Payîza sala 1972 yan bû. Ezmûnên payîzê yên Fakulteya Zanistiyên Siyasî qediyabûn. Min di pêvajoya ezmûnan de Rêber Apo naskir. Ji ber di girtîgehê de bû nekarîbû beşdarê ezmûnên havînê bibe, ji lewra di payîzê de ketibû ezmûnan û bi notekî baş sinif derbaskiribû. Goribû ku dixwaze bi min re bipeyive. Ji Cebeciyê destpêkir di seranserê meşa me ya dirêj de nêrînên xwe veguheste min. Sîstema hizrên wî bêkêmasî bû. Li hember vegotinên wî min heyecanek mezin girtibû û ev yek ji wî re jî rave kiribû. Piştî demekê ez vexendim mala ku lê diman. Ez li wir rastê Kemal Pîr hatim. Heqî Qerer jî di heman malê de dima. Ev mal malekî xwendekaran bû. Xwendevanek bi navê Fehmî portreya her kesê li mal dima çêkiribû û li dîwar daliqandibû. Bi awayek xwezayî yakem car min bi rêya van wêneyan zanî ka kî di malê de dimîne. Dûv re min derfet dît ku ez tevan jî nas bikim.
Kemal mirovek pir cûda bû; şoreşgerek wer bû ku hevşibê wî nebûn. Di seranserê jiyana min de ji bilî Rêber Apo, di nava tevgerê de kesê herî zêde bandor li min kir Kemal Pîr e. Bandor rêzgirtinê hewcedar dike û di navbera we û kesê rêzdar de navberek ava dike. Lê belê bandora Kemal Pîr a li ser min ne bandorek wer giran ê vekirina navberê bû. Berovajî bi hevalek din re ez evqasî nekelijîm. Ya rastî zu kelijandina bi mirovan re yek jê ji taybetmendiyên diyar ê Kemal bû. Her kesî li gel wî xwe pir rehet û bi hêzbûyî hîs dikir. Hêz dayîna miravan taybetmandiyek din ê giring ê wî bû. Ji ber vê yekê ez her tim wî mîna dînamoyekê ku enerjî kom dike û belav dike, dihizirim.
Qet ji bîr nakim. Dema li navçeyekê Ordu yê girtîbû bi mudaxaleya komekî ji devre ji girtîgehê reviyabû û gehiştibû Dêrsimê. Demekê kin em bi hev re man. Weke her car bi coş bû. Bi roxmê ku ew bixwe jî ji Behra reş bû digot ku ew biyaniyê mirovên Behra reş e û diyar dikir ku eleqeya mirovên vê herêmê ya bi polîtîkayê re qels e. li hember vê yekê mirovên Kurd polîtîktir bûn, eleqeya wan a pirsgirêkên civakî re zêde bû û beşdarê nîqaşan dibûn. Pir bêriya Kurdistanê û gelê Kurd kiribû. Di her rewşa xwe de ev yek dida nîşandan. Wî ji bo gel û gelan jiyan dikir. Hesreta ku ji gel re didît helbet hesreta xebata ji gel re bû.
Di axaftina me de vê yekê bala min kêşa ku li hember girtîbûnê xwedî bertek bû. Ji lewra wiha digot “nikarim mayîna di girtîgehê de dayîx bikim. Tu her tim bi heman mirovan re rûbirû dimînî. Lê belê ger ez her rojê sed rûwê cihêreng nebînim, herî kêm bi pêncî mirovan re nepeyivim, nikarim xwe ragirim. Divê ez cardin nekevim girtîgehê. Ger rewşek weke girtinê re rûbirû bimînim divê yekser liberxwe bidim û bimrim. Divê mirina min kar bike”. Ew şereşgerek her tim di nava çalakiyê de bû. Pir xwezayî bû ku metîrsî mîna sîhbera wî ew î bişopîne. Jixwe piştî vê yekê careke din jî hate girtin. Lê belê dema dişandin girtîgeha Riha yê girtiyên adlî yên bi hev re diman jî da pey xwe û zanî cardin xwe xelas bike. Dîwarên beton ê girtigehê jî têr nedikirin ku vê mirovê egît demekî dirêj di nava cîwarek teng de ragirin.
Di mijara bandor kirin û hêz dayîna mirovan de ez yeqîn nakim ku kes mîna Kemal Pîr ragedar be. Bi ser re sal jî derbasbûn lê ev qinyata min qet nehate guhertin. Ez sedemê vê yekê bi hêza wî ya bilind a dahûrandinê ve girêdidim. Wexta dipeyivî min digot “xweziya niha teybek heba min nirxandinên wî qeyd bikirina”. Nirxandinên wî xwe ne dispartin amadekariyek diyar. Bi awayek pir zelal pêşketin rave dikir, bi dahûrandinan cîhê ferd bi wî dida nîşandan, dikare çi bike an jî divê çi bike datîna holê. Ez bawerim hêza wî ya îqna kirinê ji vir dihat. Bi kurtahî Kemal Pîr her wekî projektorek tariyê ronî bike, rastî ronahî dikir.
Kemal Pîr artêşek yek kesî bû
Hêz di gelek rewşan de ruxîner e. Kesekî qels li hember mirovek bi hêz dikare bikeve nava hestekî çewsandinê de. Hêz û zanebûn rêzgirtinê ferz dike lê bi heman awayî ji heskirinê re rê venake. Ger kesê xwedan hêz bi awayek zanebûn bixwaze hêza xwe li mirovên pêşberê xwe bide hîskirin, dikare rêzdariya xwe jî wenda bike. Mirovên ku bi Kemal Pîr re pêwendî çêdikirin ti caran hestên bi vê awayî jiyan nedikirin. Her çi qas bê nîqaş di nava wekhevan de Kemal Pîr didanîn rêza yekemîn jî xwe bi wî re wekhev didîtin. Her tiştê xwe veguhestina kesên din afirandina wekhevê xwe ye. Mirovê wekhevîxwaz mirovê comerd e, bi dayînê di haya dewlemendiya xwe de ye. Lê belê kesekê hestê bendewariyê derbas nekiribe tamah e; dizane ku wexta bendewariyê pêşkeş bike, wê têkiliya bendebûnê bi dawî bibe. Ji ber vê yekê di pîvanekê ku têkiliya bendebûnê neqedîne tenê ya pêwîst dide; yê mayî jî ji xwe re dihêle. Kemal Pîr azadîxwaz û wekhevîxwazek bê kêmasî bû, mirovek xizmetê bû û dayîna ji yên gel xwe zewq didît.
Wexta Kemal Pîr li bam e ba, me xwe weke neferên artêşekî yê ku qet bin nakeve didît. Me dihizirî ku kî bê ser me bila bê, ti caran nikare me bin bixe. Ez yeqîn dikim ku her kesekî ku Kemal Pîr nas kiriye teqez ev hest jiyan kirine. Li derdora me mirovên pir bizdonek jî hebûn. Piranî van kesan nedixwestin zêde li derdora me bisekinin û wexta me dest bi nîqaşan dikir, wan nêveng terk dikirin. Lê belê ez bûm şahid ku heman mirovan dikariyan bi Kemal Pîr re bi saetan bipeyivin. Min qet guman nedidît ku wê Kemal Pîr wan kesan ji bo şoreşê bixe nava tevgerê de. Ti kes nîne ku piştî naskirina Kemal Pîr ajoya xwe ya tirsê derbas nekiribe. İro ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi şoreşgerên mîna Kemal Pîr heye ku wî bawerî dida her kesî hêz dida mirovan û ew kes dikirin hevparê coşa xwe û beşdarê pêlên şoreşê dikirin.
Bi stuh tewandinê fatihek ticaran nikare dil û mejiyê mirovan fetih bike. Fatihek dikare sûran û kelehên herî zor hilweşîne, deriyan bişkîne. Lê belê fetha rastîn ew e ku bêyî mirov serî li zorê bide bikare deriyê dil û mejiyan veke. Ruhê mirovan ne pêşangeheke ku deriyên wî ji serdanan re vekirîbe. Heya neyê îspatkirin ku nêzikatî ji dil e, deriyê xwe ji her kesî re venake. Kemal Pîr fatihekî dil û mejiyan bû. Kesekî ku demekî kin bi wî re maba yekser mifteya dil û mejiyê xwe radestê wî dikir. Ji ber ku ew bi heskirinek kûr bi gelê me û mirovahiyê ve girêdayî bû. Kesê hes dike her tim dixwaze xizmetê bike û hêz dide yê heskiriyê xwe. Kesekî hêz nade mirovan nikare îddîa bike ku ew ji mirovan hes dike. Heskirina rast a gel ew e ku gel bi hêz dike, berê gel dide rêxistinê û lêgerîna mafên xwe. Ger heskirin azad bike dikare bi navê heskirinê maf qezenç bike.
Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e.
Ne valaye ku bi taybet di demên dawî de Rêber Apo her tim qala kesayeta Kemal Pîr dike û dibêje divê mirovdi mijara rêhevaltiyê de mînaka Kemal Pîr bişopîne. Ez bawerim ku Kemal Pîr ev rastî îspatkir. Mirovê qels nîn e,mirovê divê bê bi hêzkirin heye. Mirovê xwe pêk anîbe, bi gotina Rêber Apo, ji bombeya atomê jî bi bandortir û xortir e. Ev yek jî di serî de karekî zanebûnê ye. Zanebûn ji karkeran re derve tê birin. Pêwîstiya pêşengê jî di rastiyê de ji vir derdikeve.
Berî her tiştî Kemal Pîr propagandavan û ajîtator bû. Propaganda û ajîtasyon hewldana ravekirina rastiyê, teşîrkirina xeletiyan û serdestkirina rastiyan e. Daxwaza azadiya raman, tê wateya daxwaza mafê propaganda û ajîtasyonê. Hêza gotina ku cîhê xwe de ye ji hêza tevahî çekan serdestir e. Kemal Pîr di parêznameya xweya dadgehê de dibêje: “ji bo qezençkirina mirovekî ger pêwîstbe sê saet, dîsa pêwîstbe me sêsed saet pêre peyivî”. Ev yek tê wê wateyê ku ji bo qezençkirina mirovan axaftin an jî bi ziman îqnakirin şert e. Bêyî fikirandin, bêyî ku mirov fikrên xwe bi yên din re parve bike gehiştina heman têgehiştinê nabe. Ger mirov ya divê bê guhertin nedayne holê, rê û rêbazên guhertiunê nede nîşandan, nikare rêxistinê bike û çalakiyan pêş bixe. Fikirandin çalakbûn e. Jêdera çalakiyê jî gel e. Çûyîna cem gel, di heman demê de gel zanebûna birastiya xwe arastekirin e. Kemal Pîr mirovek wiha yê çalakger bû.
Kemal Pîr beşdarê civîna damezrandina partiyê nebû. Ji ber ku di wê demê de di girtîgehê de bû. Ji bo erkek weke Komîteya Navendî re jî nehate hilbijartin. Bi gotinek din, ti demê nebû şoreşgerek bi payeyan hatibe arastekirin. Her wiha dema kêm jî ma, ji kêmasiyan gilî nekir û sedem bi payeyan ve girê neda. Ti caran tenezulê şoreşgeriya paye nekir, neket nava heskirina kursî û payeyan de. Ji bo wî ya giring berpirsiyariya wî ya li hember gel, partî û rêhevalên xwe bû. Di vî warî de Kemal Pîr mînaka herî hilbijartî ya şoreşgerê berpirsiyar bû. Mirov her kêliyê fermandariya manewî ya Kemal Pîr li cem xwe hîs bike, bêyî ku benda emir û dîrektîfan be dizane ka çi pêwîst dike û ya pêwîst jî pêk tîne.
An ciwan an jî pîr, jin an jî zilam, xwendevan an jî karker, kî dibe bila bibe Kemal pîr dikariya bi her kesî re bi şêwazek hêsan pêwendî dayne. Dikete nava dilê wan û hesretên wan ên ku nediwêrîn ji xwe re jî bêjin, derdixiste holê. Bi vê awayî kir ku bi çavekî cuda li jiyanê binerin, ji jiyanê hes bikin, ji bo ji kirêtiyan xelas bibin tekoşîn bikin. Jixwe naskirina Kemal Pîr naskirina jiyanê bû, bi rengên resen naskirina jiyanê bû.
Ji bo Kemal Pîr girêdaniya sosyalîzmê heya dawîn giring û ji bo serkeftinê jî diyarker bû. Weke sosyalîstekî wexta nêrînên xwe bilêv dikir heya dawîn jixwe ewle dipeyivî. Ji bo Kemal mirovekî xwe bi zanistên civakî araste kiriye hêzek wisa hilgirtiye ku ti caran bin nakeve. Li hember helwestên wî yên wêrek û jixwe bawer kesê ku bigota Kemal xwe pir mezin dibîne û wan piçûk dixwe Kemal wiha digot: “em sosyalîst in û mirovên sosyalîst mirovên mezin in. Em sosyalîstekî rast û sosyalîstekî birjuwaziya piçûk nadaynin heman şikevikê”. Herî zêde nirx dida taybetmendiyên weke egîdî û girtina soza xwe. Divêya şoreşgerek her tim egît be û biryardariya xwe têkûz bike. Divêya şoreşger mirovek zelal ba û mirovê zelal jî sosyalîst e.
Kemal Pîr ronahiye û li her devera lê dide ronahî dike.
Kevneşopiyek me heye. Em tevgerek in ku me ji tinebûnê hebûn afirand. Dema em li Enqerê bûn me zivistanek bêyî sobe derbaskir. Di dema çûn û hatina fakulteyê de ji bo pêncî quruşê heqê otobûsê nedin, bi saetan em dimeşiyan. Nîv têr, nîv birçî, jiyanek me yê sade hebû. Dîsa jî em ji vê rewşê gilîkar nebûn. Demekê ez û Kemal Pîr li Amedê bi hev re man havîna sala 1976 an bû. Bi şev em li ser banê hotelekî hêsan diman. Ji ber xwîdan û germa zêde spîh û kêçan da canê me. Perê me nebû ku em biçin hemamê xwe bişon. Ji ber vê yekê me jî cil û canê xwe di destşoka hotêlê de dişuşt û him jî em naçarbûn ku wexta her kes radizê vî karî bikin. Şert û merc ev qas bûn. Em di nava gelê xwe de bûn û me ji bo xebatê derfet dîtibû, ev jî ji me re bes bû. Ti caran em neketin peu jiyanek lûks û xweştir. Li her cîhê ku Kemal Pîr lê bû coş û heskirina jiyanê bilind dibû. Niha ez pir baş fêm dikim. Yê dibizdîne û xof e ne tinebûn e, zêdehî ye. Ji ber ku zêdehî îştaha mirovên çavbirsî vedike, ajoya mirov ê ji bo rojekî jî be mîna paşayê qereçiyan jiyankirinê dilivîne.
Rêber Apo di hevdîtinek xwe de ji parêzerên xwe re dibêje ku di Newroza sala 1972 yan de li malekî xwendekaran axaftinekî nîv saetî dike, ev yek bes dike û dibe sedem ku Kemal Pîr beşdarê tevgera azadiyê bibe û bi tempoyekî her diçe bilin dibe tevlêbûnek bilin pêktîne. Li gorî qinyata min di nava tekoşîna me de kesê herîz û kesayeta serokatiyê ya Rêber Apo ferqkir û di vê çerçovê de helwest nîşandaye, hevalê Kemal e. Bi misogerî li cem me cîhê Rêber Apo cuda bû, me tevan nêrînên wî pejirandibûn. Lê belê zanebûna vê cudatiya wî pir kûr nebû, aliyê wî yê jixweber derdiket pêş. Lê belê di Kemal de ev yek zelal bû. Wî dizaniya ku ev tevgera tevlê bûye tevgerek serokatiyê ye û li gorî vê yekê tevdigeriya. Li gori Kemal Pir divêya bi misogerî serokatî bê fêmkirin û bê pêkanîn.
- Ayrıntılar
Dîrok diherike û bi herkandina xwe re jî gelek mirovên qehreman û dilawêr dafirîne. Bagerê vê qehremaniyê dijware û bi xwe re gelek dilan dihejîn e. Gava ku ruhê jiyanê yê azad, wekhev û dadwer were qirêjkirin, ne mumkine ku kesek vê yekê bipejirîne, û pey lêgerînên heqîqetê dikevin. Heqîqet çiye? Dişopînin. Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle jî pey heqîqetê dikeve û rêya çiyan çêtir dibîne. Heqîqeta rast di têkoşînê de dibîne û biryara wê dide. Heyanî ku jiyana xwe ji dest dide li Amedê gêrîlayetî dike.
Dîcle ya bi navê Fikriye Özpamuk sala 1975 an li Pîran ya girêdayî Amedê ji dayîk bûye, zanîngeh bi dawî kiriye û sala 1998 an li İstanbulê beşdarî nava refên gêrîla bûye.
Her mirovekî/e şoreşger destanekê li pey xwe dihêle. Ev destan dibe ku bi pênûs, bi xwîn û bi zargotinan jî were nivîsandin. Lê belê Gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle destana birayê xwe yê ku li Amedê jiyana xwe ji dest dayî, bi rakirina çeka wî dinivîsîn e. Dîcle vê destanê bi tîpên zêrîn dinivîsîne, lê belê berî ku binivîsîne jibîr nake ku li pey wê paşerojek heye dilê wê birîn kiriye.
Di sala 1994 an de Dîcle biryar dide û beşdarî nava refên gêrîla dibe. Dixwaze bi birayê xwe re gêrîlayetî bike, lê mixabin Şemdîn Sakik yê ku wê demê di nava gêrîla de berpirsyarê Amedê ye destûr nade ku li çiyan gêrîlayetî bike û wê paşde dizîvirîne malê. Dicle dev ji lêgerînên xwe yên heqîqetê bernadê û piştî zanîngehê beşdarî xebatê dibe.
Bi Jiyana Azad û Wekhev Bawermend bû
Giyanê pak û paqij bi bagerê serhildanê hatibû hûnandin û tovê hezkirina welêt her ku diçû di dil wê de mezin dibû. Hedara Dicle nayê ku betal bisekinê û tevlî xebatê nebe. Ji ber vê yekê li Pîranê jinên ku xwendin û nivîsandina wan tune bû, wan fêrî xwendin û nivîsandinê dike. Girîngiyeke mezin dida rolê jinê di civakê de. Tarîtiya jinê û rewşa ku jin tê de jiiyandike napejirîne û dest bi rêxistinkirina jinan dike. Dicle her çiqasî xebatê dide meşandin, lê belê têr nabe û sala 1998 an beşdarî nava refên gêrîla dibe. Şervantiya xwe ya nû li Xinêre dibîn e. Her rastiyeke ku di çiyan de tê jiyankirin ji bona wê nûbûneke. Ew nûbûn jî heyecan û coşa tevlîbûna jiyanê didiyê. Piştî şervantiya nû derbasî Qendîl dibe û li wêderê dest bi jiyana gêrîlayetî dike. Di fêrbûna piratîkê de zor û zehmetî nakişîn e. Dicle jineke asê û torîne, tu caran nêzîkatiyên çewt û tevlîbûnên lewaz napejirîne. Di jiyanê de gava ku dibîne hinek kes çewt tevlîdibin, napejirîne û li beramberî wan têkoşîn dike. Ji bona ku hevalên wê di jiyanê de zorî û zehmetî nekşînin, her dem alîkarî dide wan. Lê belê mijara herî girîng ewe ku bi têkoşînkirine bi mirovan re kesayeta xwe jî lêpirsîn dike û xwe perwerde dike. Seknekî qels û lewaz ji bona xwe napejirîne.
Jana Gelê Kurd û Hevalên Xwe Ji Kûrahiya Dil…Hîsdike
Di roja 12 ê Adarê sala 2004 an li Sûrî komkujiya ku li ser gelê Kurd dane pêkanîn, gelekî li zora Dicle diçe. Li hemberî vê komkujiyê bê dengî napejirîne û weke şoreşgereke parastina gelê xwe dike, pêşniyar dike ku li hemberî komkujiya 12 ê Adarê çalakiyeke fedaî bike. Guleyên ku faşistan berdana canê ciwanên Kurd mîna ku berdin canê wê. Xwîna ciwanên Kurd ya ku li kolana diherikî, di dilê wê de kerbek û kîneke mezin dikolîne. Ji bona êş û janên gelê xwe parvebike û tola wan rake pêşniyar dike ku çalakiya fedaî bike. Bi wî ruhê fedaî tevlî jiyanê dibe. Di wê salê de derbasî Behdînan herêma Zagrosê dibe.
Gêrîlaya dêrîn berê xwe dide Zagrosan û li pala çiyayên Zagrosê digere. Gêrîlaya delal hesreta dîtine çiyayên Zagrosê di dilê xwe de nehişt û bi wî ruhê germ gêrîlayetî dike. Dicle gava ku ji Zagrosê qutdibe û derbasî Botanê dibe, ji bîrnake ku Avaşîn di koşeke dilê xwe de veşêrîn e.
Dicle Berê Xwe Dide Warê Lehengan…Amed
Piştî ku tevgera azadiya gelê Kurd dest bi hemla 1ê Pûşperê dikin, Dicle jî bi çûyîna bakur dixwaze beşdarî vê hemlê bibe. Ji ber vê yekê sala 2006 an bi pêşniyarê xwe derbasî Gabar ya girêdayî Botanê dibe. Her cihekî ku Dicle diçiyê, mîna ku nû tevlî gêrîla dibe, bi wê heyecanê û kêfxweşiyê beşdarî jiyanê dibe. Xwesteke wê ya herî mezin ewe ku tevlî cengê bibe û di şert û mercên zor de gêrîlayetî bike.
Piştî sala 1999 an gêrîlayên jin naçin Amedê, lê belê piştî ku tevgera azadiya jin biryar dide ku sala 2006 an gurûpeke gêrîlayên jin rêkin Amedê, Dicle pêşniyarê xwe dike ji bona ku di wê gurûpê de cihê xwe bigire. Pêşniyarê wê tê pejirandin û di gurûpa yekem de ji Gabar derbasî Amedê dibe. Her çiqasî gêrîlayên jin berê jî li Amedê mabin, lê belê piştî sala 1999 an gêrîlayên jin nema diçin Amedê. Ji ber vê yekê di gurûpa yekem de çûyîna Amedê ji bona tevgera jin tê wateya saheyeke nû fetihkirine. Gêrîlayên jin kedekî mezin didin ji bona ku di têkoşîna leşkerî de serkeftinê bidestbixînin. Pirtûka gêrîlayên jin yên ku berê li Amedê bi lehengî jiyana xwe ji destdane, ji nûde vedikin. Mîratê wan jibîr nakin û rê li pêşiya herkandina ruhê wan carekî dîtir vedikin. Bi tevlîbûna xwe ya jiyan û cengê destûr nadin ku kesek rêya herkandina têkoşîna jinê bixetimîne. Dicle û hevalên xwe di şert û mercên herî zor de gêrîlayetî dikin, lê belê xwe nadin paş.
Ew hesreta careke dîtir li Amedê gêrîlayetî kirin di dilê wê de namîne û sê salan li Amedê gêrîlayetî dike. Bi ruhê tola gelê Kurd û birayê xwe ji artêşa Tirk rakirin, her dem di nava hewldanekê de ku derbeyên mezin li leşkerên Tirk bide. Gava ku diçe Amedê armancê wê ne tenê ewe ku şerbike. Di heman demê de ji bona ku kesayeta xwe bide avakirin di nava hewldanekê de ye. Di cihê xwe de nasekinê û zeman nirxandin ji bona wê gelekî girîng e. Di milê mejî de xwe gelekî diwestîne. Her wezîfeyeke ku zor û dûre Dicle pêşengtiya wê dike. Li ser rastiya şer lêhûrbûn dike û dixwaze bibe xwediyê çalakiyên mezin. Hêza xwe ya manewî ji heval û tevlîbûna xwe ya jiyanê digire.
Dicle ji bona kesayeta xwe bide avakirin, xwe dabû qenaet kirin ku pêwîste di şert û mercên zor de derbas bibe. Piştî wê pêşniyar dike ku biçe çiyayê Sipî.
Dicle Di Hembêza Çiyayê Sipî De Jiyana Xwe Ji Dest Dide
Pêşniyara Dicle ji bona çûyîna qadê çiyayê Sipî yê girêdayî Çewlik tê pejirandin. Li çiyayê Sipî gêrîlayetî kirin zoriyên xwe hene. Li wê qadê derfetên gêrîla kêmin. Dewleta Tirkiya bi polîtîkayên xwe yê imha û înkarê gelê Kurd yên li wêdeverê kirine cerdevan û li dijî gêrîlayên PKK ê dixebitîne. Ji ber vê yekê gêrîlayetî li wê qadê kirin gelekî zoriyên xwe hene. Dicle wan zorî û zehmetiya dide ber çavê xwe û derbasî wê qadê dibe.
Dicle û çend hevalên xwe li çiyayê Sipî dixwazin çalakî bikin, ji ber vê yekê diçin keşfa çalakiyê dikin. Gava ku gurûpeke leşkerên Tirk dibînin, dixwazin li wan bixin, lê belê haye Dicle û hevalên wê jê nîne ku gurûpeke leşkerên Tirk li pala çiyayekî dîtir ew dîtine û ji dizî ve derûdora wan dorpêç kirine. Dicle û hevalên xwe çawa dixwazin derbe li leşkerên Tirk bidin, leşkerên Tirk hemû teknîka xwe li dijî wan didin bikaranîn. Di destpêkê de Dicle jiyana xwe ji dest dide û hevalekî wan jî birîndar dibe. Gêrîlayên dîtir dixwazin hevalê xwe yê birîndar xilasbikin, lê belê mecbûr dimînin ku wî di cihekî de hildin saxlemiyê û veşêrînin, piştî ku pevçûn bi dawî bibe werin wî bibin. Lê belê ew gêrîlayê birîndar ji bona ku nekeve destê leşkerên Tirk de bomba xwe bi xwe de diteqîne û jiyana xwe ji dest dide.
Destana gêrîlaya Kurd Avaşîn Dicle bi destê zarokên gelê wê tê nivîsandin. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide gelê Kurd xwedî li cenazeya wê derdikevin û bi silogana rêça wê şopandin û berxwedanî berdewam kirin wê dispêrin xaka warê wê … Amed.
Dunya Pale
- Ayrıntılar
Civak li gorî exlaqê fêrbûye û li gorî baweriyê xwe rastiyê bi te dide naskirin. Ew rastiya ku bi te dide naskirin, çiqasî ronahiya paşeroja te ye, tê vê yekê ji xwe bipirse. Dibistan, mamoste û pergal jî rastiyeke bi perdeyekî derew nixumandî bi te dide naskirin, rastiyeke te ji ziman, çand û exlaqê te mahrûm dihêle, mîna zêr û zîv pêşkêşî te dike, rengê wê gelekî bedewe, lê haya te jê nîne ku roj bi roj cerg û dilê te dihelîne. Zîhniyeteke wisa di te de dide avakirin, cûdahiya rengan li gel te namîne, her tişt li ber çavê te reş û spî ye, wexta dibêjin daristan, dibe ku tenê komek dar were bîra te, çiya çî ye, deşt, berg û zozan ji bo çine? li gel te bê wateye, her tişt ji bo te çarenûse û tu li benda mirina xwe ye. Pênûsa ku didin dest te bi hestan tejî kirine, ancax çilkên ku paşerojeke seraser binivisîne, bibarîne. Wî wextî tu pirsa rastî çiye ji xwe napirse? Jiyan çiye, çi jiyanê bedew dike tu ji xwe napirse? Lê ez ticarî jibîr nakim ku lêgera zarok û ciwanan ya jiyaneke azad, wekhev û bê êş heye. Ev lêgerîn jî mirovan berbi lêgera jiyaneke rast ve dibe.
Piştî ez tevlî nava refên gerila bûm, pirsa yekem min ji xwe pirsî ev bû; gelo çalakiya şehîd Sema û şehîd Zîlan rastiya ez lêdigerim? Gelo berxwedaniya hevalên girtîgehê yên salên heştê rastiya ku ez lêdigerim? Raste min lehengî û reseniya gelek keç û xortên Kurd bihîst, lê ez hestewer nêzbûm û min bawerî neda xwe ku ez rojekê ji nêzve rastiya Rêbertî û hevalên şehîd hîsbikim. Mîna niha gava navê Rêbertî tê guhê min laşê min nedirecifî ji heyecana. Zemanê mejî û dilê min berê xwe dida xerabiyê, hevalên şehîd nedihatin bîra min, qêrîn û êşên zaro û mirovên Kurd ji kezebê kişandine, nedihatin guhê min, di wan kêliyan de min çima ji xwe nedipirsî ezê bi vî halî çawa bigihîjim rastiyê?
Carne gihîştina rastiyê ji min re mîna bîreke kûr dihat û ger ez nêzbibim ezê bixeniqim, ango bi tirs nêzdibûm. Min mîna xeyalekî ku mirov ticarî nagihîje, xwe dabû qenaetkirin û ya girîng ewe ku çi ji te têxwestin tu bike. Min çiya tenê ciyê şer û kuştina leşkeran didît, ciyê xwe li dijberî dijmin parastinê didît. Ne mejiyê min, ne temenê min û ne jî dilê min têrê dikir ku ez çiya ciyê jiyanê bibînim û di nepeniyê jiyanê de li rastiyê bigerim.
Hevaltî yek ji nepeniyê jiyanê ye, lê kîjan hevaltî, bi kîjan pîvan û bi kîjan exlaqî…..? Di zor û zehmetiyan de serkeftin û binkeftin nepeniyên jiyanê ne, lê min ji xwe nepirsî gelo ez têkoşîn dikim, yan jî wisa bi rehetî dikarim van kêliyan bijîm. Min mereq nekir karekî ez jê heznekim, dema ez bikim wê min fêrî çibike, yan jî wê hêzekî çawa bide min? Min zorî neda xwe ez bi miroveke/î jê heznekim bidim û bistînim, wê gavê lêgerîna min ya rastiyê bi hinek pîvanan re xetimî û nema herikî. Min mafê xwe dît ez hevaltiya PKK ê mîna dixwazim bijîm û min jê re got ‘ev rastî ye’……..
Li gorî em dizanin divê lêgervanên rastiyê ji êşê, ji zorî, ji tarîbûne û ji mirine netirsin. Dilê xwe bi hemû rengên demsalan, bi bêhna hemû kulîlkan bixemlînin. Firseta lêgervanên rastiyê nîne ku cudayî têxin nava mirovan de, ji hinek demsalan hezbikin û li gorî çavê xwe li kulîlkan binêr in, yan jî wê di bin perdeya tenik ya xapînok de, cehaleta herî mezin bijîn. Bi pêlên agirê şehîd Viyan û isyana şehîd Medya re dengê qêrîna jiyana rast hate guhê min. Ruhê Bêrîtan Şîn û xemgîniya çavê wê ez fêrî têkoşînê kirim. Bi rastiya şehîdan re ez fêrî tîpên jiyana rast bûm û ezê nema destûr bidim ku rondikên çavan wan tîpan bi hestên lewaz binixumînin. Gelekî zehmete mirov rast bijî, ne tenê zore, bihaye jî û vê yekê heqdike.
Medya CÛDÎ
- Ayrıntılar
Pênaseya herî watedar ku bikaribe rêhevala Rojîn ku navê xwe ji stêrkan digire, vebêje stêrk e. Hem dayîka wê navê stêrkan lê kiriye, hem jî di refên azadiyê de navê xwe ji rojê girtiye. Rojîn tê wateya jina roj, jîna rojê. Bi qasî ku wek rojê germ û jidil bû, di wateya ku roj sembola Rêbertiya me ye jî, di wateya girêdana jidil bi Rêbertî re herîbaş dikare ev nav wê îfade bike. Navê ku dayîka wê daniye ser jî Sureya ye, di Erebî de Sureya navê kome stêrkekê ye. Em rêhevaltiyê di sînorê afirandina jînê û parvekirina mirinê de parve dikin. Ev jî tê wateya ku em bi her alî ve bi aliyên herî zirav û kûr hevdu nas dikin. Lê em navên hev yên berê nizanin. Qet nayê bîra me ku em bipirsin jî. Navê ku me îfade dike ew navên ku em bixwe hildibijin in. Di wê rêya ku me hilbijartiye de rêya ku me ji xwe re diyarkirî ye. Belê, min navê rêheval Rojîn jî bi şehadeta wê re bihîst. Ez ji xwe re dibêjim ew navê ku dayîka wê daniye ser jî cewhera wê pir baş rave dike. Tenê yek stêrk nikare rêhevala Rojîn bîne zimên, ew encax bi komestêrkan dikare îfadeya xwe bibîne. Encax henga (cumbuş) stêrkan ku çavkaniya enerjî û roniyên cuda ne, dikarin wê vebêjin. Heke yek tefiya, yeke din di komestêrkan, parçeyeke din a gerdûnê dikare wê dewam bike.
Mirov li gor navên xwe dibin xwedî karakter. Navê zarokê/a ku nû ji dayîk bûye, çawa dê wî/wê pênase bike?, ev mijarkeke nakok e. Lê mîna ku ew navê malbatê daniye ser zarok, bi wî navî re bendewariyên malbatê di zarok de diteyîse. Ji aliyê din ve, em şervanên azadiyê ji bo xwe navên nû hildibijêrin. Em bi navê xwe re didin diyarkirin ku dixwazin xwedî sekneke şoreşgerî ya çawa bin û armancên têkoşîna xwe tînin zimên. Ji ber felsefeya me şervanên azadiyê felsefeya ku ‘em yek diçin bi hezaran tên’ e. Dîroka me bi mînakên wiha re dagirtî ye. Navên rêhevalên me Bêrîtan, Zîlan, Egîd, Sema, Çîçek, Rustem îfadeya şênber a vê rastiyê ne, ku li pey çûna yekê bi hezaran kes cihê wî/wê digirin. Lixwekirina navê rêhevalên şehîd ji wan rêhevalan re soza me ye ku em têkoşîna ku wan meşandî, ji cihê ku maye bi awayeke hîna xurt berdewam bikin.
Mirovên herî kevin ên di dîrokê de bi taybet jî jinan navê xwe ji stêrkan girtine. Roniya ku tarîtiyê diçirine hêviya ku di nav tarîtiyê de ber bi jiyanê ve diçe ye. Ji ber ronî heta bi qasî dilopekê be jî xwedî wê hêzê ye ku tartîtiyê kun bike. Jinê ku mirovahî birêxistin kiriye û civakîbûn pêş xistiye, bi îcadên ji nava tinebûnê, ji mirovahiyê re derfeta jiyanê afirandiye û hilberîn pêşxistiye. Jin ji bo civaka wê demê wek roniya ku tarîtiyê diçirîne ye. Lewma jî mirovên wê demê ji jinê re navên stêrkan layîq dîtine.
Navlêkirina jinan bi navê stêrkan yek ji kevneşopiya axa ku Rêhevala Rojîn jê dayîk bûye ye. Wek kevneşopiya navlêkirinê, pir kevneşopiyên jinan ku yekem car civak birêxistin kirine, li wan axan hîna jî dewam dikin. Rêhevala Rojîn jî jinek bû ku pir taybetmendiyên wê kevneşopiyê di xwe de dida jiyandin. Ruhê azad ê wê erdnîgariyê di rêhevala Rojîn de dihate ziman. Rêhevala Rojîn keça eşîreta Gewda ku li zozanên Feraşîna Colemêrgê dijîn, hatiye cîhanê. Gewdayî ku di zozanên bihûştwarî yên Feraşînê dijîn, di parastina taybetmeniyên civaka xwezayî de li ber xwe dane. Ji ber çavkaniya çanda eşîrê ji azadiyê tê. Li zozanên Feraşînê azad jiyane, hemû tiştên pêdiviyan wan pê hebûye, xwezayê di berdêla keda wan de, pêşkêş kiriye. Wiha dest bi jiyanê kirine, wiha fêrî jînê bûne, li beramberî yên xwestine vê biguherin jî li ber xwe dane.
Rêhevala Rojîn, ruhê berxwedêr û azad ji kokên dîrokî ya rastiya civaka xwe wergirtibû. Tişta di serî de ew ber bi PKK’ê ve kişand jî ev koka dîrokî bû. PKK, xeta azadiyê ji kokên dîrokî ya civakê girtiye, lê belê îro bûye navnîşana têkoşîna ji bo azadiyê. Ruhê azadiyê di PKK’ê de şênber dibe. Û herkesê/a li azadiyê digere wê rêya wî bigihîje PKK’ê. Lewma jî zehmet nebû ku rêhevala Rojîn PKK’ê peyda bike. Hîna dema zarok bû, pîvanên wê yên azadiyê wek ciwanekê bi qasî ku xiyanet û tinebûna ku li ser civakê dihate ferzkirin ferq bike, diyar bûn. Qirkirina ku li Kurdistanê dihate ferzkirin, di salên ku rêhevala Rojîn tevlî bû, bi rêbazên herî hovane êrîş li gel dihate kirin. Rêhevala Rojîn ku di hembêza xwezayê de tama azadiyê dizanî, hîna di temeneke piçûk de, li beramberî xiyanet û qirkirina ku li ser civakê dihate sepandin, pêwîstiya teslîmnebûnê û berxwedanê dizanîbû.
Rêhevala Rojîn pêwîstiya azadiyê wek zerûreteke civakî hîs dikir, lewma di sala 1993’an tevlî nava refên partiyê bû. Di nav partiyê de li ser bingeha ku bi xeta azadiyê re bibe yek, bû xwedî hewldaneke mezin. Ji bo azadiyê bijî kedeke mezin da. Li qada Botanê ku ji wir tevlî bû, bi salan ma, hertim li pêş û bi çalakî tevlî pratîka şer bû. Karakterê hînker ê şer rêhevala Rojîn jî pijand, perwerde û kamil kir. Tûjîtiya şer bû şêwazê jîna wê. Li welatekê ku di çembera qirkirinê de ye ango li Kurdistanê jiyan bi tûjiya şer e. Ji bo jîna li navênga şer tenê biryardarî têr nake, ev tenê dibe yekem pêngav, ji biryardariyê jî wêdetir; vîn, dîsîplîn, xweliqkariya ku ji tinebûnê ava dike û birêxistikarî hewce dike.
PKK’ê ji gelê Kurd ku di xala tinebûnê de bû, civaka ber bi azadiyê ve diçe, bi vê rêbazê têkoşînê afirand. Yên ku vê hêzê didin PKK’ê jî milîtanên fedayî ne, ku karîn bi vê ferasetê têbikoşin. Wek rêhevala Rojîn, yên ku ruhê xwe tevlî ruhê PKK’ê kirine, bi keda xwe re dilop bi dilop PKK honandin. Wan PKK afirandin. Ew, heqîqeta jiyanîbûyî ya PKK’ê ne. Rêhevala Rojîn bi ruh, cewher, ked, rêhevaltî, ken, huzun û bîranînên xwe ve PKK ye. Pênaseya milîtan a PKK’ê, pênaseya fermande û azadiyê di rêhevala Rojîn de şênber bû. Rêhevala Rojîn karî PKK’ê bi cewherê wê ve bijî.
Cewhera jinê, di zindîbûna ruhê xwedawendan de hilgirtibû, rêgezên xwedawendiya ku di xeta PAJK’ê de tê ziman, di rêhevala Rojîn de jiyanî bibû. Ji jinê bawer dikir, ji jinê hêz digirt û jidil bi azadiya jinê ve girêdayî bû. Bi vegotina Rêber APO “xwedawend ew kes e ku di şertên herî zehmet de bikaribe xweliqkar be.” Rêhevala Rojîn jî hema bêje bi xweliqkariya xwedawendan di şertûmercên herî zor de jî bi şêwazên herî xweliqkar çareserî didît û ji tinebûnê ava dikir. Bi vî awayî kar û xebat sererast dikir û dimeşand. Ev taybetmendiya wê jî baweriya bi jinê û wek jinekê xwe bihêzkirin îfade dikir.
Di heman demê de rêhevala Rojîn şervana bê endîşe ya azadiya jinê bû. Li beramberî nêzîkatiyên serdest ên zilam, her kêliyê hestyar û di nava şer de bû. Li beramberî taybetmeniyên paşverû yên jinê jî ticar tewîz nedida. Bi qasî şervantiya tûj, şerkera afirandina tiştên nû jî bû. Ji ber vê sedemê di şerê bi paşverûtiyê de wê qet kesek nedişkand, di nava pêvajoya pêşketinê de aliyên wî/wê yên xurt derdixiste holê, ticar alîkariya menewî jê kêm nedikir û hertim pêre bû. Feraseta têkoşîna me ya rêgezên rêhevaltiyê hilweşandina xirabiyan û pêşxistina xweşikiyan e. Rêhevala Rojîn jî wek têkoşereke bêeman û bi kedeke mezin re ev feraset jiyanî dikir. Tikes ku ji rêhevaltiya wê bandor nebe, nîne. Yên nedikarîn jê tewîz bigirin, yên herî zêde jê dixeyidîn jî ji rêhevaltî û keda wê re bihurmet nêzîk dibûn. Ew îfadeya wîjdanê bû. Yên wîjdanê wan li herderê belavela bibû jî li beramberî sekna wê ya biwîjdan dihatin ser rê. Carna jî hin kes tenê ji vê sekna wê bandor dibûn û diketin lêgera wîjdanê.
Di şervaniya xwe ya 20 salan de bû şahidê ewqas tiştan ku… Ew klasîkeke jiyanê bû. Bîranînên wê tam mamosteyeke jiyanê bû. Ji fedayî û lehengên herî mezin re şahidî kiribû… Li dijî xiyanetên herî ketî li berxwe dabû… Me bi henekî jê re digot jina bûyerdar (olayli). Li cem wê ti tişt bisergirtî û veşartî nedima. Hele, ger hinekan bixwesta kareke şaş bikin, nedikarîn ji destên wê xilas bibin. Bi rûyê diyar ê cih û bûyeran re teng nedima. Bi pêşdîtin û hîsên xwe yên kûr wek ku kêmanî hîs dikir, li wan digeriya û deşîfre dikir. Lewma jî di şerê xetê de, hin kes ji bo bi wê re rûbirû nebin, sererastkirina xwe tercîh dikirin. Bi vê sekna xwe ve, ew taktîka ku hosteyên şer beriya şer biqewime şer biser dixin, di şerê xetê de pêk dianî.
Di rêhevaltiyê de xwedî ruheke zindî bû. Welê ku dûrahiyan nedikarî wê asteng bike, kesên dûrî çav bûn, lê ji dilên wan dûr nedima. Bihorîna demê jî germahiya rêhevaltiyê sar nedikir. Teqez bêku ferq û cudahî bixîne navberê, li her kesê/î dipirsî, mereqa wan dikir û ji wan re xeber dişand. Rêhevaltiya bi wê re dihate wateya ku mirov qet bitenê nemîne. Rêhevaltiya wê wek çiyayeke qahîm her li cem me bû. Çiyayeke sipsax, kip (dîmdîk), bi qasî serhildêr ewqas jî sade û ji rêgezên xwe tewîz nade, li beramberî hercure xiyanetan ji pakiya xwe tiştekê wende nake û li pêşberî dîrokê li ber xwe daye. Rêhevaltiyeke wek çiya ku li ber çavan nebe jî, me dizanî ew li wir e, kengî em bixwazin dikarin xwe pispêrinê û dê me biparêze. Çawa ku ji dûrve em hîs dikir, me jî kêliyên dûrî wê nedikarî bêyî wê derbas bikin. Mutleq me behsa wê dikir, bêriya wê dikir û bi bîranînên wê re ew li kêleka xwe hîs dikir. Heke ew li cem me nebûya jî herî zêde me behsa bîranînên wê dikir. Bi bîranînên wê ku bi germahiya rêhevaltiyê, bi xwezayîbûna jinê û tûjîtiya şer bû, em carna dikeniyan, carna dilêş dibûn û me heyfa xwe pê dianî. Lê ew carna aciz dibû ku em çima her behsa wê dikin. Ji ber, tu rêhevala me ya herî xwoşewîstî Rojîn.
Rêhevala Rojîn karî bibe rêhevala herî xoşewîst a herkesê. Heke were pirsîn di cîhanê de ya herî zêde dilovan e û tê hezkirin kê ye? yên ku wê dinasin yekem kesa ku bê bîra wan rêhevala Rojîn e. herkesê/a rêhevala Rojîn naskiribe, dê bi vî awayî wê rave bike. Ew rêhevalek e ku di dilê rêhevalên xwe de cihê herî xweş girtiye. Wê karî bibe ya herkesê/î. Yên ew nasîn, ji ber bi kesayeta PKK’ê ya jiyayî re rûbirû bûne pir bextewer in. Tiştên ji rêhevala Rojîn fêrbûne bi qasî imrekê wê hêz, moral û bawerî bide wan.
Rêhevala Rojîn bi rengê evîndariya xwedawendan bi xaka xwe bi welatê xwe Kurdistanê ve girîdayî bû. Ji ber gêrîlatiya xwe di salên herî zehmet li Botanê bihorandibû, Botan îfadeya nasnameya wê bû. Ewçend jê hez dikir, bawer dikir û bêrî dikir. Rêhevalên ku li Botanê bi wan re rêhevaltî parve kiribû ruhên wê yên jînê bûn. Pir rêhevalên şehîd wek nîviya ruhê xwe dijiya, dida jiyandin. Yek ji wan rêhevalan jî Sorxwîn bû. Bi pir aliyan ve birastî jî ruhê wê dişibî rêhevala Sorxwîn. Rêheval Rojîn piştî şehadeta hevala Sorxwîn paşnavê xwe danîbû Sorxwîn. Dixwest herkes wiha xîtabê wê bike, lê belê ji ber hevalan ew bi navê Rojîn Gewda nasîbûn, wiha gazî dikirin. Aciz dibû, dixeyidî. Ger yekê/î jê re bigota Rojîn Sorxwîn wek zarokekê kêfxweş dibû, wek ku hemû cîhan dabine wê.
Ji Zagrosê ku herî dawî lê ma, pir cuda hez dikir. Bi heyranî behsa xweşikiya Çarçêla dikir. Wek ku di cîhana xwe de tişta herî xweşik dîtibe, bi huzûr û şanezî xweşikiyên wê vedigot. Rêhevala Rojîn bi caran birîndar bibû. Ji pir derên bedena xwe ve birînên ku birastî jî zora wê dianîn, xwaribû. Zagors jî biqasî xweşikiyên xwe, bi serhildêriya xwe ve jî zehmet e, hêz dixwaze. Wê bi evîna çiya, bêyî sekn û rawest her xebitî. Ne bi hêza qeba, bi vîna xwe re bi serhildêriya wir re kete pêşbirkê. Lûtkeya hemû tecrûbeyên xwe ên şer li Zagrosê pêşkêş kir. Wek fermandera YJA-Star di birêxistinkirin û pratîkirina şerê şoreşgerî yê gel de bi ked û xebata xwe ya mezin mohra xwe li pêvajo û şer xist. Ev şer biqasî ji bo hemû milîtanên azadiyê, ji bo wê jî bi armanca têkbirina tecrîda li ser Rêber APO û pêkanîna azadiya ku heq dikin bû. Rêhevala Rojîn bi hemû azwerî û hêza xwe erka dîrokî girte ser milê xwe, wek temsîla xeta rêhevaltiya şanazê Rêbertiyê, navê xwe li dîrokê nivîsî.
Zagros cihê ku herî zêde li dijî dijmin şerê giran lê tê meşandin, herwiha ciheke ku dijmin jî di vê qadê de bi rêbazên herî hovane ji bo tinekirina gêrîla êrîş dike û wiha navê xwe li dîrokê nivîsiye. Bitaybet wendahiyên li Geliyê Tiyarê li gor rêhevala Rojîn teqez divê tola wan werin hilandin. Xeyalên dijmin bi van wendahiyan re ku vîna gêrîla bişkêne, di sala 2012’an bi şerê ku pêşengtiya wê rêhevala Rojîn kir, vala derket. Rêhevala Rojîn bû fedayî û pêşenga têkoşîna ku layîqê Rêber APO û rêhevalên Şehîd e.
Di 20 salên jiyana xwe ya têkoşînê de di çemberên herî nêz dijmin de şer kir. Ji ber dizanî rêya parastina civaka xwe ev e. Ev derê nêzîk dijmin, li dijmin xistin û ew tiştên dizîne jê stendin biqasî ku zerûrî bû, herwiha cihê ku herî zêde nêz mirinê jî bû. Azadiyê bedel dixwest. Lewma jî rêhevala Rojîn qet ji mirinê netirsiya, lê bi hêsanî jî teslîmê mirinê nebû, bi mirinê re şer kir. Ji mirina ji bo welat wêdetir, ji bo pêşxistina serketinê, bi caran mirina ku hatibû ba wê qewitandibû û binxistibû. Di şertûmercên herî zehmet de karî çembera mirinê hilweşîne. Ji bo azadiyê ji bo heya dilopa herî dawî ya xwîn û enerjiya xwe şer bike bi caran mirin binxist. Ji bo mirina li ser Kurdan bide şikandin dijiya. Ezma wê ya jiyan û azadiyê biqasî mirinê bin bixîne, xurt bû.
Yên xwediyên dilên ketî û zalim in bila vala vala kêfxweş nebin ku ew tine kirine, stêrk natefin, namirin. Kêliya ku enerjiya wan dawî dibe, ew kêlî ye ku stêrk enerjiya xwe li hemû gerdûnê belav dike. Dibe yên wek stêrkên geş nabînin, dibêjin qey tine bûye, lê ew êdî bi roniya ku bi salan li gerdûnê belav kiriye, gihîştiye her derê, li her derê dijî. Rêhevala Rojîn girê bi girê ruhê xwe yê ku bi azadiyê honandî, di her rêhevalên ba xwe de teyisand. Roniya wê di me hemûyan de dijî. Bi şehadeta wê re baweriya me ya nemirinê hîna şênber bû. Şehadeta wê kêliya ku bi tevahî mirin binxist û gihîşte nemirinê ye. Ruhê azadiyê di jiyan û têkoşîna xwe de şênber kir û vê jî ew kire nemir. Dema jiya Rojîn ango jina rojê li dor xwe ronî belav kir, bi şehadeta xwe re jî bi Sureyan re bû komestêrk û di dilê rêhevalên xwe de dibiriqe.
Emîne Erciyes
- Ayrıntılar
Di 9’ê Çilê de dilê Kurdistanê jan pêket. Di seat 16’an de cîhan ket nav bêdengiyeke mezin. Esman cilê reş lixwe kir. Şaristaniya ku xwe wek nûnerê hemdemtî û pêşketîbûnê nîşan dide malovaniya hovîtiyeke din kir. Di navenda Ewrûpayê de dîrokê rûpelên rûreş hişt ji bo zarokên pêşerojê. Ji bo zarokên li benda rojên ronak bûn, qirkirineke din hate hûnandin. Di nav pêncika Kapîtalîzmê de sê evîndarên azadiyê yê din xwe feda kirin ji bo rojên aram.
Di 9’ê Çile de sê kulîlkên din xwe berdan nav hembêza dayîka xwe ya pîroz. Sê rêhevalên Xwedawend Înana ku bi Enkiyên hemdem re di nav pevçûnê de bûn, bi xwîna xwe av dan kulîlkên azadiyê. Îro Kurdistan ji bo sê kulîlkên xwe yên sor digrî. Ji sûkên qeşagirtî yên Ewrûpayê heya germahiya Kolombiyayê, ji Fîlîpînê heya Rûsya û tevahiya Kurdistanê di nav xembariya oxirkirina sê kevokên xwe yên aştiyê de ye. Pergala zilamsalar ya serdest ji berxwedana azadiyê ya jinan kîndar û aciz e. Di pergala wî de cihê jina azad tineye. Ji ber vê kînê bû ku ji pişt ve gule lê barand. Xwest bi wan guleyan mêjiyê azadiyê bikuje. Xwest bi wan barûtan zanebûna heqîqetê bişewitîne. Û xwest bi kuştina wan her sê jinan têkoşîna azadiya jinê bide sekinandin.
Di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla şaylemez de xwest hêza têkoşînê ya li hemberî pergala serdest ya zilam têk bibe. Têkoşîna azadiya jinê ya ku pêşengtiya lêgera jiyaneke azad dike, ji bo pergala zilam gefeke herî mezin e, lewma jî sê jin hilbijartin. Herkes dizane ku azadiya civakê ji azadiya jinê derbas dibe û heya jin azad be civak nayê kolekirin. Jinên azad li pêşiya mêtina civakê kelema herî mezin in. Ji bo deriyê dewlemendiya civakê heya dawî bi ser kapîtalîzmê vebe divê azadî bê kuştin. Divê jin stûyê xwe beramberî çarenûsa xwe bitewîne û biçe pişt çarşevên reş. Lê belê jinên Kurd serhildêr in, jinên Kurd berxwedêr in û jinên Kurd pêşengê têkoşîna azadiyê ne.
Sakîne Cansiz bi nasnav Sara ku endameke damezêrîner a PKK’ê û endama meclîsa PAJK’ê bû, hemû temenê xwe fedayê azadiyê kir. Dema Sakîne Cansiz tê gotin di serî de berxwedan tê bîra mirov. Herkes, wê bi sekna şanaz û çik nas dike. Rêhevala Sara li hember faşîzma 12’ê Êlûnê ku bi îşkenceyên herî hovanê dixwestin teslîmiyetê pêş bixin, bi sekna xwe ya xawên û efsanewî navê xwe di nav rûpelên dîroka berxwedanê de nivîsand. Ew, dema dijiya bû efsane. Zarokên Amedê bi çîrokên berxwedana Sarayê mezin bibûn. Di dîwarên zîndana Amedê de hîna qêrîna wê deng vedide û gelek dîlên azadiyê bi wê qêrînê birînên îşkenceyan dicebirînin. Pirtûka wê ya bi navê “Herdayîm Şer Bû Jiyana Min” (Hep Kavgaydi Hayatim) bû alfebeya têkoşîna azadiyê.
Hevala Sara xwedî kesayeteke serbixwe bû ku hertim li gorî rastiya xwe dimeşiya. Serê wê jî biçûba ticar ji rastiyên xwe tewîz nedida. Nediket bin bandora kesekî/ê. Nêrînên wê ayîdê wê bûn. Ji ber vê ticar jiyana Ewrûpayê jê re balkêş nehat. Ji ber neket bin bandora bîrdoziya lîberal ya serdestan. Ew keça axên germ a Rojhilata Navîn bû, lewma nedikarî di nav mirovên Ewrûpî ku dilê wan cemed girtiye bijî. Wê dixwest germahiya xwîn û dengê lêdena dilê rêhevalên xwe hîs bike dema ew himbêz dikirin.
Di pêvajoya ku Kemalîzmê li ser Dersim û Elewiyan lîstokên curbecur dida meşadin û ew ji nasnameya wan a netewî û bawerî dûr dixist, ku di hin herêmên Dersimê hinek kes hîna jî Kurdîniya xwe înkar dikin, Sakîne Cansiz li hember polîtîkayên bişaftin û helandinê cewhera Zarîfeyê nûjen kir. Dema ku dewletê di Dersimê de kesayetên xayîn wek Rêber (Birazayê Seyîd Riza) ferz dikir, rêhevala Sara bi ruhê Seyîd Riza li hember pergala Kemalîzmê têkoşîna azadiyê bilind kir. Piştî qirkirina Dersimê ku hin kes xwe bi dewletê ve zelîqandin, ji bo cihekê ji xwe re li ber deriyê desthilatiyê bibînin xwe ji hemû nirxên civaka xwe qut kirin û welatê xwe vala kirin, wê berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Rêhevala Sara li çiyayên Mûnzûrê bû helbesta jiyana azad.
Îro bi hezaran Sakîne ji bo doza ku wê canê xwe feda kir, têkoşîn didin meşandin û di rêya ku wê nîşan da gavên saxlem diavjin. Roj tîrêjên xwe hîn germtir belav dike li ser Kurdistanê; ji ber Sakîne bi axa wê re bûye yek. Asoyên sor her roj zerdexendeyeke geş digre ser rûyê xwe, ji ber ku bi hezaran Sakine meşa azadiyê didomînin. Gelawêj bi silaveke jidil şopdarên Sakîneyê şiyar dike ji xewê, ji bo roja wan ronaktir be û ronahiya her sê stêrkên asmîna bêdawî bibe rêberê rêya wan. Bi dil û mêjiyên ku ber bi azadiyê ve her pêşve diçin plan û xeyalên serdestiyê vala derdikeve; têk diçe li pêşberî baweriya Apoyî. Ji ber şerê Sakîneyê dewma dike...
Nûjiyan Erhan
- Ayrıntılar
Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Çiyayê Cudî bi sedhezaran sal malovanî ji civaka xwezayî re kiriye. Her kêliya ku ez ber bi Cudî ve diçim Cudî ji min derdikeve. Her gava ku ber bi Cudî ve diçim, Cudî bilindtir dibe. Ez li ber heybeta Cudî nizim dibim, piçuk dibim…
Cudî bilind dibe, bilind dibe. Her gavek min, min dikşîne xwe. Heybet û pîrozbûna wê bandor li ser hiş û xeyalê min dike. Muyê laşê min hemû gij dike. Ker û lal dike. Her ku min dikşîne ber bi xwe ve, mêjiyê min, dilê min, hestê min bi giştî hemû gewdê min dîl digre. Êdî xwe hîs nakim. Ez ne ezim. Ez Cudî me. Em yekin…
Ev çiyê min dikşîne xwe? Ne heqîqeta gerdûnî be? Yan jî ne bihişt bi xwe be? Dibe ku sefineya ‘nebî Nuh’ be. Yan jî xwîna bi hezaran pekrewanan be ku bûne dengê bêdengiyê bin. Yan jî dibe belav bûna mirovahiyê bi xwe be.
Cudî êdî li beramberî min, wekî jina ku li peyî ’104 ME’ yên xwe ketiye. Cih dîtiye, cidiye, cih-war e, mekan e, merdî ye, camêrî ye û heybetekî eşqa îlahî ye. Êdî Cudî ne Cudî ye ku tê bilêvkirinê. Cudî heqîqeta bi milyonan sal ya gerdûnî ye. Êdî hecmê wê, sekna wê, heybeta wê, ne heybeta Cudî ye min berê xeyal dikir. Cudî êdî dayike, yan jî landika ku mirovahiyê winda kiriye ku timî min dikşîne xwe ye…
Êdî xeyalên min ên veşartî yek bi yek derdikevin, li min dixin, min bi eşqê re rû bi rû dihêlin. Êdî dibêje evîna dayika pîroz ya bi axê re, evîna înanaya bi ‘ME’ yên wê re ye. Yan jî dibe ku Zerdeştê ku di xwe de ax, av, hewa, agir û şinkatiya xwezayê dide jiyîn be. Edula ku Dewrêşan di şer û cengan de serdixe ye. Evîna Memê Alan, Siyabend û Xecê, Mem û Zînan, Ferhat û Şîrînan e. Yan jî dibe girêdana gêrîlayek bi çeka wê re be. Bêrîtana ku bersiv dide dijminên hindir û derve, Semaya ku di kêliya de tenê Rojê dibîne, Zîlana ku destên dirêjî Rêbertî dibin, qut dike û Vîyana ku heger jiyanbike, tenê bi Rêbertî re ye.
Êdî ez, ez nînim. Ez di kêliyê de, kêlî bi kêlî Cudî dijîm, hîs dikim, xeyal dikim, bê dawî dergeh li ser dergehan vedikim. Êdî tu kes tu tişt nikare min û Cudî ji hev cûda bike. Êdî di kêliyê de li gipika herî jor bi Cudî re, bi qehremanî û destanên Egidiyê re rû bi rû me. Ez êdî wê kêliyê di stargeha mirovahiyê de dijîm. Ez êdî di xwe de ne qeyd û zîncîran, ne jî koletiyê qebul dikim. Ez êdî bi bask dibim, kêlî bi kêlî azad dibim û li hemberî neheqî, bê mafî, çewisandin û nerastiyan şer dikim. Ez êdî îfadeya Cudî ya dawî me ku wê bilêv dikim. Ma wê kî bikare êdî Cudî bi qeyd û zîncîr bike, êdî Cudî di xwe de mirovatî û heqîqata dayikê di jî, ew bê dawîbunê jiyan dike, ew Cudî ye…
Dîrok di kêliyê de jiyankirin, weke bandora pêlên baya çengên pel pelikê ye. Êdî zimanê gerdûnê ye, sê serdeman di heman kêliyê de dijî; kêlî rabirdû, niha û demê bê dijî. Di xwe de sitargeha mirovatiyê, di kêliyê de herdem azadiyê di jî.
Evîndar CUDÎ
- Ayrıntılar