CemilBAYIK
Piştî hevdîtinên li Meclisê yên ji bo makeqanûnê, pêvajoya nîqaşeke nû hate destpêkirin.Piştî hevdîtinên li Meclisê yên ji bo makeqanûnê, pêvajoya nîqaşeke nû hate destpêkirin. Di navenda van nîqaşan de jî BDP û Siyaseta Demokratîk a Kurd bi cih kirin.Çima wisa bû?
- Ayrıntılar
DI DÎROKÊ DE BERXWEDANIYA CIVAKÊN EHLAQÎ Û POLÎTÎK –V-
Di rabirdûya mirovantiyê de ciyê klan û fêmkirina jiyana klanî gelek girîng e. Dema ku em baş jiyana klanan tênegihîjin, wê demê em ê nikaribin wate bidine sazûmanên înşakirî yên roja me ya îroyîn.
- Ayrıntılar
Li Îranê pênc ciwanên kurd hatin dardekirin û pênc ciwan jî hatin jehrîkirin. Ev komkujî û nijadqiriyeke li ser kurdan e. Dewletên dagirker û desthilatdar bi hev re peymana qirkirina kurdan dane.
- Ayrıntılar
Peywendiyên aborî yên di navbêra Sûriyê û Tirkiyê vegeriya dagirkirina Sipî ya Tirkiyê di xaka Sûriyê.
Pêvajoya ku Cihan bi giştî û bi taybet Rojhilata Navîn tê de derbas dibe, li ser bingeha berjewendiyan tê bi rêvebirin. Di serî de DYE û welatên Rojava û hevkarên wê di nava hewldanê de ne ku çawa ji vê rewşê sûd bigirin û pergala xwe ya Kaptalist li ser avabikin. Hemû hewldanên van welatên mijara gotinê ji bo avakirina perjewendiyên xwe yên leşker, Siyasî û Aborî ne.
Di vê çarçoveyê de, dema em peywendiyên di navbêr Sûriyê û Tirkiyê dinrixînin, hîn zelaltir tê dîtin ku dijiyetaiya herdu welatan ya ji gelê Kurd re, çendî hevbeş û kûre. Gelek çavdêrên siyasî di wê hizrêdene ku rewaş siyasî û peymanê Stiratejîk ê Sûriyê û Tirkiyê, li herêma Rojilata Navîn ber bi qeyranê (Kaos) ve diçe. İsrar kirina pergala Sûriyê di piratîk kirina peyaman stratejîk de, yek ji Mecareyên desthilatariya rêjîma Bass a Beşar Esad’e ku dixwezî bi van peymana rengekî dî li xwe bide. Lê tişta di piratîka rojane ya Tirkiyê de derdikeve û li ser xaka Sûriyê pêk tê ji dagirkirina Aborî û Asîmlasyonê zêdetir tu tişt nîne.
Bi hatina Emerika ya Rojhilata Navîn re, ji du rêyan pêştir li ber Sûriyê nema. Riya yekemîn a Sûriyê li gel dewletê statûkû parêz yên weke Tirkiyê, Îranê û hêzên li dijî gohertina navçeyê ne cih bigre, ku ev rê tu xêr ji civaka Sûriyê re nîne. Riya duyemîn jî pêwîste Sûriyê bi hemû netewên ku di nava xwe de dihebîne, eniya gelan û demokrasiyê hembêr bike û li dijî mudexeleyên hêzên dagirker xwedî helwest be. Bê goman ji bûna Sûriyê vê yekê bike. Pêwîstiya xwe bi hêza Kurdan heye, ne ku bi gotinê sexte yên demokrasiya Tirkiyê û Erdogan.
Lê sed mixabin Sûriyê hemû zengînbûnê xwe yên çandî dide aliyekî û riya yekemîn hilbijare û li gel Tirkiyê kete nava peymanên bazirgarnî û eniya dijber a gelê Kurdan. Divê mijarê de pirsgirêkên civaka Sûriyê ku niha li ber hilweşandineke aborî, Exlaqî û civakî ya bingeha xwe ji dest nîşan kirina polîtikaya şaş digre. Her çendê hevpeymaniya Sûriyê û Tirkiyê, weke berjewendiya gelê navçê tê bi nav kirin. Lê di esasê xwe de zererê digîne gelên Rojhilata Navîn. Armanceke din ya hevpeymaniya Sûriyê û Tirkiyê, li dijî hêviyên gelê Kurd yên ji bo azadiyê têdikoşe ye. Gelê Kurd îroj rola pêşengbûna şoreşa demokrasiyê li Rojhlata Navîn û bi taybet li Sûriyê û Tirkiyê dike. Divê derbarê de dibê em ji bîr nekin ku Sûriyê gelek şaştî kirin bi peyaman xwe bi Tirkiyê re. Tirkiyê di bin navê hevkariya stiratejîk de. Bazara Sûriyê dagrikirye, cihên kevnare dibin navê çanda hevbeş û resture kirina cihên eserî, dîrokê berovaja dike. Dîse di bin navê vebûna ber bi welatên Ereban. Di deriyên sînor de qadên bazirganiya serbest ava dike. Li jêr navê çanda İslamê û mîrasa İmpiratoriya Osmaniyan, di dibistanê Sûriyê yên weke seretahî, navendî û zanîngeha de dersên zimanê Tirkî û perwerdeya teknolojiyê dide.
Tirkiyê ne tenên di asta siyasî û leşkerî rêjîma Sûriyê girtiye bin baskên xwe, her wiha di warê Aborî de jî qada Sûriyê yên bazara vekirî ber bi welatên ereban ve bi katrîne. Ji bo hîn dagirkirina aborî û çandî ya Tirkiyê em rêxin ber çavan. Hin piroje weke mînak.
Li gor peymana du alî ya di navbêra Sûriyê û Tirkiyê de hatiye morkirin wiha ye. sazkirina Navenda agadarî ya Sûriyê û Tirkiyê (STIC). Avakirina navenda tenduristiyê li ser riya bajarê Helebê û Entabê ku fînasmanê we Tirkiyê ye. Avakirina navneda Afetê li navçeya Ezazê girêdayî Helebê. Avakirina navenda agirkujê li navçeya Efrînê. Pirojeya avakirina parka hawirdor li bajarê Helebê. Pirojeya avakirian navenda çandiniya kivarkên di malê pilastîk de. Pirojeya rakirina Kefa(zem) ya karkeran li gor ser hijmariyê, tabî ev sererast kirin wê li gor sîstma Tirkiyê pêk were. Pirojeya çêkirin û qîrkirina deriyê El Salame yê sînor(deriyê sînor yê dema dawî di navbêra Sûrî û Tirkiyê de hatibû vekirin ) û hemû riyên Sûriyê. Avakirina deboya avê li sînor Sûriyê û Tirkiyê. Resturekirina hemû kevnareyên ku ji serdema Osmaniyan li tevahiya Sûriyê û bi taybet li bajarê Helebê . Resturekirina navenda bazara bajarê Efrînê
Tirkiyê li gel hemû pirojeyên ku me anîne ziman, di warê çapemenî û weşanê de jî hin peyman mor kirine. Di vê derbêr de biryare Kovara hevbeş ya siyasî, Çandî, Aborî û Hawirdorê ya Sûriyê û Tirkiyê bi herdu ziman derbike ve. Avakirna Peymangeha Sûriyê û Trkiyê ji bo fêrbûna zimanê Erebî û Tirkî û ferbûna computer li bajarê Helebê. Afrandina derfetên ferbûna zimanê Tirkî ji bo xwendekarê zanîngeha Helebê beşa Edebiyata Tirkî. Hemû piroje ji aliyê herdu welatan ve hatine pejrandin.
Serbest Rêzan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org - www.lekolin.net – www.lekolin.info
- Ayrıntılar
Bi hatina biharê re, çawa ku xweza zindî dibe, pê re jî gerîla jî zindî û çalak dibe. Ev bi salaye gerîla bi sebr li ser banga Serokatiya xwe bêtebat in û hewl didin di rewşa parastinê de bimînin. Lê li hember vê dijminê gelê kurd sîstema TC’ê vê wekî firsend nirxandin û bêrawestan êrîşên xwe li hember Serokatî, gel û gerîla kêm nekirin.
Di vê demê de hemû dek û dolabên hikûmeta AKP’ê deşîfre bûn û ev jî her çû nûnerên sîstema faşîzane hartir kirin. Bi navê demokrasiyê hewl dan gelê kurd û derdorên welatparêz bixapînin û di hêleke din ve tunekirina gelê kurd di şexsê gerîlayan û siyasetmedarên kurd de ji xwe re kirin armanca sereke.
Di demeke wisa de, sîstem bi artêş, çapemenî û hikûmetên xwe di nava hevkariyek de bi qirkirina kurdan mijûl dibin. Di vê demê de hewl didin kurdan bêtercîh bihêlin û bi xwe ve girê bidin. Aliyek peyrewên îtîhatvana ne û felsefeya wan a jiyanê -ku ew jî hebe- faşîzm e; li hêla din jî faşîzma îslama kesk a mûaviyeyê ku navenda wê Konya û Qeyserî ye. Lê em ê tu riyek tercîh nekin û ev herdu hêl jî, bi rengên cuda, qirkirina kurdan ji xwe re kirine armanc.
Serokatiya me ji 93’yan vir ve ji bona ku pirsgirêka kurd bi riya diyalogê çareser bibe çi pêwîst be kir û li hember vê her dem destê Serokatiya me li hewayê ma. Lê ev jî heta ciyek e. Niha jî Serokatiya me hetanî serê hezîranê wext daye. Serê hezîranê jî, di têkoşîna azadiyê de wekî pazdehê tebaxê girîng û pîroz e. Ka em binêrin wê çi bibe?
Heta niha gerîla di asûna parastinê de ma. Tenê mafê xwe yê misîlemeyê bikar tîne. Fena çapemeniya mehmedok a tirk diyar dike, me şer nedaye destpêkirinê; ê me tenê çalakiyên misîlemeyî ne û ev jî bi însiyatîfa yekîneyên me pêk tê. Ev hê lê lê ye, lo lo li pêşiya me ye. Wê her kes hêza gerîlayê kurd bibîne.
Ji bona gelê kurd êdî wisa sal an mehên ku bên windakirinê nemane. Pêwîst e ku ewqas têkoşîn bigihê encamekê. Belkî sala 2009’an ji bona azadiyê zû bû, lê sala 2011 jî ji bona me dereng e. Ku dijminê gelê kurd, bi riya diyalogê neyê rê û rê nede ku gelê me rêxistinbûna xwe bike û sîstema xwe bi xwe bike, wê demê em ê bi xwe sîstema xwe pêk bînin û kelemên li hember vê jî bi riya çekan rabikin.
Bila her kes bizanibe, heta niha me destê xwe yê aştiyê dirêjî dijmin kir, lê her carê li hewayê ma. Lê bi despêka meha hezîranê re, wê careke din destê aştiyê neyê dirêjkirinê. Ha ger ku herim cem Serokatiya me û bi dilsozî ne bi derewan daxwaza wan hebe, ew mijareke cuda. Lê ji bilî wê em ê careke din, hem çekdarî hem bi serhildanan nesekinin û destê aştiyê dirêjî dijmin nekin. Serdema nû ev e.
Roj roja hesap pirsînê ye. Hem ji AKP’ê, hem ji nokeran hem jî ji nûnerên modernîteya kapîtalîst. Serokatiya me vê dema pêşiya me wekî serdema çaremîn bi nav kir. Berê gotinek hebû; “Zor zane, zêr zane, devê tivinga mor zane.” Her hal wisa dixuye, wê ev di dewrê de be û em ê nehêlin ku ev pêvajoya pêşiya me zêdetir dirêj bibe. Yanî di sala pêşiya me û sala dîtir de, ji bilî azadiya Serokatî û ji bilî welatekî azad em tu riyek qebûl nakin. Pêwîst bike em ê bi hezaran şehîdan bidin, me her dem daye û em ê di pêvajoya pêş de bi bedelên mezin, vê têkoşîna pîroz bigihên encamekê û em ê azadiyê di demeke kurt diyarî gelê xwe bikin. Ev li hember şehîdan û gel deynê stûyê me ye.
Egîd Nûcan
- Ayrıntılar
Cemîl Bayik
Meha gulanê xwedî taybetiyeke ku gelek şoreşgeran di vê mehê de jiyana xwe ji dest dane. Di vê mehê de di 1’ê Gulanê de li qada Taksîmê bi dehan kedkar hatin qetilkirin. Dîsa di 2’yê gulanê de Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn li başûrê Kurdistanê di encama komployê de hatin kuştin. Roja 6’ê gulanê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan hatin bidarvekirin. Şeva ku 17’ê gulanê ya bi 18’ê gulanê ve girêdide li zîndana Amedê Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik di 18’ê gulanê de Hakî Karer û Îbrahîm Kaypakkaya, di 19’ê gulanê de Halîl Çavgûn, di 30’ê gulanê de li Nûrhaqan Sînan Cemgîl, Kadîr Manga û Alpaslan Ozudogan gihîştin şehadatê. Dîsa bi sedan şoreşger di nava vê mehê de jiyana xwe ji dest dane.
Tevgera Azadiya Kurd li ser mîrata Denîzan, Mahîran, Kaypakkayayan ve mezin bû û bi pêş ket. Girêdayîna bi mîrata wan ji xwe re esas girt.
Tevgera Azadiyê ji roja ku pêş ketiye di asta herî jor de ji bo pêkhatina yekitiya herdu gelan xebitiye. Li hemberî ew qas êrîş û komkujiyên dewleta tirk heke di nava gelê kurd de dijminatiya tirk bi pêş neketibe, sedemê vê yekê bingehîn ev e.
Dewleta tirk ku yekitiya demokratîk a gelê kurd û tirk hezm nekiriye û her tim ji bo xwe weke talûke dibîne, ji bo nakokiya tirk-kurd, dijminatiyê biafirîne çi ji destê wê tê texsîr nake. Lê ligel vê yekê dîsa nagihêje encama ku dixwaze. Di vê de bandora têkoşîna ku gelê kurd dimeşîne divê bê dîtin.
Îro jî her kurd dema devê xwe vedike behsa aştî, yekitî, biratî û pêkvejiyana bi gelê tirk re dike. Li cem gelê kurd li hemberî tirkan hûn dijminatiyeke biçûk jî nabînin. Li cîhanê di hemû têkoşînan de di navbera gelan de dijminatî bi pêş ketiye, ligel vê di nava kurdan de dijminatiyeke biçûk jî tune. Berovajî vê yekê daxwaza jiyaneke bi biratî û azad û pêkvejiyaneke mezin heye.
Dewleta tirk, hikûmeta wê, çapemeniya wê, gelek rewşenbîr û nivîskarê wê di nava behra şovenîzmê de melovaniyê dikin. Zimandirêjiya nirxên gelê kurd dikin, ji bo biçûkxistina kurdan û reşkirina wan ji destê wan tê texsîr nakin. Dixwazin di nava gelan de dijminantiyê biafirînin, li ser vê yekê jiyana xwe berdewam bikin û şerê bi salan dom kiriye berdewam bike.
Ji bo armancên Denîzan, Mahîran, Îbrahîm Kaypakyayan û pêkhatina utopyayên wê ji van kesên şovenîst û şer dixwazin re bêjin êdî bes e. Ji bo alîgirên demokrasî û şoreşgeran biratî û yekitiya gelan pêş bixe, dema ku li hemberî şer û mirinan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê hatiye û derbas bûye jî.
Li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê têkoşînên mezin meşandin, bedelên mezin dan. Ev ciwanên ku tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan li sêdaran, îşkenceyan, çiyayan hatin qetilkirin. Têkoşîna Denîzan pêş dixist niha gelê kurd dimeşîne. Niha gelê kurd û tirk bi hev re ji bo têkoşîna wan bigihîne serkeftinê divê berxwedana wan mezin bikin.
Li Tirkiyeyê heke hêzên demokrasiyê îradeya xwe û hêza xwe dernexin holê û hêza xwe bi têkoşîn û azadiya gelê kurd re nekin yek, li Tirkiyeyê ne demokrasî pêş dikeve, ne jî pirsgirêka azadiya kurdan çareser dibe. Yanî pêşeroj û çarenûsa gelê kurd û tirk girêdayî hev in.
Ji ber vê yekê sosyalîst û demokratên herdu gelan, divê yekitiya herî berfireh ên aştî û biratiyê dixwazin pêk bînin, têkoşîna azadiyê xurt bikin û ji bo bi ser bixin her cureyê fedakariyê bikin.
Pergala rantxur û îmhager û dijminantiya nava gelan dizêrîne êdî di rewşeke pir zor de ye. Ji bo xwe ji vê rewşê rizgar bike her riyê diceribîne. Ji bo têkçûna xwe bi derengî bixe, ji bo li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê necivin û ranebin ser piyan astengiyan derdixin. Heke hêzên demokrasiyê rabin ser piyan, têkoşîneke bi rêxistinkirin bidin meşandin, dewleta tirk dê winda bike û hêzên demokrasiyê jî mezin qezenc bikin. Heta niha Denîzan, Mahîran, Kaypakkayayan û şopdarên wan bedelên ku dane dê bigihêje cihê ku heq dikirin.
Li ser vî bingehî li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê peywira dikeve ser milên wê û berpirsyariyên xwe bicih bîne, bi gelê kurd re ku têkoşîna demokrasî û azadiyê dide divê ber bi serkeftin û demokrasiyê ve bimeşin.
- Ayrıntılar
Di civata xwezayî de, ya ku dihêle civak li ser pê bimîne û jiyana xwe bidomîne, exlaqê civakê ye. Civata Kurd, her çiqas di bin nîrê kedxwariyêde mabe jî, Hiqûqa wan qebûl nekiriye. Lê belê wî bi xwe jî, Ji bona xwe hiqûqa sazûmanî ava nekiriye. Em niha dibînin ku civata me, bi hin exlaqên kevneşopîya dîroka xwe ya bingehîn, li ser pîyan maye. Bêguman ev xisûsên pir girîngin di jiyana Kurdan a civakî de.
Rêberê Kurdan, ev xal ji nûve şîrove kirin û her wihajî, ji bo damezirandina jîyana paşerojê, exlaq, wek nirxên bingehîn û hîmê jiyanê bi navkir. Sazî û raya welatparêz, hay ji van xalan hene. Lê belê wisa dixwiyê ku pêwistîyeke lezgîn pê heye, Bi dubare caran li ser van xalan bê sekinandin. Ji ber ku ; dijmin tevayî êrişên xwe, li gorî dijberiya parastinê pêk tînê. Lewra wana, dibînin ku Kurd dibine xwedî stratejiya demdirêj. Bi parastina gelekî pêşiya Kurdan bi her awayî vedibe. Ew dibine xwedî pirtûka xwe ya jiyanê, îcar, eger berpirsên hemî saziyan li ser van xalan xwe baş têbigehînin ne gengaze ku dijmin, li ber hêza civata Kurd xwe rabigire xên jî vê yekê, serkeftin pêş nakevê.
Divê hemu Kurd baş bizanibin ku kedxwariya Tirk naxwaze dev ji Kurdistanê berdê. Ji ber vê yekê jî çiqas kiryarên qirêj û ne mirovî hebin ew, li dijî Kurdan pêk tînin. Ji Tirkan, kes li benda tevgereke bi exlaq nebin. bê exlaqî, di dara wande çikyaye. Lê ew vêjî baş dibînin ku li himberî têkoşîna azadî serdestîya xwe, esasen wenda kirinê. Mixabin ew, vê yekê li xwe danaynîn. Hetanî gava dawîn dixwazin bê exlaqîya xwe bimeşînin.Dema ku van êrişên han dikin, êriş têne ser xala bingehîn a civaka Kurd. Ji ber ku ew jî nû pê dihesin, histûna civaka Kurd, hevîrê yekgirtina wê, exlaqe. Li gel hemî êrişên bê exlaqî, civata Kurd, xwe bi rengekî parastiye. Li gel vê, di van salên têkoşîna azadî de jî, bê guman gelê Kurd, hin exlaqên nûjî, têkilî jiyana xwe kiriye. dijmin dixwaze, şikestina xwe bi êrişên cihê reng li civata Kurd bikê mal.
Di civaka mede, ev demeke tişta kur û daye destavêtina jinanê ew dixwazin bi bûyerên di vê mijarê de hiş û ramana cıvata ku baş nehatiye perwerdebûyî şêlû bikin. Van demên dawîn li hin deverên ku têkoşîna azadî têde xwedî rûmete li van deran destavêtin bi komî çêdibin. Niha armanc Sêrt û qezayên wê ne. Bala xwe bidinê di van salên dawîn de li hin bajarên Tirkan yek-du bûyerên bi vî awayî qewimîn. Xwestin li raya giştî Kurdan wek destavêter bidin nîşan. Bi vê jî, neman, heman tişt, li Sowyeta berêjî, pêk anîn. Li Kazaxistan jî malên Kurdan talan kirin. Ev jî didê xwuyakirin ku peywendî di navbera vande heye. Ango kedxwariya Tirk pir qirêj dileyîzê. Van meziyetên bapîr û dapîrên xwe dixwazin li dijî Kurdan bi karbînin. Dest avêtina ku wana, li dijî gelên Balkanan bi kar aniye dîrok li dereke din nanivîse. Di van xalên me yên hessas de, hin kesên nezan jî tînine leyzê û herwiha dikevine rojevê. Ango dixwazin di ramanan de bidin zanîn ku “Kurd evin ! nikarin rêvebiriyê bikin û h.w.d. ”bê guman dijmin vê qirêjiya xwe wê bidomînê. Lê belê kar kirina li dijî vanan ne tenê peywira hin sazîyên jinêye. Ji ber ku ev êrişeke li ser histûna civakêye. Dema ku civak ji hêla exlaqîve riziya êdî ew pûç dibe, ne têkoşîn û nejî qala azadiyê li wir namîne.ji bo vêjî, hemî sazî û avahiyên welatparêz û demoratîk divê xwe pirsyar bibînin, daku têkoşîn bikin li dijî vê kambaxiyê.
Harûn Serdar
- Ayrıntılar
Biryara bi şeref a mirinê ya Kûrtayan di rojeke buharê de hatibû dayîn. Agirê Newrozê yê Mazlûman di bedenê çar hevalan de wek çirayekê vêket û dewam kir. Biryareke dîrokî bû zindan ronî kir. Li dijî wê zilma dijwar çalakiyek fetisandina tariyê bû. Biryara heval Mazlûm û îdîaya wî, biryarek bû ji hurmeta ji bo jiyanê nedigeriya.
Çalakiya her çar hevala; biryarek bû, biryara hevalê Mazlûm xistin piratîkê de. Hîn zêdetir girseyî dikir û hîn bêtir bi jiyanê ve dide girêdan. Bi qasî armanca biryarê, naverok û şêwazê bi cihanîna wê jî balkêşe. Bêguman divê mirov ji her alî ve baş fêmbike, li gorî rastiya me ya gel, milîtan û jiyanê pêkbîne û ev wezîfeyeke bingîne li pêşiya her kesê ji xwe re dibêje 'ez bi namûsim û dilsozim.'
Serok Apo
JI RÊ HEVALAN Û MIROVAHIYÊ RE
Di serdeme me de, hişyarbûnên netewî û çînî bi zêdehî dewam dikin. Gelên bindest, ala şerê ji dagirkeriyê rizgarbûnê, li dijî emperyalîzm, dagirkerî û hemî cûreyên paşverutîyê, bilind dikin. Proleterya ji bo parestina desthilatkariya xwe ya cewherî, erka xwe ya dîrokî gav bi gav bi cîh tîne. Li çar alîyê cîhanê têkoşînên dij-emperyalîst, dij-faşîst û dij-dagirkerî bi neynûk, xwîn, can, bi ked û bi jan pêş dikeve.
Di encama van têkoşînan de, li gelek deverên cîhanê emperyalîzm tune bû. Li gelek herêman li ber mirinê ye. Dagirkerî jî nikarî xwe ji heman çarenûsê xilas bike. Her wiha, li hemberî gavên şoreşgerî yên gelan û proleterya, faşîzm her roj hinekî din mehkûmî mirinê dibe.
Serdema me, ew serdema ku eniya şoreşgeran û ya dîjberan şerekî dijwar li beramberî hevdû dikin û her roja ku derbas dibe, nîşane li gorî ya şoreşgeran xwar dibe, kedkar û gelên cîhanê ber pêşeroja xwe ya bi hêvîya wê ne diçin.
Çerxa dîrokê bi xwîn, canê gel û proleterya ya Vîetnam, Kamboçya, Kuba, Fîlîstîn, Kurd, Rus, Alman û Bulgar digere.
Têkoşîna azadî û serxwebûna neteweyî ya Vietnamê ku di hundir de bi tacên zêrîn ên serkeftinê hat xemilandin. Di dîroka şoreşên cîhanê de bi afirandina nirxên dewlemend û bi pêkanîna tecrubeyên bi nirx, riya gelên bindest ên cihanê ronî dike û bi bandora xwe ya dîrokî û nirxên xwe, wekî çirûskekê rê nîşandêre têkoşîne gelên bindest ên cîhanê ye.
Her santîmetreyeke têkoşînên rizgariya netewî di berdêla êşên mezin de pêş dikeve û fedakariyên mezin dixwaze. Ev şerê demdirêj, di destpêkê de ji bo serxwebûna gel mirinê dixwaze. Şerê serxwebûn û azadiya netewî ya gelekî li ser wan diyardeyan bilind dibe. Ji bo bi destxistina serkeftinê. Bi bawerî şerkirin û bi şerkirinê bawerkirin pêwîst e.
Xwe gihandina serxwebûna netewî, tenê bi daketina nav gel û bi yekbûna bi gel re dibe. Riya rêxistinbûyîn û girsebûyînê, ji nasîn û famkirina gel û baweriya rizgariyê, bi wê dayîna fêmkirinê derbas dibe.
Ev jî rêbertiyeke rast dixwaze. Dema ku rêber û gel bibin yek, mirov dikarin li hemberî zehmetiyên mezin li berxwe bidin û derbas bikin.
Dema ku em di vê çarçoveyê de li dîrokê meyze dikin, rêxistinbûneke rê li ber kaosê vedike. Îxaneta dijminên çînî yên bi karaktera teslîmkarî ku dibin navê rêbertiyê de ji bo berjewendiyên xwe, gel davêjin nav tarîtiyan, derdikeve pêşiya me.
Her carê şerê ku ji bo serxwebûnê hatiye destpêkirin, bi hewldanên xedar yên dewletên dagirker, û mêtînger ve hatiye fetsandin. Mîrateke berxewedanê ya me ku ji gelê me ma ye heye.
Li gel van hemûyan.
Ger neteweke ku bi qasî gelê Kurdistanê ji bo azadî û serxwebûna xwe berdêl daye û xwîn rijandiye. Zarokên xwe di vê riyê de feda kirine. Xwediyê rêvebertiyeke rast bûya, herî kêm bi qasî berxwedana xwe, rêvebertiyeke ku jê dûr namîne hebûya. Wê ne carekê heta niha deh caran Kurdistan rizgar bibûya û bigihîşta serxwebûna xwe.
Ev gel, gelekî wisa ye ku texta imparatoriya Asur li serî ruxand. Medya ya ku li Rojhilatanavîn mîna rojê hilat, ava kir.
Ev gel, gelekî wisa ye ku, li beramberî artêşên dagirker û împaratorên mêtînger ku ji rojhilat, rojava û başûr pêl bi pêl hatin, meşaleya serxwebûnê tu carî ji dest berneda. Birçî ma, bê war ma, lê belê li çiyayên xwe yên pîroz êvîna xwe domand.
Ev gel, gelekî wisa ye; bi zimanê xwe û bi çanda jiyan kir. Mem û Zîn, Ehmedê Xanê û Feqiyê Teyranan afirand.
Ev gel, gelekî wisa ye; li dijî dagirkeriya Tirk, Faris û Ereb bi berxwedanên Ubeydullah, Bedirxanî, Beydînanî, Yezdan Şer, Rewanduz, Sason, Agîrî, Zîlan, Palo, Genç, Xanî û Dersîmê evîna xwe ya serxwebûnê dewam kir.
Gelê kurd binket û serket, lê belê binkeftin tucaran ev gelê kurd nikarîbû bide tirsandin. Di rojên teng de yê weke Besê li cem xwe dît.
Gelek têkoşerên ku xwîna wan di nav axê de pişkîvîn. Bi bîranînên egîdên Kurd ên ciwan Jiyan kirin.
Di binketinên xwe de, yên weke Besê ji bo radest nebin, bi saxî nekevin destê dijmin de, xwe ji zinaran avêtin xwarê. Gelê kurd mînak ji xwe re girt, ev berxwedaniye ku hate jiyan kirin.
Bêdengiya vî gelî ku bi salan, bi darê zorê hat tepisandin. Hesretên gelê kurd yê serxwebûnê. Dijmin bawer dikirin ku bi dawî bûye. Têkoşerên hemdemî û rêxistiniya wî di kesayete PKK’ê de ji nû ve, bi coş û hîn zêdetir bi xwestek û bi biryar li ser vê xakê pişkivî, stewiya û şax berdan…
Bi şikilgirtina bîrdozî, polîtîk û rêxistinî ya PKK’ê, bû hedefa êrîşên dijwar û komployên dagirkeriya Tirk. Hevalê gurûpa bîrdozî, rêberê mezin yê komunîst û enternasyonalîst Heqî Qerer di encama komployeke bi vî rengî de hate şehîd kirin. Qetilkirina rê heval Heqî Qerer, derbarê zehmetiyên di kurdistanê de, derbarê têkoşîneke şoreşgerî meşandinê de, îşaretên girîng dane me.
Di warê rêxistinê de ketina nav gel. Şer dayîna meşandina di nava gel de. Dema ku li Kurdistanê gavên pêşî dihatin avêtin. Guman û şik nebû ji bo astengiyên derkevin. Divê şîdeta şoreşgerî were bikaranîn. Ev yek ji bo têkoşîna me pîvaneke mayîn û nemayînê bû.
Bi vî awayî, rê heval Heqî bi şehadete xwe ya fîzîkî jî. Hişt ku têkoşîna me hîn mezintir û berfiretir bibe.
Qetilkirina Heqî, bi me da fêmkirin ku ji bo şer kirina li dijî dagirkeriyê. pêwîste mirin parçeyek ji jiyanê bê dîtin.
İro li zindana Diyarbekirê, dijmin di kesayete me de hewl dide hêviya rizgariya gelê me û rêberê partiya me bifetisîne.
Ev şerê mayîn û nemayînê ye. Şer dikarin bên wendakirin. Lê belê tehemula me ji wendakirinê re nîne, û divê nebe jî. Ji ber ku wê encamên vê yekê pir giranbin. Berpirsiyariya wê jî bi qasî ku nikare bê hilgirtin, giran û bi êş be. Ji wendakirina vî şerî re tehemula me nîne. Dema em ketin vê riyê de, em dibin aleke paqij ya berxwedanê de xebitîn. Em neçarin ku vê alê bi heman paqijiya xwe hilgirin. Riyeke din nîne. Ji bo jiyana dibin ve alê de û ji bo bilind kirina wê, ji berxwedanê bêtir rê tune ye.
Beriya demeke pir kin, rêberê me yê mezin rê heval Mazlum vê yekê bi awayekî eşkere nîşan da.
Vê carê jî wekî her care di qonaxên zor û zehmet de. Di qonaxa bi êş û jan a girtîgeha Amedê de. Bi fedakirina jiyana xwe ya bi nirx, rê nîşanî me kir û riya têkoşînê bi me da ronî kirin.
Rêberiya me ya partiyê, di kesayeta rê heval Mazlum de, berpirsiyariya xwe careke din bi aweyekî herî rast bi cîh anî. Niha dor a me ye.
Belê, partiya me ji me berxwedanê dixwaze. Di şert û mercên dîlgirtinê de, ku em ji hemû çekan bê parin. Dixwaze em canê xwe û xwîna xwe bikin agir.
Her agirê ku bê pêxistin, wê tarîtiya ku li derdora me tê hunandin, di nava ronahiyê de bide fetsandin. Her agirê ku bê pêxistin, wê dîwarên xayîn yên îxanetê bi erdê re bike yek û me bighîne gelê me. Hêviya gelê me ku bi me girêdayî ye, mezin bike. Her agirê ku bê pêxistin, wê bi 3 darikên bi agirê Mazlum re bibe yek û geş bibe. Wê hesabên kirêt yên faşîstan, dagirkeran û îşkencekaran hilweşîne.
Hevalno!
Dijminê hov, bê rehm û bi biryar e ku bighîje armancên xwe. Heger em ji vê re nebêjin “ bisekine” dev ji şoreşgeriyê berde, emê ji mirovtiya xwe jî şerm bikin.
Di vê zindanê de, bi navê partiya xwe û bi navê gelê xwe, em bi rû spî dernekevin. Wê nivşên nû me lanet bikin. Tu sedem nikare me ji hesabpirsîna dîroka me û partiya me xilas bike.
Em weke gel hem li derve û hem jî li zindanê şerekî mayîn û nemayînê didin. Riya rizgariya ji vê yekê diyar e. Ezmûn û mîrata partiya me, ji me re kevneşopiyeke mezin ya berxwedanê hişt. Vê kevneşopiyê dewam kirin mecburî ye.
Lê niha jî ku dijmin bi her awayî dixwaze me û gelê me îmha bike. Ji bo vê yekê tu tiştekî li ber çavan nagire û tu sînoran nasnake. Dîsa bi awayekî berfireh û xeter, zext û zorê li girtiyên zindana Amedê dikin. Êdî kevneşopiya berxwedana girtîgeha Amedê dîsa tê rojevê û dive tam di van rojan de rola xwe bilîze…
Her endamê partiyê, her mirov, her welatparêzê kurd yê bi namûs. Sampatîzanê PKK’ê û alîgirê PKK’ê pêwîste di vê zanebûnê de be, erkên dikeve ser milê wî bi cîh bîne. Bê guman her kesek tiştekî ku bike heye. pêwîste em hemû, daxwaz û bendewariyên partiya xwe û gelê xwe baş bizanibin. Bi vê zanebûnê têkoşîn bikin.
Emê bi pêkanîna vê çalakiyê, berpirsiyarî û baweriya xwe ya ji bo partiya xwe, gelê xwe û mirovatiya pêşverû, di pratîkê de jî nîşan bidin.
Rê hevalno!Vê yekê baş bizanibin ku, ji niha û pê de gelê Tirk û Kurd wê bi we re bin. Em şopedarên Heqî li Dîlokê, Xelîl li Hîlwanê, Besê li Dersîmê û Mazlûm DOĞAN li zindananê ne. Em natirsin, hûn jî netirsin.
Bimre Dagirkerî!
Bimre Emperyalîzm!
Herbijî PKK’ê!
Herbijî Têkoşîna me ya Rizgiriya Netewî!
Ferhat KURTAY, Eşref ANYÎK, Mahmut ZENGİN û Necmî ONER
- Ayrıntılar
Li meclîsa tirk Sebahat Tuncel axaftinek kir.
Her çiqas got li Kurdistanê şer heye an na, nîjadperestên tirk ên bi rengê kesk, wekîlên AKP’ê kefiyan.
Yê ku di serî de kefiya û har bû, ew zatê ku serokê meclîs dibêjin ya.
Te dî navê wî Mehmet Alî Şahîn e
- Ayrıntılar
Xaka Mezopotamya warê xwedanwenda ye. Ciyê derguşa mirovantî û şaristaniyê ye. Ciyê cara yekem ku jiyana bi wate li derdora dayîka pîroz hatiye kirine. Jin navenda vê şaristaniyê bû. Ji ber kedkdarî, xulikdarî, afirandin, bedewtî, parvekirin, lawir xwedîkirin, zarokanîn û mezinkirin bi vê axê û xwezayê re yekbûn, edalet, wekhevî, azadî û berhem komkirin ji aliyê dayîka pîroz ve çêbûn û ev cewherê jinê bi xwe ye.
- Ayrıntılar