HPG

Hêzên Parastina Gelê Kurdistan

 Ji Çapemenî û Raya Giştî Re!

Di 20'ê Cotmeha 2021'ê de li Zapê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de hevrêyê me Amed Botan şehîd bû.

Hevrêyê me Amed ku bi kesayetiya xwe ya fedakar, bi hevrêtiya xwe ya xurt û şarezabûyîna xwe ya leşkerî heta kêliya dawî bû neferekî xurt ê jiyana Apoyî, wezîfeyên herî zehmet bi cih anî. Li pêşberî serketinê ti astengî û hincet qebûl nekir û bi kesayetiya xwe ya ku berê xwe li armanca xwe bû, navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsand. Hevrêyê me li her bihosta herêma Zapê ked da, li dijî êrîşên dagirkeriyê bi rengekî destanî têkoşiya û nîşanî ciwanên Kurd da ku têkoşîna li hemberî dagirkeran divê çawa be. Hevrêyê me Amed ji dema ku tevlî nava refên gerîla bû heta bi kêliya dawî, ji bo di kesayetiya xwe de taybetmendiyên milîtaniya Apoyî biparêze, ked û hewldaneke mezin da. Ev sekna xwe ya bi biryar her tim parast. Weke hevrêyên wî, em soz didin hevrêyê xwe Amed ku teqez xwe bigihînin armanca Kurdistana azad ku emanetî me kiriye.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêyê xwe Amed û hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikink u her tim xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Amed Botan bi vî rengî ne:


Nasnav: Amed Botan

Nav û Paşnav: Mihemed Hîkmet

Cihê Jidayikbûnê: Qamişlo

Navê Dayik – Bav: Lema-Hîkmet

Cih û Dîroka Şehadetê: 20'ê Cotmeha 2021 / Zap

 

Amed Botan – Mihemed Hîkmet

Hevrêyê me Amed li bajarê qedîm ê Rojavayê Kurdistanê Qamişloyê ku bi berxwedana xwe naskirî ye, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Malbata hêja ya hevrêyê me Amed Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê nas kir û bi bandora sekna fedaî ya milîtanên Apoyî û biryardariya wan a ji bo têkoşînê her tim ji bo gerîla bû xwedî sempatiyekê. Hevrêyê me ku li nava malbateke bi vî rengî ya hêja mezin bû, bi hişmendiya welatparêziyê ya kûr û exlaqê Kurdîtiya qedîm mezin bû. Di temenê biçûk de kadroyên PKK'ê dît û ji sohbeta germ û sekna wan a dilnizm bi bandor bû. Hevrêyê me demekê çû dibistanên sîstemê û li hemberî van dibistanên ku navendên asîmîlasyonê yên mejiyê yekperestiyê ne, bû xwedî nerazîbûnê. Hevrêyê me li gel temenê xwe jî kete nava nakokiyan û bû heyranê têkoşîna destanî ya bi pêşengiya gerîla. Lewma li benda wê rojê ma ku bibe gerîla. Hevrêyê me di nava şert û merên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de dest bi dema xwe ya destpêkê ya ciwantiyê kir û bi bandora pêvajoya şoreşê beşdarî nava karên ciwanên şoreşger welatparêz bû. Ji bo ciwanên Rojava xwe bi rêxistin bikin, li dora şoreşê bicivin û li dijî êrîşan bikevin nava çeperên berxwedanê, kedeke girîng da. Her ku fêhm kir bê ciwan ji bo tevgera me çiqasî girîng e, hîn bi hesasiyet nêzî kar bû. Di gelek karên cuda de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir û her rojê hîn bêhtir partiya me nas kir. Bi rengekî bê sebir li benda roja tevlîbûna li nava refên gerîla bû. Li dijî konsepta êrîşê ya dewleta Tirk a dagirker ku ji bo tasfiyekirina tevgera me û tepisandina gelê me meşand, weke her ciwanekî Kurd ê bi rûmet kete nava lêpirsînên kûr, baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê divê bi berpirsyariya dîrokî rabe û kete nava liv û tevgerê. Hevrêyê me ku ji bo mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne, mezinkirina têkoşînê û tevlîbûna li nava refên gerîla ji xwe re kir armancên bingehîn û biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me ku sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû, ji jiayna gerîla, ji xwezaya bêhempa ya Kurdistanê û ji têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bi bandor bû. Hevrêyê me ji ber vê ekê bi kelecan û coş tevlî bû û bi daxwazeke mezin beşdarî nava perwerdeya şervanên nû bû. Hevrêyê me dixwest her detaya têkildarî gerîla bihîstibû hîn bibe, di dema perwerdeyê de hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûr kir û xwe ji bo qadên pratîkê re amade kir. Hevrêyê me serbilind bû ku di xeta Apoyî de dimeşiya û bû hêviya azadiyê ya gelê xwe, lewma bi dersê wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên xurt pêk anî.

Hevrêyê me hedef danî pêşiya xwe ku di demeke kurt de bibe gerîlayek jêhatî û li ser vê bingehê her kêlî bi xwe perwerdekirinê re derbas kir. Hevrêyê me bi tevlîbûna xwe ya bi coş bû şervanekî mînak. Hevrêyê me ku perwerdeya şevanên nû bi awayekî serketî bi dawî kir, ji bo di jiyana gerîlatiyê de tecrûbeyê bi dest bixe berê xwe da qadên pratîkê. Hevrêyê me li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî xebatan bû, xwe da xebatên Partiyê û bi hişmendiya ku layiqî şehîdan be tevgeriya. Hevrêyê me ku di demeke kurt de tecrûbe bi dest xist û bû xwedî sekneke mînak a milîtanî, ji bo di pêvajoya şer de bi awayekî çalak cihê xwe bigire li ser taktîkên demê lêhûrbû.Hevrêyê me ji bo şikandina êrîşên topyekûn ên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda giran a bi awayekî sîstematîk li ser Rêbertiya me tê meşandin lêhûrbûnên kûr jiyan û gihişt wê encamê ku rêya vê hem bi fêhmkirina Rêbertî ye û hem jî bi derbeke mezin li dijmin xistinê re pêkan e. Hevrêyê me ku tevlî perwerdeyên pisporiyê bû, ji bo di her wateyê de bersivê bide pêvajoyê, hem di dersên pisporiyê yên îdeolojîk hem jî leşkerî de lêhûrbûnên kûr jiyan. Hevrêyê me ku li gorî ruhê demê tevgeriya û perwerdeya xwe bi serketî qedand, di gerîlatiya dema nû de kûr bû û berê xwe da qada Zapê. Ji roja destpêkê ya pratîka xwe ve bi tevlîbûna xwe ya bêhesab û bênavber a li qada Zapê ku êrîşên dijmin lê giran bû, bala hevrêyên xwe kişand. Hevrêyê me ku di demek kurt de xwest hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherîne çalakiyê, di vê mijarê de gelek caran pêşniyar kirine. Li ser bingeha van pêşniyaran hevrêyê me tevlî gelek çalakiyan bûye û tecrûbeya ku di dema perwerdehiyê de bi dest xistibû derbasî pratîkê kir. Hevrêyê me yê ku di ferqa erkên xwe de bû, bi sekna xwe ya di dema çalakiyan de û xwînsariya xwe baweriyek mezin da hevrêyên xwe. Ji ber vê bû milîtanek Apoyî yê serketî û hurmeta hevrêyên xwe bi dest xist. Di sala 2021’an de li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê êrîşên dagirkeriyê hatibûn destpêkirin. Hevrêyê me Amed ku yek ji pêşengên berxwedana destane ya li Zapê bû, di pêvajoya ‘Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê’ de sekneke fedaî raber kir. Tevlîbûna hevrêyê me yê bibiryardar hişt ku darbeyên giran li dijmin bê xistin.

Hevrêyê me Amed ku 20'ê Cotmeha 2021'ê li qada Zapê di êrîşa dijmin de şehîd bû, bi jiyana xwe ya fedaî, kesayetiya xwe ya dilnizm, hevrêtiya xwe ya ji dil û kûr wê her tim di nava me de be. Em ê xeyal û armancên hevrêyên xwe bikin sedema têkoşîna xwe û di têkoşîna xwe de her bibîr bînin. Em dubare soz didin ku em ê ala têkoşînê ya ku hevrêyê me Amed dewrî me kiriye, heta serketinê hildin.

11’ê Avrêla 2025

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG