Ev demeke dirêj referanduma ji bo guhertina beşek ji makezagona derbeya 12’ê îlonê di rojeva Kurdistan û Tirkiye de bû. Encam eşkere bû, gelê kurd biryara xwe bi dengekî bilind da diyarkirin:XWESERIYA DEMOKRATİK.
Pir hate nîqaşkirin û şîrovekirin, ‘çima eniya kurd referandûma 12’ê îlonê boykot dike, ma ne yên herî zêde êşa wê kişandine kurdin.’ Lê kurdên berxwedêr û rûmet bi dengekî bilind gotin guhertineke ku gelê kurd û tevgera azadiyê muxatap negire ji hêla wan nayê pejirandin. Ji xwe Gelê Kurd dixwaze di nava pergala xwe de jiyan bikin û erê kirin an jî dij derketina vê makezagonê jî wê daxwazên dagirkeran pêk bianiya. Di xwestekê kurdan de tu guhertin nedibû. Ji ber vê ye me gote boykot. Yanî em xweseriya demokratik dixwazin. Emê bi hêza xwe, xwe bi rêvebibin. Biryarê xwe emê bi xwe xwe bidin.
Encamê referandûmê eşkere bûn. Li Kurdistanê encameke ku dewletê û hukumeta AKP’ê qet hêvî nedikir derket. Hema bêje li tevahiya Kurdistanê ji derveyî polîs, memûr û hin noker an tu kes neçûn ser sindoqan. Yanî sindoq wala ji devletê re çû. Ev jî îspat dike û kes nema dikare înkar bike ku gelê kurd êdî weke berê bi derewê dagirkeran naxape, xwedî vîn e û dikare xwe birêve bibe. Sîstema xwe bijartiye; Konfedaralîzma Demokratîk… Şêwaz a wê jî Xweseriya Demokratîk…
Heta neha hewldanê me yê ji bo ku dewlet Rêber Apo û tevgera azadiyê muxatap bigire hebû, lê êdî ew dem derbas bû. Gelê kurd bi çalakî, serhildan û di hilbijartinên referandûmê bi boykot kirinê nîşan dan ku êdî wê xwe nespêrin dewletê an wê ji dewletê hêvîneke. Wê çareseriya xwe bi xweriya demokratik peşbixwe, bi rêxistingerî û yekîtiya xwe jî azadiya xwe bi dest bixe. Pêşengê wê jî bêguman jin û ciwan bin.
Jin û ciwan hêzên motor ên civak a ne. Yên civaka li ser piyan dihêle û nîşaneya pêşketina wan e. Sîstema dagirker ev berovajî kiriye û 5000 hezar sale serdestiya xwe bi bindestkirina jin û ciwan a mîsoger kiriye. Pîştî binxistin a jin û ciwanan her roja çû koletî, bindestî û şer li ser cîhanê serdest bû. Dîroka şaristaniya kapîtalist ku bingehê we heta 5000 hezar salan diçe, her bi şer, talan û mêtingeriyê derbas bûye. Hemû nîrxên pîroz ên civakan weke exlaq, çand û kevneşopî ji bo berjewendiyên desthilatdaran hatiye binpê kirin. Di roja me ya îro jî sistema desthilatdar ji bo jin û ciwan venegerin cewherê xwe hemû rê û rêbazî bikar tînin. Dema mirov taybet li Kurdistanê mînakê vê binirxîne, hemû qirêjî, xerabî bi destê saziyên dewletê tê pêşxistin. Li deverên hestên welatparêzî li pêşe bi zanebûn fuhûş, esrar û hwd. madeyên tevizandinê bi destê polîsan tên pêşxistin. Ciwane kî kurd dizî, xirabî û hrw. bike dengê xwe jê re dernaxin, lê dema tevlî çalakiya bibe, xwedî li hestên xwe yê netewî derbikeve hemû zext, girtin, lêdan û îşkencê ji bo wan rewa dibînin. Ev jî tirsa wan a ji ciwanan nîşan dide. Ji berk u dema ciwan ji bo tiştekî biryarê bidin teqez pêktînin. Di pêvajoya hilbijartinên referandûmê pir eşkere hate dîtin ku di çalakî û serhildanan de yên herî pêş jin û ciwan bûn. Jin di hemû çalakiyan de him di warê hejmar him jî di warê coş û moral de li herî pêş bûn. Li hemû bajar û qadan yên bi polîsan şer dikirin, yên bi dengê herî bilind dirûşme diavêtin, xwedî li Rêberti ya xwe û Tevgera Azadiyê derdiketin ciwan bûn.
Tevî hemû propaganda, derew û zextên dewletê biryarbûyîn û îrade ya gelê kurd careke din derkete holê. Ev biryarbûyîn û îradeya gelê kurd wê dewletê û hukumeta AKP’ê bêhtir tengav bike. Ji ber êdî pir eşkereye ku gelê kurd bi hêz e, bi vîn e û bi biryar e. Zext, zorî, çewsandin û hewldanên tunekirinê çiqas bê zêdekirin wê ew qas daxwazê xwe bi dengekî bilintir qîr bike. Ji ber ku vî gelî gelek bedel daye. Gelek êş kişandiye, bi dehhezaran şehîdê wê heye. Hema bêjê li her maleke kurd xwedî şehîdekiye. Gelê Kurd vê ji bîr nake. Vî gelî biryara xwe daye. Ji bo vî gelî ji bîr kirin ÎXANET e.
Tevgera Azadiyê jî beriya referandûmê di navbera 13’ê Tebaxê û 20’ê îlonê him ji bo hilbijartin din ava rewşeke aram pêk were, û careke din ji bo bangawaziyên gelek derdoran biryara bêçalakitiyê da.
Lê cardin jî tevî ku tevgera azadiyê ev biryar pêk anî lê cardin êrîş, operasyon, topbaranê li dijî herêmên parastinên medya û zextên li ser gel bênavber berdewam kir. Ev jî niyet a devlet û hukumeta AKP’ê radixist ber çavan. Bersiva herî di cîde ya ji bo vê helvesta dagirkeran ew bû ku di 12’ê îlonê de gelê kurd sindoqên wan ê xapandinê vala ji wan re vegerand. Li Amedê nêzî %70’ê, li Colemerg ê zêdetirî %90’î sindoq valabûn. Ji encamê hilbijartinan jî diyar dibû ku dengên eniya kurd zêde bûye. Piştgiriya gelê kurd zêde bûye. Ji xwe KCK’ê di daxuyaniya xwe ya di piştî referandûmê gelê kurd pîroz kir û ew bang li avakirina sîstema xwe ya azad û demokratîk kir. Sîstema azad û demokratîk a gelê kurd jî konfedaralîzma demokratîk e. Şêwaz a wê ya herî guncav jî xweseriya demokratîk e.
Werin em bi hevre pêşeroja xwe ya azad biafirinîn…
Salar Mendo
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –IX-
Di dîroka avabûna bajarvaniyê de, bajarên wekî Uruk, Nîppûr, Agade, Babîl û Nînova hîmê şaristaniyê avêtine. Di nivîsên borî de, me kêm be jî bahsa wan kiribû. Niha di babîlan de li bajarê Babîl rêveberê herêmî Nemrûd in. Li Misrê jî Fîravûn in. Li vir Nemrûd û Fîravûn asta temsîla sazûmana siyasî ne. Di derketina Îbrahîm de, çawa ku di salên B.M-1700’an de derketineke dij çanda Mardûk heye an li dijî Nemrûdan heye, li dijî Fîravûnan jî derketina Mûsa heye.
Ku em guh bidine dîrokê, li ser rûbar û geliyên Dîcle-Feradê û li Hîveka Zêrîn panzdeh sal serdema Neolîtîk tê jiyandin, piştre pênc hezar sal bi şaristaniya navendî didome û ev du sal in bi modernîteya kapîtalîst û kambax jî sedsalên xwe yên dawîn dijî. Ku em şaristaniya pênc hezar salan ji sûmeran bidine destpêkirin, piştre ev herikîn bi Akad, Babîl, Gutî- Asûr, Hûrî, Mîtanî, Ûrartû, Hîtît, Med, Pers, Helen, Sasanî, Bîzans, Emevî, Abbasî, Selçûqî, Moxol, Osmanî û li peravên Zeryana Atlasê li Amsterdam-Londrayê çiq dibe û dibe bela serê mirovantiyê. Lê ya girîng ku divê em ji bîr nekin, dema ku ev çanda dewletparêz-çînî ku îro wekî modernîteya kapîtalîst tê binavkirin bi pêş ket, pê re jî bi qasî dîroka mirovantiyê kevn, ji klana bigire di her demên neolîtîkê de şaristaniya demokratîk jî hebûye û tu carî berxwedaniya civakeke exlaqî û polîtîk tune nebûye.
Di vê herikînê de em ji babîlan bidomînin. Rêber Apo di parêznameyên xwe de babîlan dabeşî sê serdeman dike.
Serdema yekemîn (B.M 2000-1600); di vê serdemê de Hamûrabî birêve dibe. Di wê demê de Babîl her dem bi êrîş û berxwedaniyên Hîtît û Kasîdan rû bi rû dimînin.
Serdema duyemîn (B.M 1600-1300); di vê serdemê de di navbera Hîtîtî-Kasîdî-Babîliyan de tifaq heye.
Serdema sêyemîn (B.M 610-330); navê Nabûkatnazar dertê pêş. Di vê serdemê de hilweşîna asûriyan çêdibe û seferên Îskenderê Mezin hene.
Ku em li rêveçûna şaristaniyê binêrin, destpêkê li Mezopotamyaya Jorîn bi riya koloniyên hûriyan li Mezopotamyaya Jêrîn destpê dike. Sûmerî hemû hîmên bingehîn davêjin, asûrî derdixin asteke din û babîlî di serdemên cuda cuda de pêşdetir dibin. Lê ev herikîna şaristaniyê, piştî ku berdewamiyên qewmê hurî û gutiyan; mîtanî, kasîdî, hîtîtî, naîrî, ûrartû dikevin dewrê, ji Mezopotamyaya Jêrîn ber bi ya jor ve diherike.
Di vê serdemê de pêwîst e ku mirov bahsa asûriyan(B.M 2000-1600) bike. Di heman wextî de derketina Îbrahîm û serdema yekem a babîlan tê jiyandin. Aborî û bazirganiya asûriyan xwe dispêre bejahiyê. Demeke dirêj ji hêla kasîd, hîtît û babîlan ve têne tengavkirinê. Ji ber ku împeratoriya ku asûrî saz dikin xwe dispêre bazirganiyê, rewşeke hov derdikeve holê. Asûrî di bazirganiyê de gavên mezin davêjin. Acentayan vedikin, depokirineke zêde ya xwarinan çêdibe, di gihandinê û sazkirina karxaneyan de sazîbûnên mezin çêdikin. Ji bona ku bazirganî leztirîn bibe, alavên wekî zêr û zîv bikartînin. Bajarê Nînova navenda wan e. Ji bona ku koloniyan bi pêş bixin, di warê teknîk de pêşketî artêş ava dikin. Artêşên dagirkirinan! Di asûriyan de, bûyîna şervan, îtîbareke mezin e. Ji serê mirovan kelayan çêdidin. Ev di şaristaniyê de, lûtkeya hovîtiyê ye.
Dema ku em dinêrin, dîsa yên ku vê hovîtiyê sînor dikin Mezopotamayaya Jorîn in. Ew jî berxwedaniya mîtanî û hîtîtiyan, naîriyan û ûrartûyên ku 300 salan liberxwe dane ne. Ku ûrartûyî nînbûyîna, wê asûrî bibûna împeratorê dinyayê. Ji ber ku, riya xwegihandina hesinên behra reş, ji hêla ûrartûyan ve tê girtin. Bi hilweşîna ûrartûyan re, berî mîladê di salên 612’an de Hîtît+Med+Îskît dertên ser dika dîrokê û ev tifaq Nînovayê tarûmar dike. Di vir de ŞIMITÎNA NAVENDÊ çêdibe. “Yên ku tarûmar dikin, têne tarûmarkirinê” Qesta me ji şemitîna navendê, Şaristaniya Navendî ye. Di vir de şaristaniyên Çîn, Hînd û Misir ên kêlekî ne. Wekî mînak Misir xwe disparte çandiniyê û digel ku efrîqîbûn jî, li tevahiya Efrîqayê belav nebûye. Herikîn ji wir derbasî Derya Spî û Enatolyayê dibe û li Girîdê tam rengê xwe belî dike, ji wir jî derbasî Ewropayê dibe. Dîsa Çîn sînorên xwe yên herêmî nikare derbas bike. Debara xwe bi çandiyê dikin û tekela siyasî têkiliya xwe ji aboriyê nayne. Dema ku em li herdu mînakan binêrin, herdu jî ya ku girtine mezin kirine. Yanî bixwe afirandin nîn e, yên amadekirî girtin û pêşvebirin heye.
Ku em careke din li herikîna şaristaniyê binêrin bi El-Ubeyt re ji Mezopotamyaya Jorîn ber bi jêr ve diherike û dîsa hewl dide ber bi jor ve were. Ew hewldan bi riya Akad, Babîl û Asûriyan ve tê kirin. Lê di vir de mîna roja me ya îroyîn ku çawa PKK fena bendekê li hember emperyalîzmê sekiniye û li Rojhilata Navîn çit bûye, wê demê êrîşên van împeratoriyan ji hêla Ûrartû-Med-Hîtît-Mîtaniyan ve tê astengkirinê. Di van serdeman de hêlên demokratîk li pêş in.
Di vê demê de ya ku bal dikêşe fenîkeyî (kartacayî yek ji koloniyên wan in)ne. Vanan di çêkirina keştî û benderan de, di bazirganî û alfabeyê de gavên mezin davêjin. Di bajarvaniyê de, di şaristaniyê de pengizandinek dikin. Ji Hatayê bigire hetanî Tûnûsê serdestiya wan heye. Di salên B.M 700’î de li hember êrîşên asûriyan konfederasyonên eşîrî bi pêş dikevin. Ev rewşeke nû ye. Ji ber zihniyeta ku hatiya sazkirinê împeratorî û dagirkerî ye. Lê di tifaqa Med-Pers-Part’an de ku Med domînat in, zihniyeteke nû heye. Ev rewşeke nû ye û demokratîk e. DI ŞÛNA ÎMPERATORIYÊ, KONFEDERASYON!
Zerdûştî mohra xwe li wê demê dixe. Ji ber ku ewqas bi pêş dikeve, di peşengiya Zerdûştî de felsefeya exlaqê bi pêş dikeve û ev jî ji bona konfederasyonên eşîrî bingeha zihnî ye. Bi taybet berî mîladê di salên 612’an de di pêşengiya Rahîbên Mag(tifika agir) de ev bi pêş dikeve û encax bi tifaqa Kasîd-Med-Pers-Îskîtan dikarin asûriya têk diçin.
Niha ji bona her rewşeke nû zihniyetek pêwîst e. Niha Asûr têk çûye? Baş e, gelo wê çi bikeve şûna wê? Ya wê fena asûriyan bihatana kirin, ya jî wê rewşeke nû çêbûna. Jixwe êrîşên asûriyan konfederasyonan neçar dihêle. Li rastê hêzeke wisa heye ku asûriyên ku temsîla sîstema dinyayê dike têk birine hene. Ev jî Med in. Ya wê Med bibûna berdewamiya şaristaniya dewletî û çînî, yan jî wê bi sîstemeke nû bibûna serdestê hemû dinyayê. Ji bona wê jî veguhezîna zihniyeteke nû pêwîst dike. Lê di vir de Zerdûştî gerdûnî nabe û ev jî bi xwe re qeyranan derdixîne. Dema ku ev nayê kirin, Pers dertên pêş û hêza Med vediguheze împeratoriya Pers-Med. Li hember vê rewşê Rahîbên Mag 40 sal li ber xwe didin, bes li ser nakevin.
Di Împeratoriya Pers de, Med di radeya duyemîn de ne. Lê di dema konfederasyonê de Pers di radeya duyemîn de ne. Piştî ku Pers mîrateya Akad û Asûr digirin û hewl didin ku bibine serdestê cîhanê û ji bona wê jî her cure hovîtî dikin û bi taybet Babîlê bi tevlî hemû zanîn û pirtûkên wê dişewitînin, ji ber bawermendiya Zerdûştiyê, ev ji hêla Medan ve bertek dibîne û ji wê demê şûn ve Med û Pers bi tevahî ji hev qut dibin.
Di wextê Persan de ya girîng artêşên bi pergal û profesyonel saz dibin û di warê teknîkî bi pêş ve dibin. Wekî mînak wê demê Tabûrên Nemiran û Hêzên Taybet hene. Yanî wisa ji asûriyan jî kêm nîn in. Sînorên xwe çend qatî firehtir dikin. Ta diçine hetanî Makedonyayê. Riyên Keyayan(qralan) ku axên ku li serdest in digihîn hev ava dikin. Ev hemû rê li Persepolîs digihên heve. Ev rewşeke cuda û yekem e. Sîstema postayê çêdibe. Riya ku 9 meh digire, dadikeve 3 mehan. Di şûna serdestiyeke bi giştî, tiştek wekî sîstema eyalatan û walîtiyên herêmî, di warê siyasî de mayinde dibin. Bi vî awayî ŞARISTANÎ hetanî giravên Yewnan diçe. Piştî ku bi Îskenderê Mezin re Pers têk diçin. Êdî herikîna şaristaniyê ji ÇAVKANA NAVENDÎ dûr dikeve û li peravên bajarên Îtalayayê pingar dide. (wê bidome)
Rûbar Andok

Yek ji gelê herî kevnar yê vê erdnigariyê gelê kurd e. Ji destpêka dîroka nivîskî û heta roja me ya iro bi gelek navan hatine naskirin lê her bi çand, ziman û nasname ya xwe jiyan kirine. Bi piranî ji weke gelekî çiyayî û şerker hatine naskirin. Ev taybetmendi yê gelê kurd di roja me ya îro jî bêguman berdewam dike. Gelek netew, gel û qewm tune bûn lê gelê kurd li gel êşkişandinên mezin û berdelên bêhempa hebûna xwe berdewam kirin e.
Ji sedsala 19. û virve herdem berxwedan û serhildanê kurdan di rojevê de ye. Di pergala netev-dewletê de hemû gelan di nava netewê serdest de hilandin rêbazeke sereke ye. Ji ber vê jî gelek gel û netew di nav pêkanîn bişavtin û hilandinê de tunebûn. Gele Asurî, Keldanî, Çerkez, Laz, Ermenî û hrw. gelên rastî komkuji yan hatine , yan hatine tunekirin yan jî di nava gelên serdest de hiliyane. Lê gelê kurd li hember van pêkanînan serî netewandiye û her serîhildaye, li berxweda ye.
PKK di şêrê çekdarî de dikeve sala 27’emîn. Beriya wê bi gotina rayedaran 28 serhildanên kurdan çêbû ye, Cardin bi gotina wan çawa ku 28 serhildanê kurdan hatiye çewsandin wê ev jî bê binxistin. Ji xwe dema di 15’ê Tebaxa 1984’an li navçeya Sêrtê Dihê bi fermandariya Rêheval Egîd gule ya destpêkê hate teqandin, rayedarên dagirkeran digotin çend talanker in û wê di demeke kurt de bên tune kirin. Lê ev tekoşîn dikeve sala 27’emîn. Lê hîn jî dest ji van gotinên xwe yê ku êdî ew jî bawer nakin bernadin. Bawer dikin ku wê gel bi van demagoji yan wê karibin gel bixapînin. Lê dem û dewran guheriye. Ne gelê kurd û nejî gelê tirk weke berê dixape!
Tekoşîna çekdari ya rizgariya gelê kurd hemû rê û rêbazên dewletê, plansazî û xwestêkê wan ser û binî kiriye. Rojeva li Kurdistan û Tirkiye weke germa havînê germ e. Şer li her deverê belav bûye, gel serhildanên xwe bê navber didomîne, û ciwanên kurd weke herdem xwedî li tevgera xwe derdikeve tevlî nava refê gerîla dibe, di kolanan bi polisan re dikeve nava pevçûnan… Li beramberî gule, bombeyên gazan û copan bi vîna xwe bi keviran şer dikin. Berovajî vê jî di rojeva dewletê jî gelek alozî hene. Hemû saziyên wan bi pev ketine. Herweha nikarin di nava artêşê de guhertinan bike. Leşker ji bo bingeftî xuyaneke bi xestina teqawitbûyinê, wezîfe negirtin û hrw. gefan li hukumetê dixwe. Ji xwe rojeva tirkan eve lê di salvegera cejna vejînê ya gelê kurd çalakiya ku çerxa felekê guhertiye, bêbawerî û xwe biçûk dîtina kurdan guherandi ye. Berê kurdan şerm dikirin ku bêjin em kurdin, ne tenê şerm kirin herweha ditirsiyan jî. Lê îro biserbilindî, bi wêrekî li her deverê bi dengekî bilind kurdbûna xwe qîr dike.
Hin kes hene dîrokê dinivîsinin û hin kes jî berê dîrokê diguherin. Çalakiya di fermandari ya Rêheval Agît de di dîroka kurd de rûpeleke nû vebû. Dîroka kurdê azad û serbilind. Rêheval Agit şagirtê berxwedêrê mezin Rêheval Mazlum bû. Çawa ku Rêheval Mazlûm di girtîgeha Amedê bi berxwedana xwe hemû êrîşên dijmin vala derxist û hêza berxwedan, vîn û baweriyê ispat kir. Bi çalakiya xwe bû pêşengê çanda berxwedani yê. Berdewamê wî tu car kêm nebûn... Xeyriyan, Kemalan, Bêrîtanan, Zîlanan û bi dehhezaran şehîdê tevgera azadiyê… Reheval Egit jî di pey weke mamoste yê xwe li pêy rêka MAMOSTEYÊ MEZIN bê şik û goman, bi hostatî meşand. Îroj navê sedan zarokên kurda bûye EGÎT. Îroj jî him gelê kurd û him jî dijmin 15 Tebaxê û Rêheval Egit ji bîr nekirine. Ji ber ku mirovên mezin nayên jibîr kirin.
Gelek kesên di wê demê hatine dinê bi bîranînên şerê rizgariya netewî mezin bûne. Kurdbûyina xwe û pê serbilindahi ya xwe deyndarê wê çanda berxwedaniyê ye.
Cejna wejînê li hemû kurdan pîroz be…
Boran Mercan
- Ayrıntılar
Di herikîna şaristaniyê Nîppûr û Agade...
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VIII-
Wekî rêbaz di lêhûrandina bûyer an fêmkirina diyardeyan(olgu) de, piştî parêznameyên Serokatî yên dawîn, divê em ji klanan dest bigirin û li rawestgeha sûmeran bisekinin. Di beşên nivîsên borî de, me gelek bahsa klan, dayîksalariyê û serdemên wekî El-Ubeyt û Tel-Halaf kir. Her serdemek xwedî zihniyetek e. Serokatî di parêznameyên xwe de zihniyetê, wekî RAMANDIN û ÇALAKÎ bi nav dike. Vaye di vir de erka sûmeran dertê holê. Gava herî mezin a sûmeriyan afirandina zihniyetê ye. Vê jî bi mîtolojiyan kirine.
Jixwe tê zanîn, berî mîtolojiyan xweza zindî dihat hesibandin û nasnameya wan TOTEM bûn. Wê demê pêwîst bû ku sazûmaneke wisa bihatana afirandin ku, şûna nasnameya toteman bigirtana û divê her kes qanî bibûna. Yanî di vir de ya girîng pêkhatina GERDÛNÎBÛNÊ(evrensellik) ye. Ev gerdûnîbûneke wisa ye, vê gerdûnîbûnê bi tevahî ji xwedayan re bexş dike û bi vê yekê li hemû gerdûnê serdest dibe. Wekî mînak rahîbên sûmeran 1500 xweda afirandine û her yek ji wan navek li wan kirine(ku mirov li îslamê binêre, 99 nav wisa zêde nîn in) Bi vî awayî Xweda her dem hatiye bilindkirinê, razber û nepenî hatiye hiştin. Di vir de li gorî pêdiviyê zihniyet! Ji her qadê re, ji her tiştî re xwedayek! Dema ku vê yekê kirine jî, bi hunerên wekî çîrok, destan, efsane û gotegotan kirine û rewa kirine. Wekî mînak; Adem-Hewa, Dojeh-Bihûşt, bûyera keştiya Nûh... ev hemû jî guherto an versiyonên cuda cuda yên sûmeriyan in.
Êdî piştî demekê evdê ku hene, dibin mirovên ku ji pîsiya xwedayan hatine afirandinê. Ev zihniyet bi awayekî çandî li her qadê belav dibe. Ji Mezopotamyaya Jêrîn hetanî Hîndistan û Çînê belav dibe. Bingeha ev hemû mijûlahiyan jî, bikaranîn û destdayîna zêdehiyên madî ne. Her diçe ev desthilatî û serdestî, xwe digihînin formata dewletê.
Bajar+Çîn+Dewlet bi xwe re riya pêşketina şaristaniyê vedike. Di vir de bajêr, diyardeyeke nêzîkatiyeke analîtîkî ye, lê ev nêzîkatî wekî hûtekî mezin dibe. Bes bi vê mezinbûnê re, tiştên baş ên wekî huner û bêje jî bi pêş dikevin.
Di vir de ez ê hewl bidime di çarçoveya parêznameyên Rêber Apo de, bandora bajaran di herikîna şaristaniyê de çawa bûye bisekinim û berdewamiya wan ku wekî împeratorî tê binavkirinê bisekinin. Piştre jî em herikîna şaristaniyê ku hemû nirxên Mezopotamyaya Jorîn girtin û ber bi peravê Îngilîstan û Hollandayê ve çû bişopînin.
Bajarê yekem bajarê URUK e(B.M 4000-3000) û wekî bajarê Înanna tê zanîn. Dîsa Gilgamêş jî bi vî bajarî tê zanîn. Di berdewamiya vî bajarî de wekî yekemîn, duyemîn, sêyemîn dewletên bajarî yên UR didomin. Bajarên wê demê bi birc an sûran rapêçayîne. Wekî mînak, bajarekî wê demê xwedî eraziyek 660 donimî ye. Bajarê Lageş ku yê herî mezin e, serjimara wê 36 hezar kes e. Tabî li gorî hinek çavkanan tê gotin ku ev hejmar, hejmara yên ku 18 salî mezintir in diyar dike. Ku rewş wisa be, wê demê bajarên wê demê, xwe digihînin 100 hezar î.
Berî dewletên bajarî di qebîleyan de bazirganiya şexsî hebû. Lê di dewletên bajarî de, ev bazirganiya şexsî nîn e. Bazirganî di dest dewleta bajarî de ye. Bi şêweyekî BAZIRGANIYA KOLONÎ, li ser qadên cuda cuda KOLONYALÎZM çêdibe. Bazirganiya bajarên sûmeriyan, li bajarên wekî Mahanjadaro û Harapa ku li Hindistanê ne, Çîn, Misir, Enatolya û Mezopotamyaya Jorîn belav dibe.
Her diçe hejmara dewletên bajarî zêde dibe, pê re jî nakokî jî zêde dibe. Dewlemendiya bingehîn destdayîna HILBERÎNA ZÊDEYÎ ye. Ji ber ku zihniyeta ku hatiye afirandin, vê ferz dike. Lewma jî şerên bajaran gelek bi xwîn in. Di vê demê de bajarê Nîppûrê, di bajarvaniya sûmeriyan de lûtke ye. Fena New-Yorka roja me ya îroyîn e. Piştî sûmeriyan împeratoriya akadan ku bi Sargon tê naskirin dikeve dewrê. Akadî bi eslê xwe samî ne û berdewamiya sûmeriyan in. Yekem car bi akadiyan împeratorî dertê ser dika dîrokê. Dema ku vê dikin jî hemû bajaran hildiweşînin. Bajarê Agade paytexta wan e. Di wê demê de, destaneke ku ji roja me ya îroyîn re maye bi navê “Ji Agadeyê re lanet, ji Nîppûrê re zêmar e.” şerên wan deman ji me re nîşan dide. Ev serdem lûtkeya zûlimkariya Sargon e. Hemû bazirganî dikeve dest akadiyan. Êdî her diçe zimanê sûmeriyan lewaz dibe.
Wekî her carê, dîsa Gûtî(kurd) dikevine dewrê. Encax bi saya wan Sargon tê sînorkirinê. Wekî tê zanîn Gûtî ku di pêşengiya Gûdea de hêzeke xwecihî yê Mezopotamyaya Jorîn in, berî mîladê 2000 sal berê bajarê Agade bi dest dixin û bi qasî 100 sal hikumdarî dikin. Bi kurtasî ku em li qonaxên şaristaniyê binêrin, em dikarin vê formûlasyonê bikin.
Yek, bajarê Uruk.
Dido, pevçûnên bajaran.
Sisê, împeratorî ye.
Sûmerî di 2000 salan de bajaran ava dikin, akadî hemû dewletên bajarî hildiweşînin û împeratoriyan saz dikin û şaristaniyê dikine sazûmaneke cîhanî. Yanî gerdûnî dikin. Dema ku ev tê kirin jî, wisa ne rihetin jî. Pêwîst e ku li hember hêzên derveyî xwe, xwe biparêzin. Nakokiyên wan û yên ku konfederasyona qebîle-eşîran pêk anîne çêdibin.
Di bajarvaniyê de di serdema babîlan de, mirov dikare bêje, bajarê Babîl lûtke ye. Nûnerê herî pêşketî yê împeratoriyê ye. Bajarê çandê ye. Hema em bêjin, hemû nirxên madî û manevî yên Nîppûrê dibine Babîlê. Wekî senteza têkoşîneke 2000 salî ye.
Di serdema babîlan de, berxwedaniya jinê di asta jor de ye û şikestina herî mezin dixwe. Ev berxwedanî hetanî şerê Mardûk-Tîamat didome û Tîamat bi tevahî winda dike. Berî mîladê 2000 sal berê, Mardûk wekî Xweda tê gerdûnîkirinê. Ku mirov di şaristaniyê de guherîn û veguherîna xwedayan binêre; Babîl-Mardûk, Grek-Zeus, Roma-Jupîter, Hindî-Braham, Hûrî-Gudea, Çîn-Tao ev hemû ji çanda Xweda Marduk in. Yanî serdestiya yek xwedayî ye.
B.M. 1900 temsîla zihniyeteke nû ye. 282 heb Zagonên Hamûrabî wê demê hene. Mirov dikare yekemîn sazûman hiqûqî binav bike. Ev zagon li ser dewlet, mafên şexsî û bazirganiyê ne û ji bona parastina dewletê ne. Mirov dikare bigihê vê encamê ku, wê demê dewlet tê lêpirsînkirinê. Di zirûfên asayî de, di sûmeran de serdestiya bazirganiyê di dest bajaran de bû û bi bajaran bi sînor bû. Di demên akadan de, hemû bi bajarê Agadeyê ve têne girêdanê.
Şaristanî bi babîliyan re, hem hinciriye hem jî gelek bi pêş ketiye. Di şûna exlaq de hiqûq hatiye. Di şûna mîtolojiyên ku êdî bandorên wan nemane, yekane serdest Mardûk tê. Mozaîka gelan e. Lewma hatiye gotin ku “Miletê 72 zimanê” Ev rewş hetanî derketina Îbrahîm û asûriyan di sê serdemên cuda cuda didome û herikîna şaristaniyê ji Nîppûrê ber bi Agade, Babîl, Nînova, Persepolîs, Atîna, Romayê ve diçe û ji bajarên Londra-Amsterdamê diherike Zeryana Atlasê...
Wê bidome...
Rûbar Andok
- Ayrıntılar
Wekî ku min di sernavê nivîsê de jî diyar kiriye, AKP êdî bûye sazkariyeke leşkerî. Ji ber ku rasterast li Kurdistanê bi hemû saziyên leşkerî re; di serî de bi JÎTEM, cahş, nokeran re têkildar in, heta pêşengiya wan dikin. Li ku devara Kurdistana Bakur cahşîtî, çetetî, karek qirêj, fihûş, tilyakêşî hebe ew AKP’iyên mûnafik di nav de ne û bi xwe dikin. Dema ku vê dikin jî li ser navê îslamê dikin.
Îro li Kurdistanê AKP bi kadroyên xwe pêşengiya şerê qirêj û taybet dikin û rasterast bi çarenûsa gelê kurd dilîzin û her diçe xeter dibin. Di serdema çaremîn a berxwedaniya tevgera azadiyê de, herî zêde hêza ku astengî derdixin, bi derewan dijberî dikin, pişavtin û asîmîlasyona li ser kurdan kûr dikin, bi ol û dîn dilîzin û saziyên dewletê li Kurdistanê rewa dikin ew in. Mixabin hinek derdorên ku li ser navê îslamê di nava vê qirêjiyê de ne jî haya wan ji wan nîn e.
Êdî AKP yeksan e, walîtî, qeymekqamî, artêş, polês, cahşîtî. Ev zihniyet rasterast zihniyeta dewletê ye. Ev dewlet jî, ev sed sal in her cure qirkirin, mêtandin, pişavtinê li ser gelê kurd meşandiye. AKP jî îro bi vê zihniyetê re hevkarî dike û ji bona berjewendiyên xwe, ji bona îktîdara xwe zexm û domdar bikin, her cure nirx û rûmeta gelê kurd binpê dikin.
Qadroyên AKP’ê hewl didin di nava civakê bêexlaqiyan bi pêş bixin. Mînakên herî dawîn ên li Berwarî û Sêrtê bo vê mînak in. Di van bûyeran de rasterast qadroyên faşîst û mûnafik ên AKP’yî cî girtine. Li ser vê digel ku ewqas ji hêla tevgera azadiyê ve hatine hişyarkirinê, hê jî ev sekna wan didome û wekî partiyeke paramîlîter tevdigerin.
Îro li Kurdistanê di girtina zarokan de, di lêdana dayîkan de, êşkencekirina cenazeyên hevalên me de, di pêşvebirina fihûş û tecawizan de, di zêdekirina operasyonanan de, di girtina siyasetmedarên kurd de şanenava AKP’ê heye. Yanî rasterast êrîş birine ser siyaseta demokratîk a kurd. Ev jî bixwe rewabûna AKP’ê ji holê radike. Yanî ji niha û şûn ve AKP û hemû qadroyên wan, ne endamên partiyeke siyasî ne. Ew cahş in, ew tecawizkar in, ew polês in, ew JÎTEM in, ew şewatkarên daristananên Kurdistanê ne, ew êşkencekarên cenazeyên kurdan in....
Ji ber vê yekê, divê her xebatkar an qadroyek AKP’ê asûna xwe ya dijminantiyê bizanibe. Her yek ji wan, neyar û dijminên gelê kurd in. Kî li ser navê wan bixebite, destê wan di xwîna kurdan de ye. Ji bona wê jî, cudahiyek di navbera polês, leşker an AKP’iyek de nemaye. Loma jî, ku ji wan yek bi yek hesap bê pirsîn, bila xwe li kerîtî û kerîtiyê daneynin. Wê ev gel hesabek mezin ji wan bipirse. Bi taybet, serokên bajaran, ên navçeyan, encûmen û xebatkarên AKP’ê yên li Kurdistanê ku vê peywira xwe bidomînin, ger ku bi lezgînî dev ji vê bêşerefî, bênamûsî û xwefirotiyê bernedin wê li hember dîrokê hesabek mezin bidin.
Gelê kurd niha şerê “Parastina hebûnê û pêşvebirina azadiya xwe” dide. Ew derdorên ku li ser navê AKP’ê dixebitin, divê bizanibin rasterast li hember hebûna gelê kurd in û di xwîna dirêjê de jî berpirsin. Loma jî, divê ev derdor rewşa AKP’ê bizanibin, kesên mîna Tayîb Erdogan baş bizanibin û ji bona van derdorên ku dijminên gelê kurd in, xebatek nekin û werin ser riya heqiyê. Nexwe, wê wekî cahş, noker, endamen JÎTEM’ê, fihûşkar û xiyanetkar bêne hesibandin.
Aram Masîs
- Ayrıntılar
Dema komên aştiyê bi bangawaziya Rêber Apo ji deriyên Xabûr derbasbû di hemû kesî de hêviyek ava bû ku hukumeta AKP ji bo çareseriyê hin gavan biavêje. Lê dema ku gele me bi rengeki serhildanê ew pêşwazî kirin û hinek bertekên derdorên nijadperest bilind bû, Erdogan gote dibe ku her tişt ji serî de destpê bike. Çawa ku dema hate Amede gote pirsgiraka kurd berî hemû kesî ya min e. Piştrê dema çu Moskowê jî gote hûn nefikirin pirsgirêka kurd nîne. Kesayeteke ew qas durû û karibe wusa bi hostatî paş de gavan bi avêje û li hevbîne kême.
Ya kambax ewe ku Erdoganê ku xwe weke misilman nîşan dide, lê nizane ku di misilmaniyê de durûtî taybetmendî ya minafiqan e. Ji xwe gelê me ev nav ji zûde li Erdoganê li Kurdistanê cûda, li Amerîka cûda diaxive kiriye. Ew qas bê rûye kî dema tê pirsgirêka Filîstînê dibe hewar hewara wî lê dema tê pirsgirêka kurd hemû tişt berovaji dizîvir e. Na na berovajî nazîvîre xwe wusa nîşan dide ku mirov bi kurahî li mijarê nenêre mirov bêje qey kurdperwere, ya ku Erdogan dike weke nepoxê ye. Mezin xuyadike lê hundir valaye. Cardin di tiştekî pir biçûk de ji teqînê wekiriye.
Meha Pûşperê de rojev pir germ bû. Lê di meha Tîrmehê de rojev germahiya xwe parast. Hemû derdoran erênî an jî neyînî pirsgirêka kurd nîqaş dikir. Lê beramberî vê yekê êrîşên hukumet a AKP û dewletê bê navber berdewam dikir. Li her deveran operasyon zêde kirin, êrîşên li ser gel zêdetir bû û şerê psîkolojîk derkete asta herî jor. Rêber Apo jÎ di vê demê de ji bo çareseriyê hewldanê xwe weke hercar didomand. Weke hercar bersiva AKP û dewletê bê şert û qeyd teslimîyet an jî tunekirin bû.
Tê zanîn gelê kurd berxwedêr e. Çiqas êrîşên neyaran dijwar bibe wê asta berxwedêriya vî gelî zêdetir bibe. Herweha ev gela ji berê zêdetir hişyar bûye, zanetir bûye, êdî xwe nasdike. Li gel vê dijminê xwe ji naskiriye. Li himber hewldanên çespandin û hilandinê serê xwe natewîn e. Cardin di her şert û mercî de xwe dî li tevger a xwe derdikeve. Êdî ev gel û tevgera azadiyê bûye heman tişt. Bi hew re hene, bi hewre xurt dibin.
Di dema çaremin a Tevgera Azadiyê û gelê kurd de ku armanc ewe ku çareseriya xwe bi xwe pêş bixe û xweseriya demokratîk ava bike de nepejirandin û hovitîya dewleta tirk carekedin xwe nÎşan da. Hovîtiya li ser cenaze yên gerîla yê gelê kurd de kirin bê tehemmuliya wan carekedin nÎşan da. Di tu qanûnên şer ê cîhanê de hovitiyeke bi vî rengî nayê pejirandin û sûcê herî mezine. Lê balkêş e hemû cîhanê çavê xwe ji vê hovîtiya dewleta tirk girtine. Ev îspat dike ku hemû di vê hovîtiyê de hevkarên devleta tirk in. Ji xwe vala vala Erdogan û kurtêlxurên li derdora wî li welatên cîhanê nagerin. Hemû ji bo tevgera azadiyê tasfiye bikin tawîzan didin dewletên cîhanê. Dewletên cîhanê jî ji ber tirkiyê hîn bêhtir ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bi xwe girê bidin çavên xwe ji vê hovîtiyê digrin û dibin hevkarê vî sûcê dijmirovahiyê.
Tevî vana hemûyan gelê kurd û tevgera azadiyê ala berxedanê bilindtir dikin. Asta çalakiyan zêdetir dibe. Tola şehadetên li Şemzînan û Perwari yê bi çalakiyên devleta tirk bêzar dike hildigrin. Hukumet a AKP û devlet ji bo leşkeriyê hemû teknîk û teknolojî ya cihanê ji bo tevgera azadiyê lawaz bike bi kar tîne, ji hemû bêrêtiya re çaven xwe digre lê cardin nikare bi ser bikeve. Nizane ku tu carî hêza teknîkê nikare bi vîn û baweriya mirov. Jiber ku yê ew teknî k ava kiriye cardin mirov e. Di dîroka vê tevgerê û gelî bi sedan minakê ku hêza vîna mirov nîşan dide heye. Di girtîgeha Amedê de Mazlum, Kemal û Xeyrî yan li Dersimê Zîlanan li Xakurkê Berîtanan û bi sedan mînakê dim…
Hemû tişt bizîvire serî jî şer dijwartir jî bibe ya teqez ewe ku êdî ev doza bin nakeve. Bîr û baweriya Rêber Apo bûyê ya gel.
Çalakiyên çend rojan ya li Perwar, Çelê û deverêdin nÎşan dide ku teknîk û teknoloji ya cihanê têra bîr û baweriya gerîlayê tevgera azadiyê tune bike nake. Weke mehên havînê rojeva Kurdistan û Tirkiyê jÎ germ e. Diyar e ku nêzîkatiya hukumeta AKP û dewletê neyê guhertin wê germtir jî bibe.
Salar Mendo
- Ayrıntılar
Di dîroka şaristaniya demokratîk de, kurd piştî têkçûyîna medan, her dem li ser axa xwe bi êrîş, mêtandin, qirkirin û pişavtinan re rû bi rû mane. Ji ber kurd, ji naveka neolîtîkê derketine û afirînerê vê çandê ne û bi dîrok, ziman, zargotin, çîrok û klamên xwe kokdar in û orjîn in, digel her cure êrîşan xwe li ser piya hiştine û xwe gihandine roja me ya îroyîn. Belkî ji bona kurdan a herî xeter û bêsiûdî, hatina tûraniyan ji welatên asyayiyan bû. Miletê tirk ku hê berî hezar salî hatin vê axê û bi dûritiyeke mezin bi hêmêzkirina olperestiya îslama mûaviye, hovîtî û çanda dewletparêzî re li ser axa Mezopotamya bi cî bûn. Ev miletê ku tu carî serbixwe nebûye û bûye maşika miletên din, xwe li ser nîjadperestiyê li piya hiştiye û dema ku vê kiriye jî, qewmên qedîm ên wekî kurd, ermen, sûryan, asûr jî tune hesibandine û ev tunehesibandin hê jî ji hêla wan ve didome.
Di dîroka nêzîk a kurdan de, bi taybet polîtîkayên îngilîzan her dem ji kurdan re bûye malxerabî. Kurdên ku orjîna wan “KURTΔ ne û berdewama wan Hûrî, Gûtî, Naîrî, Mîtanî, Hîtîtî, Ûratûyî û Medî ne tu carî êrîş nebirine ser tu miletek, zilmê li tu kesî nekirine û her dem li hember hovîtiyan bûne çeper. Ma ne ew bûn ku, berî hezaran salan akadiyan sînor kirin, asûriyên ku ji serê mirovan kelayan çêdikirin ji rûpelên dîrokê maliştin. Belkî jî ji ber vê erka dîrokî ya kurdan, polîtîkayên îngilîzan ku di salên 1920’an de, Kurdistan kirin çar parçe.
Ji ber vê qerekterê xwe yê demokratîk û her dem konfederasyona miletan parastine, her dem bi komployan re jî rû bi rû mane. Ma têkçûyana medan ne komplo bû? Dîsa têkçûyîna Mîr Bedirxan ne ji ber vê bû. Lê digel vê jî, di dîroka kurdan de, ji ber lîstikan, qirkirin jî çêbûne. Bi dest osmanî û îngilîzan û bi lîstikên wan, bi erêkirina Mîr Bedirxan û bi fermana Mîr Ûbeydûlah bi hezaran keldanî û nastûrî hatin qetilkirin. Dîsa di serhildana Şêx Seîd û serhildana Dersimê jî heman komplo hene. Dîsa xiyanet û komploya li hember Mala Eliyê Ûnis jî, tijî ders in. Di vir de Cemîlê Çeto, mînakeke balkêş e. Piştî ku Mala Eliyê Unis li hember komara TC’ê 10 salan li çiyayên Mereto li ber xwe didin, bi desteka eşîra Cemîlê Çeto têk diçin û piştî têkçûyînê Cemîlê Çeto jî tê darvekirinê. Dema Evdirihmanê Mala Eliyê Unis ji Cemîlê Çeto re dibêje, “Ez taştê bim, tu yê firavîn bî”, di gelek qonaxên dîroka kurdan de, dîrok bi rengên têkel xwe dubare kiriye.
Di salên dawîn de ji hêla tevgera me ve tespîtek hebû; “Kurd ne kurdên berê ne”, bi rastî jî êdî kurd ne kurdên berê ne. Ew kurdên ku Ehmedî Xanî hetanî dilovaniya xwe li wê geriya, bi PKK’ê xwe ji nû ve vejande. Her hal ku îro Ehmedê Xanî jiyan bikirana, wê ew gotina xwe ya ku mifta têkbirina çarenûsa kurda bû “Ger hebûna me jî xwedanek.... wê ereb, faris, tirk ji me re bikirana xulamî...” wê Ehmedî Xanî nirxa herî mezin bidana û îro ev di şexsê Rêber Apo de ciyê xwe dibîne.
Ji ber ku ev sî û heft sal in Rêber Apo hemû lîstikên dagirkeran vala derdixîne û afirandina kurdên nû re hemû dinyayê daye hemberî xwe û ev dehan salane ye hemû dinya dijminantiya me dike jî, em bi serfirazî berxwedaniya xwe didomînin û her diçe ber bi serkeftinê ve diçin. Milekî din, di dinyayê de yekem car di warê pratîk û fikrî de, Rêber Apo hemû pergal û derewên şaristaniyên dewletparêz deşîfre kir. Ji ber vê yekê ye, hemû bi hêrseke mezin tên ser PKK’ê de. Rûpûşa keyayên tazî ket. Modernîteya kapîtalîst ku xwe yekane sazûman îlan kiriye, bi hemû qirêjiyên wê aşkere bûn. Derew û hîleyên wan ê pênc hezar salan derketin holê. Ev jî ji bona mirovantiyê gaveke gelek gelek mezin e.
Îro jî em di têkoşîna azadiyê de, hatine qonaxeke nû. Yan em ê jiyan û welatekî azad biafrînin, yan jî em ê jiyan û welatên dagirkeran li wan biherimînin. Em ê ji niha û şûn ve tu minetek ji dijminên gelê kurd nekin. Em ê sazûmana bi xwe biafrînin. Di serî de li bakurê Kurdistanê, ev pêvajo destpêkiriye. Bi sazûmana dewleta tirk re, êdî hemû pire her diçe qut dibin û heman rewş ji bona Îranê jî derbas dibe. Di vê demê de, şerê ku em li dar dixin, wê şerê mayîn û nemanê be. Yan em ê Kurdistanê ji dagirkeran paqij bikin, yan jî em ê ji xwe re vê jiyanê wekî jiyan qebûl nekin. Ji ber vê li bakurê Kurdistanê bi sazkirina Xweseriya Demokratîk re, wê xeleka înkar û tunekirinê ya Sûrî û Îranê jî bişkê. Ev jî tê wateya Kurdistaneke Azad û serbixwe.
Lewre di vê demê de, divê em hemû kurd bi rihekî seferberiyê rabin piya. Divê dîroka kambax careke din li jî me nezivire. Divê her ciwanek kurd çi li bakur, çi li başûr, çi li rojava wekî peywireke şerefî û namûsî ciyê xwe di nava gerîla de bigirin. Dîsa kî çi ji dest tê bike. Ev dibe di warê aborî de, ev dibe bilindkirina serhildanan be, ev dibe propaganda be, ev dibe diayek be, ev dibe dayîna rayek be, ev dibe li her derî bi zimanê kurdî axaftin be û hwd. Wê her gaveke biçûk û an mezin, me ber bi azadiyê ve bibe.
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
Bi qasî bîst roj berê li çiyayê Kelkîtê.
Hefteyek berê li gundê Osyan û Aqiriya Berwariyê.
Niha li derdora gundê Bêdeveya Şemzîzanê.
Dîrok şahîdî li hovîtî û tûraniya wan dike.
Kurd û Kurdistan ji serhildana Şêx Seîd, Zîlan û Dêrsimê re şahîd in ji vê hovîtiya tûranan re.
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –VII-
Di nivîsên borî de, me bi kurtasî bahsa şaristaniya dewletparêz û çînî kir. Bi taybet tovê vê zihniyet û çandê di serdema El-Ubeyt de tê avêtin. Bi avabûna bajaran re -ku wekî bajarê yekem Uruk(B.Z 4000-3000) tê gotin- çîn dertên holê û ev jî bi xwe re dewletê saz dike. Hewl tê dayîn, zihniyeta milyon salan têk bibin.
Di serdema El-Ubeyt(B.M 5500) de hiyerarşiya klan-qebîleyê bi pêş dikeve. Ev rewşeke gelek girîng e û encamên wê hê jî bandor li mirovantiyê dikin. Du alî pêşbaziya hegemoniyê dest pê dike. Ev civakê ser û bin dike. Dayîk vê rewşê qebûl nake. Talan dest pê dikin û hemû nirxên ku dayîkê afirandiye têne desteserkirinê. Êdî serdema neolîtîk ne fena berê ye û ber bi belavbûnê ye. Lê ne diyar e wê çi bikeve şûnê. Yanî wê çawa xwe bîne ziman ne diyar e. Êdî rewşên aborî ne mîna berê ne. Zêdehiya malan bi xwe re aloziyan an kaosan derdixîne. Di hêlekê de potansiyelek dertê holê û hewl dide xwe bîne ziman, di hêleke din de jî mirovên ku ji neolîtîkê qut dibin re û hejmara talankirinan zêde dibe.
Li hember vê civaka ku ji hêla dayîkê ve tê birêvebirinê, piştî birêvebirina dayîka pîroz, çanda XWEDAWENDÎ di dema El-Ubeyt de derdikeve û ev berxwedaniyek li dijî vê çandê ye û ev di şexsê xwedawendên wekî Îştar, Nînhursag, Înanna, Tîamat, Star, Îsîs û Kîbele de berxwedaniya jinê ye. Lê di wê demê de, dema ku berwedaniya jinê bi pêş dikeve, hemû mêr dijîtî nakin. Yanî hemû civak vê zihniyeta El-Ubeyt napejrînin. Serkeftina Zilamê Bihêz û Kone bi zorê ye, yanî zorê bikar tîne. Dema ku hewl dide li hember zihniyeta milyon salan zihniyeteke nû saz bike, bertek dibîne. 3 hezar salan jin li ber xwe dide. Zilamê bi hêz, bi zilamê pîr re û di civakê de bi şamanê pîr û zane re tifaq çêdike. Li gorî zihniyeta xwe pîroziyan diafrînin û piştre jî vê yekê bi mîtolojiyan rewa dikin. Dema ku ev tê kirin, zêdehî û hilberînên heyî û hemû nirxên civakî, wekî sermaye di dest îtîfaqa ŞAMAN+ZILAMÊ BIHÊZ+ZILAMÊ PÎR de dicive. Li jorî civakê pêşketin heye, bes li jêr jî ev rewş bi xwe re belavbûnê çêdike.
Di vir de ya girîng avabûna bajaran e. Dibû ku bajarvanî encamên xwe yên baş jî çêbûna û yên nebaş jî çêbûna. Yanî bajarvanî bi tena serê xwe ne xerab bû. Jixwe destpêkê jin bajar ava dike. Lê ku di bajêr de cudahî dikeve navbera mirovan an hinek li jor, hinek li jêr dimînin, bajêr meyla xwe ber bi şaristanê ye ve digire. Ev guherînên di bajaran de, cudahiyên çînî derdixîne û ev temsîla xwe di Zîguratan de dibîne. Li vir Zîgurat Proto-Bajêr in. Bixwe SAZÛMANEK E.
Di vê sazûmaniyê de birêvebirin pêwîst e. Li gorî bajêran, di dema neolîtîkê de an civaka di pêşengiya jinê de, exlaq û polîtîka li pêş in. Di heman deman de li Mezopotamyaya Jorîn (Kurdistan) koloniyên Hûriyan ber bi Mezopotamya Jêrîn ve belav dibin. Li vir jî fena çemên Ferad û Dîcle avdaniyeke xwezayî nîn e. Pêwîstî bi destan avdanê heye û ji bona vê jî cihok divê bêne çêkirinê. Ji bona vê mirovên ku bixebitin pêwîst in û pêwîstiya organîzeya vê heye. Girseyek li hev civiyaye. Serjimara mirovan her diçe zêde dibe. Êdî bi cihokan avdanî dikin. Di van proto-bajaran de ku wekî Zîgurat têne binavkirinê, li herî jor Xweda hene, jêrî wan rêveber hene û li herî jêr jî xebatkar, zanaetkar û kole hene. Ji ber vê yekê jî pêwîstiya hilberîneke domdar heye. Ev pergal li hember sehayeke fireh a berheman, zêdehiya malan jî derdixîne. Li gorî zihniyeta wan, divê ev zêdehî li gorî berjewendiyê çînek an sinifekê bê pergalkirinê. Pêwîst e ev rewşa nû xwe bigihîne SAZÛMANIYEKÊ. Vaye ev sazûman, bi xwe zihniyet, çînan, serdestî û avabûna dewletê derdixîne.
Wisa rewş hêsan nîn bûye. Di şûna çandeke 3 milyon salî de, pergaleke nû çêbibe. Divê ev bê hilweşandin. Jixwe berê zihniyetek heye. Divê wisa zihniyetek bê avakirinê, ya kevn derbas bike û mirovan bide xebitandinê.
Li hember vê rewşê dayîk ku, temsîla bereketê û xwedî hemû afirandina ye, şaşiya vê zihniyetê zû ferq dike. Me got dayîk, dayîk wisa fena ku di fîgurên xwedawenda de fîntoz tê nîşandayîn, sembola xweşikî û bedewiyê nîn e. Qelew e. Tam jî dayîkên me yên kurd ku li niha li her devera Kurdistanê ne. Ku li ser deriyên şikeftên Qotê Berçem a Erganiya Amedê bê nihêrtin, dayîkeke qelew û li kêlek wê zarok heye. Bes xwedawendî piştî mêrê zilimkar ku dest datîne Me’yên jinê dertê holê. Xwedawend berxwedêr e, fîntoz e, herî bedew e û sembola berxwedaniyê ye.
Di vir de dema ku baviksalarî bi şêwe û şiklê Xweda xwe tanzîm dike, li dij vê jin jî bi Xwedawendî derbasî berxwedaniyê dibe. Ev herdu hêman di encama dijberiyan de çêdibe. Yanî Xweda bi xwe re Xwedawendiyê diafrîne an jî hevdu diafrînin. Jixwe li ciyek ku Xweda nîn be, pêwîstiya Xwedawendiyê jî nîn e.
Di vê demê de bi qasî 3 hezar salî pevçûna di navbera jina berxwedêr û baviksalariyê de didome. Di vir de ya girîng berxwedaniya xwedawendiyê ye. Nexwe li hember zilam berxwedaniya Xwedawend nîn be, wê zêde cudahiyek di navbera Xweda-Xwedawend de nemîne. Jixwe me berê jî got, di encama vê pevçûnê de di Babîlan de, di pevçûna Mardûk-Tîamat de jin bi tevahî winda dike û ev dibe 1’emîn şikestin.
Di parêznameyên Serokatî de ev mijar her tê hûnandin. Dema ku zilam dest datîne ser zêdehî-hilberînê, fenomena guherînê çêdibe û pê re jî zilam vê ji xwe re dike sermaye û kar û tekela xwe saz dike; vaye li dijî vê çanda Xwedawendiyê dertê holê. Wê demê Xweda-Xwedawendbûna mêr û jinê gerdûnî dibe. Lê mixabin di vê gerdûnîbûnê de jin winda dike.
Pevçûna bingehîn di navbera Civaka Dayîk û Civaka Baviktiyê de her didome. Duh jî ev şer hebû, îro jî ev şer û pevçûn didome. Berxwedaniya li hember zihniyata El-Ubeyt an li hember zihniyeta dewletparêz û çînî, îro jî li çiyayên Kurdistanê didome.
Wê bidome...
Rûbar Andok
- Ayrıntılar