Li her devera Kurdistanê û li gelek bajarên tirkan gerîla çalakî li ser çalakiyan li dar dixin. Li gorî stratejiya me ya nû ango li gorî serdema çaremîn a fînalê, destpêkeke baş çêbû. Bila dijmin vê bizanibe, ev destpêkek bû û wê di asta jor de şer bi pêş bikeve.
Dijmin li ser vê yekê hemû fermandarên xwe li Meletiyê civand. Tenê meha borî an meha gulanê, 78 leşkerên dijmin hatin kuştin, bes dijmin bi awayekî bi exlaqî leşkerên xwe yên mirî diveşêre. Bo nimûne, di 1’ê pûşperê de tenê li Girê Bilîcanê 23 leşkerên dijmin hatin kuştin û gerîla dest danîn ser 10 çekên dijmin. Dijmin jî, tenê yek mirî û 3 birîndarên xwe dan.
Me got li çiya, zozan, deşt û bajarên Kurdistanê govenda azadiyê destpê kir. Gerîla di çarçoveya şerê belavbûyî de, li ku derê leşker an polêsek dijmin bibîne wê lê bide. Hemû tiştên dijmin êdî ji bona me hedef in. Ev mafekî me yî xwezayî ye. Ji ber ku dijmin jintiyê li ser gelê kurd ferz dike. Me got dest pê kir, ji ber ku dijmin ji bilî tunekirin, qirkirin û jintiyê tu riyek li hember gelê kurd nehişte. Bi qasî serê derziyê gavek neavêt. Her gava ku avête jî, pê re bi rûmeta gelê kurd lîst. Bo nimûne; televîzyona kurdî vekir, lê tê de çêran bi kurdan kir; piştî ku gelê kurd bi ked û xwîna xwe gelek televîzyonan vekirin, hê nû qaşo destûra televîzyonên taybet dan, ew jî li gorî pîvanên xwe; bahsa pirsgirêka kurd kirin, lê pê re zindanan bi zarok û siyasetmedarên kurdan tijî kirin; gotin bila rondikên dayîkan nerijên, lê ji her demê bêtir rondikên dayîkên kurd û tirk rijiyan. Welhasil wekî tevger, ev heft-heşt sal in, kurdan hikûmeta AKP debar kirin. Lê her carê ev hikûmeta mûnafik ku peyrewî û şopdariya misilmantiya mûaviye berdewam kirin û hê jî ola îslamê ji bona berjewediyên xwe, ji bona serdestiya xwe bikar tînin û bi hestên misilmanên rastîn ên kurd dilîzin. Lê ev mûnafiqtiya wan, bi baweriya min her diçe aşkere dibe û rûyê wan ên qirêj aşkere dibe. Wê di vê serdema nû de, hemû hêzên mûnafik, hemû hêzên xiyanetkar, hemû hêzên ku cahşîtî dikin hedef bên girtin.
Belê, em di têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd de di fetlonekeke gelek girîng û dîrokî de dibûhirin. Ji sî salî zêdetir e di pêşengiya PKK’ê de ji bona jiyaneke bi rûmet û welatekî azad bi bedeldayînên mezin têkoşîneke bêhempa tê dayîn.
Hefteya borî Rêber Apo daxuyand ku ez ê xwe ji pêvajoyê bikşînim û kişand. Heta niha tevgera azadiyê, hewl dida bi lihevhatineke bi dewletê sîstema konfederalîzmê li bakurê Kurdistanê pêk bîne. Tabî bi modelên cuda cuda ji bona sê parçeyên din ên Kurdistanê jî model diyar kirin. Serokatiya me diyar kir, ger ku dewlet sîstema me nas bike, em ê jî ya wan a ûnîter nas bikin. Lê ev nebû. Dewlet an sîstem, aşkere aşkere diyar dike ku, ji xeynî tunekirin û qirkirinê ez tu riyek qebûl nakim. Ji ber vê yekê, di serdema çaremîn de, wekî tevger di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de wê riyên cuda cuda ku di nav de Kurdistaneke nîv serbixwe hebe jî li pêş me ye.
Yanî êdî em ê li benda dewletê nesekinin. Ku dewlet gavek bavêje dibe ku bê nirxandin, lê ji niha û şûn ve wê li benda mûxatabiya dewletê, gavavêtina dewletê neyê sekinandin. Ji bona wê jî, pêwîst dike ku, hemû sazî û dezgehên dewletê, leşker û polêsên dijmin ji Kurdistanê bêne derxistin an jî ji rewşa xeteriyê bên derxistin. Tabî em ê li benda ji Kurdistanê derxistina dijmin jî nesekinin û milekî de sîstema xwe ya konfederalîzmê saz bikin. Hem di warê siyasî de, hem di warê leşkerî û parastinê de, hem di warê aborî de. Ev hêza me heye û em berpirsyariya vê wekî tevger digirin ser milên xwe. Gerîla ji her demê bêtir bi hêz e û amade ye. Hem di warê teknîk, hem di warê hejmar û hem di warê yekbûnê de amade ye.
Yanî dema nû, xwedî qereqterek a têkoşîneke têkel e. Lewre di vê demê de, di vê pêvajoya nû de, ji her demê bêtir divê ciwanên kurd tevlî gerîla bibin. Wê şerê ku di asta navîn de bi pêş bikeve de, dijmin hêzên tarî ango lobiya şer ji nû ve têbixe dewrê. Gelê me bi qirkirinan re rû bi rû ye. îhtîmala şerekî topyekûn li pêşiya me ye. Loma jî, divê li bajêr û gundan gelê me yê welatparêz ji bona parastina xwe amadekariyên xwe bikin û di çarçoveya parastina cewherî de parastina xwe û ya gel bikin.
Vê pêvajoyê em çiqas derbeyên mezin li dijmin bixin, em ê ewqas nêzîkî Kurdistaneke Azad bibin û em ê pêşeroja gelê xwe ya azad misoger bikin.
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VI-
Piştî ku şoreşa Fransa û li Rûsyayê ya Bolşevîk pêk hat û di vê oxirê de bi milyonan mirov mirin û ev şoreş gerdûnî(evrensel) bûn û li hemû dinyayê belav bûn. Bes piştre hat fêmkirin ku di paradîgmaya wan de şaşî hene û bêyî ku ferq bikin, şaristaniya çînî û dewletparêz dest danî ser hemû nirxan û îro jî serdestiya xwe didomînin. Rêber Apo bi felsefeya xwe, rûyê qirêj ê vê çanda dewletparêz deşîfre kir û li hember modernîteya kapîtalîst, modernîteya demokratîk ku tu carî di kokên civakan de winda nebûye vejand û ji nû ve formekê dayê. Yanî yekem car maskeyên ew xwedayên derewîn hat xistin. Loma jî ev hemû xweda ku îro nûnertiya wan Emerîka, Ewropa û yahûdî dikin li hember Rêber Apo komployeke navneteweyî bi pêş xistin. Lewma jî, divê em li ser vê çandê bisekinin,ev çand çawa hate înşakirinê û çiqas xwedî rûyek derewîn e, çiqas li ser keda mirovantiyê xwe dide jiyandin… ya herî girîng em çima li dij çanda DEWLETPARÊZên. Di vê çarçoveyê de, Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de, vê mijarê bingeh digere û li ser disekine.
Me di rêzenivîsên berê jî dabû diyarkirinê ku, di neolîtîkê de jin mekanîzmaya birêvebirinê ye. Di destpêka klanbûnê de ev ji rewşeke bîyolojîkî û ji neçariyê dihate; lê piştre ev pevajo (B.M. 6000-5000) bi nasnameya XWEDAWENDÎ ev çand didome. Êdî ji şikeftan, ji qeraxên avan avabûna gundan bi pêş dikeve. Êdî her diçe klan mezin dibe û forma qebîleyêdigire. Zêdehî û hilberîn di vê demê de zêde ne. Kafik û cêr têne çêkirin. Di şûna ku rojane pêdivî bên cî, zêdehiya xwarinan tê veşartin. Lê di qebîleyan de ji hêla zilam ve çavberdana zêdehiyan, bi aweyekî konetî bi pêş dikeve.
Berî 7 hezar û pêncsed sal berê, çanda El-Ebûyt tê jiyandin. Mirov dikare serdema El-Ubeyt wekî derbasbûn an amadekariya şaristaniyê bi nav bike. Ji ber ku di neolîtîkê de taybetmendiyên dayîktiyê têne parastin. Di çanda madî û manevî de pêşketin heye. Civakîbûn di her hêlê de pêşketî ye. Di vir de ya nû; ZÊDEHÎ-HILBERÎN e.
Destpêkê zedehî-hilberîn bêzirar e. Ji ber di qebîleyan de zêdehî dicivin, lê vê wekî borak(qurban) belav dikin. Di perestgehan de pergala diyarîdayînê heye. Ji hev re xelatkirin heye. Di diyarî û xelatan de, bendewariyek nîn e. Zêdehiyan li hev belav dikin û bi vî awayî her kes fena hev xwedî hebûnek e. Di vir de li hember zêdebûn û bereketê maneviyat bi pêş dikeve. Bikaranîna alav û xwarinan li gorî pêwîstiyan e.
Piştre GUHERÎNA MALAN bi pêş dikeve. Di destpêkê de guherîna zêdediya malan, xwedî erkeke civakî ye. Hê di wê demê de bingeha aboriyê tê avêtin. Di vir de ya xerab ev e ku, hinek li cem xwe zêde mal dicivînin û dikin sermaye. Di vir de du rê hene: Ya wê malên zêde bi awayê ku me diyar kir bikarbînin, yan jî wê ji xwe re milk. GUHERÎNA destpêkê li gorî pêwîstiyan e. GUHERÎN; nirxa bikaranînê ye. Wekî mînak; torbeyek genim, bi du torbe ceh re diguherin. Yan jî yek cotkarî dike, yek jî bi xwedîkirina sewalan mijûl dibe. Yê xwedî sewal, sewalên xwe bi genim an ceh re diguhere. Ev pêwîstiyek e. Bi vî awayî di rabirduya dîrokê de, yekem car QADÊN HEVBEŞ çêdibin. Di vir de her qebîleyek malên xwe yên zêde di van qadên hevbeş de yanî li bazaran diguherin. Ev bi xwe ji bona civakîbûna bi sûd e. Ji bona ku civak xwe birêve bibe, ku xwedî malê zêde be û bi awayekî kolektîf bikar bîne, dibe ku erênî be. Lê pirsgirêk ev e ku, ku di vê guherînê de armanc KAR be, di fiyatan de spekûlasyon hebe û komek mirov ji xwe re vê zêdehiyê bike SERMAYE , vaye tofan û bobelat ev e. Jirêderketin ev e.
Xala bingehîn a ku em li ser bisekinin û ya ku dijî xwezaya civakê ye û ne li gorî berjewendiyên civakê ye; ji ser zêdehî-hilberînê guherîn pêk tê, ev ku bibe sermaye û ji vê sermayeyê kar bê dest xistin û hinek jî li ser TEKELA xwe deynin an destdayîn çêbe. Ya xeter û rûxîner ev e.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de dide diyarkirinê ku, ya ku zanistî nikaribe bibe bersiv, em bi zimanê çîrokî vebêjin. Di vir de Rêber Apo diyalektîka xwe li ser ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ tanzîm dike. Çîrok di serdema El-Ebûyt de (B.M 5500) destpê dike. Di vir de erka jinê hem di warê madî hem jî di warê manevî de zexm dibe. Ev jî hêza kokê ye (zarok, xal, xaltî)
Destpêka çîrokê de kesek dertê, dibêje ku ma ez vê zêdehiyê bavêjim berîka wê çi bibe. Erkên ku di dest jinê de be, ma di dest min de be jî wê çi bibe. Zilam di fikrê de ye, dibe ku di berdewamiya kokê de para min jî heye. Ma ez nîn bin, wê zarok çawa çêbe? Jixwe ez di warê fizîkî de jî bihêz im û min berê nêçîrvanî jî kiriye. Belê, dema ku zilam nêçîrê dike, mejiyê wî yê analîtîkî(mantix-lojîk) pêş ketiye. Di nêçîrê de planan çêdike, hîn bûya ka wê çawa ajalek bixe dafikê. Her hal ji nişka ve, hewl nadeye ku jina 3 MÎLYON sal in peşeng e, di carekê de têk bibe. Destpêkê, zihniyeta îxaneta li hember çanda dayîktiyê bi pêş dixe, piştre derbasî çalakiyê dibe. Bi vî awayî, dafikên ku berê li hember ajalan dikir, li hember jinê, malbatê û zarokan dike û dest datîne ser hemûyan. Çalakiya wî ya destpêkê serkeftî ye û dibe xwediyê jinê. Piştre ciwanan li derdora xwe dicivîne. Êdî zêdehiya malan di dest zilamê kone de ye. Biryargeha xwe ya yekem di MALÊ de tanzîm û vê di nava klanê de belav dike. Yekem car HÎYERARŞIYA KLANÊ çêdibe. Sazûman sêalî ya ZILAMÊ KONE Û BIHÊZ + KALEPÎR + ŞAMAN (proto-rahîb) pêk tê.
Belê li gorî çîrokê, zilamê kone piştre sazûmana xwe ya sêalî pêk tîne. Lê wisa ev ji nişka ve çêneba. Ev pêvajo bi qasî 1000-1500 salî de çêde be. Fena qansêrê belav dibe. Di serdema El-Ubeyt de bazirganî belav dibe û li jorî Mezopotamyaya Jorîn hetanî Meletî û Elezîzê û Pencapa Hindistanê belav dibe. Koloniyên bazirganiyê saz dibin. Ev pêşketin, rê li ber BAJARAN vedike. Bajar ÇÎNAN, çîn jî DEWLETÊ bi xwe re tîne û hîmên ŞARISTANIYA ÇÎNÎ Û DEWLETPARÊZ dertê ser dikê û wekî qansêrekê li serê mirovantiyê dibe bela.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Di Dîrokê de Berxwedaniya Civakên Ehlaqî û Polîtîk –IV-
Wekî tê zanîn, rabirdûya mirovantiyê ta diçe heta 7 milyon sal berê. Berî 3 milyon sal berê, rêwîtiya mirovantiyê li rojhilatê Efrîqa li Xeta Rîfê destpê dike. Digel ku gelek cure giyanewerên ku dişibin mirovan hene, tenê 3 milyon sal berê tenê cureyek difilite û xwe digihîne roja me ya îroyîn. Îro jî ev cure ku wekî “mirov” tê binav kirin û ev cure bi mejiyê xwe ji hemû zindiyên cuda dibe.
Me di beşên din de diyar kiribû, di ajal an heywanan de mejiyê hestî heye, lê di mirovan de hem zekaya hestî hem ê analîtîk heye. Yanî ji heywanan cudatir, mirov dikarin analîz an dahûrîn bikin. Xebitîneke wisa bêhempa tenê di mirovan de heye. Lê ku em bipirsin, çima di zindiyên din de ev rewş nîn e, wê erka mirovan baştir zelal bibe.
Der barê vê mijarê de, Rêber Apo di hemû parêznameyên xwe de, li ser taybetmendî û bêhempabûna mejiyê mirovan disekine. Dema em li mejiyê mirovan binêrin, du sedem bandor dikin.
Yekemîn, sedema fîzyolojîkî.
Duyemîn, avabûna ziman.
Ku em li ser sedema yekemîn bisekinin, niha ku em li çene an erzenga zindiyan binêrin, ya heywanan dûz e û mezin e. Ji ber vê yekê ji mejî re kêm cî dibîne. Dîsa hestiyê serî yê heywanan hişk e. Ev jî dibe sedem ku mezinbûna mejî, ber bi jor ve be. Lê hestiyê serê mirovan nerm e, mejî dikare ji xwe re derfetê mezinbûnê bibîne. Yanî hestiyê serê mirovan, li gorî mezinbûna mejî xwe tanzîm dike.
Di mejiyê mirovan de, dema ku beşa mejiyê analîtîkî bi pêş dikeve ku wekî korteks tê binavkirin, tê de kunek heye. Ev kun di pêşketina mejî de gelek xwedî bandor e. Ev kun di mirovan de hevsengiyê pêk tîne. Yanî bi saya vê kunê, mirov dikarin li piya û rast bimeşin. Me berê jî gotibû, ji ber ku ev kuna mejî di cureyê pîrîmatê bi navê Homorîtan de nînbûye. Ev di fosîlên ku hatine dîtin de, aşkere xuya dike. Ji ber vê yekê cureyê wan qir bûye an tune bûye.
Sedema duyemîn, pêşketina ziman e. Mirov bi milyon salan zimanê nîşaneyî (işaret) bikar anîne. Dema ku mirov bi zimanê sîmgeyî diaxivin, di masûlkeyên (kas) ziman û di qirêkê de guherîn pêk hatiye. Bûyer an madeyan razberkirin an soyûtlamakirin bi pêş dikeve. Bi vê mijarê re girêdayî her çiqas di cureyê Homorît de civakîbûneke diyarkirî hebe jî, lê tam civakîbûnek nîn e û tune dibe. Sedem jî nepêşketina mejî ye.
Ji ber ku rasterast têkiliya zihniyetê bi mejî re heye. Yanî zihniyet bixwe, KAPASÎTEYA RAMANDINA MEJÎ YE. Ev jî civakîbûne. Rewşa mejî ya çalakbûnê ye. Tabî ev jî di encama beridandinê(evrim) de bi pêş dikeve. Ku em zihniyetê formûle bikin, RAMAN û ÇALAKÎ ye.
Ku em li dîroka nêzîk binêrin, civakîbûnê bi aboriyê ve girê didin. Ev nêrandinek e. Bi taybet marksîst vê selmandinê kirine. Wê demê tu yê civakê li gorî pîvanên aboriyê dest bigrî. Ev jî nêzîkatiyeke zihniyetî ye. Wekî mînak, di klanan de nêzîkatiya anemîzm û totemîzm hene. Cudatir nêzîkatiyên mîtolojîk jî hene. Ev hemû bi zihniyetê ve girêdayî ne.
Civakên despêkê, her yek ji wan bi zihniyetek nêzîk bûne. Ev di klanan de û civakên me yên roja îroyîn de jî wisa ye. Asteke mejî heye û ev mejî bi awayekî tê bikar anîn. Divê em vê jî bêjin, hebûn bi tena serê xwe raman çênake. Jixwe bi awayekî mirovên berê bi zekaya xwe ya hestî yên heyî hîs dike. Lê di dema nêçîran de, derman çêkirinê de, planan de, analîzan de ZIHNIYET dikeve dewrê. Yanî hetanî ku ev nîn bin, mirov nikare bahsa zihniyetê bike. Wê demê, dibe ku hinek bêjin qey KLAN zihniyeta wan nîn e. Jixwe bi klanan re zekayê analîtîkî bi pêş ketiye. Wekî mînak, tenê mirov li hev binêre em ê nikaribin bibin civak. Bifikirin klaneke ji 25 kesî pêk tê heye. Wê ji ciyek herin ciyekî an jî wê biryara çûyîna nêçîrê bigirin. Mirov dikare texmîn bike ku, wê demê jî fikrên cuda cuda derketine. Hinek gotine em jor de herin, hinek gotine em jêr de herin, hinek gotine em sibehî nêçîr bikin, hinek gotine em êvarî û hwd. Lê wisa dixuye ku, biryarên hevbeş girtine. Nexwe her yek bi serê xwe biryar bidaya, wê qir bûna an tune bûna û îro jî em ê nînbûna. Wê demê wekî çareserî mirov dikare bêje ku, pêwîstiya çalakîbûna fikrî heye. Wê demê em dikarin bêjin ku, zihniyeta vê civakîbûnê heye. Jixwe di avabûna zihniyetê de çalakiya hevbeş heye. Di vir de jî ev heye.
Wê demê em dikarin bêjin ku, zihniyet piştre bi pêş ketiye. Dema ku yekbûna RAMAN-ÇALAKÎ pêk bê, zihniyet jî dertê holê.
Rêber Apo di parêznameyên xwe de, li gorî deman zihniyetê dike sê celeb.
Yekemîn; Zihniyeta Mîtolojîk. Di vê zihniyetê de vegotin, efsane û destan li pêş in.
Duyemîn; Zihniyeta Doxmatîk. Di vir de ol dertê pêş. Rastiyên teqez an mûtlak hene. Naguherin, ezel ebed in. Bêdawîn in û nayên şîrovekirinê.
Sêyemîn; Zihniyeta Felsefîk. Razberkirin, pirskirin û hêza çavdêriyê heye.
Ev hersê nêzîkatî, ku em demên dawîn pozîtîvmê jî têbixin navê, ku her tişt li gorî ezmûn(deney) û çavdêriyê ye, zihniyetê diyar dike û ev jî taybetmendiyeke mejiyê mirovan e. Cudahiya mirovan û zindiyên dîtir ev e. Kesek bê zihniyet nikare di civakê de bimîne. Ev fenomen nebe nabe ye.
Her zihniyetek xizmetî tiştek an fenomenek dike. Ji ber vê yekê, di rêveçûna şaristaniyê de, her şaristaniyek, her împeratoriyek, her dewletek hewl daye zihniyeta xwe ferz bike. Hinek bi mîtolojiyan, hinek bi fermanên Xwedayan û hinek bi ezmûnan civakan birêve dibin.
Ger ku îro em li dij van zihniyetan e û em hewl didin zihniyeteka nû ava bikin, pêwîste ku em zihniyet çiye û ev zihniyet ji ku û çawa derketiye bizanibin.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Di Dîrokê de Berxwedaniya Civakên Ehlaqî û Polîtîk –V-
Di rabirdûya mirovantiyê de ciyê klan û fêmkirina jiyana klanî gelek girîng e. Dema ku em baş jiyana klanan tênegihîjin, wê demê em ê nikaribin wate bidine sazûmanên înşakirî yên roja me ya îroyîn.
Rêber Apo di her parêznameyên xwe de, vê mijarê wekî mijareke sereke bi dest digire. Lewma jî, di her nirxandin û şîroveyekê de, ji bona me jî pêwîst e ev rêbaz bingeh be. Di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de em şîrovekirina klanan bidomînin.
Klan, bingeha xwe dayîk e. Jixwe me di nivîsên din de jî kêm be jî bahsa klana kiribû. Vê carê em ê li ser hinek hêlên dîtir bisekinin. Di klanan de pirsgirêka bingehîn bi zayînê xwezêdekirin û parastina hejmarî ye. Jin, zarok tîne dinyayê, lê dinêre û xwedî dike. Ev li hember zindiyên din avantajeke mezin e. Ji ber vê sedemê, ev jinê an dayîkê pîroz dike. Ji ber ku bi vî awayî berdewamiya klanê tê kirin. Loma jî klan li derdora jinê hevgirtina xwe pêk tîne. Di vê serdemê de her cure xebatên civakîbûnê, di pêşengiya jinê de çêdibin.
Di vir de, berhevkariya jinê neçarî ye. Ji ber ku erkeke wê ya berdewamiya nifşan heye. Her hal dema ku jin ducanî ye an jî hê nû zayîn kiribe, wê nikaribe bi hefteyan here nêçîr bike. Ji ber vê yekê ev erk an jî nêçîrvanî ya mêr e. Di vir de xwejiyankirin û berdewamiyeke xwezayî heye.
Ev civaka ku bi zimanê nîşanî(işaret dili) li hev dikin, bi arastekirin û meyldayîna jinê organîze dibin. Di vir de yek tevgereke jinê, tevgereke dest an bişirînek an awirek wê têr dike.
Jixwe wê demê qadên wan ê jiyanê şikeft û kêlekên şikeftan e. Dîsa li ser avê û li ser darên bilind jiyan dikin. Ev jî ji ber parastina xwe ye. Klan, yek e. Di klanê de malbat an zewac nîn e. Ya esas koka jinê ye. Yanî mêr nîn e. Filankes mêrê filan e an filan jina filankes e, tiştek wisa nîn e. Di zihniyeta wê demê de tiştek wisa nîn e. Lê birayê dayîkê an xal û xwîşk xwedî erk in.
Navgîn û amûrên ku wê demê têne bikaranîn, kevirên xeritandîne. Nasnameya klanê jî, bi pêşketina zimanê sembolî re çêdibe. Di vir de pêwîst dike ku civak bi têgehan bê ravekirinê. Ji ber vê yekê, nasnemaya bingehîn KLAN e. Zihniyeta wê demê jî ANEMÎZM e. Wekî tê zanîn anemîzm, xweza û her cure daringî (madde) zindî dîtine. Di wê demê de jî, her daring zindî ye. Dema ku xezalek tê kuştin, lêborîn jê tê xwestin. An darek tê birîn, dîsa lêborîna xwe dixwazin û hetanî ku neçariyek an mecbûriyetek nîn be jî, ne heywanek tê kuştin ne jî darek tê birîn. Tabî ji ber ku ji vanan sûd tê wergirtin jî, ev ji bona wan pîroz in.
Klan 3 milyon sal berê li Rojhilata Efrîqa ji Xeta Rîfê li dinyayê belav dibin. Sedema vê belavbûnê jî, zêdebûna hejmarê û guherîna erdnîgariya wir e. Ji ber ku wê demê serdema cemedî ye û gelek cemed dihelin û bilindbûna avê jî, derfetên jiyanê nahêle. Laşê ku hînî cemedan bûye, dibe ku piştî ku cemed heliyane, nikaribûye adapte bibe. Ku em ji bona mamûtek bifikirin, wê rewş baştir aşkere bibe. Yan wê koç bikin an jî tune bibin. Piştî 2 milyon sal şûn ve digihên Mezopotamya, Asya û Ewropayê. Lê di vê koçberiyê de an cî guhertinê de prîmatên bi navê Neandartel û Homorît winda dibin. Li gorî arkeolog û biyologan, Neandartel bi prîmatên din re ketiye têkiliyê û bi beridînê (evrim) guherî ye. Piştî 4. Serdema Cemedî ku 20 hezar sal berê ye, cemed dihelin. Ev jî bi xwe re guherîna werz an demsalan tîne. Yên ku li hember van guherînên werzî an demsalî li ber xwe didin an xwe diguherînin an adapte dibin, li piya dimînin. Vaye yek ji van cureyan an prîmtaan Homa Sapîens bi hemû heybeta xwe, xwe li piya dihêle! Yanî em dikarin vê bibêjin ku Homo Sapîens mirovê piştî helîna cemeda ye û ev cure bi xwe re neolîtîkî dide despêkirinê. Tabî berî neolîtîkê serdemên wekî paleolîtîk, mezoolîtîk (B.M 15.000-10.000) têne jiyandin.
Ev klan bi taybet di serî de li Mezopotamyaya jorîn li warên wekî Newala Çorê(Riha), Girê Kortik(Bismil-Amed) û Qotê Berçem(Erganî) bi cî dibin. Dema ku em li van ciyan binêrin, bi taybet li Erganî Qotê Berçem –min bixwe jî dîtiye- li ser jorî devê şikeftan şehkirinan sîmgeyên Dayîk-Zarok hene. Berî 12 hezar sal berê li şikeftan jiyaneke bi pergal tê sazkirin. Pergaleke gelek gelek pêşketî ye. Heywan têne kedîkirinê. Çandinî dikin. Ber bi avabûna gundan ve diçin. Giya û nebat diçînin. Cêr û kafik çêdikin û bi vî awayî xwarina xwe ya zêde di wan de diveşêrin. Tevn tê dîtin. Ji xwe re cilan ji hêriyê çêdikin. Genim diçînin. Dema ku em li rêveçûna dîrokê binêrin di serdema Tel-Xalaf (B.M 6000-4000) tam derbasî gundan dibin û ev cure pêşketin di vê demê de xwe digihînin asta herî pêşketî. Dîsa ji bona barkişandinê ker tê bikaranîn. Ji bona wan fena kamyonên me yên roja îroyîn girîng in.
Di vir de şoreş heye û ev şoreş ŞOREŞEK HERÎ MEZIN e. Tê gotin ku ev pêşketinên şoreşî yên wê demê, dengî şoreşên 400 salî yên Ewropayê ne. Ger ku ev pêşketin nînbûna, jixwe ne mûmkûn bû ku derbasî jiyaneke bi pergal bibûna û gavên bajêrvaniyê bihatana avêtinê. Dîsa wê civakîbûn bi pêş neketibana. Di vir de rewşa herî girîng ev e ku, berê berhevkirin û nêçîr ji bona rojekê bû û ji neçarî ev dihatin mezaxtin. Lê piştî VEŞARTIN-PARASTINÊ, civak her diçe mezin dibe. Zêdehiya xwarin û berheman çêdibe. Êdî mal zêde ye. Ji ya ku rojane an salane bixwin zêdetir dibe. Wekî mînak; cêrên mezin çêdikin û genimê xwe yê salekê diveşêrin. Yan jî bi heywanên ku hatine kedîkirinê, kerî ava dikin û kengî pêwîst bike, ji şîr, hirî û goştên wan sûd werdigirin. Pê re çandinî bi nîr û bi heywanên bi hêz tê kirin. Ev jî klanê neçar dihêle ku, forma xwe mezin bike û bi vî awayî bi hevgihîna klanan re QEBÎLE pêk tên. Êdî di qebîleyan de, rewşeke cuda heye, ZEWAC, MALBAT Û ŞAMAN hene. Her çiqas ev her sê têgeh, di wan deman de ne wekî roja me ya îroyîn bi zirar bin jî, bes dibine bingeha hemû nebaşî û xerabiyan û hîm an tovên şaristaniyên dewletparêz têne avêtin.
Wê bidome…
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Pêvajoya pêş me, bi taybet hefteya pêş me, hefteyeke dîrokî ye û di nava xwe de gelek xeteriyên siyasî û leşkerî jî dihewîne. Hefteya pêş me, wê berxwedaniya Tevgera Azadiyê bigihê fetlokeke nû û li hember vê jî nebxêr be, serokomarê tirk dîsa bahsa kurdan kir. Ev jî dide xuyakirin ku, wê dîsa mûnafiqî, dirûtî û hîleyên sîstema TC’ê di vê hefteyê de zêdetir bibin.
Wekî tê zanîn Rêber Apo da zanîn ku, ku bi rêgezî, dilsozî û bi cidîyetê gav neyên avêtin wê xwe bi paş ve vekişîne. Di vê demê de BDP bi hikûmeta AKP’ê hevdîtinek çêkir û fena her carê AKP’ya ku niha nûnertiya sîstema înkarok û tuneker dike, hewl dide hîleyan, xapandinan bi pêş bixe û bi tawîzan bi rûmeta gelê kurd bilîze. Mafê tu kesî nîn e ku bi rûmeta gel bilîze û ku vê bike, çi ji nav me çi dijmin wê çavên wan bê derxistin. Divê em jibîr nekin ku
- Ayrıntılar
Mirov di gelek mijaran de lawaz e û hêza wan têra hemû tiştî nake. Lê dema hêza mejî derdikeve pêş û vîna-îrade- xwe xurt be gelek tiştê mirov dibêje nabe pêk tê.
Dîroka mirovahîyê bi sedan mînakê bi vî rengî dagirtîne. Tenê mirov bizanibe bibîne û karibe sûdê jê werbigre. Bêguman dema ev hêz di cihên sûdewer de bê xebitandin wê pêşketinên pir mezin biqewimin. Berowajî wê jî wê xeteriyên mezin rûbidin. Ji ber wê jî divê mirov berî her tiştî pîvanên exlaq bingeh bigre û hevsengiyê bi xwezayê re ava bike. Ji bo wê jî berî her tiştî weke di destpêka akademiyên Apollo hatiye nivîsîn ‘xwe bizanibe’ divê di her katê jiyanê de ji mirov re bingeh be.
- Ayrıntılar
Em ber bi rojên dawîn ên biharê ve diçin. Rewşa ku em têdene de wisa tiştek nediyar nemaye. Digel ewqas hewldanên aştiyane û ji bona ku xwîn nerijê ewqas çalakî, mitîng, civîn, axaftin, daxwaz, bendewarî, meş û sebr, dijminê gelan dewleta tirk û efendiyên wan hêza hegemon a dinê Emerîka biryara xwe dane û ji bona ku kurdan tevlî hemû nirxên wan ji holê rakin di nava liv û tevgerê de ne.
Ji roja ku Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK di pêşengiya Rêber Apo de dest bi têkoşînê kiriye û heta roja îroyîn, efendiyên ew Tirkên rengo rengo, her dem wan ji bona berjewendiyên xwe li lat û zinaran xistine. Li hember vê jî, her hal ji bilî berxwedaniyê tiştek ku em bikin jî nîn be.
- Ayrıntılar
Yek ji gelên herî kevnar yên rojhilata navîn Gelê Kurd’e. Lê mixabin bindestî û tune hesibandin hertim li ser vî gelî hate ferzkirin. Ji despêka dîrokê heta roja me ya îro li ser vê xakê herdem bi çanda xwe bi zimanê xwe jiyan kirine.
Her çiqas gelê Kurd xwedîyê vê erdnigarîyê be jî herdem bi gelên din ên cîran re di nava aştîyê de jiyan kiriye. Lê nêzikatiya desthilatdara berovajî vê rewşê bû. Bi taybet bi damezrandina Komara Tirkîyê heta roja me ya îro polîtîkaya inkar û tune hesibandinê da meşandin. Lê di pêşengîya Rêber Apo bi Tevgera Rizgarîya Gelê Kurd êdî nekaribûn tune bihesibînin. Lewra tevgera azadîyê bi devletê da îspat kirin ku bi inkarkirinê nikare Tevgera Azadîyê û rêxistingerîya Gelê Kurd bin bixîne. Nehajî şêwazê şer guhertîye. Wek berê înkar nake lê jibo çareserkirina pirsgirêkê tu gavên dilsoz navêje. Hemû hewildanên wan li ser mijulkirin
- Ayrıntılar
Gotineke bav û kalan e, dibêje bizmar bi bizmêr tê hilkişîn. Yanî her pirsgirêkek bi rêbaza ligorî xwe tê çareserkirin. Serokwezîrê tirk jî di derbarê zimanê kurdî de hinek axaftin ji devê xwe berdan. Li gorî wî pirsgirêka zimanê kurdî tine ye.
- Ayrıntılar
Munzur êdî beharêkî kesk paş xwe de hêştibû û zozanên xwe jimalavanî kirina havînekî germ rê amade dikir .Germa rojê her diçû zêde û zêdetir dibû ,keviyên berfa zivîstanî hêdî hêdî diheliyan û biçûk dibûn .
- Ayrıntılar