Cemîl Bayîk
Bi Tirkiyeyê re li welatên Ewropayê jî êrîşên komkujiya siyasî bêyî ku ji leza xwe tiştekî winda bikin berdewam dikin. Her roj nûçeyên êrîşên nû tên. Di meha adarê de zêdebûna van êrîşan jî balê dikişîne. Ji van êrîşan tê fêmkirin ku ji bo gelê me ku meha adarê wateyeke wê ya taybet heye ku serhildanên demokratîk pêş dixe, ji bo dagirkeran jî bûye pêvajoyeke ku êrîşên xwe zêde bikin.
Her çiqas dagirkeran di meha adarê de êrîşên xwe yên komkujiya siyasî zêdekirin be jî, bersiva ku gelê kurd ji bo van êrîşan daye, îfadeyeke wê ya gelekî watedar heye. Çunkî bersiva ku gelê kurd daye ne tenê bersivdayîneke ji bo bersivê ye, di heman demê de tê wateya ku zûkirinekê dide têkoşînê.
Helwesta gelê kurd hem li Ewropayê û hem jî li Tirkiyeyê nîşan daye ji her alî ve vê rastiyê bi awayekî balkêş radixîne ber çavan. Berxwedana li hemberî êrîşên li Tirkiyeyê di 14’ê nîsana 2009’an de li dijî hêzên siyasî û li Ewropayê jî ROJ TV û Radyoya Mezopotamyayê di nav de li hemberî saziyên kurdan de hatine destpêkirin vê yekê tekûz dike. Gelê kurd bi berxwedana xwe nîşan daye ku di demên pêş de dê xwedî sekneke çawa be. Di 8’ê Adarê de jinan bi dagirtina qadan ev yek piştrast kir. Di heman demê de di 40’emîn salvegera darbeya faşîst a 12’ê Adarê, salvegera bûyerên Gaziyên û salvegera Qetlîma Qamişloyê de berxwedana gelê kurd nîşan daye ku bêyî ji hev veqete ev pêvajo didome. Gelê kurd bi berxwedanên xwe ji niha ve destnîşan kiriye ku dê ji bo qetlîama Helepçeyê jî xwedî heman helwestê be.
Sibê salvegereke din a qetlîama Helepçeyê ye. Li wir bi tenê kurd nehatibûn qetilkirin. Mirovahî hatibû qetilkirin. Kurd, li Helepçeyê li pêş çavên cîhanê bi çekên kîmyewî ku li tevahiya cîhanê bikaranîna wan qedexeye hatin qetilkirin. Hêzên navneteweyî yên ku xwe yekî hewariyên mafên mirovan îlan kirine destûr dan vê qetlîamê. Di dawiya sedsala 20’emîn de ligel ku ne mumkûn e tiştekî nepenî bimîne, ev qetlîam nedîtî hate hiştin. Xwestin veşêrin. Lê serkeftî nebûn. Li Helepçeyê kurd hatibûn qetilkirin. Mirovahiyê ev qetlîam dîtibû. Ligel hemû astengiyan ev qetlîam wekî lekeyeke reş ket ser dîroka mirovahiyê.
Gelê kurd di salvegera qetlîama Helepçeyê de ji bo ku pêşî li ber hin qetlîamên din bê girtin pêwîst dibîne ku têkoşîna xwe bilind bike û bi hişmendiyê tevdigere. Lewre tê xwestin ku bi hin qetlîamên din re hevrû bimîne. Komkujiya çandî û siyasî tê wateya qetlîamên nû yên dişibin Helepçeyê. Ji ber hindê gelê kurd li hemberî komkujiya siyasî ya li Tirkiyeyê xistine dewrê bi şîara ‘Duh Helepçe îro Kelepçe’ pêşwazî kir.
Gelê kurd, li aliyekî komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adarê şermezar dike û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr tîne. Li aliyê din, bi zanebûna vê rastiyê tevdigerin. Dîsa bi heman şiklî dê xwendekarên ku li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê hatin qetilkirin bên bibîranîn. Bêguman di meha adarê de tenê ev komkujî pêk nehatine. Şahidî ji gelek bûyerên bi vî rengî re kiriye. Mirov dikare bêje 21 Adarê Newroz lûtke ye. Roja şehadeta Mazlum Dogan e. 28’ê Adarê salvegera şehadeta Mahsum Korkmaz, 30’ê Adarê salvegera Mahîr Çayan û hevalên wî ye.
Pergala dagirkeriyê, ji ber meha adarê xwedî wateyek girîng û dîrokî ye li ser zêde radiwestin. Hêzên dagirker, di nava nava tirsa ku dê hesabê kiryarên adarê bê pirsîn de ne. Ji ber vê yekê êrîşên xwe zêde dikin. Lê dîsa xuya dibe ku xwe dixapînin. Hete niha çawa ku nikaribîbûn wateya meha adarê ku gelê kurd lê bar kiriye ji holê rakin, dê ji niha û şûnde jî nikaribin wateya meha adarê ji holê rakin. Ji ber ku gelê kurd ku wateyek taybet daye vê meha adare her roj wateyek din lê zêde dikin. Ji ber vê yekê her ku diçe gelê kurd zêde bi vê mehê ve tê girêdan û wateyek din lê bar dike.
21’ê Adarê ji bo gele kurd wateya wê gelek girîng û taybet e. Dema gelê kurd di 21’ê Adarê de Newrozê pîroz dike, kesên di Newroza 1992’an de jiyana xwe ji dest dane, Zekiyeyan, Rahşanan, Berîvananan û Ronahiyan bi bîr tîne. Bi vî rengî carek din îlankirina KCK’ê û Rêberê Gelê Kurd wekî îradeya sîyasî ya gelê kurd hate îlankirin tê silavkirin.
Rojên li pêşiya me ji bo gelê kurd xwedî wateyek pir girîng e. Wekî her sal îsal jî em di 21’ê Adarê de Komkujiya Helepçeyê ya 16’ê Adarê, bi tundî şermezar dikin. Newroza îsal dê ji her sal bêtir bi coşek mezintir bê pîrozkirin. Bi vê zahebûn û hişyariyê ji îro û şûnde dê amadekariyê Newrozê bêne kirin û qad bêne tijîkirin. Ger ku ev amadekî û pîrozkirina bi heybet pêk bê, wê demê dê înkar û îmhaya siyasî û çandî ku tê ferzkirin pûç derkeve. Çend roj ji Newrozê re man. Gelê kurd ji niha de Newrozê pîroz dike û îlan kiriye ku dê bi heybetek pir mezin Newrozê pîroz bike. Em jî bi vê wesîleyê ji niha de bi taybetî Newroza gelê kurd û bi gelemperî Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin.
Em bawer dikin ku Newroza 2010’an dê gelê kurd bêtir nêzîkî azadî, demokrasî û aştiyê bike. Bi vê hêvî û baweriyê
NEWROZA WE PÎROZ BE!
- Ayrıntılar
Qamîşlo warê hêvî û evînê,
bajarê serhildan û raperînê,
Dayîka Şêxo û Cegerxwînê,
Dayîka Luqman û Nûredînê,
Qamîşlo…
Xwîşka Cizîrê û Nisêbînê
Warê awaz û dîlan û civînê,
warê qehweya tal…
Û çaya şêrîn û xemrevînê ,
Ax Qamîşlo…
Yara şêrîn
Te dil kirye birîn
Heta tu hebî, ev dilê min
Tu caran namîne bê evîn.
Bê guman serhildan û raperîna 12’ê Adarê ku li bajarê Qamîşlo destpêkir û mîna pêta agir gurbû, ji Eyndîwerê heta bigihêje Efrînê û Zoravaya Şamê mîna birûskên taviya Adarê lehî û şepetûr li hemî deveran rakir, di dilê her Kurdekî azadîxwaz û her demoqratekî de cihê xwe çêkiriye.
Ev raperîn, di encama têkoşîna azadiyê de ya ku nêzîkî 30 salan liser hev kombûyî derket holê. Li dijî pêlên deshilatAdariya Baasiya şovenîst û hovane, yekîtiya îrade, vijîn û helwesta civaka Kurd li Rojava û Sûriyê derket holê. Çawa ku Rêber APO di pirtûka sosyolûjiya azadiyê de dide xuyakirin; ew civaka bê îrade û siyaset, di heman demê de civakek bê exlaqe û ne azade û her weha ne civake, di vê raperînê de civaka Kurd li Rojava û Sûriyê isbatkir ku, civakek xwedî exlaq û siyaseta û azadîxwaze!
Serborî û dersên ku mirov ji vê serhildanê derîne û bigere ber çavan zehfin, yekemîn heger ku civak bibe yek dest, yek îrade û helwest, dikare bihêle ku dewleteke mîna dewleta Bees hov û faşîzan, gavê şûnde bavêje û xwe bavêje ber lingê civakê.
Duyemîn; heger ku civak li nasnameya xwe derkeve, şehadetê, girtinê û hemî êş û azaran ji bona azadiya xwe bide ber çavan, bê guman wê hêle ku pirsgirêk bikeve rojeva cîhanê û guftûgo liser çêbibe û perdeya bêdengiyê bê qetandin. Ev rastî di serhildana 12’ê Adarê de zelale.
Siyemîn; heger ku civaka bibe xwediyê helwestkî û li şehîdên xwe û girtiyên xwe xwedî derkeve, dîwarê tirsa dewletê di aliyê rewanî(sîkolojî) de tê şikandin û her kes qeheremantiyê dipejirîne.
Çaremîn; heger ku civak di asteke pêwîst de, nebe xwedî rêxistin û zanebûn, çiqasî li berxwe bide jî, wê negihêje encama ku tê xwestin. Ev kêmasî di raperîna Qamişlo de diyare û liber çavan.
Di roja me ya îro de, dewleta Baas ya şovenîst û hovane, liser bingehê hevpeymana ku bi dewleta Tirk re çêkirî, siyaseta zext û zorê, Kuştinê, birçîkirinê, koçberkirinê û tirsê bi awayekî tund li dijî civakê dide meşandin. Li hemberî vê siyasetê, pêwîste ku ruhê şehîdên 12’ê Adarê bê vejînkirin. Ew ruh, rêxistinkirine, zanebûne, helweste û kelepora têkoşîna azadiyê ya dehê salane.
Her weha di bîranîna vê serhildanê de, di sala 2010’an de, em careke dî serê xwe û bejna xwe liber gewrebûna şehîd û pekrewanan ditewînin û weha dibêjin; ew axa ku bi xwîna şehîdan hatî avdan, wê leser gul, nesrîn, binefş û rîhanên azadiyê şînbibe.
Huseyîn Şawîş
- Ayrıntılar
Jin û jiyan, mîna awaz û deng û lavayan, mîna dilopeke xunavî ku dikeve axê, mîna tovekê û mîna bihar û kulîlkekê hev temam dikin. Ev yekbûna jin û jiyanê, bê pirs û pirsiyar, bêyî ku tu kes vê zagonê diyar bike, bûye zagona xwezayê. Di her kêliya jiyanê de, hebûna jinê berdewam kiriye û beşeke herî girîng a dîroka mirovantiyê ye. Her kêliya jiyanê; bi ked, hewldan, hezkirin û xwêdana eniyê hatiye strandin û jiyanê watedartir kiriye. Ev hetanî ku zalimên dîrokê ked û hewldana wê dizîn û hetanî ku hezkirin, hest, fikr û hebûna wê dîl girtin, di nava jiyanê de girîngiya xwe parastiye. Lê dîlbûna wê, hewldanên wê yên ku hatine dizîn û keda wê, ew kiriye afirînerê veşartî yê jiyanê û ew her dem veşartî ma, kêm hate dîtin, li derve hate hiştin, hate lêdan, li bazarên koleyan hate firotin, mift li fikr û dilê wê hate xistin, laş û rihê wê dîl hate girtin. Bêdeng sekinî, wê rojekê bi heybet vegeriyana demên berê û êdî tu carê veşartî nemîne û wê tu kes nikaribe keda wê bideze.
Hevgihîna jinê bi jiyanê re, encax bi serî hildanan, raperînan, bi vegera cehwer, ax, çiya, av û hişmendiya xwe mûmkûn bibûya. Êdî divê ji vê rêveçûyînê re bihatina gotin ku, bisekine. Divê êdî ji girtîbûnê, dizîna keda xwe re û ji kolekirina xwe re, bigotana bes e. Divê êdî dayîk, jin û keçên me yên ku jiyanê hûnandine, derbasî berxwedaniyê bibûna. Jinên kurd, her dem bi serhildêriya xwe, bi serî hildanên xwe û bi keda xwe, di dîrokê de şop hiştine. Jinên kurd, tu carî bindestiyê qebûl nekirine, ji bona ku nebin dîlên tu kesî, xwe ji latan avête, agir berdana laşên xwe, xwîna xwe berdana çeman, robaran, Mûnzûra delûdîn, Firadê û Dîcleyê û di şûna dîlketinê de, hemêzkirina mirinê tercîh kirine. Jin û keçên kurd, bi serhildêrî û bi bengîbûna azadiyê, bi girêdayîna xwe ya jiyanê, bi keda xwe ji axa dayîk re fena kulîlkan ji nifşên li pey xwe re vê keleporê hiştin.
Êdî roj xwedîderketina vejîn û kedê ye. Jina kurd, bûye sembol, armanc û bîrdoziya xelasiya gelê xwe. Rêber Apo di şexsê jinê de gelek vejande. Jin zindî zindî hatibû binaxkirin û êdî ev gor hatibû vekirin. Gelek zindî zindî hatibû binaxkirin û xwestibûn ji kokên wê rakişînin. Roj, roja xelasiya gelê kurd û jina kurd e. Jin ronahiya xelasiya ji bendîbûna xwe ya 5000 salî dît. Jin, wekî rih û zanebûna xwe, ji bona laş û zimanê xwe rizgar bike, şer da destpêkirin. Rêber Apo; bi wan azadî û serxwebûyînê dabû tamkirinê. Ma kî dikaribû wan bigirtana? Ma êdî hêza kî têrî wan dikir? Êdî di ferqa hêza xwe de ye û êdî derbasî ciyê jiyanê bûye. Jin li qadan, li zîndanan, li çiyayan û çeperan, çek di dest de li pey azadiya xwe ye. Ma hêza kî têr dike ku vê efsûna azadiyê bigire? Êdî roj roja vejîna jinê ye.
Jinên ku afirînerên jiyanê ne, êdî dixwazin şer hîn bibin û bi şerkirinê re xwe biafrînin. Gihîştine vê zanebûnê ku, bi şer dikarin xwe vejînin. Di vê çarçoveyê de, niha li çiyayên azadiyê, bi ked û evîneke gelek mzin, mercên jiyanekê diafrînin. Wan vê keleporê ji yên ku ji bona azadiyê xwe ji lat û zinarên Dêrsimê avêtibûn girtibûn. Niha jî li lat û zinaran wekî Bêrîtan, di dilê dijmin de wekî Zîlan û di nava gel de wekî Mizgîn, dibine kulîlk û diteqin. Jin azadiyê, wekî newa û rêzikên stranekê dizanin. Jiyana xwe li dora agirê azadiyê û li derdora Rojê dikin xelekek û govenda azadiyê digerînin. Jinên kurd, di pêşengiya besêyan de, mizgînan de, azîmeyan de, meryeman de, fatmayan de, bêrîtanan de, zîlanan de, zeyneban de, nûdayan de, yildizan de, gulbiharan de, dîlalayan de, bûn bengiyê jiyanê. Jin, ji bona ku bimirin namirin, ji bona hezkirin, jiyandin û jiyankirinê, ji rûyê mirinê re bişirînan belav dikin. Laşê xwe, ji yên pey xwe re, ji avakarên jiyanê re dikine çeper. Jin niha, ne di vîtrînan de, li bazarên koleyan de û di tarîtiyan de, ew niha li lûtkeyên çiyayan û di dolên berfireh de, di navîna jiyanê de aj didin.
Li çiyayên azadiyê, jinên ku bengiyê azadiya xwe ne, bêyî ku xwe bispêrin tu kesî û alîkariyek bigirin, ji xwe hêz digirin û bi keda xwe hene. Jin, ciyên ku bimînin û jiyan bikin, bi xwe çêdikin û bêdengiya şerê jiyanê dişkînin. Her kêliya jinê, dibe jin. Jin, bi xwe zanebûnê jiyandikin. Bê tirs û bi wêrekî, bi tevahiyên şevan dimeşin û di elinda sibehî de govend digerînin.
Jiyan, hezaran hezkirinan raberî jina li çiya dike. Alîkariyê dizane, alîkariyê hez dike û bi hev re jiyanê hîn dibe. Dibe leşker, mamoste, xwendekar, cotkar, avahîsaz û li her qadê, bi hêza xwe birêxistin dike. Jinên kurd ên li çiya, keçên ciwan; her yek ji wan fedayiyên Rêber Apo ne. Bîrdozî û perwerdehiya Rêber Apo, parastina gel dike û parastina xwe dike. Nih jî jin ji azadiyê re bask li hev didin. Jin, ji nû ve dibe jiyan û jiyan xwe di jinê de dibîne.
Arjîn Amed
- Ayrıntılar
“XWEDAWENDA PARASTINÊ”
Di ew neqşên wê yên kûbar de seriyê jineke rûheyv an marek. Destpêkê mirov ji hev dernaxe, ka ev jineke an marek e. Sekneke cidî, jixwebawer û melûl heye. Tu ji kîjan milî de lê binêrî, her dem bi rûkenî tamaşeya te dike. Bi vê sekna xwe fena xwedawendekê ye yan jî fena bûkeke berxêlî ye. Rûyê wê fena heyva çardehî dibiriqe. Di nêrandina destpêkê de ji mirov re dibişire û tebesûmekê belav dike. Her dem bi rûkeniyekê pêşwazî dike. Jixweber di mirov de merak û hezkirinekê diafrîne. Li ser serê wê tiştek mîna tacekê heye. Ev tac bi rengê kesk, sor û zer xemilandî ye. Ya balkêş jî tam li ser tacê jî stêrkeke bi rengî sorî heye. Nêrînên wê, dilê mirov aram dike di nava sê gulên rengê xwînî de. Dilsozî û germahiyek her jê difûre. Du qiloçên kovanî û badayî bi rengê zerî û keskî, bi wan ve jî du tiştên guharî fena şembelîlkan xwe berdane jêr. Di navbera herdu qiloçan de, du qiloçên bi rengê reşber ber bi jor ve mîna serê şûrekê hilkişiyane. Du çavên mezin bi rengê şînî û fireh û xezalî, wekî çavên koviyan dixuyin. Li ser stûyê wê, sîng û berên mezin xuya dikin, gelek spehî ne û gerdaneke bi rengê pembeyî yan aqûtî xwe lê pêçaye. Di navîna gerdenê de mûcewhereke mezin bi rengî şînî heye. Ev bi şiklê dil e. Ber bi jêr ve motîfên kesk, sor û zer hene. Neh gulikên di nav wan de bi xalên keskî di nava rengê sorî de kemilîne û laşê wê yên pûlik pûlikî fena leylanên çemê Dîclê dibiriqin. Bejna wê, ya marek e û her diçe ber bi dûvê ve zirav dibe û bi mareke xwedî tac diqede. Ev mar mê ye an nêr e, ne diyar e, bes di stûyê wê/wî de jî gerdaneke xelekî heye. Ev gerdan sor e. Li serê mar tacake bi motîfên delal xemilandî heye. Zimanê xwe di nava diranên xwe yên mircanî de derxistiye û li ser şeş marên biçûk sekiniye. Bes bi tevahî dozdeh mar in, ji wêne tenê şeş xuya dikin. Jixwe ev mar lingê wê bixwe ne. Li ser serê van marên biçûk jî, di qiloçikên biçûk hene.
Belê min hewl da hinek nîgara Şaha Maran bikim. Li Mezopotamya û li Anatolyayê li dîwarên gelek malan wêne û resmên Şaha Maran an jî Şahê Maran hene. Di çîrokê de Şahê Maran tê gotin, bes dema mirov li koka peyvê dinêrê, xîtap ji bona tiştek mêr e. Ku wekî Şaha Maran bê gotin belkî bi ya min wê baştir bibe. Lê wekî Şahmaran jî em bi nav bikin, wê nebe pirsgirêk. Dema ku tu li Kurdistanê dikevî malekê, kevala(tablo) Şahmaran li ciyê herî xweş ku baş xuya bike tê daleqandin. Piranî li eywanan û li odeyên mêvanan tê hilawestên. Hinek ji wan bi çarçoveyên cam in û rengorengo ne. Di nava wêneyan de, belkî ya ku destpêkê bal dikşîne ew e. Ji ber ku gelek xwedî raz û nepenîbûnê ye. Di nava xwe û yên temaşekar de girêdaneke efsûnî diafrîne. Bi taybet jî di navbera wê û jinan de. Her çiqas sedama wê baş neyê zanîn jî, ji bona jinan wekî “xwedawenda parastinê” ji nav cihêzên keçan kêm nabe.
Me di destpêkê de jî gotibû ku, di kevalê de jin, mar, tac, qiloç û motîfên efsûnbazî di nav hev de ne. Di kevala Şahmaran de, ku mirov yek bi yek li ser bisekine;
Jin: Aafirînera serdema neolîtîkê ye û xwedawend e. Li ser her dîwarê şikeft, heykel, mabedek heykelên jin an dayîka xwedawend kêm nabe. Di jiyana mirovantiyê de, ji sedî 98 bi awayî derbas dibe. Di pêşengiya jinê de civaka xwezayî bi pêş dikeve, bi dest jinê çandinî û kedîkirina lawiran bi pêş dikeve û şoreşeke ku hê jî bandora xwe didomîne dide destpêkirinê. Ev rihê xwedawendiyê hiştiye ku tu carî civaka xwezayî li hember şaristaniya derewîn tune nebe. Ev berxwedaniya parastina civaka ehlaqî û polîtîk, kiriye mijara peyker, destan, çîrok, mît û mîtosan.
Vaye Şahmaran jî yek ji wan sembolan e. Her etnîsîteyek, her gelek di seyra dîrokê de ji xwe re motîfeke xwedawendiyê hilbijartine. Ev motîf, bi piranî çand û kevneşopiyên wan û têkiliyên wan ên civakî rave dikin. Û her xwedawend di bingeha xwe de xweşik û çeleng in. Jin di resmê Şahmaran de temsîla zanebûn, wijdan, adalet û xweşikbûnê û tevahiya van hemûyan temsîla xwedawendiyê dike.
Mar: Li gorî mîtolojiyan mar sembola ciwantî û bêmiriniyê ye. Mîna mît û mîtosên olî, ku mar wekî çavkana xerabiyê bi nav dikin û bi vî awayî êrîş birine ser jinê, aliyên propagandayî ne. Di rastiya xwe de, mar temsîla xerabiyê nake. Lewma di tenduristiyê de jî, sembola dermaniyê ye. Ji ber ku mar her dem kirasê xwe diguhere, tê bawerkirin ku ew her dem ciwan dimîne û bêmirin e. Ji ber ku heman rewş di xwezayê de jî heye. Çawa ku darek payîzê pelên xwe diweşîne û biharê dîsa şîn dibe, mar jî wisa ye. Loma xwedawend xwe ji hêza mar bêpar nahêlin û di kevalê de di navbera jin û mar de girêdaneke laşî û rihî heye.
Tac: Her çiqas tac wekî sembola desthilatdariyê bê fêmkirinê jî, lê di rastiya xwe de ne wisa ye. Di serdemên ku jin pêşengiya civakê dikirin, civakeke xwezayî, ehlaqî û polîtîk hebûn tac hebûne. Di wan deman de padîşah, şah û serdestên dîtir jî nîn bûn. Lewre tac jî li gorî wê demê, pêşengî û pîrozbûnê jinê rave dike.
Qiloç: Li gorî mîtolojiyan qiloç xwedî wateyên cuda cuda ne. Di wêne an resmê Şaha Maran de hem qiloçê badayî an gopalî heye hem jî qiloçê serberz heye. Qiloçê badayî sembola bereket û zayînê ye. Ji ber ku di neolîtîkê de jin zayîn dikir û pê re zayîna axê jî pêk dianî. Giha berhev dikir, erd diçand, alavan diafirand û lawiran kedî dikir. Yekem bi karê derman re mijûl bû. Qiloçê serberz jî, sembola bihêzbûnê diyar dike.
Motîfên Efsûnî: Efsûnî sembola zanebûnê ye. Her çiqas ev ji hêla şaristaniyê ve ji wekî “Pîrebok” hatibin berevajîkirinê jî û pê re jî vê kirine hinceta şewitandina wan, di rastiyê de ev ne wisa ye. Ev zihniyeta sîstema mêrê kone ye. Ev zihniyet, bi heman rengî, sîstema xwe li ser kolekirina jinê û tunekirina çanda xwedawendiyê aniye heta rojên me yên îroyîn. Dema ku vê yekê kiriye jî bi mîtolojiyan vê xemilandiye. Ji bona vê, şerê di navbera Înanna û Enkî, Mardûk û Tîamat her tiştî radixe ber çavan. Di encamê de wateya bingehîn a zindîbûnê jî, xwezanîn e. Ji bona ku ev derewên şaristaniyê bê fêmkirin, mirov li dîroka nîvcomayî ya Dayîk-Xwedawend binêre wê bes be. Lewre, di Şaha Maran de ev hêl aşkere ye.
Em van hemûyan di nav hev de binirxînin, bi ya min em ê bigihên encameke wisa ku, wêneyê Şahmaran an Şaha Maran, di nava xwe de xweşikbûn, ciwantî, bêmirinî, zayîn, ehlaq, polîtîka, hêz, bereket û tevahiya van hemûyan de wêne ya Dayîk-Xwedawendekê ye û xemgîniya xiyaneta şaristaniya çînî ji wêne difûre. Dayîk-Xwedawendeke wisa ye ku, her dem xwe nû dike û heta hetayê jiyan dike. Bi her hêlên xwe bi xwezayê re di nava hevsengiyê de ye. Lewma ekolojîk e. Digel ewqas êrîşên mêrê kone û şaristaniya derewîn li ber xwe daye û xwe gihandiye roja me ya îroyîn.
Loma li her malê, li quncê herî baş wêneyê wê tê hilawestin û herî zêde jinên ciwan lê xwedî derketine. Sedema ku jinên ciwan wisa bi hesret lê xwedî derketine jî, hesreta azadiya civaka neolîtîk e.
Lê mixabin, ev deh salên dawîn ji hêla zihniyeta mêrê kone, ji hêla îdeolojiyên şaristaniyê ve, bi paşgotin û bi dij-propagandayên mîna; “Malên ku resmê Şaha Maran hebe, milyaket nakevinê” kevalên Şaha Maran yek bi yek ji malan hatin daxistin, keval hatin şikandin. Jixwe sîstema şaristaniyê carekê xiyanetê li Şahmaran kiribû û ew kuştibû. Niha jî ew sîstem bi xurafeyên olî, duyemîn car di şexsê Şahmaran de hewl didin careke din jinê bikujin û sembol, wêne û motîfên ku xwedawendiya jinê û lêgerîna azadiya jinê tîne bîra mirovan jî ji holê rabikin. Her hal ewqas kuştin û kolekirina jinê têrî wan nekiriye!
Ji berê de çîroka Şahmaran an Şaha Maran ji şevbuhirkên kurdan kêm nebûne. Di şevên zivistanî yên dûr û dirêj de, li derdora sobeyan tê vegotin. Di civaka kurdan de, vegotin huner e. Li civatan dema ku çîrok tê vegotin, xemgîniyek belav dibe. Waxewax tê kişandin. Dengbêj, rûspî, zane an her kî be, dema ku dest bi çîrokê dike, destpêkê vê dibêje; “Şahmaran şermeke mezin a mirovantiyê ye”Ji ber ku Şaha Maran keseke zane, alîkarxwaz bû, bi zimanê xweza û lawiran dizanibû û dostê wan bû..
Berî ku em derbasî çîroka Şahmaran bibin, divê mirov hinekî din jî, Şahmaran û nexşên wê şîrove bike. Bi ya min gelek sir û raz di wan nexşan de veşartî ne. Mirov dikare tê de mîtolojiyeke bêdawîn bibîne. Ji ber ku ewqas tişt di nav hev de ne, despêkê ji mirov ecêb tê, lê dema mirov baş bala xwe didiyê, her motîf bi zanebûn û hostetî li hev hatine û her yek ji wan sembola tiştek in û xwedî wate ne.
Efsane an destan, ji mîtolojiya Hîtîtan şopan dihewîne. Hîtîtî (B.Z 1600-1250) di navbeyna Enatolya û Mezopotamyaya Jorîn de jiyane. Heta di hinek çavkanan de tê gotin ku, li Torosan li bajarê Tarsûsê ku girêdayî Mêrsînê ye, şikefteke bi navê Şahmaran an Şahê Maran heye. Di gernameya Evliya Çelebî de jî ku tê gotin, li Mîsîsa Ceyhana Edeneyê ku li Çûkûrovayê ye, kelayeke bi navê “Evsafı Kal’aî Şah Maran” Kelaya Şaha Maran heye û ev kela ji hêla maran ve tê parastin. Ji ber ku Şahmaran ji bona ku xwe ji însanan biparêze di bin erdê de ye, di hemû guhertoyan de, kunek heye û ev kun gelek baş nixumandiye. Encax bi tesadûfan bê dîtin. Dema ku destan tê vegotin, bi gelek guhertoyên(versiyon) cuda cuda tê vegotin. Li gorî herêman, welatan jî cudahî hene. Nav diguherin, qewimîna bûyerê diguherin, bes cewher naguhere. Ma jixwe ev ji bona hemû destanan ne wisa ye? Her etnîsîte, herêm an netew rengê xwe li gorî çanda xwe didê. Ev efsaneyan ku bi rojan vegotina wan naqede, belkî di vê nivîsê de cî dayîn wê rast nîn be, bes bi kurtasî be jî em hinek qala dawiya efsaneyê bikin wê baştir bibe. Jixwe dengbêj encax di donzdeh şevan de dikaribûne biqedînin. Rojek ji rojan rehme dê û bavê guhdaran çîrok an efsane despêdike û zaneyên vegoter vê gotinê dibêjin; “Ev çîrok şerma însana ye” û ji devê vegoteran bi çavên şil tê guhdarîkirinê û fena hungiv dikeve şevên reş î tarî.
Şaha Maran, şaha maran bûye. Ne tenê bandora wê li ser maran hebûye, li ser hemû giyanewerên xwazayê hebû. Lê ew tu carî vê hêza xwe bi nebaşî bi kar neaniye. Jixwe Şaha Maran hêza xwe ji zanebûna xwe digire. Xwediyê hemû zanebûna gerdûnê bûye. Her dem riya heqîqetê de bûye. Zimanê hemû heywanan dizanibûye û dîroka her tiştî zanibûye. Ew her dem ji mirovan direviya. Ji ber ku azweriyên ezezî yên mirovan baş dizanibûye. Her dem zanebûna xwe ji wan veşartiye. Ne tam mar bûye, ne jî tam jin bûye; ne tam av bûye, ne jî tam agir bûye. Nîv şev, nîv roj bûye. Ji nivî laşê xwe jineke bedew, li serê wê taceke bi heybet hebûye. Lê ji nîvî laşê xwe mar bûye. Ew xwedawenda hemû mar û giyaneweran bûye.
Reva Şaha Maran a ji însanan, heta ciyekê diçe. Rojekê li gorî hinekan Mîrze Mihemed, li gorî hinekan Memed, li gorî hinekan Cansap... Digel ku Şahmaran ji mirovan direviya jî, hesreta wê ya dîtina mirovan jî hebûye. Lê xiyaneta mirovan jî baş zanibûye. Li gorî versiyonekê; rojek du kes li daristanê dar berhev dikin. Piştî baraneke bi şid, gelek şil dibin û ji bona ku xwe ziwa bikin, dikevin şikeftekê. Di şikeftê de tahtek bala wan dikşîne. Bi heftbela dema ku taht radikin, dibînin ku di bin taht de bîreke hungûvîn heye. Herdu kes, dest firotina hungiv dikin û her diçe dewlemend dibin. Lê yek ji wan, ji ber çavnebariya însanî, ji bona ku dest bide ser hemû qezencan, hevalê xwe di bîrê de dihêle û ew ji mirinê re diterkîne. Ew zilam an xortê ku di bîrê de dimîne û piştî demekê bi tesadûfî leqayî ciyê maran tê. Dema ku ferq dike, derdora wî hemû mar in, -bi hezaran- qîrek dike û ji ser hişê xwe ve diçe. Lê piştî ku şiyar dibe, dema ku mar pê re diaxivin, tirsa wî diçe. Ew dibin, hizûra Şaha Maran. Êdî carek ciyê wan hîn bûye. Xort li hember xweşikbûna Şaha Maran efsûnî dibe. Bes wisa dixuye, dilê Şaha Maran jî bi xort germ dibe. Şaha Maran ku bi hezaran salan xwedî temen e, li hember vê rewşê hestên wê yên hezkirin, xemgînî, heyecan û biryarî tevlihev dibin.
Sal û dem dibûhirin, her roj sohbet dikin, bes digel ku ewqas hînî hev dibin û navbera wan gelek xweş e jî, xort dibêje; min bêriye gundê xwe, dayîka xwe û hevalên xwe kiriye. Gelek israr dike. Lê nabe! Şaha Maran dibêje; “Min soz daye ku ez ê careke din bi însanan baweriya xwe neynim. Ez nikarim destûr bideme te, da ku tu derê rûyê erdê” Xort, bi rojan, bi mehan bi salan dimîne û gotin ji dev dernayê. Lê hember vê yekê dilê Şaha Maran ranagire û digel ku dizane wê însan bêbextiyê lê bike jî, destûr didê. Tabî di vê navberê de, xort ji Şaha Maran kêm be jî dîroka hezaran salan hîn dibe, dîroka mirovantiyê hîn dibe, zanîna xwe gelek bi pêş dixe.
Tabî di çîrokê de tişta ku dertê holê, hêla zeîf a Şaha Maran evîn bûye. Ji ber vê yekê destûr dide ku xort derê rûyê erdê. Digel ku dizane wê xiyanetê lê bike jî! Li gorî gotinbêjan, berî xort bişîne wiha gotiye; “Belê, ma ez ne nîv însan im? Ev xala zeîf a însanan derket hemberî min. Li ser vê axê, evîn mirin e. Ev dibe ku şah be jî bi kêr tiştek nayê”
Dema ku xort sozên ku bêbextiyê neke dide, Şaha Maran dibêje; “Nebe nebe sozan bidî. Ez naxwazim tu ji soza xwe vegerî. Ji ber ku dizanim, însan zeîf in. Tu yê dawiyê dawîn xiyanetê li min bikî. Yek daxwaza min ji te heye, neçe hemamê.”
Ji ber ku li gorî efsaneyê, kesê/a ku Şaha Maran dîtibe, dema ku av li laşên wan dikeve, laşên wan pûlik pûlikî dibe. Ji ber vê yekê, xort ji gundê xwe dûr dikeve, bi salan bi tena serê xwe jiyan dike. Lê roj tê, dewran diçe, keyek(qralek) keça wî bi nexweşiyeke bêderman dikeve û li gorî efsûnbaz û rûspî dibêjin, encax derman avdonka goştê Şaha Maran e. Mesele tê ser dîtina Şaha Maran, dibêjin ku yên ku ew dîtibe, av li laşê wan bikeve, pûlik bi pûlik dibin. Li ser vê yekê ferman tê dayîn û hemû mêrên li welêt yek bi yek têdixin avê, dawiya dawîn dor tê xort û rewş tê fêmkirinê. Her çiqas li ber xwe bide jî, piştî tadeyî û îşkeceyan, xort li ser soz xwe namîne û biryar dide ku ciyê Şaha Maran ji leşkerên keya re bibêje.
Li gorî hinek dengbêjan, dibêjin ku xort diçe cem Şaha Maran û rewşê jê re dibêje. Şaha Maran li hember vê yekê; “Min negot li ser vê axê, evîn mirin e. Lê bila mar nizanibin ez diçime mirine” û daxwaza wî xortî naşkîne û bi derketina rûyê dinê re, ji maran re dibêje, belkî ez demek dirêj venegerim, li benda min nemînin. Ji ber ku Şaha Maran dizane ku ew bê kuştin, wê mar ji însanan heyfa xwe bigirin û wê dawiya însaniyetê bê. Lê li gorî hinek guhertoyan jî, jixwe rasterast tevlî leşkeran diçe warê Şaha Maran, xort ew qanî dike, derdikeve rûyê erdê û leşker ew digirin û dikujin.
Ji ber vê yekê, li gorî dengbêjan tê gotin ku, hê jî haya maran ji mirina Şaha Maran nîn e. Ku pê bihesin, wê toleke mezin ji mirovan bigirin. Kî dizane belkî roj bê pê bihesin û tola hezaran salan ji şaristaniyê û mêrê zilimkar û kone bigirin!
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Piştî mirina zivistana sar û qeresî, demsala biharê ji rojhilat hiltê û li welatê çiyayên efsanewî dibê mêvanekî ezîz. Av li daran digerê, gîh ji binê axa germ serê xwe radikê û bi roja zêrîn re dikenê. Li çiya û baniyan berfa spî û sar dihelê, dilop bi dilop dicivê û berve xwarê diherikê. Av ji çiyayên bilind û baniya bi keyfxweşî diherikê. Xûnceyên daran dipişkivin û nêrgiz, berfîn û beybûn rengê xwe didin xwezaya welatê bihuştê.
Demsala ciwanî û xweşikbûnê bi meha Adarê re tê, Adar jî wek navê xwe, xemla hemû mehan û demsala ye. Adra, an jî Avdar û bi gelek navên xwe yên din, di xaknîgar û mêjûyê Kurdistanê de xwedan cih û wateyek pir cuda û bibandor e. Meha adarê ji bo gelê kurdistanê û ji bo xwezaya kurdistanê meha vejînê ye. Meha ku hêviyên azadiyê di dil û mejiyê gelê me de dipişkivin û şîn dibe dara berxwedaniya ji bo jiyanek biwate û azad. Meha adarê ji bo gelê Kurd meha berxwedaniyên mezin e, meha têkoşînê, serhildanê, qehremantiyê, netewîbûyînê û meha cejna me ya dîrokî Newrozê ye. Adar mehek tijî roj û boneyên watedar û girîngin. Heman çi meh bi qasî meha adarê tê de roj û cejn û boneyên girîng nîne.
Wek me got, meha adarê tijî rojên girîngin. Hin rojên şahî û cejna ye, hin rojên berxwedanî û qehremantiyên mezin e û hin roj jî tijî xem, şîn û êş e.
1 Adara sala 1979 Mele Mustefa li Amarîkayê mir.
3 Adara sala 1193 Selahedîn Eyûbî Sultanê Kurd ê mezin li Şamê çû ser dilovaniya xwe.
6 Adara sala 1975 Peymana Cezairê di navbera Sedam Huseyn û Şahê Îranê de li dijî Kurdan hate îmza kirin. Bi vê Peymanê jî şoreşa başur bi bin keft.
8 Adarê her sala roja jinên cîhanê ye. Gelê Kurd, bi taybetî jî jina Kurd a tekoşer vê rojê bi têkoşîn, berxwedanî û serhildanên mezin pêşwazî dike û bi rengê xwe yê kurdewarî pîroz dike.
8 Adara sala 1991, di raperîna gelê başûrê Kurdistanê de bajarê Suleymaniyê ji aliyê gel ve hate azadkirin û li bajarokê Çemçemal û herêma Şarezor destpê kir.
9 Adara sala 1989, hunermendê kurd ê mezin Mihemed Şêxo, ku gelek salan ji bona Kurd û Kurdistanê xebat kiribû û bi dengê xwe stran gotibû, çû ser dilovaniya xwe.
12 Adara sala 2004 an li bajarê rojavayê Kurdistanê Qamîşlo, erebên faşîst êrîşê ser Kurdan kirin û gelek kes şehîd xistin, li ser vê yekê gelê Kurd li qamîşlo rabû serhildanê û ev serhildan di nava rojekê de li tevayî rojavayê Kurdistanê belav bû.
13 Adara sala 1974, Leyla Qasim, ew keça Kurd a şoreşger bi destê sîstema Îraqê ya şoven hate darvekirin û Leyla bû sembola jina Kurd a şoreşger û azadîxwaz.
16 -17 û 18 Adara sala 1988 Sîstema Sedam Huseyn ya şoven komkujiya Helepça li dijî Kurdan çêkir.
19 Adara sala 1991 li başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Sedam Huseyn a faşîst, gelê Kurdistanê rabû raperînê û gelek bajarên Kurdistanê azadkirin.
21 Adarê, cejna Kurd a dîrokî Newroz e. Berî zayînê bi şesed salî, Rêberê Medya Kawayê Hesinkar serî li dijî dehakan rakir û împratoriya Med avakir. Cejna Newrozê, an jî Roja Nû ji aliyê tevayî gelên Arî vet ê pîroz kirin. Di heman dem de, newroz sersala Kurdan e.
21 Adara sala 1590 Li Stenbolê di navbêra her du dewletên dagirkerên kurdistanê, Sefewî ê Osmaniyan de peymanek hate mohirkirin. Li gorî vê peymanê, Loristan û Şarezor dikeve bin destê Osmaniyan de.
21 Adara sala 1982, Kawayê hemdem ê Kurdistanê, ciwanê şoreşger û mîlîtanê PKK ê mezin, Mazlum Dogan li hemberî zagona dewleta tirk a faşîst bedena xwe da ber agir û newroz bi agirê laşê xwe pîroz kir. Di gelek salên cuda de, qehremanên Kurd, keç û xurtên agir û rojê, di roja newrozê de agir berdan bedenên xwe û rêça Mezluman domandin. Ji wan jineşêran, heval Zekiya Alkan(1990) li Amedê, hevala Bêrîvan û heval Ronahî(1994) li bajarê Mannheim a Almanya çalakiyek bi agirê bedena xwe lidarxistin.
21 Adara 1992 Rehşan Demîrel bi navê xwe yê kod Sosin li Qedîfeqeleya Îzmîrê xwe di roja Newrozê de şewitandin.
21 Adara sala 1992, di serhildanên gel ên li Cîzre û Nisêbînê 93 Kurd şehîd ketin.
21 Adara sala 1985, Eniya Rizgariya Netewa Kurd(ERNK) hat damezrandin.
24 Adara sala 1994, dewleta faşîst û şoven a Suriyê agir berdan zindana Hesekê. Piraniya girtiyan Kurd bûn, dewleta Suriyê bi şewtandina vê zindanê re bi dehan Kurd kuştin.
24 Adara sala 2002, Seydayê Tîrêj, helbestvanê Kurd yê ji rojavayê Kurdistanê çû ser dilovaniya xwe.
28 Adara sala 1986, fermandarê efsanewî yê hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) Mahsum Korkmaz li çiyayên Gabarê(Botan) şehîd ket.
28 Adara sala 2005, Kongreya jinûva avakirina PKK dest pêkir û di 4 nîsanê de jinûva avakirina PKK hat ragihandin.
30 Adara sala 1972, komkûjiyan Qizildere pêk hat. Di vê komkûjiyê de, hêjmarek pir mezin ji şoreşgerên Tirkiyê şehîd ketin.
31 Adara sala 1947, Serokê komara Mihabadê Qadî Mihemed li meydana çarçira ligel hevalên wî yên ku komara Muhabadê îlan kiribûn, bi darvekirin.
- Ayrıntılar
Her sal di destpêka demsala buharê de, tevayî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên şoreşger û milîtanên tevgera APOYÎ roja 8’ê adarê pîroz dikin. Ev rojek gelekî bi wateye û cihek xwe yê taybet di dîroka têkoşîna azadiya jinê de heye. Ev ne tenê cejnek jina ye, di heman dem de jî nîşana berxwedaniya jinê li hemberî mejiyê zagona baviksalarî û desthilatdariya mêra ne. ew rojek cîhanî ye û ji aliyê her netew û civakekê ve bi awayekî taybet tê pîroz kirin.
Roja 8’ê Adarê xwedan dîrok û raboriyek(geçmiş) pir dirêje, raboriyek tijî êş, kul, birîn, kûştin û zilme. Berxwedaniya jinê ya bêhempa, bedel û fedekariyên pir mezin her kes neçarkir ku 8’ê Adarê wek roja jinên cîhanê bipejirînin.
Gelo çima saxma(özellikle) roja 8’Adarê?
Di sala 1857’ê de Netewê Yekbûyî roja 8'ê adarê weke Roja jinên cîhanê qebûl kir.
Her çend ev roj di asta navnetewî de di salên 1970'î de hatibe qebûlkirin jî, bûyer û daxwaza pîrozkirina vê rojê ya weke rojeke hevbeş ya jinên cîhanê rastî salên 1800’î tê. Di 8’ê adara sala 1857an de jinan li New Yorkê(Dewletên Yekbûyî Emerîka) grevek li darxistin. Jinan bi greva xwe daxwaz dikirin ku saeta wan ya kar dakeve 8 saetan û heqdestekî weke hev ji wan re were dayîn. Lê belê di encama grevê de kargeha(fabrika) jinan hate şewitandin û bi qasî 100 jin di encam vê bûyerê de mirin. Her çend jinan bi grevê daxwaza xwe dabin qebûlkirin jî, têkoşîna bi rêxistinî ya ji bo mafên jinê di salên 1900î de destpê dike. Di sala 1903’an de li Emerîkayê ji bo parastina mafên jinê yên aborî, polîtîk û kesayetî "Kualîsyona Sendîkayên Jinan" hate sazkirin. Di yekşema dawî ya sala 1908an de jinên sosyalîst li New Yorkê, ji bo mafên xwe yên dengdan, polîtîk û aborî meşek pêkanîn. Her wiha ev roj weke yekem xwepêşandana "roja jinan" tê qebûlkirin. Li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê lêgerîna jinan ya ji bo mafên xwe, di sala 1909ê de jî, bi beşdariya 2 hezar kesî xwepêşandanek pêk hat û piştî vê xwepêşandanê bi beşdariya 20- 30 hezar jinên karkerên tekstîlê greveke giştî hate destpêkirin. Karkerên jin, di greva xwe dixwestin ku şertûmercên xebata wan were başkirin û heqdestek baş ji wan re were dayîn. Kualîsyona Sendîkaya Jinan pêwîstiya jinên di vê grevê de pêşwazî kir û kefaleta jinên ku di vê xwepêşandanê de hatibûn girtin da.
Têkoşîna Jinên Emerîkî, jinên Ewropayê jî bandor kiriye. Di sala 1910’an de li Kopenhagê Konferansa Jinên Sosyalîst a Navnetewî ya II. hate li darxistin. Di konfresansê de Clara Zetkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman, pêşniyar kir û pêşniyara wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin, yekem roja Jinan ya Cîhanî di 19 adara 1911’an de li Almanya, Avusturya û Danîmarkayê hate pîrozkirin. Giringiya vê rojê ew bû ku qralê Prusyayê di sala 1848’an de hin reform mohr kiribû û di nava van reforman de jinê karibin mafên xwe yên dengdanê bikarbînin. Lê belê ev reform nehate pêkanîn.
Pîrozkirina 8 adarê weke roja Jinên Cîhanê jî, di sala 1972’an de bi organîzasyoneke mezin ya bi navê "Tevgera Adarê" ya li Sidneyê hate kirin, destpêkir. Piştî ku Netewên Yekbûyî navbêra salên 1975-1985an weke "Deh Sala Jinên Netewên Yekbûyî" îlan kir, di 16’ê kanûna 1977’an de jî 8’ê adarê weke "Roja Jinanên Cîhanê" îlan kir ku were pîrozkirin. Di salên piştî vê de welatên endamê Netewên Yekbûyîne 8’ê adarê weke roja Jinên Cîhanê Pîroz kirin.
Li Kurdistanê yekem tevgera nûjen ya jinan di pêşengiya PKKê hat pêşxistin. Bi sedan jinên Kurd tevlî şoreşa azadîxwaz bûn û li hemû qadên têkoşînê cihgirtin. Li ser çiyayên Kurdistanê jina Kurd li hemberî dewleta faşîst a tirk şerkirin û bi hezaran destanên qehremaniyê nivîsandin. Têkoşîna jina Kurd a şoreşger ne tenê li hemberî dagirkerên kurdsitanê bû, di heman dem de, li hemberî mejiyê civakê yê ku derfeta jiyana azad nedida jinê bû jî, di hemandem de, têkoşîna jina şoreşger li dijî hemû nêzikatî û çemkên paşverû yên mêrên di nava şoreşê de bû jî. Jina Kurd a şoreşger, li hemberî dagirkerên Kurdistanê, li hemberî paşverûtiya civakê, li hemberî mejiyên desthilatdar ê mêr û di heman dem de jî li hemberî nêzikatiyê paşverû û klasîk ên jinê bixwe jî têkoşîn dikir.
Têkoşîn Û qehremaniya jina Kurd a di nava PKK de, nêrîna civakê û ya hevalên xwe yên mêr jî da guhertin. Êdî di Kurdistanê de ne jin jina berê ye û ne jî mêr mêrê berê ye. Di ronahiya felsefe û perspektîfên Rêber APO de bîrdoziya azadiya Jinê pêşket û pê re jî, rêxistina jinê jî pêşket. Hin paytîbûyîna jinê û him jî artêşbûna jinê di nava PKK de bi bedel û fedekariyên pir mezin pêşket. Tevgera jinê ya xweser(özgün) di sala 1988’an de jî, xwe weke Yekîtiya Jinên Welatparêzên Kurdistan YJWK çêbû. Her çû hêjmara jinê di nava artêşê û partiyê de zêde bû û di encamê de jî, pêwîst bû ku rêxistin jî firehtir bibê. Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd, di sala 1995’an de bi navê Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistan YAJK saz kir. Êdî têkoşîna azadiya bi giştî û ya jinê taybetî pir gav avîtibûn û pêwîstî bi partîbûyînê hebû. Ji lewra Yekîtiya Azdiya Jinên Kurdistan YAJK ’ di sala 1998’an de weke PJKK ango Partiya Jinên Karkerên Kurdistan xwe kire partî. Di sala 2000’î de Tevgera Azadîxwaz ya Jina Kurd bi kongreya xwe ya 3’emîn ya Awaret li darxist û ji nû ve xwe weke Partiya Jina Azad PJA bi nav kir. Partiya Jina Azad PJA ji bo azadiya Jinan tê dikoşe. Di salên dawiyê de navê PJA hat guhertin û bû PAJK(Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê).
Lê di sala 2005’an de, êdî tevgera jinê ji partiyê mezintir bû û gelek şax û milên tevgerê çêbûn. Êdî aliyê jinê yê leşkerî, siyasî, civakî û bîrdozî çêbibÛn û pêwîstî bi komkirina van hemû xebatan di bin sîwanekê de hebû. Li ser perspektîfên Rêber APO, di buhara sala 2005’an de, Koma Jinên Bilind(KJB) hat ragihandin. Ev zagona jinê ya herî bilind e û di nava wê de hemû rêxistin û xebatên jinê yên li 4 beşên Kurdistanê û derveyî welat xwe rêxistin kirin. Rêxistinên jina şorşeger li Kurdistanê têkoşÎna azadiyê didin evin:
PAKJ, YJA, YJA-STAR û jinên ciwan. Her wiha jî, li her perçeyekî Kurdistanê rêxistinên jinê yên xweser hene.
Jina Kurd a evqasî bihêz û rêxistinkirî, garantiya serkeftina roja 8’ê Adarê ye. Jina Kurd a şoreşger jib o pêşengtiya tevayî jinên kedkar û azadîxwaz yên cîhanê berendam e.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –II-
Her desthilat dema ku hewl dide pergala xwe serdest bike, berî vê bike bingeha wê ya zihnî ava dikin. Heta ku bingeha zihnî nîn be, tu hêz an sîstem ne mûmkûn e ku bi ser bikevin. Me di nivîsa din jî diyar kiribû, di dema klan û neolîtîkî de bi qasî 3 MILYON salan jin-dayîk pêşengiya civakê dike. Dema ku berî 5 hezar sal berê ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ dertê dika dîrokê û çav berdide hemû nirxên mirovahiyê û berhemên jinê, destpêkê bingeha zihnî ava dike. Ev yek jî di pêşengiya RAHÎBÊN SÛMERÎ de pêk tê.
Encameke herî girîng ku ji parêznameyên Rêber Apo em derdixînin, her rastî û heqîqet hatine înşakirinê. Belkî di dema jiyana klanî de ku her tişt zindî û xwedî rih dihate dîtin û di rêveçûna dîrokê de wekî serdemên anemîzm û piştre totemîzm tê binavkirinê, bi serdema mîtolojîk û teolojîk re, bi taybetî bi heyama El-Ubeyt re (B.M.5500) zihniyeteke nû gav bi gav tê înşakirinê.
Em ê di berdewamiya nivîsên din de bahsa kitekita derketina vê zihniyetê bikin. Bo me ya girîng ew e ku, bingeha vê zihniyetê di dema sûmeran de -berî 5 hezar salan dertê asta herî jor- te avêtin. Hemû olên heyî bingeha xwe ji mîtolojiyên sûmeran digirin. Wekî mînak sûmeran hezar û pêncsed Xweda afirandine û her yek ji wan navek li wan kirine. Bingeha mîtolojiyên wekî Enkî-Înanna, Mardûk-Tîamat, Adem-Hewa, Nûh, Zeûs-Athena û hwd. wê demê têne avêtin. Çi dibe wê demê dibe. Jin bi sûmeran re ji qata Xwedawendiyê dikeve û dikine fahîşe. Yekem mala giştî ku Musakkatîn tê gotin, li bajêrê Nîppûrê ava dibe.
Di mîtolojiya Mardûk-Tîamat de ku di dema babîliyan de tê afirandin, jin bi tevahî winda dike û sazûmana serdest a mêrê zilimkar tam bi ser dikeve. Tabî li hember vê jî jin 3 HEZAR salan li ber xwe dide. Di her mîtoliyê de ketina jin-xwedewand bi zêr û ziber kirine û avabûna dinyayê jî, bi Xweda-Xwedewenda îzah kirine. Yanî dema ku em li mîtolojî û teolojiyên olî binêrin, dinya di heft rojan de tê avakirin, destpêkê mêr çêdibe, ji hestî an pîsiya mêr jî jin ava dibe. Çîrok wisa didomin. Her yek ji van mîtolojiyan hatine înşakirin. Yanî wisa mirov di carekê de bi destê xwedayan hatine afirandin û jin jî ji tiştek mêr çêbûne. Lê rastî ev e. Na! Ji bona ku em bikaribin ji van doxmayan xwe rizgar bikin û bibine xwedî zihniyeteke nû û xwe ji bandora înşayên rahîbên sûmeran rizgar bikin, divê em avabûna gerdûn û mirovan baş bizanibin.
Der barê vê de, hem di mîtolojiyan de hem di pirtûkên olî de gelek mîtolojî hene. Lê ya rast û zanistî, tabî bêyî ku em rastiya mîtolojî û teolojiyan ji bin ve înkar bikin, divê bê ravekirin.
Li gorî lêkolîn û texmînan temenê gerdûnê 13,8 milyar e. Berî 5 milyar sal berê tu zindiyek nîn e. Bi qasî 2 milyar sal berê yekem car zindiyek yekorganîzma çêdibe. Ev jî tiştek mîna jelatîn tenik û bi proteîn e. Zindiyek gelek biçûk e û bi çav nayê dîtin. Ev zindiyek yekşane(tek hücreli) ye. Derketina ev yekorganîzmayî, bi bandora tîrêjin bi jehr ên wekî ultra-viyole, gama, îks, bi lêdana brûskan û bi gaza metanê ku di nava avê de ye, bi tevlîbûna vanan ev zindî çêdibe. Ev li labaratuvaran de jî hatine ceribandin û peyitiye. Yanî li zirûfeke îzolekirî, dema ku brûsk, gaza CH4(Metan) û tîrêjin bi jehr li hev bandor bikin, zindiyek yekşane diafre.
Ji bona ku ev zindiyê yekşane bibe pirşane(çok hücreli) 1 milyar sal dibûhire. Zindiyê yekşane ji ber pêdiviyên XWETÊRKIRIN, XWEPARASTIN û XWEZÊDEKIRIN ku vanan nîşaneyên zindîbûnê ne, neçar dimîne xwe cuda bike. Di yekşaneyan de heman şane cuda cuda xwe zêde dike, bes di pirşaneyan de mîna berê ji qutbûnê wêdetir, di nava xwe de bi genên di nava kromozoman de beridandin(evrim) pêk tê. Ev jî dibe bingeh û şêwe girtina zindiyan. Mîkroorganîzma dibe molekûl, molekûl dibe şane û şane dibin doku û organîzasyon.
Tabî hê jî jiyan di nava avê de ye. Ji ber ku li rûyê dinyayê tîrêjên bi jehrî, derfeta jiyanê nade zindiyan. Bi qasî 500 milyon sal berê di nava avê de tiştek fena kevzê, yanî tiştek fena gihayê çêdibin. Dîsa di nava avê de zindiyên bi hestî jî çêdibin. Wê demê cureyek bi navê Ampîon ku pêşiyê beq û masiya ye bi pêş dikevin. Piştî ku kevz, giha diberidin û bi pêş dikevin, oksîjenê diafrînin û ev oksîjen li dinyayê tebeqeya ozonê diafrîne û ev jî rê li ber derketina bejahiyê vedike. Zindiyên wê demê, bi tebeqeya ozonê re, hem li di nava avê de jiyan dikin hem jî li bejahiyê jiyan dikin. Bi qasî 200 milyon sal berê, ev zindiyên pişthestî(marîpişt) her diçin diguherin û zindiyên marîjok(sürüngen) bi pêş dikevin. Wekî marên roja me ya îroyîn. Ji fosîlan tê fêmkirinê, her diçe marîjokên mezin çêdibin.
Heta vê merheleyê, hê jî mirov yanî însan li peyaseyê xuya nake. Yanî 200 milyon sal berê. Xwezêdekirina van marîjokan, bi hêkan dibe û ev hêk jî pêwîst dike ku ji derve ve bên dolkirinê. Ev cure zêdebûn bi xwe re xeteriya tunebûnê tîne. Wekî mînak, cureyek balînayekê wê de, ji bona dolkirina hêkên xwe 28 milyon hêk li deryayê datîne. Encax ji van hêkên du heb têne dolkirinê. Ji ber vê rewşê, her diçe zindiyên guhanî(memeli) diberidin. Berî guhaniyan marîjok dolkirinê di nava hêkê de dikin. Lê ev jî ji bona berdewamiya jiyanê têr nake.
Bi qasî 70 milyon sal berê, zindiyên guhanî li rûyê dinê xuya dikin û di vanan de di hundirê cenînê de dolkirin pêk tê. Dolkirina guhaniyan sê cure ne;
Yekemîn; taybetiyek ku ji marîjokan maye, di cenînê hêk mezin dibe, lê piştî ku ji hêkê dertê bi mijandinê mezin dibe.
Duyemîn; guhaniyên bi tûrik in. Wekî kangurûyan.
Sêyemîn; ya herî pêşketî ye. Embriyo heye, di nava embriyoyê de zîgot bi pêş dikeve û ev bi alîkariya plesentayê mezin dibe. Yanî dolgirtin di hundir de ye û ewle ye. Di mirovan de ev cure ye.
Vaye wê demê, ji van zindiyên guhanî, 200 cure zindî ku wekî PRÎMAT(kalikê mirovan) têne binavkirin dertên rûyê erdê. Destpêkê vanan li ser daran jiyan dikin. Bes di van PRÎMATAN de mejiyê analîtîk bi pêş neketiye. Tenê hest, ajo an gûdû hene. Vanan wekî ANTROPOÎD tên binavkirinê. Bi 30 milyon sal berê her diçe diguherin û bi qasî 7 milyon sal berê, cudahiya xwe dixine navbera heywanên wekî meymûn, şempaze, gorîl û apeyan. Destpêkê ev cure li Rojhilatê Efrîka li RÎFÊ xuya dikin. 3 milyon sal berê cureyek bi navê Homorît xuya dike. Cureyên wekî Homo Eresmûs û Neandartel jî bi pêş dikevin, bes ji van cureyan, tenê cureyek bi navê HOMO SAPÎENS bi hemû heybeta xwe mohra xwe li dinyayê dixe. Piştî ku 20 hezar sal berê IV. Serdema Cemedî diqede, Homo Sapîens hebûna misoger dike.
Belê min hewl da, berevajiyê mîtolojiyan, derketina mirovê yekem rave bikim. Yanî wisa li gorî tê gotin, hema wisa ji nişka ve dinya ava nebûye. Wisa ji nişka ve mirov derneketine. Her tişt hevdu bandor kirine, hevdu bi pêş ve birine, beridîn(evrim) çêbûye û gihandiye roja me ya îroyîn.
Lewre ji bona guherîna zihniyetê, divê destpêkê em wate bidine mîtolojî û teolojiyan. Nexwe her tişt ji navendek bê afirandin û pîroz bin, wê demê em ê nikaribin dest bidine înşayên rahîbên kevn û nûjen. Ku ev jî nebe, wê her di navbera mirovan de ser-bin, efendî-kole, axa-kulamtî bidome û pergalên wekî BAJÊR-ÇÎN-DEWLET jî xwe wekî fermanên Xweda pîroz îlan bikin û li ser mirovantiyê ferz bikin.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Hemze Sîpan
Zap, di pêşketinên şaristaniyan de erkeke xwe ya pir girîng lîstiye. Çiyayên Zapê pir bilind, hişk û stratejîk in. Zap bi rêzêçiyayên Zagrosê ve girêdayî ye û erka girêdana çiyayên Behdînan bi hev re çêdike. Ji rojhilat ber bi rojava ve, Xakurkê, Zagrosan, Metîna û Heftanînê bi hev ve girêdide. Ji ber vê yekê di erdnîgariya Kurdistanê de erkeke navendî dilîze.
Di dîroka şerê PKK’ê de her dem li qada Zapê operasyon çêbûne û her dem dijmin li bin ketiye. Ji ber vê yekê bidestxistina qada Zapê ji bo dijminê gelê kurd her dem bûye xeyalek û ji ber ku nikarin bi dest bixin jî gelek aciz dibin.
Zap navenda şerê Tevgera Azadiyê di pêşengiya PKK’ê de ye. Ji bakur, başûr û rojhilat re bûye çavkaniya şoreşê. Li vê qadê hemû tevgeriyên HPG’ê û hemû organîzeyên şer tê kirin û bûye navenda perwerdehiyên kadro û fermandaran. Şervanên nû û hemû saziyên HPG’ê li qada Zapê xwedî ristekê ne.
Bi taybet di xeta parastina rewa de, erkeke dîrokî lîstiye. Di salên 1997’an de, artêşa tirk Zapê wekî “Cumhuriyeta Zapê” bi nav kir û hewl da bi hêzeke mezin Zapê bi dest bixe. Bes wê demê jî, Artêşa Tirk digel piştgiriya hêzên Başûr derbeyeke mezin xwar û heft bela xwe bi paş ve vekişand. Di 97’an de dema ku bi êrîşeke mezin ketin Zapê, Serokatiya me daxuyanî da û da zanîn ku, “ketina Zapê hêsan e, lê derketin ne hêsan e!” Piştî daxuyaniya serokatiya me ji çar aliyan de dijmin wisa derbeyên mezin xwar, matmayî ma. Piştî ku firokeya ku koordîneya leşkerî ji hêla gerîlayên me ve hate xistin û dîmen li hemû dinyayê belav bû, Artêşa Tirk li pey lêgerîna vegerê ketibû. Wê demê jî heta ku artêş xwe vekişand leşkerên bêhejmar hatin kuştin û gelek yekîneyên leşkeran li Zapê hatin hiştin û tu yek ji wan careke din malbata xwe nedîtin.
Di sala 2007’an de jî piştî ku Artêşa Tirk hewl da ji Oremarê de bikeve Herêmên Parastina Medya, li hember berxwedaniya gerîlayên me, ji çilî zêdetir windahî dan û 8 leşker dîl hatin girtin. Wê demê leşkerên ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurdistanê dîl girtibûn birin Zapê û li gorî pîvanên navneteweyî ew şandin ji malbatên wan re.
Ev jî kir ku qada Zapê zêdetir xewa dijminên gelê kurd biherimîne. Ev gelek zora rayedarên tirk bir û leşkerên xwe yên dîl jî qebûl nekirin.
Tirkan di dîroka xwe de her dem êrîşî derdora xwe kirine. Li cîhanê xwe wekî neteweya pîroz, gelekî bi zayînê re leşker, leheng û artêşa herî mezin û pispor di dest me de ye nîşan didin. Dibe ku ev ji hêla gelek neteweyan ve jî wisa bê zanîn. Bes yek gerîla dizane rewşa Artêşa Tirk çi ye, çiqas bêhêz in, çiqas tirsonek in û çiqas xwe dinepixînin!
Berxwedaniya ku 9 roj li Zapê li hemberî çavên dinyayê raber bû, xuyang û îmaja Artêşa Tirk têk bir. Di dîroka Artêşa Tirk de, digel ku ew qas qaşo xwedî teknîk e, di tu operasyonekê de wisa lêdaneke mezin ne xwariya û ew qas zû xwe bi şûn ve venekişandiye. Ji ber ku sîstema înkarger û tuneker hê jî kurdan wekî kurdên berê dihesibîne û haya xwe ji pêşketinên taqtîkî û teknîkî yê gerîla nîn e yan jî naxwaze vê rastiyê qebûl bike, wê gelek destan li çiyayên Zapê bêne neqişandin. Ku ev zihniyet wisa bi bergirî li ber xwe bide, wê dîroka têkoşîna azadiya kurdan, wê hêj gelek berxwedaniyên wisa bibîne.
- Ayrıntılar
Nameya Ebumuslum Dogan wiha ye: Gelê kurd ê bi hezaran salan e li ser van axan dijî, di tu serdemên dîrokê de bi qasî vê demê rastî înkar, îmha û lîstikên qirêj nehatibû, ev yek li ber çavan e. Tevî vê yekê ez heta dawiyê bi baweriyê me ku gelê me bi mafdarî û rêbazên têkoşîna xwe ya rizgariyê wê bi serkeve û her wiha bibe wesîleya rizgarbûna hemû mirovahiyê...
Dîrokê êdî reng û karakterekî wisa daye têkoşîna gelê kurd ku nema kes dikare pêşiyê lê bigire. Divê hemû gelê kurd bi vê hişmendiyê li dîroka xwe xwedî derkeve û li ser bingeha jiyaneke azad helwesta xwe nîşan bide. Rewşa em têde ne, îspat dike ku êdî siyasetên îmha û înkarê û lîstikên qirêj wê bi ser nekevin. Êdî her kes dibîne ku gelê kurd ê ku berê navê wî jî dihat înkarkirin, îro bi hemû heqîqeta xwe ve tê naskirin û dîsa têkoşîna Rêber Apo û PKKê ku wan gelê kurd gihand vê astê, hêjayê teqdîrê ye. Di serî de siyasetên melisandinê yên ku li hemberî Rêber Apo dihatin pêk anîn, niha li dijî PKK’ê û tevahiya gelê kurd ketin dewrê. Wezîfa pêşîgirtina li van siyasetên dijmirovîn û hovane dîsa dikeve ser milê PKK’ê û gelê kurd. Ji ber vê yekê weke ku PKK jî destnîşan dike; “Roj roja azadkirina rêberiyê ye.
…Gelek tu caran nikare ji kesê ku ew ji mirinê rizgar kiriye, cuda were hiştin. Di vê wateyê de ez dixwazim dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo re bînim ziman û her çendî ez nikaribim wî bibînim jî hemû hewldana min ew e ku ez wî rast têbigihîjim û di rêça wî de bimeşim. Baweriya min ew ku 11’emîn sala komployê wê bibe şîara ji bo azadiya Rêber Apo û serhildanên gelê me. Ez zanim ku têgihîştina ji Rêber Apo, û dilsoziya pê re vê yekê li ser me ferz dike. Di vê riyê de eger pêwist be, divê em karibin canê xwe jî bidin. Ez jî di vê riyê de tu caran dudilî nebûm. Ji ber ku ez zanim di PKK’ê de soz her tişt e, ji ber vê yekê ez xwe ji bo Rêber Apo û gelê me û ji bo PKK’ê xwe feda dikim.
Ez di wê baweriyê de me, ku gelê kurd pir nêzî hesreta xwe ya sedan salan azadiyê bûye. Di vê wateyê de gelê bivênevê gelê kurd wê di ronahiya konfederalîzma demokratîk de weke ku Rêber Apo jî dibêje, wê rizgar bibe. Xuyaye ku Komara Tirkiyeyê jî bi vê hesiyaye ku bi navgîna hikûmetê bi navê pêşîvekirina demokratîk ketiye pey lîstika tasfiyekirina Rêber Apo û PKK’ê. Lê belê diyar û bêguman e ku ev lîstik giş wê bên pûçkirin, gelê kurd di bin ronahiya nexşeriya Rêber Apo de wê konfederalîzma demokratîk bi serkeve.
...Beriya her tiştî min dixwest vê nivîsa xwe bi gotina gerîlayan, bi kurdiya akademîk binivîsim. Lê ez bi her kitekita kurdî nizanim û vê yekê weke kêmasiyeke xwe dibînim. Min mîlîtaniya ku helwesta PKK’ê ya li hemberî jiyanê ye, di şêweyê jiyana xwe de bi temamî pêk neanî. Partîtî û partîbûyîn bi temamî bi cih neanî, ev rexnedayîna min e.
Ez silav dikim, di destpêkê de gelê kurd ê ku azad dijî û wê azad bijî;
Zarokên rojê, welatê Kawayan, Xaniyan, Seîdan, Agirî û Zîlanan Kurdistanê;
Rêber Apo, yê gelê min û welatê min gihand heqîqeta xwe, nasnameya me da me, wê qet neyê jibîrkirin û timî were bibîranîn;
Gerîlayên cewherê wan agir e, şervanên azadiyê yên bêtirs şer dikin;
Tevahiya hevalên ku li ser riya jê bawer kirî dimeşin û yekane gunehê fikirîna rast e û ji ber vê ketine zindanan,
Dayikên Aştiyê yên ku bedenên mirî yên zarokên xwe jî nedîtine, tevahiya gelê xwe yê ku wê azadiyê di bedena xwe de bijî û biparêze silav dikim!
Çawa hevala Viyan jî gotî, êşa ku dîlbûna Rêber Apo yê ‘roja tarî’ ronî kirî, peyde dike, weke gelekan di beden û ruhê min de jî heqîqeteke mezin e. Me jiyan bi te manedar kir. Me ew qasî hez ji te kir ku em di riya te de bimirin. Bedena me ya bi rondikên çavan mezin kirî, her cara gerîlayekî jiyana xwe ji dest da, nîşanî me da ka mahne û azadiya rastî çiqasî bi nirx e. Her roja Rêber Apo gelê xwe silav nake, ji bo me birîneke mezin e, êşeke mezin e ku em dikşînin.
Rêber Apo gelekî navê wî jî qedexekirî, endamên wî yek bi yek ji ariya wan ji nû ve zindî kirin. Ji ber vê yekê weke her ciwanê kurd ez jî hezar caran minetdarê Rêber Apo me. Bila fêm bikin ku careke din xiyanet wê li gelê Kurd neyê kirin. Ez dixwazim bi baweriyeke mutleq bînim ziman ku ku vê roja ku agir wê bedenan bikeve jî em ê ber bi cewherê xwe azadiyê ve biçin, ji riya em pêde diçin veger nîne.
Bêrîtanbûyîn, bi Semayan bilind bûn, Mazlûmbûyîn gihiştina Viyanan e.
Bijî Serok Apo, Bijî Kurdistan, Bijî Azadî!
Lawikê Bêzar.”
- Ayrıntılar
Veqetîn bi zerbûna xwe payîzeke dawîn e
Fena bayek hênik dibalive
Û di her balivandinê de
Ji dil hinek tiştan qut dike
Veqetîn dareke qirase a çinarê ye
Pelên wê zer bûne
Ji dil tiştek kêm dike
Veqetîn deryayeke bêwate ye
Şînbûna wê çilmisiye
Her dema ku li asoyan dinêrim
Veqetîn ji dil hinek tiştan dikuje
Cesûr Gever
VEGERIYAM
Ma min ji te re negotibû ku ez ê rojekê vegerim
Û ez hatim çiyayên azadiyê Heftanînê
Çiyayên azadiyê yên Heftanînê, her dem di xeyalên min de bûn
Gelek sal bihûrîbûn, min çiyayên Heftanînê nedîtibû
Ew xeyalên min pêk hatin
Ez nizanim ez ê çawa xweşikbûnên wê vebêjim
Mirovek ku Heftanînê nedîtibe, nikare xweşikbûna wê bîne ziman
Êdî xeyalên min bûn rastî
27.11.2004
Gabar Çiya
Heftanîn
- Ayrıntılar