Garisa, şahidê çîroka şerê çekdarî. Dayîka hemû bûyer û serpêhatiyan. Li rex her girekî bilind, an li pişta her darêkî bûyerekî ku nehatiye nasîn, bihîstin û şirovekirin heye. Wateya Garisa ji bo şerê gerîla xwedan cihekî taybet e. Peyva Botanê di dîroka şerê çekdarî de bû bêjeyeke şîrîn û têye bilevkirin û devê her kesî şîrîn dike.
Garisa xwedan hêz û heybet e, babetekî bêhempa ye. Lewra jî hêzên dijmin zû bi zû nikarin derbasî her deverê vê herêmê bibin. Ew xwedan çiyayên bilind, asê û dijwar e. Li aliyekî Çaçê û li aliyê din jî Çiyayê Pîro, lê herçî Herekol jixwe dayîka hemû gerîlayan e. Ne tenê îro, ew di dîrokê de xwedan nav û navdariyeke mezin e. Ji aliyekî ve bilindî û asêbûn, ji aliyekî din ve jî şer û pevçûnên ku li Herekolê qewimîbûn; di çavên dijmin de bûbûn mîna kelem. Ji ber vê jî tirs û xofa hemû çiyan di hişên dijmin de hebû, lê ya Garisa û bi taybetî jî Herekolê cuda bû. Têkoşîna ku gerîla li vê herêmê bi pêş xistibû û wateya ku daye vê herêmê mîna nexşekî di dîroka şerê çekdarî de hatibû kolan.
Garisa, ji dema şer destpêkir û vir ve êdî ji bo gelê vê herêmê wateya jiyanê hatibû guhertin, ew jiyana ku berê di bin zilm û zordariya dijmin de dinaliya, bi şerê çekdarî re wateya xwe winda kir. Garisa ji sala 1989´an û şûn de bûbû wargeha gerîla û mîna ku ji sir û seqema zivistanê rizgar bûbe û bi hatina biharê şa bibe lê hatibû.
Êdî deh saliya şerê çekdarî hatibû pîrozkirin, lê di îsal de şer ji hemû salên borî dijwartir bûbû. Dijmin bi hemû hovîtiya xwe ketibû rê û bi paksaziyên mezin bi ser gerîla ve dihat. Dirûşma “an emê biqedînin, an biqedînin” ji aliyê dijmin ve li her derê dihate qotin. Lê gerîla jî li ser dirûşma xwe ya “an serkeftin, an serkeftin” tevdigeriya. Û li hemû deverên herêmê berxadanên mezin û destanên şer dihatin lidarxistin. Bi vî awayî hevrikiya ku di mehên pêşîn ên vê salê de hatibûn pê, hîn bi hemû dijwariya xwe didomiya.
Roj diçûn, meh dihatin. Êdî sal berve dawiya xwe diçû. Gerîla dîsa mîna her salî amedakriyên xwe yên kampan dikirin. Lê dijmin îsal ji bo ku gel û gerîla ji hev qut bike hema hema gundekî ku alîkariya gerîla dike li navçeya Garisa nehiştibû. Ango wan jî para xwe ji hovîtiya dijmin girtibû. An bi giştî hatibûn şewitandin, an jî hatibûn hilweşandin. Di encam de gundiyan koç kiribû û war li şûna xwe hiştibûn. Ew gundên ku bi hezaran salin hatibûn avakirin, êdî mîna kevalan mabûn. Tenê kundan li ser dîwarên şehetî dixwend. Tenê çend gundên cerdevan yên ku dijmin ji xwe re kiribûn pal û pişt li herêmê mabûn. Ew jî ji bona ewlekariya djimin li wir diman. Ango; li herêmê çend gundên ku dijmin hêzên xwe lê bi cih kiribûn mabûn. Lê, li çiyayên bilind dîsa parazvanên van çiyan, ên ku ji bona azadiya vê war û gelî têdikoşin diman; her çendî ku îsal bi germahiya şer borandibûn jî demsal dîsa ne mîna demsalên berê bû. Ango, bi rengekî xwezayî di dema zivistanê de hinekî wê şer bihata rawestandin.
Mij hatibû lûtkeya çiyayên bilind, êdî bê mij û moran nediman. Zivistanê xemla xwe nîşanî her kesî dida. Berfa spî kirasê xwe wekî xêliya bûkan raxistibû ser her deverî. Garisa bi hemû heybeta xwe bûbû yek reng. Rengê berfê hemû xeşikahiya Garisa dibin rengê xwe de veşartibû. Gerîla jî bûbûn mêvanê vî warî. Wan vê deverê ji xwe re kiribû war û ji bona hêviya xwe bi cih bînin wan tehemûla hemû sir û sermayan dikir. Lewma jî diviya ku grubek heval ji bona tedarîkên xwardemeniyê biçin gundê Ers da ku wê erzaqê ku berî niha wan li wir veşartibû derînin û ji bona yekîneya xwe bînin.
Piştî demekî dirêj em gihiştin wî cihê ku me erzaqê xwe lê veşartibû, hemû hevalan barê xwe amede kir û em li ser rêya xwe vegeriyan. Lê berê ku em ji gundê Êrsê derkevin, em li bin sincekî rûniştin û me bêhna xwe berda. Piştî vexarina cixareyekî êdî saet ber bi heftê êvarê ve diçû. Dinya hêdî hêdî tarî dibû. Em demekî meşiyan, lê bagerek wiha rabû ku êdî me nikaribû çavên xwe vekirana. Berf û baranek wiha dibariya ku her dever spî bûbû. Jixwe piştî ku em qederekî meşiyan, me fêm kiribû ku me rêya xwe şaş kiriye. Ji cihê ku em ketin ser rê û heya saet şeşê sibehê em di nava berfê de diçûn û dihatin. Her ku diçû ba û bahoz, berf û bagerê hêza xwe xurt dikir. Êdî wa lê hatibû ku çek ji serman bi milên me ve zeliqibûn. Êdî -hema hema yê me hemû hevalan- çok li me sist bûbûn û me hew dikaribû rêya xwe bajota. Rêya ku berê me dikaribû di nîv saetî de qut bikira, ji westandinê êdî bi sê saetan jî me nediqedand. Her çendî ku her hevalekî hemû hêza di laşê xwe de bi kar dianî da ku zû em ji vê rewşê derkevin jî, lê ji aliyekî ve giraniya bar û ji aliyê din ve ji bona bagerê ev hêz û viyan. Em sist dibûn û me mîna ku hêvî dikir nikaribû pêş ve biçin.
Ji nişkê ve xeber ji paş ve hat û gotin “Hevalê Aras û hevale Xerîb nikarin êdî bimeşîn.” Me hinekî li laşê da, ji bo ku rabin ser xwe û li gel me bimeşin. Lê herçî ev heval bûn mîna çûkekî ku hêlîna xwe di nava berfê de bijenin digotin: “Hûn xwe bigihînin hevalan, lê nexwe hûnê jî mîna me bibin.”
Her ku min li wan û rewşa ew tê de ne dinihêrt, hevaltiya me ya rojên dirêj mîna wê berf û bagerê dihate ber çavên min. Ew rojên ku em bi hev re digeriyan, dimeşiyan û dikeniyan hemû mîna kevalekî xwe dixistin goteya çavên min.
Her ku diçû berf bi dijwarî dibariya û rêya me xirab dikir. Piştî ku em hinekî ji herdu hevalên xwe Aras û Xerîb dûr ketin, hevalekî din jî got: “Hûn biçin!” Me hewl da ku em wî hildin ser piyan, lê canê wî mîna qalibekî bûzê lê hatibû, hew dikaribû xwe li ser lingan bigire.
Em dîsa neçar man ku wî hevalî li şûn xwe bihêlin. Ji aliyekî ve destê me ji wan hevalan qut nedibû, lê ji aliyekî din ve jî em neçar diman ji bo ku hevalên din rizgar bikin, me rêya xwe didomand. Piştî ku rê êdî gelekî dijwar bû, me her carê hevalekî bi dorê xwe di berfê de rê vedikir. Her carê hevalek dikete pêş û berf diçirand. Her ku em hinekî dimeşiyan me guleyek diavêt û destên xwe li lûleya çeka xwe digerand da ku piçekî germ bibe.
Piştî meşekî dirêj êdî ronahiya sibehê xwe hêdi hêdî nîşan dida. Cîhan vedibû, berf û bager jî xwe hildida cihên bilind. Me dixwest ku zû xwe bigihînin kaniya li jor gundê Şukal. Li nêzî kaniyê şkeftek hebû. Piştî saetekî em gihiştin nêzî şkeftê. Jixwe hevalan jî dengê çekên me bihîstibû û ew jî bi beza bayê dihatin hawara me. Em tev bi hev re çûn şkeftê. Bijîşk û hemû hevalan laşê me miz da, da ku xwîn lê bigere…
“Têbînî: Pîştî ku berf heliya ji hêla hevalan ve cenazê wan hevalan hatin dîtin û bi merasîmekî leşkerî hatin veşartin.”
Bahoz KOÇER
- Ayrıntılar
Di dîroka kevneşopiya têkoşîna azadiyê de, çawa ku rista Botanê ya sereke heye, sala 2007- 2008 ‘an de jî ev kevneşopiya xwe da pêş. Egîdbûyîn, fedaîtî, welat, nîştîmanperwertî û hevrêtiya wê ku di dîrokê de xeleka pir gihandina hev û ji bo pêşerojê bikin mal jiyana xwe feda kirin. Egîdên wiha nasîn pir bi wate û bedew e, wek windahiya welat, windahiya we jî pir kûr e. Bi taybetî fermandarên ku bi keda xwe pêngava “Êdî Bes e” di pêşengtiya wan de pêş ket hevalên; Adil, Ferhat, Kurtay û Nûda bûn. Dîsa quryeyên ku li gel wan hevalan şehîd ketin, Rêber Kotolê, Berxwedan Ereb, Dara Efrîn, Şervan Selmas havaltiya kerwantiya nemiriyê bi wan re kirin. Hevalê Rêber li Başûr jî qûrye bû. Min li akademiyê jê pirsî bû, ji bo quryetiyê çi şert e? Wiha bersiv dabû; “yek cesaret, dudu serweriya erazî.” Hevalê Şervan ku bi cesaretek mezin şehîd ket, hevalekî nû bû, lê hevalekî jêhatî û firsend baş dinirxand. Ev taybetmendiyên wî bal dikişand ser xwe. Çawa ku hat yekser bû qurye. Di nav wê salê de gelek kom birin Besta, ji eyaletên hûndir, birin Başûr, ji Başûr birin eyaletên hûndir û derbasê Gabarê bûn. Koma Dêrsimê cuda bû, lê hemû jî bi hesreta Dêrsimê bûn. Hevalê Dr. Şehîd Hebûn aram û bê deng bû. Hevalê Cûdî li dijmin dabû û wiha Hevalê Xelîl rizgar kiribû. Hevalê Cûdî emsalê kevneşopiya Kurdên Êzîdî bû. Di rê de jî ji Hevalê şehîd Xelîl re gotibû; “heta ku ez hebim, ez ê te biparêzim.” Di qefîla(kafile) hevalên Dêrsimê de Aslan, Devrîm, Cûdî û hevalê ku piştre şehîd ket, Polat jî hebû. Di wî pevçûna ku hevalê Xelîl jê rizgar bibû de. Ne wî şehadeta Hevalê Xelîl bihîst, ne jî Hevalê Xelîl şehadeta wî bihîst. Hevalê Polat evîndar û şopdarê bi şêwaza Viyan jiyankirinê bû. Pir bi xwestek, wêrek û bi tedbîr bû. Ji tirba hevala Viyan ax anîbû û digot, min vê peywirê daye ser milê xwe û bi qasê ku ji destên min bê ez ê vê axê li Bakûrê Kurdistanê bireşînim. Em li Kato jî bi hevalê Xelîl re bûn û bi hev re hatibûn Bestayê. Li kêleka min bû, berê wî li kamerê û li ser milên wî bû. Di jiyanê de bi kêrhatî û bi hevalan re zû dibû yek. Li hemberê dijmin bi xwestekekê mezin têdikoşî. Taybetmendiya wî ya herî xweş rastiya senteza Kurdistanê bû, bi taybetmendiyên xwe yên rewşenbîrî re kiribû yek.
Ji min re xebatê Botanê yê pîroz ku çar beşên din temam kirîbû anî. Dixwest ku ji cîhanê re jiyana gerîla baş vebêje. Min jî, jê re got, tu peywirekê giştî û dîrokî bi cih tînî. Lê digot; ez ê bigerim û bibim Kurdistan î. Di vê rê de ez li cewherê xwe vedigerim û tevlî têkoşînê dibim. Ti tiştekê di nîvî de nemaye… Ew rê, ked û hewildana ku we da min ez ê layiqê we bim. Di pêşengtiya we de ez jî bi rûmet, hesiyet û nirxên moral ku we di jiyana me de avakirin, em careke din soza xwedî li derketinê didin. Weke ku te gotibû hevalê Xelîl em bi soz û peyman in. Hevalên perwerdekar ên mayinan ku sala 2007 û 2008’an de şehîd ketin; Zana,Tîrêj û Çiya, bi rastî jî wek navê xwe dişibiya çiya. Di operasyona îsal a li Katoyê tevî ku nûbû jî rista xwe bi zêdehî lîst. Di operasyona dawî de jî ji bo ku çeperê xwe bernede, derbeya dawî li dijmin da û balafira Skusikê îmha kir. Hevalê Kawa Amed ku li Mêrdînê şehîd ket, Bedran, Sîdar, Piling, Xweşmêr, Faik, Ekîn, Ararat, Şîno, Doza, Cemil û hevalên ku min ew nenasî ez li ber bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditevînim. Ji peşengtiya we ya nemir re wate, ji xuliqkariya we re wate û ez soz didim ku ez ê weke zindiyekî vê jiyanê şopdarê rêya bibim.
Boran Baran
11.10.2008
Besta/Pîro
- Ayrıntılar
Navê Kod: Şayan CUDÎ
Nav û Paşnav: Hevîle ÎZER
Cih û Dîroka Ji Dayîkbûnê: 1984 / ŞIRNEX
Cih û Dîraka Tevlêbûnê: 1996/ERTÛŞ
Sê heval, sê pakrewan û sê lehengên çiyan bûn, zaferên canfeda. Li Kurdistanê, ango li vê welatê bihuştê, lehengtî bûye keneşopiyeke dîrokî û ev dîrok ne li hemberî, bi xwînê tê nivîsandin. Yek diçe yê din tê şûnê, bi hev re çemê azadiyê diherikînin û tu caran nasekinin.
Rêheval Zafer ROJÎN, Zaferê sêyemîn bû. Ji bêriya wî di sala 1988’an de Zaferê mezin bi zagona leşkerî tevlîbû û di sala 1994’an de jî şehîd ket. Û Zaferê mezin bavê çend zarokan bû. Piştî Zaferê mezin di sala 1995’an de (Muhamet Îzet) tevlîbû, navê xwe kir Zafer. Zaferê duyem di sala 1997’an de li Garê şehîd ket. Zafer ROJÎN jî di sala 1999’an de piştî dîl ketina Rêbertî, tevlîbû û wî jî navê xwe kir Zafer. Çiroka Zaferên pakrewan bi vî awayî ye. Her sê Zafer jî ji gundekê ne, ango ji Gundik Remo bûn û pismamê hev in. Ango ji yek xwînê ne.
Dibe ku vê dîrokê herî baş rêheval Zafer Rojîn dikarî binivîse, ji ber ew yek jî wêjevanên veşartîbû. Dema serpêhatiyên kurdeyatiyê dinivîsand, her tiştek xwediyê wateyekê bû. Di rojnivîskên xwe de cih dida her tiştî. Tenê rastiyên giştî na, rastiya xwe ya penabertiyê jî, herî baş wî dikarîbû binivise. Bi kinahî ji zimanê pênûsa xwe pir baş fêm dikir. Belê, zarokê welatê min ê birîndar mabû; pênûsa şikestî, me bi hibra cemidî û ma bi tiliyên pûçbûyî nivis têne nivîsandin ku ez jî karibim bi dilekî birîndar, an jî bi rondikekî çavan karibim binivîsînim çîroka penabertiya me. Carnan hestên mirovan dibin lehî û diherikin, carna jî dibin sitirî, bahoz û carna jî dibin volqan û diteqin. Lê mixabin! ma çi qîmeta hestên piştî poşmantiyê hene?
RÊWIYÊN RÊKA DÛR
Ey rêwiyo!
Ka ji min re bibêje tu ji ku têyî û tuyê ji ku ve biçî?
Dest ji min berde, ez rêwiyê rêka xem û berê min li xerbiyê ye.
Ez dizanim, lê tu jî zanî rêwiyo, xeribî gelek zor e.
Rêwiyê dilovan dizanim, tu jî mîna penaberan bê mal û bê war mayî.
Lê ji bîrneke; em zarokên Welatê Rojê ne,
Lewra dema roj derdikeve jî bi me re dikene, dema diçe ava jî her wiha.
Belê, keça delal ez ji cihekî dûr ji cihê miradan ango ji Cûdî têm.
Û gelek jî westiyame. Lê ma tu jî dizanî serpêhatiya Cûdî, an jî pîroziya wê axê.
Belê belê, dizanim ji ber ez jî ji wir im, lê ji beriya salan ez jî mîna te penaber bûme.
Lê cardin jî ger tu ji min re behsa wan dera bikî, ezê gelek keyfixweş bibim.
Baş bizane keça delal.
Hîna xweza mîna berê xweşikbûna xwe diparêze. Û her bihar bi mirovan re dikene.
Lawikê xerîb, hîna li benda rêwiyên xwe ne.
Kopê kelê jî mîna berê hîn bi heyv û hêz dide mirovan,
Ava kaniya dolê jî hîna ewqas cemidiye ku dema mirov tasekê jê vedixwe hinavên mirovan hunik dike.
Lê mixabin, ew warên ku tije mirov zar û zêçbûn, niha mîna warê lalbûyî.
Mîna tariya şevan bê dengiya xwe diparêze. Lê tu zanî keça delal?
Min xortek ciwan ê bedew, rûbiken, çav bi hêviyê tijî û mirov şîrîn dît.
Lê diyar bû wî jî mîna me di kûraniya dilê xwe de hestên penabertiyê dihewand.
Min jî keserên ku dikişand, fêm kir ku ew jî penaber û bê war e.
Belê, rêwiyo ez jî wî dinasîm ew zarokê welatê min ê birîndar e.
Zaroktiya me bi hev re derbaz bû. Lê ew di zaroktiya xwe de jî ji her kesê cudatir bû.
Ew li ser van axan ji dayîkbû û jiyan li vir naskir.
Lê rêwiyo, serpêhatiya zarokê welatê min, mîna lawikê xerîb di nîvî de nema û ew gihane hesreta dilê xwe û bi dilbariya xwe re bûn yek.
Hemû sînorên penaberiyên Firat, carek din xwe gihandin vê axê.
Li vir çav li jiyanê vekir û li vir jî çav li jiyanê girt.
Belê rêwiyê rêka dûr. Li ser her kevirekî Cûdî destanek nivisiye.
Li ber siya her darekê wê, li ser her kaniyekê wê bîranîna gerîllayekê/î heye.
Ka vêca ji min re bibêje, rêwiyê ka rêwîtiya te an jî çîroka penabertiya zarokê welatê minê birîndar dirêj e?
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Şayan Cûdî Zagros Kartal 27-04-2010
JI PÊNÛSA ŞEHÎD ŞAYAN CUDÎ (ji bo bîranîna şehîd Zafer hildaye dest)
- Ayrıntılar
KOD ADI: VİYAN KAROX
ADI SOYADI: LEYLA WALİ HASAN
DOĞ. TAR.YER: 1981-SÜLEYMANİYE
KATILIM: 1997
ŞAHADET: 1 ŞUBAT 2006
ŞAHADET YERİ VE BİÇİMİ: HAFTANİNDE KENDİNİ YAKARAK ŞEHİT DÜŞMÜŞTÜR
HEVAL VIYAN
Îro 2’ê Sibatê, roja salvegera şehadeta şehîda mezin, Heval Viyan e. Me jî îro bi 29 heval re nameya Heval Viyan xwend û hinek nîqaşkir. Hevala Viyan şeva 1-2 saeta ku derbazî 2’yê Sibatê dibe, li herêma Heftanîn, ji bo şermezar kirina komploya li ser Serokê gelê Kurd, Rêber APO, agir berda canê xwe û çû şehadetê. Hevala Viyan bi pey xwe re nameyek pir zelal ku têde gelek peyam hebûn hişt. Hevala Viyan kê bû? Çi kir û ji me re çi dibêje? Pêwîst e ku em çawa Hevala Viyan fêmbikin? Pêwîst e ku em çawa daxwazên Hevala Viyan bînin cih? û wek van gelek pirsên din mirov dikare ji xwe bike. Lê tiştê rast ew e ku mirov peyamê daye, jiyankirin, hevaltiya rast a bi Hevala Viyan re, di vir de derbaz dibe. Hevala Viyan keçeke Kurd û Kurdistanî bû û li navenda Silêmaniyê, Başurê Kurdistanê tê dinê. Di 15 saliya xwe de tevgera azadiyê, PKK’ê nas dike û tevlî nav refê gêrîla dibe. Belê, Hevala Viyan li navendek ku destpêka hêzên kapîtalîst bi destê Îngilîstanê, xwestin Kurdistanê dagirkin û hişmendiya xwe belavkirin, li Silêmanî ji dayîk dibe û wek ronahiyek azadiyê derdikeve. Ev peyamek li dijî dagirkirina Kurdistanê ya hêza kapîtalîzmê ku dixwaze Kurdistan û Rojhilata Navîn dagirke, li dijî vê ronahiyek azadiyê ye. Dîsa cihek ku feodaltiya Kurd a paşverû ku jinê kole dibîne, ronahiyek wekhevî, azad û mezinbûna jina Kurdistanê, îfade dike. Yanî navenda ku ev keça ewqas ciwan, bi vê helwestê serî rakirin û dilşewata azadiyê jiyankirin, bi serê xwe mijara nirxandin û baş fêmkirinê ye! Ji aliyên din ve, di demek kurt de rastiya Serokatiyê û ya PKK’ê zû fêmkirin û di jiyana xwe de tev pîvanê azadiyê pêkanîn, hêjayî lêhûrbûn û fêmkirinê ye. Di nav tevayî hevalên jin û hevalên xort de, pir hatina hezkirina wê, ew hilda rêvebertiya jor a PKK’ê û bû xwedî xebatak pir serkeftî. Paqijî û dilpakbûna wê, ew xistibû dilê tevayê gerilayan. Biqasî vê dilpakbûn û paqijiyê jî bi fedakarî û berpirsyariya xwe hewildanên tekoşîna azadiyê jî pir mezin dida û koletî radikir, azadî jî tim çêdikir,. Ji ber van tiştan bû ku ew di demek kurt de ketibû rêveberiya PKK’ê û erkê xwe bi layîqî dianî cih. Hevala Viyan di pêvajoya xiyaneta sala 2003-2004’a de jî li hember vê xiyanetê, helwesta herî zelal a têkoşerê Apoyitiyê da û serkeftî dimeşand. Jixwe di pêvajoyên wisa de tekoşerên baş diyar dibin, gelek kes dibezin jiyanek ferdî û dixwestin li bajaran bijîn, li gel dijminê xwe. Hevala Viyan tim li dijî vê sekinî û wê jiyana çiya tercih kir û tekoşîna azadiyê ji dil qebûl kir. Ji ber vê zelaliya wê bû ku, ji aliyê hevalan û Serokatiyê jî ew di nav 12 hevalên ku ji nû de PKK’bûnê avakin de hatibû hilbijartin. Belê, ew jî endamê 12 hevalên ku Serokatî gotibû bila ji nûve PKK damezirînin û li dijî vê xiyaneta ku dixwaze tevgera azadiyê belav bike, biseknin û nirxê ku bi sala hatibûn xuliqandin biparêzin. Serokatî ev erk dabû 12 hevalan, ji van jî yek Hevala Viyan bû û di vî warî de ristekî sereke leyîst. Hevala Viyan piştî ku xiyanet têk çû û bandora xwe windakir, pêşniyara xwe ya derbasbûna qada parastina gel, HPG’ê dike. Jixwe di nameya xwe de jî tînê ziman ku, çiqas dixwaze li dijî dijminê gelê Kurd, ji nêz de bisekne û ev jî qada şer a Bakurê Kurdistanê bû. Pir israr dike ku derbasî Bakur bibe, çiqas hevalên rêveberiya tevgerê, nexwazin jî, lê dilê wê nehiştin û wê rêdikin herêma Heftanînê. Armanca wê ew e ku derbasî Botanê bibe, lê heval wê li Heftanîn dihêlin û li vir jî têkoşînek xurt a birdozî û rêxistinî serkeftî dimeşîne. Mezinbûna Hevala Viyan di vir de jî diyar dibe ku xwe dide cihê ku têkoşîn pêwîste xurt lê bimeşe û di çeperê herî pêş de cih bigre, daxwaz û israr dike. Belê, di demekî ku gelek kes dixwestin jiyanek ezezî jiyanbikin û xwe bidin li aliyekê, Hevala Viyan xwe avêt çeperê herî pêş ku bi dijminê hovane re şer bike. Axiftina Rêber APO ku gotibu “kî/ê ji çiya dakeve, pêwîste ku jin danekeve û têkoşîna xwe ya azadiyê berdewam bike” ev pîvan esas wergirtibû û pêdiviyê wê pêkdianî. Hêvî û baweriya xwe ya azadiyê tu car wenda nekir û bi vî dil û mejiyê paqij, di rûkeniya xwe de dida diyarkirin. Ev jina ciwan, tim bi zîndîbûn û zîrekbûna xwe ya paqij, mînak û moralê hevalan bû. Wek teyrekî baz çengê xwe vedikir û hesreta azadiyê dikişand dilê xwe yê paqij. Jixwe di wêneyê wê de jî diyar dibe ku çiqas ji cihê bilind ku li ser azad jiyan bike hezdike, zelaliya wê diyar dibe. Wek teyreke azad li ser bilindayiya çiya jiyankirin, ji bo wê jiyana herî bi qîmet bû û bi nirx didît. Ev jî bi zelalî û paqijiya ku di dil û mejîyê xwe de jiyan dikir, ji bo azadiya mirovatiyê, di coşa rûyê wê de diyar dibû. Tiştê ku Hevala Viyan di nameya xwe de dixwaze ji me re bêje, ev hevaltiya paqij, têkiliyê azad û hev dû mezinkirinê bû. Yek jî têkoşîna vekirî ya eşkere ku hevaltiyê pêşxe û hêza rêxistinî çêke, zelal me hişyar dike. Têkiliyê hevalên jin û hevalên xort jî şaşîtiyên ku hene, derbaskirin û tim di nava tekoşîneke ku van şaşîtiya derbaske, pêwîste ji vê tekoşînê rev çênebe. Û pîvanê ku Rêber APO û PKK’ê danîne esas girtin û li gor vê têkiliyek rast pêşxistin, herî zêde erkê têkoşeren azadiyê ye. Ev jî wek talîmatekî, Hevala Viyan radixê pêşya me. Girêdana Hevala Viyan bi Serokatiyê re, gel re, şehîdan re û bi nirxê ku hatine afirandin re, baş tîne ziman û rêka vê ya rast jî ji me re dibêje. Ev jî bi têkoşînek bênavber û ya fedakarî mirov dikare bi dest bixe. Hevala Viyan bal dikişîne ser demê jî ku pêwîste her tişt di dema xwe de bêkirin, “dema ku axiftinê wata xwe winda kir, qîmeta xwe namînê,” dibêje û erkê xwe yên demê anîna cih, pir girîng tîne ziman. Ji ber ku şoreşê ji dil jiyan dike, dema ku mirov dereng bimîne wê gelek tişt ji destê me herin, sibê dibe ku em dereng bimînin û ev jî xirabûnê dê bi xwe re bîne. Ji ber vê fêkî, sêvek mînak dide, pêwîste ku bê ku xirabibe ji mirovatiyê re bibe nirxê civakê. Ji bo her azadîxwazekî/ê ev pir giring e û divê ku em wê germayiya şoreşgerî ya azadiyê sar nekin û biqasî tê xwestin, cihê pêwîst têkoşîn bê meşandin.
Mijarek din ku mirov tê de rexnedana xwe li hember Hevala Viyan bide, nêzîkbûnê me zilaman a li hember jinê ye. Rastî jî Hevala Viyan bi xebat û çalakiya xwe ya mezin, mezinbûn û hêza jin nîşanî me tevan da. Cardin ew hişmendiya zilam ên bi hezaran salan ku şaş û bi nerast hatiye avakirin û li ser jinê serdestiya xwe dimeşîne, vekirî nîşanî me da. Şêr şêr e, çi jin e çi mêr e, baş bi piratîka xwe nîşanî me da ku em çiqas şaş in. Îro jin bi fedakarî û berdêlekî giranbiha, rastiya xwe nîşanî me dide. Bêguman, bê bedelên giran, mixabin zilamê serdest naxwaze fêmbike. Tiştek bê bedel, erzan nayê bi dest xistin, ev rast e lê ewqas bêwijdanî ku li ser jinê tê meşandin ku mirov kor û ker jî be, mirov wê bibîne û bibihîse, ev mirov matmayî dihêle ku tê berdawam kirin. Hişmendiya zilam a serdest, ezezî, xwe her tişt dîtin, jin tiştek nedîtin, her tişt ji bo xwe rast dîtin, ji bo jinê şaş dîtin, her tişt mafê xwe dîtin, ji bo jinê tiştek nedîtin, jin ji bo xwe bikaranîn û wek van mirov dikare bi sedan newekheviyan di navber zilam û jin de bibîne. Di vî warî de divê mirov destê xwe dayne ser wijdanê xwe û rast biaxife ku çiqas civak hatiya berovajî kirin. Heqîqeta rastiya civakê, ji bo zilamê serdest hatiye berovajîkirin û bê ku bê sererast kirin, wek ku rastiyê civakê ev in, kirêt tê berdewam kirin. Ev gunehkariyek û şermekî pir mezin e, ji bo tevahî zilaman. Bi salan ev qirêjiya ku ketiye hûcrê me, pêwîst e ku bê paqijkirin û bi hişmendiyeke wekheviya zayendî ku biqasî hev azad û wekhev bê jiyan kirin. Jina ku civak xwedîkir, mezin kir û pêşxist, xistina vî halî, ne gunihkarî û ne şerme, wê demê çi ye? Di bingehê mirovatî xwedîkirin, mezinkirin û pêşxistinê de, rastiya jin heye û ev gelek vekirî bi dîrokî jî ispat bûye. Divê roja salvegera şehadeta Hevala Viyan de, ji bo min jî xwe di vî warî de berçav re derbazkirin û rexnedana ji dil dayîn, pêwîst e. Ji bo xwe ev nameya Hevala Viyan, emra ku em xwe li hember jinê berçav re derbazkin û hevaltiyek rast pêşbixin. Cardin xwe li hember pîvanê ku Rêber APO ji bo azadî û wekheviyê danîne, ji berçav re derbaskirin û kêmasiyên ku hene derbaskirina wan, erkê her têkoşerekî ye. Ez li ser vî esasî rexnadana xwe ji bo rastiya Hevala Viyan didim û soza hêviyên wê bicih anînê didim. Daxwaza wê ya azadî û wekheviyê, wê armanca me be, heya serkeftinê. Helwesta wê ya li hember êrîşê navnetewî yên li ser Serokatiyê û sekna wê ya azad, wê ronahiya rêya me be. Volqana dilê wê, hêza me ya serkeftinê be. Rûkenî û coşa wê ya tekoşîna azadiyê, wê moral û hêviya me ya serkeftinê be. Cardin di kesayeta şehîda mezin, Hevala Viyan de, em bejna xwe li hember şehîdên Kurdistanê ditewînin û soza xwe ya girêdana armanca wan tînin ziman.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Dawiya sala 1999’an a bi êş, mîna bahozekî roj bi rojî şêniyên xwe dubare dikirin.
Dawiya sala 1999an bû. Werzê zivistana wê salê bi girî û xemgînî xatir ji diyarê me dixwest. Em yekîneyek gerîla li Çiyayê Garê-Pirêzê, nêzî Çemê Xazirê diman. Li hemberî şûna ku em lê diman, li Heftebeqê jî yekîneyek heval diman.
Beriya ku operasyon li wir dest pê bike em agahdar bûn. Agahiya destpêkirina operasyona li wê derê berî sê rojan gihişte me. Ji ber vê yekê hevalan ji her hêlî ve pêşgirî û tedarîkên xwe standin. Her hevalek ji hêla xwe ve xwe amade dikir. Hin hevalan teqemenî û pêdiviyên şerkirinê, hinên din jî xwarin amade dikirin. Tiştên ku di nava yekineya me de zêde bûn, an jî di şer de bargiraniyê li me dikirin hatin binerdkirin.
Hêzên dijmin hîna nêzî me nebûbûn. Lê agir bê duman nebû! Beriya ku ew agir derûdora me bigirta me bi amadekariyên xwe dixwest pêşî lê bigirin. Ji ber vê yekê me di wê rojê de li pêşiya hêzên dijmin kemîn avêt. Di heman demê de me dixwest dijmin bikişînin deverekî dûrê şûna ku em lê diman. Lê çi heyf ku dijmin wê rojê bi pêş de nehat. Roja din hîna sibehê zû, mij û moraneke wisa hebû ku mirov bîst mêtro pêşiya xwe nedidît. Di wê mijê de nermebaranekî hûr jî dibariya. Wê çaxê gava me kemîn avêtibû hevalekî li Kêleka min got:
“Heval li wê dera hanê agirek xuya dike.”
Jixwe di wê kêliyê de min bi tenê li asîmanan dinihêrt. Bi awirên xwe di wê mijê de min asîman temaşe dikir û di heman demê de çeka min di qevdeya destê min de li benda teqînê amade bû. Her ku min lê dinihêrt, ez mîna guleyekî ku ji devê wê tê der, ez dûr gelekî dûr diçûm! Xeyalê min di kêliyên wisa de li her deverî digeriyan. Di kêliyên wisa de rojên rabirdû mina zengilê di sukra pezekî de deng vedida di bêdengiya xeyalê min de bû.
Bi dengê hevalê kêleka xwe re, em tev rabûn ser xwe. Dîtina agir dihate wateya ku dijmin ketiye tevgerê. Her ku mij û moran belav û zêde dibû, ronahî jî pê re zêdetir dibû. Wê çaxê me baş fêm kir ku dijmin bi dizî nêzî me dibe. Wê gavê me bi zorê xwe digirt ku em êrîş nekin. Gava dijmin di wê sibehê de nêzîktir bû şer qewimî û dengê çekan wê deverê dagirt. Ji her hêlî ve dengê çekên cûda cûda dihat.
Ji bona xwe gihandina şûnên bi ewle û xweş ji bo şerkirinê, em ber bi jor ve hilkişiyan. Lê dengê çekan qet navber nedida xwe û her berdewam bû. Car caran guleyên ku dihatin avêtin, ji peşkên barana wê sibehê zêdetir dibûn! Ji xwe guleyên çeka BKCyê gava li tehtên asê û mezin diketin parçe jê dipekandin. Parçeyên keviran ew çend zû dipekiyan ku ger li mirovekî biketa wê şûna guleyekî li canê wî bihişta.
Hîna şer didomiya dengê axînekî ji nêzîkî min hat! Wî dengî mûyên canê min tev hişyar kirin. Di wê kêliyê de dengê axîn û qêrîna gelek hevalên ku li kêleka min birîndar bibûn bi bîra min anî. Gelek hevalên min ên rêya dûr piştî axîneke wisa ji şer dûr diketin! Me xatir û gotina dawî yên gelek rêhevalên xwe piştî axîneke wisa dibihîst!!
Dema ku ez ji nava xewn û xeyalên dema berê vegeriyam û min li paş xwe nihêrt, heval Dijwar li nêzî min ber bi rêya pîroz ve diçû! Bi şehîdbûna heval Dijwar re, me hewl da ku em xwe bigihînin şûna ku em berê lê diman.
Her ku dengê çekên me disekinî em hinekî din bi şûn ve dikişiyan û dijmin jî bi milê me ve dihat. Ji saetên sibê heya êvarê me berxwedanekî bêhempa raber kir. Hêzên dijmin jî bi pêşmergeyên PDK`ê re nêzî 10-12 hezaran bû.
Dema ku tariyê reşahiya xwe li gerdûnê pêça, dijmin hêzên xwe bi ser hev de kom dikir. Hîn dijwartîr êrîş bi ser me de dianî. Hevalên me jî tevî êrîşa dijwar a dijmin hinekî din bi şûn ve dikişiyan. Lê her ku em hinekî bi şûn ve diçûn, şûn li me tengtir dibû! Wê demê gotina serleşkerekî Ereb, gava di deryayê de gotibû hat bîra min: “Li pişt we derya ye, li pêş we jî agir!” Rewşa me jî ji vê gotinê ne xirabtir, ne jî baştir e. Wekî ku ji bo me gotibû. An emê bi çekên biçûk ên destê xwe bi 12 hezaran re rû bi rû bimana, an jî meyê xwe ji zinarên bilind ku em li ser sekinîbûn bavêta jêr!
Li hêlekî me dixwest ku wan hevalên nû tevlî gerîla bibûn û li gel me bûn ji qada şer dûr bixista, li hêla din jî cîhan ji her hêlî ve li ser wan zinaran li me pir teng dibû. Mîna leza bayên payîzê pêwîst bû em biryara xwe bidin. Ji ber vê yekê biryara pêşî sekinandina dijmin me sitand. Ji xwe di wê rewşa hebûn û tunebûnê de şerkirin li ser şanê me erka herî pîroz bû. Bî vê biryarê re komek hevalan çekên xwe baş tije teqemenî kirin û çûn ji bona pêş de hatina dijmin bisekinînin!
Hevalên din jî bi yên nû re dixwestin rêya xwe ya filitandinê bibînin. Encax bi fîdakarinekî pir giran hin heval bi taybet jî yên nû werin rizgarkirin. Di nava germbûna şer de me hevalên nû bi zorê gihand deverekî bi ewle! Lê di rewşên wisa de dijmin tu derî bi ewle nahêle. Te digot qey her tiştê me dizanibûn -hêjmara hevalan, birîndaran, planên me… û hwd. dijmin bi tevahî hovaniya xwe pir nêzî me dibû. Êdî wisa lê hat ku me şûna hatina guleyan û devera ku diçiyê qet ji hev dernedixist.
Di nava wê gengaşê de mîna şewata sîxekî sorkirî ku bi canê mirov ve tê dayîn, piyê min şewitî. Gava min destê xwe da şûna ku dişewitî min his kir ku guleyekî mîna dijmin a xedar û bê bext di ranê min de şûna xwe çêkiriye! Pêşî min got belkî kevirekî tûj ê wan zinaran e, lê gava ku min baş lê nihêrt ez gihiştim rastiya ku guleya kleşê ye. Tevî ku ez birîndar bibûm û ranê(hestiyê hêt) min her ku diçû ez hilnedigirtim jî, min meşa xwe berdewam dikir! Lê piştî demekî kurt min hew dikaribû baş bimeşim. Ji ber vê yekê min xwe da ber zinarekî û runiştim. Hevalên din jî ji hev belav bibûn û xwe didane ewlehiyê.
Lê dijmin û pêşmergeyên her diçû bi dijwariyekê mezitir bi ser hevalan de diçû. Wisa dengê qîre qîra pêşmergeyan bilind dibû ku dawet dianîn bîra mirov. Te digot qey ne ji bona şer, lê ji bona şahiyekî hatine. Şer û kuştina mirovan ji bona dijmin şahî bû!!
Di her kêliyê de ji hev re qîr dikirin: “Êdî xilasiya wan nema!”
Hîna cîhan tarî nebibû kobrayên dijmin asîmanên wê deverê bi dengê xwe dagirtin. Kobrayên ku di ser me re diçûn raste rast bi çekên giran û qazanan li Hefttebeqê ku yekîneyek heval lê diman dixist! Li Hefttebeqê jî hevalekî bi navê Xanê şehîd ketibû, çend hevalên din jî birîndar bûn bi êrîşa kobrayan. Heyanî ber bi tarîbûnê ve jî êrîş bi dijwarî domand.
Piştî ketina reşahiyê êdî mirov pêşiya xwe nedidît. Cîhan pir tarî bibû. Hatina şevê dawî li êrîşa kobrayan anî û hêzên dijmin û pêşmerge jî hinekî din bi jor ve hilkişiyan. Ez heya wê çaxê li ber wî zinarî mam. Birîna min jî hinekî sar bibû û êşa wê daketibû. Lê ew dever qet ne bi ewle bû ji bona sekinandinê. Jixwe di wê kêliyê de ketina destê dijmin tim li bîra min bû. Gava hevalek birîndar dikeve dest dijmin îşkenca ku di ferhenga tu welatî de derbas nedibû li ser wî dihat meşandin. Ji ber vê yekê min çavên xwe li şûneke bi ewle gerand. Her çendî min hêviya xwe ji jiyanê qut kiribû jî min xwe bi xişikandinê hinekî ji wî zinarî dûr xist. Wê çaxê min ji xwe re got; “baş e min çek û çentê xwe teslîmî hevalan kir!” Jixwe dema ez birîndar bûm û li ber zinar runiştim hevaleke keç ku ji Ewropa hatibû û hîna nû bû ji mir re got: “Ez alîkariyê bidim te jî bona ku tu neminî!” Lê min gotibû; ez nikarin werim, ji te re çek û çente bigihîne hevalan! Ev gotina min wateya xatirxwestinekî ebedî bû. Tişta baş birîna wê hevalê ne giran bû, lê wê jî li gel min bimana û her tiştê min û wê dê biketa destê dijmin! Lê birina kleşê û çentê min ez di hêlekî de rehet kirim.
Dema min hinekî xwe xişikand ez gihiştim darekî û wê çaxê min da xwe ku ez li ser piyên xwe bisekinim. Lê wê demê min qet nikaribû gavekî jî bavêta! Tevî ku ez hinekî ji zinarê ku ez li ber sekinîbûm dûr ketibûm jî, lê peyv û gotinên min û hevala bi navê Ronahî ku ji Ewropa nû hatibû ji bîra min nediçû.
“Heval Nûhilat… Ka ez alîkariyê bikim û em bi hev re biçin.”
“Heval Ronahî tu dikarî biçî, lê ez nikarim. Ji bo vê yekê qet nebe bila yek ji me xilas bibe!”
Lê heval Ronahî bêyî dilê xwe peyvên min dadiqurtan û pejirand. Berî ku biçe min cardin bangê wê kir;
“Hevala Ronahî ji hevalan re silav û rewşa min bêje. Çente û çeka min jî bigihîne wan. Tenê demança min bila li gel min bimîne!”
Wê çaxê hevala Ronahî bi çavên tije rondik li min nihêrt û bêyî dilê xwe gav avêt. Lê her çendî gava wekî ku bêje “Êdî em te nabînin” li paş xwe dinihêrt. Wê çaxê cara yekem min hestên neçariyê û dil şewata bi xwe hîs kir. Berî wê rojê min tu carî xwe wisa bêhêz neditibû. Lê tevî wê yekê jî bi hêza mayî min xwe gihand ber darê.
Lê ez li gel darê nesekinîm û min hîn jî xwe dixişikand! Wê kêliyê min dengê hevalan bihîst. Deng ji jêra min dihat. Wê çaxê hêza canê min hîn zêdetir bû û min xwe bi lez xişikand. Gava ez gîhiştim min bang kir:
“Heval…Heval !”
Wê çaxê min zanibû ku hin heval in û di nava wan de hevala Xezal û Aydin birîndar in. Wekî ku heval li ser rêya çûyînê bûn, çekên xwe girtin û zû ji me dûr ketin. Min jî li birîna herdu hevalan nihêrt. Gava min birîna heval Xezal dît, birîna min ji bîra min çû! Birîna wê bi çend caran ji ya min dijwartir bû. Her wiha gelek parçe jî li canê wê ketibûn. Birîna hevalê Aydin zêde ne giran bû.
Li wir min him hestên hevaltiyê baştir fêm kir, him jî dijwariya tenêtiye jî ji bo min hîn çêtir zelal bû. Lê ji ber ku şûna me nê li cihê operasiyonê bû û wê roja din jî operasiyon bidomiya em ji xwe re li deverekî ku em xwe baş lê veşêrin geriyan. Hevalên ku çek û pêdiviyên bi me re rakirin, bi lez û bez şûnekî bi ewle ji veşartinê re dîtin û gotin: “Bi lez xwe veşêrin berî baran û berf xurtir bibe!” Û paşê jî heval bi lez û bê dilê xwe ji wir dûr ketibûn.
Jixwe wê şevê berf û baranê bi hev re lê kiribû. Lê ji ber ku şûna me dilê min rehet nekir min li dora xwe nihêrt û darekî qaçê ku pir stûr bû dît. Hema di cih de em çûn ba kuna wê. Şensê me ew bû ku nava darê wekî şikeftekê biçûk vala bû. Tevî ku cih teng bû jî me hersê havalan xwe di hembêza dara qaçê de veşart.
Wê şevê me li wir, bêyî ku em tu tevgerê bikin derbas kir. Serê sibehê hîna zû bû dijmin û pêşmergeyan xwe berda binê dolê ku em jî li wir bûn! Hêdî hêdî leşker û pêşmerge li hev kom bûn. Tu dever ji ber wan nedifilitî. Her dever bi hûrayî kifş dikirin û digeriyan. Li paş her kevirekî û zinarekî digeriyan. Hin pêdiviyên biçûk ku li paş hevalan mabûn, an jî ji wan ketibûn kom dikirin û kêfxweşiya xwe didomandin.
Pêşmerge û leşker ew çend nêzî me bûbûn ku êdî me ew bi çavan didît û dengê wan dibihîst. Lê tirsa me bi dîtina dîmenê hevalê Qehreman ji bîra me çûbû! Hevalê Qehreman şeva derbasbûyî piştî birîndarbûnê şehîd ketibû. Leşker û pêşmergeyan jî ew dîtibûn. Tişta ku zora me dibir ew bû ku me nikaribû wî hevalê xwe xilas bikira. Jixwe dijmin jî ji vê yekê re rê nedida.
Dijmin ew çend bi hûrahî li wan deran digeriya ku me digot ‘wê niha bên û li nava darê jî binihêrin. Wê çaxê dengê hevala Xezal mîna stranekî bi jan dihat gohê min:
“Ezê vê narincokê bi xwe de biteqînim gava dijmin werin ser me! Bila parçe parçe bibe canê min ji bo ku dijmin nebêje min kesekê PKKê girt dest!”
Narincoka di destê hevala Xezal de, hingî dihat gûvaştin ji hêla wê ve, bi zorê mirov didît! Ji xwe tişta ku hevala Xezal digot, te digot qey ji dilê min gotinan derdixe û dibêje. Tişta wê bi deng digot me herdu hevalan bi bêdengiya xwe tim û tim dubare dikir.
Gava cara yekem çend pêşmerge ber bi şûna me ve hatin me bi bêdengiya xwe li hev mezê kir û xatir ji hev xwest. Wê çaxê narincoka di nava destê me de dibûn yê ruhstandina me! Bi rastkirina pîman re ma hênaseyên di wê kêliyê de mîna yên dawî dihesibandin. Ew me çend caran bi nêzîkbûna pêşmergeyan dihat jiyankirin. Lê pêşmerge ne ji bona venêrandinê, ji bona komkirina daran nêzî me dibûn!!
Tevî vê yekê jî heya êvarê me narincokên xwe ji destê xwe berneda. Êvarekî dijmin û pêşmergeyan cardin xwe dane jor. Wê çaxê tirsek kete dilê min û min ji hevalên xwe re got:
“Hebe nebe vana em dîtin. Lê ji bona ku hevalên werin bime ve, wê bisekinin ji bona ku windahî zêdetir bibin. Ji serê sibehê ve li van deran digerin. Em ne dîtibin jî, dengê axînên me bihîstine!!”
Hevala Xezal bi dengekî pir nizim gotinek ji gewriya xwe derxist:
“Rast e Heval!!”
Wê çaxê me mîna oldaran dua dikir û hêvî dikir ku heval neyên xilasiya me. Tiştê qenc jî ew bû ku heya sibehê tu kes bi wan deran de nehat. Sibehê zû em cardin li ser dengê leşker û pêşmergeyan hişyar bûn. Wê çaxê me dît ku agir pêxistine û çeydanên xwe danine ser. Gotinên wan pir zora me dibir. Bi seetan pesnê xwe yên şer dikirin. Lê di wê rewşê de her çendî ji dînsizan re bêîmanan re pêvîst bûn ji me nikaribû tu tiştî bikira.
Çavên me gavên her yekî bi hişyarî dişopand. Lê gava me dît ku sê pêşmerge nêzî me ber bi darê ve tên me got: “Êdî dem hat!!” û me narincokên xwe cardin amade kir!! Her gavekî wan ku ew nêzî me dibûn, dihat wateya kûrtbûna temenê me! Ya rast dawiya temenê me! Me xwe vê carê ji bona xatirxwestineke ebedî amade dikir. Lê hîna navberekî kûrt di navbera me de hebû, ji nişkê ve xwîn di canê me de bi rehetî geriya! Hîna negiştibûn darê, hersê pêşmerge vegeriyan. Wê çaxê tovên hêviyê ji nû ve di hundirê me hersêyan de aj dan.
Wê rojê jî heyanî berî êvarê ji ber gengaşe û dengê leşker û pêşmergeyan me dengê xwe nekir. Ji hêlekî ve birînên me, ji hêla din ve tevgera pêşmergeyan û leşkeran; me xwarin û vexwarin ji bîr kiribû. Li hêla din jî me bi seetan gotinek ne digot. Gelek caran zimanê me bi hesreta gotinekî dima. Lê ji ber ku ew gotin dihat dawiya temen ji bo me, me bi hewildanên mezin nedihişt ku yek ji me peyvekî bibêje. Ger bihata gotin jî bi dengê nizim bû. Lê axînên me yên ji ber êşa birînan rê nedida ku ew çend gotinên me yên nizim jî bi temamî werin gotin. Hîna reşahî neketibû wekî roja yekem, wê rojê jî pêşmergeyan û leşkeran xwe dan girê bilind yê li ser me.
Wê şevê cara yekem hevalê Aydin yê ku demekî kûrt di nava şer de mabû ji min re got:
“Heval Nuhilat, wisa diyar dike ku emê li vir berî dîtina hevalan şehîd bikevin. Lê berî ku ev yek biqewime ka em ji bona hevalan rewşa xwe ya li vir, her wiha tiştên ku me jiyan kiriye û dîtiye di rûpelekî biçûk de binivîsin. Dibe ku dijmin me bibîne û şehîd bixe. Qet nebe bila li paş me gotin û hestên dema birîndariyê bimînin.”
Tiştên ku hevalê Aydin bi lêv kirin ji bona min pir balkêş hat. Li hêla din jî sekna wî di halê birîndarbûnê de qet nedihişt ku mirov pê bihese ku nû hatiye nava şer. Wî qet li xwe dernedixist ku nû ye, an jî bê ezmûn e di çiyan de. Nêrîna wî jî gelekî kêfa min anî. Cesareta herduyan hêvî dida min. Hema di cih de min jê re got:
“Hevalê Aydin, pênûs û lênûsa xwe derîne û dest bi nivîsandinê bike!”
Tevî ku min ev yek got jî min di hundirê xwe de êşekî mezin dida jiyan kirin. Ji ber ku ez ji herdu hevalan jî kevintir bûm di şer de, min xwe mîna berpirsiyarê jiyana wan didît. Lê dema ku min xwe bê çare didît ez hîn bêhtir diêşiyam. Û mîna kesekî ku di avê de niqo dibe û li ber fetisandinê bi qirşikekî digire li me hatibû. Qirşikek dihate wateya hêviya jiyanê ji bo me!
Lê di wê şevê de nivîsandina min ne gengaz bû! Ji ber vê yekê cardin min got:
“Hevalê Aydin tu dikarî di vê şevê de binivîsî?!”
“Ezê bikaribim bidim fêmkirin heval Nûhilat. Belkî nivîs hinekî tevlî hev bibe, lê wê bê xwendin”!
Wê şevê jî me bi dorê nobeta xwe digirt. Ya rast birînên me nedihişt ku xew di çavên me de bi cih bibe. Bi nav yek nobedar bû. Lê di rastî de em hersê hişyar bûn, ji ber ku me bawerî bi dijmin netanî, me bi şevê qet axaftin nedikir.
Serê sibehê gava ez û hevalê Aydin ji xew rabûn, me zanibû ku em hinekî di xew re çûbûn. Wê çaxê dengê leşker û pêşmergeyan mîna rojên derbasbûyî cardin li dolê belav dibû. Wekî ku dilê wan rehet nebûbe dîsa li wan deran digeriyan, lê tu tişt nedîtin.
Heya nîvro wisa bi hişyarî û bê deng me di darê de tevger nekir. Dema bû nîvro piştî du rojan tiştek hat bîra min. Di berîka min de du kîsên şorba hazir hebûn. Hema di cih de min derxistin û me hersêyan xwar. Wê çaxê hevala Xezal bi dengekî melûl dest bi axaftinê kir.
“Heval, dibe ku ez şehîd bikevim. Ger ev yek biqewime, ez dixwazim hûn min di vê darê de veşêrin. Silavên min bigihînin hemû hevalan!”
Peyvên hevala Xezal pir ji min re giran dihatin, min di nava şer de pir rewşên wisa dîtibûn û min xatirê dawî ji gelek hevalan xwestibû. Lê wan caran qet nebe heya ku hevalê me şehîd diket jî me hewl dida ku em wî xilas bikin. Ger şehîd biketa jî me ew ji ser milên xwe danetanî heya ku me li deverekî neveşartiba…
Lê rewşa ku ez tê de bûm pir zora min dibir. Ji hêlekî ve hevala min xatir dixwest, ji hêla din ve ez bê çare bûm. Tenê car caran min bi zorê gotinên kêfxweşiyê ji lêvên xwe dertanî. Lê ma dilê min yê xemgîn dikaribû hevalekî wisa xemgîn kêfxweş bike:
“Hevala Xezal wisa nebêje. Tu şehîd nakevî. Ev bû çend rojin ku em di vê darê de ne û dijmin em nedîtine. Moralê te bila li cî be. Hinekî li ber xwe bide û bi birînên xwe re şer bike tê bi ser kevî!”
Hevalê Aydin ku tim gohdarî dikir ev car hîna ez nesekinî bûm dest bi axaftinê kir:
“Jiyan mîna çemekî zelal û paqij e, bêyî ku li tu deverî rawaste rêya xwe vedike û meşa xwe didomîne! Ger her roj ji wê avê neyê vexwarin mirov nikare meşa jiyanê bi çemê jiyanê re bidomîne! Ger mirov wisa bêyî wê avê bimîne û bimire, hin kes dê bêjin ew hebû, hin jî dê bêjin ew qet nebû. Ê me jî ne tenê ava jiyanê, belê gerek ava hevaltiyê jî tevlî wê çemê bike û tim jê vexwe. Ev rasteqîneya me hevalan e. Ne wisa be emê tim û tim pêrgî zehmetî û nexweşiyan bên. Ji bo vê yekê gerek em tim li him ber her tiştî hazir û amade bin. Hûn dizanin; em ne tenê bi dijmin re, belê bi hundirê xwe re jî şer dikin. Niha jî ev pêwîst e.”
Hevala Xezal bi wan gotinan re kelegirî bû. Lê paş çend saniyan ji hişê xwe çû! Wisa diyar dikir ku birîna wê ew pir dizorand.
Her rojekî wê darê mîna salekî bi zor û zehmetî derbas dibû. Operasiyon jî wekî ku niyeta paş de kişandinê nebe her didoma. Derûna ketina destê dijmin, birîndarî, bê xwarinî û cihê teng ku em sê kes tê de diman her yekî bi serê xwe xwediyê zorahiyên cuda cuda bûn! Me rojên xwe bi zorê di wir de derbas dikirin. Ji bona mirovekî derbaskirina rojekî di deverekî teng de pir zor e. Nexasim ji bona şoreşgerên Kûrd, ji bona gerîla ev yek sed qatî zortir bû! Em fêr bibûn ku tim mîna bazan li girên herî bilind şûna xwe çêkin. Lê niha, ji şûnekî bilind zêdetir şûnekî nizim, di heman demê de jî teng ji her hêli ve zora me dibir.
Her roj mîna roja berê em li ser dengê dijmin û pêşmergeyan radibûn û li ser dengê wan gavan di xew re diçûn. Heft roj mîna heft salan wisa derbas bûn. Êdî ji dawîbûna operasiyonê min bawer nedikir. Lê roja heftan gava mîna her rojê me çavên xwe li ser dengê leşkeran vekir, gohên me tiştên nû dibihîst! Tiştên ku dihat gotin ji yên rojên din cewaz bûn! Gava min gotina “terorîst ji vir çûne, emê jî bi şûn ve vekişin” bihîst, min qet bawer nekir. Min digot qey tişta ku dilê min dixwaze gohê min bi min dide gohdarîkirin! Lê çavên min bi dîtina dîmenên paş de kişandinê wisa digot; rast e, gohên te rast dibihîsin!
Tevî ku me dît bi şûn ve dikişin jî, em ji şûna xwe derneketin. Lê kêfxweşiya li ser rû û di dilê me de rojên derbasbûyî ji bira me dibir. Heya êvarê tevî ku dol bê deng bibû jî em bi dilşadî di darê de man. Wê rojê tenê dengê çemê nêzî me dihat gohên min. Ez li ser pêlên wê yên biçûk diherikîm û li ba hevalan bi cih dibûm. Ew cara yekem bû ku ez diketim nava xewn û xeyalên gihîştina hevalan. Tim min li ber dilê hevala Xezal û hevalê Aydin dida, lê ev car wekî ku ji bona li ber dilê min bide kesek pêwîst bû! Hîna ez di nava xeyalên xwe de bûm, dengekî ne biyanî hate gohên min. Wî dengî bangî me hersê kesan kir. Piştre dengê hevalekî keç jî hat, wê jî bang dikir. Wê çaxê min zanibû ku ew heval in. Lê tevî ku me zanibû hevalin jî me pêşî bawerî bi wan neanî. Me got belkî xwe dane destê dijmin û şûna me gotine. Lê gava me dengê hin hevalên din jî bihîst dilê me berî devê me qîr kir. Me hersê hevala bi hev re qîr kir.
“Heval…Heval…Em li vir in!”
Ev hersê pêyv bi kelegiriya me dihatin der. Gava me xwe bi zorê ji nava darê derxist, hevalan xwe avête ser me û em hemêz kirin. Her ku me hevalekî hemêz dikir kelegirî di gewriya me de zêdetir dibû. Heya demekî jî ji hemêzkirina hevalan kesî pîrsa me û rewşa me nekir. Ew hevdîtin ji bona me hersêyan dihat wateya ji nû de ji dayîkbûnê!?
Piştî kêfxweşiya me gişa hevalan birînên me yên ku xwîn pê ve hişk bibû ji nû ve paqij û pansûman kirin. Piştre me hêdî hêdî amadekariyên meşê kir. Gava em rabûn, min li şûna me, li darê nihêrt. Tenê min di hundirê xwe de ev digot: “Ez jiyana xwe deyndarê te me. Ne tenê ez, em hersê heval!!”
Nûhilat KOBANÊ
- Ayrıntılar
Gencîniyeke veşartî di bin her erdeke ku mirov gavên xwe li ser tavêje heye. Nediyare; gava ku mirov li ser dimeşe, dibe ku axîn bi dilê wan biskên axê dikeve. Av bi devê qelîştokên hendefan dikeve û bi lez dixwazin rûpelên bi xwînê û êşên hatine nixumandin, ji nûve şînbibin. Xwezaya semyana vê yekê bi te dide hîskirin, daristan, çiya, dol û mirovên Geliyê Pisaxa vê yekê bi te didin hîskirin. Di rêka me de gundê Sindiyan yê jê re dibêjin Mêrgeşîşê hebû. Ev gund girêdayî Zaxo ye. Berî ku şoreşa Mustefa Barzanî destpêbike, ev gund bi çandîniyê, pez xwedî kirine û bi tîcaretê re mijûldibin. Mînak kartol diçînin û diçin li bajarên mîna Bexdad, Zaxo û li bajarên dîtir bi genim re diguherînin. Di demê berê de cade nînin û herkes bi rojan barên xwe li dewaran dikin û berbi bajarên mezin ve diçin. Piştî ku wî genimî tînin, diçin aş û dihêrînin. Her çiqasî zor û zehmetî dikişînin, jibîr nakin ku êvaran li hevdû bicivin û kilaman ji hevdû re bibêjin. Bi wan kilaman gotinê, hemû westandina xwe jibîrdikin.
Me gelek agahî li ser gundê Mêrgeşîşê girtibûn, lê me dixwest em suhbetê bi mirovên ku li wî gundî jiyankirine re bikin. Piştî westandinê ji kaniyan av vexwarin tama xwe cûda ye, gelo ji ber tu gelekî diwestê li ber çavê te şîrîn dibe, yan jî birastî ava kaniyan lawe. Ji gundê Mêrgeşîşî tenê kaniya wê saxlem maye.
Ji ber nenaskirina me di erazî de du hevalên jin hatin pêşiya me. Min dizanîbû wê hevalên jin bi israr bixwazin alîkarî bidin me û çentê me rakin, lê min xwe amadekiribû ku ez heyanî dawiyê jî çentê xwe rabikim. Ew baweriya ku tu li kûderê ked bide tuyê pêve were girêdan û nirxê wê bizanibe, ez bawer dikim û min xwest ez jidil bi vê xakê re parvebikim. Wê roka delal jî xwêdana min bibîne û wê kaniyên merd jî ava xwe bi min re parvebikin. Gava xwêdan ji aniya min dihate xwarê û ez di bin çentê xwe de diwestiyam ava gundê Mêrgeşîşê dihate bîra min, li ber dilê min gelekî bi nirx bibû û min di wan kêliyan de girêdana mirovan bi xaka wan ve hîskir. Hevalên jin jî her li benda me bûn û erazî bi me didan naskirin. Gelek girên Geliyê Pisaxa bi navê hevalên şehîd hatine binavkirin.
Em gihîştin ciyê yekîneya Şehîd Mahir, lê me tenê du hevalên xort dîtin, hemû gerilayên dîtir gurûp-gurûp li erazî belavbibûn û çûbûn peywiran.
Yekîneya Şehîd Mahir ji bona amadekariyên Zivistanê jî ketibûn nava liv û tevgerê de. Bexçe ji xwe re çandibûn û zebze ji bona demsala Zivistanê hişk kiribûn. Yekîneya wan gelekî jêhatî û şeraze bûn.
Dêra Geliyê Pisaxa Gelekî Kevnar e
Çîrokeke vê Dêrê ya balkêş heye û parvekirina wê bi we re nexerabe. Zilamê bi navê Mere İda li hemberî êrîşên dijminên xwe şerdike û di nava xelkê de bi lehengiya xwe tênaskirin. Camêrekî tîr û kevanka wî li pişta wî ye, şûrê wî di destê wî de û li ser hespê xwe yê boz bi mêranî şerdike. Rojekê Mere İda di pevçûnê de birîndar dibe û bi wê birîna xwe ya xedar heyanî ciyê wê dêrê tê û liwêderê diçe ser rehma xwe. Ew camêr bi lehengiya xwe gelê xwe diparêze, ji bo bîranîna wî, wê dêrê ya ku ciyê parastine dibînin avadikin. Hinek mirov dibêjin gora wî mirov li kêleka wê dêrê ye. Wextê tu berê xwe dide dêrê, zinar di rêzê de û mîna ku te pêşwazî dikin tu bi kêleka wan re derbas dibe. Dema ku Sedam Aşûriyan ji gundê wan derxistine û birine bajarên mîna Bexdadê, xelkê Aşûrî berî ku biçin bajêr, riya ku diçe Dêrê hemû bi boyaxa sor nîşankirine. Li ser kevir û hendefan nîşana tîr û Xaçê neqişkirine. Me jî ew nîşan çavdêr kirin û em berbi Dêrê ve çûn. Hinek Aşûrî dibêjin navê vê Dêrê Mere İda ye û di çaxê İmpiratoriya Bîzans Olê Xirîstanî pejirandiye, hatiye avakirin. Heya niha jî gelê Aşûrî ji ciyên curbecur têne serdana wê Dêrê. Hemû wêne û her tiştekî wê Dêrê hîna mîna berê ne. Bi dîtina wêdêrê re min hestekî gelekî balkêş jiyankir, mîna ku min ji zûve tiştekî xwe yê ku ez gelekî jê hezdikim, min wendakiribû û min nû dît. Heyecana dîtina eserên dîrokî gelekî kûr û dûre.
Netenê şîveriya ku diçe dêrê hatibû nîşankirin, şîveriya ku diçe kaniya Êrê jî hatibû nîşankirin. Me ew rêk şopand û em çûne gundê Êrê. Bermahiya gundê Êrê tenê dîwarên maleke xerabe mabûn. Gundê Êrê gundekî Aşûriyane, di demê xwe de gelekî mezin e. Ew jî di sala 1976 an de ji milê Sedam ve tê valakirin. Gundekî di pala girê Partîzan de ye, bexçeyên wê hene, heyanî ku tu nêzî gund dibe, tu hingî dizane di nava wan daristanan de kanî û gundekî wisa bê hempa heye. Kaniya Êrê ya bi nav û deng jî derûdora wê tejî darên spîndarane, li kêleka wê jî darên fêkî hene, ew av aveke torine, Havînê sare û Zivistana jî germ e. Gava ku tu Geliyê Pisaxa dide berxwe, piştî çend demjimêran tu dimeşe û tu diwestê, piştî wê westandine ew kaniya qeşeng li pêşiya te dertê. Ji ber vê yekê herkes nirxê vê kaniyê di dilê xwe de dihewîne.
Li gorî baweriya min hinek kêlî hene herdem û her wextî bi dest te nakeve, ji ber di wan kêliyan de rizgarkirina giyan, mejî û dilê te mîna bayê arzeba dijwar derbas dibin, kêliya ku tu hildikişe kevendên Geliyê Pisaxa û li bejna wê dinêre, netenê tu ruhê xwe azad hîsdike, jiyana hemû mirovên li wî gelî jiyankirine tu meraqdike.
Gotina Pisaxa jî tê wateya zarokên axa. Di wî gelî de gundê mîna gundê Masîs yê ku dilê te diguvêşe, hene. Gelek gundên Sindiyan li Geliyê Pisaxa ne. Gundê misilmanan û aşûriyan bi hevre jiyankirine. Bi rêz nêzî ol û çanda hevdû bûne. Netenê dêr di wî gelî de heye, mizgeft û şikeftên xwezayî jî hene. Dilê geliyê Pisaxa destûr nedaye jiyaneke bê wate û arzan.
Demjimêr sisiyê sibehê ez û du hevalên jin em birêketin û me berê xwe da girê Partîzan. Girê Partîzan jî bi navê hevalê Partîzan Slopî hatiye bi navkirin. Şehîd Partîzan Silopî sala 1994 an li wî girî şehîd dikeve û weha navê girê Êrê dibe girê Partîzan. Em sê demjimêran meşiyan heyanî ku em gihîştin bilindahiya Partîzan. Hilkişandina wî erazî nezehmet bû, teşeya zinar û latên wî erazî tu matmayî dihiştî. Nîgarvaniyekî herî ji xwe razî û jêhatî nikare wisa neqşbike. Hîna hewa venebibû em gihîştin gir. Me hêdî-hêdî xwe avête mewziyeke ku nekeve pêşberî girên li ser sînorê ava Hêzil. Min gelekî meraqkir ku ez wan giran bibînim. Min çawa serê xwe rakir, min ji xwe re got “dijmin Kurdistan bi girên li ser sînorê ava Hêzil dorpêçkiriye.” Bêhna desthilatdariyê ji wê tarîtiyê dihat. Girê Baykur(Wacib), girê Serbend, girê Şivan, Bêzenîkê, Kêlika Spî û Spîndarokê li pêşberî te bûn. Te nikarîbû serê xwe rabike. Ji milê başûr ve jî Zaxo, Silopî û Duhok li pêşberî me bû. Cûdî çiyayê Mirada û Kela Memê jî li pêşberî me bûn. Ji berzbûna Partîzan te hîsdikir ku behişt di hembêza te de ye û tu pê şad dibe.
Ji Pênûsa Gerîla
- Ayrıntılar