Çapemenî û Raya Giştî Re!
Artêşa Tirk a dagirker li dijî hêzên me yên di pozîsyona agirbestê de, êrîş û bombebaranên xwe yên hewayî û bejahî didomîne. Di êrîşa hewayî ya bi SÎHA’yê li Garê hatî pêkanîn de, 2 hevrêyên me şehîd bûn.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker û bersiva hêzên me ya li hemberî van êrîşan bi vî rengî ne:
Êrîşên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker;
– 7’ê Nîsanê di saet 11:28 û 11:29’an de artêşa Tirk a dagirker bi SÎHA’yê bombebaran li qada Çirav a herêma Garê pêk anî û di encamê de 2 hevrêyên me yên li ser wezîfeya xwe, şehîd bûn. Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, wê piştre bên eşkerekirin.
– 8 û 9’ê Nîsanê qadên Ergenê û Yekmalê yên herêma Garê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Bêşîlî ya herêma Metînayê carekê, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê carekê; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran, top û obusan pêk anîn;
– 9’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Kanî Mezinê yê herêma Metînayê operasyoneke dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê operasyonê de bax û baxçeyên gundiyan ji aliyê dagirkeran ve hatin şewitandin.
– Di navbera 9 – 12’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Sinînê û Lolan ên herêma Xakurkê 33 caran, qadên Kanî Sarkê, Dêreşê, Mijê, Girê Sîser, Zêvkê, Girê Kun, Girgaşê yên herêma Garê 127 caran, Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Şêlazê û Bêşîlî yên herêma Metînayê 272 caran, Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê û Girê Bahar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 594 caran; bi giştî 1026 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombebarankirin.
Destwerdana hêzên me ya li êrîşan;
– 9’ê Nîsanê di saet 10:30’an de hêzên me bi çekên ferdî û otomatîk 2 caran bersiva êrîşên dagirkeran ên li ser tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê dan.
– 10’ê Nîsanê di saet 1240’an de hêzên me bi çekên otomatîk 2 caran bersiva êrîşên dagirkeran ên li ser tunelên berxwedanê yên li Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metînayê dan.
– 12’ê Nîsanê di saet 06:15’an de wesayîteke zirxî bi çekên giran tunel û çeperên me yên li Qada Berxwedanê ya Sergelê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê, bombebaran kir. Bi droneke kamîkaze derbe li vê wesayîta zirxî hate xistin.
12’ê Avrêlê 2025
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê