15 Sibatê ji bona me rojekî reş û dîrokî ye. Di dîrokê de pir komplo, lîstikên qirêj, îxanet pêşketine. Lê ti komplo qasî komploya li ser Rêbertî bi lanetî kûr de nehatiye jiyankirin. Îxanetekî bi destê dostê sexte û ji ber kêmbûna hevaltiyê eger bi komployê encam bibe, êşekî giran li mirov dide jiyankirin.
Serokê min, komploya navnetewî li ser we hate meşandin. Lê belê di şexsê we de hemû mirovahî, gelê Kurd û tevgera me hate hedefkirin. Di dîroka azadiyê de de vê lêpirsînê hemberî her mirovakê/î û hemû cîhanê hesab bexwaze.
Serokê min, hêzên tarî bi dîl girtina we xwestin fikir û ramanên we, bîrdozî û felsefeya we ji holê rakin. Bi polîtîka xwe ya qirêj xwestin tevgera PKK`ê bêhêz bikin û bitemirînin. Dixwestin çarenûsa gelê Kurd mîna di şexsê Şêx Seîd, Seyîd Riza de çawa di tariyê de hiştibin, dîsa vê pêkanînê dûbare bikin. Bi vî awayî dîsa gelê Kurd bê Serok bihêlin.
Hêzên serdest û hegemonîk baş dizanin ku; holê rakirina gelekî holê rakirina Serokê wî gelî ve girêdayî ye. Gelekî bê pêşeng tine bûnê re rûbirû dimîne.
Serokê min, we li hemberî van hêzên tarî têkoşînek fikrî û jiyanî pêşxist. Di navenda wan de bi hêzekî pir mezin hem rûmeta mirovahiyê parast, hem jî bi exlaqa civakî re ku heqîqeta wê we nîşanî mirovahiyê da. We hemû lîstokên wan ên veşartî, maskeyên rûyê wan û polîtîkayên wan ên qirêj derxist holê û we ew vala derxistin. We bawerî, hêvî, coş û heyecana têkoşînê di dilê her kadroyekî/ê û gelê Kurdistanê de çand. Ew hêzên rûreş û qirêj ev hêza We ya bê sînor nedizanîn. We gelê Kurd li hemû cîhanê da nasîn. Îro gelê Kurd bi bawerî û hêviyekê pir mezin hemû qadên cîhanê di nava têkoşîneke bê hempa de ne. Ji heft salî, heya heftê salî bê tirs û bi hirseke pir mezin li hemberî hêzên komploger di nava şer de ne. Serî radikin û xwe feda dikin. Bi agirê laşên xwe pêçandiye ve derdora we xelekekî ji agir çêdikin.
Rêberê min, cara yekemîn tevgera me beyî ku hûn amadebin xwest ku komplo, îxanet û tesfiyekarên di hindir de berteref bike. Hemû hêz û kesan digot “êdî PKK qediya.” Lê belê ew hêz û baweriya ku me ji we girtî, rêka serkeftinê nîşanî me da û rêka me ronî kir. PKK xurtir û mezintir bûye. Ew hêvî û xeyalên wan ên bextreş hemû vala derketine.
Wan jî dît ku PKK naqede û Rêberê me ne bi tenê ye.
15`ê Sibatê ne tenê wek rojekî reş tê destgirtin. Ji wê rojê heya îro ne dîrok, ne jî ti kes vê roja reş ji bîr nake. Ji ber ku ji bîrkirin îxanet e.
Ji bo min ne tenê roja 15`ê Sibatê, her roj, her demjimêr li nava lêpirsîna hindirîn de derbas dibe. Hemberî Rêbertî kesayetiya xwe, hevaltiya xwe ya kêm di nava lêpirsînek wijdanî de derbas dikim.
Wek jinekê ez hertim xwe di nava lêpirsîneke hundirîn de derbas dikim. Ez deyndarê we me Rêberê min. Ne bi tenê rojekê, ez bîst û çar demjimêran dixwazim bi we fikirandin û we jiyankirinê ve derbas bikim. Ez li hemberî we soza bilindkirina têkoşînê nû dikim.
Dibêjim bijî mirovê heqîqetê Rêber APO
Her bijî rêhevaltiya rast
Bimire hemû hêzên komplogerên bêbext
Rojbîn Mahîr Dêrik
- Ayrıntılar
Nav û Paşnav: Mehmet Şîrîn Cebe
Navê Kod: Akîf Doxan
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: Mardîn
Cih û Dîroka Şahadetê: 13 Çile 2013 Niseybîn Mêrdîn
Belê, me doh li nûçe guhdarkir ku Heval Akîf di 13’ê Çile ya 2013’an de, li navçeya Nisêbînê di encama şerekî giran de, li hember artêşa Tirk, saetekî bi berxwedaniyeke mînak, şehid ketiye û ew jî derbasî nav sitêrkên asîmanan bûye. Heval Akîf di fermandariya eyaleta Mêrdînê de cih digirt û ji ber ku eyalet baş nasdikir, xwediyê xebatekî pir sekeftî bû. Ev sala derbasbûyî, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî bû. Bi qasî ku min Heval Akîf naskir, çend rastiyên heval ez di xwazim binivîsim. Ew jî wek gelek têkoşerên azadiya Kurd û Kurdistanê, ku bi fedakariyek mezin heya îro ku bi qehremantî çû şehadetê, deynek li ser milê me hişt. Bêguman bi çend xetik nîvîs nivîsandin, em nikarin deynê wan ê li ser milê xwe bidin. Biqasî ku nivîsandin, dem kurt tol ji dijmin rakirin, pewist e, xebatê hevala ku heya cihekî anîn û birina serkeftinê, armanca wan pêkanîn, erkê me hevalên wan e. Dibe ku erkên herkesî ku dibêje ez mirov im ku li hember van kesên ku xwe ji bo azadiya mirovatiyê, fedadikin, birêzbin û wan bidin jiyankirin. Lê herî zêde hevalên ku bi wan re şoreşgeriyê dikin, ew berpirsyar in ku wan rast jiyankin û bidin jiyankirin. Ji ber ku herî baş jiyan û rastiya mirovekî anîna ziman, ancaq hevalên ku bi wan re di zorî, zehmetiye de jiyankiri be, dikare rast û baş bîne ziman. Bêguman berpirsyariya mirovekî li hember mirovatiyê jî, vê ferz dike ku mirov mêrxasî û paqijiya van têkoşeran jiyanke û bide jiyankirin.
Belê, min Hevalê Akîf Mêrdîn, sala 1999’ê li herêma Gabar dît û naskir. Heval Akîf ji gundê girêdayî Midyadê, Hêştirekê bû, lê bi malbata xwe re koçî navçeya Nisêbînê kiribûn. Dema ku min ew dît, wê demê ji qada Serok APO dihat û wê biçûna eyalate Mêrdînê. Ew jî di nav koma ku bi Heval Huseyîn re ku ji Kongra PKK’ê ya 6 mîn de hatibûn eyaletê. Bihar bû, dawiya meha Adarê bû, her çi qas carna baran dibarî jî, lê şînkayî û kulîlkên behîva, çiyayê Gabarê xemilandi bû. Ev xweşikbûna Gabarê di serî de, Heval Akîf û tevayê hevalên ku nû hatibûn Gabarê, pir kêfxweş kiribûn û moral dabû hevalan. Wek tê zanîn Rêber APO di 15`ê Sibatê de hatibû girtin û tevayê gelê Kurd û gerilayên Kurdistanê bi rihekî fedayî têkoşînek li hember vê Komployê didan. Tevayên têkoşerên Rêber APO xwe pêşniyarî çeperê herî pêş dikirin ku çalakiyên fedaî jî têde, li dijî vê êrîşa hovane ya navnetewî bisekinin. Ev koma dawî hatibû jî, bi vê xwestek û germahiyê hatibûn. Heval Akîf jî yek ji wan hevalan bû ku bi girtina Serokatiyê hêrs bûbû û wek fedaiyê Rêber APO , dixwest ku xurt tevlî vê pêvajoya şer bibe. Li ser vî bingehê wî xwe pêşniyarî eyaleta Mêrdînê, çeperê herî pêş kiribû. Heval Akîf bihara 99’an piştî çend roj li Gabar, li cem me ma, piştre bi Heval Huseyîn re derbasî eyalata Mêrdînê bû. Heval Akîf demek dirêj û xebatekî serkeftî li vê eyaletê meşand. Ji ber ku gelê herêmê baş nasdikir û dihat hezkirin. Têkiliyên fireh bi gel re danîbû û xebatên xwe berfireh kiribû. Demek şunde, ew carek din derbasî qada Başurê Kurdistanê bû, piştî tevlîbûna perwerdê, ew ji bo xebatên civakî yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimeşin hate vesazkirin. Demek dirêj ev xebat li herêma Kelareşê ya ku di navbera Urmiyê û Wanê de bû, bi bandorî meşand. Jixwe heval di rêveberiya wê herêmê ya herî jor de cih digirt û berpirsyariyek mezin jî li ser milê xwe bû. Biqasî ku min ji hevalên di wê xebatê de pê re dixebitîn bihîst, Heval Akîf ji metropolên Tirkiyê heya Kurdistanê, tevger kirinek xurt di nav gel de çêkir û gelek ciwan tevlî rêxistinê kirin. Ji vir cardin tê Başurê Kurdistanê û li vir perwerdeyek din dibîne. Piştî demek li Başur dimîne, ew bi pêşniyar û daxwaziyek mezin, dîsa dixwaze here eyaleta Mêrdînê. Heval Akîf carak din di sala 2010’ê de, ji ser Rojavayê Kurdistanê re berê xwe dide eyaleta Mêrdînê. Ji destpêka gihiştina eyaletê heya ku şehîd ket, di sêyemîn fermandariya eyaleta Mêrdînê de cihê xwe digirt. Bi giranî xebatê xwe li derdorê Nisêbîn, Midyad û çiyayê Bagokê dimeşand. Heval Akîf gelê van herêmê û erazî tev, pir baş nasdikir û bixwe bawer xebatê xwe li vir dimeşand. Heval Akîf hem ji xebatê parastina cewherî ya eyaletê berpisyar bû, hem jî ji xebatên giştî berpisyar bû. Ji bihara 2012 ve, heman demê fermandariya herêma Bagokê jî dikir. Ji dema ku em gihiştin qada Botanê û heya niha, ji ber ku ew girêdayî me bû, min xebatên wî ji nêz de şopand. Divê salê de herêma ku herî zêde çalakî lê çêbûn, dibin berpirsyariya Heval Akîf de ya Bagokê bû. Rexmê ku hejmarek kêm heval li herêma wî hebûn jî, lê dîsa li gor derfetên xwe, gelek çalakiyên baş kirin. Bi rê qutkirinê, bandor li ser herêmê çêkirin û pêşveçûnên rêxistinê bi gel re parkirin, mamosteyê perwerda Tirkî didin, girtin û qewitandina wan, herî zêde li gel Heval Akîf ev xebat serkeftî hat meşandin. Di vê demê de herî zêde li herêma Heval Akîf perwerda Tirkî hat seknandin û daxwaziya zarok û xortên Kurd a perwerda zimanê dayîkê dîtin, bi xebatên wî pêşket. Yanî xebatê Heval Akîf, yê li hember qirkirin û tunekirina çand û hebûna Kurd, xebatek serkeftî meşand û pêşya vê van polîtîqayên qirêj tim wek astengekî sekinî.
Belê, Heval Akîf zarokekî herêma Torê bû û bi fikrê Apocîtiyê, ew di nav malbatekê welatparêz de mezin bûbû. Malbat û derdorên wan, wek ku di nav têkoşîna serhildana, Mala Haco ya Elîkê Betê de cih girtin, li gel têkoşîna PKK’ê jî cihê xwe pir zû girtin. Ew zarokê nav van serhidanên ku li Bagok û derdorê wê jiyan bûne, ji dayîk bû û li vir mezin bû. Belê, ew şopdariyê kalkê xwe yên serhildêr bû û bi ronahiya PKK’ê re wî çavê xwe li cîhanê vekiribû. Serhildana gelêrî ya bi welatparêziya PKK, destpêkê li herêma wan destpêkirbû. Ew zarokê dîtina serhildan û berxwedana gelê Nisêbînê bû. Êrîşa hovane, qirkirina ku dewlata Tirk li ser gelê Nisêbînê meşandibû jî, wî bi çavê xwe dîtibû. Jixwe tiştê ku Heval Akîf xiste nava gerîlayên Kurdistanê ev dîroka bi êş û xweşî bû . Rastî jî me di tevayê xebat û têkoşîna wî de dît ku çiqas bi nirxê gel, şehidan, Serokatiyê û yê hevaltiyê ve girêdayi ye, ev yek baş dihat dîtin. Têkoşîna wî tim ji bo ku van nirxan mezinke û wan biparêze bû. Heval Akîf di hevaltiya xwe de jî, paqij û dilpak bû, tu heval jê aciz nedibû û bi fedekariya xwe ya mêrxasî, heval li derdorê xwe dicivandin. Jixwe ku ev nebana, li hember ewqas êrîşên artêşa Tirk a li ser wan, berovajiyê vê ew li Bagokê ewqas serkeftî nedibûn. Ji ber ku baweriyek xurt bi xetê û hevalan hebû, ev êrîş berteref kirin û bandora rêxistinê tim li herêmê parast. Çend car min pêre bi cîhaza mezin axift û min nêrînên wî li ser herêmê û giştî pirsî û girtin. Tim nirxandinên xwe pêgihiştî bû û biqasî ku nêrînên wî ji bo tevayê herêman ronahîbûn, ewqas jî li hember Serokatî û şehidan jî rexnedana xwe jî dida.
Berxwedaniya wî ya herî dawî jixwe nîşandide ku ew çiqas, mêrxas û fedaiyek gelê Kurdistanê ye. Tenê li gor me li radiyo guhdar kir, bi tena xwe, li hemberî dorpêçkirina, bi hezaran leşker, polis û xayînê dewlata Tirk, saetekî li berxwedaye. Berxwedana wî ya giranbiha, ewê bibe ronahiya azadiyê, ji bo mirovatiyê. Tu car ciwan û gelê Kurdistanê wê vê ji bîr neke û cihê wî wê vala nehêle. Bi salan, wî ji bo vî gelî azad bike, di nav ewqas zorî û astengiyan de, têkoşîneke lehengî meşand. Ew tu car ji bo xwe nefikirî ku bi xwe bijî, tim ji bo gelê xwe û mirovatiya azad û bingehê serxwebûnê, xebitî û têkoşîn kir. Heval Akîf çima bi xwe çûye Nisêbînê? Min hêj baş fam nekirye. Rastî jî hevalakî wek Heval Akîf di fermandariya eyaletê ya jor de, pêwîst bû neçûbana wir. Ev mijarek rexne û rexnedanê ye, ji ber ku ew nasbû û dijmin jî ew baş nasdikir, hevalak din rêkirin bêhtir rast bû. Hevalê wek wî pêgihiştî, ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd, pêwîstbû ku xwe biparêsta. Lê dema ku ji bo karekî pîrozbe û pêwîst be, tev fermandarên HPG fedaî ne û pêwîst e ku di dema xwe de erkên xwe bînin cih. Jixwe em tev jî ji bo azadiya mirovatiyê derketine serê çiya û me hertişt daye berçavên xwe, tenê bila gelê me azad bibe. Xuya ye ku Heval Akîf jî, armanca wî çi xebat be, em heya niha nizanin, lê tiştê diyar ev e ku ew bi armanca têkoşîna azadiyê çûye wir. Di dawî de ez vê dibêjim ku ew berxwedanî û fedakariya Heval Akîf a bi salan, emê tu car ji bîr nekin û heya armanca wî em bînin cih, emê bênavber tekoşîna azadiyê bidin. Biqasî ku tola wî emê ji wan leşker û polisên Tirk ên hovane rakin, armanca wî ya serxwebunê jî wê erkê me yê yekem be. Ronahiya fedakarî û berxwedaniya şehîdên me, vê yekê ji bo me emirdike. Hevaltiya rast jî ev e ku di ronahiya şehidan de têkoşîn domandine. Careke din ez soza xwe ya girêdana nirxên şehîdan tînim ziman û têkoşîna min wê ji bo armanca wan anîna cih be.
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
“Destpêkê li jina bidin, bikujin,“ berhemê hişmendiya kapîtalîzmê ku hovîtiyê rewa dike, ancaq bi kuştina jinên azad bidawî bibe.
Îro bi serê sibihê re bi nûçeya lezgîn ku di radyoya dengê Kurdistanê de hat dayîn, şehîdbûna hevala Sakîne, Fîdan û Leyla, ku bi şêweyekî hovane li Parîsê pêkhatiya, me guhdarkir! Em di serî de vê êrîşa qirêj a hovane lenet dikin.
Ev êrîşa hovane, tenê ne li ser sê siyasetmedarê gelê Kurd e, li ser tevayî gelê Kurd û mirovatiya azad e. Ev qirkirina ku li paytexta Fransa, Parîsê pêkhatî, tenê ne kiryarê dewletekê ye. Wek qomploya navnetewî ya li ser Serokê gelê Kurd, Rêber APO ku hat kirin, ew jî ewqas girîng û bi hêzên navnetewî hatiya meşandin. Baş agahiya me ji vê qirkirina hovane ku çêbûye, çawa pêk hatiye, heya niha nîne. Lê tiştê diyar eve ku di navenda Ewropa de, bi şêweyekî dizî û bi çekê pêşketî, pirofesyonalî bê ku kes bibihîse, pêkanîn. Karê rêxistiniyeke navnetewi ye. Qaşo Parîs navendeke Demokrasî û pêşketinê ye, lê her kesî dît ku qirkirina herî qirêj û hovane, li hember mirovên azad û azadîxwaz hat kirin. Mirov ji kîjan aliyî ve bigre dest, ev şerma ku mirovatî dixe bin erdê, li navenda kapîtalîzmê, navenda Parîsê cihê herî bi tevger pêk hatiye. Serdema em tê de ne, ya vê demê qirkirina bi vî awayî, pir manîdar e û bi serê xwe rastiya vê hovîtiyê derdixe ber çavan. Di rojeva gelê Kurd û cîhanê de, hevditinên ku bi Rêber APO re çêdibin û hêviya ku pirsgirêka Kurd bi şêweyeke dêmokratîk û aşîtiyane çareser bibe heye, ev êrîşa hovane pir balkêş e. Lê belê wek gelek car ku di dîroka PKK’ê de hat dîtin, demê ku pirsgirêka Kurd dikeve nîqaşê, ku bi aşîtyane bê çaraserkirin, ji aliyê Gladyoya derve û ya hindir, dewlata kûr a Tirk ve tê sabotekirin. Dibe ku di nîqaşên vê pêvajoyê de tiştekî erênî nebe jî, nediyar e, lê tê xuya kirin ku nîqaşên aşîtiyane jî ji bo gelê Kurd zêde tê dîtin, ji aliyê xwînmijên Kurd û Kurdistanê ve.
Mijarek din ew e ku çima ew heval hatin hedef girtin? Heval Sakîne qadroyê destpêka derketina PKK’ê bû û di kongra yekem a damezirandina PKK’ê de cih girtibû. Ji destpêka tevgera Apocî heya niha, ew li her cihî, parêzvanê fikra xeta tevgera Apocîtiyê bû û berpisyar bû. Ev temsîlî di kesayeta xwe de, li zîndanê, Ewropa, Rojhilata navîn û nav PKK’ê de jî, xeta azad û serbixwe, tim parast û bi pêşxist. Yanî bi tevayê hêza xwe parazvan û tekoşereke xeta fikra azadî û serxwebûna Kurdistanê bû. Ew tim têkoşervaneke azadiya jinan bû, parêzvan û pêşxistina nirxê rastiya dayîka Neolitîkê bû. Heval Sakîne di demên dawî de ev têkoşîna birûmet li navenda kapîtalîzmê, Ewropa dimeşand. Em berdin têkoşîna fikrê Apocîtiyê li Ewropa meşandin û belavkirin, xwe li hember helandinê parastin bi serê xwe, fedakariyek û wêrekbûneke mezin tê xwestin. Heval Sakîne bi salan li van qadên navenda kapîtalîzmê ya helandina mirovatiya azad, li hember têkoşîn da û cewherê xwe yên PKK’yîbûnê parast. Biqasî ku ji bo Kurdistan û tevayê gelan, azadî û wekhevî dixwest, têkoşîna wê dida, ewqasî jî ji bo yekîtiya jinên cîhanê û têkoşîna hevpar a azadiyê jî, ristek mezin dileyîst. Ew bi fikrê Rêber APO yê li ser jinê ku ji dema neolitîkê digire û heya îro ku çiqas jin di bin qirkirinê de ye, pir bawer bû û li gor vê perspektîfê xwedî têkoşîneke giranbihabû. Belkî ji bo vê, ew hat hedef girtin û li ser ew hişmendiya kapîtalîzmê ya ku gotiye ”Destpêkê, li jinê bixin” vê carê li ser sê siyasetmedarên jinên Kurd meşandin. Ji ber ku herî zêde hevala Sakîne li dijî vî hişmendiyê ku dibêjin, destpêkê li jinê bide derdiket û têkoşîna birûmet dida. Ji ber vê em dibêjin ku ev êrîşa hovane, ne ji rêzê ye û ne bi derfetê dewletekî tenê hatiye pêkanîn.
Belê, cihê Hevala Sakîne di nava tevgera PKK’ê de jî pir bi wate û bi mînak bû. Rastî jî bi danûstandinên rêxistinî û pir kûr, rêzgirtinek mezin li hember hatibû çêkirin. Cihê ku ew diçûyê, heval li hember diketin rêzgirtinekê bi hirmet û herkes li bendî axiftina ku ji devê wê derkeve û disekinîn. Ew bixwe pir dilnizm û xwedî jiyanek hevpar bû, lê sekna wê û axiftinên ku ji devê wê derdiketin, hemû nirxê pîroz yê mirovatiya azad bûn. Gelek cara ez jî rastî van dewlemendiyê ku bi Heval Sakîne re hebûn, hatim û min pir hêz ji nêrînên Hevala Sakîne girt. Di sala 1971’ê de di nava şoreşgerê Tirkiyê de cih girtibû û bi tercîha xwe azadîxwaziyê, xwedî têkoşîneke hêja bû. Ew jî wek Hevalê Cuma, Abbas, Karasu, Fuat, dema ku min didît! kêfxweşî û tenê ez li bendî axiftinek ku heval bike bi sebir disekinîm. Ji ber ku ew xezîneya kesayeta azad û fikrên serbixwe bûn, û tim perspektîfê azadî û serxwebûnê bûn. Van kesê temenê wan gihiştiye 60 û derbazkirye, lê ev jiyana xwe tev ji bo azadî û wekheviye mirovatiyê dane û xizmeta vê kirine. Ew Hevalên Rêber APO, yên ciwantiyê bûn û tu car lê îxanet nekirbûn, tim di çarçoveya perspektîfên Rêber APO de, xwedî xebatek mezin û fedakariyek giranbihabûn.
Belê, Hevala Sakîne jî nirxekî pîroz yê berhemê nirxê Rêber APO bû ku bi van nirxê hevaltiya rast hatibû xuliqandin. Heval Sakîne herî dawî ku min dît, serê bihara sala 2012’ê bû, du cara hat Ocaxa PKK’ê cem me, her du cara jî bi me re axifî û nêrînên xwe yên li ser pêvajo, dîrok û li ser Rêber APO bi dewlemendî bi me re parvekir. Rastî jî Heval Sakîne di çarçoveya parêznameyên Rêber APO de, pir kûr û fireh xwedî nêrîn bû û bi kurtayî bi me re parvekir, em jê bandorbûn. Bi giranî li ser rûyê qirêj yê kapîtalîzmê ku çawa li ser civak û kesayeta azad, bêbextî û hovîtiyek mezin dimeşîne, bi nêrînek zelal bi me re nirxand û di vî warî de fêmkirina xwe parvekir. Dîsa pergala kapitalîzmê ku bi pir reng û pir şêwazan, li ser jinê bi armanca qirkirina jina azad, dimeşine. Ji van parvekirinan û nirxandinên wê yê kûr ne pêkan e ku mirov hestiyar nebe. Bi taybet jî rûyên kapîtalîzmê yên ku nayên dîtin, bi çend qilifa xwe vedişêre û civakan bi dagirkeriya xwe ve dimeşîne, rûyê wê qirêj di derxistina holê de têgihiştîbû. Jixwe ev rastiyên ku wê dîtibûn û li dijî wan têkoşîn dida, wek Rêber APO, ew jî bû hedefa êrîşên gladyoya kapîtalîzmê.
Nêzîkbûneke Heval Sakîne ku em pir pê bandor dibûn jî, di wê temenê xwe yê mezin de jî pir zindî û zîrekbûna wê bû. Rastî jî ew ciwantiya destpêka PKK’ê, hêjî di kesayeta xwe de diparast û dida jiyankirin. Carna dibû mijara henekan, hevalan digotin , “ev heval tu car pîr nabe, tim ciwan e”. Ev rastiyeke Hevala Sakîne bû ku ew hestê ciwantî di dil û mejiyê xwe de jiyan dikir. Ew li kû ba, tim serê sibehê spora xwe dikir û fizîka xwe jî wek ciwanekî diparast. Axaftina ku tê gotin, “PKK bi ciwantî dest pêkir, wê bi ciwanî jî serbikeve”di kesayete xwe de jiyan dikir. Guman tune ye ku ev êrîşa hovane bi destê Tirkê sipî ku di tunekirina gelê Kurd de, tim qirkirin meşandine, hatiye kirin. Bêguman destê gladiyoya derve têde heye, lê dewlata Tirk wek piyon hatiye bikaranîn. Kê ev êrîşa hovane kiribe, ez sedcarî nalet û şermezar dikim. Lê ez baş dizanim ku bi nalet û şermezarkirinê, em nikarin erkê xwe yên hevaltiya şoreşgerî li hember van hevalan bicih bînin. Enceq em têkoşîna wan a azadî û serxwebûnê bi xurtî berdewam bikin û armanca wan bînin cih, mirov dikare layîqî wan be. Tol rakirina wan, ew e ku em dijminê azadiyê bişkênin û ala zaferê bilind kin, wê viha pêkan be. Soza me ya ji bo van hevalan jî ew e ku emê li du şopa wan têkoşîna azadî û serxwebûnê heya dawiyê bimeşînin. Ev nirxê pîroz parastin û bilind kirina wan, erkê me yê bingehîn e. Kesekî/ê ku van nirxan nebîne û neparêze, bila ew ji mirovatiya xwe guman bikin. Dewlemendiya mirovatiya azad, rastiya jiyana van şoreşgerên mezin e. Cardin em vê êrîşa hovane ya li ser van nirxên pîroz, ê gelê Kurd û mirovê azadîxwaz, nalet dikin û di têkoşîna li dijî vê hovîtiyê de serkeftinê dixwazin.
Silav û Rêzên Şoreşgerî
Heqî Mardîn
- Ayrıntılar
Rojekê havînê bû em ê biçûna peywirekê, du heyv bû ku qet şekirê me nema bû. Hevala Rojînda got; dema ku hûn zivirîn bi xwe re şekir bînîn, ez ê helaw çêbikim. Piştî em zivirîn û di nav çiyayên Çiravê yên asê û bilind de ber bi nokteya xwe ve hatin, ji girekê dengê teqandinekê hat! Piştî em gihan cihê xwe hevalan got; heval çûn kemîn daynin. Me, bê dengî û tarîtiya şevê diçirand û em diçûn girê ku heval li wir bûn. Wê demê Hevala got, Rojînda Şehîd ket… Lê di nava barê me de tişta ku hevala Rojînda xwestibû û negihabûyê- şekir jî hebû…
Pir car rondikên çavan, zimanê êşên bê deng in. Ew hişê min ku bi bîranînan ve tijî bû û qareyên ku di hafiza min de zindî dibûn, rondikên min bi ser rextê min de danî. Rûyê hevalên min ên şehîd dihat ber çavên min. Ên ku diçûn ji her kes û tiştan re meydan dixwendin. Hin caran di berbanga sibê de, hin caran di dawiya rojê de, bê dem û zû ji nava me vediqetîn û diçûn. Ew hebûn, rûmet û sedema jiyankirina me ne. Her gavê li çiya pir tişt li şûna xwe dihêle. Dem wek avek bi coş diherike û jiyan dewam dike. Lê tişta ku nayê guhertin ew rûyên hevalên me yên şehîd in.
Botan; azadiya ku tê hîs kirin e, welatê lehengan, çeperên şervanan û kulîlka min a îsyanê ye… li ser Botanê nivîsandin cesaret dixwaze. Ji ber ku ji fêmkirinê wêdetir, hîs kirin esas e… Li beramberê rastiya Botanê efsûna gotinê xirab dibe. Ked, giyana azadiyê û dilên berxwedêr di mejiyê me de hatine neqişîn. Lê mixabin hê ev bihûşt ku di bin dagirkertiyê de ye, ji bo em azad bikin, me serê xwe di riya evîna jêneger de da…
Dilê Botanê yê cesur gotinên hevalê Adil, ên “Şehîd Namirin,” “Bijî Serok Apo.” Hevalê Hemze Erkendî bi kenê xwe “silavên min bêjin” bû.
Botan, “Bêhna Şehîdên Bihûştê, Bêhna lehengên Gabarê ye”…
Mirov li Gabarê dengê lingê Egîd û şopa Erdal dibîne.
Pir car li Botanê jiyan, zanîn û fêmkirin nîne, hîskirin e. Lewma ji bo şoreşgeran jiyankirin, ji hevalê xwe tiştek girtin û dayin jiyandin e. Tu êdî aîdê xwe nîn î, her tiştên te yê şehîdan e. Hêvî, bêrîkirin, xeyal her tim barê rêwiyên vî rêyê ye. Rêya şoreşê dirêj û barê rêwiyan giran e. Ji xwe şoreşgertî zehmetiyan bi hêz pêşwazîkirin e. Ev rê bê bidawî û bê sînor e. Gerîla di qada şer de xwe bi baweriyeke bê dawî xemilandiye, şovalyê esas û evîndarê azadiyê ye… dema ku tê gotin Çiyayê Botanê tişta ku herî destpêkê tê bîra mirov gerîla ye. Her tişt bi dara jiyanê ve di tehma dilopeke avê bi niqutandina azadiyê ye. Ji bo wê her gavên gerîla hêza xwe ji êşên wê digre. Çav, di pêşerojê de hêviyên xwe yên di aso de xeyal dikin… Ev tablo berhemekê bêmamend e(bêemsal), hemû rengan dibîne, bêhnan digre û xeyal dizivirin rastiyê. Lewma di Pirtûkên Pîroz de tê gotin; ku jiyan ji Cûdiyê Mirada dest pê dike û tofan li wir bi dawî dibe. Waye piştî sed salan, li Qontarê Cûdî û di kûrahiya Besta de, di axa Gabarê ya nazdar de bi vîna xwe ya tazî disekinin. Ji ber ku ev welet, welatê wan e.
Min bi vê bîranînê dest bi nivîsa xwe kir. Lê ez bi atmosfera bîranînekê bi êş bidomîn im. Dema ku min xebatê eniyê dikir, ez ji hevalan veqetîm, hevala Dîdar ji min helbestek xwestibû. Ji ber ku helbest ne li gel min bû min nedayê. Min jê re gotibû dema carek din em hevûdu bibînin ez ê ji te re helbestê bînim. Dema ku me dê hevûdu bidîtana min helbesta xwe xistibû berîka xwe ya çepê û ez li benda hevalan bûm. Heval hatin, di nav wan de hevala Dîdar nebû. Bê ku ez bipirsim, hevalan got, Dîdar şehîd ket. Wê demê bi aliyê min ê çepê re ew helbesta di berîka min de jî digirî…
Çîroka vê helbestê
Gelo ez behsa te ji kê re bikim..
Gelo ev dilê vê demê ku bûne kevir,
Wê karibin çîroka vê helbestê guhdar bikin?
Ev şervanên mezin ku di nava rûpelên dîrokê de Jiyana Zêrin bi cih kirine wê karibin binivîsin?
Botan bûye cihê hestên xwe tevlîkirina Med –Cizîrî
Lewma divê çîroka gerîla ne dirêj be, lê baş bê nivîsin…
Di kesayeta hemû şehîdên Botanê de ez hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîrtînim.
Hezar silav li wan lehengên nemir ku bi jiyana xwe rêya me ronî kirine.
Piştî pevçûnên germ..
Me qovanên fîşekên vala kom dikir…
Kî dizan e?
Dibe ku lîstoka me ya mezin ev be…
“Dibe ku ev jî lîstoka me ya zarokatî
Ya xizaniyê be”
Îskan AMED
2005/Gabar
- Ayrıntılar
Di rastiya jiyan û bizava PKK’ê de hertim berxwedan li hemberî îxanetê di hundirê şerekî de têkoşîna xwe dide meşandin û hertim berxwedanê li beramberî îxanetê, di vî şerê ku hatî meşandin de, serkeftin qezenc kiriye. Lê ev îxaneta ku îro xwe jiyan dike ne ji îro ve heye û di civaka gelê Kurd de xwedî dîrokeke reş û tarî ye. Ji ber Kurdan her di dîroka xwe de têkoşîn û berxwedan dane meşandin. Li beramberî vê yekê, hertim rastî dest avêtina îxaneta hundirîn û ya derve hatiye kirin. Ango îxanet di hundirê civaka Kurdan de weke kurmê hertim hundirê darê dixwe û di dawiyê de wê darê dixîne xwarê. Her wiha ev yek ji bona bêbextiya navnetewî jî bi wî rengî ye. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku îxanet herdem weke şûrê mirinê li ser serê gelê Kurd hatiye hejandin û gelê Kurd bi xofa wê re jiyandike. Ji ber vê yekê mirov dikare bibêje ku destên bêbextiya navnetewî nehiştine ku gelê Kurd bi miradê xwe şadbibe û her car gelê Kurd rû bi rû yê îxanetê hatî ye. Lê şoreşa PKK’ê rastiya vê îxanetê derxiste holê û perda li ser rûyê wê yê qirêj û gemar da milekî û rastiya wê ji her kesekî re da diyarkirin. Ji bona vê yekê mirov dikare bibêje, ku her miroveke azadîxwaz û welatperwer, rastiya vê îxanetê dît û weke ku pêşiyên me Kurdan gotî “ger ku kurmê darê ne ji darêbe, zewala darê nayê”. Li gorî vê yekê mirov dikare bibêje, ku tim neyarê Kurdan, bi rêya îxanet û parçebûna ku di nava civaka gelê Kurd de diçandin, dida bikaranîn sûd werdigirtin û heyanî îro jî sûd jê werdigrin. Lê bi rêya felsefeya Rêber APO û bîrdoziya PKK’ê wê kurmê darê were kuştin û wê gelê Kurd azad bibe.
Sal 1980'î bû, naskirina me ji PKK re ji nû ve çêdibû. Piştî wê di nava xebatên gel de û bi taybet di nava xebatên ciwanan de me cihê xwe digirt. Me ji milekî ve hem xebatên di nava gel de dida meşandin û ji milê din ve jî me amedekariyên xwe ji bona tevlîbûna nava bizavê dikir. Jixwe piştî wê û di sala 1988'an de tevlîbûna me ji PKK’ê re çêbû. Piştî ku tevlîbûn ji bizavê re hate çêkirin, ez derbasî qada Bakurê Kurdistanê bûm, li wê qadê ez heyanî demekî mam û ji wê şûn de, careke din ez vegeriyam Başurê Kurdistanê. Min li gelek bajar û deverên cuda xebatên gel û xebatê leşkerî dane meşandin. Kurte jiyana min a gerîla bi vî awayî ye. Jixwe di nava demên derbasbûyî de, bîranînên di nava şer de û hem bîranînên bi Rêbertiyê re yên ku me jiyankirî hene. Ji ber wê ez dikarim bibêjim ku cûr be cûr me bîranîn jiyankirine. Li gorî vê yekê ez dixwazim bîranînekî bi hevalan re parve bikim.
Cara yekmîn dema ku em derbasî Başurê Kurdistanê bûn û ji bona ku em xwe bighînin Bakurê Kurdistanê qada şer û cenga giran, lê hêzên îxanetkar û nokerên xwefiroş ên ku alîkariya dijmin dikirin nehiştin ku em vî miradê xwe bighînin serî û rêka me asteng dikirin. Di destpêkê de dihate xwestin ku em wan bê bandor bikin. Ango pêwîst e em di destpêkê de kurmê darê tinebikin, ji bona ku dar şîn bibe û xwe li ser piyan bigire. Ji ber vê yekê em tevlî şerê Başur bûn û me xwest ku em wê feraseta kevneperest a ku bi salan hatî rûniştandinê ji holê rakin. Ji ber ku hêzên îxanetkar hertim li pêşiya azadiya gelê Kurd astengek mezinbûn û hertim ji dijmin re weke dûvikekî bûn. Li gorî vê yekê em tev gihiştibûn wê baweriyê, ku heyanî îxanet ji nava Kurdan ranebe, wê dijmin li Kurdistanê neyê şikandin û wê gelê Kurd jî rizgar nebe. Her tim şerê navxweyî wê di nava Kurdan de rû bide. Lê bi têkoşîna PKK’ê, bi fikir û ramanên Rêber APO, têkoşîna gerîla û gelê welatparêz encax ev yek pêk were. Cûdayê wê têkoşîna bîrdozî û siyasî dikare kesayeteke azad a ku di her warê jiyanê de xwedî vîn û hebûneke azad bide avakirin. Ji ber wê me xwest li qadên Başur û li beramberî vê zîhniyeta îxanetkar û ya xwefiroş jî şer bidin meşandin. Jixwe armanca me ji vî şerî qezenckirin û hişyarkirina gel bû, li beramberî pergala partiyên ku serdestiya xwe li ser didine meşandin û berê vî gelî didine îxanet û hevkariya bi dijmin re.
Di dema ku ev şer dihate meşandin, em li qada Pîrêsê bûn û hijmara me wê gavê derdorê du yekîneyan bû, me amadekariyê xwe yê şer dikir. Coş û heyecana hemû hevalan jî di astekî pir bilind de bû. Piştî ku belavkirina hevalan li gorî yekîneyan hate çêkirin, hemû yekîneyên ku wê têkevin çalakiyê hatin diyarkirin. Hevalên ku têkevin yekîneya êrîşê û bi taybet hevalê Demhat ê ku bi eslê xwe Guyî bû û hevalê Avareş ê ku bi eslê xwe Şirnexî bû, wan herdu hevalan pir bala me hemû hevalan dikişand. Jixwe çanda me ewbû ku em ji beriya her çalakiyekê govendê bigirin, coş û kelecan çalakiyê bi govendê bighînin asteke herî bilind. Amedekariyê me yê çalakiyê ji her milî ve bi dawîbibûn, ji çek û rextê hevalan bigire heyanî tiştên herî biçûk, hemû hatibûn amedekirin û hemû heval ji bona çalakiyê hazir û amedebûn. Êdî dem dema kêf, şahiyê û gerandina govendê bû. Ew herdu heval ketin serê govendê û govend xelek bi xelek dora hev zivirî û weke pêlên deryayan pêl bi pêl diherikî. Me hemû hevalan li nava çavên hevdu dimeyzand û me ji xwe re digot: Gelo emê careke din hevdu bibînin an na?
Li serê govendê carcaran hevalê Demhat dikşand û carcaran jî hevalê Avareş dikşand. Te digot qey herdu hevalan sozdane hev ku serê govendê bikşînin û govendê bê serçopî nehêlin. Her kesê ku li wan herdu hevalan temaşe dikir di rûyê wan de hêvî, coş, kelecan û serkeftina çalakiyê û jiyana baş didît û hîsdikir. Ji ber ku di çavê wan de her tişt baş xuyadikir. Piştî ku hevalan govenda xwe bidawî anîn û em ketin rê. Yekîneya me bixwe alîkarê yekîneya êrîşê bû. Di navbera me û yekîneya êrîşê de xulekek anjî du xulek hebûn. Ji bo ku em bikaribin hem cihê wan hevalan dagirin û dema ku hate xwestin alîkariya pêwîst ji wan re bidin.
Em ketin rê û her yekîneyekê jî cihê xwe girt. Girê ku emê êrîşî ser bikin derdorê 300 pêşmerge û gelek leşker jî di nava wan de li wê derê bi cih bûbûn. Weke din gelek çekên giran jî di wî girî de hatibûn bicihkirin. Cihê ku wan digirt cihekî cûda bû ji bona me herdu hêz jî xwedî girîngiyekî mezinbûn. Armenca dijmin ew bû ku têkiliya me bi gel re qutbike û gel ji me dûr bixin. Weke din jî îxanetê jî dixwest ku rastiya xwe ji gel veşêrin. Di wê navberê de û piştî demekî kin, me tektîkê dijmin ferqkir ku çi diwaze. Ji bona vê yekê, me çeperê xwe girtin û me ji du milan ve êrîşî ser wan kir. Çalakî bi rengekî serkeftî bi rê ve diçû û tu wendahiyên me çênebûn. Lê ji ber ku şevtarî bû, di nava hevalan de şaşîtî derket holê û hevalekî li hevalê ku li pêşiya wî bû guleyan direşîne û wî hevalî şehîd dixîne.Hevalê şehîdketî jî, navê wî Demhat bû. Lê ji berî ku ew heval şehîdbikeve, hêviyê xwe yê serkeftinê û biryarbûyîna xwe dide nîşandayîn. Dema ku fîşek lê dikevin gazî dike û ji hevalê ku gule li wî bi şaşîtî reşandî re dibêje. “Ez hevalê te me”! Lê heyf û mixabin wê demê gule ji devê çekê derketibû û sînga hevalê Demhat derbaskiribû. Lê di dawiyê de jî hevalê Demaht dibêje yê ku serket em bûn û bi silogana “bijî Rêber Apo”, hevalê Demhat wê demê jiyana xwe ji destdide û şehîdikeve.
Piştî ku hevalê Demhat şehîd dikeve, ew çeperên mayîn hemû hatin xistin û gelek leşker û pêşmerge di wan pevçûnan de birîndarbûn û gelek ji wan reviyan. Çalakiya me bi rengekî serkeftî bidawîbû û gelek çekên giran û yên sivik jî me ji ser leşker û pêşmergeyan rakirin. Cenazeyê hevalê Demhat jî me li ser milê xwe hilgirt û em paşde vekişiyan. Di wê navberê de careke din dijmin derkete operasyonê. Lê ji ber ku barê me giranbû û gelek çek û cenazeyê hevalê şehîd jî bi me re bû. Beşek ji hevalan ketin êrîşê û em hevalên mayî jî, me cenazê hevalê şehîd xilaskir. Hemû hewildanê me ew bû ku em nehêlin cenazeyê hevalê şehîd bikeve destê dijmin. Piştî wê em gihiştin hevalan û me cihê xwe saxlemkir. Jixwe erkê me ew bû ku em parastina hevalan bikin, heyanî ku hemû heval xwe bighînin saxlemiyê.
Piranî hevalên ku tevlî çalakiyê bûbûn hevalên keçbûn, tenê çend hevalên xort di nava wan de hebûn. Di wê navberê de û her çiqasî hemû hevalan mereq dikir, ji bona ku bizanibin ka hevalê ku şehîd ketiye kî ye? Lê me nedixwest ku em hema ji hevalan re behsa şehadeta hevalê Demhat bikin. Lê dema ku çavê hevalan bi hevalê Xwînrêj ket û hevalê Demhat nedîtin.Wê demê hevalan dizanî ku hevalê ku şehîd ketiye hevalê Demhat e. Piştî çalakiyê heyanî çend rojan me nikarîbû hevalê Demhat bispêrin axê. Ji bona wê me ew di nava şikêran de veşart, heyanî ku dijmin ji qadê derket. Piştî demekî û dema ku hêzên leşkerê dijmin bi şûnve vekişiyan, me cenazê hevalê Demhat anî û me ew bi rengekî saxlem siparte xaka pîroz.
Di dawiyê de mirov dikare bibêje ku hemû roj û bîskên jiyana gerîla tijî şer, pevçûn, berxwedan û qehremantî ne û jiyana gerîla bi ked, xwîn û xwîdanê tê jiyankirin. Ji ber wê dema mirov bîranînê xwe yên di jîyana gerîla de ku hatine jiyîn, tînê ser ziman, mirov pir zor û zehmetiyê dikşîne. Ji ber vê yekê ye ku bi van rastiyan re nebe yek nikare rastiya vê jiyanê, ji dil û can hîsbike û pê re bibe xwediyê giyan û vîneke azad. Weke din, pêwîst e ku mirov bizanibe di hundirê vê jiyanê de hem berxwedan heye û hem jî îxanet heye û herdu hertim di nava şer û pevçûnekî mezin û dijwar de têdikoşin. Lê di dawiyê de bêguman hertim berxwedan li beramberî îxanetê bi ser dikeve. Ji bo vê yekê pêwîst e em bizanibin ku ev hemû serkeftin û pêşketin, bi xwîna şehîdên pakrewan hatine avakirin. Ji ber ku avakirina kesayeta Kurd a azad û rizgariya civakê bihêsanî nayê holê û tiştek li ser rûyê vê dinyayê bêbedel pêknayê.
Leyla Yaşar
- Ayrıntılar
Botan,her tişt bi naskirinê dest pê dike. Dengê melodiya dilê bilûra şivanekî destan e. Herkes dixwaze dengê bilûra şivan bibîhîse û fêm bike. Ji ber ku di hundirê bilûrê de pir tişt veşartî ne. Li Gabarê Egîd û Adil ji me re melodî ne; muzîk, gotin, bawerî û destên veşartî ne. Cûdî şehîdên me yên leheng bibîrtîne. Ji me re Safîneya HZ. Nûh, têkoşîna jiyan û vegotinê dewam dike. Bi ziman evina min diqewitîne, bi bilindbûna muzîkê vedibêje û tê gotin.
Piştre dibêje ku ez ê tiştek din jî ji te re vebêjim. Lawê Xerîb navê evînekê pêgirtî ye. Armanca wê heye ku cihê safîne lê ye ew cih dîtine. Ji bo wê heft sal, bi şev û roj dimeşe di deqeya dawî de ku kêm dimîne jiyana xwe ji dest bide tê vegotin ku sefîne dibîne; ez ê ji te re bêjim ku şervanên leheng li Botanê hene. Ger ku sal derbas bibin jî tiştên ku ez ê bêjim wê bi dawî nebin. Kelheya dil û baweriya Botanê yek e. Evîndarê rojê ne, bi siberojên bi hêvî ne. Dîsa bilûr dibêje ma tu Hevalê Ş. Rûhat nas dikî ez dibêjim ku ez dizanim û nas dikim. Ez hezkirina wî ya jiyanê nas dikim, kesayeta wî ya bi erdem û dilnizmî û kamiltiya wî avê dide sehra, ez ji sekna wî ya wek evîndar re bûme şahîd.
Sadûn Edesa
Cûdî Navser
- Ayrıntılar