be. Ez piştî hevalê Selim li wir derketim nobet ê. Dema ez di nobetê de bûm, min dengê rewîna kûçikan (kopek) kir. Di nava saetekê de, bê navber, rewîna kûçikan bala min kişandibû, ez nerehet kiribûm. Di saetekê de tevî tevahiya şiyariya min, min ji bilî dengê kûçikan ti dengekî din nebihîst û hîs nekiribû. Piştî nobeta min xilas bû min ji hevalê Egîd re got. Hevalê Egîd aliyê ku dengê kûçikan dihat pirsî. Dema min îzaha cihê ku dengê kûçikan lê dihat kir, hevalên din ên li devdora agir gotin “dibe dengê kûçikan ji gund tê”. Lê min ev der nasdikir. Gundên li devdor heyî ne ew qas nêzîkin ku dengê kûçikên wan hatiban me, ji ber vê min got ev kûçik li erezî de direwîn û nêzî me ne. Tevî tevahî israrên min jî hevalê Ferhan, Selîm û Bozan ku ji heman gundîne gotin “di vê sermê de kûçik li erazî nagerin. Dema leşker jî derdikevin erazî ji xwe bi xwe re kûçik nagerînin”. Li ser vê ramanên xwe yên ku dengê kûçikan ji derveyî gundan nayê, dan pêş. Hevalê Egîd jî tenê ev nîqaşên ku li devdora agir hatin kirin, guhdar kir ango xwe bi guhdarkirinê ve bes dît. Em şev saet di devdorê yêkê de, ketin tevgerê. Qada ku em li tê de derbaz dibûn, hîn jî biberf bû. Hewa pir sar bû, berf bûbû qeşa. Dema em ketin meşê hevalê Egîd got “bila her kes yê li rex xwe nas bike. Navbera meşê deh metre ye. Pêşeng û rêkûpêkiya meşê heman e. Ger rewşeke keminê hebe, ji bo yên ku ji me qût bibin cihê hevdîtinê ev noqte ye, yan jî Deşta Bîra ye”. Hevalê Egîd parola jî da. Em li ser berfa ku qeşa girtiye dimeşiyan. Ji ber berfa ku em li ser dimeşiyan qeşa girtibû giraniya me radikir. Ji ber vê yekê dema me pêli dikir jî nediperçiqî. Bi vî rengî em gelek meşiyan. Lê belê me fêm kir ku pêşengê me Ebdûrehman ji ber arazî ji hev dernexistiye, têra xwe gerandine. Di derbarê dîtina şopan dîsa agahiyek hat, li pêşiya me. Dûra jî fermana ‘bila her kes li cihê xwe bisekine’ hat. Hevalê Egîd em hişyar kirin ku em bêdeng bibin û bidîqat bin. Bi vî rengî şopên li erdî lêkolîn kir. Şop nû bûn… Me ev girte dîqatê û em dîsa ketin meş ê. Dema Ebdûrehman em di eraziya ku em şev li tê de derbaz dibûn ji hev dernexist û em gerandin, dibe em û dijminê ku di çeprasta me de derbaz dibûn, hatibin beramberî hev… Dibe ew şopên ku derdiketin pêşiya me jî, şopên wan bûn… Me hewl da em gopikekê ku xwe bi berfê ve pêçayê yê Gopika TRTê derbaz bikin. Di vê hilkişîndinê de ez bi deng û basinca teqandinekê, ketim erdî. Dema min xwe ji bandora basincê rizgar kir, min hema xwe da ber zinara rex xwe û min mewzî girt. Hevalê Îbarîhîm (Sarı) û hevalê Bozan jî di heman zinarê de mewzî girtibûn.”
Sari İbrahim: “Em li ser gopikekê ku her derê xwe teht bû pêş de diçûn. Şev bû. Hewa sar bû. Tevî meha Adarê bû jî, lê bilindahiyên çiyayê Gabarê yên ku em hildikişiyanê, tije berf bû. Di sahiya şevê de, berf qerisî bû. Em li cihekî rastî şopan hatin. Hevalê Egîd destê xwe danî ser şopan û lêkola û em hişyar kirin: “Ev şop nû ne û şopên dijmin in. Bi dîqat li pêş ve biçin”. Em dîsa ketin meş ê. Di cihekê gopika ku em hildikişiyanê de çek li ser me hatin bikaranîn. Em kitibûn kemînê û em û dijminê di vê kemînê de ketibûn nava hev. Li pêşiya me zinarekê mezin dirêj dibû. Dijmin di vê zinara ku pêşiya me digirt de, kemin avêtibû. Dibe saet piştî nîvîya şevê du-sê be. Dema min di sîpera ku ez li tê de me li xetên pêşiya xwe dinêrî, min dît ku hevalê Selîm û Xeyrî li ser berfê parenda avêtine û xwe li berveyî dola li jêr ve gêr dikin. Piştî demekê şûndetir min dît ku kesekê dişibe hevalê Egîd ku qapûtekê dirêj li ber bû, li ser berfê parende avêtiye. Di vê navberê de Ferhat (Ömer Kaya) yê ku xwe di saheya aqademî de li Bekayê kujtiye, hate gel min. Ji bo ez komê biparîzim, min heya demeke din jî cihê xwe girt û ez pevçûm . Ferhadê ku heya demekê li gel min bû gule ne diteqand. Min sedema vê yekê pirsyar kir. Ji min re got “guleyên min nemane”. Ne ti kar bû ku di keminekê de tevahî gule bên teqandin. Ev ji bo gerôla bêqeydî bû. Ku pir bê aram û biheyecan bû… Tevahiya van jî ne ji rêzê bûn. Pevçûn pir dirêj nekir. Ez bawerim herî zêde bist deqe yan jî nîv saet dirêj kiribû. Me jî parende avêt ser berfa qerisiye û xwe bi gêrkirinê ve berda dola jêr. Heval li dole kom bûbûn. Min li wir dît ku hevalê Metîn (Qalender Îlhan) bîrîndar bûye.”
Fevzi Aydın: “Em ketibûn kemin ê. Kemîn li ser zinarê bilind ê ku em ketibûn dibin wê de, hatibû avêtin. Şehkirin (tarama) li ser vê zinarê dihate kirin. Min nedikarî ez gule biavêjim dijmin û bi dijmin re têkevim pevçûn ê. Ger dijmin ez dîtibam wê hema ez tune kiribam. Lê ji ber tarîbû dijmin nedidît. Ji ber zinarê li ser min hedefa xwe diparast, teqandina guleyan bê wate bû. Ez bawerim ez çend deqeyan li vir mam. Di vê kêliyê de hevalê Egîd hate gel min. Di taritiyê de ji min pirsî: “Selim tu yî?”. Min jê re got “belê heval ez im”. Ji min re got “Ez derbazî li gel hevalan dibim. Piştî navberekê şûndetir, tu jî were”. Bi vî rengî li gel min çû. Piştî hevalê Egîd çû navberek ketê. Min navênga tarî ya li tê de pevçûn berdewam dikir şopand. Min tiştek nedît. Dûra min çeka xwe da ber singa xwe û min xwe li ser berfa qerisî gindir kir û ez bi dû hevalê Egîd de çûm. Dema tevahiya van çêdibû, pevçûn berdewam dikir. Min xwe li ser berfa qerisî gindir kir û ez heya dole jêr çûm. Dûra ez biçekê din li dole de pêşde çûm. Min hevalê Xeyrî dît. Dema ez û hevalê Xeyrî hineke din pêşde çûn me yekî din jî dît. Ev Ebdûrehmanê ku pêşengê koma me bû. Ebdûrehman di dole de, li ser lingan sekinî bû. Ti bersiv neda pirsyarên ku me di derbarî wî û hevalan de kirine. Weke nexweşê ku ta girtiye wisa li wir direcifiya. Me jê re got Ebdurehman were em biçin. Lê dîsa bersiva me neda. Weke ku kilît bûyî li cihê xwe sekinî bû. Dema me nêrî em nikarin Ebdûrehman bibin, me ew li wir hişt û em biçeke din di dole de meşiyan. Me hevalê Harûn dît. Di pişt hevalê Harun komea qelebalix a bi tevahî hevalan ve pêkdihat, hebû. Em paş ve zivirîn û em çûn me Ebdûrehman di mile wî de girt û îna nava kom ê. Li vir me hejmart girt. Lê hat fêmkirin ku hevalê Egîd û Lezgîn di navbera komê de nînin. Hevalê Metin di çoka xwe de birîndar bûbû. Divyabû beriya dinya vebe me dol terikandiba û em çûban noqteya ku me ji bo hevdîtinê kiriye bîryar. Divyabû em bendê hevalê Egît maban. Em li berveyî wê noqtê ve çûn.”
Hevalên ku bîranîna şehadetê vedibêjin, li cihê pevçûnê diçin cihê hevdîtinê. Lê belê yek ji wan careke din tu caran hevalê Egîd nabînin. Ji ber hevalê Egîd agir diberde nava dilê gel û hevalên xwe û di wê kemînê de şehîd dikeve. Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê qet ji vê şehadetê re amade nebûn. Piştî şehadeta wî ji bo bîranîna wî ARGK di 3. Kongreya Partî de, ku wî bi xwe amadekariyên wê kiribû, tê damezirandin. Û weke fermandarê ARGKê hevalê Egîd tê îlan kirin. Ji vê şûndetir dibe xeyalê her ciwanekê Kurd ê berê xwe daye çiyeyan. Bûna fermandar û gerîlayekê weke Egîd. Bi pîvanên fermandarî û gerîlatiya wî ve meşîn li berveyî azadiyê ve.
Egîd ne îfadeya tecrûbê ye, îfadeya baweriya girêdana bi bîrdoziyê re û girêdana bi soza ku ji hevaltiyê re hatiye dayîn e
Piştî şehadeta hevalê Egîd Rêber APO di her salvegerên Pêngava 15 Tebaxê de, ji bo bîranîna Egîd, nirxandin û tehlîlên cûr be cûr pêk aniye. Rêber APO di her nirxandin û tehlîlên xwe de tiştên ku Egîd xistiye nava jiyana gerîlatiya xwe ya kin vedibêje û heya roja me ya îro jî gotinên Egîd ên li dijî dijberên partiyê û çetegeran, bibîr dixe. Nirxandinên Rêber APO yên di salên cûrb cûr de kirine, wiha ne:
“Hun dizanin ku Pêngava 15 Tebaxê tê çi watê. Tê bîra min, ji bo min ne rizgariya salek ê, rizgariya rojekê jî weke tişteke awarte bû. Ji ber vê bû ku min 24 saetên Pêngava 15 Tebaxê bi ben/ta kişandibû. Divê em ji bîr nekin ku ger wê wateyeke vê roja ku 15 Tebax lê hatibe jiyankirin hebe, an jî ger em dê şîroveyeke wê ya cûda bikin, divê ev be: 15 Tebaxê di vê bingehê de, serkeftina rastiya mirov e.
Weke parastina cewherîn ya rastiya gelê Kurd pênasekirina çalakiya 15 Tebaxê ango çalakiya gelê ku dihat xwestin bi temamî bê fetisandin pênasekirin, îfadeya herî rast e. Her çend ev weke êrîşekê xuya bike jî, di rastiyê de hişyariya “Ez gelek im, min tune neke” ye. Bi taybet jî bersive ji reaksiyon/tepkî û ji qîra “em dev ji hebûna xwe naberdin” a di zîndana Amedê re; bi qasî bersive ji gotina “Divê dengê me ji cîhanê re bê bihîstin” a Mazlum Dogan re, bersive ji gotina “Hun nikarin hebûna me inkar bikin” a Mehmet Xeyrî Durmuş e û şereke ji bo wate dayîna gotina “Ez dibînim ku rizgariya gelê Tirk di şerê azadiya gelê Kurd de derbaz dibe” a Kemal Pîr bersivek e. Ev pêngava şer bersiveke, ji bo daraza li dijî hêzên olîgarşîk ên Tirk û Kurd û li dijî tevahî hêzên din ên olîgarşîk û despotîk a “serdema we ya mêtîngerkirin û çewisandina bê sînor a li ser gelan derbaz bûye, êdî wextê me yê jiyana azad hatiye” re. Pêwîst bû berdêlek hatiba dayîn ji bo jiyîna bihemdem û birûmet. Ev berdêl, şerê gel bi xwe ye. Gengaz nayê dîtin ku xwe bi cureyeke din ji hêzên despotîk û olîgarşîk yên ew di çar aliyan de pêçane, rizgar bikin. Her ku şerê xwe yê cewherîn li dijî her cureya hêzên olîgarşîk û destpotîk bide, wê rewşa bûna gelekê bi rûmet û azad, rastiyê qezenc bike. Piştî çalakiya15 Tebaxê, hema bi rewşa awarte ve bersiv dane pêngava 15 Tebax ê. Me bi pêşxistina gerîla ve bersiv da vê yekê. Û me bi vî rengî di salên 1989-90ê de da nîşan ku wê Rewşa Awarte jî pir biserkeftî nebe. Çi hat qezenckirin? Baweriya ‘wê gerîla bijî’ hat qezenckirin. Derkete holê ku wê PKK weke rêxistina pêşeng bin nekeve û qezenc bike. Hat dîtin ku li dijî Pêngava 15 Tebaxê kargeriya pihêtkirî (sıkıyönetim), rewşa awarte têra neke. Gerîlayên wê demê- ku em dikarin jê re bêjin dema propexande; ji Pêngava 15 Tebaxê heya sala 1987an di astekê de dema propaxandeya çekdariye-, hîn pir zêde negiştiye wateya gerîlatiyê. Ya piştî 1987an biçekê dişibe gerîla. Em ji dema yekemîn re dibêjin mayabûn, lê piştî sala 1990ê êdî hate rewşa ku gerîla bi awayekî belav, bi her alî ve gerîlatiyê bike. Weke mîsoger jî di nîviya sala 1980ê de me ew lîstoka siyasî û zexta mezin a li ser giyana xwe xera kir. Vaye Pêngava 15 Tebaxê, derketineke li ser vê bingehê bû.
Berxwedana zîndanê ya bi egîdî, parastina rûmeta mirov kiriye hedef. 15ê Tebaxê jî wateya israra di vîna azad de hilgirtiye. Cara yekem bi awayek serkeftî ferzkirinên ji derve û hundir ên şexs û rêxistinên hevkar hatine vala derxistin, hewlên perçiqandin, çewisandin û venêrînê yên dewletên mezin-bûçûk hatine vala derxistin, weke vîna azad a gel li ser lingan mayîn biserxistiye. Ev vîna ku berdêla wê pir giran ku êşên pir mezin, windahiyên pir mezin afirand, weke qezenceke mezin di vê demê de cihê xwe yê dîrokê girtiye. Ji ber vê ye ku Pêngava 15 Tebaxê rewşên ku Tirkiyê derbaz dike afirandiye, gelek welatên ku li ser Tevgera Kurd hesap dikirin neçarî helwesteke li dijî PKKê kiriye ango neçar mane li dijî PKKê helwestekê diyar bikin. Ji ber gelek hêzan pir hewldane ku nehêlin vîneke azad a Kurdan derbikeve holê.
Dema Pêngava 15 Tîrmehê destpê kir, me hemû hebûna xwe ya heyî veguhestibû welat. Hîn jî tê bîra min, di destê min de hêzeke ku têra taximekê nake mabû, me her tişt dewrî welat kiri bû. Me bawer kiribû ku rola me di asteke mezin de hat lîstin, wê rola di pratîkê de jî bi awayekî serkeftî bê lîstin. We bi xwe jî nirxand ku ev rol nehatiye lîstin û we sedemên vê derxiste zanistiyê. Hinde hevalên me yên wê demê baş dizanin ku piştî sala din, ango dema em li bervî dawiya sala 1985ê ve dihatin û heta di destpêka 1986an, bi taybet piştî şehadeta heval Egît, hinde hêzên me di nava xwe de tasfiyekariyek jiyan dikirin û ev ji Kongreya me ya 1986ê re ferz kirin. Bi rastî jî ev pirsgirêkeke pir mezin bû. Tevî me qet heq nekiribû jî, ev gaveke paşketîbû ku ji 12 Îlonê bitalûketir bû. Ev talûke bi qasî bi nêzîkatiya hundir a tasfiyekar ve girêdayî ye, bi taybet jî weke hevalê me Egît ji me re gotî; “erkên gerîlayê rojê negirtina ser xwe”, pirsgirêkeke girîng bû. Hatibû gotin ku pirsgirêkên me yên rêveberiyê, nêzîkatiyên kêm yên ji perwerdeya kadro re û bi vê ve girêdayî ji têkiliyên gel re, di warê textîkî de jî pêkhatinên gerîla yên kûr ku şêwaza eniyê derbaz dike, hene. Heta hatibû diyarkirin ku ger ev neyên derbazkirin wê ev yeke xetimandinê çêbike. Em van xalan îro jî nîqaş dikin. Neçareserkirina pratîka berya vê 14 salan îro jî xwe di teşeyeke bi înat de, derdixe pêşiya me.
Gotineke din a heval Egît hebû ku me di destpêkê de ev ji we re got. Bi taybetî di şexsê Şemdînê ketî de dibêje; “Tu hewl didî bi qûrnaziyên gundî ve jiyana vê partiyê xera bikî, lê em vê firsendê nadin te”. Lê piştî şehadeta heval Egît ev firsend bidest xistin û xirabûna mezin a di jiyana partiyê de, berovajitiya di xeta leşkerî û textîkî de a dihat pêkanîn, dev ji pesîra me neberda. Wiha ku Pêngava 1987ê ya ku me bi kedeke pir mezin û bi xebata amadekariya kadro ve û di Kongreya 1986ê de amadekariya wê kiriye, hat vala derxistin. Em a niha hîn baştir fêmdikin ku vê ferasata çete û di encam de radestkar û ev ferasata ku bi dijmin re di nava hevkariyê de ye, di salên pişt re partî ji hev xistiye û xeta me ya leşkerî aniye rewşeke ku neye nasîn. Nexwe min li gel xebata xwe, her sal çar dewre perwer pêktîna, min di aliyê bîrdozî û pratîkî de herî kêm çarsed-pêncsed kes perwerde dikir û dişand welat. Ji bo şoreşa welat tenê şandina dewreyekê jî bes dikir. Lê mixabin me çi qas nirx ji welat re veguhest (aktarım), weke bîreke bê binî ev nirx daqurtandin. Vaye ji aliyê şexsiyetên ku xwestin gerîla ji radestiyê re bidin razandin, di encam de gerîla ji radestiyê re dan razandin ku hun jê re dibêjin pratîka kontra û îro derdikevin pêşiya me ve, nirxên me hatin daqurtandin. Nexwe me di hundirê sê salan de deh qatî zêdetir amadekariyên ku dijmin ji hev bixin, perîşan bikin, di wê salê de kiribûn. Hêrsa me ya mezin di derbarê nenirxandina van amadekariyan de ye. Çima nehatine nirxandin? Rastiya bersiva vê pirsyarê me hêrsdar dike. Dema min bi sebreke pir mezin ve hewl dida ku van nirxan bi we re parve bikim, we çima fêmnekir, tevî we dikarî bi hewleke herî ji rêzê ve jî pêwîstiyên vê bînin cîh, we çima nekir? Li ser vê hesabên herî xirab hatin kirin.
Ev roj, di heman demê de rojên şer in. Hunê şer fêmbikin? Weke partîgeran di destê we de dilê we heye, ger bê bikaranîn mejîyê we heye. Gelo hunê hinekê vê di cihê wê de bikarbînin? Herdem sozeke me hebû; dema tu li ser lingayî tu yê xwe nedî kujtin an jî dema tu mirî jî divê dilopek xwîna te nemabe ku biherike. Ev di heman demê de felsefa me ya jiyanê ye. Rojên şer, rojên qehramaniyê ne, rojên egîdiyê ne. Û dema pêwîst bû divê mirov xwe bi vê re nû bike. Dema ez bi şervanan re têm rûberû an jî dema ez bi amadekariyên wan yên herî ji rêzê re jî têm rûberû, ez bixiroş (heyecanlanma) dibim. Ji bo min azwerî, daxwaz û xwestek pir pêşketî ye. Şer ne karê zarok e, şer bi niyetên baş nayê meşandin. Weke hizreke pir zirav dixwaze, karekê fedakariyeke mezin, sebreke mezin û înadeke mezin e. Ger hun dixwazin fêr bibin; em fêrker û mamosteyê ehlaqeke mezin, vîneke mezin, uslibekê mezin û hunereke mezin in. Em şer jî xweşik didin. Em di mercên pir zehmet ku mirov pê nayê bawerkirin de, hatin roja îro. Em ji cîhanê re jî îlan dikin ku me tiştek li dijminê xwe kiriye. Vaye dijmin di asta herî jor de me diaxive, li hemberî me bêçare ye. Yê şareza, yê hemdem em in. Dijminekê ku ji xeynî vexwarina xwînê tiştek ji destê wî nayê, mijara gotinê ye. Aştiyê jî em temsîl dikin, lê em dizanin ku ger hewcebe emê di mercên herî zehmet ku pê nayê bawerkirin de şer jî bişayanî (layıkıylan) bidin. Îro ev derketine holê. Piştî derfetên serkeftinê, derfeta kar hebe, ger qûncikeke dojehê (cehenem) jî be, dikare ji jiyana herî baş re bê guhertin. Me hinekê wisa kir.
Dijmin di şêwazeke herî ketî de ku dibe ti mêtingerî, ti çîn û ti civak jî vêya nakin, li serê Kurd kir, pir tiştên nebaş anî serê gelê Kurd. Mêtîngerî û zexta ku li ser me kiriye ne zext û mêtingeriyeke wisaye ku em daqurtînin. Ne mêtîngerî ye, xwezka tenê qîma xwe bi mêtîngeriyê anîba, xwe pê bes dîtiba. Vaye ji ber van sedeman, ji bo ez li dijî dijmin rûmeta xwe rizgar bikim, ez li ser piyan im. Helbet ev bi kirina karekê ve, li dijî dijmin kirina tiştekê ve çêdibe. Ez nikarim xwe ji derveyî vê bi şeref bibînim. Şeref û rûmeta min dibe ew tişteke ku ez li dijî dijmin dikim. Mesela dema dor tê mijûlahiya bi dijmin re, dema dor tê xwe li hemberê dijminê xwe li ser lingan girtinê, ez dikarim bêjim ku ez dibim Kurdê yekem û yê dawiyê jî. Ez mirov im, ev pir girîng e. Di jiyanê de bi dijminê xwe re bejin pêvandin, pir girîng e. Ger hun jî wisa bin, ezê bibim xîzmetgerê we yê herî mezin. Lê ger hun nikarin dijminê xwe, hun zû bimirin, ez tiştekê nabêjim, tenê bi gotinekê dibêjim ku ez pir xemgîn dibim. Ger te di îro de duh (dün) bicîh nekiribe, sibê bi îro re girênedabî, ev tê wê wateyê ku te winda kiriye. Zîndîbûna yên wisa ji mirina wan, mirina wan ji zîndîbûna wan xirabtir e. Bi rastî jî li pişt me ruhekê xayîn heye. Ango ev marek e ku hêdî hêdî tê, hewl dide diranê xwe yê bi jehir têxe stûyê me. Ez xwe nas dikim nas nakim, herdem wisa hîs dikim. Ez pir dihizirim ku me PKK çawa da destpêkirin. Ez ketina mezin a mirovê me dihizirim. Hêvî nîne, axeke ziwa, hêvî nîne ku ti tişt hişîn bibe. Me herdem pêvajoyên wisa jiyan kir. Ger tu dixwazî hevaleke/î baş bibînî, tu hertim neçar dimînîn. Tu herdem di nava lêgerînekê de yî, tu ti tişt nabînî, yê tu dibînî jî pir zêde wate îfade nake. Tu dişûxilî, kar dikî, tu simbila genim kom dikî, tu dibistanê dixwînî û refê bi zorbaş ve derbaz dikî, tu tevlî xebatên civakî dibî, nimêj dikî, bi zarokan re lîstîk dilîzî û ji wan hemûyan baştir dikî. Dema me got kirina siyasetê, ketina sosyalîzmê hizra “ka em dest bi karê PKKê bikin” pêş ket. Destpêkirineke çawa? Bi rastî jî hêviya wê çî ye? Ji xwe ger hevalên me, hestên hevaltiyê ne wisa ji rêzêbin, ne di rewşa fêmkriinê û bi te re bi dil bimeşin de ne. Lê tu digerî, tu hewl didî ku tiştekê bibînî.
Min çi digeriya, min dixwast ez çi bibînim? Hîn jî heman lêgerîn heye. Ez li pey im, lêgera rojên zarokatiya yekem, hîn jî weke xwe dewam dike. Me niha gellek rakir ser piyan, ez bi tevahî gel re digerim. Em hewl didin bi ciwanên keç û xurt ên weke we re, bigerin. Dostên me yên herî kevin, yên bi karê Kurdaniyê ve mijûl bûne hene, ew jî hatin, eleqe nîşan dan. Ez hîn jî bi wan re jî, hewl didim bigerim. Ji bo sehayeke azadiyê li pêşiya min be, min her tim xwe ji vê re vekirî hişt. Heta talûkeya herî mezin, zêdebûna tiştên ku min bi xwe ve girêbidin e. Ez ji wê ditirsim, guman jê digirim. Ger pêşiya min vekirî be, azadiya min a xebatê hebe, ez heme; beyî ku ez jê aciz bibim, jê bêzar bibim ez heme. Dibe ev şer be, dibe ev ol be, dibe ev felsefe be, dibe ev zanist an jî çalakiya mirovekê be. Ez ji hemûyan re heme. Vîna min sexlem e, zimanê min baş dibêje, serî tewandin nîne! Ez li pey tişta xweşik û baş baz didim. Hun dibêjin “Rêber, Rêberê Netewî”, em jî hewl didin li gorî vê û layîqê vê bimeşin. Li gorî min mezinbûn, kûrkirina vê lêgerînê ye. Gerdûneke hîn xweşiktir bi azadiya te re gengaz e, bêmirinî bi şerê te yê azadiyê re gengaz e; ev dibe hunerek, dibe şêwaza jiyanek ê. Ez nirxeke mezin didim hevalên ku dixwazin bi şêwaza min re bimeşin. Ev azweriyek e.
Em dikarin ji pratîka têkoşîna dema koma xetê ya wisa re bêjin, komeke biçûk ya gerîla yan jî em dikarin bêjin yekîniyeke artêşeke biçûk. Ev artêşa têkoşîna bîrdozî ye; em ji komên pişt re vebûne re jî bêjin, artêşa siyasî, em dikarin vî navî bidin demekê. Dema pişt re artêş bardibe, pêdiviyeke artêşbûneke hîn zêdetir derkete holê. Hewlên me yên leşkerî yên piştî sala 1980ê, çiye? Perwerdeyeke hîn xurtir, biarasbûneke (donanım) hîn baştir û bi vî rengî firsend ji gerîla re tê afirandin. Di vî alî de Pêngava 15 Tebaxê, yekemîn çalakiya cîdî ya leşkerî bûnê ye. Artêşkokeke gerîla ya ku piştî Pêngava 15 Tebaxê wesfa wê hinde din çêbûye, yekîniyên wî yên çekdarî yên propaxande çêbûne û hinde din belavtir e, pêşketiye. Bi vî rengî wesfa artêşa gerîla ya netewî, demokratîk û civakî, gerîla çawa di xeta partiyê ya bîrdozî û polîtîk hêz girtiye, derdikeve holê. Ango artêşeke bê partî çênabe. Çarçoveya ku gerîla li tê de tevdigere, çarçoveya partiyê ya bîrdozî-polîtîk e. Xwe dispêre gel, demokratîk e, rêz ji kedê re digire, bi kedê re girêdayî ye, sosyalîst e, serbixweperest e, li dijî her cureya nokertiyê ye. Çarçoveya wê ya siyasî dikare wisa bê vegotin.
Di senteza PKKê ya Rojhilat-Rojava de aliyê herî cîdî, xweseriya wî û nêzîkatiya wî ya bibawer e. Ti girêdana wî ya bi navendên doxmatîk re nîne. Xeyalên erzan xwedî nake. Mirovên dirûst û bi wêrek esas digire. Ti sozên berjewendî û prestîj nade tu pêwendîdarê xwe. Deriyê wî ji rastî re, ji edaletê, xweşikbûnê re vekiriye û di nava helwesteke ku azad dihêle de ye. Di jiyanê de esas digire ku rêz ji ked û wekheviyê re bigire. Her ku pêşve biçe, her ku civak van taybetmendiyan bi çavê xwe dît, wê xwedî li rêxistinê derbikevin. Wê tişta balkêş bê ji gotinê zêdetir çawaniya jiyana wan be. Ev taybetmendiyên ku yekemîn leziya pêşketinê û qerexterê wê diyar kirine. Ji lewra dema nebesiya van taybetmendiyan bi serê xwe derkete holê, wê aliyên wî yên bingehîn ên lewaz, xwe bide nîşandan.
Dema tevger ji bûna tevgereke koma teng derket û mezin bû, kêmasî bi awayekî lez xwe bi pirsgirêkên cîdî yên rêveberiyê û bi pirsgirêkên pratîkî ve, dan derve. Di vê kêliyê de êrîşên hêzên pergal, rola ji pola re av dayîn, lîst. Mercên li Tirkiyê ku digihijin darbeya 12ê Îlonê û li derve pêşwazîkirina derbê, avantaj çêdikir. Dema dihat hêvîkirin ku zayîn bi mirinê re biencam bibe yan jî dihat hêvîkirin ku di mercên cuda de rêxistineke bisînor bimîne, pêvajoya tê zanîn a 15ê Tebaxê destpê kir. Weke tê zanîn di destpêkê de ev pêvajo jî ne bi plan bû, lê pêngaveke ku xwe bi xwe giraniya xwe deynaye holê bû. Tevî vê jî encamên wê mezin bûn. Pêvajoyeke pêşketinê ya nû ku Rêberê PKKê û endamên PKKê di serî de, tu kesî texmîn nedikir, derkete holê. Pêngava me ya li dijî 12 Îlonê jî, bi rengê li derveyî welat ji gerîla re amadekarî kirin û ji welat re vegerîn, hatibû bibîryarkirin. Salên 1981-82- 83ê bi ked û hewla vê ya mezin ve tije ye. Pêvajoyên Konferans û II. Kongre, lez daye van xebat an. Ji sala 1982an pê ve ji welat re veguhestina koman, di sala 1983ê de temam dibe. Pêngava dijber a 15ê Tebaxê, gaveke pir girîng e, li dijî 12 Îlon ê. Me kongreya III. ji vê re ferz kir û bi vî rengî me pêşiya valederxistina pêngava me girt û ev pêngav mayînde kir.
Ya rastî me hunerek diafirand û hîn jî em bi vê hunerê ve mijûl dibin. Hunera mirov di şêwazekê cuda de, di mijara taybetmendiyên bingehîn de, dana lêhûrbûn û dana bikaranîn. Tu kes nebû xwestokê vê hunerê. Kesekê tenezûl nekir ku Kurdan bi vî rengî binexşînin, wî bikin cewher û ji wî xezîneyekê derxin holê. Ji derveyî nêzîkatiyên ji derveyî mirovahiyê, kesek nêzîkatiyek cûda neda nîşan. Ji ber ez bawer dikim ku wê bigihe avahiyeke cûda ez wî dinexşînim, lê pir zêde xwestokê wî nîne. Dibe di warê hestiyarî de jî pir zêde bandorake wî jî nebe. Lê hunereke hêjayî ceribandinê ye. Divê mirov nexşandina we berdewam bike. Şûna hun di destên hineke din de weke tenekê bên bikaranîn, baştire ku em we di bingehê taybetmendiyên bingehîn de bigrin, ji ber van sedeman jî bi çakûç-sindan (örs) em li we bidin. Dibe ji we yên bûne pola derbikevin. Ev dê bibe ya herî baş. Em zor nadin ser we, wekî hun dibînin hertişt di nava azwerî û dildarî de çêdibe. Em dixwazin mirovan bi ferasetê ve bikarbînin, binexşînin. Lê wisa derdikeve pêşiya me ku naxwaze mirov wî/ê nêzî xwe jî bike. Şer di vir de derkete holê. Ji we re tê gotin “tu sedî sed malê min î, tu sedî sed koleyê min î”, hun jî dibêjin “Em tunebûnê qayîl in”. Mirovê ji dil, hertişt e, lê li kûr e. Wê demê em bi mesleka pêşxistina qada şer, şer re rûbirû ne. Em xwe, ji wê rojê heya vê rojê şer dikin.
Me çar salan amadekariyên Pêngava 15 Tebaxê kir, me ji sala 1979an pê ve kar kir. Ji bo em nehêlin 15 Tebax bibe xirbe û ji bo em wê weke gaveke dîrokî zîndî bigrin, em pir tirsehêz çûn ser. Me dewreyên perwerdê dan pey hev, berhemên wan di destê we de ne. Me ji hezaran çeman av anî, me kir bîryar, me derfet kom kirin, dûra jî me bi kedeke pir mezin ve kom veguhestin welat. Amadekariyên me yên Kongreya III. hebû. Ketina welat jî wisa bû. Ji bo em komeke herî biçûk jî bişînin welat, me hincetên ku nayên mejî afirand, me tehlîl çêkirin. Bîryarên Kongreya me ya II. têra nedikir. Me gelek tişt kirin, ji bo em derfeteke pratîkî bigrin, me bi zor û zehmetî komek gihand welat. Me li vir, ji bo em ji serxwebûna xwe tawîz nedin, hertiş kir û hertiştê xwe raxist holê.
Ev ne hewlên hêsanbûn. Sala 1987ê tê bîra min: Me çikir ji bo em kom bigihînin pêngava baharê. Sala 1987ê pir zor bû, sala ku herî zêde dijmin xwe li tê de ferz kiribû. Ji bo em salê qezenc bikin û dijmin vale derxin, ti tiştê ku wê bê xeyal kirin û hizirîn, me ew kir. Yên ku çûn tîpên ku xwe ferz dikirin bûn. Tîpên weke Hogir (Cemîl Işık), Metîn (Şahîn Baliç), Kor Cemal (Halîl Kaya) tîpên pir tirsnak bûn. Ji bo hinek li Rojhilat, hinek li Rojava derfetên ketine rê tune bikin, xwe ferzkirin û çûn welat. Em çend salan bi wan re mijûl bûn. Li dijî şerê taybet ê dijmin, em bi sererastkirina textîkê ve mijûl bûn.
Di Kongreya III. de hat dîtin ku ev çi qas hatiye kûrkirin û ev di asta herî jor de êdî di şexs de tê pêkanîn. Ev pêkanîn him encamên Pêngava 15 Tebaxê di birina serkeftinê de, him jî di bersiva ji teşeya şerê taybet a pêşketî de, hat esas girtin, dûra jî hertim pêvajoyeke rexnedayînê hatiye kûrkirin, bû mijara gotin ê. Hertim rexneya malbatê, rexneya şexs, rexneya rêveberî, rexneya şexsiyeta fermandar hat pêşxistin. Dema xebatên jin xurt bûn, rexneya jinê hat pêşxistin. Dema pirsgirêka fermandar derket holê rexneya vê pirsgirêkê û rexneya navend pir hat pêşxistin. Ev tevahî dibin gavên ku PKKê pêşxistine. Rexneya şexsiyetên provokator pir ecêbin. Ger me ev şexsiyet rexne nekiriban me nedikarî em Kurdistanê nas bikin, me nedikarî em şexs nasbikin, me nedikarî em rêxistingeriyekê biafirînin û me nedikarî em yekitiya partiyê biparêzin. Weke min gotî, rexne têra nake, divê mirov bizanibe ka nûnertiya tiştên rast çawa tê kirin jî. Bi qasî rexneyên nebaş, hertim tiştên baş jî derxistina holê, hunerek e. Divê mirov wisa bibîne. Rexneya pratîka Pêngava 15 Tebaxê, bi taybetî jî rexneya rêbertiya textîk, pir girîng e. Ger ev rexne nehatiba kirin, me nedikarî em piştî salên 1987an amade bikin û bi taybetî jî ger rexneyên me yên heya salên 1990an neban, her sal dikarî me tune bike. Hinekê wan rexneyan, rewş rizgar kirin. Pêwîstiya mudaxeleyê, ji vê tê.
Perçekirina asîmîlasyoneke zorî û çewsîner ku heya xwe digihîna inkara tunebûnê, herçend êşên wê mezin jî bin, dikare tenê bi hîskirina gel a şerê xwe yê cewherîn ve û bi dayîna vî şerî ve gengaz be. Weke beyî hebûna vî şerî ti kes nabe xwedî maf, wê rizgarî ji tunebûnê, ne gengaz be. Ji lewra şerê gelê Kurd di Rojhilata Navîn de yê li dijî hêzên derve û tuneker ku heya êrîş tîne ser hebûna wî, ji wêdatirê pêwîstiyê, çalakiya pîroz a domandina hebûnê û azadkirinê ye. Şaşitiyên wî, ji xiyanetê re rûbirû mayîna wî, nepêşketina komuteya wî, kin bûn û dirêjiya wê, vê pîrozahiya wê naguherîne û ji bûyîna watedariyê dernaxîne.
Pêngava 15 Tebaxê pêngaveke dîrokî bû, çare û nefesa dawî ya hebûna me ya weke netew bû. Li ku derê lê bê nêrin bila lê bê nêrîn; îro dost jî, dijmin jî baş dizanin ku ev gav di nirxa vejîna netewî de ye, wê qebûl bikin ku operasyoneke herî radîqal a di dem û wextê wê de ji nexweşekê di komayê de ye û nefesa xwe ya dawiyê dide re, hatiye kirin û encama wê jî biserkeftî ye. Weke tê zanîn kêm jî be, hevalê Egîd di serî de, hewl hat dayîn ku bi şexsiyetê partiyê yê heyî re, ev gav bê avêtin. Heta pir zehmet be jî me tevahî hêza xwe bikaranî ku em vê pêngavê di nava yekemîn sala pêngavê de, li ser lingan bigrin, di sala duyemîn de jî wê bînin rewşa gava gerîla ya hertimî. Dema em hatin sala 1985ê, di Kongreya III. de bi taybet komutaya ku berpirsyar bê girtin û bêberpirsyarên di encam de weke hêza kurmay bê fêmkirin ango bêberpirsyarên ku berpirsyara plansazî û venêrînê neyînane cîh, hatin nîqaşkirin. Aşkerebû ku ev feraset û nûnerên wî, ne xwediyê îdîaya pêşxistina vî şerî de bûn, ger li gorî wan bimîne wê weke di gelek pratîkên rêxistinan û dîroka me de tê dîtin, ev pêngav jî bi gotina “Ji me ew qas” vale derxistiban. Weke tê zanîn, me di vê mijarê de tehlîlên pir berfireh kirin û me hedefên weke divê yekiniyên gerîla weke yekiniyan (bölük) di qadên bingehîn de bên bicîhkirin û bên tevgerkirin, danî pêşiya xwe. Me bi 1987 ê ve gavên pir cîdî avêtin û pergalê bi îlana Rewşa Awarte ve bersiv da vê. Li gel nezelalbûna şehadeta hevalê me Egît ev gava ku dijmin avêtiye, gelek pêşketinên nû bi xwe re anî.
Fermandarên rast ên di nava me de, mirovên hêja ne, mezinkirina Egîdan jî di vê bingehê de ye. Di tevahî gavên me yên gerîla de azweriyeke jiyanê ya hêja, wextê şeveqa bironahî heye. Hinde caran mirov ji bo sozekê dimire. Lê di me de sozeke ku ji bo bê mirin jî nehatiye hiştin. Mirov dikare ji bo soza azadiyê rabe ser lingan, ango me Kurd anî rewşeke ku ji bo xatirê vê şer bike. Jiyan ji bo min di van peyvan de veşartî ye. Herçend ez hîn zehmetiyan dikişînim jî, miftê jiyanê di destê me de ye. Tevahî têşeyên din ên jiyanê sexte ne, ji rêzê ne, pir pîs in ku nêzî taritiyê û lawiriyê dibin. Bi derbazkirina vana ve, jiyana nû hate qezenckirin. Lê ez ji tevahî partîgeran re, şervanan re û ji xebatkarên eniyê re dibêjim; gelo hun wê jiyan bikin, bidin jiyîn? Qenebe bila xwe bidin jiyîn. Ne şerm e! Ji me re şexsiyetên ku weke me bêjin “Ez şer dikim, jiyan dikim û ez nemirim” pêwîst in. Ma me çima dest bi PKK bûnê kir? Provokatorekê wisa digot; “Divê ew çawa ji dayîk bûne, mirov wan wisa bihêle, bila cîhan nebihîze ku ev derketine holê”. Ev devekê Kemalîst bû. Çima bila cîhan me nebîne, nebihîze? Li gorî wî em hatine veşartin, em kirine binê gor ê. Ji min re digot “Te dîsa term/ceset derxiste holê” û ji bo vê ez begem nedikirim. Digotin “tu miriyî, divê tu wisa li wê derê bimînî”. Me jî got emê înada we, bi miriyan re mijûl bibin. Ger min di zeviya miriyan de şerê jiyanê nedaba; min nedikarî ez vê kûranahiyê di xwe de pêşbixînim. Em bûn dilê gelekê ku bê dil e. Gelekê bê mejî bû, ango Rêberê wî nebû; gewda wî hebû, lê serê wî nebû. Çi qas zehmete bûna serê wî; ji wî re bûna mejiyek pir zor e. Ez gewda Kurd dihizirim; kelaş bû, gewdeke ku bêhn ketîbûyê bû. Bihizirin; axivî û a niha mejiyê wî heye. Tevahiya van, hinekê hinde aliyên PKKê tîne ziman. Sozeke min a wisa ji min re heye, soza min a sedeqet heye; her ku ez bijîm wê karkerên rizgariya gel, karên azadiyê wê tu car paşveketinê nepejirîne, kes nikare wê paşve bixe. Ev soz, soza ku min daye xwe ye. Cîhan hate ser me, lê dîsa jî vê sozê derbazdariya xwe parast.
Hinde hevalên şehîd pir baş nirxa soza min dizanin. Dibe we ev şehîdên berxwedana mezin dîtin. Em wan bibîr bînin û wan weke mînakên sedeqat û girêdana bi sozê ve binixînin; Mazluman, Kemalan, Xeyriyan, Egîdan û Hakiyan… Di wateyekê de ew qas pêşketin nebûn, lê girêdana bi sozê hebû. Kemal Pîr digot; “Dijmin dixwaze bi lîstina bi jiyana me ve, li partiyê bide wendakirin. Lê emê bi mirina xwe ve, li wan bidin wendakirin”. Vaye mînaka girêdana bi sozê ve! Di dawiya sala 1985an, tasfiyekarî li ser destpêka ceribandina têkoşîna me ya çekdarî re, tê ferzkirin. Hevalê Egît bi mirina xwe ve, soza xwe ya girêdanê tîna ziman. Di her salê de soza şehîdên bê hejmar hene. Lê em tenê dikarin van sozan, weke sozan bipejirînin. Sozên ku me jî dana wan hebûn: Soza ku me daye Hakî, bû îlana damezirandina partiyê. Soza ku me daye Mazlum, Kemal û Xeyriyan; bû soza serxistina ji nû ve vegerîna ji welat re. Soza ku me daye Egîdan; bû soza damezirandina artêşa gerîla. Û em bûne xwediyê van sozan. Divê ji şehîdên me yên mezin re sozên me yên mezin û yên weke serxistinê hebin. Soza ku tê dayîn, tenê ji bo serxistinê ye. Soz dayînên ji derveyî vê, tenê lafazantî ne. Tevî ew qas rexneyên min, soza ku min daye xwe ev e; min got “Wê sibê ji îro bêtir bibe ya me”. Îspata vê, pratîka bist û pênç salên derbazbûyî ye. Mafê me jî heye ku em bêjin bila egîdên gelê me yên sozên wisa bidin, hebin. Me girêdan û sedaqatên mezin çêkirin, me peyman çêkir, me kir bîryar. Me got em sozê bidin gel, em girêdanê, sedaqatê bikin nirxên gel ên bingehîn. Me got em meşê, kêfxweşiya jiyanê, di yekîtî û di vîna wî de bibînin. Di rastiyê de ev pir pêwîst bûn.
Tê bîra min, min û hevalê hêja ku ez pir jê hez dikim, şexsiyetê ku ez pir pê kêfxweş dibûm ku dibûm hevalê wî Egît (Mahsum Korkmaz) nîqaş dikir li ser vê Newroz ê. Ango em di vê Newrozê de li gel hev bûn û me hewl dida em Newroza 85an qezenc bikin. Tiştek digot wê demê: dûra li welat dizkerên ketî, qûrnazên gundî, dil reş û dijminê hevaltiyê ku îro jî pesîra me naberdin, tespît dikir. Tiştên gotî gotin bi gotin rast bûn û dibe xiyanetê ew qetil kiribe. Divê em di şêwaza PKKê de Egît fêmbikin. PKK bi xwe bîrdozî ye. Gerîlayê PKKê, gerîlayê bibîrdozî ye. Di PKKê de gerîlayekê ji bîrdoziyê qût bûye nabe. Ji serî heya dawiyê gerîlayê PKKê bibîrdozî ye, bi polîtîk e û birêxistinî ye. Ez jî yek ji gerîlayê PKKê me, endamekê wê artêşê me. Hun dizanin Egît, şehîdê roja ku 27ê bi 28ê Adara 1986an ve girê dide, ye. Wî hevalî dixwast hinde tiştan hîn baştir pêşbixe. Digot “emê di nava vê partiyê de vê qurnaziya gundî nedin jiyîn”. Ya duyem jî digot “Divê ev qadro bi awayekî pir xurt bên perwerdekirin. Nexwe, ev wê Pêngava 15 Tebaxê bibin binketinê”. Zilamên ku di yekiniya wî de qet ji wî fêmnekirin û pişt re jî şer xira bû. Ew kesên ku me ji bo wan digot “ew dikarin hertiştî bikin” pir xirap çûn. Yên piştî wan jî derketin holê ji xwe dizker bûn. Hîn jî yên di şexsiyeta we ya dilêş de dijîn, ne kêm in. Fermandarî kirine hunera yekiniya xwe nebirina serkeftin ê, lê birina mirineke xirap, derfetên jiyanê nedana hevalên xwe, bi dana canê wî ve xwe dana jiyîn. Ma yên ku fermandariyê wisa fêmdikin kêm in? Nîqaşkirina vê jî çi qas ji min re zehmet tê. Dema hun bi derfetên bi qasî çiyan ve xirap mijûl dibin, li ser van nirzan evdîtinê çêdikin, nebûna vîna Egît an jî bi vî rengî perçiqandina vîna tevahî şehîdên me; ez nabêjim ev sûç/tewana we ya herî giran e, lê rastiya we ya biêş e.
Soza şehîdan ji bo artêş ê fermana bingehîn e. Gerîlayê biheqîqî/rastî Egîd e û hestên wî yên xweşik, hevokên wî yên xweşik, ji bo me ferman e. Zîlan jî wisa ye. Tevahî gotinên wan yên weke zêr ji bo me ferman in û ji xwe baş meşiyan. Ya girîng ne bir biserkeftîbûna wan e, ya girîng yek jî be serkeftîbûna wan e. Emê vê serdest bikin! Wê keçik jî, lawik jî vê serdest bikin! Ji derveyî vê kes nikare bikeve nava artêşê, soza vê artêşê ev herdu nav in. Ger hêza we hebe hunê tiştên ku dixwazin bikn, soza xwe bidin. Û gotinên wan jî ferman e, Yek gotina wan jî bese ji bo şerkirin û nekirina xeletiyan.
Mazlum tê wateya Partî yê. Bi hezaran şehîdên vê partiyê yên weke Kemalan, Xeyriyan hene. Yên mîlîtan ew in. Ez jî berdevkekê wan im. Nediyare wê sibê çi bibe, lê min heya niha berdevkî kir. Artêşa wî jî ev e; divê di jinê de Zîlan, di zilam de Egît bê temsîl kirin. Ew gavên yekemîn in, gavên dawiyê ne û emê gavan bi hev re biavêjin. Wê meşa me di vê bingehê de be. Ti aliyekê vê yê ku neyê fêmkirin nîne. Hevalê Egîd, beyî ku şaşitiyeke gotinî bike, xwe ji çêkirina yekineya gerîla ya yekemîn heya dawiya nefasa xwe jî xweşikbû, bi wate bû. Teorî û pratîka gerîla baş dimeşand. Egîd ne xwediyê tecrûbeyên şer ên panzdeh salan bû. Du salî bû, lê çawa lêhûrbûn jiya? Tiştên ku nivîsandî tam rojaneya (günlük) gerîla ye. Tiştên ku di mercên herî zehmet de kiriye jî, pratîka gerîla ye. Nexwe pir zêde eleqeya vê bi lêhûrbûn û bi perwerdê re nîne. Bi dirûst bûnê ve, bi bîryardar bûnê ve, bi ji dil bûnê ve, bi hest û daxwaziyeke pir mezin ve girêdaniyê ve, girêdayî ye. Ji xwe ew bangawaziyek in, yên ku li berveyî vê baz bide jî em in. Divê mîsoger girêdaniya PKKê ya ji şehîdan re, wisa bê fêmkirin. Nefesa tevahî şervanên ciwan ên ji ber kêmasiyên şêwaz ên we fermandaran jiyana xwe ji dest dane, fermaneke. Kesê ku vê heya mejûyê hestûyê xwe di xwe de nexş neke, nabe fermandar. Hunê teqez vê fêm bikin û pêwîstiyên wê bînin cîh. Ez tenê dikarim we di wê demê de bipejirînim.
Ger tevger bi tevahî nehatibe tunekirin ev çavkaniya xwe ji rêbertiya stratejîk ku zaniye xwe pêşbixîne û biparîze, digire. Me ji bo bîranîna Hakî Karer partiyek îlan kir; ji bo bîranîna hevalê Egîd me di dîroka Kurdistanê de cara yekem gerîlatî afirand û pêkîna. Me ji bo çend hep hevalên ku me nasdikirin van tiştan kir. Dema we nirxên xwe yên herî mezin jibîr kir, we rêza li hemberî bîranîna wan winda kir, wê demê çi ferqa we ji cinawiran namîne û hunê sibê li hemberî dîrokê bên darizandin. Karê herî bingehîn ên ku divê hun bikin, fêmkirina cewherê bûyera ku jê re tê gotin PKK, ye. Çima Mazluman heya dawiyê liberxwe dan? Ji ber eleqeyeke wî ya pir mezin li hemberê bîrdoziya PKKê hebû. Heman tişt ji bo hevalên me yên din ên bi nirx jî mijara gotinê ye. Çima hevalê Egîd heya dawiyê herî baş meşiya? Ji ber, bi dil baweriya xwe dida xeta leşkerî ya partiyê. Lê komek din jî hebû ku, şexsiyetên ketî, kof û nepixandî (abartılı) bûn. Pirsgirêk, hebûna şexsiyetê ku ketiye cep û vajiya cewherê PKKê, ye. Ew tenê dikare li gel jandarma û faşîstê Tirk huzûr bibîne. Ger biçe ber îdamê, leşker jê re bêje “serê xwe dirêj ke” jî wê di wê de huzûr bibîne. Ev, şexsiyetê Kurd yê xilasbûyî ye. Şexsiyetê ku dema dijî xwe dinepixîne, sixtekar e û dikare her cureya uşaqtiyê bike, dema di destê dijmin de ye jî, mirinê jî ji xwe re weke rehetî dibîne. Ji mirina di jiyana azad de, pir ditirse û jê direve. A niha tevahiya van, zelal bûne. Ger me Kurdistan damezirandiba û me jê re gotiba were tu biçe ser wê, wê nehêsanba û wê dîsa reviya ba. Wê ileh çûba xiyanet kiriba û ew ji biyaniyekê re firotiba. Şexsiyetê Kurd yê azad nabe, wisa ye. Li rêbertiya xiyanetkar û noker binêrin, hertiştê radixe holê ku şerê PKKê yê azadiyê tune bike, lê li gel subayek yan jî generalekê dijmin jî dûvika xwe dihejîne. Ji çapemeniyê re vana hemûyan hatine nîşandan, di ekranan de tên dîtin. Li hemberî leşkerê dijmin dikenin. Cîhana wan li wê derê ye û li ti ciheke din nîne. Ev, şexsiyetê xayîne ku dijmin di xwe de derbaz nekiriye.
Heya hun şoreşa mezin a hizir nekin, hun ti car nikarin pirsgirêkeke cîdî ya leşkerî çareser bikin. Mazlum wan pir bi bîrdozî bûn. Ji bo kûrbûna di bîrdozî de, kirina propexande û ji bo perwerdekirina mirov, li ser hişê xwe diçû, vaye PKKgeriya rast, ev e. Hevalê me Egîd her roj notên leşkerî digirt. Pirtûka wî jî di vê mijarê de heye. Dixwast her roj pirsgirêkekê çareser bike û civîn çêdikir. Şexsiyetekê ku di xeta leşkerî de tevdigeriya. Ev şoreş jî tişteke wisa ye ku ger hun kêlî bi kêlî li ser pêwîstiyên xeta PKKê serwer nebin, hunê bên dirûn. Em mîsoger nahêlin bîranîna yên ku mezin li ber xwe dane, bên perçiqandin. Ka berxwedana mezin a Mazluman, Egîdan, Zîlanan û Kemalan bînin berçavê xwe. Hejmara wan hezaran, deh hezaran derbaz kir û bi rastî jî her şehîdek divê bên abîdekirin. Wekî din jî yek yên ku li ber xwe dane hene, ya din jî heviyên gelekê pir mazlum. Vana hemîyan pir mezin in. Hun leşkerê vê ne. Yên dibe leşkerê van, mezin dibin. Mafê tu kesî nîne ku bi hincetên cûda ve nebe layîxê van nirxan.
Dema di meha serkeftinê ango di meha 15ê Tebaxê de da nîşan ku bi partîbûn, bi leşkerbûn û bi rastiya şerê me yê netewî û civakî ve dikare şoreş çi qas bê pêşxistin, di heman demê de bi qasî gelo serkeftin wê bi çi gengaz be, danî holê ku binketin jî wê xwe bispartina kîjan sedeman ve pêk bê. Ji ber van sedeman eşkereye ku divê em di her alî de hêza xwe bidin ser serkeftinê. Di heman demê de girîngiya ji holê rakirina sedemên ku didin windakirin jî jiyanî ye û ev jî wesfeke fermandar e. Wekî ku tê dîtin, hêzeke ku dixwaze derkeve ser dîka dîrokê, herçend di destpêkê de lewaz jî be û hêz çi qas di nava bêhevsengeke mezin de bin jî -ku dibe ev hêzeke herî biçûka ya cîhan li dijî wê ye be, dibe vîneke şexsekê tenê jî be-, ger ew hêz xwe bi awayekî mafdar û xwe bi israr bide ser wê rêka rast, wê ev israr û hêz têra anîna serkeftinê bike.
Em neferên soza xwe ne. Kesek nikare xwezayî bûna xwe bixe şûna xwezayîbûna tevgera şoreşger a fetihkar. Tu kes nikare taybetmendiyên xwe yên şexsî, şêwaza xwe û tempoya xwe, bixe şûna şêwaz û tempoya tevgera şoreşger. Kes nikare bi vî rengî bikeve nava xefleta lîstina bi tevgera şoreşger re. Ger hun başî, serkeftina tevgera şoreşger dixwazin, ger hun bi qasî cewherîn, bi teşeyî jî dixwazin ku jiyana me bi taybet di sînora fetihkar de bimeşe û vê pêkbînin, ev tê vê wateyê ku hun dirûst in. Şarta sereke ya bûna leşker ev e. Pêwîstiya devjêneberdana ketina nava xebata siyasî û rêxistinî, ev e. Ji bo ev meh ji bo herkesî bişans derbaz bibe me danî holê ku ji bo we bîryarek û pêşketineke wisa çi qas girîng e; me danî holê ku ev jî gengaz e, ez bawer nakim ku yê ji xwe re ne xwedî rêz be, ji keseke/î din re rêz bide. Yên ku deh qatî zarokekê zêdetir nexweşiyên xwe ferz dikin, deh qadî zêdetirî zarokan şimariqtiya xwe, bêrêziya xwe ferz dikin, nikarin behsa rêzê bikin. Şexsiyeteke/î ku di xala serkeftinê de nemeşe jî, nikare behsa rêzeke li hemberî xwe bike. Û her tişte, herî kêm bi teşeya şimariqtiya zarokekê de, dimeşe. Wê demê tevahî israra we û hincetên we yên jiyanê ên erzan, naçe wêdatirî şimariqtiyeke mezin. Hun nikarin vê li kesekê jî bidin guhdarkirin, mafê we yê dana guhdarkirinê jî nîne. Ez ne neçarim ku nexweşiyên we di nava partiyê de bikim sazî û ji van re tehemûl bikim. Dengên tevlîhev, gavên ne guncav, cîh gîrtinên ne bitendûrist, bêhnên ku têra nakin ne “çarenûsek in”. Bizanin aliyê rêz û hezkirinê yê jiyanê, têkiliya wan ya bi tevahî nirxan re çêbikin, pîvanên wê deynin holê û vê yekê di xwe de pêkbînin. Vana jiyanî ne. Dema ez dibêjim meha serkeftinê, ez behsa van dikim.
Dema tevahî cîhan li ser me de dihat û dema em di nava mercên suruşt (iklim) ên herî zor bên hejmartin de bûn, me bi tevahî hêza xwe ve xwe da ser rêka pêşketinê. Dema hewce bû em bûn pir, dema hewce bû em bûn ruh, em bûn lezî, dema hewce bû em bûn tempo, dema hewce bû em bûn usil, bûn rêbaz, dema hewce bû em bûn lêger jî. Van helwestên bingehîn in ên divê herkesê ku dibêje “ez biîdîam e” rave bike ne. Min bi israr danî holê ku ez bi neçareseriya mirovan bawer nakim û çareseriya Rêbertî çareyek e û ev rast e jî. Mîlîtan jî Rêberek e. Mîlîtanî tê wateya çareseriyê, fetihkarî û fetihkerê jiyanê ye. Di bin her mercandan bi awayekî serkeftî pêşveçûn, dema hewce be bi awayekî pisporî li dijmin xistin, dema pêwîst bû teşe dayîna xwe, dema pêwîst bû rêkûpêk kirina xebatekê, dema pêwîstbû planên şerê herî zehmet diyarkirin, dema pêwîstbû zanîna pêşveçûnê, pêwîstiya milîtan û pêwîstiya fermandariyê ye. Me bi israr ev heya niha kirpand (vurgulama)
Em li hemberî gelê xwe û mirovahiyê soza xwe ya şeref, didin. Ev sozeke pir girîng e. Yên ku nizanin bi pêwîstiyên vê sozê ve girêdayî bimînin, wê bibin xafîlên herî mezin. Min dît ku gelê me yê ku me ew qezenc kiriye heya dawiyê xwedî rêz e û hewl dide tevî tevahî giranahiya jiyanê hinde erkan bînin cîh û min pir nirx da vê. Lê belê min heman tişt ji bo partî û binyeta artêşê negot. Min got ji xwe re lîstina bi nirxên rêhevaltiya pîroz û xwe spartina erzan a li ser vê ji xwe re anîna rewşa şêwaz, xirabiya herî mezin li me û li xwe dikin. Dîsa min bi hêrseke pir mezin ve diyar kir ku beyî mafê wî di xaneya şeref a partiyê de heye, herkes hewl dide navê xwe lê bide nivîsandin, beyî ku ji xwe re tevlîbûneke bi kedê re, bi rêzê û bi fedekariyê re esas bigire, hewl dide bi demogojî ve, bi teşeyeke ku xwe bi şaşî û xwe xapandinan ve pêçaye ve cîh bigre û bi lîstina nirxên bingehîn ve dixwazin wan bikin bin xîzmeta xwe û ev nêzîkatî û helwestek e belave ye û di vê pêvajoyê de têkoşîna herî girîng li hemberî van tê dayîn. Jiyan di vir de derbaz dibe, ger jiyan wisa bê pêşwazî kirin wê ev rastî di rizgariya gel a pir pêwîst de bibe çavkaniya werçerxek ê û min ev bi zanebûna divê şansekê rizgariyê ji jiyana gelekê re bê dayîn ve, pêwîstiyên vê pêkanî. Ev kûranahiya şexs û dorfirehiya vê kedê, wê şexs bike mirovê erkan. Bûna mirovê erkan jî, cihê şexs diyar dike, devjênebardayîna wî, girîngiya wî derdixîne holê. Soza şerefê ya ji dîrokê re hatiye dayîn, soza pêşketin û serkeftinê ye. Divê sozeke şeref a mirov ji dîrokê re hebe, divê di sertabên çiyayên welat de sozeke şeref hebe. Vana sozên pêşketin û serkeftinê ne.
Me got divê dehemîn salvegera 15 Tebaxê bibe roja artêşbûneke baş. Min xwe ji zû ve amade kir ku ez van salan winda nekim û aşkereye ku me tiştek qezenc kiriye. Dîsa min xwe ji zû ve amade kir ku ez van salan winda nekim, ji bo ez van salan baş pêşwazî bikim, min ji zû ve xwe, ji vî karî re da razandin. Ji bo min tişta pêwîst, şêwazê fetihker e. Ji bo min tişta girîng şêwaza ku dide qezenckirin e. Gelê me bisedan salan ji desthilatdaran re kar kirine, bûye leşkerê herî baş yê dijmin, gelek lê daye û lê hatiye dayîn. Tavahiya van ji bilî xirabiyeke mezin, ti wateyeke din îfade nake. Ji lewra divê beriya herkesî yên ketine pêvajoya firman û komuta, yên bi ferasata partiyê ya erk û rayaya herî bilind re tevdigerin ji bîranîna tevgereke ew qas şehîdên wî heyî, ew qas hewl û fedayîtiya wî heyî re, qenebe bizanibin bibin xwedî girêdan. Qenebe bila vê carê van derfetan ji canê xwe pitir biparîz in û binirxînin. Ji derveyî vê nêzîkatiyê mafê rojên wisa dîrokî nayên dayîn, ji derveyî van soz nayên dayîn û pêwîstiyên wan nayên kirin. Ez dikarim bêjim ku heya ez dijîm ez rê nadim neserkeftin an. Lê hun, dikarin biçekê soza jiyana biserkeftî bidin? Ez dikarim bêjim ku ger ez bimrim jî ez dikarim encamên biserkeftî bidim xeta ku jê bawer dikim û min ji bo wê hewl daye. Gelo hun dikarin bêjin wê di vê wateyê de encameke jiyana we hebe? Divê bi teqez hun vê bêjin, ji bo gotinê çi pêwîst be wê bikin. Ev sozeke şeref e, ev sozeke dîrokî ye, ev sozeke can e û beriya hertiştî tê. Divê ti lafazantî, ti elimandinên şexsî, ti taybetmendî li pêşiya dayîna sozeke wisa binirx û pêkanîna pêwîstiyên wê nebe astenk. Divê hun ti caran vê ketîbûnê di şexsê xwe de nedin jiyîn û nehêlin pêşbikeve. Ez baweriya xwe ya li hemberî samîmiyet û dirûstiya we diyar dikim, ez girêdana we ya rûhî ya ji şehîd û gelê me re dizanim, ez bi azweriya we ya di mijara bilindbûnê bawerim, ez daxwaza we ya kirina tiştekê li dijî dijmin jî didim ber çavan û ez ji ber van tevahiya sedeman bawer dikim ku hunê biserkeftî bin. Di vê bingehê de bi qasî amadekirina piştî vê demê, emê xwe bidenê ku vê bidin meşandin. Em jî hewl didin bibin layîqê vê. Layîqbûn rûbirû dibe, soz di vê bingehê de rûbirû dibe, ger pêwîstiyên wê mîsoger bin, ger bi qandî wê jî bi hişyarî û bi baleke pir mezin ve tê bicîhanîn, wê di encam de serkeftin bê. Û bila êdî serkeftin bi me re be, bila di pêşketina hevbeş a serkeftinê de, mîsoger cihekê me jî hebe.
Bila ev soz, bibe ya we, bila ev soz êdî bibe soza her şervanê me û her hevalekê me yê partîger. Pêwîstiya me bi van sozan heye. Ji bo vê tengavkirin nîne. Derfeta we tevahiyan heye ku hun bigihin derfetên partiyê û çekên şer. Mîsoger ev, ne çekeke erzan e, ne jiyaneke erzan e. Em bi camêrî vê sozê pêşkêşî we dikin lê, pêwîstiya soza we ya şerefe ku hun wan bêeman bikar bînin. Di vê bingehê de em bangî we dikin ku hun bi vî rengî nasbikin, ji bo pêvajoyên pêşiya me hewl û ked bidin û teqez qezencbikin.”
Dema niha tê gotin Egîd
Her kes bêdeng dibe…
Agirekê bipêt xwe bi dilê wan ve dipêçe…
Û bi vê agirê ve dest bi hizir dike…
Egîd fermandar û hevalê me hemûyan. Em bi emaneta ku me ji wî dewr girtiye ve, li berveyî azadiyê ve dimeşin. Em bi baweriya xwe ya emê di şopa fermandarê xwe yê mezin ê efsanewî Egîd de ji gelê xwe re, ji Rêberê xwe re azadiyê bînin, meşa xwe ya di çiyayên Kurdistanê de berdewam dikin…
- Ayrıntılar
Ji parêznameya Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk hatiye berhevkirin
Bê ku têgihîştin di derbara têkîliya di navbera jin û zilam de çêbibe, ti pirsgirêkên civakî ne têra xwe dikare bê fêmkirin, ne jî çareserkirin. Di bingeha pirsgirêkên civakî de têkîliya jin-zilam veşartiye. Di civaka hîyerarşîk û şaristaniyê de saziya zewacê ku yekalî li ser jinê tê ferzkirin; desthilatdariya zilam pir aliyan de înşa dike, ev jî tê wateya ku bingeha saziya koletî û berbend (pêgirtî/bağımlılık) ku tenê xwemalî (özgü) civaka mirov e û dibe ku di xwezayê de ti zindiyên din wiha nejîn, hatiye avêtin. Yekemîn statuya netewgerî, çînayetî û civakîtiya serdest-bindest li ser vê bingehê bilind dibe. Di bingeha her cûre şer û pevçûnê de jî ev heye. Dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst tişta ku herî zêde dipêçe, berovajî û neyînî dide nîşan rastiya di derbara statuya koletiya jinê ya li ser vê bingehê ye. Di civaka şaristanî de navê jinê bi şeytan re jihev (özdeş) bûye, di civaknasiya modernîteyê de jî dayîka zarokan, karkera bêmişe (ucretsiz), herî sernerma konformîzmê ye. Têgihîştina şêwaz û naveroka asta koletiya -ku bi hezar salan bi dest-mêjiyê zilamê zordar û mêtînkar li jiyana jinê daye xwarin- diviya yekemîn pêngava civaknasiya rastiyê bûya. Ji ber koletî û şêwazên mêtîngeriya di vê qadê de protîpa hemû şêwazên mêtînkarî û koletiya civakî ye. Berovajî vê jî rewacdar e (geçerli). Têkoşîna azadî û wekheviyê li beramberî mêtîngerî û koletiya ku bi jiyana jinê dane xwarin û asta serketina vê têkoşînê li beramberî mêtîngerî û koletiya di hemû qadên civakî, bingeha têkoşîna azadî û wekheviyê ye. Sedema bingehîn a ku di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de têkoşîna azadî û wekheviyê ku hatî meşandin li ser esasekî rast pêş neket û rê li ber serketinên bihêz venekir, ew bû ku têra xwe hişmendî û saziyên mêtînger û koletiya ku di jiyanê de bi jinê dane hêwirandin nehate fêmkirin û li dijî wan têkoşîn nehate bingeh girtin. “Masî ji serî de bêhn dikevê” dema bingeh saxlem û rast nebe, bînaya ku paşê ava bikî bi hejandineke hêdî jî nikare ji hilweşînê xilas bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de rastiya ku dijî bi mînakên vê yên bêhejmar re dagirtiye.
Lewma dema pirsgirêkên civakî têne çareserkirin li ser mijara jinê lêhûrbûn çêdibe; runişkandina hewldanên azadî û wekheviyê li ser jiyana jinê hem rêbaza lêkolîna bingehîn, hem jî divê bingeha xebatên estetîk, exlaqî û zanistî yên bivac (tutarlı) be. Rêbazekî lêkolîna ji jinê bêpar, têkoşînekî azadî û wekheviyê ku jinê negre navenda xwe, nikare heqîqetê fêm bike, azadî û wekheviyê pêşbixîne.
Di pêşanî de pênasekirina jinê, diyarkirina rola wê di jiyana civakî de, ji bo jiyana rast esas e. Em vê dariziyê ji ber taybetmendiyên wê yên biyolojîk û statuya civakî nabêjin. Wek hebûnê, têgeha jinê girîng e. Bi qasî jin were pênasekirin, danasîna zilam jî mumkun dibe. Em nikarin ji rêya zilam ve jiyanê û jinê rast pênase bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di cihekî hîna navendî de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wiha ye. Daxistin û nixumandina statuya jinê ji hêla civaka desthilatdariya zilam ve li pêşiya fêmkirina me ya rastiya jinê asteng e. Xwezaya jînê bi jinê re hîna bêtir têkîldar e. Piştderkirina jinê heya dawî ji jiyana civakî vê rastiyê şaş nade der, belku wê piştrast dike. Hêza tineker a zilam di kesayeta jinê de di esil de êrîşê jiyanê dike. Wek desthilatdariya civakî dijmintî, talankariya zilam a jiyanê bi rastiya wî ya civakî ku jiyaye re, ji nêz ve têkîldar e. Dema em vê dariziya xwe gerdûnî dikin dikarin dualîteya enerjî-made esas bigrin. Li gor madeyê, enerjî hîna bingeh e. Made bixwe enerjiya avabûyî ye. Şeklê formgirtî yê enerjiyê ji bo rakirin û hebûnîkirinê ye. Made bi vê taybetmendiya xwe ve enerjiyê dixîne qefesê, herikbariya (akışkan) wê dicemidîne. Para enerjiya forma her madeyekê cuda ye. Jixwe ev cudahiya enerjiyê; cudabûna avahî, formên madî diyar dike. Enerjiya di form, madeya jinê de ji enerjiya madeya zilam cewaz e. Enerjiya di jinê de hem hîna zêdetir, hem jî wesifa (kalîte/nîtelik) wê cuda ye. Forma jinê vê cudahiyê çêdike. Di xwezaya civakî de dema enerjiya zilam ber bi amûrê desthilatdariyê ve werdiguherê, halê şêwaz û formên madî digire. Teşe (dirûv/şekl/biçim), di hemû gerdûnê de wek enerjiya sarbûyî, parêzkar (muhafezekar/tutucu) e. Di civakê de bûna zilamê desthilatdar, bûna teşeyîtiya desthilatdariyê ye. Enerjiya ku hildigre bi giranî form girtiye. Enerjiya ku nehatibe rewşa formê kêm e û di pir kêm kesayetan de dijî. Di jinê de jî piranî enerjî nayê halê form û teşe. Enerjiya wê rewşa xwe ya herikbarî diparêze. Ger di qefes, formê zilam de neyê ragirtin, wek enerjiya jiyanê herikbariya xwe dom dike. Xweşikî, helbestvanî, qabîliyeta wateyê di jinê de ku nehatî cemidandin, bi vê enerjiya wê ya ku giranî çêdike re ji nêz ve têkîldar e. Ji bo fêmkirina vê rastiyê jî divê jiyana zindî hîna kûrtir bê naskirin.
Peresaniya (evrim) jiyanekê heya jiyana mirov, dikare were danasîn an jî divê bê pênasekirin. Di serî de divê mebesta jiyanê bê lêpirsîn. Em çima dijîn? Jiyan çima xwe didomîne, xwedî dike û diparêze? Herhal gotina “ji bo jiyanê xwedîkirin, xweparastin û zêdebûn (ûreme) hewce dike” wek bersiv têrê nake. Ji vê jî bêtir pirsa divê were kirin em çima dizên, diparêzin û xwe xwedî dikin? Wê bê gotin ji bo jiyanê. Wê demê jî em dikevin werçerxa stewr. Ketina werçerxa stewr jî ne bersiv e. Astên hişmendiya pêşketî ku heya mirovan wek şeklekî enerjiyê peresîn bûye, dide nîşandayîn ku diyardeya fêmkirinê wê hin serbendan (ipucu) bide. Peresîna gerdûnê heya mirovan, hêzek wateyê ya herî pêşketî nîşan dide. Wek ku rastiya veşartî an jî potansiyel a di gerdûnê de her dixwaze bigihîje encamekî ku derkeve holê, bê fêmkirin û bê pêhesîn. Pêwîstiya fêmbûyîn û pêhesînê tehn (niç/dürtü) herî bingehîn a gerdûnê ye. Ji vê xalê pêve pirsa ku divê were pirsîn, pêwsîte li ser fêmkirin û pêhesînê be. Tişta ku dixwaze were fêmkirin û pêhesîn çiye? Di pirtûka pîroz de hukmek heye; “xwedê dibêje ku ez razek (sır) bûm, ji bo ez werim zanîn, min gerdûn afirand”. Dibe ev ji bo pirsa me bersivek be. Lê ne bes e. Pêwistiya zanînê ji bo tam wateyê îsbat bike, têrê nake. Lê wek ku bi qismî raza di jiyanê de eşkere dike. Pênaseya giyana (tın) a Hegel de jî xwedî wateyekî wek vê ye. Di Hegel de giyana mutleq û gerdûn, bi zanebûn li xwe wergeriyaye. Gerdûna ku dixwaze were pêhesîn bi derbasbûn ji qadên fîzîkî, biyolojîk, civakî re vê bi têgihiştina felsefî ku halê herî ragedar a zanebûnê ye, ango bi giyana mutleq re xwe dide pêhesandin û wiha jî tetmîn dike; wiha jî xwe dike gerdûna naskirî, macerayê temam dike. Ev dariziyên ku parên girîng yên heqîqetê hildigirin, mebesta jiyanê bi wateyê re hevyek dikin. Têgeha “teoriya” di felsefeya Yewnan de wateyên mîna vê dihewîne. Di encamê de “wate” xwedayîbûna mirovê civakî ye. Pirsa di vir de girîng; xwedayîbûna mirovê civakî an jî hêza “wate”ya bidestxistî, dikare hemû wateya di gerdûnê de temsîl bike an jî rave bike? Wateya mezin a di civakîbûnê de (giyana mutlaq a di Hegel de) dikare bi wateya gerdûnê re hevyek bê kirin? Ma civak bixwe ne hebûneke kêmaniye? Wê demê ma wateya wê jî wê kêm nebe?
Lê em bi halê xwe yê mirov nikarin bi tevahî van pirsan bibersivin. Ji ber em bi civakê re hatine sînorkirin. Em nikarin bibin hebûneke jor civak. Em tenê dikarin pirsan bikin. Şensê me ewe ku pirspirsîn jî nîviya wateyê ye. Lewre dikare serbendê ji bo fêmkirinê bide. Niha divê bikevin ferqa wê de ku watedarbûyîn pir girîng e, pir nêzîk bidestxistina mebesta bingehîn a jiyanê bûne û bi vê re tetmîn (tatmin) bibin. Di derbara jiyana biwate jî; em dikarin hukum bidin ku ji bo em beşekî mezin a pirsgirêkên bingehîn çareser bikin, herî kêm ew jiyana civakî ya adil, xweşik û rast a ku tê hêvîkirin bersiva wan bibînin kedî û jêhatî ye.
Dema em bi vê perspektîfa felsefî ber bi jin ve biçin dikarin bigihîjin encama ku divê pêwendiya jiyana biwate bi jinê re bi aliyên wê yên xweşik, baş û rast pêş bixin. bi vê dariziyê jî ger bikevin rê wê armanca jiyana bi jinê re ne zêdebûn û zêde çêbûn be. Wiha zêdeçêbûna zindiyên yek hucreyî jî ku zindiyên herî besîtin di ferqa hilberînê de ne û dikare were gotin ku jiyana wan ya yek armancî li ser vî esasî hatiye kodkirin. Lê belê peresîna paşê, yek hucreyî hema bêje xwe bi du beşên wekhev dabeş kiriye û ev ne dawiya jiyanê ev çalekiya yek hucreyî ku bi mîlyar caran dubare dabeş bûye bi şûna dawîkirina jiyanê bi lez ber bi peresînê ve dibe, nîşan dike ne ku zêdeçêbûn, peresîn bersiva biwate ya gerdûnê ye. Ji bo jînê zêdebûn amûrekî pêwsît e, lê ji bo fêmkirina wê (jiyan) ticar ne bes e. Zêdebûn amûrî ye. Ne armanc û watedarî ye. Ya rast, jiyana ku wateya wê tenê zêdebûyîn be jiyaneke pir kêm û bi kêmasî ye. Di yek hucrehiyan de rewş wiha ye, lê jiyana bi jinê re ya wek mirovan, heke bi hilberîna zêdebûyî û zayendîtî (cinsellik) ve bê girêdan ne tenê kêmaniya jiyanê her wiha korbûyîna wê jî rave dike. Ji ber zêdebûyîna wek amîpan bi jinê re her nabe, zêdebûna bi jinê re heke bixin navenda jiyanê, bikin armanca wê, ev tê wateya ku ji peresîna gewre, wateya hewce nehatiye girtin. Jixwe di civaka mirovan de problema nufuzê bi teknolojiya îroyîn bi tevahî hatiye derbaskirin. Kêmbûyîna nufuza cûreyê mirov ne pirsgirêk e, berovajî zêdebûna wê ya ku êdî nema di cîhanê de bi cih dibe her diçe dibe pirsgirêkekî mezin. Jixwe çawa di zindiyên yek hucreyî de jî hatî îsbatkirin leza zêdebûnê bi asta paşketî, seretayî ve têkîldar e û her zêdebûn dibe mirinek. Zêdebûna fîzîkî di hemû cûreyên gerdûnê de wateyekî wiha jî di nav xwe de digre. Hebûnê/a mirinoyî (bergorî/fanî/ölümlü) bi zêdebûnê wer dihesibîne ku herdayîm dikare xwe bide jiyandin, lê ev xeta ye. Bi kopîkirina xwe re domandina xwe dikare pêwîstî û daxwaziya bêdawîtiyê tetmîn bike lê belê rast û heqîqî nabe. Bi kinahî felsefeya jiyana bi jinê re li ser zêdebûnê zêde wateyekî xwe ya cidî tine ye. Di civaka çînî de mîras û diyardeyên wek bihêzî ji jina zayok (doğurgan) re hin wate daye ku ev jî wateyekî bi zext û mêtîngeriyê re têkîldar bûye, ji bo jinê negatîf e. Ango jina ku zêde bizê, jina ku zû dimire ye. Jiyana nirxên wateya wê bi jinê re pir bilind be; an bi zayînekî pir kêm, an jî bi giştî heke pirsgirêka zêdebûna nuruzê ji bo cûreyê mirov hebe, bi jina ku qet nezê re mumkun dibe. Zayîna zêde wek ferd û civak ji bo gelên paşmayî û mêtîngeh ku xwe bi hêza polîtîk û entelektuel zêde pêşnexistine wek parastina cewherî dikare watedar be. Bi zêdekirina nîjadê xwe re bersivdayîna qirkirina li ser xwe rêbazekî berxwedan û berdewamkirina hebûna xwe ye. Lê belê parastina cewherî ya civakên ku zêde ne xwedî şensê jiyana azadin, e. Di civakên ku asta wateyê ewqa daketî be bi jinê re ji ber vê sedemê jiyaneke li ser bingeha estetîk û rastiyê nabe. Rastiya heyî ya civakên cîhanê, vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re bi erka parastin û xwedîkirinê re ti aliyên wê yên xweser tine ye. Ji bo her zindiyekê xwedîkirin û parastin hewce dike. Nîqaşkirina jiyana bê jin an jî zilam zêde watedar nabe. Di hemû jiyanên zayendar (eşeyli) an jî nezayendar (eşeysiz) de diyardeya zilam-mê heye. Lewma pirsgirêk ne hevjiyanî (eş yaşam) bixwe ye, bi wateya di civaka mirovahî re elaqedar e. Civaka mirovan ne şêwazê jiyana her kîjan ji cûreyên e. Di nava xwe de û li ser xwezayê xwedî taybetmendiyekê ye ku dikare diyardeya hukumranî û desthilatdariyê pêşbixîne. Çawa wek di desthilatdariya dewlet-netew de beza li pey netewa mezin a çendanî (nicel)- çawanî (nitel), dikare gerstêrka (gezegen) jiyanê biguherîne goristana jiyanê. çelexwariya (çarpık) li vir ji civakê, ji civaka desthilatdariya zilam çavkaniya xwe digre. Hegemonya ku zilamê serdest li ser jiyana jinê ava dike gerstêrka me aniye halekê ku lê neyê jiyîn. Ne bi peresîna biyolojîk, bi desthilatdariya hegemonîk a serdestiya zilam ve digihîje vê encamê. Lewma pêwîste jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a serweriya zilam rizgar bibe. Jiyana jinê ya di bin hukumraniyê de ruxmî ku bi zayîna xwe bi milyon salan mirovahî da jiyandin, lê bi modernîteya kapîtalîst re bi awayekî îronîk dawiya jiyanê tîne. Bi statukoya heyî re jiyana bi jinê re, agahiya dawiya jiyanê dide. Mînakên bê hejmar a vê rastiyê hene heke em rêz bikin.
a- Nufuz hema gihîştiye asta tehdîtkirina cûreyên din yên zindî. Ev terzê jiyanê, xwezayîbûna jiyanê, ekolojiya wê bi lezekî her ku diçe zêdetir tehdît dike.
b- Li hundir u derveyî civakan de rê li ber zordarîyeke bê sînor vedike. Asta milîtarîzmê vê rastiyê têra xwe îsbat dike.
c- Zayendîtî kiriye amûrekî tirsnak a îstîsmarê. Li ser zayendîtiya jinê zext û mêtîngeriyekî hovane pêşxistiye. Jiyan bi tevahî ji rê derxistiye, hema bêje bi xerifîna (sapma) zayendîtî ya ku xwe bê wate dubare dike re bûye hemwate.
d- Jin her diçe ji civakê tê dûrxistin, kirine amûra domandina nîjad a mecbûrî û metaya zayendîtiyê, hêza erzan a kar. Wek ku ti wateyeke wê ya din jî tine ye.
e- Li ser jinê wek ku qirkirinekî çandî tê pêkanîn. Lê zayendîtî, rola wê ya domandina nîjad û wek leşkera bêkar a bêmişe û mişekara (ücretli) erzan nirx rave dike. Wek fîzîkî, exlaqî û wateyî ji hêza cewherî ya parastina xwe bêpar hatiye hiştin.
f- civakekî ku jin di bin van bandoran de dijî û di nava pencikên jiyana bêwate de digevize, encex dibe civakekî nexweş. Civaka jina bêwate, bixwe jî dibe civaka bêwate.
Nîşane hîna dikarin werin zêde kirin, lê ev tenê baş eşkere dikin ku pêwîstiya werguhertinekî bingehîn bi jiyana hevalbenî ya bi jinê re heye. Bi jina milk û bêparastin re jiyana azad gengaz nabe. Di aliyê exlaqî de jî mimkûn nabe. Ji ber ku koletî encex bi hilweşîna exlaqê civakî re pêk tê. Li gor ku bê jin jîn nabe (berovajî jî rast e. Bê zilam jî jiyan dibe.) rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê jî ferz dike. Ev vegotin bêtirî xwe bi jina di nava avahiya civakî de pêwendîdar e. Pirsgirêka jinê bi têkîlî û cîhana hişmendiyê re hîna bêtir girîng e. Heya li beramberî îşaretên neyînî di derbarê jinê de serîrakirinekî serketî pêşnekeve, bi giştî hevalbendî, bi taybet jî hev-jiyaniya azad pêk nayê. Nexasim wek tezên dijber ji bo jîna di asta hevjiyaniya azad bi jinê re;
a- Bê ku domandin û zêdekirina nîjad bê esasgirtin, li gor îdealên mirovahiya gerdûnî, bi berçavgirtina hebûna di rastiya zindiyên din de pêdiviya sereke bi têgeha hevjiyaniya ekolojîk heye. Asta gerdûnî ya civak gihîştiyê jîna azad bi jinê re rewacdar dike. Sosyalîzma rast encex bi jinê re li ser bingeha jiyana azad bê înşa kirin. Pêşaniya (ne paşanî) sosyalîzmê bi jinê re teqez gihîştina asta jiyana azad hewce dike.
b- Ji bo vê bi desthilatdariya hegemonîk a serdestiya zilam re di aliyê hişmendî û sazî de têkoşînkirin û di asta hevalbendiya azad de biserxistina sazî û hişmendiya vê têkoşînê. (hewce dike) jiyana hevalbendiya azad bêyî vê serketinê nikare pêk bê.
c- Jiyana bi jinê re ticar nikare di wateya dayîmîkirina ajoya zayendîtî, wek pir jîyankirinê were şîrovekirin. Çi şaristanî, çi jî bi modernîteya kapîtalîst re jiyana zayendparêza civakî ku gihîştiye astekî tirsnak, heya di hemû qadên hişmendî û sazî de neyê tesfiyekirin, hev-jiyaniya azad pêş nakeve. Di sazî û paradîgmayên ku jinê wek milk û biresera (nesne) zayendîtî dibînin, jîna bi jinê re ne tenê bê exlaqiya herî mezin ne, şêwazê jîna herî şaş û nexweşik e. Di bin van şert û mercan de ti nimûneya diyardeyeke din a civakî tine ye ku jinekê pê re jî girêdayî zilamekî ewqa piçûk bixîne û birizîne.
d- Hev-jiyana azad bi jinê re; encax di şert û mercên redkirina mulkiyetperweriyê, bi tevahî derbaskirina zayeneparêziya civakî ku hatî îstîsmarkirin, di her astê de jî pêşdîtina wekhevitiya civakî (wekhevîtiya li ser bingeha cewaziyan) mimkûn dibe.
f- Civak encex di bin van şertên erênî de dikare li gor hev-jiyana azad be, nexasim dikare ber bi civaka şertên azad û wekheviyê peresîn (evrilme)bibe.
g- Di bin şertên erênî yên civakî de jin û zilamên ku nirxên exlaqî û binyadî pêşxistibin dikarin bibin xwedî jiyana hevalbendiya azad.
Pêwîste baş were zanîn ku şaristanî û modernîteya hegemonîk bi bedîla înkara hev-jiyana azad, pêş ketiye. Lewre ahenga hêzê ya hem binyadî hem jî exlaqî ku şertê mecbûrî ya evîna civakî ye, ji ber di navbera jin û zilam de nemimkûn kirin, evîn nikare pêk bê. Evîn, di şert û mercên zewaca ku civaka kole -ku enerjiya wateyê wenda kiriye- û cewacên ku têkîliyên koletiyê wan di kêliyan de hildiberîne, nikare pêk bê. Bandora xedar a desthilatdariya hegemonîk û modern, ji ber vê sedemê herî zêde di nemimkûniya hev-jiyana azad de tê dîtin. Lewma jiyana ku ji hêla mirovahiyê ve wek behît (mucize) tê pêşwazîkirin, di van şert û mercan de behîtîbûn û sêhrîbûna xwe wenda kiriye, bi taybet ji hêla jin ve wek karesatekî ku bi qehr û xwekuştinê ve tê pêşwazîkirin, bûye. Divê were fêmkirin ku jiyana hevalbendiyê înşayekî civakî ye. Di navbera kesên nêr û mê de pêk nayê. Di navbera jinîtî û zilamtiya civakî ku hatî avakirin pêk tê. Pêwîste bê zanîn înşaya hegemonîk her du zayendan seqet dihêle, têkîliya di navbera wan de ji vê bandor dibe, wek têkîliyên hegemonîk teyisîna xwe dibîne. Di têkîliyên hegemonîk de evîn pêk nayê. Di evîna mirovan de şertê sereke vîna azad a aliyan e. Modernîte û şaristanî bi jiyana hegemonîk a hem sazî hem birdozî rewacdar bûye, lewma di bin navê evînê di dirêjahiya dîrokê de di nav parasoks de dîmîne. Pir zêde behsa evînê tê kirin lê nayê pêk anîn. Wêjeya cîhanê di wateyekê de ji vegotinên trajîk a evînên ku pêknehatî, îbaret e. Destanên vedibêjin ku şer ji ber jinan çêbûne jî îsbata vê rastiyê ne. Hemû şeklên hunerê wek ku îtîrafa vê evîna pêknehatî ne. Ol jî cûreyek herî kevn a berhemên hunerî ye ku ji arzûyên yek alî û pêknehatî ji têkîliyên xweda-xwedavendan pir zêde bandor bûye.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Rêxistineke şoreşger a ku jinê çareser neke, mehkûmî binkeftinê ye. Heta ew şoreş mehkûmî binkeftinê ye. Lewma em li ser pirsgirêkê bi berfirehî sekinîn. Her çend keç pir lewaz bibûn, dema hatin perîşan bibûn. Lê me bi hostayî destpêkê hewl da vê rewşa wan çareser bikin. Niha kêmekê hatine asta wate bidin jiyanê.
Li gorî min, anîna jinê ya asta çareseriyê pir girîng e. Divê keç hîna li ber xwe bidin. Bi wêrekî xwe bibînin. rûmeta jinbûyînê bijîn. Bigihêjin zanebûna ku jinbûyîn ne çavkaniya şerm û bêşerefiyê, belkû şeref e. Ev jî gengaz e. Jin di vê mijarê de pir hatiye xistin. Li gor dilê xwediyê xwe, zilamê xwe şekil girtiye. Ez eşkere bêjim, Rêbertî di vê mijarê de li dijî îfadeya ‘jina li gor zilamê xwe’ ye. Weke di her mijarê de, di vê mijarê de jî me pêşketinekî berovajî esas girt. Jina li gor xwe, hêza serbixwe ya jiyanê, bibiryarker, bişêweker, jina pîvanên xwe dide pejirandin! Ev ji min re heya dawiyê girîg tê. Lê niha vîn tine ye. Divê şerê vînê bê dayîn. Dahûrbûyîna keçan li ser vê bingehê ye. Pêwîste li rastiya nasname û kesayeta xwe re bi hûrmet bin. Heta pirsên “hêza jinê heye, an tine ye?, jin kêrî nirxekê tê yan nayê” bi wêrekî nîqaş bikin.
Bi kurtî, pêwîste şerê jinê pêşkeve, hem jî bi ser bikeve. Belê di van hemû mijaran de çêkera me baş ronî bû. Pêşketinê jî dijîn. Di vê çarçovê de hûn jî gihîştin asteke pêşketinê. Yan jî hatin ber qiraxa qonaxeke nû. We xwe nas kir. Rol nasîn. Di pir aliyan de esasên Rêbertî, esasên girseyê û jiyanê derxistin zanebûnê. Bê ku bibin bar, bê ku tengav bikin, tam berovajî bibin rêhevalên hev yên baş û wiha jî di her qada xebatê de rol bigrin. We ev dît.
-Navê te çi bû?
Ba: Baran.
-Baran navê zilama ne. Her wiha Baran tê wateya yê bi qloçên xwe lê dide û dibe.
Ba: Rêberê min, Barana di wateya barînê de.
-Temam. Tu di wateya baranê de yî.
Ba: Raste, Rêberê min.
-Ango ne Baranê di nav kêriyê de. Tu wê dizanî. Ji beranê di kêriyê de jî Baran dibêjin.
Ba: ji wî re Beran…
-Jê re Baran dibêjin. Heman tişte! Tu ne ewî. Başe. Memleket ku dere?
Ba: Erdexan.
-Tu jî ew…
Ba: Qers.
-Belê, tu Kurdî?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Temenê te çend e û asta xwendinê çiye?
Ba: mezûna zanîngehê me. Ez 26 salî me.
-Tu ji ku derê hatî?
Ba: Stenbolê.
-Malbat li ku ye?
Ba: Li Erdexanê dijîn.
-Hîna jî?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Li gund, an bajêr?
Ba: Li Erdexanê.
-Bi çi debara xwe dikin?
Ba: Bavê min Esnaf e.
-Kurdîtiyê dipejirînin?
Ba: Raste, Rêberê min. Lê têne ewqas.
-Di te de sempatiya PKK’ê kengê pêşket?
Ba: Dema ez di zanîngehê de bûm. Ez derbasî Stenbolê bûm. Beriya wê min li Eskîşehîrê destpêkir. Bi qasî tê bîra min, gotina birayê min a “zimanê xwe ji bîr nekin” sedema yekemîn bû.
-Birayê te li ku derê ye?
Ba: Li Stenbolê ye, Rêberê min.
-Bêguman, tu kêmekê jê bandor bûyî.
Ba: Raste, Rêberê min. Bandorbûyîn çêbû. Dema derbasî Stenbolê bûm, di nav xizman de hin heval hebûn. Bi hevdîtina bi wan re, hin bandorbûyîn çêbû. Sempatiya min pêşket. Piştre bi hin hevalên derdora zanîngehê re diyalog pêşketin. Lê şêwazê YCK’ê kêmekê cirnexweş (itici) dihat. Ango li wir cudakirina YCK’ê ji PKK’ê hebû. Di dilê xwe de min PKKyek ava kiribû. Lê min ew ji YCK’ê cuda dikir.
-Ew ne girîng e. Ew pêvajoya partîbûyînê…
Ba: Ji zarokatiyê ve elaqeya min ji bo şanoyê hebû. Bi sazbûna NÇM’ê re…
-Tu çiqas mayî?
Ba: Du sal.
-Piştre?
Ba: Demekê li mal mam û paşê hatim vir.
-Çima tu li mal mayî?
Ba: Ez ji NÇM’ê cuda bûm. Hewce dikir demekê bi malbatê re eleqeder bibim.
-Tu çûyî Erdexanê?
Ba: Na, Rêberê min. Li Stenbolê.
-Malbat li Stenbolê ye?
Ba: malbata birayê min li Stenbolê ye. Zewicî ye. Ez li cem wî dimam.
-Başe, rastiya Erdexanê çawaye? Eleqeya wan bi Kurdîtiyê re heye?
Ba: Di herêma me de zêde tine bû. Jixwe pir zêde Kurd jî nemane.
Di gundan de Kurd zehf in.
-Nîvî nîvî.
Ba: Ji nîviyê bêhtir in.
-Yanî dikare ji Kurdistanê bê hesab?
Ba: Dikare bê hesab, Rêberê min.
-Çanda wê heye, ti tiştekî Kurdewarî heye?
Ba: Zêde tine ye. Tenê dikare li gudan, di jiyana gundan de bê dîtin. Girêdayî çanda Kurdîtiyê zêde tiştek nemaye.
-Bigiştî, wek her dereke din.
Ba: Raste, Rêberê min.
-Dê başe. Di vê navberê de hûn yeke çawa nin? Di te de bi rastî jî hunerek hebe, jixwe ev jî ne tişteke. Li gorî te di bingeh de li vir kîjan taybetmendiya te derkete holê?
Ba: Di serî de wek jinekê ez qet nefikirîbûm. Ango çi di terzê mezinkirina min de…
-Te çi nefikirîbû?
Ba: Ango ez wek jinekê qet nêzî nebibûm. Ji ber ez pir bi tevger bûm. Di malbatê de jî ez di rewşeke cuda de bûm.
-Qet tu negihiştî. An jî wek sewdaserî (kara sevda) qet tu bi zilamekî re nehatî girêdan?
Ba: Jiyana min a di malê de aliyê wê heya zaningehê evqas bû. Beriya wê min qet nenirxandibû.
-Ew, tiştekî îfade nake. Tu wek robotekêyî, an jî kesayeteke te ya dûz heye. Ev paşê çawa pêşket?
Ba: Piştre min partî nas kir. Ango sempatiya min pêşket. Partî dixwaze kesayetên azad biafirîne, bi vê re jî hezkirin, hezkirineke azad, hezkirineke rast… lê bi awayê ku min li vir derxiste zanebûnê, burjuva, burjuvayê biçûk…
-Vî Terzî derbas nake…
Ba: vî tarzî derbas nake. Di ramanê de heye. Lê dema li pratîkê dimêzînî, misoger pêkhatina vê…
-Tine ye. Ew terzê pratîkê terzê qalibê pergalê ye. Te ev dît, ne welê ye?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Dê başe, a girîng. Niha tu hîs dikî yeke çawayî?
Ba: Bi taybet ji ber çareseriyên Rêbertî di derbara jinê de, daketina ber bi cewherê jinê heye. Min dît bi rastî jî, jin diakre bibe hêza zîndîker a jiyanê. Her wiha min dît ger baş neyê nirxandin, hêza wê ya kuştina jiyanê heye. Ango hem xuliqkara jiyanê, hem jî kujera jiyanê ye.
-Lê ev tişt nikarin min bixapênin.
Ba: Raste, Rêberê min. Nikarin Rêbertiyê bixapînin.
-Ez li vir weke xweda me. Te ev ferq kir?
Ba: Raste, Rêberê min, negihêjî (ulşilmaz).
-Ji ber ger min beramberî lîstoka mezin a jinê wenda kiribûya, wê netew ji dest çûba. Li gor te çima ev lîstok li ser min hate ceribandin?
Ba: Weke beriya niha jî min got; ji ber jin hem hêza zîndîker a jiyanê him jî…
-Çima xwest bi vê çekê li min bixe.
Ba: Ji ber di heman demê de jiyanê hildiweşîne, dikuje. Tine dike. Li gor feraseta dijmin wiha ye. Lê ya tê xwestin bê avakirin, di Kurdî de jî, wateya jiyanê ji, jin tê. Di bingeh de cewherê jiyanê ye. Lê aliyê din ê vê mijarê…
-Ev di dîrokê de ma. Dema destpêkirinê de jin bû. paşê bû mirin, divê navê wê “mirin” bê dayîn.
Ba: Raste, Rêberê min. Serdestan…
-Di dema min de derketiye holê ku “mirin”e. dê başe ne girîng e…
Ba: Ji ber ferasta KT jî wiha bû. Ango Rêbertî nas nedikirin. Difikirin wek mirovên din ê ji rêzê, wê daxînin. Lewma jin şixulandin.
-Raste, jixwe gotina dawî ya Fatmayê wiha bû “tu çima naşibî zilamên din”. Ev jî pir balkêş e. KT digot: wek her zilamekî ye. Ne mimkine li ber xwe bide.
Ba: Raste, Rêberê min. Hesab nekiribûn.
-Xetaya mezin a dîrokî! Jinê kêmekê lêkolîn dikir ka ez çime. Ez bêjim şensekî mezin, divê bê lêkolandin.
Ba: Rêberê min, wê demê Fatma jî ferq nekiriye. Li kêleka Rêbertî, rexmî pêre jiyan kir, ferq nekir, cudahiya wî…
-Bêguman!
Ba: Ji ber ger ferq kiribûya, wê ew rê hilnebijarta.
-Tê bîra min, bo nimûne çar- pênc hevalên me hebûn. Bi wan re rûniştiba, wê di nava 24 demjimêran de, ji devê hevalên me de diket hundir, ji pozê wan re derdiket, teqez wê ew pêkanînba. Navenda me li bin guhê hev xist. Jixwe tiştek bi navê navendê nehişt. Ez biserdiketim. Min gurub kom dikir, ew jî yekcar ketiba navde, hemû ji holê radikir. Bixwe jî bi şêweyeke ecêb. Min jî rik girt “ma navenda xwe nespêre jinê, dibe” sond xwar. Niha jî em dixwazin navendekî ku xwe dispêre jinê ava bikin.
Belê. Di vê mijarê de baş kar bike. Min çima ev got, ji ber li beramberî lîstoka jinekê, lêgera jina rast divê çawa be.
Ba: Raste, Rêberê min.
-Te çi got, jin dikare hem kar bike, hem bixuliqîne, him bide jiyankirin, hem jî bikuje. Ev gotinekî bi angaşt (îdea) bû! berdin danejiyana wê, birastî em ê bikarin we bikêşin jiyanê?
Ba: Di aliyê kêşandina jiyanê de xebata Rêbertî bêdawî ye. Em vê dibînin. Lê belê rewşa bersiv dayîna me ji vê re girîng e. Bi naskirina Rêbertî û partiyê re nêzîkatiyên rast dikare pêşkeve, dikare bersivên rast bêne dayîn.
-Hûn serbixwe ne? Bê ku bibin jinik, hêza we ya vê heye?
Ba: Em hewl didin bibin, Rêberê min.
-Hûn bixwestek in.
Ba: Raste, Rêberê min.
-Hûn ji her cure şervantiyê re amade ne?
Ba: Ez amade me, Rêberê min.
-Dema hewce kir, tu hazirî tam disîplînbûyînê bigrî ber çavên xwe? Heta ne dema hewce kir, her kêliyê…
Ba: Her kêliyê.
-Potansiyela we heye di her şert û mercî de li ser lingan bimînin?
Ba: Bi naskirina Rêbertî û partiyê re, bi wergirtina hêzê, wê ev bilindtir bibe, Rêberê min.
-Di vê mijarê de potansiyela we, xwesteka we heye?
Ba: heye, Rêberê min.
-Tu dibêjî hêzeke veşartî heye?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Her hal tu ne jineke ehmeqî?
Ba: ne bawer im.
-Niha tu dixwazî serê xwe rakî ber asoyan?
Ba: Em hewl didin mezin bibin.
-Tu naxwazî xwe bispêrî vî alî, wî alî?
Ba: ez naxwazim xwe bispêrim.
-Belê, çarçove ji bo we jî diyar e. herhal di her qada xebata partiyê de hûn bi angaşt in?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Ez bawerim, di mijara jinê de jî, tu bi angaştî. Elaqeya te ji bo taybetmendiya xuliqkar a şervaneke jina azad ku her qadê zindî dike, heye?
Ba: Raste, Rêberê min. Bi taybet ji dema min wek jinekê derxiste zanebûnê…
-Tu jineke wisa digrî ber çavên xwe ku bêjî ez biçim kuderê, ger pêwîst be ez ê biafirînim?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Tu dibêjî zilamekî bêgiyan jî, ez ê bînim rê?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Angaşta te ya nîşandayîna vê hostehiyê heye?
Ba: Pêwîste bê nîşandayîn.
-Tu dilxwazî? Cihê jin lê dimîne ne cihê qeyranê ye. Berovajî nîşan dide ku bi azweriyeke mezin çawa qada jiyanê, wêrekî û şer e.
Ba: Raste, Rêberê min.
-Ev girîng e. Di vê pêvajoyê de tu jî wate didî durûşmeya min a “bikaranîna jinê wek çeka mezin”?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Her wiha tu dipejirînî te wek çekekî mezin bikar bînin?
Ba: Di vê mijarê de ez ê xwe pêşbixim. Ez bawerim ez ê xwe wek çek nîşanî hedefê bigirm.
-Yanî ez ê bikarbînim. Tu ji vê re amadeyî?
Ba: Raste, Rêberê min.
-Sebra te, baweriya te, hêza te ya berxwedanê…
Ba: Wê pêşkeve, Rêberê min. Heya astekê heye. Lê divê hîna pêşkeve.
-Temam. Em ê kêmek bibin alîkar. Birastî tu yê bikarî bi durustî, yeman şer bikî?
Ba: Ez ê hewl bidim. Rêberê min.
-Dîsa dikarî sond bixwî?
Ba: Dikarim bixwim.
-Pîvanên jiyana milîtaniya azad jî di nav vê çarçovê de ne.
Ba: dikarim soz bidim.
-Dê başe. Bilî vê tiştekî bixwazî bêjî hebe.
Ba: Ez jî dixwazim di lîstoka beriya niha Rêbertî behsa wê kir de hebim. Ji ber ev lîstokeke tek kesî ye. Tucar nayê nivîsandin. Tenê dikare bê jiyankirin. Rêbertî li vir, behsa kesên rolên xwe nalîzin kir. Di vê mijarê de ez soz Didim di her qadê de rola xwe bilîzim.
-Dikarî soza xwe bidî.
Ba: Li ser vê bingehê, di serî de ji Rêbertiya me, partiyê, hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, berxwedanvanên çiya û girtîgehan, gelê Kurdistanê, mirovatiya pêşverû ya cîhanê re di huzura Rêbertî û hemû hevalan de, ez soz didim.
-Hem vê derwreyê, hem jî li ser bingeha konferansên li welat, em hewl didin erkdarkirinên nû li ser esasên rast diyar bikin. Ez vî karî hîna girîng dibînim. Divê hûn jî teqez cidî bigrin. Karê lêhûrbûnê berdewam e!
25’ê Adarê, 1996
- Ayrıntılar
Nasnav: Rojîn
Nav û Paşnav: Halîse Yildirim
Dîrok û cihê jidayikbûnê: 1972 / Gundê Serêkaniyê, Nisêbîn, Mêrdîn
Navê dayik: Fatma
Navê Bav: Alî
Dîroaka Tevlêbûnê: 1988
Dîrok û cihê şahadetê: 1991 / Qerejdax, Mêrdîn
-Li vir wê cureyeke nû yê însan avabibe. Em hewldidin di gelek aliyan de pîvana vê diyar bikin. Nûbûnên hiqûqî, aborî, civakî, çandî û sincî - exlaqî- yên pêşerojê di vê nêzîkatiyê de veşartiye. Dema hûn van bi afirînerî pêk bînin, hûn ê karibîn nûneriya wê ya xurt bikin. Waneyên wê nayê wateya hebûna agahiyên-zanebûnên zuha û hişk, nêrîneke cîhanê ya bingehîne û divê hûn her diçe dibe taybetmendiyê avabûyina civakeke nû bibînin. Herweha divê hûn bibin fermandar û hêza fermanê yên vê gav bi gav derbaskirina jiyanê. Di vê mijarê de rêgeza me ya girîng a azadiyê, rêgeza wekheviyê ya di navbera zayenda de ye. Em nikarin weke nêzîkatiyên di derketina koledariyê de, ne jî weke di derketina feodalîzmê û kapîtalîzmê de nêzî pirsgirêkan dibin.
Di nava nêzîkatiyan de lawaziyên giştî yên mirovan jî heye. Dema ev nêzîkatî bi lawaziyên giştî yên mirovan re jî dibe yek, karaktera newekhev, zordest û mêtîngeriya di nav civakê de heye jî derdikeve holê. Nêzikatiya newekhev û lawaz a li himberê pirsgirêkê re, di pêşketina bê mêzên ên di civakên çînî de, newekheviya di qada navnetewî de, newekheviya di navbera çînan de, newekheviya di navbera zayenda de herweha newekheviya fîzîkî jî di derketina encamên pir xirap - xeter de bi bandor bûye. Bikaranîna xirap a newekheviyên di navbera zayendan de, di kirina amûra mêtingeriyê, kirina zemîneke ku bi hêsanî karibe li ser zextê bike, ji bo derketina sazûmaniyên despotîk, împaratoriyên koleyan, despotîzma feodal, sazûmaniyên kapîtalîst-faşîst û di civakên hûr û gir de, di derketina gelek kesayetên axa û despot bûye sedema bingehîn. Ji lewra nêzîkatiya bi tendurîstî, di her astê de ji azadbûyinê re, ya ber bi wekheviyê ve diçe, bi nêzîkatî û tekoşîneke mezin a fedakar û bi hêsan nedîtinê tê bidestxistin. Yên ber bi ya hêsan ve diçin, yek li gor pîvanên malbatî bi kevneşopiyan bi nixumandina ser lawaziyan dixwaze çareser bike û û takekesî, ezperest, yên dixwazin bi azweriyên xwe jiyanbikin, yên ji bo derbaskirina vê xwe neêşîne, nêzîkatiyên ji bo jiyana rojane, berjewendiyê giştî û demdirêjî li kêlekê dihêle gelekî bibandorin. Ev hemû jî rê li ber qedandina cewherê pirsgirêka û nebidestxistina derfetên zêde yên azadiyê vedike. Ger em jî pîvanên yekitiyê yên divê li vê qadê pêk were, belav bikin, herweha jêbibin, em ê ji bo siberojan sedem û hincetên civakên nehewekhev, mêtinger û di bin zextê de ji niha ve biçînin ku mirov nikare ji bin vê rabe.
Hevalake me ya ciwan hebû, li vir e? Tu ji welat hat ne wusa? Hûn dahûrîniyan fam dike? Tu ji tovê mezin dibe, rewşa te hinek wusa ye. Ger li derdora te mînakên xirab nebe, wê demê tê bibe mîlîtaneke jin a baş. Li pêşiya te tu asteng heye?
Rojîn: Na Serokê min.
-Ji bo têgihîştinê wê hewldanê te hebe. Divê ji bo pêşxistina hevalan mirov bi pûte be. Ji cihekî weke Mêrdînê tê, heyameke pir xeter e. Tu pêkanînê li ser jinê yên li wê qadê dizane? Hîn jî di bîra min de ye, rojekê ez li Mêrdînê çibûm malekê. Li malê zilamekî şêst salî heye, gotin "ji zilam re keçê dixwazin". Dema min bihîst keçeke duwanzde saliye, ez matmayî bûm. Lê wê herêmê pir heye, ne wusa?
Ro: Belê Serokê min.
-Tirsnak e! Ger bandora PKK'ê nebe dibe ku we jî ev pîvan jiyan bikira. Ji lewra hûn ê pêşketina xwe weke pêşketina azadiyê binirxînin. Divê mirov vê ji bîr nek; şoreşgerbûyina keçeke ciwan bûyereke pir mezin e. Em vê di wateya rastîn de nîrxa wê didin û destnîşan dikin. Hûn wateya vê yekê nizanin. Peljeniyeke -hessasiyeteke- mezin dixwaze. Hewldaneke mezin dixwaze. Ez pîvana gelek yên ji we dizanim, pîvanên hûn ê ferz bikin, pîvanên roja dudiyan hûn ê li rû û çavê xwe bidin. Ne raste jî. Divê her tiştî girîngiyê bidêne û pêş bixînin. Bi gelemperî kadro bi vî rengî pêşdikeve, lê ji bo keçan ev hîn bêhtir bi vî rengiye.
Em li şert û mercên jiyanê, derûniya wan û zehmetiyê van bifikirin; zilameke şêst salî, zarokeke di temenê neviya xwe digre. Ev kirêtiye. Zilam li şûna yekê pênç-şeş heba digre. Ev ê bibe ku derê? Ev toqine, tirsnak e! Hûn nizanin, lê ger hûn bikevin nava tiştê bi vî rengî li ruyê we jî nayê temaşekirin. Em vê li xwe danaynin, divê hûn jî li xwe daneynin. Li xwe danenîn, tê wateya nepejirandina koledariya li ser we tê ferzkirine. Di vê mijarê de erk û wezîfeyên we yê cidî hene. Ger hûn ji kolebûna xizmek xwe, xwuşka xwe, birayê xwe temaşe bikin, wê şoreşgeriya we bi gûman be. Di vê mijarê de di dilê xwe de ger hûn tiştekî nebihîzîn, wê demê hûn xwedî dileke ji kevir in.
Avrêl 1989
Aborî: Ekonomi
Afirînerî: Yaratıcılık
Amûr: Araç, alet
Avrêl: Nisan
Azwerî: Tutku, hırs
Çînî: Sınıflı
Ezperest: Bencil
Ferheng:
hûr û gir: İrili ufaklı
Lawazî: Zayıflık
Mêtingerî: Sömürgecilik
Mêzên: Denge
Pûte: İhtimam, itina
Rêgez: İlke
Sazûmanî: Rejim
Takekesî: Bireysel
Tirsnak: Korkunç
Toqîn: Dehşet
Wane: Ders
Wate: Anlam
Zayend: Cins
Halise Yildirim ( Rojîn )
Navê bav : Elî
Navê dê : Terfa
Ji dayikbûn : Nisêbîn, Gundê Çalê – 1.4.1975
Tevlêbûn : 1988 – Eyaleta Botanê û Amedê. Di Akademiya Mahsum K. de perwerdehiya leşkerî dît.
Pakrewanî : 30.8.1991 ê de li Amed, Gundê Xirbe Sîtil.
Di tariya şevê de kete kemîna dijmin. Bi birîndarî, berxwedana xwe berdewam kir, radestî dijmin nebû, lê bi xwe re negiha ku destanekê binivîse. Jixwe ew bixwe destanek bû.Di temenekî pir biçûk de beşdarî gerîlayên rizgariya neteweyî bûbû. Jê re "leşkerê Biçûk" digotin. Pir xwîn winda kir û kete nav karwanê pakrewanan. Tabûta wê bi Ala Rengîn hat xemlandin, anîn Nisêbînê, gundê Çalê; bi dû cenazeyê wê de ji gelê herêmê girseyeke pir xilbe, bi pey wan de hêzên dewletê û tîmên taybet, di ser serê wan re perwanefir... Li wir di dilê gelê kurd de hate naşandin. Hêzên dewletê ji bavê wê dipirsin: "Çima Ala Kurd?" Bavê wê dibêje: "Ji ber ku ji bo vê Alê canê xwe da. Daxwaza wê ya dawî ev bû. Ev jî mafê wê ye." Rihê wê şad, riya wê pîroz be.
- Ayrıntılar
Ji dilê min wer tê, hema ez bibêjim armanca gerdûnê mîna ku azadî be. Min gelek caran ji xwe pirsiye gelo gerdûn li pey azadiyê ye. Li gorî min gelekî kêm e ku azadî bi tenê weke lêgerîneke kûr a civaka mirov were hesibandin; ez fikirîme ji sedî sed aliyekî xwe yê bi gerdûnê re elaqedar heye. Eger mirov li dualîteya perçik-enerjiyê weke hîmê bingehîn ê gerdûnê bifikire, bêyî ku xwe paşve bidim ez enerjiyê weke azadî destnîşan dikim. Ez bawer dikim ku perçika maddî jî pakêtoka enerjiyê ya di rewşa mehkûm de ye. Rohnî rewşeke enerjiyê ye. Ma gelo kes dikare înkar bike ku rohnî xwedî herikîneke pirr azad e? Kûantayên weke rewşa perçikê herî piçûk ê enerjiyê têne terîfkirin, di roja me ya îro de hema hema di ravekirina tevahiya pirrcuretiyê de weke hêmanekî bi mane têne dîtin û em jî tevlî vê yekê dibin. Belê, tevgera kûantûmî hêza afirîner a tevahiya pirrcuretiyê ye. Ez xwe nagirim û dibêjim, gelo Xwedayê timî mirov lê digere ev e. Dema ku tê gotin jor-gerdûn di karekterê kûantûmê de ye, ez dîsa bi heyecan dibim û dibêjim, dibe ku welê be. Dîsa ez xwe nagirim û dibêjim; gelo ji derve afirêneriya Xweda ji vê re tê gotin.
Bi ya min gelekî girîng e ku mirov di mijara azadiyê de egoîst û xweperest nebe û nekeve reduksiyonîstiya mirov. Ma kes dikare hilperîn û perpitîna heywanê di qefesê de ji bo azadiyê ji nedîtî ve bê? Li ber xwendina bilbil, senfoniya herî şaheser jî paşvemayî ye, ma vê rastiyê ji bilî azadiyê em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Em hinekî din zêdetir pêşde biçin, ma bi tevahî deng û rengên gerdûnê azadiyê nayînin bîra mirovî? Koletiya herî kûr a pêşî û dawî ya civaka mirov jin e, ma hilperîn û perpitîna wê ji bilî gera li azadiyê, em dikarin bi kîjan têgînê rave bikin? Fîlozofên hûrûkûr ponijîne, weke mînak Spînoza, azadî weke derketina ji cehaletê û hêza maneyê şîrove kiriye, ma ev heman mabestê rave nake?
Ez naxwazim pirsgirêkê di nava naveroka wê ya bêserûbinî de bifetisînim, bêhnçikandî bikim. Herweha ez naxwazim pirsgirêkê weke rewşa xwe ya ‘mehkûmiyeta’ bi jidayikbûnê, bînim ziman. Ispata wê ev e: bi awayekî helbest nivîsandin gera li azadiyê ye, dîsa jî ji bilî çend hevokên ji bo bîranîna Prometheus, min hîç nivîsîna helbestê neceriband. Ew jî tê zanîn ji bilî îmaj û pêjnekê wêdetir maneyek xwe nîne. Lê belê ma kes dikare ji nedîtî ve bê ku ez bi awayekî dijwar li maneya azadiyê geriyame û daye ser şopa wê?
Dema ku em azadiya civakî dikin pirsgirêk, me ev destpêka kurt pêşkêş kir da ku em der barê kûrahiya mijarê de hişyar bikin. Me civak weke xwezaya zêdebûna mejiyê wê herî pêşketî terîf kiribû û ev yek ê der barê analîzkirina azadiyê de rohnîker be. Qadên mejî yên zêde pêşketî, qadên ji azadiyê re nazik in. Çi civakê xwe weke hêza mejî, çand û aqil zêde xurt kiribe, wê ewqasî xwe ji azadiyê re amade kiriye. Gotineke bi vî rengî di cih de ye. Dîsa civakekê xwe ji mejî, aqil û nirxên çandî çiqasî mehrûm kiribe yan jî mehrûm hatibe hiştin, ewqasî di nava koletiyê de ye. Ev jî vegotineke rast û di cih de ye.
Ez dema ku li ser mijara qebîleya Ibraniyan diponijim, timî du xisletên wan ên bingehîn di hişê min de dimînin. Ya pêşî, mehareta wan a di mijara pereyan de ye. Hukimraniya pereyan timî di destê xwe de digirin. Bi awayekî hosteyane dizanin ku bi vê dikarin dinyayê bi xwe ve girê bidin, heta hem di warê teorîk hem jî pratîk de baş bi vê yekê dizanin. Em dikarin ji vê re bibêjin, hukimraniya dinya maddî. Bi ya min a girîng a duyemîn e, ango hunerê hukim-raniya manewî baş bi cih tînin. Cihûyan pêşî pêxember, paşê jî ni-vîskar, di modernîteya kapîtalîst de jî her cure fîlozof, zanyar, hu-nermend û jinên xwe hema hema hukimraniyeke çandî ya manewî bi dîrokê re hemsal damezrandiye. Ji lewra gelekî di cih de ye ku mirov bibêje, bi qasî qebîleya Ibranî ti qebîle dewlemend û azad nîne. Eger em çend mînakan der barê serdema me de bidin, wê vê rastiyê bi zêdeyî piştrast bike. Bi giranî hêza hukimdarên rastî yên kapîtala fînansê yên hukim li ekonomiya global dikin bi koka xwe Ibranî ne, ango Cihû ne. Eger mirov di qada entelektuelî de çend navên Cihû bijimêre dikare van mînakan bide; di derketina felsefeya hemdem de Spînoza, di sosyolojiyê de Marks, di psîkolojiyê de Freud, di zanista fizîkê de Einstein. Eger em bi sedan teorîsyenên polîtîka, zanist û hunerê li van zêde bikin, bawer dikim ku wê der barê hêza entelektuel a Cihû de, fikrekê bide. Ma mirov hukimraniya Cihûyan a di cîhana entelektuel de dikare înkar bike?
Lê belê li rûyê din ê madalyonê, yên din ên dinyayê hene. Dew-lemendiya maddî û manewî, hukimranî û hêza aliyêkî di berdêla xizanî, bêhêzî û kerîbûna yên din de pêk tê. Ji lewra gotina navdar a Marks ji bo proleteryayê gotibû ji bo Cihûyan jî di cih de ye. Marks weha gotibû “Eger proleterya dixwaze xwe azad bike (bi gotineke din rizgar bike), ji bilî azadkirina tevahiya civakê çareyeke wî ya din nîne.” Tu dibêjî qey Marks li ser Cihûyan fikiriye û ev gotina xwe kiriye. Eger Cihû dixwazin ji azadiya xwe ango hêza xwe ya mane, dewlemendî û mejî piştrast bin, divê civaka dinyayê jî bi heman rengî dewlemend bikin û ji aliyê manewî ve hêzê bidinê, wekî din ti rêya wan nîne. Naxwe her tim dibe ku Hîtlerên nû li ser serê wan peyda bibin. Di vê çarçoveyê de, bi tenê heke mirov bi rizgariya civaka dinyayê û azadiya wê di zikhev de lê bifikire, rizgariya Cihûyan, ango azadiya wan mumkîn e. Ji bo Cihûyên ku ji mirovatiyê re gelek tişt bi ser xistine, ev wezîfeya herî bi anor û rûmet e, divê kes ji vê gumanê neke. Ji qirkirina xeternak a Cihûyan jî em dikarin fêhm bikin ku rûmeta manewî û dewlemendiya li ser cehalet û xizaniya yên din avabûyî, nirxeke xwe ya rastî ya azadiyê nîne. Ma-neya rastî ya azadiyê ku em dixwazin, ji cihêkirina em û yê din dibi-hure û xisleta wê ya ji aliyê her kesî ve bê parvekirin heye.
Em wexta sîstema şaristaniya navendî li ser bingehê azadiyê bigirin dest û binirxînin, em ê bibînin ku her diçe bi koletiyeke qatbiqatî tê barkirin. Koletî li ser sê qatan bi hêz û qehîm tê ava-kirin: Pêşî koletiya îdeolojîk tê avakirin. Di mîtolojiyan de xwedayên hukimran û xeternak têne avakirin, nexasim jî di civaka Sumer de ev yek balkêş e, û tê fêhmkirin. Qatê jor ê Zîggûratê weke mekanê xwedayên hukim li zêhnan dikin tê tesewirkirin. Qatê navîn biryar-geha rêveberiya polîtîk a rahiban e. Qatê herî jêr jî weke qatê xebat-karên cotkarî û zenaetkariyê yên dibezînin her suxreyê, amade ki-rine. Ev model heta roja me ya îro jî bi xwe neguheriye, bi tenê bi awayekî berfireh şax berdaye û belav bûye. Bi vî awayî hûnandina çîroka pênc hezar salî ya sîstema şaristaniya navendî, hûnandina dîrokê ya herî nêzî rastiyê ye. Ya rastî, ev rastiyek e ku weke ampîrîk çavdêriya wê tê kirin. Jihevderxistina zîggûratê, jihevder-xistina sîstema şaristaniya navendî ye; ango bi vî awayî sîstema dinyayê ya kapîtalîst a roja me ya îro li ser bingeha wê ya rastî tê danîn û ji hev tê derxistin. Bi awayekî kumulatîf misêwa pêşketina sermaye û desthilatdariyê rûyekî madalyonê ye, li rûyê din jî koletî, kerîbûn, birçîtî û feqîriyeke xeternak heye.
Em hê baştir fêhm dikin ka pirsgirêka azadiyê çawa kûr dibe. Sîstematîka şaristaniya navendî, heta civakê gav bi gav ji azadiyê mehrûm neke û negihîne asta civaka bûye kerî, nikare xwe dewam bike, nikare hebûna xwe biparêze. Di mentiqê sîstemê de çareserî, zêdetir pêkanîna amûrên sermaye û desthilatdariyê ye. Ev jî zêdetir feqîrî û kerîbûn e. Ji ber dualîteya di xwezaya sîstemê de pirsgirêka azadiyê evçend mezin bûye û bûye pirsgirêka bingehîn a her ser-demê. Me bê sedem qebîleya Cihûyan weke mînak nîşan neda. Mirov gelekî dikare jê hîn bibe. Tevahiya serdeman ji girîngiya xwe tiştek ji dest nedaye, ji lewra mirov dikare azadiyê jî koletiyê jî bi Cihûtiyê bixwîne.
Guftûgoyeke ji rêûresmê heye; gelo zêdetir pere yan jî serwext-bûn azadiyê pêk tîne. Di çarçoveya vê vegotina me de mirov dikare baştir li vê guftûgoyê serwext bibe. Pere heta weke amûrekî dane-heva sermayeyê ango bi rola desteserkerê berhem û nirxê zêde rabe, wê timî amûrekî koletiyê be. Ji ber ku pere ji bo xwediyê xwe jî bang li tevkujiyan dike di warê azadiyê de amûreke bawerî pê nabe û kes nikare pişta xwe pê girê bide. Pere bi rola perçikê maddeyê yê dijberê enerjiyê ye, radibe. Mirov dikare bibêje, serwextbûn her tim zêdetir nêzî azadiyê ye. Serwextbûn li rastiyê, her tim pêşiyê li azadiyê vedike. Ji ber vê yekê ye ku serwextbûn her weke herikîna enerjiyê tê terîfkirin.
Eger mirov azadiyê weke pirrbûn, cihêwazbûn û pirrcurebûna di gerdûnê de bide naskirin, wê di diyarkirina exlaqê civakî de jî ra-vekirinê hêsan bike. Hebûneke di hinavê xwe de zimnî be jî pirrbûn, cudabûn û pirrcuretiyê hilgire, jêhatbûna hebûneke bi aqil a dikare hilbijêre tîne bîra mirov. Lêkolînên zanistî piştrast dikin ku aqlekî nebatan ber bi pirrcuretî û cihêrengiyê ve dibe, heye. Pêkhatinên di şaneyeke zindî de, heta niha ti fabrîkeyeke bi destê mirovî çêbûyî nikarîbû pêk bîne. Belkî bi qasî Hegel em nikarin behsa mejiyê gerdûnê (Geist) bikin. Lê dîsa jî mirov behsa tiştekî mîna mejiyê di gerdûnê de bike divê bi temamî weke tiştekî tewş neyê dîtin. Ji bilî mejiyê hebûnê, em cihêwazbûnê nikarin bi vegotineke din bînin ziman. Pirrbûn û pirrcuretî timî azadiyê bi bîra mirov dixin û dibe ku ev jî ji çipîskên ji mejiyê hebûnê diçin e. Bi qasî ku tê zanîn, mirov dikare insên weke hebûna herî bi aqil a gerdûnê bide nasîn. Baş e, mirov ev mejî û aqilê xwe çawa girtiye? Ji aliyê zanistî ve jî (fizîkî, biyolojîk, psîkolojîk û sosyolojîk) min mirov weke xulaseyeke gerdûnê dabû naskirin. Di vê danasînê de mirov weke kombûneke aqilê gerdûnî tê terîfkirin. Ji lewra di gelek ekolên felsefîk de jî mirov weke makêteke gerdûnê hatiye pêşkêşkirin.
Asta mejî û nermbûna wî di civaka mirov de bingehê rastî yê avakirina civakî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de mirov azadiyê weke hêza avakirina civakî bide nasîn, di cih de ye. Em dizanin ku ji ko-mên mirov ên pêşî û vir ve ji vê re helwesta exlaqî hatiye gotin. Hin-gê exlaqê civakî bi tenê bi azadiyê pêkan e. Ya rastî, azadî çavkaniya exlaq e. Em dikarin exlaq weke rewşa azadiyê ya hişk, rêûersma wê yan jî rêzika wê bi nav bikin. Eger hilbijartina exlaqî çavkaniya xwe azadî be, û mirov têkiliya azadiyê bi mejî, serwextbûn û aqil re li ber çav bigire, mirov dikare exlaq weke serwextbûna kolektîf a civakê (wijdan) destnîşan bike û ev jî tê fêhmkirin. Di vê çarçoveyê de ji exlaqê teorîk re gotina etîk, bi vî awayî dikare maneyeke xwe hebe. Ji bilî bingehê exlaqî yê civakê, em nikarin behsa etîkekê bikin. Bêguman ji ezmûnên exlaqî mirov dikare felsefeyeke hê bi tesîrtir a exlaqî ango etîkê derxîne. Lê etîka lihevçêkirî nabe. Tê zanîn di vê mijarê de jî E. Kant gelekî hewl daye. Mirov dikare fêhm bike ka Kant çima ji aqlê pratîk re etîk gotiye. Di heman demê de exlaq weke hilbijartineke azadiyê û îmkana wê şîrove kiriye, ev fikra wî jî ji bo roja me ya îro hê di cih de ye.
Têkiliya azadiyê bi polîtîkaya civakî re, rewşeke xuya ye. Qada polîtîk ew qad e ku herî zêde aqilên pêşbîn li ser wê pevdiçin û hewl didin encamê bigirin. Bi awayekî din, mirov dikare wê weke qada ku têde kirdarên beşdar xwe bi rêya hunerê polîtîk azad bikin, bide naskirin. Her civaka nikare polîtîka civakî pêşde bibe, divê baş zanibe ku berdêla vê yekê bêpar mayîna ji azadiyê ye û fatûra vê wê li wê were birrîn. Mezinahiya hunerê polîtîkayê bi vî awayî derdikeve pêşiya me. Her civaka (klan, qebîle, qewm, newete, çîn û heta amûrên dewlet û desthilatdariyê) nikaribe polîtîkaya xwe pêşde bibe mehkûmê têkçûnê ye. Jixwe pêşdenebirina polîtîkayê tê maneya nasnekirina wijdanê xwe, berjewendiyên xwe yên heyatî û nasnameya xwe. Ji bo civakekê ji vê têkçûn û ketinê xedartir têkçûn û ketin nîne. Ji bo civakên bi vî rengî, bi tenê dema ji bo wijdanê xwe yê kolektîf, nasname û berjwendiyên xwe rabûn ser piyan, bi gotineke din wexta ketin nava têkoşîna polîtîkayê, xwesteka azadiyê mewzûbehs e. Xwestekên azadiyê yên bêyî polîtîka, xwexapan-dineke bi tehlûke ye.
Ji bo têkiliya azadî û polîtîkayê neyê berevajîkirin, cudahiya wê ya bi polîtîkayên (mirov bibêje bêpolîtîkatî rastir e) desthilatdarî û dewletê re bi nazenînî û bi baldarî were xêzkirin. Amûrên desthilat-darî û dewletê, ji bo karê xwe dikarin xwedî taktîk û stratejî bin, lê bi maneyeke rastî polîtîkayên wan çênabin. Jixwe desthilatdarî û dewlet bi xwe kengî înkara polîtîkayên civakî pêkanîn, di wê qonaxê de bi gewde dibin. Li nuqteya polîtîka diqede, avahiyên desthilatdarî û dewletê dikevin dewreyê. Desthilatdarî û dewlet têne maneya cihê gotina polîtîk diqede ango azadî bi dawî dibe. Li wê nuqteyê bi tenê îdarekirin, guhdarîkirin, ferman dayîn û ferman girtin heye; qanûn û rêzikname hene. Her desthilatdarî û dewlet aqlekî hişkbûyî, qeşagir-tî ye. Hêza xwe jî bêhêziya xwe jî ji vê xisleta xwe digirin. Naxwe qadên desthilatdarî û dewletê nabin qadên mirov lê li azadiyê bigire, azadiyê bi dest bixe. Hegel, dewlet weke qada rastî ya azadî lê pêk tê pêşkêş kir û ev jî bingehê tevahî avahî û fikrên tehekumkar ên modernîteyê pêk tîne. Ma ne faşîzma Hîtler di vî warî de mînakeke sereke ye, nîşan dide ev fikir dikare rê li ber çi veke. Heta têgihiştina sosyalîzma zanistî ya Marks û Engels pêşengiya wê kirin, desthilatdarî û dewlet weke amûrên bingehîn ên avakirina sosyalîz-mê dîtin û bêyî haya wan jê hebe, bi vî awayî derba herî xedar li azadiyê ango li wekheviyê dan. ‘Çiqas dewlet ewqas hindik azadî’ haya lîberalan zêdetir ji vê gotinê heye. Sedema serketina wan jî ev pêşbîniya wan e.
Desthilatdarî û dewlet weke amûrên tehekumkariyê, li gorî naverok û cewherê xwe, ji bilî nirx û berhemên zêde yên deste-serkirî ango ji cureyekî cuda yê sermayeya komkirî, ti maneyeke xwe ya din nîne. Sermaye dewletdar dike, dewletdarî jî sermayedar dike. Heman xusûs ji bo her cure amûrên desthilatdariyê di cih de ne. Qada polîtîk a civakî çiqasî rê li azadiyê veke, qadên desthlatdarî û dewletê jî ewqasî azadiyê diqedînin. Belkî avahiyên desthilatdarî û dewletê gelek kesan, koman û neteweyan bêtir dewlemend û azad bikin. Lê me di mînaka Cihûyan de dît ku ev bi tenê di berdêla kolekirin û xizankirina civakên din de pêkan e; dawiya vê jî ji şeran heta qirkirinan her cure hilweşandin û kavilkirin e. Di sîstema dinya kapîtalîst de zirar û ziyana herî mezin li Polîtîkayê bûye. Di tevahiya dîrokê de mirov dikare di vê qonaxê de ku asta herî bilind a sîstema şaristaniya navendî ye, behsa mirina bi rastî ya polîtîkayê bike. Ji lewra bi qasî ku mirov nikaribe bi ti serdeman re bide berhev di serdema roja me ya îro de qedandina polîtîkayê pêk tê. Çawa ku qedandina exlaqî weke qadeke azadiyê fenomeke roja me ya îro ye, ji wê gelekî zêdetir qedandina qada polîtîk di rojevê de ye. Ji lewra eger em azadiyê dixwazin, divê pêşî em weke wijdanê kolektîf ê civakê exlaq û weke aqlê hevpar polîtîkayê, ji hemû aliyan ve û bi hêza xwe hemûyî ji nû ve rakin ser piyan û kêrhatî bikin, wer xuya dike ku ji bilî vê jî ti çareya me nîne.
Têkiliyên di navbera azadî û demokrasiyê de hê zêdetir tevlîhev in. Kîjan çavkaniya kîjanê ye, ev nuqte her cihê guftûgoyê ye. Lê bi hêsanî em dikarin bibêjin, têkiliya zêde ya herduyan hevdu xwedî dikin. Bi qasî ku em bi azadiyê ve girêdayî li polîtîkaya civakî difiki-rin, em dikarin ewqasî jî bi demokrasiyê ve girê bidin. Rewşa herî berbiçav a polîtîkaya civakî, siyaseta demokratîk e. Ji lewra mirov dikare siyaseta demokratîk weke hunerê rastî yê azadbûnê terîf bike. Heta mirov siyaseta demokratîk nemeşîne, bi giştî civak, bi taybetî jî her gel û kom ne dikare polîtîk bibe, ne jî mirov dikare bi rêya polîtîk wan azad bike. Siyaseta demokratîk ji bo hînbûna azadiyê û bi cihanîna wê, dibistana rastî ye. Karûbarên polîtîk çiqasî kirdarên demokratîk biafirînin, siyaseta demokratîk jî civaqê ewqasî polîtîk dike ango azad dike. Eger em polîtîkbûnê weke şêweyê sereke yê azadbûnê qebûl bikin, divê em baş zanibin ku em her civakê çiqasî polîtîk bikin, em ê ewqasî jî karibin azad bikin, berevajiyê wê jî em civakê çiqasî azad bikin, em ê zêdetir jî wê polîtîk bikin. Bêguman di serî de çavkaniyên îdeolojîk, gelek qadên civakî hene ku azadî û polîtîkayê xwedî dikin. Lê bi awayekî bingehîn ên hevdu xwedî dikin û derdixin holê weke du çavkaniyên bingehîn azadî û polîtîka civakî ye.
Bi pirranî têkiliya wekhevî û azadiyê tê tevlîhevkirin. Lê ya rastî, bi qasî têkiliyên wê yên bi demokrasiyê re têkiliyên di navbera herduyan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em carinan dibînin ku dema azadî berdêlê dide wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîzê bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl, divê carnan ji wek-heviyê tawîzê bide.
Eşkerekirina cudahiya di navbera herdu têgînan ango xwezaya herdu fenomenan de ji bo rast diyarkirina pirsgirêkê hewce dike. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wek-hevî kengî cudahiyan esas bigire, dikare manedar bibe. Yek ji sedemên herî girîng ên serneketina têgihiştina wekheviyê ya soysa-lîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi têgihiştineke wekheviyê ya cudatiyan bike bingeh, rabe dikare pêk bê.
Em wexta tespît dikin ku azadî bi têgîna cudabûnê ve gelekî girêdayî ye, kengî wekhevî bi cudabûnê ve were girêdan, dikare girêdaneke manedar bi azadiyê re pêk bê. Pevgirêdana azadî û wek-heviyê, yek ji hedefên bingehîn ê polîtîkaya civakî ye.
Nabe ku li vir em behsa guftûgoya di navbera têgîna azadiya ferdî û kolektîf de nekin. Hewl tê dayîn ku van herdu kategoriyan weke azadiya negatîf û ya pozîtîv jî bidin naskirin. Ji lewra danasîna têkili-ya di navbera van herdu kategoriyan de hê jî girîng e. Modernîteya kapîtalîst a azadiya ferdî (azadiya negatîf) rakir pêdarê, bêguman ev yek di berdêla zirardaneke mezin a kolektîvîzma civakê de pêk anî. Gelekî girîng e ku mirov tespît bike, azadiya ferdî ya roja me ya îro polîtîkaya civakî herî kêm bi qasî diyardeya desthilatdariyê diqedîne. Rohnîkirina rola ferdparêziyê di hilweşandina civakê de, nexasim di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de ji bo guftûgoyên azadi-yê, pirsgirêka herî girîng e.
Civaka bi ferdparêziyê hatibe atomîzekirin ti taqeta wê namîne, ji bo ku li ber amûrên sermaye û desthilatdariyê rabe. Wexta em vê dibêjin, em baştir dikarin rîska kansêrbûna pirsgirêka civakî fêhm bikin. Eger mirov ferdparêziya civakî weke çavkaniyeke bingehîn a azadî û polîtîkaya civakî diqedîne destnîşan bike, ev yek dikare ji bo gavavêtineke manedar zemîn pêşkêş bike. Bêguman em li vir fer-dîtiyê nakin mewzûbehs, em guftûgo nakin ku ferdîtî pêdiviyek e. Ya tê guftûgokirin ferdparêziya îdeolojîk e, lîberalîzm e, ev ferdparê-ziya tê îdealîzekirin, azadî û polîtîkaya civakî diqedîne.
Jixwe di vê rewşê de me azadiya kolektîf guftûgo kiriye. Em divê bi girîngî diyar bikin ku ji bo pêkhatina azadiya bi rastî bi qasî fer-dîtiyê, pêwîst e ku her cure kom (qebîle, qewm, netewe, çîn, pîşe û hwd.) nasnameya xwe diyar bike, berjewendiyên xwe tedarik bike û xwedî li ewlekariya xwe derkeve. Hingê li ser van hîman em dikarin behsa azadiyên ferdî û kolektîf ên di nava ahengekê de xwe gihan-dibin nîzama civakeke azad a omptîmal bikin. Herçiqasî weke qut-bên dijber hatibin terîfkirin jî di navbera azadiyên lîberalîzmê bi maneya ferdparêziyê rakirin pêdarê û azadiyên sosyalîzma pêkhatî bi navê kolektîvîzmê rakirin pêdarê de wekheviyeke xurt heye û ev yek jî bi ceribandina sedsala 20. derketiye holê. Herdu jî ji aliyê lîberalîzmê ve weke alternatîf hatine danîn. Wexta ku em bibêjin dekûdolaba dewletgirî û taybetîkirinê bi heman destî tê gerandin, hingî xusûsa em dixwazin rave bikin jî wê baştir bê fêhmkirin.
Piştî sedsala 20. zirar û ziyana mezin a ferdgirî (lîberalîzma hov) û modelên kolektîvîzmê (sosyalîzma firewnî) yên hatin ceribandin derketin holê, pirr baş eşkere bûye ku civaka demokratîk ji bo lihevanîna azadiyên ferdî û yên kolektîf zemînê herî çê pêşkêş dike. Em dikarin diyar bikin ku civaka demokratîk bi qasî ku balansa azadiyên ferdî û kolektîf pêk tîne, bi têgihiştineke wekheviyê ya cudahiyan esas digire radibe û mirov dikare bibêje ku di pêkanîna vê têgihiştinê de jî rejîma polîtîk civakî ya herî di cih de ye.
Rêber APO
- Ayrıntılar
Rêbêr Apo
Di hindek kesan de qet azweriya jiyanê nîne, hindek jî gelekî ketî ne. Li gor min di van her du rewşan de jî azweriyên jiyanê yên nepêşketî mijara gotinê ne. Em bêeman bi ser her duyan de jî diçin. Em ji yekî re dibêjin, “tuyê werî jiyanê”, em ji yê din re jî dibêjin, “tuyê dev ji jiyana ketî berdî” serokatî di vê mijarê de tevgera du kifşên mezin e. Me niha ev yek li ser Kurdistanê sepand.
Bi hemû hêza xwe hunê vekişin jiyanê!
Hunê hemû jiyanên şaş û ketî berdin!
Vaye du ferman an jî perspektîfên mezin, du bang. Hun çawa fêm dikin, wisa fêm bikin, serokatî ev e.
Jiyana rast û banga şer a pêşdîtî heye. Jiyaneke hatiye mehkumkirin heye. Ger hun vê destnîşan nekin, hunê bibin xirbe. Di vê rewşê de nebêjin ku, “nizane, nabîne.”
Serokatî rastiyek e.
Şurekî mezin e.
Destê mezin ê dirêjbûnê ye.
Çavên mezin ê dîtinê ye.
Yanî ew tiştê tu jê re dibêjî dil, tu dibêjî teşe dê were bi hemû ziraviyên wê ve bibîne û jê bike bigre.
Li gor we gavavêtinên mezin min çima avêtin e? Weke tê dîtin gelek sepandinên ku min bifetisînin hene. Pergal, rengdayînên wê yên hundirê me, heta gelek kesên we yên xwedî niyetên baş çawa dixwazin min bifetisînin?
Emperyalîzm dibêje, “tu terorîst î” me fêm kir. Hikmê vê jixwe diyar e. Dirûşma hevpar a provakatoran qaşo wiha bû, “jiyan ji me dizî.” Dixwastin fêrbûyînên xwe û astên xwe biparêzin. Ên din xwe çawa disepînin?
Hun dixwazin bibêjin, “zêde jiyaneke min a xwedî wate nîne”, “te em ziwa kirin!” Ev yek jî ji emperyalîzmê re, ji mêtîngeriyê re û ji provakator û paşverûtiyê re dibe zemîn.
Her dem azadî, destpêkê mîna xeyalekê ye. Hêvî ye. Belkî ji ber ku we ev yek zêde di hundirê goşt û hestiyên xwe de bi cih nekiriye, hun nikarine xwe tevlî bikine. Lewra ger di sîniya zêrîn de jî were pêşkeşkirin, zêde hun nikarin bixwin. Ji ber ku hun bi hindek tiştên dîtir têr bûne yan jî hun qebz in. Hinava we nagre. Tolhildana mezin jî, hetanî ku derê û li ser çi dibe? Belkî ger em bi ser de çûyîna tolhildanê çareser bikin, em dikarin ji we re bibin alîkar.
Mezinahiya wateya ku ez didim têkîliya mirov û israra mezin a di vê mijarê de, bingehê birina encama mezin, rêxistinê û şerkirinê ye. Bi giştî dixwaze ez vê têkîliya nû bi kerekê re yan jî bi firişteyekê re saz bikim, dixwaze bi şeytan re saz bikim, li dûv a bêeman im, bernadim. Watedar be, veguherînêr be hetanî dawiyê şêwaza min a nirxandinê serdest e.
Mezin li têkîliyê temaşe kirin, mezin nirxandin, erzan bi dest negirtin.
Têkîliya olê tê bîra min. Ez hatibûm xaleke wisa ku, bi gotina, “xwedê li ku derê ye” ve ez şêt bibûm. Dînok bûm. “Ezê xwedayê li kû bibînim? Ma xwedê gotinek e? Ma xwedê roj e? Ezê dîn bibûma.” Encama ku olê ez gihandimê. Piştre min dît ezê dîn bibim, min dev jê berda. Ya rastir min veguherand. Dema min veguherand, ez hindekî bi hizir re mijûl bûm. Û dawiyê ez ketim rastiya sosyalîzmê.
Sosyalîzm, zêdetir bûyereke civakî ye, ya rastir hizra olî û felsefeya olî nêzî jiyanê dike. Û sosyalîzm pêhtir dibe têkçûn, tevgerî û rêxistinî.
Di şênberiya Tirkiyê de sosyalîzm tê çi wateyê? Dibe rêxistinkirina gel, rêxistinkirina kedê û rêxistinkirina netewên bindest. Ji bo ku hîna bi ser neketiye, ez çawa li ser im? Lê bi ser ve çûyîneke min a tirsnak li ser têkîliya sosyalîzmê heye. Ew jî têkîliyek e.
Ji ber ku di jiyanê de jî rasteqînêr e, di encamê de dibe hebûnên wisa û bidestxistina jiyanê. Têkîliya mezin e. Mînak rêgeza netewiyetê, ez ji berê de kesekî dahî me. Min dît ku weke navê netewiyetê DDKO, û Dev-genç ê li zimanê xwe pêçane. Min weke têkîliyekê bi dest girt û îro dîsa di nav de jiyan heye, rizgarbûn heye.
Wateyeke mezin bide têkîliya pirsgirêka netewî, bi ser de biçe û veguherîne.
Vaye têkîliya partiyê. Niha di wateya têkîliya partiyeke mîna dêwan e. PKK partiyeke çawa ye? Dîsa bi wateya mezin a têkîliya min a partiyê û bi wateya mezin a ku ez didim peyva partiyê ve girêdayî ye. Misoger di nava wê de gelek taybetmendî hene. Lê esas girêdana min a bi têkîliya partiyê re, PKKê wisa dike. Her kesî, gel jî wisa dixûşîne.
Herî dawî têkîliya şerê çekdarî ya hatiye pêşxistin, têkîliya gerîla heye. Em çawa bi ser de çûn? Lê destpêkê çek tenê di asta peyvê de bû, heta em gelekî dûrî bi karanîna çekê bûn. Lê ji ber têkîliyeke gerîla ye em bi ser de çûn. Îro min bi xwe bersiv da sererastiya gerîla ku dijmin û cîhanê di xeyalên xwe re jî derbas nedikirin. Ji ber ku ji dijmin zêdetir berendamên me yên gerîla em vala derdixistin. Lê ew israra mezin, wate barkirina ser têkîliya mezin, di encam de raber kir ku gerîlayeke wisa bandorkar derdikeve holê.
Têkîliyeke kadro jî têkîliyeke weke vê yekê ye. Niha kûrahiyeke ku hatiye bidestxistin heye. Weke têgînê wateya ku ez li têkîliyê bar dikim, dahûrîna wê, veguherîna wê, rûxîna ya pêwîst û avakariya ya pêwîst gelekî esas e.
Ez çima evqas nirx didim jiyanê bixwe?
Ya rastir, hun çima nirx nadin?
Pîvana herî girîng a sosyalîstekî, nirxa wî ya jiyanê re û rêza wî ya jiyanê re ye. Wateya sosyalîzmê rêza ji jiyanê re ye. Heta hêsan bi dest negirtina jiyanê û hêsan nedîtina jiyanê ye. Niha ez hîna jî bawer nakim ku jiyan bi hêsanî nayê bidestxistin û nayê dîtin û ji ber vê yekê jî ez hîna bawer nakim ku hun dijîn. Ez vê weke asteke azweriyê, weke asteke şopînê û weke asteke gihînê dibînim. Lê hun dihizirin ku, bi ketûber û ji berê de hatiye jiyîn. Ya li ser we serdest jiyana hêsan e, ma ne wisa? Dibêjin a, hun cixareyekê dikişînin û bi wê têr dibin. Ger dewlemendiyeke we ya hêsan hebe, hun dikarin pê têr bibin. Ger hun bigihên qonaxeke hêz-qudretê, hun têr dibin. Hun dizanin ku we jiyan bi hêsanî bi dest xistiye, hun ji ber xwe ve û bi xwezayî gihiştine jiyanê.
Rêgeza jiyan-mirinê, bilindkirina jiyanê, azadkirina wê, rêxistinkirina wê, her şêweyê sererastkirina wê û hesta wê di we de gelekî kêm e. Li jiyanê di wateya xwe pêşvexistinê de takekesî, ma di we de gelekî ne lewaz e? Di we de asta jiyanê ya civakî, ya netewî, asta jiyanê ya hunerî, çalakî û şerî pir lewaz û pir kêm e.
Ji bo min jiyan çi ye?
Ji beriya her tiştî, jiyan tevgereke di destan de hilnayê ye, azweriyek e, hezkirinek e, jiyan hestek e, rêkûpêkiyek e, jiyan rêxistin e, jiyan lîstika mezin e.
Jiyan şer e.
Ji bo we jî jiyan, kişandina cixareyeke baş, ehbapgeriyeke baş, takekesiyeke baş, kevçîkirineke baş a şorbeyê, xewkirina xeweke baş, pereyeke baş û ji bo we jiyan jin û mêriktiyeke baş e. Jiyan zarozêç, jiyan malûmilk e. Di min de ev nînin.
Ya di we de û ya di min de her berovajî ne. Bi wê wateyê ku, wateya hun didin jiyanê, asta tevlîbûna we ya jiyanê, we gelekî girtî û statukoger dike.
Di vê wergiriyê de bi dest girtina jiyanê, bêguman ji bo min taybetmendiyeke herî girîng e û ez hîna li ser bingehê van taybetmendiyan wateyê didim jiyanê û demê wisa pêş ve dibim. Divê jiyan takekesî nebe, misoger civakî be, netewî be, mirovî be; divê jiyan were têperîn, weke azweriyekê divê bi taybet ew bendên girtî û statukoger bi perçiqandinî derbas bike, weke lehiyekê biherike û biçe.
Bi guhertinî, bi veguhertinî pir di astên awarte de jiyîn. Di rastiya Kurdistanê de, di rastiya têkîliyên Kurdan de jiyan xwe dide hîskirin ku çiqas girîng e. Ez dibêjim, “hunê tirsnak veguherin.” Dema ez li rûyên we temaşe dikim, ez dibêjim ku, “guhertin û veguhertina van kêmanî bi qandî lêdana dijmin rêgeke fermankar e.” Kesayetên we yên ku zêde hêviyê nadin, wisa bi tirsnakî guhertin, encax ji bo vê dijmin dibe hedef. Hedef an jî azweriyek e ku, mirov asta we ya paşverû ku nikare hêza jiyanê raber bike. Ez bêyî ku xwe kêlikekê neguherim nikarim xwe rihet bihêlim. Di jiyanê de tevgerîna mezin, bi rêgeza guhertinê re pêwendîdar e. Bêyî guhertin nikarim bijîm, bêyî veguhertin nikarim bijîm. Her roj bêguhertin û bêveguhertin nikarim bijîm.
Hun ji veguhertinê nerihet in. Guherbarî bêhtir li zora we diçe. Berovajiyê vê di min de jî bêguhertinî li zora min diçe. Li gor min kesê ku her kêlikê xwe veneguherîne rengekî, guhertinê çêneke, nikare zêde bi pêşbikeve. Li gor min divê mirov di her rojê de nûbûnekê bihewîne. Her rojê bi hewayekê, her rojê bi rengekî, her rojê bi şêweyekê, her rojê bi teşeyeke cewaz silav dayîna jiyanê, hêza guhertina mezin îfade dike.
Rêgeza ku min di xwe de serdest kiriye ev e.
- Ayrıntılar