Xweza di zemanên qedîm de bi wate bû, nirxê wê hebû û mirovan îbadeta wê dikir, lê ew ruh çima niha ziwa bûye? Gelo nesaxiya pergala desthilatdar e? Ruhê îbadetkirina xwezayê min jî hîsnedikir. Hatina gerila ya çiyan, min ji bona şer şîrovedikir, lê min texmîn nedikir ku xweza û dîrok te perwerde bike.
Ez û du hevalên jin me berê xwe da geliyê Perex yê herêma Heftenîn, lê heyanî em bigihîjin geliyê Perex emê di gelek dol û bergehan re derbas bibin. Heyecana wê bergehê dîtin min jidil hîsdikir. Lê divê ez tîpên ku çîroka wan çiya, dol û kaniyan pê hatiye nivîsandin, fêmbikim. Çiyayê ku dilê gelek mirovan bi hesreta spehîbûna xwe hiştiye; Cûdî kete ber çavê min, lê min nikarîbû destê xwe bidime û hembez bikim, dîmenê qereqola Kirya Reş bi min da hîskirim ku Cûdî azad najî. Cûdî bi heybet bû û serbilind bû, ji ber yên wê diparêzin di hembêza wê de ne û wê tenê nahêlin. Mayîna wê qereqolê di quntarên Cûdî de ji bona min mirin bû, qeşengbûna Cûdî dilewitîne û azadiya wê bi sînor dike.
Em gihîştin sêkoşa Qesrokê. Qesrokê hem navê gunde hem jî navê çiyayê li ser gunde. Sêkoşa Qesrokê jî sêkoşa Kirya Reş, geliyê Perex û Qesrokê ye. Me berê xwe da geliyê Perex û em bûn mêvanê biheşta wê. Fîrdewse û spehiye, carne şade û carne jî bi dil kovane. Rê û malên ruxiyayî di wê dolê de hene. Vê dawiyê jî dijmin erazî topbarankiriye û gelek daristan şewitîne. Ew şewat mîna leke li bejna geliyê Perex dixuya, tenê girî jê kêmbû û wê xemgîniya xwe bi herkesî re parvedike. Rast û çepê dola geliyê Perex çiyayên berzbûn, sukira me qerimî bû, hingî me li bejna wan çiyayan meyzadikir. Bi taybet dîmenên ku gelekî bandor li ser min dikir, dîmenê malên xerabe bûn. Ew malên xerabe diyardikirin ku mirovan bi darê zorê dev ji gundê xwe berdane. Xwezaya biqasî zêr beraqe û ji zîv zêdetir dilê mirov dîldigire, nemumkine ku dev jê were berdan. Mirovên ku mirina xwe didin ber çavê xwe, dîsa jî di palên wan çiyan de bûn. Xortên ciwan li ber pez bûn, jin û mêrên kal jî di nava bexçan de dixebitîn. Henaseke gund ji bona wan derman e. Min çawa ji wan dipirsî we çima dev ji gundê xwe berdaye? Çavên kelegirî, bi hejarî li min dimeyzandin û digotin “xwedê mala neyaran xerab bike.”
Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ew xweza bedewdikir. Nirxê xaka xwe dizanîbûn. Bi rojên ku tê de jiyankirine girêdayî bûn. Di kontara wan çiyan de bexçe çandin, ji bona wan dermanê dil e. Ji kaniya gundê xwe av vexwarin biheşte.
Li dola Şîşê gundê Mêrgeşîşî û Dêraşîşê heye. Gundê Mêrgeşîşî Sindî ne û bi aslê xwe ji Garisa hatine. Misilmanin û ji gundê xwe koçberî Zaxo bûne. Gundê Dêraşîşê jî gundê Keldaniya ye. Gundê wan ji milê hikûmetê ve hatiye avakirin, lê ew ji tirsa Tirkan newêrin vegerin gundê xwe. Her du gund jî di palên çiyan de ne û mirov guneh dike li wan binêre. Ciwanên ku me di rêka xwe de dîtin nexema wan bû ku ji gundê xwe koçber bûne, lê bav û dayîkên wan dixwazin vegerin gundê xwe û ji nûve avabikin.
Dema ku min bedewbûna wan gelî û çiyayan dît, min nirxê mirovan jî naskir. Girêdana wan mirovan ya bi gundê wan ve ji bona min dersekî mezin bû. Ruhê xwezayê û mirovan, nirxê dîrokê bi te didan hîskirin. Ji ber ez dûrî dîroka gel û xaka xwe mezinbûme, min ji xwe şermkir.
Dûnya Cemîl
- Ayrıntılar
Belê serhildana ku jêre gotin, me bi dawî kir û bi ser de beton kir, ji ber tev xeyal û derewîn bûn. Ji ber ticaran hêrsa Agirî bi dawî nebû, Tendûrek jî ticran dev ji hevaltiya bi Agirî re berneda, wan sonda li berxwedayînê dabû. Ew hîna li benda gelek zarokên agir û rojê bûn, ew li benda gelek evîndarên ji wan re bibin dildar, bûn, ji ber ku qêrînên geliyê Zîlan hîna di quncikên dilên hatine tirsîn de, xwe diparastin. Hîna ew piyên tazî di nava seqem, bahoz, bager û berfa welatê Serhedê de nehatine jibîrkirin. Berfa bi spîbûna xwe dihate nasîn, êdî nema dihate dîtin, wê belkên xwe spartine zozanên vî welatî. Weke ew strana dibêje, êdî xwîn li vî welatî digiriye, êdî kîn û nefret di çavên zarokên bi rojê re dikeniyan tije bûye. Rondik xwe li wan çavan bar kiribûn.
Ew roj weke duh, îro û sibê di hest û hizrên mirovên vî xakê de tê jiyîn. Ev mirovên xwe tiyê jiyanekî azad dibînin, li bendê ne ku ev êş û elem bibin rastî û di rûpelên spî de bêne bi cîkirin. PKK’ê bû ew rûpel, bû hêvî, bawerî, vîn û volkana vejîna nû li Kurdistanê.
Belê çiyayê Agirî û Tendûrek; serpêhatiya gelek leheng û şoreşgeran nivîsandin. Yek ji van serpêhatiyan, serpêhatiya rêheval, fermandar û evîndara rojê Dîcle Herdem e. Ev serpêhatî di nava dilên ticaran nede jibîrkirin de bi cî bûye. Her serpêhatiya şehîdekî li ser vê xakê, destanên bê dawî nivîsandin. Ezê jiyan û kesayeta heval Dîcle, weke jina ku bi rastiyên xwe re xweşik û azad jiya û da jiyan kirin vebêjim. Ji ber ku hevala Dîcle her kêliyên jiyana xwe xweşik û bi wate kiribû. Her kêliya jiyana xwe bi displînê re hûnandibû.
Carna dema mirov nikarbe hevalên herî nêzî xwe bi lêvbike, mirov gelek zehmetiyan dikişîne. Lê, nivîsandina li ser hevala Dîcle weke maf û fermanekî li ser xwe dibînim. Ger ez vê fermanê bi cî neyînim, wê wijdanê min hesab û lêpirsînê bike.
Sal borîn li ser şahadeta heval Dîcle, lê her ku min pênûs girte destê xwe peyv di lêvên min de ziwa dibûn û destê min dilerizî, pênûs nema dinivîsand. Lê, êdî ez nema dikarim rakim. Ev fermana wijdanê min ditevizîne. Ez her çiqasî nikaribim maf weke têxwestin bidim, lê ezê weke min pêre jiyan kir hewl bidim bi lêv bikim. Min dema heval Dîcle naskir, çav, dil û ramanên min, roja veqetîna bê dawî bi min nedan nivîsandin. Ez dema nû tevlî bûm çavên min li keçekî qet neyê jibîrkirin ket. Çavê min li ser qerimî bûn, dilê min lê dikeliya. Ji ber ku yê destpêkê ez fêrî jiyan, hevaltî, xeta Rêbertî û çiyan kirim hevala Dîcle bû. Weke mamoste û fermandara min ya yekemîn bû. Perwerdeya destpêkê çawa ji bo her hevalekî girîng e, ji bo min jî wê girîngî xwe diparast. Heval Dîcle, ez fêrî tama jiyana gerîlla kirim. Kedekî hevala Dîcle yê gelek zêde di ber min de çêbû. Ew pir bi me re mûjûl bû. Ji bo me perwerde bike li ser pîvan û rêzikên gerîlla gelek hewldan û keda wê ji bo min û hevalan çêbû. Berî ku ez werim çiyan min hevala Dîcle dîtibû. Lê, wê demê temenê min derdora heşt- neh salî bû. Dîtina wê demê, di hişmendiya min de weke xeyal mabû. Malbata min di bîra hevala Dîcle de bû. Ji ber dema min sicîla xwe da, keniya û got; “erê, dema ez dihatim mala we, tu hêja zarok bû, niha jî tu hatî bibe gerîlla, çiqas, dem zû derbas dibe, ne wisa heval?” min jî got; ger ew dem temenê min têrêkiribane, ezê wê demê tevlî bûbama.’
Hevala Dîcle, di meşa xwe ya nav têkoşînê de, hertim weke şoreşgereke xwedî hêz, sekin, bawerî, pîvan û rêgez meşiya. Hevaltî û fermandartiya hevala Dîcle, di dilê mirovan de gelek rêçên diyarker hiştin. Ji ber ku hevala Dîcle, hevsengî di navbera hevaltî û fermandariyê de dabû avakirin. Mirovan fêmdikir û wisa nêzdibû. Ew diket cîhana hevalbendên xwe. Ew bi hevaltiyê re weke mirûdekê girêdayî bû. Hevalên ku bi hevala Dîcle re bimana, piştî jê vediqetîn ciyekî taybet li gel wan hevalan dida hiştin. Hertim ji me re behsa xeyalekî xwe dikir. Ezê vê xeyala wê bi were parve bikim.
Digot; “piştî Kurdistan azad bibe, ezê siwarî hespekî spî bibim û li ser wê hespê zînekî bi xemil çêkim. Ezê keziya xwe ya dirêj bihûnim, ger porê min dirêj nebe jî, ezê porekî ji xwe re bikirim û bi wê hespa spî destpêkê li Amed û piştre li tevayî Kurdistanê bigerim.”
Di wê xeyala xwe de, hevala Dîcle çiqas evîndara vê xakê ye ji me re dide nîşandan. Hevala Dîcle kesayeta xwe li ser evîna welêt avakiribû. Piştî perwerda şevanên nû min bi dawî kir, ez derbasî herêma Metîna bûm. Du sal di navberê de derbas bûn, hevala Dîcle, weke fermandar derbasî herêma Metîna bû. Cara duyem, me li wir hevdû dît. Li wir ji min re got; “êdî tu mezin bûye, lê dîsa jî ez bawer nakim ezê te rojekî wisa bibînim.”
Me ev dîtin, weke qonaxa duyemîn bi nav kiribû. Em du salan li herêma Metîna bi hevre man û bihara 2006’an ez ji herêma Metîna derketim. Ez dema ji Metîna qut bûm û bi taybet dema ez ji hevala Dîcle cara duyemîn qut bûm, ez pir êşiyam. Hevala Dîcle gelek ji vê veqetîna me êşiya. Hembêzkirina me ya dawî, ji çavê me herduyan rondik hatin xwarê. Lê, min hêvî û baweriya xwe qut nekir ku ji bo carekî din em hevdû bibînin. Dîtina me ya dema siyemîn di ketina rêwîtiya bê dawî de hate pêkanîn. Dema siyemîn, ji her dîtinê bi wate û nirxtir bû. Di vê rêwîtiyê de gelek rojên veşartî li benda me bûn. Weke her rêwiyekî, dilê hevala Dîcle ji kelecan û bê sebriyê davêt. Tevî ku di aliyê fîzîkî de gelek zorî û zehmetî jiyan dikir, lê ticar bend ji bo xwe neda avakirin. Ji ber kesayeta xwe, ji çavkaniya Rêbertiyê avakiribû. Hevala Dîcle, berê xwe da Agirî û kete şîveriyên sînoran na nasin. Çavên xwe li ser bejn û bala Agirî girêda bû. Her çiqas daxwaza min ew bû ku em bi hevre bikevin nav deryaya Agirî, lê careke din veqetîna bê hempa xwe di navbera me de weke pirekî avakir. Li ser wê esasê min berê xwe da Tendûrek û hevala Dîcle berê xwe da Agirî. Lê, me dilê xwe di kefa destê hev de pêça û em ketin rêwîtiya vî welatî. Hevala Dîcle çend heyvan li Agirî ma, lê xwe di dilê zarok, dayîk, ciwan û kalan de da çandin. Ji ber di nava wan heyvan de êşên wî gelî jidil de hîskir û di çavê wan de birçîbûna azadiyê dît. Bi gel re têkiliyekî xwe ya nazik û bi zanist hebû. Hebûna xwe, di hebûna gel de avakiribû. Piştî çend heyvan, her çiqasî çav û dilê wê ji heybeta Agirî têr nebû jî, careke din berê xwe da herêma Dembatê. Li Dembatê em hemû hevalên jin bi hevre ketin wargeha Zivistanê û di Zivistanê de hevala Dîcle berpirsyarê giştî yê wargehê bû. Him hevalên xort û him jî hevalên jin, jê hezdikirin û rêz digirtin. Heskirina xwe ya jê re bê qusur didan nîşandan. Ji ber di hevaltiya xwe de, heya dawî bi bawerî û rêxistinî bû. Hevala Dîcle her çiqasî heval rexne dikirin jî, lê têgihiştina hêzdayînê ticaran paş çav nedikir. Ji ber hevala Dîcle her tişt li ser hîmê hevaltî dida avakirin. Ji bo xwe bi cî anîna erkên hevaltî, weke nan û avê didît. Hevala Dîcle, hevaltiya herî rast ya bi hêviyan dagirtî hilbijartibû.
Ew ne têrbûna ji Agirî bi dubareyî bilêv dikir. Ji Agirî hezkiribû û Agirî ew di nava belekên xwe de mîna xwest bi cî kir. Bi Bihara 2008’an re cara duyem berê xwe da wê xakê. Riwê xwe dabû warê Tendûrekê. Hevala Dîcle bi hêviyên mezin derbasî qada Tendûrekê bû. Weke di nivîsa xwe de diyar dike, ev çûyîn hîn zêdetir bi wate û girîng e. Berî biçe bi rojekê, di nivîsa ji min re nivîsandî de van hevokan dirijîne ser rûpela sipî. Di dema destê me li ser milê hevbû û di xatir xwestina xwe de jî, ev hevok ji min re got; “wê ev rêwîtî nemîna ti rêwîtiyên demê borî bin.” Bi rastî jî ev rêwîtî qet di nava xwe de dem diyar nekir û kete riyeke bê dawî de. Min dema xwe ji hevdîtina çaremîn re amede dikir, Ji min re gotin, ew çûye tevlî nav karwanên şehîdan bûye. Min jî got; ew di quncikê dilê min de razaye û ji min re dibêje tu tenê dilê xwe û mejiyê xwe ji bo Rêbertî bi karbîne.
Tendûrek ji min re got; ez im warê Dîcle, Sîdar û Silav’an. Êş û jana wan dipêçim di hinavên xwe de. Ez im ji evîndariya wan re nebûm dildar. Lê, êdî dem hatibû zayîna evînê. Êdî dem xwe ji veqetînên em fêrnebûne re amade kiribû. Êdî dem fermana xwe diyar kiribû. Belê, heta kêliya dawî li berxweda û di encama pevçûnek de jiyana xwe ji dest da. Heya kêliya dawî şerdike û ji bo ku nekeve destê dijmin de, narincok (bomba) bi bedena xwe ve diteqîne. Çeka xwe û dûrbîna xwe tev perçe dike ji bo ku nekeve destê dijmin. Ew weke kulîlka serhildêr di nava wan kevirên volqana Tendûrekê de serî hilda û bi sonda tolhildanê berê xwe da berbanga rojê. Êdî wê ev kulîlka serhildêr, hertim di dilê min de jiyan bike. Ezê mîna şervanê şopdarê riya wan bim. Ezê têbikoşim, bibim bersiva hêviyên wan yên ku nîvco mane, bi wijdan û bi girêdana xwe bidim jiyan kirin.
Şaristan Nurhaq
- Ayrıntılar
Hevalê çîya di alîyê tevlîbûna karda him bi xwestek û moralbû, himjî hevalên pêra kar dikirin ji hevalê çîya pir hezdikirin. Di karê xweda timî serkeftin esas digirt û gorî wî jî ser kerde diçû quralê ku di nav karda tê xwestin him pêk danî him jî dida pêkanîn. tu cara me hemberî xwe ne jî hemberî hevala tiştê ku serkeftine kar re bibn asteng tavîz nedida evana piranî jî quryetîyê da xwe didan pêş, girêdanîya heval a rêxistin û rêbertî ra pir xort bû ew girêdanîya wî di pratîkêda jî perwerdêda jî dihat xuyakirin lê dema ku herî balkêş xwe dida pêş boyerekî hatîye serê hevalê çîya derdikefê holê rojekî heval dikefê avê û êdî tê ber fetisandinê serê xwe ji avê derdixînê û qîr dike dibêjê bijî rêber APO. wisa hîs dikê ku êdî xwelasbûna wî nîne wî anîda gotine wîya dawî dibe bijî serok APO. wê demê ji avê xwelas dibê ku ew bûyer dûrûstbûn û girêdanîya wî gerîllatîyê çiqas pêş bû wîya dide nîşandan hevalê çîya pîvana xwe ya hevaltîyê da jî pîvanên partî û çanda hevaltîya partî ji xwe ra esas digirt mirov ne ji hevaltîya wî aciz dibû nejî bi wî ra karkirinêda mirov jê aciz dibû ji ber ku hevalekî dinlimiz bû dihat hezkirin û rêzdihat dayîn ji bona kî hevalê xwe neşkînê çi ji destê wî dihat dikir ji bona jîyana heval û di nava jîyaêda hevaltîya wî û girêkana wî dilnimizîhezkirina hevaltî û bi xwetek tim xwe didan pêş di nava jîyanê da pirsgirêka heyî ji bayekî ser esasê bi hevala ra danistandin femkirin dihat çêkirin û pêşxwestin ji bona jîyana heval çîya û ser kesayeta wî mirov çiqasî bil êv bikê jî ê kêm bimînê ji bo wî li ser şehîdan axaftin zêdetir bîranîna wan xwedî derketin,ji bûyî amanca wan û tiştê ku dixwestin pêk bînin xeyalên ku nîvçe mabun temam kirina wan û pêşxwestina wan mirov ew dem sekna xwe ya jîyanê û hevaltîya xweda taybetmendîyên wan çandinê re bikaribe şehîdan rêbrtî û gelê meyî welatparêz xwedî derketin dervayî vîya rêyekî din nîne hevalê çîya bi dûzenlemê biharrê ra xwest biçe cihekî din em û rojhilat bi hevra derbasî bakurbun heval bê xwestek hatibu tevî wêjî dema hate çemçe bi xwestek îsrar jibo çûyûna çalekîya xwe pêşnîyar kir piştî ku heval çûn dîgorê demekî şunda xeber hat û gotin heval şehîd ketîye ez bi vî xeberê pir êşîyam ji ber ku girêdayîna heval ji bo partî rêbertî gel ra pir xort bû şehadeta wîjî bi kesayetekî îxanetkar ku bi hevre çûbûn çalekî yê destê wî û rêya komploya gundîyekî kurd çêdibê ê ku hevalê çîya dikir însankî bi rûmet û nixdar di demeke dijminatîya kurdan di nav xweda ev jî buyî heskirin hevaltî û girêdanîya xwe ê pir xort ve jîyan kir û herî dawîjî xwe ji bo parastina van nixana feda kim.
Silav û rêzên şoreşgerî
Xebat Gabar
- Ayrıntılar
Dû ciwan bi qasî heybeta Zağrosan berdewamiya riya Ali Çîçekan. Dû hevalên bi hesreta azadiyê ku serkeftîn esas girtibûn. Her dû heval pir ciwan lê cewhera ciwaneke di cewherê xweda çandibun. Heval Cûdî û heval Abas pir ji hev hezdikirin. Hevaltiyeke wan yê pir bi hêz û cewherî hebu. Dema ku heval Abas derbazî Gelî bûn. Heval Cûdî heman pişti heval Abas derbazî Gelî bu. Yani girêdaneke pir xurt hebu.
Rêheval Cûdî di jiyanê da en heval ku dihat hez kirin û herî hevalê tevlî buna wî xurt bu yek jî van hevalan bu. Evîndarê axa Botan’ê bu. Pir sade û temiz bu. Bi ciwantiya xwe tevli her karî dibu. Temsilgerê ciwanek rast bu.
Rêheval Cûdî xweşik buyina Faraşînê di xweda awa kiribu û dile xwe qasî çil û çar kaniyên Faraşîne zelal kiribu.
Heval Abas biqasî ciwaniya xwe xweşik û dil paqij bu. Dûnyayeke wî pir paqij û xweş hebu. Rêheval Abas li cem dayike xwe mezin bibû ji ber wê jî nêzikatiya herî bal dikişand nêzikatiya wî ya jî jine ra bu. Rêheval Cûdî jî wiha bu.
Herdema ku ez wan herdu rêhevalan tînîm bira xwe rêheval Alî Çîçek ku bi ciwaniya xwe bû revebirê rêxistinê u udi zindanê da berxwedaniya herî mezin nîşan da ev herdu heval jî wisa bûn. Pir ciwan bûn lê dijmin wî qasî li pey wan digeriya û ji bona ku wan şehîd bixîne her tişt kir.
Axaftina her du hevalan herdem digotin partiya me partiya ciwana ye û wan herdu rêhevalan bi ciwanî jiyan kirin û bi ciwanî gihiştin azadiyê.
Ji bona bîranîna Şehid Cûdî faraşîn û şehid Abas ku tevî 6 hevalên xwe li Çelê jiyana xwe ji dest dane
Ez Cûdî bûm
Lawikê geliyan
Ez qêrîn bûm
Li hemberî zordestan
Ez Cudî bûm
Biqasî Cudî bi heybet
Bi qasî Hêzil bi hêz û
Bi qasî Botan’ê bi rûmet
Navê min heybet bû
Li ser bilindahiya Samura
Navê min xweşik bûn
Li nav dile Gever’ê da
Ez Abas bûm
Rumeta Mezopotamya
Evîna Hîlala Zêrin û
Ciwanê Aryenan
Ez Abas bûm
Teyrê bezi Semedarê
Heviya dile Talê û
Avên zelal yê Garê
Zilan Agir (Soran)
- Ayrıntılar
Belê, di nav gelan de her tim qehremanên bê nav hene. Gelek ji van tên nasîn lê gelek jı van tenê di nav rûpelên dîrokê de bê nav û nîşan in.gava gelek li azadîya xwe bigere ,neçare bersîvê bide qederê .Lewra qehremanên bê nav , her tim piştevanên vê dozê ne .
Gava mirov dibêje têkoşîn, ma tenê kar û xebat e gelo an mirovên bijare vî karî dikin. Di hemû şoreşan de birîndarên şoreşê, li enîya dawî cih digirin. Her wiha tenê weke sembolên şoreşê tên dîtin.
Lê di nav têkoşîna gelê Kurd de bi taybet di nav tevger a PKK ê de birîndarên şoreşê an ku gazî her tim bi xebat û jîyana xwe, bûne mînak û nimûne jı bo gel, heval û têkoşînê.
Yek jı van hevalan rê heval Dılgeş e.
Rê heval Dilgeş di sala 1977de li navçe ya Çelê ku girêdayî bajarê Colemêrgê hatîye cihanê.Di zarokatiya xwe de her tim bibû navenda hez kirin û rêzê, her wiha ji ber rewşa gel, desthilatîya dijmin di sala 1993 de biryara beşdar bûna nava tevgerê dide û di demeke kinde beşdarî nav refên Gerîla dibe. Li herêma Zagros an.
Belê di destpêka ciwaniya xwe de bi hêz û hez kirineke mezin beşdarî kar û xebatê bû. Bi vê kesayeta xwe ya giran, fedakar û bi coş di nav jîyana Gerîlatîyê de jî her tim bibû navenda hez kirin rêz û çavkanîya hevaltîya rast. Ev bi xwe zarokê Zagrosan bû . Li her biharê weke berfîne kê li keviyên berfa Çarçêla serî hildida û geş dibû. Bi rûkenî û peyvên xwe yên xweş di karî bû dilê hemû kesan vebike û bi eşqa hevaltiyê dilê wan hevalên xwe dagir bikira .
Di demên herî tengde çi di nav çalakî çi di nav zor û zehmetiyên xwezayê de Zagros ev weke zarokekî diparast. Lewra eşq û evîna wî her tim weke kanîyekê li çîyayê Samora diherikî. Hin caran jî weke teyrê bazekî bask li xwe dida û bi hêrseke pir mezin li ser neyaran ve di çû.
Di rojeke ku dayîk Zagros ketibû nav xeweke şêrîn de mayîneke bêbext şîyar ma bû. dem sala 1996 piştî çend caran ji çalekî û birîndarî lê vê carê ancex bi bêbextî kari bû zarokê Zagrosan ji çîyan, têkoşîn û hevalan dûr bike .
Gelo ma çi li vê cîhanê ji hêza evîna çîyan, têkoşîn û hevaltiyê bi hêztir heye.Weke Rêber APO dibêje; ne girînge ku mirov jiyan bike an jiyan neke, ya girîng ewe ku piştî mirov ji vê cîhanê çû li dûv xwe şopekê bihêle ...Her wiha Rêber APO dibêje; gazî şehîd zindîne li ser vê bingehê rê heval Dilgeş carek din berê xwe dide çîyan .bê ku ew lingê jêbû yî ji xwe re bike asteng.Her kesek dikare xwe bi hin tiştan îfade bike . Lê gaziyek wê xwe bi çi îfade bike. Li ser vê pirsê û bersîva we têkoşîna rê heval Dilgeş mînaka herî ber çave. Ew kesayeta Apoyî, fedekar, milîtanê xetê cangorî yê Rêbertî û doza xwe bû.
Belê bi vê kesayetê û biryar bûnê di kar, têkoşîn û jîyana xwe de dabû avakirin. Belê birîndarek bi vê helwest û têkoşîna xwe dikare bibe şehîdekî zindî.
Di demeke ku aştî li deriyê dijminan dixist. Rê heval Dilgeş erkê parastina gel û nirxên têkoşînê dabû ser milê xwe. Lê her tim kevokên spî dibin qûrbanê durûtiya mirovahiyê. Di dema ku ji aliyê tevgera me KCK ê bê çalakî hatibû destpêkirin ne hezim kirina wan ji vê re bû sedema pêşxistina operasyonan. Bi hemû hêz û teknîka xwe bi ser hevalan de diçin. Di 8 ê îlona 2009 de li cihê dayîkbûna rê heval Dilgeş operasyonek dest pê kir. Di dema ku rê hevalê Dilgeş bîranînên xwe zarokatî bi bîrtanîn û destpêka tevlê bûna xwe li ber çavên xwe zindî dikirin. Belê di katjimêr 3ê nîv a şevê de ji erd û asîmanan ve dijmin dora wan pêça. Lê nedizanîn ew bi kurê Rûstemê Zal re şer dikir in. Çawa Îskenderê makedonî serî tewand wê ew jî bitewînin û birevin. Piştî demeke dirêj ji bihevçûnan re, rê heval Dilgeş bi tev 7 hevalên xwe ve weke stêrkan ji asîmanan rijiyan û bi ber girava ROJ ê ve herikîn.
....BİLA HERKES DUA BIKE, EV KEVOK CAREK DIN NE BI BAZ, EGER GOTIN ÇIMA EZÊ BEJIM HEMA….
Sılav û rêzên şoreşgerî
Metîn Zîndan...
- Ayrıntılar
Navê min Muhsîne Ete ye. Navê min ê kod Sema ye. Ez sala 1983 li Sêrtê hatime dinê. Ji Sêrtê tevlî bûme. Sala 2005 an ez beşdar bûme. Jı malbatekî welatparêz, lewra ez bi malbatê bandor bûm. ji nava malbatê tevlîbûn hebûn. Heya niha jî tevlîbûn ji malbata me heye. Tu carî ne gotine em ji partiyê qut bibin. Bavê min jî welatparêz bû û me bi rêya wî PKK ê naskir.
Dema ku em nû hatin me perwerde dît. Perwerdya me zêdetır bîrdozî bû. Rewşa hevalê zîndanê li ser me pır bandor kir. Rastiye hevaltiya PKK ê ya rast nêzîkî hev û germ, tevlî bûna wan ya jiyanê û coşa wan pir li ser min bandor kir. Di despêkê de me rêxistin wisa çar çar nasnedikir. Sekna hevaltiyê û hurmet dayîna jı hevre pir li ser min bandor kir. Guhartin tê çêkirin di nava rêxistinê de, lê Mirov dema di malê de jiyan dike di nava civakê de cûda dibe. Dema ku mirov tevlî rêxistinê dibe guhartin di hemû tiştê mirov de tê çêkirin. Di sekna te de di exlaqê te de û di her tiştê de guhartin tê çêkirin. Di milê hevaltî de niha tu bêjê guhartinê me yê malê û yê vê derê em bêjin nayê gotin. Ji ber pir guhartin tê çêkirin.
Ez di dewra Hakî Qerar de bûm. Operasyona Zapê hate çêkirin. Ew cara yekem bû ez tevlî dewra perwerdê dibûm. Ev jî heyecaneke mezin bi min re çêkir. Ew berxwedane hevalan di operasyona Zapê de moralekî mezin dida me. Dijmin roxmî pir êrîş da çêkirin bi desteka hewayî û bejahî jî êrîş kir. Lê belê hevala di berxwedaniye xwe de qisûr jiyan nekirin. Û mirov ji mûrala hevalan mûral digirt. Dijmin êrîşî ser biryargeha navendî jî kir. Lê belê nikarîbû hêza gerila bide şikandin. Rastiya Serokatî naskirin û cesareta Serokatî da ye hevalan hîşt ku dijmin bê şikandin. Di dawî de heval serkeftin. Dibe ku heval şehîd ketin lê belê dîsa gerila serkeft. Hevala kobra jî dane xwarê.
Ez li herêma Qendîl mame. Min perwerdeya şervanên nû jî li wir kir. Wekî dın ez li herêma Behdînan mame. Rastiye PKK ê pir cûda ye, mînak jiyana wê sekna hevaltiyê dema ku mirov rastiya Serokatî dibînê. Mirov rastiya xwe nasdike di nava PKK ê de. Rastiya hevalê zîndane û rastiya Serokatî pir bandor li ser mirov dike.
Ez diçim herêma Botanê, û Ezê biçim Besta, ew der jî herêmekî şere. Amedekariya min heye, û ez dixwazim xurt tevlî jiyana hevaltî û piratîkê bibim. Ez xwe amede dikim ji bo tevlî çalekî û şer bibim. Em amade ne ji bo her tiştî, û ez dixwazim layîqî qehremantiya şehîd Zîlan derbikevim.
Sılav û Rêzên Şoreşgerî
- Ayrıntılar