Çapemenî û Raya Giştî Re!
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;
– 7'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
– 7'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi dronnên bombebarkirî hatin bombekirin.
– 8'ê Nîsanê li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi gazên kîmyewî, 2 caran jî bombeyên fosforê yên qedexekirî hatin bombekirin.
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
– 5, 6 û 7'ê Nîsanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berê Zînê 2 caran, li Herêma Garê qadên Zêvkê, Heftebax, Girê Kun, Mêranê, Girê Sîserê 6 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Bêşîlî carekê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 4 caran; bi giştî 13 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
– 7'ê Nîsanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 12 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
– Di navbera 5-9'ê Nîsanê de li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Kendekola, Lolanê 88 caran, li Herêma Garê qadên Ergenê, Kanî Sarkê, Zêvkê, Girê Kun, Dêreşê, Mijê, Girgaşê, Yekmalê, Girê Zengilê 182 caranş, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Bêşîlî, Şêlazê 116 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar, Girê Amediyê 432 caran; bi giştî 818 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
– 7'ê Nîsanê saet di 22:40'î de li Herêma Metînayê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan ku berê xwe dabûn tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê.
9’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê