Abdullah Ocalan
3 Adar 2010
Wan pirsgirêkên min ên berê, ku jêdera xwe ji girtîgehê digrin dewam dikin. Hîn jî nikarim bişev rakevim; ev rewş dewam dike, di dayîn û stendina nefesê de zehmetiyê dikşînim. Dîsa nexweşiyên min ên bi temen ve girêdayî wek prostat hwd.. hene. Lê ez hewl didim li hemberî mercan li ber xwe bidim. Û ne bawer im ku ji vê saetê û şûnde tiştekî biguhere. Ev 11 heta 12 sal in min li vir li ber xwe da û ezê hewl bidim li ber xwe bidim. Ez li ber xwe didim, lê nizanim ka wê heval li ber xwe bidin, an na. Her wisa ez nizanim ka wê merc biguherin. Di encam de tenduristiya min girêdayî sîstema girtîgehê ye. Bila pirsgirêkên min ên tenduristiyê bi vî awayî werin girtin dest.
Divê civak jî ji xebatên aşitîyê re were tevlîkirin. Ji xwe di Têgihîştina me ya siyaseta demokratîk de, ew modela em dixwazin pêşbixînin binkeyê (taban) esas digre, şêwazeke me ya rêxistinê ya ji binkeyê ber bi banî (tavan) ve heye.
Her hal dengên AKPê daketiye heya li derdora ji sedî sih. CHP û MHP jî nikarin rêjeya xwe ya dengan zêde bikin. Artêşeke mezin a bêkaran çêbû. Nêzî panzdeh milyon hilbijêrên bê biryar hene, pêdiviya vana bi partiyeke nû heye. Divê nekevin nava nîqaşên teng. Pirsgirêkên me dêwane (devasa), ji bo çareseriyê tê xwestin ku dest were avêtin, divê enerjiya xwe dinava nîqaşên wisan teng de xerc nekin. Bila nekevin nava nîqaşên teng, pêwîstî bi partiya nû heye. Bila giraniyê bidin ser xebatên vê partiya nû, pewîste vê valatiyê were tijîkirin. Pirsgirêkên dêwane yên ku sîstema kapîtalîst wan afirandiye hene. Vayê li Tirkiyê bêkariyeke pir mezin heye. Tê bîra min, berê ji Tirkan, ji qismên din ên cihê eleqeya ciwanan hebû, dihatin gel me, tevlî me dibûn, her hal îro jî wisa ye. Tê xwestin ku ev ciwan werin birêxistin kirin. Wek di dema borî de dibû îro jî ev ciwan dikarin birêxistin bibin. Eger ev were kirin wê hêzeke muezem derbikeve holê. Tê xwestin ku mirovên li Rojava, werin rêxistinkirin. Bi nîqaşên teng wext wenda dikin, rewşa çepan li holê ye, rewşeke me ya em li benda wana bimînin, nîne. Bêyî ku dem were wendakirin, divê êdî em dest biavêjin van pirgirêkên sotîner. PAD dikare bi vê perspektîfê rêxistina xwe li Rojava bihêz bike. Divê xwe Li Afyonê, Bursayê, Îzmîr ê û li cihên din rêxistin bike. Hun mînaka Bergama dizanin. Di nava tekoşîna gundiyên Bergama de ciwan jî cîh digirtin. PAD wisa divê ji pirsgirêkên bi vî awayî re jî hestyar be. Eger PAD nîşan bide ku bi her cûre pirsgirêkên welat re eleqedar dibe û vê yekê bi pratîk bike, ancax wisan dikare bibe partiyeke Tirkiyê, wê demê rêjeya wê ya dengan jî di vê paralelê de wê bilind bibe.
Ew “parlamenteriya Tirkiyeyê” ya ku AKP dixwaze bîne, lîstokeke mezin e, di rastiyê de tişta li vir tê armanckirin eve ku nehêlin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Ev parlamenteriya sed kesî ya Tirkiyeyê ,rêkûpêkkirineke wusa ye ku ji bo asteng bikin ku PADê li parlamentoyê koma xwe çêbike. Dema îlan bikin ku tenê bi merca daxistina benda hilbijartinê , wê destek bidin, nêzîkatiyeke kêm e. AKP bi hezaran zarok rêkiriye girtîgehê hîn jî girtin didomin, bi sedan siyasetmedar di girtîgehê de ne. Ji bo destek ji paketa destûra bingehîn re were dayîn, divê pêşî guhertina zagona dij-terorê were çêkirin. Heta guhertin tenê têrê nake, divê bi temamî were rakirin. Bi van zagonên dij-terorê re hêjmareke mezin mirov rê dikin girtîgehan. Pêwîst e ev zagon were guhertin. Eger AKP birastî jî samîmîye, divê pêşî van zarokên di girtîgehan de û siyasetmedarên Kurd ên girtî serbest werin berdan. Hemû tiştan dispêrin vê zagona dij-terorê. Heya ev zagon neyê guhertin û neyê rakirin, pêwîst e Kurd destekê nedin vê pakêta li ser destûra bingehîn. Heta ji dayîna destekê jî wêdetir, divê muxalefeteke herî tund li hemberî vê pakêta li ser destûrabingehîn, ji alî Kurdan ve were kirin. Pêwîst e di vê mijarê de heya dawiyê reaksyonên xwe yên demokratîk bikarbînin, li her dere propagandeyeke dijber a vêya bikin û divê di rêjeya ji sedî heştê de ji vê pakêta destûrabingehîn re bêjin, na. Em ne li dijî destûreke bingehîn a demokratîk in. Min ji xwe beriya niha gotibû, sê prensîbên bingehîn. Min li ser van sê prensîbên bingehîn prensîbeke çaremîn zêde kiribû. Evna welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û ya çaremîn jî destûra bingehîn a demokratîk e. Pêwîst e di çarçoveya destûra bingehîn a demokratîk de, ku prensîba çaremîn e, nêzîkatiyek hebe. Pêdivê bi avakirina destûreke bingehîn a demokratîk a nû heye, ku tevahiya van prensîban bigre nava xwe. Em li ser vê bingehê, dikarin ancax bi du mercan, destekê bidin paketa li ser destûra bingehîn. A Yekemin daxistina benda hilbijartinê ye. Helwesta PADê ya di vê mijarê de erênî ye, lê kêm e, divê muxalefeteke hîn kûrtir bike. Ya duyemîn jî, rakirina zagona dij-terorê ye. Bi vê rast hatinê, di serî de ji ber hestîyariya ku nîşan dane, ez ji hemû zarokên li girtîgehan re, hezkirinên xwe û slavên xwe radigihînim. Ez ji wan zarokên ku beriya niha û bi rasthatina 15ê Sibatê hatine girtin û ji girtîyên din re hezkirin û slavên xwe radigihînim.
AKP di vê mijarê de pir bi qurnazî û binbinkî (sinsice) tevdigere. Di cewhera hemû xebatên wan ên ku weke gavên demokratîk didin nîşandan, armanc tasfiyekirina siyaseta demokratîk a Kurdan û vekirina rasteqîn a demokratîk e. Di vir de tişta tê armanckirin tasfiyekirina siyaseta Kurd, vebûna rasteqîn a demokratîk e. AKP, ku xwe nîşan dide weke ku bixwaze pirsgirêkan çareser bike, di rastî de li pêşiya çareserkirina pirsgirêkan astengiya herî mezin e. Tu ew qas operasyonan dikî, zarokan û siyasetmedaran dişînî girtîgehan û pişt re jî dibêjî ‘vebûna demokratîk’. Ti kesî nehiştin. Dibêjî pêşbaziya demokratîk, ma di van mercan de pêşbaziya demokratîk dikare were kirin, ma navê vêya dibe pêşbaziya demokratîk? A rastîn, AKP li pêşiya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, astengiya herî mezin e. Divê ev rewş pir baş were xebitandin. AKP wer xuya dike weke ku bixwaze prisgirêkê çareser bike, lê nade çareserkirin. A rastîn, dewlet li gorî AKPê zêdetir nêzîkê çareseriyê ye. Ya rastîn, ne tam dewlet, lê wisa xuya ye ku organên bandorker û rayedarên dewletê nêzîkê çareseriyê ne û amade ne ji bo çareserîye; ezê nebêjim çareserî, lê behtir vekirî xuya dikin ji nîqaş û dîyalogan re. Ya ku di roja îro de vêya asteng dike, AKP bi xwe ye. 11 sal beriya niha, dema min nû anîbûn vir MHP li pêşiya çareseriyê asteng bû. Îro jî AKP asteng e. Îro ti sazî li pêşiya AKPê nikare bisekine, nikare dengê xwe derxîne û nikare li dij wê derkeve; vaye rewşa Başbug tê dîtin. Dema 11 sal beriya niha, min nû anîbûn vir çar saziyên dewletê hatin, bi min re hev dîtin çêkirin. Qala çareseriya pirsgirêkê dikirin. Min ji wana re gotibû ma hêza we têra çareseriya vê pirsgirêkê dike? Bi demê re derkete holê ku hêza wan têrê nake. Wê demê MHP çareseriya pirsgirêkê asteng kir. Îro jî AKP heman mîsyonê dilîze. Li gor min dewlet ji diyalogê re amade ye, lê AKP li pêşiya çareseriyê astengiya herî mezin e. Vêya jî pir bi qurnazî, binbinke dike. Xwe wisa dide xuyakirin weke ku çareser bike, lê di rastiyê de tasfiyekirinê pêşdixe.
Li Tirkiyê heta vê rojê du cûre hegemonya pêşketiye. Hegemonyaya yekemîn a Tirkperestiya spî ye ku MHP û CHP nûneriya wê dikin. A duyemîn jî hegemonyaya Tirkperestîya kesk e ku AKP nûneriya wê dike. Di bingeha herdu hegemonyayan de jî faşîzm heye, herdu jî faşîzma sazîyane ye (kurumsal). Hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, xwe dispêre heya sedsala 19., raboriyekî wê ya zêdetirê sedsalî heye. Berdewamkarên zihniyeta Îttîhat terakkî ne. Xwe dispêre netewperestîya Elman, îlham ji faşîzma netewî ya Elman girtine, jêdera xwe ev e. Bi vê hegemonya ya Tirkperestîya spî ku MHP û CHP nûneriya wê dike, Tirkiyê heya cihekî anîn, heya cihekî van polîtîkayan sepandin (uyguladılar). Niha jî ya disepînin hegemonya ya Tirkperestiya kesk e, ku AKP nûneriya wê dike. Jêdera hegemonyaya Tirkperestiya kesk a nûneriya xwe di AKPê de dibîne jî, xwe dispêre Emerîka û Îngilistanê, Anglo-Sakson e. AKP îro jî desteka xwe ji van hêzan digre. Faşîzma van herdu hegemonyayan jî sazîyane ye. Xeta MHP û CHPê xeteke netewî-faşîst e, xwe dispêre înkar-tunekirinê û asîmîlasyonê. AKPe jî her çiqasî xwe di xeta lîberal de nîşan dide jî, zêdetir qurnaz û binbinke ye. Niha li rûyê AKPê maskeyeke lîberal heye. Rûyê wî şîrîn xûya dike lê di bin wê maskeyê de rûyeke pir binbinke û kirêt heye. Di vê ev were dîtin. Tê xwestin ku ew rûyê AKPê yê di bin maskeyê de baş were dîtin, divê polîtîka jî di vî alî de bi kûranî were destgirtin. AKP maskeya lîberal bi rûyê xwe ve dike, xwe wisa nîşan dide weke ku pirsgirêkan çareser bike, lê di rastiyê de hewl dide tasfiyekirinê bihonanîne. Divê mirov nexape bi wî rûyê ku AKP nîşan dide û rûyê wê yê rast were dîtin. Binbinkî û bi qurnazî dilîze. Polîtîkayên ku AKP niha dimeşîne, ji ‘polîtîkayên Çîller ên di salên 90’an de daye meşandin xeternaktir e. Di dema Çîllerê de bi awayeke vekirî tunekirinê ferz dikirin, ji ber ev bi awayeke vekirî dikirin, xeteriyeke wisa bû ku ji aliyê herkesî ve dihate dîtin. Lê niha AKP vî karî hîn veşartîtir û bi kûranî dike. Di dîmen de wisa xuya dikin weke ku hewl bidin pirsgirekan çareser bikin bi gotinên projeya vebûna demokratîk û yekîtîya netewî, weke ku Erdogan û Beşîr Atalay dibêjin;le di sepanê de (uygulamada) berevajî tê jiyîn û berevajî tê kirin. Ev herdu hegemonya faşîzma sazîyane ye. Vaye Cengîz Çandar jî qala şaşîtiyên li Lozanê dike. Dibêje eger li wê derê şaşîtî nehatiba kirin, wê pirsgirêk ewqas mezin nebûya. Li Lozanê ya hate bilindkirin, Tirkperestîyeke tek bû. Niha jî tişta dixwazin bilind bikin Kurdperestîyeke tek e. Cihê herdûyan jî di feraseta me de nîne. Em di çarçoveya prensîbên welatê demokratîk, netewa demokratîk, komara demokratîk û destûreke bingehîn a demokratîk de jiyaneke demokratîk û yekîtiyeke demokratîk esas digrin.
Elbet, van hefteyan, van du-sê hefteyên pêşîya me, hefteyên hestyar (kritik) in. Di encam de wê nêzîkatiya aliyan, pêvajoyê destnîşan bike. Ezê li vê derê berdewam bikim ku di derbarê çareserîya pirsgirêkê de tevkarîyên xwe pêşkêş bikim. Lê di encam de biryara ku van aliyan bidin, girîng e. Min daxuyanîyeke Cemîl Bayik, ku çendekî berê dabû, xwend. Dîyar dike ku ew amade ne ji bo şerekî mezin û di wesfa ‘fînal’ de. Elbet nêzîkatîyên neyînî ji aliyan pêş bikeve, wê pevçûn kûr bibin; ev tespîteke sosyolojîk e û weke pêdivîya sosyolojîya vî karî wisa ye. Eger aşitî pêş nekeve, wê şer kûr bibe. Dibêjin ku amadekarîyên wan hene û tê dîyarkirin ku ji çar perçeyan tevlîbûn bo gerîlla zêde bûne. Dîyar e tevlîbûn zêde bûne.
Dîsa dibêjim, eger nêzîkatiyên watedar pêşbikevin, ezê li vir rola xwe ya dîrokî bilîzim. Ez ji vir fermanan nadim PKKê, rewşeke min a dayînê jî nabe, ev rast jî nabe. Heta nîvê bûharê jî her tişt wê zelal bibe. Ev hefte hefteyên krîtîk in, eger pêşketinên erênî di aliye çareseriyê de çênebin, wê şer kûr bibe.
Dive Kurd li hemberî tevahîya van tiştan zana (bilinçli) bin û siyasetên xwe yên demokratîk û komînên xwe yên demokratîk pêşbixînin. Divê êdî Kurd ti tiştekî ji dewletê hevî nekin. Bêyî xwe spartina dewletê û ketina nava bendewariyeke ji dewletê, divê rêxistingeriyên xwe yên demokratîk pêşbixînin û sîstema xwe çêbikin. Pêwîst e jiyana xwe bi vî awayî tijî bikin. Eger Kurd bîrdariya xwe ya demokratîk û siyaseta xwe ya demokratîk pêşxistibana her wisa têgihiştina siyaseta demokratîk bi gelemperiya civakê dabana hezmkirin, wê ewqas ciwan jiyana xwe wenda nekiribana. Vaye ew ciwanê li Semsûrê xwe şewitandiye. Ji Meletî ye. Bi vê rasthatinê, ez careke din ji malbata wî re sersaxiyê, hezkirin û slavên xwe radigihînim. Wek min da xuyakirin, eger bawerî bi zemîna siyaseta demokratîk pêşketiba li dewsa çalakiyên wisa yên xwe kuştinê, wê van ciwanan xwe dabana jiyan kirin, di nava civakê de bi bîrdariyeke demokratîk, bi gîyaneke demokratîk wê bi hemû hêza xwe kar kiribana. Nexwe , niha wê ewqas ciwan bi hemu hêza xwe di zemînê demokratîk de bi bijiyekî (iştah) mezin xebatên xwe dabana meşandin. Ji ber vê yekê ez girîngîyeke mezin didim akademiyên siyaseta demokratîk. Eger van akademî hebana, wê ciwanên ku wê ji van deran bigîhîştana, jiyan dabana civakê. Dibe ku nayê fêm kirin; dema ku mirov bibe xwedî zanabûna demokratîk, her wisa di nava komunên demokratîk de bijî û demokrasîyê hezm bike, wê yekî di her alîyê jîyanê de nirx dide mirov û mirov zêdetir bi jîyanê ve girê dide. Li Semsûrê zarokeke keç bi rengekî zindî binax kirine. Li gelek cîyan jî xwe kuştinên jinan çêbûn û çêdibin. Siyaseta demokratîk û hûnandina zanebûna demokratîk di civakê de, çareya vîya ye.
Li Batmanê beriya niha gelek xwe kuştinên (intihar) jinan çêdibûn, di vê pêvajoya dawiyê de vana kêm bûn. Sedema vêya pêşketina siyaseta demokratîk li Batmanê ye û bilindbûna nîqaşên demokratîk e. Her ku çanda demokratîk li nava civakê belave bibe, vê yekê mirov zêdetir bi jiyanê ve girê dide. Di felsefeya min a siyasetê de, encama herî rast ku min bi ezmûnên ewqas salan derxistiye holê ew e ku mirov bi awayê komînên demokratîk xwe birêxistin bike û van komûnan li her beşên civakê belav bike. Min van mijaran di beşa parêznameya xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi berfirehî anîye ziman, dikare ji vana sûd were girtin. Min modela çareseriyê jî di parêznameya xwe de jî bi şêweke berfireh vekir. Rizgarî ji Modernîteya capitalist û gihiştina şaristaniya demokratîk wê çawa çêbibe? Ez li ser vana rawestîyam. Cewhera felsefeya min a siyasetê, komîngerîya (komüncülük) demokratîk e. Ez vêya dişibînim yek cûre eşîret (êl), qebîle û terîqetên dema berê, lê zihniyeta komînên demokratîk ji vana cewaz e. Komînên demokratîk, wek cûreyek eşîreta (êleke) modern, qebîleya modern, terîqeta modern û malbata modern e. Awayê pêşketî ya modern a van hemûyan e. Mînak divê parêzerên min jî dinava komînekî de bijîn. Divê xweperest nebin, divê destekê bidin hevdû. Pêwîste xwe ji feraseta lîberal û xweperest a kapîtalîzmê rizgar bikin. Divê nekevin berbaya vê ferasetê. Ji bo di xebatên xwe de serkeftîbin, divê xwe bi awayê komînên demokratîk birêxistin bikin û bixebitin.
Divê civak ji feraseta xweperestî û liberal a kapîtalîzmê were rizgar kirin. Eger hun di her qadeke civakê de di şêwaza komunên demokratîk bixebitin û heşmedîya demokratîk raser bikin, hunê hingê pêşî li xeteriyên li benda me ne jî bigrin û êrişên sîstemê yên li dijî xwe jî pûç bikin. Dive herkes cihê xwe bizane û li gorî ew cîhê kû têde ye şêwe bide ûsluba xwe, şêwaza xwe û heşmedîya xwe, li gorî qada ku têde bixebite. Weke min beriya niha jî dabû xuyakirin KCK cihê ye, KCD (DTK) cihê ye û PAD (BDP) cihê ye; erka her yek ji wana, fonksyon û cîhê wana cihê ye. KCD demokrasiya Kurdan û aşitiya wan pêşdixîne, her wisa vêya ji xwe re dike armanc. Dibe ku xebatkar, dost û mutefîkên KCDê li Tirkiyê li Rojava jî hebin, lê bi giranî demokrasiya Kurdan û aşitiya wan ji xwe re dike armanc, ango armanca wê ya bingehîn ev e. Navenda KCDê Amed e. KCD, saziya civaka sivîl a Kurdan e, zagonî ye, legal e. Ango divê mîna rêxistina kêlekê nebe, divê neynin rewşa rêxistineke kêlekê (yan). KCD rêxistineke ji binke berbi ban ve ye. Divê bi rêxistinkirina binkeyê ve hemû qadan dadigre, rêxistinkirina hemû qadan bide çêkirin, berbi jor ve sînerjiyekî biafrîne. KCD tenê valatiyên cihên ku Kurd têde dijîn dadigre. em ji qada hunerî, çandî bigrin, civakî, aborî, spor, moda di her qadekî de têkiliyên Kurdan rêkupêk dike û pirsgirêkên wan çareser dike. Ji bo nimûne balkêş e, dihizirim, ji bo Kurdan hewldaneke bankeriyê jî dibe, dikarin xebatên xwe yên bankeriyê jî pêşbixînin. KCD hemû valatiyên di van qadan de dadigre. PAD jî partiya Tirkiyê ye. Valatiya siyasî ya li Tirkiyê û Kurdistanê dadigre. Xebatên xwe di vî alî dide meşandin. Ne tenê li Kurdistanê, lê li her deverên Tirkiyê xwe li metrepolan jî birêxistin dike. Navenda wê Enqere ye. Ya KCDê Amed e. KCD di zemînê demokratîk û rewa de, di zemînê siyaseta demokratîk de xebatên xwe dimeşînin, wê zagonan bizanin, guncav li gel zagonan tevbigerin.
KCK jî bi temamî cihê ye, pêkhateyeke derezagonî (îllegal) ye. Hêzên wê yên çekdarî hene. Di çar parçeyan de rêxistiniya xwe dimeşîne, xwe di çar parçeyan de birêxistin dike. Ez vana tenê ji bo Tirkiyê didim xuyakirin. Wê KCK bixwe diyar bike ka wê li Îranê, li İraqê û li Sûrî çawa xwe birêxistin bike û ka wê bi pêkhateyên din re têkiliyên wê çawabin. Ez serwerê mercên wir nînim, ji vir ez nizanim ka mercên wir çawa nin, ew bi xwe serwerê mercên xwe ne, ji lewra li gorî ew mercên ku têdene wê bixwe biryar bidin ka wê rêxistingeriya xwe çawa pêşbixînin. pir zêde rast nabe ku mirov xwe ji vir tevlî modelên rêxistinên parçeyên din bike. Di vê mijarê de, wê ew bi xwe biryarên vana bidin.
Ez 8’ê Adara tevahiya jinan pîroz dikim, slav û hezkirinên xwe radigihînim. Bi vê rasthatinê re, dikarim bi 8’ê Adarê ve girêdayî, vana bidim xuyakirin: di pêvajoya pênc hezar salî ya heta Sûmeran de serdemeke dayîksalarî (ana-erkil) hate jiyîn. Di Sûmeran de ev serdema dayîksalariyê cihê xwe ji serdema bavikiyê (baba-erkil) yan jî baviksalariyê re hişt. Di vê demê de, di Sûmeran de îlana baviksalariyê hate kirin. Ji Sûmeran ve di pênc hezar saliya bûhurî de serdema baviksalariyê ye. Heta roja me pênc hezar sal dayîksalarî û pênc hezar sal jî serdema baviksalarî hate jiyîn. Di feraseta me de ne tam dayîksalarî ne jî tam baviksalarî heye. Feraseta me bihevrebûneke herdûyan tîne cem hev, xwe dispêre felsefeyê û bingeheke xwe ya felsefî heye. Belê, divê jin û mêr li gel hev bijîn û dikarin bijîn. Lê bila ev şaş neyê têgihiştin; tişta ez li vir qala wê dikim, ne azadiya zayendî ye, ez vêya jî teswîp nakim. Ew bihevrebûna jin û mêr a ez qala wê dikim, divê bi felsefeyê were stirandin û bihevrebûneke bi bingeha xwe ya felsefî hebe. Bihevrebûna jin û mêr, ancax wisa dikare were watedarkirin. Rewşeke berevajî wê me bibe ev zayendiya jinê ya di kapîtalîzma hov de tê dîtin. Vê encama zayendiya jinê ya kapîtalîzma hov, ev felaket e, zinix (iğrenç) e. Pêwîst e têkiliyeke spartî bi zayendiyeke çors (kaba), hundirê xwe vala û ku felsefeya xwe nine, nebe. Qesta min a ji azadiya jinê jina zana û bivîn e. Ramanên min ên di derbarê jinê de pir cûda ne û pir nû ne. Min vê mijarê di pirtûka xwe ya bi navê Sosyolojiya Azadiyê de bi awayekî berfireh girt dest; dikarin ji wir jî sûd wergirin. Heya tekoşîna azadiya jinê neyê biserxistin, wê tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikaribe bigihîje serkeftinê.
Dîsa girêdayî bi mijara jinê, ez dixwazim qala Berlusconî bikim. Li Îtalyayê Berlusconî bi aliyê xwe yê nêzîkê jinan dibe, pir derkete rêza pêş û pir tê nîqaş kirin. Tespîteke Berlusconî hebû, ez dixwazim balê bikşînim ser vir. Berlusconî dibêje “ji ber ez hemû jiyana ku di xeyalê Îtaliyan de dixwazin bijîn dijîm, ji lewra ez weke hedef tême nîşandan”. Berlusconî ji bo xwe tespîteke rast kiriye. Berlusconî di rewşa nûnerê kapîtalîzmê de ye. Ji lewra ez ji vir bang li sosyalîstên Îtalî dikim. Banga min ji Sosyalîstên Îtalî re ye. Hun neçar in ku bihevrebûneke jin-mêr a spartî bi hîmekî felsefîk ku tiştên Berlusconî jiyan dike û tiştên di xeyalên gelê Îtalî de hene bibûhurîne, bi afirînin. Ev peywireke sosyalîstên Îtalya ye; ango divê feraseta jin-mêreke alternatîf a Berlusconî dijî û feraseta jin-mêr a yên Îtalî di xeyalên xwe de didin jiyandin, biafirînin. Li dijî ev feraseta kapîtalîzma hov ya zinix, a jina çors, divê feraseteke watedar a jin û mêr, ku bingeheke xwe ya felsefî hebe, were pêşxistin. Eger ev feraset ango feradseteke rast a jin û mêr, ku têde cins neyê pêşxistin, tekoşîna sosyalîzmê, tekoşîna demokrasî û azadiyê nikare bigihîje serkeftinê; wê bêwate bibe û wê tekoşîna sosyalîst nîvçe bimîne. Bi vê rasthatinê ez slav, hezkirin û rêzên xwe ji tevahiya gele Îtalyayê re dişînim.
Tiştên vê dawiyê tên jiyîn, wek min qala wê kir, ev şerê hegemonya yê Tirkperestîya spî û yê hegemonyaya Tirkperestîya Kesk e. Hegemonyaya Tirkperestîya spî, jêdera xwe ji Îttîhat Terakkî û ji faşîzma Elman digre. Vana yên berdewamiya statûkoya dixwazin. Beşên statûkoparêz ên niha ev in. Ev jî wek min daye xuyakirin jêdera xwe ji DYE û Îngîlîstanê digre, Anglo-Sakson e. Ya dixwazin biafirînin, Gladioya Tirkperestîya Kesk e. Dixwazin Gladioya Tirkperestên Spî yên berê, niha di nava Gladioya Tirkperestên Kesk de bihelînin.
Ez silavên xwe yên taybet ji Dersîm, Sêrt, Kurtalan û Êlih re jî radigihînim.
Nameyên ji girtîgehan ji min re hatine, hene; ez pir pir silavên xwe ji tevahiya hevalên li girtîgehan re radigihînim. Nameyên ji girtîgehên Trabzonê, Rîze- Kalkandere, Sêrtê, Batmanê, Semsurê, Îzmîtê, Midyadê û Erzurumê min girt. Ez ji hemûyan re silavên xwe radigihînim. Peşniyara min a ji wan re ew e ku bila felsefeya xwe û xebatên xwe yên felsefîk çêbikin.
Rojbaş
Ji herkesî re silav
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ez dibînim ku şêweyên lêkolîna di asta jinê de gelekî kêm e. Ez bawer dikim ku sersekinandina hin pirsgirêkan dê baş bibe.
Di Kurdistanê de û di Tirkiyê de rastiya jinê gelekî dişibine hev. Bi tevî hemû hewldanan jî jin ji bo lehiya şoreşê û gavavêtina azadiyê tevlîbûneke bisînor nîşan dide. Di vê mijarê de pêşketin hene, lê belê em ger hewldanên rojane bi pêş nexin, dê dijmin bi şerê taybet ve jinê bîne ber bi fetisandinê.
Ji bo we azadî tê çi wateyê? Gelo ma hunê bikaribin di azadiyê de berdewam bikin? Ev tişt zêdetir me dide hizirandin. Weke ku em dixwazin nebe jî, me gel xiste bin bandora xetê. Weke em dixwazin neyê meşandin jî, rêbertiya partiyê dizane ku li ser karê xwe sekinandinê zêdetir tu çareya wî nemaye. Bi rexmî hemû ketîbûn û lêyîstokên di rastiya jinê de hişt ku em jina ku bi sedan salin hatine kolekirin bikişînin asoya azadiyê. Jin niha li gor berê hem ji aliyê çawaniyê (nîtelîk) hem jî ji aliyê hêjmarî de ji bo dahûrandinê guncaw in. Rêbazên me di gavavêtina azadiya giştî de pêşketinan çêdike. Li gel vê girtîbûnên balkêş jî tên dîtin. Heta provakasyon bi pêş dikevin. Weke kesekî ku li ser rastiya Kurdistanê ye, hem hêza min a çavdêriyê ve, hem jî ezmûnên xwe yên guhertina pratîkî ve ez ê herî berfireh im. Ez vî tiştî jî ji nedîtî ve nayêm ku çareserî tenê bi hewldanên min ve jî çênabe. Di vê mijarê de niyeta baş jî têr nake.
Şoreş li gel ku di wateya azwerî, hêrs, tûjbûna nêzîkbûnan, hewldanên ku têr dikin û serûbinbûnê, tê wateya bersivdayîna pergalê û bi hostetî bersivdayîna van hemû tiştan e. Gelo ma hun dikarin, van hemûyan çi qasî di nava hev de temsîl bikin? Bi çawaniyên yekalî û yek astî ve şoreş nayê bihêzkirin. Bi tenê dema bi qasî hest, hizir, bi qasî teorî û pratîkê jî di cihê xwe de û di asteke têr de, were bikaranîn dê di şoreşê de ristekî bilêyîze. Ez felsefeya we ya jiyanê baş nizanim, dinya we ya azweriyê û têkîldariyê asta we ya azadiyê ji aliyê min ve zêde nayê zanîn. Ev xwezayî ye, derfeta me nîne ku em yek bi yek lêkolînê bikin, jixwe nayê lêkolînkirin jî. Dîsa jî ji bo dahûrîna takekesiyê pêwîstî heye ku nirxekî bilind were dayîn. Bi taybet ev di ezmûna PKK’ê de xwedî girîngiyeke mezin e. Di kesayetekî de zayend û civak dahûrandin, rêbazeke lewaz nîne. Dahûrîna civakê bi têgîhiştina takekes ve jî dibe.
Di nivîsandinên klasîk ên heta niha de hîn zêdetir astên civakî û nepenî têne dahûrandin. Lêkolînkirina asta kesayet ji bo wêjeyê tê hiştin. Lê belê em nikarin xwe tenê bi wêjeyê ve bes bibînin. Ger dahûrîna civakî, dahûrîna takekes di asta siyasî de bibe rêbazeke bingehîn, dê nêzîkbûna partiyekê jî ez bawerim zêdetir encaman bigre. Taybetmendiyeke PKK’ê ya bi vî rengî ji berê ve heye. Hetanî mirov dikare PKK di vê mijarê de weke partiyeke herî pêş de jî binirxîne. Di astên navnetewî de jî ev wiha ye. Ji ber wê jî pêwîste mirov dahûrandina takekes neyînî nebîne.
Herî zêde pêwîstiya jinan bi dahûrandinan heye. Bûyera jinbûnê pirsgirêkeke ku herî zêde bûye girêkeke kor e. Gelo em avabûna we ya heyî çi qasî qebûl bikin? Vê çi qasî derbas bikin? Bêguman girêkbûneke takekes ku di bin bandora civakê ya dijwar de hatiye avakirin, mijara gotinê ye. Gelo ma em dikarin çi qasî bi vê şekilgirtinê ewle bin? Bêyî ku em fêm nekin, ji bo kê şekilgirtin, ji bo kê jiyan, ji bo kê avabûna kesayetê pêwîst e, cihdayîneke bi şêweyê şoreşgerî ve di nava jiyanê de wê bi xwe re xeletiyan, kêmasiyan û heta şaştiyan ava bike. Jixwe mînakên ku derdikevin holê nîşan didin ku ev yek wisa hêsan nîne. Ger ez we di nava têkîliyên heyî de bihêlim, ez ne bawerim hun ji bo şoreşê bisûd bin. Heta ez we li gor dinya we ya azwerî, hest û hizir hindekî azad bihêlim, dîsa ez ne bawerim ku ev jî zêde encamê bigre. Hun bi xwe jî dizanin ku, hun di jiyanê de zêde bi bandor nînin. Heta hun nikarin nefesê jî bistînin. Ew newêrekî û neçarbûna di kesayeta jinê de, di asteke pêş de ye. Hun asta kesên ku ji bo xwe dijîn ne, ji bo hindekî din dijîn ava dikin. hun bi karekî li gor hindekên din hatiye kirin ve li gor xwestek, azwerî, feraseta serdestiyê û zordestiya civakê –ku ev civakeke serdestiya zilam e- we şekil girtiye. Dijberî vê eniyê jî ev e. Dema helwest nîşan da, yan jî dij derket, dema hatine gotin, “ji malê revî, ji ber zexta zêde kete kolanan, benê xwe qetand” rêpîvan nenasîneke bêsînor derdikeve holê. Weke ku ya rast nîne, dinyayeke we ya di navbera herduyan de hatiye zîndankirin heye. Ji bo helwestên we gelekan, ne rêgeza azadiyê, ev herdu rêgez bandor dikin.
Mixabin rexmî hemû hewldanên me, em dibînin ku hindek kesayet li şûn tiştên ku dihatine hêvîkirin mane. Peyama ku em dixwazin bidin nikarin ji hemû aliyan ve bigrin. Di vê mijarê de pêwîste mirov asta sîxuriya objektîf baş bibîne. Bêyî ku mirov rewşa giştî ya gelê me sîxuriya objektîf, bi taybet jî xirabtir xistina jinê fêm neke, gihiştina dahûrandinên bihêz negengaz e. Hêmanên ku yek carê min di vê mijarê de dihizirîne şêwazên we yên lêkolînê yên gelekî şaş û kêm in. Pêşxistina we ya şêwazên lêkolînê sedema herî girîng e ku hun nikarin bigihên encamên rast. Biryar ev e, ger dahûrandin neyên kirin di Kurdistanê de meş çênabe, şer nayê pêşxistin, azadî nayê bidestxistin, tiştên ku li Akademiya Mahsum Korkmaz dihate dahûrandin tenê hindek rastî nebûn. Tiştê ku dihate dahûrîn, di rastiyê de çarenûsa ku bibû girêka kor, ê hatiye dahûrandin ew qeydên ku em pê ve girêdayî bûn. Ê ku hatibû dahûrandin kulmek endamên wê Akademiyê jî nebûn, hemû dîrok û civak bû. Gavên ku dihatin avêtin jî bi rojane ew qasî berfireh bûn û encam digirtin.
Hun xwedî gavavêtinên azad in. Ji bo we azadî çi ye? Hun kesên ku van tiştan gelekî bihizirin û encamê bidin in. A guncaw jî, hun di vê nêvenga tekoşînê de hindekî dihizirin, di dika filmên herî navdar de jî platformeke wiha nayê serûberkirin. Ger hun bi hestyarî binirxînin, hun dikarin hem hest û hizrên xwe rabikin ser piyan, hem jî ji bo jinûve ava bikin, hunê qebûl bikin ku ev tişt gelekî guncav e. Bi qasî ku ez dibînim, xala herî zêde ku hun tê de asê dimînin pirsgirêkên weke zayendekê ji rastiyê ku hun dijîn çêdibe. Ez dikarim vê zelal daynim holê û bi we re nîqaş bikim. Hun dikarin vî tiştî bigihînin asta rêgez. Tu wateyeke ku hun ji vê tengav bibin, vî tiştî tenê weke pirsgirêkeke exlaqî bi dest bigrin nîne. Ew rêgezên ku hun jê re dibêjin rêgez, di rastiyê de exlaqê feodal e. Di nava wê de qirêj, berjewendî, malbûn û milkiyet û herî zêde jî windakirina we heye. Dîsa tiştê ku çêdibe bi serê we tê. Di bin pêçeka exlaqî ya heyî de yên ku wenda dikin bi giştî gelên ku tenê perçiqandin û zayenda tê perçiqandin e. Hun, heta dawiya temenên xwe êşa wê û tengasiya wê dijîn, piştre bi aqilbûn zêde bi kar nayê. Pirsgirêka me, em bi şêweyê rizgarîxwaz nêzîk dibin, tenê ji bo xwe ne, ji bo rizgariya civakê û zayend gava biavêjin. Bêguman tê xwestin ku girêdaniya azadiya zayendî bi civaka çînî û siyasîbûnê ve gelekî baş were avakirin. Ez wisa bawer dikim ku dema rastiya Kurdistanê dibe mijara gotinê di dinyayê de têkîliya malbat û civak, malbat û siyaset a herî baş û bihêz em datînine holê. Dîsa di nava malbatê de asta jinê gelekî baş hatiye vekirin. Bûyera ku jê re tê gotin, “jin” çawa ye, di nava nêzîkbûneke çawa de tê girtin gelekî bi zanistî hatiye danîn. Di vê mijarê de dostê me yê birêz Îsmaîl Beşîkçî jî dibêje, “pêwîste mirov balê li aliyê sosyolojîk a Apo bikşîne, civaknasî (sosyolojî) zanistiyek e, pêwîste mirov piştgiriya wî ya di vê mijarê de jî bibîne.” Her çi qasî niyeteke min a wiha nebe jî ew bi xwe vê yekê dibîne, di rastiyê de malbat û civak, jin û malbat bûyerên girîng ên sosyolojîk in. Lê belê dema rastiya Kurdistanê dibe mijara gotinê aliyekî vê yê siyasî ya vê pirsgirêkê jî derdikeve holê. Pêwîste ku mirov vê yekê dayne holê.
Dema mirov balê lê bikşîne ger min misoger malbat çareser nekiribi, em bihêlin gihiştina azadiyê, dibe ku bêyî ez bigihêm çardeh saliya xwe, ez di pevçûnên malbatê de tune dibûm û diçûm. Ez zaroktiya xwe ji bo ku bibe mînak bînim bîra we. Armancên weke çiyan didan pêşiya min. wisa plan dikirin “ev zarok bila mezin bibe, ji bo şeref û rûmeta malbata me tolê bistîne, mirovan bikuje.” Dema ji bo ku nekevime nava vê min digot, ez naxwazim mezin bibim. Ez wiha dihizirîm, ezê çawa dijmin bikujim, hêza min tuneye. Ezê zû bimrim, min wê demê dest bi siyasetê kir. Pîrika min digot, “çavên vî hindekî bi bênamusiyê temaşe dike, xeteriyek heye ku ji bo malbatê şer neke.” Di rastiyê de pêwîste ev yek weke ez zarokekî baqilbûm were şîrovekirin. Ger ez weke zarokekî bingehîn ên malbata xwe mezin bibama, min nedikarî ji gund gavekî biavêjim derve.
Hun jî baş dizanin di hemû malbatên Kurd de zilam weke zarokê xas, kurê xas tê mezinkirin. Li ser vê bingehê hemû hîn negihiştine. Di dozên xwînê de, di pevçûnên malbatê de, di pirsgirêkên erd û mal de pevçûnên ku dendikê hêjirê jî danagre, yên mirişk û kuçikan de tune dibin û diçin. Min ji ber vê sedemê biryar da ku ez ji bo van nekevim hewldanên mirinî. Ez ji malbatê hêrs ketim, pevçûna min a bi malbatê re dest pê kir û piştre jî berdewam kir. Nakokiyên min bi dayik û bav, gund, civak, dagirkeriya tirk, ol û felsefeyê ve her çû bi pêş ket. Xuyekî min heye, “ez xwe naxapînim, dema ku ez bi nakokiyekê re rûbirû mam, weke ku bifetisim dixwazim wê çareser bikim. Dibêjim, ezê heta dawiyê bi ser de biçim û wê çareser bikim, teqez dikarim encamekê bi dest bixim.” Hizirandina xwe de ez her ku diçûm digihiştim xala xwekuştinê. Ji bo sosyalîzmê jî ez li ser bingehekî bi vî rengî nêzî çareseriyê bûm. Em hîn jî li ser sosyalîzmê hem bi teorîk û hem jî bi pratîk gelekî berfireh disekinin. Ji bo azadiya zayendî jî asta min ev bû.
Berê jî ez ji ketina têkîliyê bi jinê re ditirsiyam. Heta li hemberî jinê hindekî nefreta min hebû. Zayendîbûna dayika xwe min zêde baş nedît, ji ber ku ji bo min zêde bi tendûristî nedihat. Ango her carê ew baweriyên heq û hiquq xwe disparte vê û zêde serdeçûyîna ser zarokên xwe di min de nêrînek ava kir, ku pêwîste dayikek bi vî rengî nebe. Ji ber wê min li hemberî dayika xwe helwest nîşan da. Li gor min ev jî parastineke mafdar bû. Dayik nikarin zarokên xwe bi vî rengî biwelidînin û mezin bikin. Min di jiyana xwe de ji bo vê nirxeke di asta rêgez de rûmet dayê. Jixwe hun vê yekê nizanin. Ez hîn jî bi vê rêgezê ve dijîm. Zarok hemû jî gelekî neçar in, dibe ku hun jî ji zarokan hez bikin an jî dilê we bi wan dişewite, lê belê ez bawer nakim ku hun di vê de cidî û xwedî biryarbin. Dayik û bav jî di nav de yê ku di vê de dilsoz in, ji bo ku dinya wan zarokan rizgar bikin dê hindekî rast bin. Tu tiştê zarokan, tu pêşeroja wan nîne û ev jî zarokên Kurdan in. Malbat jî zarokên xwe gelekî xirab hez dikin, min hîn ji wê demê ve jê nefret kir. Hîn wê demê jî rexmî ku di derbarê pêşeroja van zarokan de tu plansaziyên wan tunebûn, min digot ji bo çi ev qasî zarokan himbêz dikin û ew himbêz kirina wan a zarokan ji bo min weke rondikên tîmsahan dihat. Ji ber vê min ji van nêzîkbûnan nefret kir û hezkirin nexwest, min got li şûna zarokekî bi vî rengî hebe, bila qet nebe. Ez di vê mijarê de girêdayî rêgezekî dijîm. Zarok îro, ji min gelekî hez dikin, ez herim ku derê li tenişta min artêşeke zarokan heye. Dinya zarokan jî min fêm kiriye. Qet nebe dibînin ku ji bo wan hêviyek hatiye afirandin.
Ez ji bo vê yekê diyar dikim pêwendiyên min piralî bûn. Ji bo rastiya jinê jî pêwendiyên min ên ku dişibine vê hebûn. Ez ji rastiya jinê çavtirsî dibûm. Ji dinya jinan û ji valatiya vê dinyayê ez ditirsiyam. Ji neçarbûna jinê çavtirsî dibûm. Zimanê wê nebû ku yek du gotinan bike. Destên wê nebûn ku, destekî dirêj bike. Bi ketina zanebûna vê ez di temenekî biçûk de bandor bûm. Wekî din min di têkîliyên jinan de ketin didît. Bi jinekê re pêşxistina têkîliyekê dê berpirsyariyên giran bîne û min zû dît ku ev dikare mirov ber bi ku ve bibe. Ango min digot, li şûna ku ez têkîliyê bi pêş bixînim, qet bi pêş nexînim baştir e. Ez di vê mijarê de gelekî birêgez tevdigeriyam. Ev ne ji bo ku min ji jinê heznedikir, berovajî gelekî biçûk bûm jî ji bo hevaltiyeke baş bû.
Ev van ji bo ku min xwe di feraseta feodal de hepis nekiriye vedibêjim, diyar dikim. Di vê mijarê de ez dikarim bi rihetî diyar bikim ku di nava nêzîkbûneke alîgirê rêgezê wekhev de bûm. Pêwîste di hemû jiyanê de hevpariya bi jinê re pergala jiyana hevpar a bi jinê re were avakirin. Di temenekî biçûk de, di lêyîstokê de yan di hilberînê de yan jî di dibistanê de nêzîkbûnên min bi ser vî alî bûn. Bi qasî ez mezin bûm, min dît ku derfetên vê zêde nînin. Jin ji zû ve wenda bûye, hevaltiya wisa wekhev û azad zêde nayê pêşxistin. Weke din tiştên ku tên ferzkirin jî gelekî cuda ye. Jinekê diavêjine serûçavên ciwanekî, bi vê re jî şêwazekî têkîliyê ku dînbûnê wêdetir naçe derdikeve holê. Bûyera zewicandinê hişt ku ez bi vî rengî çavtirsandî bim. Bêguman tenê ez ji bo xwe, çavtirsandî nedibûm, hemû zewacên ku hatine kirin, min çavtirsandî dikirin. Ev zewac, ez digihandime hestekî ku min digot, hem jin û hem jî zilamên xwe ve em wenda dikin.
Ezmûneke ku ez jiyabûm hebû, ew ezmûn îro jî tê nîqaşkirin. Hun ji van nîqaşan çi encamê derdixin? Ez li rojnameyan temaşe dikim, hîn jî dinivisînin “xezurê Apo kî ye? Bi ajaneke MÎTê yê çil salî çi karê wî hebû? Têkîliyên wî bi filan jinê re çi bû?” Diyare ku MÎT dixwaze van nîqaşan bi pêş bixîne. Ev têkîlî xwedî taybetmendiyekê ye ku di dema pêş de wê bi serê xwe were bi destgirtin û tê destgirtin jî. Bêguman, dê hîna jî li ser were nîqaşkirin. Ez bi xwe bawerim, bi xwe ewle me ku di vê mijarê de rast nêzîk dibim. Min ji bo gel, ji bo dîrokê encamên herî baş derxistine. Misogere ez dilsozane nêzî vê têkîliyê dibûm. Ji bo armanc helwestên min ên wekhev û azad misoger bûn. Lê belê ez xwedî tevdîr bûm, pirsa gelo jî her dem di koşeyeke aqilê min de bû. Ev tenê ji bo ku ew endameke malbatekê bû nebû. Ji ber şemitokiya wê jinê bû. Çi qasî ji dil e û girêdayî ye, çi qasî dikare bi hev re jiyanê temsîl bike?
Vê têkîliyê ew qasî ez westandim ku rojek hat min xwest ji malê birevim. Weke tê zanîn, di giştî de jin ji malê têne avêtin an jî ew bi xwe direvin. Ma we dîtiye ku zilaman dev ji malê berdane û revîne? Êdî hun dixwazin bibêjin, sîxuriya objektîf e yan jî ya subjektîf e, ev têkîlî di sala 1978’an de hate rewşekê ku mirov nedikarî ber xwe bide. Bi hevalê kevin re gelek caran em li ser vê têkîliyê disekinîn. Hevalekî me yê ku hîn dijî, nêzîkbûnên hevalê Kemal Pîr ji bo me vedigotin. Diyar dikir ku Kemal bi şêweyê “wê jinê Serok xelitand, di rastiyê de me dixwest em wê jinê bikujin, lê belê dibe ku tiştekî Serok dizane heye” nirxandin kiriye. Kemal Pîr, bi me ve gelekî girêdayî bû ev heval tenê ne di vê mijarê de bi rastî jî bi vê girêdaniyê ve xwedî berxwedaniyeke gelekî qehremanî bû. Ew bi xwe ne Kurd bû jî, lê belê dîsa jî berxwedaniya herî mezin nîşan da û ew mirovekî ku herî zêde bi min ve girêdayî bû.
Ez dixwazim vî tiştî bibêjim, şerekî mezin dest pê kir, ez dikarim diyar bikim ku ger me ev şer nedaya vê gavê PKK, gerîla û serhildan çênedibûn. Hun dikarin bibêjin gelo ma têkîliyeke bi vî rengî çawa rê li ber avakirina PKKê, gerîla û serhildanê vekir? Ger hun bi tenê dahûrîna Rêbertiyê rast tê bigihên hun dê bibînin ku ev bi rengî ye. Di bûyera wê jinê de li hemberî hemû niyetên min ên baş, hestyariya min û hêviyên min, dibe ku sîxuriya objektîf be jî yan subjektîf be jî feraseta ku hatiya ferzkirin, “ger tu bi min re dixwazî têkîliyeke tendûristî ava bikî, pêwîste di destpêkê de tuyê stûyê xwe li hemberî rastiya çînî û civakî ya min bitewînî û bibî amurê vî yan jî hîna wêdetir. Tuyê bi KT ve girêdayî bî” bû. Ez gelekî bi rêgez tevgeriyam, di rastiyê de wê ev tişt gelekî eşkere nedigotin, berovajî gelekî şêlû, neyekser û bi raveya rûyê xwe yê weke jehrê bi şêweyê nêzîkbûneke weke stirî, bi rûyekî reş nêzîkbûnên ku ne her roj her kêliyê weke ku tola xwe bistîne nîşan dida û digot. Ez vê yekê mezin nakim, bûyer û astên têkîliyan hatine tomarkirin.
Ev tenê bûyereke kesayetiyê jî nebû. Dahûrandina Rêbertiyê bi giştî ve gelekî ji nêz ve girêdayî ye. Ji ber vê sedemê ye ku Kemal Pîr gotibû êdî têkîliyeke bi vî rengî nayê efûkirin, ev xwe ferzkirineke gelekî xirab e. Bi wî rengî ye ku mixatabê me jî gelek caran digot, “zilamekî Kurd ê herî navdar be jî teqez dê bikeve panîkê, herî kêm yek du rojan ferzkirin berdewam bike, dê yan kêra xwe yan jî çeka xwe bikişîne lê bide yan jî biqewitîne. Lê belê ez dizanim ku ji ber girêdaniya te ya sosyalîzmê tu vê yekê nakî, ez dizanim ku tu li benda demekê yî.” Di rastiyê de tespîteke rast dikir, bêguman ez têkîliyan ji rêzê û biçûk nagrim dest, li ser têkîliyên ji rêzê dahurandinên ji rêzê nakim. Ger min wisa kiriba, bêguman ez nedigihiştim astaRêbertiyê. Zilamekî ji rêzê bûya dê bi sîleyan li jinê daba. Ez ne ji ber bêhêziyê, ji ber bihêzbûnê bi wî rengî tevdigeriyam. Ger wê demê ez bibûma amurê azweriyên xwe vê carê binketin, dê jênerev bûya. Hindek ji bo vê dibêjin neçarî, hîn jî hindek dost min neçar û reben dibînin. Lê belê di rastiyê de yê ku wiha dibêjin, qediyan e. Ew xwedî tu çareserî û pêşketinan nînin. Dîsa pêşketin bi min re dest pê dike û bi min re dimeşe. Ev ne ji ber neçarbûnê yan jî pêwîstbûnê nîne, çawa ku ez nava ketîbûneke zayendî de nînim, ev rewş ji bo min jî gelekî şerm nebû. Ev di nava metirsiyên min de bû, lê belê diyarker nebûn. Dibe ku gelek kes bi min qerfên xwe bikin, dayika min jî bi qasî ku bikaribe ji min re bibêje, “nikare axaftinekî ji jinekê re bibêje” qerfên xwe bi min dikirin. Lê belê min zêdetir berjewendiyên gelê xwe û partiyê esas digirt.
Malbata jinê ji serhildana Kurd a 1925’ê heta serhildana Dêrsimê, heta 1940’an bi Kemalîzmê re hevkarî kiriye, malbateke ku ji Înonu belge wergirtiye, li gor dewletê malbateke baş e û ji ber ku xizmeta dewletê kiriye spasname wergirtiye. Min ev yek dizanî, lê belê ez ewlebûm ku ihtimal heye vê bidomîne û weke hevkarê dewletê ristê xwe bilêyîze. Di wê demê de CHP’ê (Partiya Gel a Komarê) xwe pêşverû didît. Bêguman dewlet çi qasî pêşverû be, CHP jî ew qas pêşverû be. Wê demê min bawer dikir ku ev jin ihtimal heye bibe welatparêz, lê min ev ihtimal jî dida ku ew bibe temsîlkarê çîna xwe ya noker. Dewletê jî bi ihtimalek mezin rastiya vê têkîliyê dizanîbû, ji ber ku wê demê ev malbat, bi saziya ewlekariyê ve girêdayî bû. Pîlot, asta min a di sala 1977’an de heta 1976’an de dizane û hatin û çûyînê li gel vê malbatê dike. Li gor min dijmin texmîn dikir ku, xwe bispêre vê malbatê û min kontrol bike.
Gelo ez ji dil ketime bin vê kontrolê? Naxêr! Ugur Mumcu wiha dinivisî “gelo ma bi taybet MİT’ê Apo parast?” MİT nikare min biparêze. Ji ber ku ez rojê yek trîlyonê zirarê didim dewletê. Vî tiştî rojnameyên bûrjuvayê dinivisînin. Ma MİT zilamekî her roj trîlyonekî zirarê dide dewletê tu caran diparêze? Xelitandina herî mezin min bi vê dewletê da tahmkirin. Darbeya herî mezin min lê da. Di sala 1979’an de dema ku ez derbasî Rojhilatanavîn bûm, hevalekî me yê li Akademiyê digot, endamekî MİT’ê gotiye “me çawa ev zilam ji nav destên xwe revand? Û li serê xwe daye. Cuneyt Arcayurek di rêzenivîsa xwe ya bi navê “12 Eylûle nasıl gelindi?” (em çawa hatin 12 êlûnê) de dibêje “ev mar bihostek bû, ger leşkerên me potînê xwe rabikira dê ew biperçiqandiba. Lê belê me xefleteke mezin jiyan kir.” Armanca van kontrolkirina min a bi riya vê têkîliyê ve bû. Gelo ma min ev taktîk bi zanebûn meşand? Min got hevkar be jî, dibe ku ji vê malbatê şoreşger derbikeve. Dibe ku ev hevala me jî bibe rêhevaleke me ya birûmet. Misoger baweriya min bi vê yekê hebû. Ya duyemîn, min semta (ihtiyad) xwe ji destan berneda. Min bi xwe ji xwe re got, hişyariya xwe ji destan bernede, ihtimale ku tu ji vir ve werî kontrolkirin. Wê îdare bike. Bi kar bîne. Pîlot jî di nav de min hindekî ew bi kar anîn, Ugur Mumcu di vê mijarê de wiha dinivîsand, “Apo gotiye Pîlot roniya çavên me ye em wî biparêzin.” Dibe ku min ev gotin, bi heman rengî negotibe lê belê nêzîkbûneke ku dişibê min bi pêş xist. Ji ber ku ger me Pîlot kuştiba hîn wê demê PKK’ê navê xwe li xwe nekiribû, dê bihata tunekirin. Dîsa ger min ev têkîlî berdewam nekiriba misoger e ku bûyera derketina derve jî de, me dê zehmetî bikişandibana. Hîna di sala 1975’an de dewlet dibêje “ev zilam ber bi damezrandina artêşa netewî ya Kurdistanê ve diçe, pêwîste were kontrolkirin.” Vê zanyariyê di sala 1975’an de girtiyekî DDKD’ê ji me re ragihandibû. Navê Dev –Yol hîna derneketibû. Ez wê demê di nava Dev-Gencê de tevdigeriyam. Min vê carê jî pirsên weke “kurdperest e yan jî di Dev-Gencê de ye” afirandibû. Me salekî jî wiha derbas kir. Pişt re dihizirin ku ez di bin kontrolê de me û kengê bixwazin dikarin min bigrin. Min jî di vê wateyê de ji vê têkîliyê ne yekser sud girt û weke hun jî dizanin em derketin derveyî welat. Di pêvajoya derketina me de jî dîsa ev şer hate jiyîn.
Fatmayê provakasyonên mezin kirin, ji ber nakokiya Semîr a 1982’an de xwest Partiyê ber bi fetisandinê ve bibe. Di sala 1982 û piştî wê de jî pevçûneke sexte afirandin û xwestin partiyê bikin du beş. Me ev yek vala derxist. Di sala 1986’an de dîsa lêyîstokeke bi heman rengî xwest bi ser bixe, wê demê jî em li dij derketin. Di hemuyan de jî hate xwestin ku jin gelekî xirab were bikaranîn. Xefilbûn, di vê mijarê de asta wê ya çareseriyê nebû. Em bi vî rengî di şevreşiyê de dimeşiyan. Min pêşiya vê lêyîstokê bi sebreke mezin girt. Ji aliyekî de ez dihiziriyam emê çawa bigihên azadiya jinê, ji aliyekî din de jî ez dihizirîm ev jiyana dojehê dê çawa were kişandin. Min xwest bi hemû hêza xwe vê tekoşînê bimeşînim. Dibe ku gelek hevalên me vê pêvajoyê nizanibin, ji ber ku rewşên hestyariyê ku hatine jiyîn, zêde bi peyvan nayên vegotin. Hêza berxwedanî, hêza sebrê û rik di belgeyan de me nekariyê em zêde cih bidinê. Hîna zêdetir me ev bi encamên xwe yên siyasî ve tomar kir.
MİT’ê wê demê di rojnameyan de nûçeyên weke “zilamê Fatma Apo kuşt, PKK parçe bû” dida weşandin. Di rastiyê de pevçûneke ku dişibiya vê yekê hebû. Bêguman me bi sebr û hişyarbûnê derfet neda wan. Ev rewş di kongreyên 1982 û 1986’an de hate jiyîn û herî dawiyê gihişte provakasyona 1988’ê. Di bin vê provakasyonê de Fatma hebû. Avukat (parêzer) tenê lêyîstokvan bû. Piyon bû. Herî zêde di vê salê de xwest Partiyê bêhêz bihêle. Li gor min di provakasyonên ku heta Başûr berdewam kir jî vaca wê hebû. Li gor min KT di bin nêrînên wê de plansaziyên provakasyonan bi pêş dixist û pêk dianî. Bêguman ew jî hêzek e. Dewlet çil salan bi Kurdan re mijûl bûye, dibe ku wê bidomîne. Ew hevkarî û sîxuriya weke Kemal Burkay, KUK, DDKD, PDK ûhw. li kêleka van provakasyonan gelekî lewaz dimînin. Lê belê şerekî min ê bi van re çêbû û ev hîn jî şerekî ku ez bi serê xwe dimeşînim e. Lê belê ez bi hemû aliyan ve di bin gumanan de bûm, her kesekî têkîliya min weke “bi keça sîxûran re çi digere?” rexne dikirin. Hevalên me jî weke “ev têkîliyeke bi çi rengî ye?” pirsyar dikirin.
Fatmayê bi xwe her roj mirov dixistin. Ew bi xwe dibêje “pêwîste em mirovan xerç bikin” bi fermî hindek hevalên jin fetisandin, hindek daxistin sifirê û hindekî pêşkeş kirin. Ev polîtîkayeke ji bo jinan bû, ji bo ku bi tenê rêhevalek dernekeve çi pêwîst bû dikir. Kesên ku wê afirandine, heta îro jî bûne bela serê min. Veşidiyayî ne (gergîn) û bi arîşe ne (problemli). Zilam jî wiha ne, ez dixwazim dîrokê hindekî din zêde bikim, ango tam deh salan zêdetir me yekser ji eniyê şerekî dijwar meşand. Bandora vî şerî hîna jî berdewam dike. Gelo ma ev şer, şerekî ku girêdayî vê têkîliyê taybet hatiye kirin? Naxêr, ev yek gelekî zelal e, siyasî ye û şerekî eşkere ye. Şerekî di hest de, di hizir de û di rêxistinkirinê de ye. Ew bi xwe di gihiştina me ya gerîlabûnê de astengeke herî mezin bû. Ev şer li hemberî wê ye. Ev şer di dîtinê de li hemberî kesekî ye, lê belê li hemberî him KT’yê ye, li hemberî hêza wê ya lêdanê ya herî xeter Kontr-gerîla ye, li hemberî şerê taybet e, li hemberî MİT’ê ye. Ji bo hun baş têbigihên, gelo ez di kîjan çarçoveya siyasî de nêzîkî têkîliyan dibim, dîsa bingehê dîrokî çawa bi dest digrim, van tiştan ez diyar dikim. Ango mirov nebêje, têkîliyeke zayendî ye û neavêje aliyekî. Ji bo ku hun gelekî seranser nehizirin, ezê van tiştan diyar bikim.
- Ayrıntılar
Rêber Apo: - Îro ez ji aliyê jinê ve diaxivim. Gelo ev bîrdozî pêk were dê çawa be. Ger dê Kurdistan bibe mijara gotinê yan jî ger em bibêjin di axên dayîk de jiyan a herî xweşik e, berî her tiştî bîrdoziya jinê bê ax nabe. Heta vebûna axê ji çandinî û hilberînê re, hindekî bi hunera jinê ve girêdayî ye. Tê wê wateyê ku rêgeza yekemîn a bîrdoziya jinê jiyîna wê di axa ku jê ji dayikbûye de ye. Ango rêgeza yekemîn bi gotina rojane ve welatparêzî ye.
Hêmanê duyemîn ger ê di jiyanê de cih peyda bike, divê jin bi hizra xwe ya azad û vîna xwe ya azad ve tevlî jiyanê bibe. Ger dê ev bîrdozî pêk were, weke raveyekê vê ya herî şênber jin, weke dixwaze dijî û biryarê dide. Emê bi, bi hizirandina wê bawer bin. Emê li hemberî vîna wê rêzdar bin. Rêgezeke vê bîrdoziyê ya jêneger jî ev e. Ev yek ez jî bim dê jin bibêje “ezê bi te re bi vîn û hizra xwe ve bijîm.” Li gel vê dê gelekî bi rêgez, gelekî bi proje û bi plan be. Di vê rêgezê de ezê hindek avantajên xwe ve jinê bixapînim, ew jî bi jinbûn û zayendîtiya xwe ya erzan ve min bixapîne re cih nîne.
Ji bo ev yek çêbibe û ji bo parvekirina jiyaneke xwe dispêre azadiyê, rêxistinbûn pêwîst e. Ev jî hêmana sêyemîn e. Mirovekî ne rêxistî hîç e. Rêxistinbûna destpêkê bi jinê dest pê kiriye. Hêza ku herî zêde divê rêxistinbûnê esas bigre jin e. Dibe ku zilam bêrêxistin be. Yan jî jixwe rêxistina zilam gelek e. Divê jin rêxistina xwe ya taybet ango bi giştîkirina YAJK ê re pêwîstiya xwe heye. Divê saziyên xwe yên hişyariyê li hemû qadan belav bike. Divê jin bi rêxistinbe. Divê hun vê carekê ji guhê xwe re bikin guhar.
Weke hêmanê çaremîn jî li gel rêxistinbûnê divê hun hemû jiyana xwe ji tekoşînê ava bikin. Ji ber ku nasnameya jinê ji ber bêtekoşîniyê ketiye nava çar dîwaran. Karên hevîr dane wê bi karên ji rêzê ve hatiye mijûlkirin. Ango di nava ferzkirineke weke kesayeta karên vala hatiye hiştin. Ji ber wê jî di serî de esasên bîrdozî û polîtîk di derbarê rêxistinbûnê çandê, kurtayî her qadeke ku wê bihêz bike de divê tekoşer be, divê jin bibêje “ezê rêxistinêr bim, kar û îşê min tekoşînkirin e.”
Li gor min têkîliya jiyana bi jinê re bi estetîk, xweşikbûnê ve jî heye. Ev jî hêmana pêncemîn e. Asta kirêtiya jiyanê ya vê gavê têkîliya xwe bi çewisandin û dagirkeriyê ve balkêş e. Divê jina ku dixwaze bijî, huner, çand û estetîkê ji nedîtî ve neyê. Em ji fîzîka wê bigrin xweşikbûna hizir, em ji xîtaba wê bigrin, heta ronahiya giyanî divê bi nêrîneke estetîk û rêgezê ve girêdayî be.
Ger hun van pênc rêgezan jiyaneke ku van bi rengê madeyan û rêgezan hîn jî ziravtir bikin û wê jiyanê ji xwe re esas bigrin, li gor min tê wateya ku we çeka rizgariyê ya herî mezin bi dest xistiye. Ez ji ber roja jinê diyar dikim ku bi vê çeka xwedî îdîaya herî mezin e ve tu zilam û tu saziyên ku hun neynin rê nîne. Li gor min jiyana herî xwedî nirx e. Ger em dibêjin, ji îro re girêdanî, ji îro re rêz li ser bingehê van rêgezan mînak di me de bi rengê YAJK ê rêxistineke jinê ya hîn bilindtir dibe û tekoşîna wê ya li ser bingehê van rêgezan ve emê bersiva herî mezin bidin mirovahiyê û şerê qirêj.
Ji ber vê rojê careke din ez diyar dikim ku ez di xizmeta hemû jinên azad de me. Dîsa di serî de dayîk û taybetî hemû gerîlayên me yên jin ên egîd ku şer dikin re, diyar dikim ku ez mirovê hemû jinên me yên di nav tekoşînê de ne me û zilamê wan im. Rêz û hezkirinên xwe pêşkeş dikim.
8 Adar 1998
- Ayrıntılar
Rêber APO
Ecêb dimînim, çima hun me fêm nakin? Îca keçên ciwan ên wek we çima fêm nakin? Xwediyên wê berxwedana mezin rêhevalên Ronahî û Bêrîvan, bi taybetî jî rêhevala Ronahî, rêhevaleka ku bi me baş têgihîştiye. Jixwe me vê di rapora wê de jî dît. Di raporekî din de dibêje, “Ez, ji duyemîn civîna çapemeniyê ya di pêvajoya agirbesê de pir bandor bûm. Tevî ku hun hewqas derfet diafirînin, ji jinan û her cure pêşketinê re destek didin, di nava me de hê jî yeka di wê astê de tune. Halbûkî pir ked hatiye dayîn. Bi zanebûna xwe yên ku kesayetiyeke rast girtine zêde nîn in. Her ku ez partiyê nas dikim zêdetir pê ve têm girêdan. Dema ku ez kesayet û bûyer, rasteqîna şer û qoxanê dinirxînim, yên tên xwestin ku pêwîstekên girêdanê ne û carna jî hewl didim ku zêdetir bidim.’’ Çawa ku min got, şêwaza wê vebir e, bi ya min pir girîng e. Divê hun jî hindek biramin. Riya jiyandina bîranîna wê, weke wê di gihîştina hêza têgihîştinê û xwedîbûna disîplîna jiyaneke saxlem de derbas dibe. Di nava we de hinek kes dibe ku bixwazin bibin layiqê wê. Bi taybetî pêvajoya jiyana xwe ya ku bi PKK’ê re bûye yek ka çawa girtiye dest û çawa xwe pêgirê vegûherînê kiriye fêm bikin. Bi taybetî ev di destnivîsên wê de hene. Li vana binêrin, fêr bibin û rêzdar bin. Ji ber ku ev nirxên mezin in. Ger azadî hêsanî ba, wana wê riyê nediceriband.
Rêhevala Ronahî di hevokeka xwe de dibêje, “Serokatî giyan û can dide, a girîng vê derbaskirina jiyanê ye!’’ vê yekê bi çalakiya xwe şewitandinê derbasî jiyanê dikin. Ev, bûyereke mezin e. Heke hun jî hindek durust bin, wê wêrekî û fedakariya ku hun dibêjin ka çi ye, bibînin û fêm bikin. Her ku ev çalakî li ser navê me tê çêkirinê, em jî neçar in ku rêzdar bin. Ma gotina, “Em erzan jiyan’’ qet li we tê? Ez li wan kesên ku li hember nirxan dikevin berevajiyê şaş dimînim. Qet naxwazim dilê xwe bi wana bişewitînim. Her ku hun bi van nirxan ve ne girêdayî bin, bi misogerî em nikarin we têxin şûna zilaman. Ev jî qewîtiya wan û girêdana bîranîna wan diderbirîne. Ezê, ka ew mirovên çawa bûn, keçên ciwan ên çawa bûn û di nava azweriya jiyaneka çawa de dixwestin bimînin, bizanibim û biriya xwe bidimê. Bi misogerî ezê wisa bikim. Ji min tiştekî din nepên. Hun çiqas hatibin xistin, hun çiqas xafîl bin bibin, jiyana wan ji bo we fermana herî mezin e. Her ku hun endamekê artêşa egîdan e, hunê bi gora vê fermanê bijîn. Hun dibêjin ku, em dixwazin werin ARGK’ê û werin nav artêşa jinê. Wê demê serleşkerên vê wisan in û bi gora vê hunê tevbigerin.
Ez bi xwe jî di xizmeta wan de me. Ew mirovên di jiyanê de tiptijî bûn. Dahûrîneke jiyanê heye, lê binêrin, hunê di nava şaşwaziyê de bimînin. Pênaseyên zayendîtiyê hene, dibêjin; “Sehaya herî zêde ku jin û zilam hev û dî dixapînin!’’ Çi nirxandineke mezin e! Yanî dibêje, “di navê de lîstik heye!’’ sextetî û koledarî heye. Dibêje, “Azadiya wê pir zor e!’’ Dibêje, “çi mixabin em nebûn nasdarê wê azadiya çawa ku Serokatiya Partiyê dixwaze!’’ Lê weke hedefekî datînin pêşiya xwe. Tebî ev dibine nirxên ku pêwîst e hun pê ve girêdayî bimînin. Wisa bi hezaran hene. Hê jî ku bê gotin, “Me fêm nekir, me pêwîstekên wê neanî cî’’ qet ne tê pejirandin, ne jî bahane tê hesibandin. Hun ciwan in, egîd in, hunê bi can û dil tevlî van nirxan bibin.
- Ayrıntılar
Rêber APO
Rewşa heyî ya kurdan, zêde derfet nade şêrekî stratejîk ê êrîşkirinê; ku derfet bide jî ev ne pêwîst e. Wê windakirinên vê ji qezencên wê qat bi qat mezintir be. Lê ev bi salan berdewam bike jî, di rewşeke wisa de ye ku dikare şerekî parastina rewa bimeşîne. Di vê de qet windahî nabe. Dibe ku hinek windahiyen mirovan bibin. Jixwe windahiyên mirinên xwezayî, ji yên şer kêmtir nîn in. Lê qezencên wê zahftir in. Wê bikaribe rûmeta xwe, hebûna xwe, çanda xwe, hişmendiya xwe, vîna xwe û perçe perçe welatê xwe qezenc bike, qet nebe wê di zirûfên şer de jiyana xwe rizgar bike. Ji ber vê yekê pêşeroja şerê parastina rewa heye, xitimandina wê nîn e. Ku di hundir de nebe li derve, li deştê nebe wê li çiya, ku li çiya nebe wê li bajaran, ku çekdarî nebe wê bêçek, ku bêçek nebe wê çekdarî, ku legal nebe wê îllegal, wê her cureyên aboriyê, siyasetê û leşkertiyê biceribîne û bi vî awayî hebûna û çanda xwe bikaribe biparêze. Maye ku di dema me de, ku dewletên herî bi hêz jî êrîşên hebûna çandî bikin û mafên mirovan nas nekin, em di demeke wisa de ne ku, ji hêla dinyayê ve têne tecrîdkirinê.
Ku zext xwe gihandibin qestkirina canê te, mafê herî însanî yê xwezayî neyê naskirinê, mafên çandî yê gelan bi zorê hatibe tepisandinê û hatibe înkarkirinê û pê re ew gelên ku dixwazin bi biryar van mafên xwe bikarbînin bi zorê bêne tepisandin û mehkûmkirinê; li hember vê dewleta dijhiqûqî ku li gorî pêwîstiyên hiqûqî yên gerdûnî tevnagere, wê yekîneyên parastina gel cureyên çek bikaranînê jî di nav de, bi hemû ziraviyên hunera şer bikaranînê, wê derbasî asta parastina rewa bibin. Divê vê wekî mafekî zagona bingehîn bibîne, ku di zagona bingehîn de ev maf nîn be, di zagonan de bicîkirina vê kêmasiyê pêwîstiyeke neçarî ya feraseta parastina rewa ye. Ku dewleta heyî pîvanên dewletbûna hiqûqê, mafên mirovan ên bingehîn û siyaseta demokratîk esas bigire, tabîkî wê parastina rewa şêweyê şîdeta çekdarî esas negire.
Li hember çalakiyên wekî serhildan û têkoşînên çekdarî ku rê li ber bûyer û encamên gelek mezin vedike, pêwîst e ku hezar carî bê fikirîn û carekî bê kirin. Heta ku zelalbûnek, wê ev çima û bi kîjan armancê, li hember kê, çiqas û di çarçoveyê de, bi kî re û çawa bê birêvebirinê nebe, ku serî li têkoşîna serhildanî û çekdarî bê dayîn; em ê nikaribin ji bin kuştin û yozbûnan derbikevin, loma jî em ê nikaribin pêşiya binketinan bigrin. Encax bi zorê hemû riyên paratina rewa û azadiyê bixitime, hiqûq bê eciqandin, ku mirineke neheq li kes, di plana çandî de li gel bê ferzkirin, divê tenê ji ber pêwîstiyekê serî li têkoşîna serhidanî û çekdarî bê dayîn, wê wekî di hiqûqa gerdûnî û di her zagonên bingehîn de tê îfadekirinê, wekî mafekî parastina rewa serî li têkoşîna serhildanî û çekdarî bê dayîn. Armanca şerên serhildanên çekdarî û bi tarza gerîla ev e ku, hetanî ku pêwîstiyên hiqûqa gerdûnî pêk neyên, hetanî ku pêwîstiyên “mafên sê nifşî” ku di zagonên Neteweyên Yekbûyî de hatiye ziman û Tirkiye jî di nav de, ji hêla welatan ve hatiye qebûlkirinê pêk neyên, mafekî berxwedaniyê yê pîroz ê hemwelatiyên azad û gelên ku xwedî mafên demokratîk in, dikarin vî mafî bikarbînin. Ne ku serî li vê berxwedaniyê dayîn, serî li vê berxwedaniyê nedayîn di cewherê xwe de pêkneanîna pêwîstiyên hiqûqê ye. Pêwîst e ku rexnedayîn di vê çarçoveyê de bê cî.
Em di mijara şîdetê de, tu tiştê ku parastina rewşa qebas bike rast nabînin. Ji bona şerê mûhtemel vê dibêjim; hemû dinya bibe yek jî, Iraq, Îran û Tirkiye bi hev re êrîş bikin jî, divê bi parastineke rewa ku wê ev hêz li hember wê nikaribin li ser bikevin, bersivek bê dayîn. Dikarin herêmên otonom(xweser) ên demokratîk ava bikin. Mîna li Iraqê dikarin di hundir de jî bikin. Ku Dêrsim û Botan guncav be dikarin bikin. Jixwe di pratîkê de sînor ji holê rabûne. Jixwe Botan, Behdînan û Zagros yekpar in û gihîştine hev. Dikarin vanan zêdetir berfireh bikin. Ev qad, qadên parastina rewa ne. Ez dibêjim ku, divê ev di bingeha xeta mûdafaya rewa de be. Her kî êrîşî van qadan bike, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikarbînin. Wê van deran, bibine qadên jiyana azad. Tenê ne ji bona kurdan, divê ji bona gelên din jî li van deran di zirûfên demokratîk de qadên jiyaneke azad bi dest bixin. Divê ev qad bibine qadên demokrasiyê.
Wê ev piştgirî bide demokrasiyê û dema vê kir jî wê bi zanatî bike. Divê hêzên parastina rewa, tecrûbeyên Zapatayan ên li Meksîkayê bi kûrahî lêkolîn bikin û dikarin vê bi awayekî guncav li gorî zirûfên berbiçav pêk bînin. Ku bala we kişandibe, tiştên ku zêde xwe têkelî şîdetê bikin nîn in. Bi artêşê wisa zêde pevçûn nîn e, ji sivîlan jî mirin nîn e. Bi gel re diyalogên wan baş in. Li Rojhilata Navîn ciwan, ciwanên kurd, dikarin li başûrê Iraqê li hev kom bibin. Dikarin banga seferbetiyê jî bikin. Lîstik têne lîstin, divê li hember van hişyar bin. Dikarin sazîbûnên xwe yên xweser(otonom) ên demokratîk û komûnan ava bikin. Tirkmen jî di nav de, dikarin ji bona van qadan bangî her kesî bikin. Divê li hember tunebûnê, bibin xwedî sekneke parastineke bêhempa. Ger ku herin ser wan de, ez vê tenê ji Tirkiyeyê re nabêjêm, ji ku dibe bila bibe, divê bikaribin xwe biparêzin. Pêşketinên heyî nîşan dide; ketina wan a bakur jî di rojevê de ye. Bila li qadên guncav, parastina xwe bikin. Di mijara ketina bakur de, ku pir tengijîn dikarin bikevinê. Ger ku aştî pêk neyê, dikarin hemû hêzên xwe, xwe bikşînin herêmên çiya yên stratejîk. Dikarin ji Dêrsimê hetanî Serhedê, hetanî Torosan belav bibin. Ji bona ewlekariya xwe, dikarin li her derî belav bibin. Wê rê û rêbazan, bi xwe bibînin. Ger ku careke din şer dest pê bike, wê ev bibe şerê gerîlayên bi tevger. Ev jî, wê wisa bi asteke kêm de nebe, wê di asteke navîn de be. Bila xwe nexapînin. Bila xwe biparêzin, vê yekê jî bila li qadên çiya yên guncav û bi teqtîkên di cî de bikin.
Hewl didin PKK’ê li başûr tengav bikin. Dibên, gelo em ê bikaribin biqedînin û her dem êrîş dikin û bombebarîn dikin. Bi van bombebaranan û êrîşan hewl didin ku encamek bigirin. Ez aşkere diyar dikim; ev lîstikeke. Çûyîna Tirkiyê ya ser kurdan, bi awayekî stratejîkî bi wê dide windakirinê. Carê carek zagonên poşmaniyê derdixînin. Zagonên poşmaniyê, zêdetir tehrîk e. Ma dibe ku ji mirovek re bê gotin, poşman bibe? Ev li dij xwezaya mirova ye. Min di parêznameya xwe ya sala borî de jî diyar kiribû, di parêznameya xwe nû de jî kêm be jî min bahs kir, her dem, ji bona PKK’ê her dem riyek heye, ew jî dikare ber bi fermandariyên serbixwe ve herin. Dibe ku li ciyên cuda cuda, fermandariyên cuda cuda derbikevin, PKK dikare berê xwe bide van fermandariyên serbixwe. Dibe ku çil fermandarî derbikevin. Ku avêtibin ser qereqolekî, dikarin bavêjin ser bi sedan qereqolî. Derketiye holê ku PKK gelek bi hêz e, ji berê bi hêztir e. Bandora PKK’ê li çar parçeyan heye. Talabanî-Barzanî yê çûyînê ne. Îdeolojiya PKK’ê, li çar parçeyan ji hêla gel ve bi rêjeyeke girîng hatiye pejirandin. PKK li Sûriyê jî bi hêz e, li Îranê jî bi hêz e, li Tirkiyê jî bi hêz e, li başûrê Kurdistanê jî bi hêz dibe. Jixwe PKK, qadroyên teng ên îdeolojîk in, wisa jî dikare bimîne, pêşniyarên min jî wisa bûn. Ya esas dema azadiyê ye. Ev zemîn zindî ye, wê xwe her dem biafrîne. Hûn bi vî şiklî nikarin PKK’ê biqedînin, hûn nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin.
- Ayrıntılar
“Dewrêşê Evdî bixwe gerîlayekî mezin e.
Edûl, ew keçikê me yê ku her xwe dişewitînin...”
Rêber Apo
- Ayrıntılar